|
Bi
Hêviya Vexwendinê Bûyîn Ýsmail Beþikçi Serokê
Yeketî Niþtimanî Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal Talebanî carînan
daxuyaniyan dide çapemeniya tirk. Rojnamevan ligel Celal Talebanî hevpeyvînan
dikin. Talebanî di hevpeyvînan de dibêje, “Li Îraqê dewleteka kurd
ne mumkûn e. Dewleteka kurd bona kurdan jî ne çareseriyeke maqul e. Ne
mumkûn e ku ev dewlet bijî. Çi dema ku ev dewlet were danîn, dê
Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraq vê dewletê di demeka kurt de bifetisînin.”
Ez ne di wê boçûnê de me ku ev dîtinên hanê helsengandineka maqul
bin. Her wiha, ev yek ne reftariyeka maqul e jî. Reftariya maqul ew e, ku
mafên kurdan yên rewa bidin zanîn. Reftariya rast jî ev e. Di
rewþên wiha de divêt kurd rewabûna mafên xwe yên neteweyî bidin zanîn,
her wiha, divêt bidin zanîn ku ger kurd bibin xwedî mafên xwe yên
neteweyî, ev yek bona kesî nabe tehdîdek. Tiþtê ku anormal e, tiþtê
ku ne li gorî vê dewranê ye, rûdanên dema Þerê Cîhanê yê Yekemîn
in, yên salên 1920an in ku kurdan bêyî hîç statuyekê hiþtine. Bona
kurdan pêdiviyeka mezin e ku ew bala xwe bidin ser Þerê Cîhanê yê
Yekemîn û encamên wê, li ser salên 1920an bihizirin. Gelo “li Îranê
Kurdistan”, “li Îraqê Kurdistan”, “li Sûriyeyê Kurdistan” û
“li Tirkiyeyê Kurdistan” çawan çêbûn? Li wê heyama ku neteweyan paþeroja
xwe diyar dikir, kurd wekî netewe û welatê wan wekî cografya çawan
hatin dabeþkirin, çawan hatin parçekirin û çawan hatin parvekirin? Ev
kirasê lanetê çawan li kurdan hate kirin? Ev yek helbet divêt bibe
babeta lêkolînan. Ji vana jî wêdetir divêt kurd vê babetê baþ têbigihên
û fêm bikin ku bê hela ev nîzama navdewletî, nizama dinyayê çawan di
eleniya kurdan de hatiye danîn? Divêt kurd bi argumantên dewlemend rexne
li nizama navdewletî, li nîzama cîhanê bigrin ku di Konferansa Parîsê
ya li sala 1919an, di dema danîna Yekîtiya Neteweyan de çima ev nîzam ewçend
bi awayekî mezin di eleniya kurdan de hatiye danîn. Divêt roþinbîrên
kurdan, nivîskar û rojnamevanên kurdan vê prosesê ligel akademîsyenên
rojavayî, ligel nivîskar û rojnamevanên rojavayî û hwd. munaqeþe
bikin. Di
roja îroyîn de li cîhanê ji 200î zêdetir dewlet hene. Ji sedî zêdetirê
van dewletan serjimareya wan ji 7-8 milyonî kêmtir e. Ji endamên Yektiya
Ewropayê yên wekî Luksemburg, Malta û Qibrîsê serjimareya wan kêmtirî
milyonekê ye. Luksemburg 450 hezar, Malta 350 hezar, Dewleta Rûm ya Qibrîsê
600 hezar serjimareyî ne. Her wiha, ji dewletên Yekîtiya Ewropayê
Estonya milyonek, Letonya du milyon, Lîtvanya xwediyê 3 milyon serjimareyî
ne. Slovenya 2 milyon, Danimarka
5 milyon, Finlandiya 5 milyon, Komara Îrlandayê 4 milyon serjimarê ne.
Ji dewletên Ewropayê Bosna Hersek 3 milyon, Xirvatistan 4 milyon,
Norvêç 4 milyon, Bulgaristan
7 milyon, Makedonya 2 milyon serjimara
xwe hene. Ji dewletên ereb Katar li dora 600, Bahreyn 700 hezar, Kuveyt du
milyon, Urdun 5 milyon, Emaretên Ereb yên Yekbûyî li dora du milyon û nîv
serjimarê ne. Serjimara Libyayê 5 milyon e. Ji dewletên cîhanê Sîngapur
4 milyon, Albanya 4 milyon,
Gurcistan 5 milyon, Ermenistan 3 milyon e… Di van þertan de helbet divêt
li ser bête rawestîn û vekolandin, li ser bête hizirîn ku bê hela çima
kurdên ku li Rojhilata Navîn serjimara wan bêhtir ji 40 milyonî ye, lê
ne xwediyê tu statuyeka siyasî ne û hatine dabeþkirin, parçekirin û
parvekirin. Dewletên ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne, di heman demê de
endamên Konseya Ewropayê ne jî. Konseya Ewropayê ku di sala 1949an de
hatiye damezrandin, xwediyê 47 endamn e. Liechtestein,
Îzlanda, San Marîno,
Andorra, Monako,
Qeredax… endamên Konseya Ewropayê ne. Ji vana Qeredax dawîtirîn
endam e ku beþdarî Konseya Ewropayê bûye. Di sala 2007an de beþdar bûye.
Serjimara wê li dora 680 hezar kesî ye. Serjimara Îzlandayê li dora 300
hezarî ye. Serjimara dewletên wek Liechtestein, Andorra, San Marîno û
Monakoyê kêmtirî 50 hezarî ye. Serjimara Vatîkanê li dora hezar kesî
ye. Endamekî çavdêr yê Vatîkanê li Konseya Ewropayê heye. Tirkiye
ji Yekîtiya Ewropayê, ji Konseya Ewropayê, ji Yekîtiya Neteweyan, ji
dewletên wek DYA, Brîtanya, Fransa, Almanya, Federasyona Rûsyayê û
Japonyayê, her wiha, ji dewletên musluman yên ereb dixwaze ku ew Komara
Tirk ya Qibrisa Bakur wekî dewleteka serbixwe nas bikin. Di vî warî de di
nav hewldaneka xurt de ye. Ev yek, li Tirkiyeyê wekî polîtîkayeka dewletê
ye. Serjimara Komara Tirk ya Qibrisa Bakur jî tenê 180 hezar e. Ev
Konseya Ewropayê ku jê re dibêjin “wijdana Ewropayê” yan jî
“wijdana cîhanê”, carînan derbarê kurdan de jî biryaran digre, dibêje
“Em naxwazin li Rojhilata Navîn dewleteka kurd ya serbixwe bête danîn”,
“Em li hemberî wê ne ku li Rojhilata Navîn sînor bêne guhertin”,
her wiha, dibêje “… lê bila kurd jî di nav sînorên dewletên ku
tê de hene de bibin xwediyê hindek mafan”. Bi gotinên “em li
dijî vê yekê ne, yan jî, li dijî wê yekê ne” dest pê dikin da
ku bikaribin van tiþtan bibêjin. Di binê van biryaran de îmzeya hinde
dewletan heye ku serjimara wan li dora sed hezarî ye, heta yên ku di
biniya pêncî hezarî re jî hene. Gelo vana çawan mafê tayînkirina çarenûsa
neteweyekê ku ji 40 milyon kesî zêdetir e bidest xistine? Di vê pêwendiya
hanê de edalet heye? Gelo çi taybetmendiyeka wan ya bala heye ku bûne
dewlet û di tayînkirina çarenûsa kurdan de rolekê dilîzin, her wiha,
gelo çi kêmasiyeka kurdan heye ku nebûne çi tiþtek?... “Wijdana
Ewropayê” çawan li van nakokîyên kûr dinihêre? Divêt kurd vê
prosesê sersanser bidine ber pirsan, bi diyardeyên berfireh vekolin, li
ser hûr bibin. Divêt kurd rexne li vê nîzama cîhanê ku di salên
1920an de hatiye danîn bigrin. Heke bi derengî be jî divêt ev rexne bête
kirin. Di
vê navberê de, ger em li ser vê xalê jî bisekinin dê baþ be: Dema ku
metran Mantîno yê serokê Lijneya Aþtî û Edaletê ya Vatîkanê behsa
çareseriyeka aþtiyane ya pirsgirêka di navbera Tirkiye û Îraqê de kir,
bi taybet bal kiþand ser rewþa kurdan. Nûnerê Vatîkanê metran Mantînoyî
wiha got: “Vatîkan layengirê vê yekê ye ku pirsgirêkên di navbera
Tirkiye û Îraqê de hene, di demeka kurt de bi awayekî aþtiyane bêne çareserkirin.
Di vê çareseriyê de divêt pêwîstiyên gelê kurd jî li ber çavan bêne
girtin. Çunke rewþa kurdan, rewþeka wisa ye ku li cîhanê tu mînakên wê
nîn in. Miletek li meydanê ye lê dewletek ku teqabulî vî miletî bike nîn
e.” (www.peyamner.com, 23 kewçêr
2007) Zeafiyeteka
pêþewayê Partî Niþtimanî Kurdistan jî ev e ku, ji Tirkiyeyê bi hêviya
vexwendinekê ye. Di meqama serokê komara Tirkiyê de jî li hemberî Celal
Talebanî reftariyeka neyînî heye. Dehemîn serokê komarê Necdet Sezerî
bi aþkire dabû xuyakirin ku ew dê ligel Celal Talebanî tu hevdîtinekê
çêneke, ew naxwaze wî bibîne, tu projeyeka wî ya ku dê Celal Talebanî
vexwîne jî hîç nîn bû. Sedemê bingehîn yê vê reftariyê ev e ku
Celal talebanî kurd e, bona kurdayetiyê dixebite. Reftariya hukûmatê ya
li hemberî Celal talebanî, ya partiyên siyasî, ya çapemeniya tirk, ya
unîversîteyan û hwd. jî her wekî vê reftariya dewletê, ne erênî ye.
Hizirîn û hestkirinên li hemberî serokê Partî Niþtimanî Kurdistan û
serokê Komara Îraqê Celal Talebanî, li hemberî serokê Hukûmata Herêma
Kurdistanê Mesûd Berzanî ne erênî ne. Çapemeniya tirk wek “serokeþîrekî”,
bi têgeha “serokê eþîretê yê kovî” behsa van serokên kurdan
dike. Reftariya Tirkiyeyê ya li hemberî Rêveberiya Herêma Kurdistanê,
li hemberî pêþewayên kurdan, reftariyeka bi kibr e, reftariyek ku xwe
dispêre kompleksa xwe mezin dîtinê. Wisa têye fêmkirin ku naskirina Rêveberiya
Herêma Kurdistanê, wekî kurd naskirina pêþewayên kurdan, ligel vanna pêþvebirina
pêwendiyên polîtîk û dîplomatîk ne li gorî mezinahiya tirkan e. Ev
yek, polîtîkaya dewleta me ya li hemberî kurdên ku wekî “birayên
me” têne binavkirin hatiye pêkanîn. Bo numûne, li hemberî filîstîniyan,
çeçenan, boþnakan û hwd. polîtîkayek ku xwe bispêre vê kibra hanê
nayê dîtin. Digel ku reftariya dewletê, ya hukûmatê, ya partiyên siyasî,
ya çapemeniya tirk, ya saziyên sivîl yên tirk viya ye jî, lê cardin
Celal Talebanî ku her tim ji dewleta Tirkiyeyê bi hêvîya vexwendinekê
ye, di her firsendê de hewl dide xwe da ku vê hêviya xwe bide zanîn.
Hingê ev reftariya hanê ne reftariyeka maqul e. Tu her tim destê xwe dirêj
dikî, lê yê li hemberî destê te nagire, qet guh nade te, carînan tinazên
xwe bi vî halê te dike… Di vê prosesê de layekî heye ku welatparêzên
kurd pê rencîde dibin. Gelek normal e ku serokê Partî Niþtimanî
Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal Talebanî bikeve nav hewldanan da
ku bikaribe ligel Tirkiyeyê pêwendiyan dayne. Kêmtir ji layê cîrantiyê
ve, ev yek divêt wisa be. Lêbelê hûn bi israr nayêne qebulkirin, hingê
ev jî ne reftariyeka rast e ku hûn rabin di vî warî de ewçend israrê
bikin. Serokê
Partî Niþtimanî Kurdistan û serokê Komara Îraqê Celal Talebanî û
serokê Hukûmata Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî, her wiha, Rêveberiya Herêma Kurdistanê li cîhanê ji layê
DYA, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Çîn, Rûsya, Koreya Baþûr, Îranê
û hê gelek dewletên din ve têne nasîn. Pêþewayên kurdan gelekê
caran bi awayekî fermî çûne serdana gelek dewletan. Ev dewlet hewl
didine xwe da ku li navenda Rêveberiya Herêma Kurdistanê, ango li Hewlêrê
balyozxaneyan vekin. Nûnerên wan ligel pêþewayên kurd, ligel
Parlamentoya Kurdistanê, ligel serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê û
hwd. hevdîtinan pêk tînin. Di vê babetê de kêmasiyeka berbiçav ya pêþewayên
kurdan, ya rêveberiya kurdan nîn e. Pêwendiyên dîplomatîk, polîtîk
û ekonomîk yên Hukûmata Herêma Kurdistanê ligel dewletên curbicur geþ
dibin. Roj ji rojê ev pêwendî xurtir dibin. Celal Talebanî di navîna
meha îlonê de bona ku beþdarî civînên Yekîtiya Neteweyan bibe çûbû
New Yorkê, serokê DYA George W. Bush jî di nav de, wî ligel gelek rêveberên
dewletên cihê hevdîtin pêkanîn. Ji layê din ve, di çapemeniya tirk de
hate behskirn ku herçendî serokê wezîran Recep Tayyip Erdoðanî gelek
xwestiye ligel serokê DYA Buhsî hevdîtinekê pêk bîne lê nikarîbûye
jîvanê bistîne. Reftariya
çapemeniya tirk li hemberî kurdan, li hemberî pirsa kurd, li hemberî pêþewayên
kurd ne erênî ye, ev reftarî gelek teferuatên curbicur yên neyînî di
xwe de dihewîne. Ev pêwîstiyek e, ku divêt reftariya çapemenî û
masmedyayê ya li hemberî kurdan, li hemberî pirsa kurd, li hemberî pêþewayên
kurd bête vekolandin. Divêt ev vekolîn bibe babeta gotareka dî. __________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
www.peyamaazadi.org
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org