|
Li
Ser Hizrên Süleyman Demirelî Îsamil
Beþikçi Nehemîn
serokê komarê Süleyman Demirelî di roja 26 tebax 2006 de li rojnameya Radikal
gotarek ku sernavê wê “‘Dewleta
Têkçûyî’ Çi ye?” belav kir. Rojnameya Radikal
dide zanîn ku, ev gotar versîyonek ji wê axiftina Süleyman Begî ye, ku
wî li Yekemîn Konferansa Cîhanê ya Navnetewî, li beþa daniþîna
Dewletên Têkçûyî di roja 26 tebax 2006 de li Bilgi Üniversitesi pêþkêþ
kiribû. Süleyman
Beg bi gotineke Petroyê Mezin dest bi gotara/axiftina xwe dike, ku dibêje
“Petroyê Dîn dema ku serdana Parîsê dike, li wir peykerê Metran (Qadînal)
Riþilyo hembêz dike û dibêje ‘ger
tu xweþ bûya, min ê Rusyayê bikirana du parçe. Parçeyek jê bidana te,
da ku te bi þanî me bidaya bê hela em ê bi çi awayî parçeyê mayîn
îdare bikin.’” Bo min gelek ecêb hate ku nehemîn serokê komarê
Süleyman Demirel bi vê gotinê dest bi gotara xwe kirîye. Süleyman Beg
di vê gotara/axiftina xwe de hewl dide xwe da bersiva vê pirsê bide ku, bê
hela rêvebirîyeke baþ çawan çêdibe? Bi vê mebestê li ser têgehên
‘dewleta têkçûyî’, ‘dewleta hêzdar’ û ‘dewleta lawaz’ analîzan
dike. Di çarçoveya van têkilîyan de pêwendîya hêzên çekdar (artêþ)
ligel rêvebirîyê vedikole, mudaxeleyên leþkerî destnîþan dike. Li
vira, pêwîst e ku ez hindek axiftin û daxuyanîyên Süleyman Begî yên
din jî destnîþan bikim, ku hevpeyvîneke berfireh ya ku Murat Yetkinî
ligel Süleyman Deirelî kirîye û di rojên 11, 12, 13, îlon 2006 de li
rojnameya Radikal weþîyaye. Süleyman
Beg di vê hevpeyvîna ku bi sernavê “Demirel Qala 12 Îlonê Dike” ku sê roj li ser hev weþîyabû de
dibêje “me nikarî îdare bikin, hêza
me qîm nekir, me nikarî li ser xeberdanê bikin, me serî lê pelaxt”. Ev
bûyereke balkêþ e ku nehemîn serokê komarê, yê ku li pey ‘dewleta
serketî’ û ‘dewleta hêzdar’ e, helwest û hizreke Petroyê Dîn
destnîþan dike. Vê destnîþankirina Süleyman Demirelî kir ku di nava
hiþê min de hizreke wisan þîyar bibe: Ji despêka salên 1950 ve Süleyman
Demirel di nav sîyaseta tirk de ye; wek burokratekî, wek serokê partîyê,
wek serokê wezîran, wek lîderê muxalefetê, wek serokekî wezîran ku ji
alîyê cuntaya leþkerî ve ji meqamê xwe hatîye daxistin û hatîye
girtin, wek sîyasetmedarekî ku qedexeyî li ser hatîye danîn, wek serokê
komarê, wek kesekî ku bûyerên civakî û sîyasî diþopîne, bi van pozîsyonên
xwe re di qada sîyasî ya tirk de ew aktorekî gelek girîng e. Süleyman
Demirel di 55 sal jîyana xwe ya sîyasî de gelo qet tiþtekî bi vî rengî
hizirîye ku: Em dev ji tirkkirina kurdan berdin, em dev ji pelixandina
kurdan berdin, em kurdan wek kurd qebul bikin, em kurdan wek kurd beþdarî
îdarekirinê bikin. Pevçûnên sert ên sîyasî û civakî tenê dikarin
bi vê rîyê binermijin. Petroyê
Mezin ji bo ku Rusyayê baþtir rê ve bibe, ji bo ku xwe bigihîne kûrahîya
hizrên îdarekirinê, ji bo ku baþ fêrî mehareta rêvebirinê bibe,
dixwaze nîvê Rusyayê bide Metran Riþilyo. Û qala vê yekê dike ku, dê
bala xwe bide ser wî da baþ bizanibe nîvê mayîn çawan bi rê ve bibe.
Süleyman Demirelê ku ketîye pey rêvebirineke baþ, ev hizirên ha bala wî
dikêþin. Em behsa vê yekê nakin ku nîvê vî welêt bidine kurdan. Em
behsa vîya dikin ku êdî bila dev ji tirkkirina kurdan bête berdan, bila
kurd wekî kurd bêne naskirin, bila pêvajoya pelixandina kurdan bête
rawestandin, bila kurd wekî kurd beþdarî rêvebirîyê bibin. Û jixwe,
ew devera ku kurd li ser dijîn, axa kurdan e, ew ax aîdî kurdan e. Jixwe,
tiþtê ku mafê wan e, dê bo wan bête dayîn. Min
ew bawerî hîç nîne ku nehemîn serokê komarê li ser van tiþtan
dihizire, hest bi van tiþtan dike. Rastîyeke bi vî rengî ji nêzîk ve têye
zanîn ku, ew xwedîyê polîtîkayeke wisan e, divê kurd bêne tirkkirin,
piþtî ku kurd bibine tirk hê di karûbarên rêvebirinê de cih bo wan bête
dayîn… Em
havîna sala 1970 bînin bîra xwe, ku wê demê Süleyman Demirel serokê
wezîran bû. Wê demê ji bo hêzên taybet ‘komando’ dihate gotin.
Komandoyan bi ser gundan ve digirt, hemûyê gundîyan ji malên wan
derdixist derve, li meydana gund dicivandin ser hev û ferman dikirin,
digotin “Li vî gundî ewqas fîrarî hene, em baþ pê dizanin ku hûn fîrarîyan
diveþêrin, divê aniha hûn wan radestî me bikin!” Her wiha, ferman
dikirin, digotin “Li vî gundî ewqas çek hene, em baþ pê dizanin, divê
aniha hûn van çekan radestî me bikin!” Piþtî ku “fîrarî” û “çek”
radest nedibûn, hingê îþkenceyê dest pê dikir. Di rastîya xwe de “fîrarî”
û “çek” mane (behane) bûn, mesele îþkencekirineke komelî bû; jin,
zarok, kal û pîr, her kes di bin îþkeceyê re dihate derbaskirin. Ji van
îþkenceyan tewirek jê ev bû ku, zilamên sere, ango ew zilamên ku xwedî
jin û zarok û nevîyan bûn, bitaybet ji komê dihatine cihêkirin. Rût-uryan
dihatine tazîkirin. Û li ber çavê vê komelê ben bi serê hacetê wan
ê mêranîyê ve dihate girêdan, serê ben didan destê jinan û di bin
derbên qundaxên tifingan de li nava gund dihatin gerandin. Li gundên
Bismil û Farqînê, li gundên navenda Dîyarbekir, li gundên Þemrexê,
ên Dêrika Çîyayê Mazî, ên Midyadê, ên Stewrê, ên Dihê, li gundên
Kela Milazgirê û Qereyazîyê, li gundên Wêranþar û Hîlwanê ev îþkenceyên
bi vî tewirî, ev heqaretên bi vî rengî gelek hatin kirin. DDKO (Ocaxên
Kulturî û Þoreþgerî yên Rojhilatê) di wê raporta vekolînî ku di
roja 15 gulan 1970 de bo serokê komarê Cevdet Sunay þandibûn de ev
kiryar bi kîtekît têne qisetkirin. (Ji bo agahîyên berfireh binihêrin
li: Devrimci
Doðu Kültür Ocaklarý Dava Dosyasý, Cild 1, Anqere 1975,
r.595-603). Gelek
vekirî ye ku, bê hela ev kiryar çendî rûmet û heysîyeta meriv diþkênin.
Bêþik û þubhe, ev kiryar teror e, terora dewletê ye… Ji bo çi îþkence
û heqaretên bi vî rengî hatin kirin? DDKO di salên 1969-1970 de hatin
danîn. Bi danîna DDKOyan re di nav kurdan de, li gundên kurdan, li bajarên
kurdan hizreke neteweyî aj dide. Ew gundîyên ku ta wê demê nediwêrîyan
bêne navenda Dîyarbekir, êdî bi hêsanî têne nava bajêr. Dema ku diçin
buro û navendên DDKOyan, wek mêvanan têne ezibandin. Di karûbarên wan
ên li nava bajêr de ciwan yarmetîya wan dikin. Belam berîya wê, ta li
navîna salên 1960î jî, çi dema ku gundîyên kurd dihatine nava bajarê
Dîyarbekir, zarokên bajêr digot “Kurd hatine!” û dest pê dikirin
kevir diavêtin wan. Ji ber kincên wan, ji ber axiftina wan, ji ber xeþîmîya
wan, zarokên bajêr heqaret li gundîyan dikir. Esnaf jî li hemberî gundîyan
xwedî reftarîyeke bi vî rengî bûn. Çi gundîyên ku bihatana navenda
bajarê Dîyarbekir, wan hest dikir ku divê ew bi tirkî biaxifin. Kesên
ku bi kurdî diaxifîn, ji ber “kurdbûnê” qeþmerîya xwe bi wan
dikirin, dihatine piçûkxistin. Ji vê çendê gelekê gundîyan nediwêrîyan
herin navenda bajarê Dîyarbekir. Lêbelê damezirîna TIP (Partîya Karkerên
Tirkîye), dest bi xebat û çalakîyan kirina komelên xwendekaran, xebatên
Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîye, Mîtîngên Kurdane (Doðu
Mitingleri), bitaybet jî damezirîna DDKOyan, her wiha, li bajar û gundên
kurdan bi awayekî aktîf xebata DDKOyan, kir ku ev pêvajo berovajî bibe.
Bo numûne, çi dema ku gundîyan li navendên DDKO bi kurdî biaxiftana, ji
ber vîya hê zêdetir qedr û qîymet didît. A ev e, armanca wan îþkencekirin
û heqaretan ev bû, ku pêþî li vê geþedanê bigrin, serî li vê pêþveçûnê
bipelêxin. Gelo
ji bo çi ev îþkence û heqaretên bi vî awayî dihatine karanîn? Kurd,
civakeke wisan e ku bi mêranîya xwe pesnê xwe dide. Çi dema ku meriv ji
gundîyekî kurd bipirse bê hela çend zarokên xwe hene, dê bibêje,
“7, 8, 10, 11…” û dibe ku bibêje “ez nizanim zarok û nevîyên
min çend in”. Pirrbûna zarokan mêranîyê nîþan dide. Ev e, ew civata
ku bi vî awayî pesnê mêranîya xwe dide, dê li hemberî vîya, ev awa
îþkence û heqaretên piçûkxistinê bêne karanîn. Îcar, ew civata ku
heqaret û îþkenceyên piçûkxistinê yên bi vî rengî li ser hatine
karanîn, tu dev ji xwestina mafên neteweyî û daxwaza mafên azadîyê
berde dê nikaribe doza vê yekê bike, ku rîya gund nîne, ava me nîne,
belê, dê nikaribe van tiþtên basît jî bixwaze. Ev kiryara hanê jî,
ji binî ve pelaxtin e. Çima em pêwîstî bi nivîsandina van tiþtan dibînin?
Pêwendîya van daxuyanîyan ligel hizrên Süleyman Demirelî ev e: Min li
jor qal kiribû ku Murat Yetkinî ligel Süleyman Demirelî hevpeyvînekê
kirîye û sê roj li pey hev li rojnameya Radikal
weþîyaye. Di beþa yekemîn a wê hevpeyvîna ku bi sernavê “Demirel Qala 12 Îlonê Dike” de, ku di hejmara 11 Îlon 2006 a
rojnameyê de weþîyaye, ew dibêje “Ez
di nav pêncî û pênc salên dawîn ên sîyaseta tirk de bûme. Deh salên
pêþîyê wek memûrekî, çil salan jî wek sîyasetmedarekî, wek serokê
partîyê, wek lîderê muxalefetê, wek serokê wezîran, wek serokê komarê…
Hema bibêjin çi tiþtê ku dikare bête serê sîyaseta dewletekê, ew tiþt
bi serê Tirkîyê de jî hatîye… Ev pênc salên
mayîn jî, ez ne di nava sîyasetê de me û ne jî li derveyî wê,
ez ji odeya xwe lê temaþe dikim.” “Astengîyên
me yên di rêvebirina dewletê de ji ku têne? Qusûrên dewleta me çi bûn?
Me li ser xeberdan nekir, me tim serî lê pelaxt, me kir bin herrîyê.
Tirkîye zêde tiþt ji tecrubeyên salên 1970yî fêr nebû. Gelek tiþt
nehatin guftugokirin, kevir danîn ser, berê meseleyê bi alîyên din ve
hate badan.” Süleyman
Demirel li ser pirseke Murat Yekinî dubare li ser mijara “li ser xeberdan
û serî lê pelaxtinê” radiweste û dibêje, “Tirkîye
nikare meseleyên xwe munaqeþe bike, sebra me ne li gorî munaqeþekirinan
e, em hewl nadin xwe da meseleyê fam bikin, em gelek ji ber xwe ve didarizînin,
em gelek zû ji xebereke çewt bawer dikin. Hêza me ya tehemulkirinê nîne.
Me nikarî karê rêvebirîyê bikin. Me nikarî Tirkîyeyê îdare bikin. Hêza
me qîm nekir. Ev sîstem îro jî qîm nake. Ev sîstem ne sîstemeke kartêker
e…” Ew
tiþtê ku Süleyman Demirel dibêje “me li ser xeberdanê nekir, me serî
lê pelaxt”, di serî de ‘Pirsgirêka Kurd’ e. Her dem meseleya ku li
ser nehatîye xeberdan, meseleya ku her tim kevir danîne ser, serî lê
pelaxtine, ew mesele ‘Pirsgirêka Kurd’ e. Ew operasyonên ku ji bo
“pelaxtinê” pêk hatine, hem hebûna xwezayî ya Tirkîyê û hem jî hêza
wê ya aborîyê bîlasebeb heder kirine, potasîyela mirovan zîha kirine.
Vê yekê, di encamê de jarî û feqîrîya gelê tirk, perîþanîya welêt
ligel xwe derxistîye holê. Em vê pêvajoya 15 salan a pevçûnê bînin bîra
xwe, ev þerrê ku ta radeyekê hê jî dewam dike; gund hatine þewitandin
û wêrankirin, daristan hatine þewitandin, çavkanîyên debarê hatine
xirabkirin, alav û aletên hilberînê hatine xirabkirin, xwedîkirina pez
û dewaran ta radeyeke gelek bilind hatîye paþdexistin, mirov û mal û
malbat hatine jar û parîþankirin. Gelo ev tiþt nîþaneyên dewleteke hêzdar
û rêvebirineke baþ in? Di roja îroyîn de ew kurdên ku ji gundên xwe
hatine derxistin, li bajarên wekî Bursa û Îzmît û Îzmîr û Balikesîr
û Îstanbul û Sakaryayê di nav rewþeke sefîl û perîþan de ne. Li wê
axa ku wan li dû xwe hiþtîye de av jî heye ax jî heye. Lê ew nikarin wê
av û axê biþuxulînin. Nikarin vegerin gundên xwe, qedexe ye. Heke ew
bikarîbin av û axa xwe biþuxulînin, bêyî ku muhtacê kesî bibin, ew
dikarin jîyana xwe berdewam bikin. Ew jîyana wan a li van bajarên ku min
navê wan piçek berê got, sefîl û perîþan e. Kar tune, xwarin û pêxwarin
tune. Xanî tune, mekteb tune, ji xizmeta tendurirstîyê îstîfadekirin
tune… Zarokên van malbatan tev ji alîyê þebekeyên dizan û xirabîyan
ve têne organîzekirin. Rêvebirineke baþ, dewleteke hêzdar ev e? Meriv
dikare bibêje ku Süleyman Demirel, yê ku ketîye pey rêvebirineke baþ
û dewleteke hêzdar, hay ji van tiþtan nîn be? Belam divê meriv baþ
bala xwe bide ser û li ser raweste ku bê hela çima li ser vana nehizirîne,
proje nekirine, tetbîq nekirine? Süleyman
Demirel di beþa pêþîyê ya hevpeyvîna ku Murat Yetkînî pê re kirîye
de qala sê xetereyên mezin dike. Ev her sêyan wek feqîrî û teror û têkçûna
ekolojîyê rêz dike. Nexwe, divê em li dijî þerrî bin, ku hem feqîrîyê
ligel xwe tîne û hem jî ekolojîya cîhanê xirab dike. Rîya bingehîn a
çareserkirinê jî di munaqeþekirin û li ser xeberdana meseleyên sîyasî
û civakî de ye. Divê em wan operasyonên “pelaxtinê” bidin alî. Çunke
bivê-nevê ev operasyonên pelaxtinê dê rewþeke li dijî demokrasyê
ligel xwe bînin. Ji alîyê din ve, çi dema ku em qala “terorê”
bikin, heke berîya wê em qala “terora dewletê” nekin, dê ev yek bibe
kêmasîyeke mezin. Em
wisan bihizirin: Bo numûne, em ferz bikin ku li Yewnanîstanê, li Trakyaya
Rojavayê her roj bi zarokên tirkan “Ez yewnan im, ez rast im, ez jêhatî
me… Hebûna min bila ji yewnanîyetêye re gorî be” sond bidine
xwendin. Em ferz bikin ku bi darê zorê rojê çend caran bi xwendekaran
didin xwendin. Yan jî, em ferz bikin ku dewleta Bulgarîstanê her roj
ligel tirkên ku li Bulgarîstanê ne di nav reftarîyeke bi vî rengî de
be. Gelo li hemberî rewþeke wisan helwesta serokê partîyê Süleyman
Demirelî, helwesta serokê wezîran a Süleyman Demirelî, yan jî serokê
komarê Süleyman Demrelî dê çi bûya? Em ji nêzîk ve dizanin ku dê
helweteke çawan li hemberî vê kiryarê çêbibûya. Bêguman divê li
hemberî kiryareke wisan reaksîyon bête nîþandan ku ji bo çi hebûna
zarokên tirkan dê bo yewnanîyetê bibe gorî? Her wiha, ji nêzîk ve têye
zanîn ku li hemberî operasyonên bulgarkirina tirkan, guhertina navên
tirkî yên di navbera salên 1985-89 de li Bulgarîstanê çawan reaksîyon
hatibû nîþandan. Ev wisan e. Belam zarokên kurdan her roj sonda
“Ez tirk im, ez rast im, ez jêhatî me… Hebûna min bila ji
tirkayetîyê re gorî be” dixwînin. Ev sond, li hemû deverên ku kurd
niþtecih in, bûye wek parçeyekî nîþana hukumranîya sîstema tirk.
Nehemîn serokê komarê, yan jî rêvebirîya tirk, tiþtê ku naxwazin kes
bi wan bike, çima ew radibin bi kesên din dikin? Polîtîkayeke bi vî
rengî çima bi awayekî sîstematîk li hemberî kurdan têye meþandin? Ev
jî ji wan meseleyan e, ku qet li ser nayê xeberdan, lêbelê, her tim serî
lê têye pelaxtin. Ev tiþt îþaretên dewleteke baþ in? Dewleteke hêzdar,
gelo her tim bi hêza organên xwe yên mîlîter dê hêzdarîya xwe pêkbîne? Süleyman
Demirel dema ku dibêje “dewleta hêzdar”, “dewleta lawaz” û
“dewleta serketî”, li ser pêwendîyên rêvebirî û hêzên çekdar
radiweste, mudaxeleyên leþkerî tîne rojevê, referansên wî Francis
Fukuyama û Samuel E. Finer in. Herçendî di gotara xwe de, di axiftina xwe
de qal neke jî, lê gelek vekirî ye ku referansên wî yên din jî ji
Samuel Huntingtonî ne. Ev kesên ha, sîyaseta tirk a ku xwe dispêre înkarkirin
û serî lê pelaxtina kurdan, gelo serketî dîbînin? Di
wê hevpeyvîna ku Murat Yetkinî kirîye de Süleyman Demirel gazincên xwe
ji sîstema hilbijartinan dike. Vê yekê wek sedemeke girîng a qeyranên sîyasî
dibîne ku, çima destûr ne di destê serokê wezîran de ye, da ew çi
wext bixwaze serî li hilbijartineke nuh bide. Her wiha rexneyeke wisan jî
dike ku rêjeya rayên (deng; oy) ku AKP di hilbijartinan de girtine û rêjeya
parlamentên ku derxistine, ne li gorî qîyasê ne, dibêje “AKP di
hilbijartinên sala 2002 de ji sedî 36 (% 36) ray wergirtine, belam
parlamentên ku jê derxistine ji sedî 66 in. Ji sedî 64 ên mayîn jî bi
rêjeya ji sedî 36 têne temsîlkirin.” Süleyman Demirel dû re dibêje,
“bila gel xwedîtîyê li rayên xwe bike”. Ev jî tiþtekî ecêb e, ku
Süleyman Demirel dibêje “bila gel xwedîtîyê li rayên xwe bike”. Ev
daxwaz rewþa DEHAPê tîne rojevê. Di hilbijartinên sala 2002 de DEHAPê
ji sedî 6 ray wergirtin lê ev rayên wê qet nehatin hesibandin, ev ray di
tewþê de çûn. Gelo Süleyman Demirel derbarê van rayan de çi dihizire?
Gelo ev ne balkêþ e, ku Süleyman Demirel dibêje, “bila gel xwedîtîyê
li rayên xwe bike” lê van kiryarên ha qet nayîne rojevê. Li
dawîya tebaxa 2006 serokê wezîran Recep Tayip Erdoðan çûbû Dîyarbekir.
Serokê wezîran berîya vê çûyînê li Anqerê ligel roþinbîrên tirk
civîyabû û hindek daxuyanî dabûn ku, pirsa kurd heye. Dê li Dîyarbekir
jî derbarê vê meseleyê de hindek daxuyanî bidana lê di bernameya wî
de zîyaretkirina þarevanê Dîyarbekir yê ji DEHAPê Osman Baydemirî
tune bû. Çapemenîyê ragihand ku, li Dîyarbekir kesên ku çûne pêrgînîyê,
kesên ku çûna guhdarîya axiftina serokê wezîran, tenê bi qasî
600-700 kesî bûne. 7-8 parlamentên AKP ên Dîyarbekirê hene. Yek-dudu jî
parlamentên CHP ên Dîyarbekir hene. Gelo Deniz Baykal here wê herêmê,
dê çend kes herin guhdarîya wî? Gelo ma ev jî ne balkêþ e ku tenê
600-700 kes têne pêþîya serokê wezîran, tenê 600-700 kes guhdarîya wî
dikin? Heke li wir alîgirên AKP hebûna dê nehatana guhdarîkirina wî?
Ew parlament tev heqê DEHAPê bûn. Bo numûne, li þahîyên Newrozê yên
ku di 21ê adarê de çêdibin, bi qasî 500 hezar kes dicivin ser hev. Kî
þahîyên Newrozê organîze dike? Ev dîyarde jî wek numûneyeke balkêþ
û girîng a li nava meydanê ye, ku seqetîya sîstema hilbijartinan gelek
vekirî radixîne ber çav, lê ev jî di nav wan meseleyan de ye ku qet li
ser nayê xeberdan, nayê munaqeþekirin. Ji rûyê vê têgihaþtina li
derveyî demokratîyetê, ji ber van zagon û kiryarên li derveyî demokrasîyê,
li wê herêmê, tiþtê ku heqê DEHAPê ye ketîye destê van her du partîyan.
Û tew di ser de jî, kurdên ku dixwazin xwedîtîyê li rayên xwe bikin,
serî li wan têye pelaxtin, zilm li wan têye kirin. Li ser pirsgirêkan
xeberdan, munaqeþekirin tune, serî pelaxtin, kevir li ser danîn her
berdewam e. Derbarê van meseleyan de helwesta nehemîn serokê komarê divîyabû
çi bûya? Nehemîn
serokê komarê dema ku qala tevgera leþkeran a di roja 28 sibat 1997 de
dike dibêje, “Serekerkanî gotibû, em ji îrtîcayê aciz in.”
Sazkirina ekolên olperestîyê, danîna sazgehên olperestîyê, sazkirina
weqfên oldarîyê û hwd. gelo bi rîya biryareke MGK (Konseya Ewlekarîya
Netewî) nebû da pêþî li tevgera kurd bête stendin? Ma gelo kes maye ku
nizanîbe Hîzbullah (rêxistneke pinhan R.L.) di garnîzonên leþkerîya
tirk de hatiye perwerdekirin? Li
rojnameya Sîyah-Beyaz di hejmarên roja 18 tebax 1995 û 8 reþemî 1996 de
daxuyanîyên Fikri Saðlarê ku di destpêka salên 1990î wezîrê Kulturî
bû, ku ji alîyê Hasan Uysal ve hatine weþandin, ev rewþa hanê bi
awayekî vekirî hatîye daxuyandin (Ji bo agahîyên zêdetir binihêrin
li: Beþikçi, Îsmail, Hayali Kürdistan’ýn
Diriliþi, Weþanên Aram,
Sibat 1998 r. 67-71). Di
roja 3 kewçêr 2005 de biryara destpêkirina muzakereyên tevlêbûna Tirkîye
ya bo Yekîtîya Ewropayê hatîye qebulkirin. Belam ev destpêkirin ne
destpêkeke baþ e. Di roja 2 kewçêr 2002 de, li Dîyarbekir bi mebesta ku
“Em dixwazin tevli Yekîtîya Ewropayê bibin” dê mîtîngekê bihatana
çêkirin. Ev mîtîng bi biryara walîyê Dîyarbekir hate betalkirin.
Belam di heman rojê de MHP li Anqerê, TKP jî li Îstanbulê bi navê
“Em naxwazin tevli Yekîtîya Ewropayê bibin” mîtîng çêkirin. Ev jî
gelek sûdbexþ e ku em bala xwe bidine ser. Hukûmata îroyîn, hukûmata
AKP xwedîyê polîtîkayeke wisan e, ku dixwaze tevli Yekîtîya Ewropayê
bibe. Hukûmat ji dil alîgirê tevlêbûna Tirkîye ya bo Yekîtîya
Ewropayê ye. Divê rîyê de gelek guherîn li ser qanûna bingehîn çêkir
û gelek jî qanûnên nuh deranîn. Belam di dema ku ev hukûmat li ser kar
e, di roja 2 kewçêr 2005 de dê li Dîyarbekir mîtîngekê bihatana çêkirin
ku têde drûþmên wek “Em dixwazin tevli Yekîtîya Ewropayê bibin”
bilind bibûna, dê pankartên bi vî rengî bihatana hildan, lê ev mîtîng
têye qedexekirin û li hemberî wê, li bajarên Anqere û Îstanbulê mîtîngên
ku “Em naxwazin tevli Yekîtîya Ewropayê bibin” bêyî hîç qedexe û
astengîyekê çêdibin. Helbet ev tiþt jî bi meseleya kurd ve girêdayî
ye, ku qet li ser nayê xeberdan û her tim serê wê têye girtin. Û ev tiþt,
bi kakilê sîstema sîyasî ya tirk ve eleqedar e: “Heke bo kurdan sûdbexþ
be, wê demê em tevlêbûna Yekîtîya Ewropayê naxwazin.” A ev têgihaþtin
serdest e. Ev kiryar têye vê wateyê ku “Heke kurd gelek dixwazin tevlî
Yekîtîya Ewropayê bibin, hingê em ê jî nexwazin da Tirkîye tevli
bibe.” Ev îradeya tayînkirîyan e. Meyla îqtîdara hilbijartîyan tevlêbûna
Yekîtîya Ewropayê ye. Heke mîtîngeke bi vî rengî çêbibe, dê destê
îqtîdara hilbijartîyan bihêztir bike. Lêbelê di sîstema sîyasî ya
tirk de tu qîymetek ji bo îqtîdara hilbijartîyan li hemberî îqtîdara
tayînkirîyan nîne. Prof. Dr. Mehmet Altan di 4 Kewçêr 2006 de li
rojnameya Ülkede Özgür Gündem daxuyanîyekê dide û dibêje, “Heke ew mîtîng
li Dîyarbekir çêbibûya, deh qat zêdetir ji wê girseya li Anqere û Îstanbulê
ku li dijî tevlbûna Yekîtîya Ewropayê berhev bibûn, dê berhev bibûya.
Dê vîya jî sînerjîyeke gelek mezin derxistana meydanê.” Divêt em li
vir nîþan bikin ku, sînerjî hêzeke wisan e, ku zêdetir ji hêza tevayî
aktorên sîyasî ye. Lêbelê, digel vîya jî, dîsan pêþî li mîtîngeke
wisan têye girtin. Ew dengê kurdan, ê ku dibêje “Em terefdarê Yekîtîya
Ewropayê ne” jî têye birrîn. Divê
em nîþan bikin ku muzakereyên ligel Yekîtîya Ewropayê di roja 3 kewçêr
2005 de dest pê kirine, lê ev destpêkeke ne baþ e. Çi dema ku em li nûçeyên
ROJ Tv. û Ülkede Özgür Gündem ên wan rojan, ango berîya 3 kewçêr û piþtî
wê binihêrin, em dê bibînin ku êrîþên hêzên leþkerî yên Tirkîyê
li ser gelê kurd berdewam in, zarok û þivanan dikujin. Her wiha, dê
gelek vekirî were dîtin, ew zilm û tadaya ku li ser gelê kurd çêdibe
gurrtir bûye. Heke Yekîtîya Ewropayê çavê xwe ji van kiryaran re bigre
jî, lê aktîvîstên parastina mafên mirovan ên li Tirkîyê, her wiha,
dê kurd vana kiryaran derxin pêþ çav. Ev çavgirtina Yekîtîya Ewropayê
ya ji bo xatirê baþkirina pêwendîyên xwe ligel Tirkîyê jî, têye wê
wateyê ku, YE nirx û pîvanên xwe dirizîne, wan dide rizandin. Du
rexneyên ku li ser hevpeyvîna Süleyman Demirelî ya ku li rojnameya Radikal
weþîyaye hatine kirin balê dikêþin bi ser xwe de. Ji van rexneyan yek
ji alîyê Prof. Dr. Taha Parla ve hatîye kirin. Di vê rexneya ku li
rojnameya Radikal-Îki hatîye weþandin,
sernavê wê “Demirel, Fukuyama û
Huntington” e. Di vê rexneyê de Taha Parla li Tirkîyê tunebûna
sazîyên demokratîk destnîþan dike, û dibêje “Ji ber ku, Süleyman
Demirelê ku ev serê çil salan e qada sîyasî ya tirk dagîr kirîye, ew
bi aqilê Fukuyama û Huntingtonî rêvebirîyê dike.” Her wiha îþaret
lê dike ku Süleyman Demirelî ligel cuntayên leþkerî hevkarî kirîye,
piþtgirî daye mudaxeleyên leþkeran ên li ser sîyasetê. Rexneya din jî
aîdî Prof. Dr. Mahmut Mutman e. Ev rexne jî sernavê wê “Odipê Tirk” e. Û di Radikal-Îki,
yê roja 25 îlon 2006 de weþîyaye. Di vê gotarê de jî Süleyman
Demirel têye rexnekirin ku ji rûyê wî de demokrasî nehatîye
bicihkirin. Ev
nivîskar balê dikþînin ser vê yekê ku, demokrasî qet bicih nebûye, lê
qala wê dîyardeya bingehîn ku pêþî lê girtîye nakin, wê dîyardeyê
ji nedîtî ve tînin. Ew dîyarde ‘Meseleya Kurdan’ e, ku Süleyman
Demirel dibêje “me li ser xeber neda, me serê wê pelaxt”. Nivîskar jî
li ser xeber nadin, qet têkelî vê meseleyê nabin. Ji axiftin û nivîsandina
Süleyman Demirelî wateyeke wisan derdikeve, her wekî ku bibêje “heke
me li ser vê meseleyê xeber bidana, me serî lê nepelixandana, dê baþ bûya”.
Lê Taha Parla û Mahmut Mutman qet pêwîstî pê nedîtine ku qala pirsgirêka
kurd bikin yan jî li ser vê meseleyê munaqeþe bikin. Lêbelê divê bête
zanîn ku di bicih nebûna demokrasîyê de sedemê bingehîn pirsgirêka
kurd e, li ser munaqeþe nekirin, yan jî serî lê pelixandina pirsgirêka
kurd e. Çi
dema ku ev pirsgirêk derdikeve rojevê jî, Süleyman Demirel dibêje
“Kurd birayên me ne. Jixwe, her kes li nav zevîyê xwe, di axura xwe de
bi zimanê xwe diaxife. Ka di vî warî de qedexekirinek heye? Ew kesên ku
li Anqere, li Îstanbul, li Dîyarbekir kar dikin, dizewicin, dibin xwedîyê
mal û milk, difiroþin, dikirin, ma kesî nasname ji wan pirsîye?” Bi vî
awayî, dîsan ev têye vê wateyê ku, kakilê pirsgirêkê nehatîye
munaqeþekirin, li ser nehatîye xeberdan. Di rastîya xwe de ev xeberdanên
bi vî awayî jî parçeyek ji wê tevgera serî lê pelaxtinê ne. Süleyman
Demirel dema ku serokê wezîran bû û ligel SODEPê hukûmateke koalîsyonî
danîbûn, gotibû “Em qebul dikin ku kurd hene”. Tenê carekê vê
gotinê gotibû lê dû re pêwîstîyên vê qebulkirinê neanîbûn cih.
Serokê SODEPa þirîkê koalîsyonê Erdal Înönüyî jî gotineke wisan
kiribû. Heke
Süleyman Demirel bibêje “me li ser xeber neda, me serî lê pelaxt” jî,
heke bibêje “me li ser xeber bidana dê baþ bûya” jî, lê dîsan çi
dema ku diaxife, cardin ji wê kerta xwe ya berê naye xwarê. Demirelê ku
ev serê 55 salan e aktorekî girîng ê sîyaseta tirk e, ji wî helwesteke
din nayê hêvîkirin. Belam Süleyman Demirel, wek nehemîn serokê komarê,
ji bo ku li Tirkîyê demokrasî bête bicihkirin, ji bo azadîya derbirîna
ramanê, ew dikare roleke kartêker bilîze. Ev jî, ji bo jîyana ramyarî
ya tirk, ji bo qada zanyarîyê, ji bo têgihaþtina pirsa kurd dê sûdbexþ
be. Taha
Parla û Mahmut Mutman çi dema ku li ser meseleyê xeber bidin, dê karibin
çi bibêjin? Ew dikarin tiþtekî cihêtir ji Süleyman Demirelî bibêjin?
Bilêvkirina meseleyê, wê hizrê nayîne bîra nirov ku dê daxuyanîyeke
cihêtir, daxuyanîyeke xwedî naverokeke demokratîk bidin.* Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn ___________ *Ev
gotar li kovara Esmer wek du beþ weþîyaye; beþê yekem li hejmara meha 11.
(sermawez) a sala 2006, beþa duyem jî li hejmara meha 12. (berfanbar) a
2006 weþiyaye. Her wiha li ‘2. Dadgeha Esliye
ya Cezayê li navçeya Bakýrköy, bi hejmara dosyaya: 2006/341 E’ doz
li vê gotarê vebûye. Î. Beþikçi aniha têye darizandin. Daniþîna pêþîn
a vê dozê ku di roja 12. 02. 2007 de çêbûye. Î. Beþikçi xwe li
hemberî dadgehê parastibû. Ji bo metna xweparastina Î. Beþikçî binihêrin
li: http://www.peyamaazadi.com/modules.php?name=PvlNews&file=article&sid=1983
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org