|
Cemîlpaþazadeyên
Diyarbekirî Û Neteweperwerîya Kurdî
Denîz Gunduz
“Divê
neyê jibîrkirin ku cil û berg, stran, kelepor, govend û dab û nêrîtên
civakî jî hestên nîjad û neteweyî her tim zindî dihêlin û
peywendiya civakê bi rabirdûya wê re çêdikin. Ligel ziman divê ev dab
û nêrîtên ne li gorî daxwazê jî xirab û zerarmend bêne dîtin û
kirêt bêne nîþandan, çi carî neyête daxwazkirin û nehêlin ku bi wêrekî
dest biavêjin vî karî, di her firsendê de kovîbûn û bêrêziya wan bête
teþhîrkirin, wekî eyb û þermekê bêne nîþandan. Nav û mexlesên wan
kes û malbatên ku bi wî zimanî diaxifin divêt bi nav û mexlesên tirkî
bêne guhartin û her cara ku delîve bi dest ve were divêt li tomargehên
nufûsê bêne rastkrin û çi carî wekî bi navê boþnak, çerkez, laz,
kurd, abaza, gurcî, tirkman, tatar, afþar, pomak neyên gotin, divê navê
gundên ku bi wan zimanan hatine binavkirin bêne guhartin. Divê hîç rê
neyête dayîn ku wekî gundê çerkez û hwd. navên ciyawaz bêne gotin û
divê em wan û niþtecihên dora wan fêrî zimanê tirkî bikin, divê em
wisa bikin ku ew di nav mala xwe de jî bi tirkî biaxifin û wisa bikin ku
bikaribin ji dil û can bibêjin, ‘ez tirk im’. Bi kurtî, zimanê wan,
dab û nêrîtên wan bikine tirk, herwisa tirkkirina wan, bi bext û dîroka
tirkayetiyê ve girêdayîna wan karekî neteweyî û girîng yê her tirkekî
ye.”” Malmîsanij,
di sala 1952 de li Pîran a Diyarbekirê hat dinyayê. Xwendina seretayî li
gundê xwe, ya navîn li Pîranê, lîse li Diyarbekirê û ya bilind jî li
Anqereyê temam kir. Li Unîversîteya Sorbonnê û li Unîversîteya
Upsalayê beþa zimanên îranî xwend. Li Unîversiteya Göteborgê di beþa
kitêbxanegêrî de master kir. Li Unîversîteya Linköpingê, beþa
perwerdeya gel xwend. Di nav lijneya redaksiyona kovarên Tîrêj, Hêvî,
Armanc, Çarçira, Wan û Çirayê de cih girt. Serredaktoriya kovara Vateyî
dike. Di rojname û kovaran de
gelek gotarên wî hatine weþandin. Kitêbên wî yên weþandî ev in: ·
Yüzyýlýmýzýn Baþlarýnda Kürt Milliyetçiliði ve Dr.
Abdullah Cevdet, 1986 ·
Ferhengê Dimilkî-Tirkî, 1987 ·
Herakleîtos, 1988 ·
Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî
(1908-1992), 1992 (Malmîsanij & Mahmûd Lewendî) ·
Said-i Nursi ve Kürt Sorunu, 1991 ·
Folklorê Ma ra Çend Numûney, 1991 ·
Abdurrahman Bedirhan Ve Ýlk Kürt Gazetesi Kürdistan sayý:
17 ve 18, 1992 ·
Bitlisli Kemal Fevzi ve Kürt Örgütleri Ýçindeki Yeri,
1993 ·
Cýzira Botanlý Bedirhaniler ve Bedirhani Ailesi Derneði’nin
Tutanaklarý, 1994 ·
Kýrd, Kýrmanc, Dýmýli veya Zaza Kürtleri, 1996 ·
Ferhengekê Kirdkî-Pehlevkî-Kurmanckî, 1997 ·
Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, 1998 ·
Kurdiskt författarskap och kurdisk bokutgivning: bakgrund,
villkor, betydelse, 1998 ·
Ýlk Legal Kürt Ögrencgi Derneði Kürt Talebe-Hêvî
Cemiyeti, 2002 ·
Diyarbekirli Cemilpaþazadeler ve Kürt Milliyetçiliði, 2004 ·
Pîre û Luye, 2004 ·
Rindê Kincan Xo ra Dana, 2004 ·
Rindê Heywanan Nas Kena, 2004 ·
Rindê Baxçeyê Kaloyî de, 2004 (Malmîsanij & Mehmet
Uzun) ·
Rindê Vana Ê Min a, 2004 (Malmîsanij & Mehmet Uzun) ·
Rindê û Keyeyê Xo, 2004 (Malmîsanij & Mehmet Uzun) ·
Gotibûn ku, 2006 ·
Türkiye ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayýmcýlýðýnýn Dünü
ve Bugünü, 2006 ·
The Past and the Present of Book Publishing in Kurdish
Language in Turkey and Syria, 2007
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org