|
Çar
Tabloyên Kedîbûyî!... Roþan
Lezgîn I Ez
ê pêþî ji civaka me ya îroyîn, ji Diyarbekir, malbatek mîna numûne
di nav tabloyekê de teswîr bikim. Teqrîben bi qasî bîst sal heye ku ez
sermiyanê vê malbatê nas dikim. Ev malbat, wê demê li gundekî navçeyeke
Diyarbekir dima. Aniha ez naxwazim ne navê gund û ne jî navê navçeyê eþkera
bikim. Û dîsa ez naxwazim navê rastîn ê vî camêrî jî bibêjim ku
lewma jî, ji bo ku em rehet qiset bikim, ez dixwazim em navekî xeyalî lê
bikin. Bila navê wî camêrî Þoreþ be! Þoreþ,
zewicandî bû û li gundê bav û kalên xwe, mînanî gelek gundiyên
kurdan, wî jî debara malbata xwe bi xwedîkirina pez, dewar û çandîniyê
dikir. Ez bawer im ku bi tenê dibistana sereta xwendibû. Û digel ku
xwenda bû jî lê gelek hindik bi tirkî dizanîbû. Gundê wan her tim bi
zimanê bav û kalên xwe xeber didan: bi zimanê kurdî. Lê texmînen bi
qasî panzdeh sal berê bi geþbûna siyasetê re, ji wî gundî yekem car
Þoreþ bi siyasetê re hevnas bû. Piþt re, di nav çar-pênc salan de çend
car hat girtin û dîsa hat berdan. Wisa bû ku êdî bi tevayî ketibû nav
xebatên siyasî. Ji wê çendê, dewletê jî bi taybetî zorê li malbata
wî kir; gund xera kir û ew jî neçar ma, mala xwe bar kir, hat
Diyarbekir. Yanî, niha ez dibêjim qey ev dike serê deh-yanzdeh salan ku
malbata Þoreþ li vî bajarî dimînin. Îcar,
piþtî ku Þoreþ tevlî siyasetê bû û bi qasî çar-pênc salan bi þûn
de, demekê min ew dît, em gelek bi hev re axifîn. Bi rastî jî Þoreþ
ji aliyê fikrî ve gelek guherî bû. Wisa bi pêþ ve çûbû ku êdî
analîz û tahlîlên siyasî dikir, çêlî gelek doktirînên ecêb dikir
ku ez têde heyret dimam. Serî dabû ser kitêb û kovarên îdeolojîk û
her dixwend. Heta ku felsefeya îdealîst û ya materyalîst xweþ ji hev
derdidixist. Li ser diyalektîka materyalîzmê, îlma siyasetê û di gelek
warên din de axiftinên dirêj dikir. Tirkiya wî jî pê re gelekî bi pêþ
ve çûbû. Heta wisa bûbû ku êdî nikarîbû bi kurdî xwe îfade bike. Piþtî
ku hat Diyarbekir jî dîsa her tim di nava komel û partiyê de di nava
xebatên siyasî de bû. Demekê bi þûn de dîsa hat girtin. Îcar ceza lê
hate birîn. Bi qederê sê sal û tiþtek li hepsê jî raza. Dema ji hepsê
derket dîsa min Þoreþ dît. Me gelek sohbet kir. Lê vê carê bi qasî
ku hûnê texmîn nekin, ewçend bi pêþ ve çûbû. Dikarîbû bênavber
bi saetan biaxife û konferansên siyasî bide. Mesela, ta ji dewra civaka
komînal dest pê dikir, ji feodalîzmê, dewre û nexweþiyên kapîtalîzmê,
sosyalîzm û heta bi danîna komunîzmê jî þerh dikir. Lêbelê vê carê
hema bibêjin bi tevayî ji zimanê xwe, ji kurdî bi dûr ketibû û êdî
ji binî ve xwe bi tirkî îfade dikir. Lê
aniha em ê Þoreþî li vir bihêlin. Vê
biharê ez vexwendiyê daweta dostekê bûm. Dawet li eywanê bû ku bi tirkî
jê re dibêjin “Düðün Salonu”. Li wir keçikekê bala min kiþand.
Dirûvê wê ji min re xerîb nedihat, lê min tê dernexist ku bê hela ew
kî ye. Min ji hevalan pirsî, gotin “Ev qîza Þoreþ e.” Herhal ji ber
dirûvê wê bû ku ez têde ketibûm gumanan. Keçik, di dirûvê bavê xwe
de bû. Piþt
re, vê havînê, rojekê ez çûm Ofîsê; ez li camêrek digeriyam ku
hinekan ji min re got, “Ew li filan Kafeyê rûdine.” Ez çûm wir. Kafe
di jêrzemîna aparatmanekê de bû. Bi rastî li ser lewheyê “Cafe
..?..” nivîsandibû, lêbelê dema ez çûm hundir, ew der ji bilî kafeyê
diþibiya her tiþtî. Li van salên dawiyê li Diyarbekir ji van kafeyan
gelek vebûne. Niha moda ev e li Diyarbekir. Welhasil
min bala xwe dayê ku ew zilam û qîza Þoreþ li ser maseyekê pev re rûniþtibûn
û neskafe vedixwarin; herhal bûne hevalên hev! Lêbelê, ne lawik dizane
ez wê keçikê nas dikim û ne jî keçik dizane ku ez wê nas dikim. Zilam
rabû merheba da min. Bi rûniþtina xwe re min merheba da keçikê jî. Wê
jî dema ku bersiva merhebaya min da, bi tirkî got, “Meraba. Ben Þûle.”
Heta ku neskafeya min hat û min vexwar, min û wî zilamê hevalê Þûleyê
me bi kurdî sohbet kir. Çend caran min xwest ez Þûleyê jî tevlî
axiftinê bikim, lêbelê mîna ku ew qet bi kurdî nizanîbe, wisa bêmane
li min nihêrî û qet deng nekir. Aniha
ji bo ku di xeyalên we de piçek fotografê Þûleyê xuya bibe, ez
dixwazim wê tasfîr bikim: Keçik, teqrîben ew jî mîna bavê xwe yeka
dirêja zeîfokî û bi têra xwe esmer e. Îcar, porê xwe bi rengê zer
boyax kiriye; por kej bûye lê brû û mijangên wê reþ mane. Dibe ku
ciwanikê di eynikê de li xwe mêze kiriye ku ew porê zer li esmeriya rûyê
wê nakeve! Lewma jî hinek ji edetê der rûyê xwe bi makyaja sor û þîn
seyandiye. Rengê þîn di dora mijangên xwe de daye. Badiyeke spî yê
gelekî teng jor de û pantoloneke kot a gelekî teng jî di jêr de lê ye;
beþna xwe di nav cilan de pakêt kiriye. Min
ji wê îfadeya ser û çavê wê wisa texmîn kir, ku wê ji xwe re digot,
herhal bi porê kej û bi rûyeke makyajkirî û bi wan cilên bajariyan û
tew di ser de jî, li taxa Ofîsê, li kafeyekê çawa mirov dikare bi zimanê
kurdî biaxife?!... Ger min jê bipirsiya, tew belkî bigota, “Ev zimanê
ku tu dibêjî, belkî li Îraqê, Sûriyê û dibe ku li Îran yan jî li
Swêdê tê xeberdan, belkî jî li piþt çiyayê Qaf. Lê min zimanek wisa
tu car nebihîstiye!...” Ez
rabûm, lê navê wê hey di hiþê min de ma: Þûle! Wan
çendê berê wisa li hev hat û ez bûm mêvanê wan, hingê li wir min ji
devê diya wê navê wê yî rastîn bihîst ku navê wê ne Þûle ye;
navekî gundiyên kurdan lê bû. Çar
zarokên Þoreþ ên din jî hebûn. Û wan di mala xwe de bi tirkî xeber
dida. Digel ku tirkiya jina Þoreþ baþ nebû jî, lê çi heye, zarokên
wan ji ber ku tenê bi tirkî xeber didan, wê jî neçar bi wan re bi wî
zimanî xeber dida. Min
li mala wan ji Þoreþ pirsî, ku bê wan çima terka ziman û kultura xwe
kirine?... Lêbelê, mîna ku hûn ê jî texmîn bikin, Þoreþ gelek ji vê
pirsa min aciz bû û mîna ku ez yekî kevneperest bim, wisa li min nihêrî.
Belkî ji saetekê zêdetir konferansekê da min ku tu girîngiya ziman nîn
e! Mirov bi çi zimanî karibe xwe îfade bike, ew bes e. Divêt mirov ewqasî
teng nefikire! Jixwe, kultura ku ez qala wê dikim jî, tew kultureke lipaþmayî
ye. Divêt em zû bi zû terka wê bikin. Û divêt em li ser esasê sosyalîzmeke
zanistiyane kultureke nuh ava bikin. Ji bilî vana, Þoreþ qala gelek þoreþên
cîhanê yên mîna þoreþa Sovyetan, þer û berxwedana Vîetnamê, Kuba
û heta þexsiyetên mîna Che Go Vera û her wekî wan jî kir. Û li gor
Þoreþ, ev zimanê ku ez qala wî dikim, qet têrê nake ku mirov van tiþtan
pê vebêje!... Di
nav axiftina wî de wisa jixwerazîbûnek hebû, mîna ku bibêje, “Çiyayê
Qerejdaxê min çêkiriye û jixwe, ava çemên Dîjle û Mûrad û Feratî
jî ez diherikînim!..” Lê
ez, ew qas li paþ mam e, ku ez hê jî vê lehengiya wî nabînim. Heyf!... Þoreþ,
aniha berpirsiyarekî girîng ê tevgera siyasî ya kurdan e. II Niha
jî, bi kurtasî ez ê malbateke din ji civaka me bikim nava tabloyekê û lê
kêleka malbata Þoreþ daynim. Ev
malbatek ji kurdên Dîgora Qersê ye. Ji ber þer koçber bûne, çûne li
aliyê Qafqasyayê, li Ermenîstanê bicih bûne. Ji wan re dibêjin “Mala
Celîlan”. Yekem car di nivîsarek de, li kovarekê ez li navê wan
rast hatim û vê malbatê gelek bala min kiþand. Mezinê malbatê, ku Xwedê
rehma xwe lê bike, aniha ne li dinê ye; çûye ser heqîya Xwedê, jê re
dibêjin Casimê Celîl. (1906 – 1998) Ev
zilam xwedî jiyaneke rengîn e. Di yetîmxaneyên ermenan de xwendiye û
rewþenbîrekî hêja ye, lê aniha ez dixwazim ji perspektîfeke din lê
binihêrim. Îcar,
dema ku ev camêr dizewice, ji xwe re wisa xeyalek dike û dibêje, “… di rojên îroyin de, di vê babelîskê de her tiþt girêdaye bi zimanê
dê ve.” Û dîsa ji xwe re dibêje, “Ger zarokên min çêbibin, ez
ê her yekî bidin ber xwendina warekî zanistiyê. Ez ê wan bi zimanê bav
û kalên xwe perwerde bikim. Bila siberoj her yek di warê xwe de ji xelkê
min re xizmetê bikin…” Û Xwedê jî wî di þermê de nahêle; çar
zarokan dide wî û jina wî Xanimê: Du kur û du keç. Casimê Celîl, çawa
ku xeyal kiriye, eynî wisa jî van xeyalên xwe di piratîkê de pêk tîne
û zarokên xwe her yekî di warekî de dide perwerdekirin. Kurê
wî Celîlê Celîl, di warê
zanyariya civaknasî de dikemile û di warê xwe de ji xelkê xwe re xebatên
hêja dike. Dîsa,
kurê wî Ordîxanê Celîl di
warê dîroknasiyê de bi pêþ dikeve û ji xelkê xwe re xizmetê dike. Herwiha
keça wî Cemîla Celîl jî di
warê muzîkê de dixwîne û dibe þarezayeke zanyariya muzîkê û di vî
warî de xizmet dike. Lêbelê di derbarê aqubeta Zînê
de agahiyên min nîn in. Îro
ev þexsiyet bi xebat û berhemên xwe di asîmanê xelkê xwe de mînanî
stêrkan diçurisin. Û wê heta bi heta jî biçurisin. Êdî ew her yek bi
xebatên xwe di tarîxa xelkê xwe de cihê xwe girtine. Lêbelê
di kesayetî û xebat û berhemên wan de, heta bi wê stêrkbûn û çurisîna
wan de, herçendî xebat û ezma wan gelek bête teqdîrkirin jî, lê di piþtperdeya
vê serketinê de, mîna projeksiyonekê, ez xeyalên bavê wan dîbînim.
Lewre, gelek alim di vî warî de muþterek difikirin, ku ji sedî heftêyî
(% 70) xulq û xuy û exlaq û tebîet û karakterê mirov, ango kesayetiya
mirov û bingeha gelek karîn û maharetên mirov di nav wê hêlîna malbatê
de, ji 0 heta 7 saliya mirov þekil digirin. III Piþtî
van her du tabloyan, îcar jî ez dixwazim mîna dîyardeyekê qala bûyereke
balkêþ bikim. Wan
salan min çend kesên nêçîrvan nas kirin ku di nav wan de kalemêrek bi
temenê xwe li dor þêst salan hebû. Ev nêçîrvan, her yek xwedî çend
qefesan bûn û di her qefesê de jî kewên wan ên kedîkirî hebûn. Lê
ew nêçîrvanê kalemêr ku navê wî Apê Emîn bû, kewên xwe ji qefesê
derdixist derve û li çolê diçêrand. Kewên wî jê dûr nediçûn. Ewên
din kewên xwe her di qefesê de xwedî dikirin. Min ji wan nêçîrvanan
pirsî ku bê hûn jî çima mîna vî zilamî kewên xwe bernadin derve?
Wan got, “Kewên me dê bifirin, herin çolê, winda bibin!” Hingê min
ji kalemêrî pirsî, bê çima kewên te naçin? Kalemêrî got, “Ez
hostayê kedîkirina kewa me!” Û
axiftina xwe wisa berdewam kir: “Di
meha Hezîranê de wexta hêkkirina kewa ye. Ez wê demê di çol û yabanan
de li hêlînên kewan digerim. Ger min li derekê hêlînek dît, a wê demê
êdî ez dest bi karê xwe dikim. Her roj ez diçim sextiya kewa ku li ser hêkan
qup ketiye dikim, heta ku ew çêlekew hêkên xwe biqelêþin û jê
derbikevin. Çawa ku çêle ji hêkan derketin, hîn ku çavên wan baþ
venebûne, ez wan digirim û bi qasî hefteyekê di hembêza xwe de xwedî
dikim. Rojên pêþî, ez mêþan diqefêlim, bask û ling û serê mêþan
jêdikim, bi tenê zikê mêþê dikim gewriya wan de. Du-sê roj þûn de jî,
kuliyan digirim. Dîsa bask û ling û serê wan jêdikim û dikim gewriya
wan de. Êdî hefteyêk bi þûn de çêlekewên min dikarin di nav pirêze
û zeviyan de biçêrin. Lê êdî qet ji dû min naqetin. Her li dora min
in. Lewre min wan bi bêhna xwêdana xwe kedî kirine û êdî ew min mîna
diya xwe dizanin. Heta emrê wan hebe jî dê her li dora min bin…” Yanî
mîna ku Apê Emîn jî dibêje, bi bêhna xwêdana wî ruh û hîs û mejiyê
wan çêlekewan bi tevayî hatiye dagîrkirin ku êdî ew ne kewên heqîqî
ne! Herçendî
ez li hember vî karî bim jî, ev cûre kedîkirin, heywan ji eslê wî bidûrxistin,
karekî ne însanî û hovane be jî, dîsa mirov dikare li ser vê yekê bi
du aliyan bisekine!... Bêguman,
ev karê ku kalemêrê nêçîrvan jê re dibêje “Kedîkirin” di
zanistiyê de jê re dibêjin “Perwerdekirin.” Û di jiyana însan de
dewreyên gelek girîng ên perweredehiyê hene!... IV Ev
fotografa çaremîn jî dê li ser hêkan be. Jixwe,
ez hîn þeþsalî bûm ku ji gundê xwe derketim. Tê bîra min, wê demê
çerçî dihatin gund. Jinan di þûna pere de hêkan dida çerçiyan û pê
hûr û mûrên mîna sabûn, morî, ta, derzî, þe, eynik û tiþtên mînanî
vana dikirî. Îcar
bi çerçiyan re mewij, hêjîr, benîþt, balon û tiþtên mînanî wan
hebûn ku em zarok bi saetan digiriyan da ku diya me ji me re bikire. Lêbelê
gelekê caran di þûna wan de me çend lematên xweþ di piþt stûyê xwe
de dixwar. Hingê,
carînan ji ber miziriyên xwe, em diçûn ji bin mirîþkên ku qup ketine
hêkek derdixist û bi dizî me dida çerçî. Lêbelê, çerçî çawa çav
bi hêkê diket, di cih de tê derdixist ku ew hêk ne teze ye. Me ji ber
tirsa diya xwe dîsa dibir li afirê, di cihê wê de datanî. Me datanî lê
êdî mirîþkê wê hêka ku destê me pê bûye nedikir çêle. Welhasil,
êdî ew ne hêka teze bû ku bihata xwarin û ne jî dibû çêle: Ew hêkeke
xirabûyî bû êdî! 09.
11. 2003 – Diyarbekir* __________________ *Ev
nivîs li kovara Tîroj, Kovara Du Mehî Çandeyî Hunerî, hj. 6, Stenbol
2004 weþiyaye.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org