Bûyera Dr. Friçê Duyem

 

Îsmail Beþikçi
Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

 

 

Di manþeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûþper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekþiyî “Lobîcîyê Veþartî Hat Eþkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eþkera kirîye ku, ew kesê ku ev serê 30 salan e li hemberî îddîayên ermenan bi navê “Holdwater” berevanîya Tirkîyê dike Murat Gümen bi xwe ye.

Di rastîya xwe de vê nûçeya hanê xwe spartîye wan gotarên Taner Akçamî ku di rojên 18 gulan 2007 û 25 gulan 2007 de ku li rojnameya Agos hatibûn weþandin.

Ev babeteke balkêþ e ku bê hela çima kesek radibe navê xwe diveþêre. Her wiha divêt meriv bi teferuat bala xwe bide ser vê bûyerê ku, ew kesê ku li hemberî îddîayên ermenan propagandaya awirê resmî yê Tirkîyê dike, ji bo çi ne navek ji navan lê radibe bi navekî amerîkî dikeve nav hewldanan.  

Têye gotin ku îllustrator û sazkarê fîlman Murat Gümen li malpereke bi navê “Çîroka Mubalaxeyî ya Ermenan” gotaran belav dike.

Murat Gümenê ku bi navê “Holdwater” gotaran dinivîse, bûyera Dr. Friç tîne bîra meriv. Dr. Friç navê nivîskarê wan gotarên derbarê kurdan de ye, ku ji alîyê dewletê ve di dewra Îttîhad we Teraqî de dihatin belavkirin. Pirtûga bi navê Kürtler: Tarihi ve Ýçtimai Tetkîkat di sala 1918 de ji alîyê Osmanlý Muhacirin Müdüriyet-i Umumisi hatibû weþandin. Li ser vê pirtûgê hatîye nivîsîn ku “ev berhem ji alîyê Habil Adem ve ji almanî bo tirkî hatîye wergerandin”. Ev pirtûga hanê hewl dide xwe da ku bibêje kurd bi eslê xwe tirk in û zimanekî serbixwe yê wek kurdî qet tune.

Pirtûgeke din a Dr. Friç hebû ku gelek ji nêzîk ve kurdan eleqedar dike: Beynelmilel Usulü’t Temsil, Ýskan-ý Muhacirin (Ûsulên Asîmilasyonê yên Navnetweyî û Îskankirina Koçberan). Ev pirtûg jî di sala 1918 de hatîye weþandin. Di nava pirtûgê de derbarê Dr. Friç de îbareyeke din a nasandinê heye, ku dibêje “Friçê ji memûrên Wezareta Mustamleke (Klonyalî) ya Prusya”. Wek wergêr jî, dîsan navê Habil Adem têye nîþandan.

Di lêkolînên piþt re hatîye famkirin ku ev zilamê bi navê Dr. Friç kesek bi navê Naci Îsmail (Pelister) e, ku berpirsîyarek ji asayîþa neteweyî ya Osmanî ye û îttîhadçîyek bi eslê xwe arnawud (alban) e. Ev kesê bi navê Habil Adem ku wek wergêr navê wî derbas dibe jî, dîsan hemin ev kes e. Ji bo bawerî bi gotarên wî bête anîn, hingê navê almanan yê Friç li xwe danîye. Her wiha, ev têye zanîn ku di dema Îttîhad we Teraqî de li nav civaka Osmanî alman xwedî rûmeteke bilind bûn û gelek jî qedrê wan dihate girtin. Lêkolîner Mehmet Bayrak di gotara xwe ya bi sernavê “Resmi Kürt Politikasýnýn Temellerini Atanlar ve Baðlaþýklarý” de derbarê Dr. Friç de û derbarê deþîfrasyona navê Friç de agahîyan dide. (Bayrak, Mehmet, Kürt Sorunu ve Demokratik Çözüm, Özge yayýnlarý, sibat 1999 Îstanbul, r. 21)

Abidin Nesimi pêwendîyên nepen ên Pelisterî wiha eþkera dike: “Maîyeteke Habil Ademî (Naci Ýsmail Pelister) hebû ku ji panzdeh kesan pêkdihat. Wî wan xwedî dikir û di karên xwe yên taybet de bikardianî. Bi awayekî giþtî di numayîþan de (di tertîbkirina lîskên þanoyî de) ew bi xwe nedixuya, ev maîyeta wî dixuya. (M. Þahin - Y. Akyol, Habil Adem Ya da Nam-ý diðer Naci Ýsmail Pelister Hakkýnda, Toplumsal Tarih, Hejmar 11, 1994 / Yê ku neql dike: Mehmet Bayrak, Berhema navborî, r. 28)

Mehmet Bayrak di gotara xwe ya bi navê “Tarihten Günümüze Çarpan Bir Acýlý Gerçek: Çiller, Pelister ve de Kürtler” (r. 24 dewama wê) de behsa Suna Gönül Pelister dike. Suna Gönül Pelisterê di navîna sala 1990î de li Kuþadasi li ser navê malbata Çillerê (serokwezîra wextkê ya Tirkîyê) çewlîgekê kirrîye. Bi maweyeke du sal bi þûn de çilleran tapuya vê çewlîgê dane ser xwe.

Mehmet Bayrak di gotara xwe ya bi navê “Çillerlerin Sýrdaþý Suna Gönül Pelister’in Hatýrlattýklarý” (r. 26 û dewama wê) de lêdikole ku bê hela ev Suna Gönül Pelister keça Naci Ýsmail Pelister e yan nevîya wî ye.     

 Ev îllustrator û sazkarê fîlman Murat Günen jî navê xwe yê rastîn diveþêre. Navekî amerîkanan, ango navê “Holdwater” li xwe datîne. Ev kiryara hanê bi me dide nîþan ku, ew ji xwe ne ewle ye, bawerîyê bi xwe nayne. Ew dihizire ku çi dema bi navekî amerîkanan, ango her wekî yekî Amerîkayî li hemberî îddîayên ermenan berevanîya awirê fermî yê Tirkîyê bike, dê bi vê yekê hê bêhtir xwe bide bawerkirin. Îcar Taner Akçam jî dibêje, ji ber ku vî kesî nasnameya xwe ya rastîn veþartîye û li kesên din heqaretê dike, ji ber ku ev yek ne reftarîyeke exlaqî ye, divêt ev lîska hanê jî li gorî qaydeyên xwe bête lîstin, ji lewre min navê wî yê rastîn eþkera kir. Prof. Taner Akçam dema ku ji bo beþdarbûna sempozyumek a derbarê mafên mirovan de sibata derbasbûyî, ango di 16 sibata 2007 de diçe bo Kanada, hingê li Montrealê hatîye girtin. Û 4 saetan di polîsxaneyê de bi tawana “terorîstîyê” pirsîyarkirina xwe dike stûyê vî zilamê bi navê Murat Gümenî. Her wiha, Taner Akçamî derbarê kampanyayên ku di elenîya wî de hatine pêþxistin de li Radikal Iki ku îlaweya rojnameya Radikal e, di hejmara 4 adar 2007 de gotarekê belav kirîye.

Ji van her du bûyeran, a pêþî rê vedike ku raya giþtî ya hundirîn manîpule bibe. Ango, di nav raya giþtî ya hundirîn de hizirînek/qenaeteke wisan çêdibe ku “ger yekî alman jî wisan dihizire, hingê tiþtên ku têne gotin rast in.” Bûyera dawîn jî, berê xwe dide raya giþtî ya derve, ku bandora awirê fermî li ser raya giþtî ya derve kartêker be.

Ev daxuyanîyên Prof. Taner Akçamî yên derbarê Murat Gümenî de li rojnameya Hürriyet hejmarên roja 22 û 23 pûþpera 2007 de jî berdewam hatin weþandin. Bo numûne, nûçeya ku di hejmara rojnameyê ya roja 22 pûþperê de hatîye weþandin sernavê wê “Mutad di malperan de bû armanc”. Mutad Gazete ji ber ku Taner Akaçamî û Murat Gümenî kirîye armanca rexneyên rêkxistinên ermenan, têye tewanbarkirin. Di van hejmaran de Murat Gümen wek yekî karîkaturîst têye nasandin. Belam qet behsa wê nake ku ‘Holdwater’/Murat Gümenî Taner Akçamî bo hinekan kirîye armanc. Bo hinekan armanckirina hin kesan di çaryeka pêþîn a sedsala 20. de û ev dîyardeya ku di çaryeka sedsala 21. de çêdibe, cihêtîya van her du dîyardeyan pêktîne. Ev her du nasnameyên ku bi navekî almanan û bi navekî amerîkîyan hatine nixaftin, gelo kengî hatine eþkerakirin? Ev jî dê gelek girîng be ku, li ser van her du demên hanê bête rawestîn û vekolandin.

 _______________

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

Çavkanî: Ev gotar pêþî li kovara Esmer - tebax 2007 hatîye weþandin û dû re li www.peyamaazadi.org weþîyaye.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org