|
Hilberînîya
Zanistê Bi Sipariþan Çênabe Ýsmail
Beþikçi
Em
di nava civakekê de ne. Di civakê de her roj bûyerin rû didin. Dibe ku
hindek ji van bûyeran bala meriv bikêþin, di hiþê meriv de cih bigrin.
Bêguman her bûyer bala her kesî nakþîne. Bi giþtî, meriv di ser re
bala xwe didin bûyeran û derbas dibin diçin. Lê hindek ji bûyer û dîyardeyan
bala hindek kesan dikêþin. Ger bûyerek an dîyardeyek bala yekî kiþandibe
ser xwe ve, êdî ew tiþt her tim hiþê wî kesî mijûl dike. Her bala wî
li ser e ku di axiftinên xwe de, di xwendinên xwe de bersivekê ji pirsa
di serê xwe de bibîne. Di
vê rewþê de ew meriv her dixwaze ku ser û binê bûyerê yan jî dîyardeyê,
qulik û paceyên wê fêr bibe. Bala xwe dide ser ku gelo pêwendîyek di
navbera wê bûyerê û bûyerên din de heye yan na. Lêdikole ka hela pêwendîya
vê bûyerê bi kîjan bûyeran re heye. Lêgerîn û lêkolîn di encama vê
hewesê de dest pêdibin. Çalakîya zanistî/ilmî (bilim) di encama
meraqek û têgihaþtineke bi vî rengî de dest pêdibe. Hilberînîya
zanistê tenê di encama pêroseseke bi vî awayî de dikare çêbibe. Îcar
em bi awayekî din bihizirin. Em ferz bikin ku fermandeyên we yan jî
hindek sazî û dezge siparîþa lêkolînekê didine we. Ji we dixwazin ku
hûn derbarê bûyerekê de lêkolînekê bikin û raportekê binivîsin.
Her wiha, ji we têye xwestin ku ev raport divê di maweyeke dîyarkirî de
amade bibe û bigihê ber destê wan. Mesrefa darayî ya wê lêkolînê jî
têye dîyarkirin. We vê bûyerê meraq nekirîye. Li meydanê tu pirsekê
ku hiþê we mijûl kiribe nîne. Lêbelê ji we têye xwestin ku hûn lêkolîn
û lêgerîekê bikin. Bi vî awayî, hûn jî radibin ji ber bicihanîna pêwîstîyên
xwe yên madî û manewî xebateke wisa, her wiha, amadekirina raportekê
digrin ser xwe. Û di maweya ku dane we, bi wê darayîya terxankirî, hûn
lêkolînekê dikin û raporta ku we amade kirîye hûn pêþkêþî wan
dikin. Di nav tora pêwendîyên bi vî rengî de, di proseseke bi vî awayî
de zanist nayête hilberandin. Çunke ew kesê ku lêkolandin û amadekirina
raportê lê hatîye spartin, jixwe, bi hizr û nîyeta kesên ku vî karî
jê xwestine dizane, lewre, raporta xwe jî li gorî hizr û nîyeta wan
amade dike. Ev karê wiha jî, di dawîyê de tenê bi kêrî dupatkirina
hizr û nîyeta wê sazîyê yan wî kesî têye. Ew kes yan jî ew sazî,
ji bo ku hizir û nîyeta xwe bidine qebulkirin, di nav çalakîyên xwe de
vê xebatê bikar tînin. Armanceke pragmatîk di vê prosesê de heye. Lêkolînên
Derbarê Nîjada Kurdan de Ez
dixwazim qala pirtûga bi navê Kürtçülük 1787-1923 (Bilgi
Yayýnevi, Nisan 2007) ya Bilal Þimþirê ku konslosekî malniþîn e,
bikim. Di vê pirtûgê de, ya rast di dawîya vê pirtûgê de belgeyek
heye. Di vê gotarê de ez dixwazim derbarê vê belgeyê de hizrên xwe
bidime xuyakirin. Wezareta Karûbarên Derve li roja 23 kewçêr 1971 bi
nameyekê ji Konsolxaneya Londonê hindek tiþtan dixwaze. Dixwaze ku ew lêkolînekê
bikin da ku nîjada kurdan bi nîjada tûranîyan ve bête girêdan. Her
wiha, ji bo encamdana vî karî jî dixwaze ku ew sûd ji xebatên
antropologek bi navê Rawlinsonî bigrin. Wê demê Bilal Þimþirê ku li
konsolxaneya Londonê wek serkonsol dixebite, bersivê dide vê nameya
Wezareta Karûbarên Derve. Serkonsol Bilal Þimþir di bersiva xwe ya li
roja 21 berfanbar 1971 van tiþtan dibêje: “Di
talîmatên navborî de bîzat ji min hatîye xwestin ku ez lêbikolim da H.
C. Rawlinsonî di Ensyclopedia Britanica de hizrê xwe yê ku dibêje kurd
ji nîjada tûranî ne, spartîye kîjan çavkanîyan. Ez bawer im ku, di
berhemên Rawlinsonî de ew delîl û belgeyên îddîaya kurd ji nîjada tûranî
ne xurtir dikin, dê bêne dîtin.” (r. 517) Konsolosê
malniþîn Bilal Þimþir di lêkolîna ku li ser daxwaza wezaretê hatiye
kirin de li çend cîyên din vê hizirînê îfade dike dibêje: “Îhtîmaleke
gelek mezin, ew belgeyên ku kurdan ji nîjada tûranî nîþan didin
Rawlinsonî bi xwe peyda kiribin.”
(r. 524) “Di pirtûgên Rawlinsonî bi xwe de, îhtîmaleke mezin,
belge û delîlên îddîaya kurd ji nîjada tûranî ne, dê bêne dîtin”
(r. 531) Dadgehkirinên
Rojhilatê Yên Li Dîyarbekir Gelo
ji bo çi Wezareta Karûbarên Derve ji Konsolxaneya Londonê encamdana
xebeteke wisa dixwaze? Mêjûya talîmata Wezareta Karûbarên derve ku bo
Konsolxaneya Londonê nivîsîye girîng e: 23 kewçêr 1971. Di wê demê
de li Dadgeha Leþkerî ya Îdareya Orfî ya Dîyabekir-Sêrtê gelek doz
derbarê kurdan de hatibûn vekirin. Ji vana, yên sereke doza DDKO
û doza Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê ne. Ligel vana, dozên
derbarê kes yan jî komikên piçûk de jî hebûn. Îddîanameya dozên
mezin li dawîya sala 1971an amade bibûn û bo girtîyan hatibûn
ragihandin. Di wan îddîanameyan de dihate gotin ku qewmek, miletek bi navê
kurd nîne, kurd bi eslê xwe tirk in, bi oguzan re ji Asyaya Navîn hatine,
ew jî êleke tirkan in, zimanek bi navê zimanê kurdî nîne, ev zimanê
hanê koka xwe ji tirkî têye. Ev hizirîna ku hebûna kurdan înkar dike
hema bibêjin ku di wan hemî îddîanameyên ku wê demê dihatine
amadekirin de hebû. Dewletê peywir daye hindek konsolxaneyên xwe yên li
hindek welatên derve da ku ji vê reftarîya xwe ya înkarkirinê re
bingehekê ava bike, hewldana xwe meþrû nîþan bide û jê re delîlên
“zanistîyê” peyda bike. Ketîye nav hewldanan da ku li derekê bo vê
hizirîna xwe ya înkarê re destikan peyda bike. Ev gelek balkêþ e ku mêjûya
nivîsîna nameya wezareta karûbarên derve 23 kewçêr 1971 e, mêjûya
temambûna lêkolîna serkonsol Bilal Þimþir jî 18 berfanbar 1971 e, û
bersiva wezaretê jî 21 berfanbar 1971 e. Nexwe, di navbera vê lêkolînê
û Dadgehkirinên Rojhilatê de pêwendîyeke qewî heye. Hizirînên înkar
û îmhayê bi xebatên bi vî rengî re, bi xebatên sipariþkirî re têne
destekkirin. Ev
pêwendî ne ew pêwendî ne ku zanistîyê pêþ ve bibin. Ji van xebatan
zanist dernayê. Di vê mijara ku em li ser disekinin de hilberîna zanistîyê
çawan çêdibe? Kîjan pêwendî, kîjan xebat dikarin hilberînîya zanistê
bikin? Em dawîya salên 1960an, salên 1970yan bînin bîra xwe. Gelek
kurd, nivîskar û rojnameger bi mebesta ku “kurdayetîyê” dikin hatin
girtin. Bi sedan kes li Girtîgeha Îdareya Orfî ya Dîyarbekir girtî bûn.
Van merivan çi kiribû, çi gotibûn? Hûn dikarin tevli qenaet û hizirîna
van merivan nebin. Belam ev girîng e, ku meriv bala xwe bi de ser, ka hela
ew çi dibêjin, çi dikin. Zanist tenê dikare di þert û zurûfên wiha
de, di nav pêwendîyên bi vî rengî de bête hilberandin. Di vî warî
de, te divê dewlet an jî ew kesên ku lêkolînên sipariþkirî dikin, tu
derdekî wan ê wiha nîne. Berovajî, guhnedana li van kesan, qet muxatab
negirtina wan hîn girîngtir e. Di vê xalê de bêpaxavîyek, kompleksek
ku xwe ji her tiþtî mezintir dibîne heye. Ya girîng ew e ku wan bipelêxin.
Heke ew dibêjin “kurd in em” hingê ew tawanbar in, divêt ew ceyaza
xwe jî bikêþin. Ji vê reftarîya hanê zanist dernayê. Ev ne ew zemîn
e ku zanist têde zîl bide. Ev reftarî tenê dikare îdeolojîya fermî ji
nuh ve serdest bike. Ji vê çendê, ev yek ne hewldaneke zanistî ye, na,
ev hewldaneke îdeolojîkî ye. Di hewldaneke wisa de jî tenê hindek agahîyên
pragmatîk ku dê derhal bêne xerckirin bidest dikevin. Bilal
Þimþir di vê pirtûga bi navê Kürtçülük 1787-1923 de ji serî
heta binî qala kurdan û ermenan dike. Belam dema ku behsa kurdan dike ne
wekî ku ew xwedîyê mafekê bin yan huqûqa wan hebe, yan jî wek kirdeyên
sîyasî behsa wan nake. Her wekî ku tenê ew xulamên viya yan wiya bin, eþqiyatîyê
bikin, wek eþîrên ku ji bilî eþqîyatîyê nizanibin tu karekî bikin,
qiset dike. Tiþtê ku kurd dikin tenê ev e, ku ji bo armancên dewletên
emperyalîst bibine pîyon. Bo numûne, te divê li Sevre yan jî Lozanê
be, kurd wek milet, wek gelekî ku li ser axa xwe niþtecih hatin parçekirin
û parvekirin. Gelo ev çima wisa ye? Qet napirse, nabêje ku ev çima bi vî
awayî çêbûye. Qet li ser nasekine ku polîtîkayeke înkar û îmhayê
li ser kurdan hatîye meþandin. Di pirtûgê de kurd her tim bi têgehên
wekî “eþqiya”, “xayîn” “sergerde” hatine vegotin. Tenê di
wan pevçûnên navbera kurd û ermenan de, yên li dawîya sedsala 19an, bi
têgehên erênî hatine qisetkirin. Di pirtûgê de her tim behsa ermenan,
behsa gundên ermenan têye kirin. Bo numûne, behsa gundên ermenan yên li
navbera Agirî û Erdîþê, yên li navbera Bidlîs û Mûþê dike. Dema
ku meriv bi têgehên zanistîyê xwe nêzîkî mijarê bike, hingê divêt
pirsên wisa bipirse: Gelo ev ermen pê çi bûn? Çima zorê li van ermenên
hanê kirin ku ew malk û milkê xwe terk bikin? Ew mal û milkê ermenan ku
li dû wan ma, gelo pê çi bû? Helbet ev pirsên hanê, pirsên sereke ne
ku mijarê zelal bikin. Belam ne mumkûn e ku di xebateke sipariþkirî de
pirsên wisa bêne pirsîn û bikevên dû bersivên maqul bo van pirsan. Çunke
ew meqam û mewqîyên ku dixwazin di vî warî de lêkolînek bête kirin,
ew naxwzin mijarên wisa sereke yên ku kakilê naveroka pirsê derdixin
meydanê eþkera bibin. Ew her tim hewl didine xwe da ev rewþ di tarîtîyê
de bimîne. _____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
Kovara Esmer, hej. 33, Îlon 2007 û www.peyamaazadi.org
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org