Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin

 

Ýsmail Beþikçi

Ev gotar ji kovara “Esmer, Hej. 28, Nîsan 2007” hatiye wergirtin û ji alîyê 
Roþan Lezgîn ve ji tirkî bo kurdîya kurmancî hatiye wergerandin.

 

Yek ji encamên girîng ên þerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîþyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema þerî û piþtî wî hê bêhtir geþ bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv kurdan di warên ziman, edebîyat, dîrok, lêkolînên li ser hebûna civatê, muzîk, wêne, þano, sînema û di warên nivîskî de xebat gurr bûne. Esas ev xebatên bi vî awayî civata kurd radikin ser pîyan, ji alîyê maddî û manewî ve hêz didin civatê. Di proseya van xebatan de civat bi ser xwe ve têye, moralê wê bilind dibe, ji xwe bawer dibe.

Li van salên dawî kesên wek Malmîsanij, Cemil Gündoðan, Mehmet Bayrak,  Cemþîd Bender, Osman Aydýn, Ruþen Aslan, Munzur Çem, Ali Haydar Koç, Yaþar Kaya, Rohat Alakom, Ýsmail Göldaþ, Naci Kutlay, Tarýk Ziya Ekinci, Kemal Burkay, Mehdi Zana, Torî, Faik Bulut û Orhan Miroglu xebatên gelek hêja kirin, gelek berhem derxistin holê. Bi destê Mehmet Emin Bozarslan ji nuh ve weþandina kovara Jîn û rojnameya Kurdistanê, her wiha, ji nuh ve weþandina Mem û Zîn û Þerefnameyê ku ji wan xebatan re pêþengîyê kirin, ev jî gelek girîng in. Di destpêka sala 2007 de versîyoneke cihê ya Þerefnameyê ligel wergera wê ji alîyê Weþanxaneya Yaba (Yaba Yayýnlarý) ve hatiye weþandin. Di nava weþanên Yaba de Rêzepirtûkên Mezopotamyayê gelek balkêþ in. Her wiha, ji nuh ve weþandina Maddeya Kurdistanê ya di nêv Qamus el-Heyata Þemsedîn Samî de ku di dawîya sedsala 19. de li çapê ketibû jî gelek balkêþ e. Û helsengandina H. Mem a li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî her wisan… Pirtûgên Mehmet Bayrak ên Kurdolojî – I, II û Kürtler ve Ulusal-Demokratik Mücadeleleri wek çavkanîyên bingehîn gelek hêja ne. Bêguman di seranserî vê pêvajoyê de Musa Anter jî navekî gelek hêja ye. Ev xebatên hanê di nêv kurdan de ji alîyê pêþketina hizrên dîrokî û civakî ve roleke gelek mezin dilîzin. Ev saman û sermîyaneke wisan e ku dê civata kurd bi pêþ ve bibe.

Di vê pêvajoyê de rola weþanên weþanxaneyên wek Doz, Pêrî, Avesta, Deng, Komal, Öz-Ge, Aram, Nûbihar, Yaba, Belge, Beybûn, Tevn…, kovarên wek Yurt Kitap-YayýnSerbestî, Dema Nû, Deng, War, Bîr, Vate, Tîroj, Özgür Halk, Nûbihar, Mizgîn…, rojnameyên wek Gündem, Azadiya Welat jî gelek mezin e. Bîrnebûn û Nûdem ku li Ewropayê weþana xwe dikirin, wan jî gelek pêþî li geþbûnê vekirine. Bîrnebûn derbarê kurdên Anedola Navîn de weþanê dike. Nûdema ku di navbera salên 1990-2000 de weþana xwe bi zimanê kurdî dewam dikir kovareke kulturî, edebî û hunerî bû. Piþtî hejmara 40. ku vê kovarê dawî li weþandina xwe anî, ev yek li ser hesabê kultura kurdan windayîyeke mezin bû. Bêguman divê em bi teqdîr xebatên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî yad bikin. Ferhengên ku Îzolî, Zana Farqînî û Torî amade kirine, her yekî di warê manewî de pêþî li geþbûnê vekirin. Xebatên li ser zimên ên Hüseyin Musa Saðnýç û Abdurrahman Uçaman jî hêja ne.

Divê em malperên enternetî yên kurdan jî bihesibînin. Ev malperên enternetî di warê hevûdin naskirina kesayetîyan de, di warê sazkirina pêwendî û danûstendinê de roleke mezin dilîzin, kesayetan derbarê xebatên hev de agahdar dikin. Ez li ser navê xwe bibêjim ku, ez her tim malperên wek  www.gelawej.org, www.nasname.com, www.kurdinfo.com,  www.peyamaazadi.com, www.rizgari.com, www.dengekurdistan.com, www.kurddem.org û www.pwdnerin.com diþopînim. Weþanên ku li welatên Ewropayê, li DYA çêdibin, ew jî warekî din e, ku divêt meriv bi berfirehî li ser raweste.

Di vê proseya hîþyarbûnê de edebîyata kurd geþ dibe. Di warê roman û çîrok û helbestê de berhemên girîng hatine hilberandin. Romanên bi zimanê kurdî, ku ji alîyê Mehmet Uzun ve hatine nivîsîn, balkêþ in. Hasan Bildirici û Metin Aktaþî di warê roman û çîrokê de berhemên baþ hilberandine. Yýlmaz Odabaþý, Muhsin Kýzýlkaya… ev kes jî di qada nivîsînê de mirovên balkêþ in.

Divêt ez di vê gotarê de qala xebatên Osman Aydýn ên bi navê Kürdistan’ýn Demografisi ve Kürdistan’da Nüfus Hareketleri (Îsveç, 204, Apec Förlag) û 1925 Kürt Ulus Hareketi (Doz Yayýncýlýk, Îstanbul Nisan 2006), her wiha xebata Ruþen Aslan a bi navê Þeyh Said Ayaklanmasýnda Varto Aþiretleri ve Mehmet Þerif Olayý (Doz Yayýncýlýk, Îstanbul, Nisan 2006) û xebata M. Malmîsanij a bi navê Türkiye’de ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayýncýlýðýnýn Dünü ve Bugünü  (Vate Yayýncýlýk, Îstanbul 2006) jî bikim.

Ev jî babeteke gelek girîng e ku, bê hela serjimareya (nufûs) kurdan a li nêv sînorên Tirkîyê çend e. Osman Aydýn, derbarê tesbîtkirina vê hejmarê de metodeke balkêþ diþuxulîne. Ji bo vê tesbîtkirina vê yekê lêdikole ku bê hela li cografyaya kurd jimareya civakê li kû derê û di kîjan radeyê de hîn zêdetir hatîye ser hev. Ji bo vê yekê jî pirseke wekî “Kurdistan kû der e?” dike. Bi vegotineke maqul hewl dide xwe da bersiva vê pirsê bibîne. Lêdikole ku bê hela li nêv welêt ji sedemên cur bi cur çiqas kesî warê xwe terk kirîye û çûye deverên din. Ji bo ku meriv bikarîbe li ser bajar û bajarokên kurdan analîzan bike, xebatên bi vî awayî pêwîst in. Tesbîtkirina vê yekê jî divêt gelek girîng be ku, bê hela bajarên ku kurd bi giþtî tê de hene û bajarên ku kurd qismen tê de hene, kîjan in, yekuna wan çi ye? Bi vî awayî têye hesabkirin ku, li gorî sala 2000, ji serjimareya kurdan 10 mîlyon û 700 kes li herêmê, 6 mîlyon û 700 kes li deverên cur bi cur ên Tirkiyê û mîlyonek kes jî li derveyî Tirkîyê ne ku li ser hev serjimareya kurdan dike 18 mîlyon û 400. Osman Aydýn li ser encamên îstatîskî yên “Devlet Ýstatistik Enstitüsü” analîzan dike û digihe vê encamê.

Her wiha, ev jî têye zanîn ku li Tirkîyê bi zanebûn serjimareya kurdan her xumam têye hiþtin. Her tim wisan di ser re serjimareya kurd li dora 20 mîlyon kesî îfade dibe. Çapemeniya tirk, lêkolînerên tirk bi tundî li dijî daxuyanîyên bi vî awayî derdikevin. Belam qet qala wê nakin ku dewlet bi zanebûn serjimareya kurdan xumam dihêle ku tu rexneyeke wan li ser vê helwestê nîne. Bo numûne, qet li ser nasekinin ku bê hela çima serjimareya kurdan bi awayekî tendurust nayête tesbîtkirin. Di wan serjimareyên ku heta bi sala 1965 hatine kirin de derbarê zimanê zikmakî de pirsin dihatine pirsîn lê piþtî ku di nêv kurdan de hestên netewî hîþyar bûn û bi þûn de êdî ev pirs jî ji anketan hatin hilanîn. Sedemê xumam hiþtina serjimareya kurdan ev e ku, di nêv kurdan de pêþî li geþbûna hestên netewî yên kurd bêye girtin. Naxwazin reqema ku serjimareya kurd nîþan dide di nêv hiþê mirovan de cih bigre. Û her wiha, mebestêke din jî ev e ku, bikaribin serjimareya kurdan gelek kêmtir nîþan bidin.

Osman Aydýn bi têgihaþtineke din bala xwe dide ser Tevgera Kurd a Netewî ya li sala 1925. Ev jî babetek gelek balkêþ e ku ew nabêje “Tevgera Þêx Seîd” lê dibêje “Tevgera Netewî ya Kurd”. Ev lêkolîneke wisan e ku di navbera tirk û ereb û eceman de rewþa kurdan, hêvî û mafên kurdan ji xwe re kiriye babeta xebatê.

Di sîstema sîyasî ya tirk de pêkhatina îdeolojîya fermî ya derbarê kurdan û zimanê kurdî de Mehmet Þerif Fýrat merivekî girîng e. Di vî warî de pirtûga bi navê Doðu Ýlleri ve Varto Tarihi, di Tevgera Kurd a Netewî ya sala 1925 de, wezîyeta eþîrên Gimgimê (Varto) û kuþtina Mehmet Þerif Fýrat, ji alîyê îdeolojîya fermî ve dîyardeyên zor girîng in. Ruþen Aslan di pirtûga xwe ya bi navê Þeyh Said Ayaklanmasýnda Varto Aþiretleri ve Mehmet Þerif Fýrat Olayý de bi awirekî rexneyî bala xwe dide ser van dîyardeyan.

Li salên 1960î, li salê 1970yî, yanî li wê dema ku hestên netewî hêdî bi hêdî di nêv kurdan de hîþyar dibûn, hindek nivîskarên tirk îddîa dikirin ku zimanek wek zimanê kurdî tune, ger hebe jî, tenê sê-çar peyvên xwe hene. Ji bo ku vê îddîaya xwe li ser bingehekê bidine rûniþtandin jî, pirsên wekî “hûn dikarin romanek ku bi vî zimanî hatiye nivîsîn yan jî lêkolînek ku bi vî zimanî hatiye kirin bi me nîþan bidin?” derdixistin pêþ. Belam qet behsa vê yekê nedikirin ku, ta ji salên sereta yên Cumhuriyetê û bi vir de ye ku zimanê kurdî hatiye qedexekirin, pêþî lê hatiye girtin. Helwesteke wisan nîþan didan ku, her wekî ku qet tiþtek bi vî awayî nîn be. Gelek bi baldarî hewl didan xwe, bi îtîna tevdigeriyan da bila ev qedexekirin neyête bîra kesî. Van nivîskaran û endamên çapemeniyê her tim kurdan tehqîr dikirin, tinazên xwe bi zimanê kurdî dikirin lê qet qala qedexekirina li ser kurdî nedikirin. Ev têye wateya qedexekirina neteweyekê. Çunke heke ziman hebe netewe heye, heke ziman tune be, qet wateya wê jî nîne ku em rabin qala neteweyekê bikin. M. Malmîsanij di xebata xwe ya bi navê Türkiye ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayýmcýlýðýnýn Dünü ve Bugünü de qala pêþveçûna vê proseyê dike. Bi awirekî rexneyî bala xwe dide ser qedexekirina zimanê kurdî.

Di roja îroyîn de ev lêkolînên bi vî rengî her berdewam in. Wateyeke gelek girîng a vê pêvajoyê heye. Di pêþgotina berhema Marks a bi navê Ekonomi Politiðin Eleþtirisine Katký de teorîyeke wek “pirsgirêkên ku civat nikaribe ji binî derkeve, nayne rojevê” heye. Ger pirsgirêkek hatiye rojevê, ger têye vekolîn, ger têye munaqeþekirin hingê ev têye wateya ku êdî civat dikare ji bin wê pirsgirêkê derkeve. Xebatên lêkolînerên kurdan ên di warên wek dîrok, ziman, edebîyat û hunerê de têye vê wateyê ku, Pirsa Kurd êdî bi vî rengî yan jî bi wî rengî, dê bigihê çareserîyekê.

Ev jî gelek vekirî ye ku dê ev hemûyê lêkolînan bi destê kurdan bêne kirin. Her wiha, ev jî têye zanîn ku, zanîngehên tirkan dê nikaribin di lêkolînên li ser kurdan de tu xebatekê bikin. Her çendî Bilgi Üniversitesi ya Îstanbulê li meha adara 2006 eywana xwe ji bo konferansek bi navê “Türkiye’nin Kürt Meselesi” ku ji alîyê Grûba Empatî ya Komeleya Hemwelatîya Helsînkî ve hatibû organîzekirin vekiribe jî lê di vî warî de helwesta zanîngehan her dîyar e. Rêya tevlibûna civata akademîk, di nav civata akademîk de bilindbûn, ligel sedaqeta bi îdeolojîya fermî ve girêdayî ye. Sedaqeta ligel îdeolojîya fermî, tekane rêya tevlibûna civata akademîk e, her wiha, di zanîngehan de tekane rêya bilindbûnê ye. Di vî warî de munaqeþekirin, yan jî nîþandana helwesteke muxalîf qet nîne. Ger ev sedaqeta hanê temam be, êdî ne pêwîst e ku wî kesî lêkolîneke zanistî kiribe yan nekiribe. Em salên 1960î, salên 1970yî bînin bîra xwe, ku di wan salan de ji endamên zanîngehan ên ku hewl didan xwe da teorîyên ku zimanê kurdî înkar dikin, eslê kurdan wek tirk nîþan didin, kurdî wek versîyonekî pirîmîtîv ji zimanê tirkî nîþan didin derdixin pêþ, giþan payeyên doktorî û profesorîyê bi dest xistin. Kesên ku qala kurdan û zimanê kurdî dikirin jî her tim bi tawanên mezin hatin darizandin û cezayên giran li wan hate birîn. Ev helwest di roja me de jî her serdest e. Di vê heyamê de ne rast e ku meriv li benda zanîngehan bisekine da ew li ser kurdan lêkolînên tendurust çêbikin.

Di roja îroyîn de bêyî ku balê bikêþin bi ser dîyardeya kurd ve, ji aliyê hinek kes an jî sazîyan ve, bi hindek awayên cihê Yüksek Öðretim Kurumu (YÖK) têye rexnekirin. Belam helwesta derbarê lêkolînên li ser kurdan beriya YÖKê jî her bi vî awayî bû. Li zanîngehan, bi taybet di warên zanistî yên wek dîrok, sosyolojî, zanistîyên sîyasî, antropolojî,  ekonomî û huqûqê de têgihaþtina zanistî berîya YÖKê jî tune bû. Di van waran de çi dema ku ku berhemek ji alîyê profesorekî ve dihate xwendin, bi mebesta ku ‘gelo tê de sûc heye yan na’ û ji bo îsbata vê yekê jî, bi armanca ku ‘raporta desteya pisporan’ amade bike, dihate xwendin. Ev jî, gelek vekirî dide îsbatkirin ku di zanîngehan de tu zîhnîyeteke zanistîyê nîne. Îdeolojîya fermî di wan rojan de jî her serdest bû û îstîqameta xebatê tayîn dikir. Jixwe, ger zanîngeh hebûya, dê YÖK tune bûya.

Hizrekî wisan heye ku dibêje “Ji bo neteweyekê mezintirîn felaket ew e ku dîroka wê ji alîyê kesên ji derveyî wê ve, ji alîyê diþmenên wê ve bêye nivîsîn”. Kurdan li salên 1990î, li salê 2000î, vê yekê di nêv dilê xwe de hîs kir û ji bo ku ji bin vî barî derkevin dest bi xebatên mezin kirine. Ev jî gelek vekirî ye ku dê ev awa xebat hê gurrtir bin.

_____________

Ev gotar ji kovara “Esmer, Hej. 28, Nîsan 2007” hatiye wergirtin û ji alîyê Roþan Lezgîn ve ji tirkî bo kurdîya kurmancî hatiye wergerandin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org