|
Cihê
Rastîn Yê Eshabê Kehf Roþan Lezgîn
Ji
bilî wî, em gazî tu xwedavendekî din nakin, ger ne wisa be, dê gotina
me sosret be. (Ayet: 15) Ev miletê me ji derveyî Wî ji xwe re
xwedawend girtine. Lê ka bila ji xwedantîya wan re delîlek bînin! Ma ji
yên ku li hemberî Xwedê derewan dikin zalimtir kî heye? (Ayet: 16)
[Ji nava wan yekî wisa gotibû:]
“Bona ku hûn ji wan û ji tiþtên ku li derveyî Xwedê ji wan re diperêsin
cihê bûne, hingê xwe bigihînin þikeftê da ku Xwedayê we ji rehmeta
xwe firehiyekê bide, karê we rast û hêsan bike.”
(Ayet: 17) Ger te bala xwe bida, te dê bidîta, dema ku roj
derdiket, li aliyê rastê þikeftê diket, dema ku diçû ava jî, ji aliyê
çepê de meqesek li wan dida û derbas dibû. Ew li cihekî fireh yê þikeftê
bûn. Ev, ji mucîzeyên Xwedê ye. Xwedê hîdayetê bide kê, va ye, ew
gihîþtiye heq; kê ji hîdayetê bêpar bike, êdî ti dostekî nabîne ku
rêya rast bi þanî wî bide. (Ayet: 18) Yek jî ev e ku, te ew li
þikeftê bidîta, te dê bigota qey ne di xewê de ne. Lêbelê ew di xewê
de bûn. Me ew bi ser aliyê rast û çepê de diqelabtin. Kûçikê wan jî
li nav derî, her du lingên xwe yên pêþîn bi alîyê pêþ de dirêj
kiribûn. Ger te ew bidîtana, bêyî ku li dû xwe binêrî, tu dê
bireviyayî û tirsê dê hundirê te tijî bikira. (Ayet: 19) Herwekî
ku mîna mucîzeyekê me ew kirin xewê, herwisa, me ew ji xewê rakirin da
ku ji hevûdin bipirsin. Yekî ji wan wisa got: “Hûn çiqas man?” [Hinekan] got, “Em rojekê yan jî danekê mane.” [Hinekan jî] wisa
got: “Xwedayê we baþtir dizane bê hela em çiqas mane. Niha hûn yekî
bi vî pareyê xwe yê zîv biþînin bajêr, bila binêre, kîjan xwarin
paqijtir e, bila ji wiya bo we erzaqê bîne. Û bila gelek bihemet be, da
ku kesî bi we nehesîne. (Ayet: 20) Çunke, xelkê bajêr we biqefêlin,
teqez yan dê we bi keviran bikujin yan jî dê we bibin ser bawerîya xwe,
ku wê demê hûn dê serfiraz nebin.” (Ayet: 21) Me însan
xeberdar kirin, bona ku ew bizanîn piþtî mirinê zindîbûn heye û ji
roja qiyametê guman nabe, bi wî awayî, me ew bi xelkê bajêr dan dîtin.
Yên ku ew li þikeftê dîtibûn, di nav xwe de munaqeþe kirin. Gotin:
“Avahiyekê [dêrekê] li ser wan ava bikin. Xwedayê wan baþtir bi wan dizane.”
Bawermendên ku bi gotina xwe bi ser ketibûn, gotin: “Teqez em ê li ser
wan perestgehekê ava bikin.” (Ayet:
22) [Hindek ji yên ku di
hejmara Eshabê Kehf de dikevin îxtîlafê]
dê bibêjin: “Ew sê kes in, yê çaran kûçikê wan e.” Hinekên din
jî dê bibêjin: “Ew pênc kes in, yê þeþan kûçikê wan e.” Her du
jî derbarê tiþtekî ku nayê zanîn de texmîn dikin. [Hinek
jî] dê bibêjin: “Ew heft
kes in, yê heþtan kûçikê wan e.” Tu jî bibêje: “Xwedayê min hîn
baþtir bi hejmara wan dizane.” Gelek kêm kes bi wan dizanin. Ji vê
sedemê, derbarê wan de ji bilî van pêzanînên ku beyan bûne, nekeve
nav munaqeþeyekê û derbarê wan de ji ti kesî tiþtek mepirse! (Ayet:
23-24) Heta ku tu nebêjî: “Xwedê hes bike” mebêje “ez ê sibehê
filan tiþtî bikim.” Dema ku te ji bîr ve kir, Xwedê bîne bîra xwe û
bibêje: “Ez hêvî dikim ku Xwedayê min, dê min bigihîne rêya nêzîktirê
rastiyê.” (Ayet: 25) Ew li þikeftê bi qasî sê sed sal mane û [hin
kes jî ] neh salan lê
zêde dikin. Herwekî
ji van ayetên ku me li jor neql kirin jî dixuye, bona ku însan ji zindîkirina
piþtî mirinê bawer bikin, Xwedê ev bûyer wekî delîlekî maddî nîþanê
beþerîyetê daye û li Quranê jî bi van ayetan bal kiþandiye ser vê
babetê. Nexwe ev bûyer li cihekî dîyarkirî, ango li ser rûyê dinyayê
rû daye. Hingê divê ku ev þikeft, ango cihê Eshabê Kehf li derekî
dinyayê be. Heta ku di wan ayetên li jorê, di ya 17. de þeklê maddî yê
vê þikeftê tê tarîfkirin lê nayê gotin ku ev þikefta hanê li kîderê
ye. Heta
niha derbareyê cihê Eshabê Kehf de 33 cih hatine nîþandan (1).
Ji van ciyan 5 jê di nav sînorên îdarî yên Tirkîyeya îroyîn de ne: 1.Licê,
2.Tarsûs, 3.Afþîn, 4.Efes û 5.Eskîþehîr (2).
Ji nav vana, di vê demê de cihê ku herî zêde tê naskirin, cihê ku zêdetirîn
xelk diçe ser, Tarsûs e. Li
cîhanê jî, cihên ku zêdetirîn tê îddîakirin ku Eshabê Kehf li wir
e, ev in: 1.Efxanîstan:
Dema ku meriv ji bajarê Kabulê biçe Bamyanê, li ser rê, li cihekî ku jê
re Upîyan tê gotin, gorreka gelek dêrîn a welîyekî heye. Dibêjin, kesên
ku kûçikên har ew gez kiribin tînin ser vê zîyaretê. Û ji Qitmîrê
ku kûçikê hevalên þikeftê (eshabê kehf) ye, alîkarîyê dixwazin. L.
Masignon, ku yek ji zanyarên navdar yên fransizan e, di lêkolînên xwe
de behs dike ku li bakurê Efxanîstanê, li bajarê Meymene bo xatirê
Eshabul-Kehf mizgeftek hatiyê çêkirin. 2.Cezayîr:
Li baþûrê Cezayîrê li bajarokê bi navê Setîf, li gundekî bi navê
N’xaws ku bi qasî 88 km. li baþûrê Setîfê dimîne heft gorr û li
ber wan jî gorreka piçûk heye. Tê bawerkirin ku ev gorrên hanê yên
Heftên Razayî û kûçikê wan e. Dîsa, li gundekî bi navê Îqcan
(Xoycel) ya Setîfê ku bi qasî 12-13 km. li baþûrê rojahelata wê de
ye, gorrên Heftên Razayî li wir jî hatine nîþandan.
Cihekî wisa pîroz li kîjan welatî be, çûnûhata merivan zêde dibe, her tim dibe cihekî cazîb da ku meriv xwe lê bigrin. Li cihekî wisa tim bazarek (krîn û firotin) çêdibe. Ji layê olî ve cihekî wisa girîng qudsîyetekê dide wî welatî. Ev jî derîyê ranteka maddî vedike û prestîjeka manewî bona xelkê wî welatî bi xwe re tîne, ji vê çendê li her cihê ku þikefteka wisa hebûye, pêþengên civakê û zanayên wê derê rabûne bi dilxwazî û bi hewis propaganda kirine ku ew der cihê rastîn yê Eshabê Kehf e. Delîlên sereke ku bûne îspata cihê Eshabê Kehf, herwekî li Qurana Kerîm tê tarîfkirin, dirûvê þikeftê ye. Ango cihên ku tê gotin þikeftên Eshabê Kehf in, bi giþtî xwe spartine þeklê þikeftê. Lêbelê, ger tenê delîl ev be, îhtîmaleka mezin ne tenê 33 dibe ku bi sedan þikeftên ku berê wan li baþûr e, li rûyê vê dinyayê hebin.
Piþtî danîna komara Tirkîyeyê, ji ber polîtîkaya dewletê ya ku li ser bingeha nîjadperestîya tirkayetîyê hatiye danîn hingê çi cihekî dîrokî li welatê kurdan hebûye hatîye texrîbkirin. Wekî mînak, ew nivîsên qiralên asûrîyan Tiglatpleser-I (Beriya Mîladê, 1116-1090) û Salmanasor-III (Beriya Mîladê, 859-825) ku li ser rûyê þikeftên Birqleynê hatibûn kolan, ji layê mufetiþê umûmî Abidîn Özmenê ku ji layê Mistefa Kemalî ve hatîye tayînkirin û di salên 1930î de li Diyarbekir bi selahîyeteka gelek mezin rêveberîya Kurdistana Bakur kiriye, hatine texrîbkirin (7).
Ev cihê pîroz ku ji hezarê salan berê de li vî welatî wekî Eshabê Kehf hatiye zanîn, niha di nav xelkê herêmê de bi navê “Sadulkaf” tê binavkirin. Peyva “Eshabul-Kehf” di zimanê xelkê de guherîye, xwe sivik kiriye, bûye “Sadulkaf”. Herwisa, ji hezarê salan û vir de her tim xelkê herêmê eleqeyeka gelek germ nîþanê vê þikeftê daye û hîn jî dide.
Herwekî
ku me got, þikefta Eshabê Kehf li Çiyayê Reqîm e. Ev çiya li ber gundê
Dêrqamê bilind dibe. Berê bi hilkiþîna hevrazekî gelek tîk re meriv
dikanibû xwe bigihîne ber devê þikeftê lêbelê niha rê hatiye çêkirin
û wesaît dikanin biçin ber devê þikeftê. Ew dîwarê ku dibêjin
Deqyanûsî li ber devê þikeftê daye lêkirin hîn jî heye. Ji
ber devê þikeftê bi derketina di pêlekanên kevirîn re ku ji zinarên
yekpare hatine niqirandin, meriv dikane bigihê þikefta esîl ku hevalên
þikeftê xwe tê de veþartine. Ev þikefta hundirîn ji zinaran hatiye
niqirandin (kunkirin) û gelek jî fireh e. Li quncikê layê rastê yê þikeftê
kuneka fireh û kûr heye. Li hundirê þikeftê li nêzî vê kunê, stûnek
ku ji binê þikeftê ta banê wê bilind dibe heye. Dema ku leþkerên
Deqyanûsî li Eshabê Kehf geriyane, dibêjin wan xwe di hundirê vê kunê
de veþartine. Piþtî ku leþkeran ew nedîtine, hingê Deqyanûsî li ber
devê þikeftê vî dîwarî daye lêkirin, devê þikeftê daye girtin da
ku ew li hundir bimrin. Li
nêzîkî þikeftê bermayîyên dîwarên Dêra Reqîm hene. Rewþa
þikeftê heman diþibihe tarîfkirina di Quranê de: “… dema ku roj
derdikeve, li aliyê rastê þikeftê dikeve, dema ku diçe ava jî, ji aliyê
çepê de meqesek li wan dide û derbas dibe.” Tarîfkirina di Qurana
Kerîm de û rewþa þikeftê ji sedî sed hevûdin digre. Bi
qasî 20 km. li layê rojhilata baþûrê Diyarbekirê, li bakurê Çemê Dîcleyê
gundekî gelek dêrîn bi navê Xizirelyas (bi tirkî: Hýzýrilyas) heye.
Li gorî hejmartina sala 1970 li vî gundî 40 xanî û 212 kes hebûne. Ger
meriv li ser nexþeyê xeteka rast ya bi qasî 100 km dirêj ji baþûr ber
bi bakur ve bikþîne digîje Þikfeta Birqleynê. Ev þikeft serçavîyek
ji serçavîyên ava Dîcleyê ye. Yanî aveka gelek boþ ya termal ji kûrahîya
vê þikeftê dizê û dibe serçavîya Çemê Dîcleyê. Ji bilî vê þikeftê
þikeftine din jî hene ku ji tevan re bi awayekî giþtî “Þikeftên
Zilqarneyn” tê gotin. Îcar ji gundê Xizirelyas ji layê bakur ve bi qasî
40 km dûr, li ser wê xeta ku ber bi bakur ve rast hatiye kiþandin, di
navbera gundê Mermer û Arpedresî de kanîyek heye ku jê re dibêjin
“Kanîxizir” (bi tirkî: Hýzýrçeþme). Ji Kanîxizir bi qasî 30 km
li layê bakur, li ser wê xeta ku ber bi bakur ve hatiye kiþandin de, li
bakurê gundê Fîsê (bi tirkî: Ziyaret), li raserî Deþta Fîsê xirabeyên
bajarê Deqyanûsî hene. Ji bajarê Deqyanûsî bi qasî 25 km li layê
bakur, li ser wê xeta ku ber bi bakur ve hatiye kiþandin Kela Zilqarneyn
heye. Û çend km jê wir de jî, li layê bakur Þikeftên Zilqarneyn hene. Li
gorî efsaneyeka navdar û di nav xelkê de gelek belavbûyî ku Þewket
Beysanoðlu ji devê Mehemed Bulutê 80 salî yê ji gundê Xizirelyasê di
hezîrana sala 1962 de berhev kiriye: “Kesekî
bawermend ger bi dilekî xalis beriya berbanga þefeqê du rekaet nimêj
bike, paþê sed caran bibêje: ‘Laîlaheîlellah, Ya
xêrul xelas, Muhemmed
resûlullah, Hawar
ya Xizirelyas!’
Li Diyarbekir, heta van salan jî, kesên ku xebera wan ji vê baweriyê hebû, bo Xwedê erzûhal dinivîsîn û êvara eydiya qurbanan piþtî nimêja mexrîbê ji ser Pira Dehderî diavêtin ava Çemê Dicleyê. Xelkê bawer dikir ku erzûhalên wan dê biçin bigihên ber destê Xwedê (12).
Dîsa, di versîyoneka din de tê gotin ku “Xizir Aleyhîsselam hatiye þikeftên Birqleynê. Di van þikeftan de ji yekî avek derdikeve ku ev av ji bihuþtê tê û dîsa diherike diçe bihuþtê. Di nav vê avê de ava heyatê heye. Xizir Aleyhîsselam ji vê avê vexwariye û gihîjtiye mertebeya nemirîyê. Herwisa, Îskenderê Zilqarneyn û Hz. Mûsayî di van þikeftên ku dawiya wan digihîje Çiyayê Qaf de hevûdin dîtine.” (14)
Ayeta
14. ya Sûreya Kehf vê bûyerê îþaret dike: “Ev miletê me ji
derveyî Wî, xwedayên din ji xwe re girtine. Bila ji îlahbûna wan re delîlek
jî peyda bikirana! Yên ku li hemberî Xwedê derewan dikin, ma ji wan
zalimtir kî heye?” Her
sê qiseyên sereke ku di sûreya Kehf de derbas dibin, ango Eshabê Kehf, Mûsa
û Xizir û Zilqarneyn bi tevî hemî hêmanên xwe û bi tevî delîlên
xwe yên maddî li vê herêmê mewcûd in. Herwisa, ev leqema
“Zilqarneyn” jî ne ya Îskenderê Mezin (Makedonî) e. “Zilqarneyn”
leqema hukumdarê persan e ku bi navê Xuroþî Kebîr (Beriya Mîladê,
559-519) tê nasîn. Wî ji ber ku dewleta medan û dewleta persan gihandibû
hev û împaratorîyeka mezin damezrandibû, lewre heykelên wî bi awayê
ku du quloç li ser serê wî bin, hatine çêkirin. Mewlana Ebul Qasim Azad
ku wextekê wezîrê kulturî yê Hindistanê bûye, derbareyê vê yekê de
baþtirîn lêkolînê kiriye ku, Zilqarneyn ne leqema Îskenderê Makedonî
ye, ev leqem ya Xuroþî Kebîr yê hukumdarê persan e. Ev lêkolîn ji layê
Seîd Nefîsî ve bi navê “Zilqarneyn yan Xuroþî Kebîr” bo zimanê
farisî hatiye wergerandin (17). Efsaneya
Eshabê Kehf bi awayê ku li herêmê hatiye tesbîtkirin, ji yên din
guhertîyên girîng derdixe ber çavan. Þewket
Beysanoðlu ev efsane jî, ji devê Selim Selçukî di sala 1967an de berhev
kiriye. Selîm Selçuk, xwedîyê qewe û lokantaya ku li Deþta Fîsê li
ser rêya Licê-Diyarbekirê bû û wê demê di 68 salîya xwe de bûye.
Muxtarê wê demê yê gundê Fîsê Behrî Ten û muxtarê wê demê yê
gundê Dêrqamê Bekir Borkî jî ev versîyona vê efsaneyê bi heman þeklî
piþtrast kirine. Ev efsane bi vî awayî ye: “Deqyanûs,
kurê Qaqenûs e. Qaqenûs, merivekî xwedî gewdeyekî mezin, serîyekî
mezin, canê wî bi pirç (mû), esmer û yekî gelek cengawer bûye. Qaqenûs,
di xizmeta hukumdarên medan yan jî persan de bûye. Memûrê parastina
gorrên hukumdaran bûye. Ji wî re “Qaqenûsê Zirkî” dihat gotin.
(Zirkî, navê eþîreka kurdan e, ev eþîr hîn jî heye.) Qaqenûs, li
gundekî nêzî Fîsê (yan jî Teblîsê) hatiye dinê. Li pey mirina Qaqenûs,
kurê wî Deqyanûsê ku ji bavê xwe fêrî wira bûye, ji wan gorrên
hukumdaran yekî vedike. Çiqas zêr, zîv û her wekî din tiþtê buha ku
di wan gorran de veþartî bûne, derdixe tîne welatê xwe. Li nêzî gundê
xwe li raserî Deþta Fîsê, li ser wî çiyayê ku jê re Zarga Fîsê tê
gotin bajarekî ava dike. Li dora bajarê xwe dîwar (beden) lê dike û
bajarê xwe dike wekî keleheka qewî. Deqyanûs, piþtî ku bajarê xwe
wisa ava dike, îcar tevî merivên ji eþîra xwe dest bi þêlandinan
dike. Gundên ku tabiê wî nabin wan gundan jî talan dike. Di demeka kurt
de li tevahiya herêmê dibe xwedî hukim. Nav û dengê wî li hawirdorê
belav dibe. Ew û eþîra wî û merivên ku wî li dora xwe berhev kirine,
tev pûtperest in. Deqyanûs merivekî gelek cengawer û zalim e. Radibe xwe
hukumdar û berpirsê pûtên ku ew ji wan re perestîyê dikin îlan dike.
Yên ku ji van pûtan re perestiyê nakin, bi awayekî zalimane wan dikuje.
Gundê Firdeysê (bi tirkî: Ziyaret) bihuþta wî, gundê Cinezûrê (bi
tirkî: Çaðdaþ) jî cehennema wî bûne. Rojek ji rojan pêdihese, hindek
ji mîrzadeyên ku di bin emrê wî de ne, ji nav wan ew heft birayên ku
navê wan Yemlîxa, Mekselîna, Mîsîlîna, Mernûs,
Sazenûþ, Derbernûþ û Keþeftetayûþ in, di elenîya
wî û pûtên wî de dixebitin. Ew bawer dikin ku Xwedê yek e û
propagandayê dikin ku pêwîst e meriv ji wî Xwedayî tenê re perestîyê
bike. Deqyanûs ferman dide ku ew kes di cih de bêne girtin û bînin huzûra
wî. Ev her heft bira bi vê fermana Deqyanûs dihesin û ji bajêr direvin.
Diçin wê þikefta li Çiyayê Reqîm, ku li layê bakur de ji bajêr bi
qasî 11 km dûr e. Ew xwe di wê þikeftê de vediþêrin. Leþkerên
Deqyanûs bi pey wan dikevin. Þikefta ku wan (Eshabê Kehf) xwe tê de veþartiye
dibînin û dor lê digrin. Beþek ji leþkeran dikevin hundirê þikeftê,
li wan digerin. Ev heft bira û kûçikê wan yê bi navê “Qitmîr”
xwe di kuneka li hundirê þikeftê de vediþêrin. Ji Xwedayê xwe re
lavayan dikin ku wan biparêze. Wê demê xewa wan tê û radizên. Bi
fermana Xwedê yên ku li wan digerin, wan nabînin. Wê demê Deqyanûs, ji
bo ku di hundirê þikeftê de ji birçîna bimrin, li ber devê þikeftê dîwar
dide lêkirin. Di nav re gelek sal derbas dibin, rojekê þivanek ji bo ku
þikeftê ji pezê xwe re bike axur, di wî dîwarê li ber devê þikeftê
de derîyek vedike. Yên li hundir razayî ne, ew wan nabîne. Rojekê, ji
xewê hîþyar dibin û ji nav wan birayê mezin Yemlîxa bona ku here ji
bajêr xwarinê bîne, radibe diçe bajêr. Dema ku wekî heqê nên pareyê
dema Deqyanûs dide, nanpêj wî pareyî nastîne. Meger di navê de 309 sal
derbas bûne, dewran guheriye, Deqyanûs miriye, pûtperestî ji navê
hatiye hilanîn. Yemlîxayî derdixin huzûra hukumdarê wê demê. Û ew jî
tiþtê ku di serê wan re derbas bûye behs dike. Dema ku vedigere þikeftê,
tev bi hev re careka din dikevin xewê.” (18) Di
nav zargotina xelkê herêmê de navê Qaqenûs û navê Deqyanûs gelek
belavbûyî ye. Bi taybet di nav îdyoman de navê Qaqenûs û Deqyanûs
derbas dibe. Ji vana çend mînak wisa ne: “Qaqenosîye
kerdiþ: bê ke fikrê merdimî bîyo persayene, xo ver o qisey kerdiþ;
aqil dayîþ, uqelatîye kerdiþ; xo ra zêdeyîr qalî kerdiþ” (19)
“zemanê Deqyanosî ra mendiþ: 1.merdimo zaf zanaye serwext, bitecrube bîyayîþ, zaf kokim, pîl bîyayîþ
2.zaf kan, rewên, verên bîyayîþ, çîyo ke êdî tedavul ra wedarîyayo,
bîyayîþ” (20) Herwisa,
gelekê caran xelkê herêmê dema ku behsa zilmê dike yan jî behsa kesekî
zalim dike, dibêje “Ji Deqyanos zalimtir e!” Yan jî dema ku yek uqelatîyê
bike, dibêjin “Qaqenosîyan meke!” Herwekî ku tê dîtin, di van mînakên
zargotina gelêrî de ku li nav xelkê herêmê gelek têne bikaranîn, xuy
û taybetmendîyên van lehengên vê bûyerê jî dixuye. Xuya ye ku Qaqenûs
yekî zana bûye û kurê wî Deqyanûs jî gelek zalim bûye. Ev taybetmendî
li efsaneyê jî diguncin. Herwisa,
di nav xelkê herêmê de navê “Yemlîxa” (Yemlîxan) jî gelek belavbûyî
ye. Hîn jî li derdora Licê, hema bibêjin ku li her gundekî navê çend
camêran Yemlîxa ye. Dîsa, navê “Deqyan”, “Deqman”, “Deqo” û
“Deq” jî li herêma Licê gelek navdar in. Hema bibêjin li her gundekî
çend kesên bi vî navî hebûn. Wekî mînak, li gundê Dêrcimta (bi tirkî:
Yeþilburç) Licê malbatek heye ku ji wan re dibêjin “Mala Deqan”.
Herwisa, li gundê Tûtê (bi tirkî: Yaprak) malbatek heye ku jê re dibêjin
“Mala Dewrê Deqo”. Û peyva “qaq” yan jî “qaqot” di zimanê
kurdî de (kirmanckî, kurmancî) navê serî yan jî navê hestîyê serî
ye. Ji kevirên gilover re jî “qaq” tê gotin. Herwisa, ev peyv jî di
nav zargotina xelkê herêmê de wek tabîrekî tê bikaranîn. Wekî mînak,
xelk dibêje “Qaqa reþ bi serê me de hat!” Yanî, hiþê me birin, me
ji hiþ de kirin, yan jî, bela anîn bi serê me de. Dibêjin, Qaqenûsê
bavê Deqyanûs nobedarê gorrên hukimdaran bûye, ango nobedarê qaqotên
serîyan bûye. Dibe ku peywendîyek di navbera peyva “Qaqenûs” û karê
wî de hebe. Dîsa di nav xelkê herêmê de mamikeka navdar heye ku navê
“Qaqenûs” û “Deqyanûs” tê de derbas dibin. Ev mamik ji demeka
gelek kevn de hatiye gotin. Mamik wisa ye: “Qaqenûs, Deqyanûs,
Helbê
Hûs, Mamê
Mûs.” Xulasa
wekî encam, niha em diþên bi awayekî musbet van delîlan derxin pêþ ku
Eshabê Kehf ya rastîn li Licê ye: 1.Dirûv
û rewþa þikeftê diþibihe wê ravekirina di Sûreya Kehf ya Qurana Kerîm
de; 2.Li
ber þikeftê hebûna xirabeyên dêrekê û herwisa navê gundê ku li wira
ye, teqabulî vî navî dike: Dêrqam; 3.Hebûna
dîwarekî dêrîn yê li ber devê þikeftê; 4.Çawa
ku ji layê gelek mufesîran ve hatiye pesendkirin, “Deqyanûs” hem navê
hukimdarê di bûyerê de ye hem jî navê wî bajarî ye ku bûyerê tê de
rû daye; 5.Navê
gundê “Fîs” ku di heman demê de navê wê deþta (Deþta Fîsê) ku
li jêrî bajarê Deqyanûs e, ji peyva “Efsûs” xera bûye; 6.Navê
wî çiyayê ku þikefta Eshabê Kehf li wir e, Çiyayê Reqîm (21)
yan jî Çiyayê Eshabê Kehf e; 7.Heta
bi van demên nêzîk di gelek nexþeyên (xerîte) fermî de û li gelek
berhemên nivîskî, herwisa, ji berê de û niha jî, ew pozê çîyê, yê
li raserî þikefta Eshabê Kehf wekî “Girê Reqîm” hatiye binavkirin; 8.Dema
rûdana bûyerê li dewra hukimraniya Împaratoriya Romayê Rojhelatê ye; (22) 9.Li
vê herêmê derbareyê Eshabê Kehf de bi awayekî komplîke hebûna gelek
efsaneyan; 10.Her
sê bûyerên ku bûne babeta Sûreya Kehf, delîlên wan yên musbet bi
awayekî maddî li vê herêmê têne dîtin; a)
Hemî teferuat û bineþeyên bûyera Eshabê Kehf bi awayekî komplîke
ligel çîroka xwe di herêmê de zindî ne; b)
Hemî teferuat û bineþeyên Qiseya Hz. Mûsa û Xizir Aleyhîsselam bi
awayekî komplîke ligel çîroka xwe di herêmê de zindî ne; c)
Hemî teferuat û bineþeyên Qiseya Zilqarneyn bi awayekî komplîke ligel
çîroka xwe di herêmê de zindî ne; 11.Di
zargotina (foklora devkî) ya xelkê herêmê de nav û taybetmendîyên
karakterîstîk yên lehengên bûyera Eshabê Kehf bi awayekî zindî peyda
dibin. Ayeta
22. ya sûreya Kehf dibêje “… Gelek kêm kes bi wan dizanin. Ji vê
sedemê, derbarê wan de ji bilî van pêzanînên ku beyan bûne, nekeve
nav munaqeþeyekê û derbarê wan de ji ti kesî tiþtek mepirse!” Bêguman,
niha em jî bi kesî re -mîna ku wan kiriye yan jî mîna ku ew bi hestên
nîjadperestîyê dikin- em nakevin nav munaqeþeyên neheq lê herwekî ku
me di paragrafa pêþî ya vê gotarê de jî got, bi van pêzanînên ku
beyan bûne em diþên bibêjin, cihê ku herî zêde nêzî rastîyê
ye, ev þikefta ku li jora gundê Dêrqama Licê ye.
_______________________ (1)
Di vî derbareyî
de bona agahîyên berfirehtir binêrin li: -
Yazýr, Muhammed Hamdi, Hak Dini Kuran Dili, Ýstanbul-1936, c. 4, r.
3217 û dewama wê -
Ýslam Ansiklopedisi, c. 4 r. 371-372 -
Gölpýnarlý, Abdülkadir, Kuran-ý Kerim ve Meâli, c. 1, Stenbol 1955, r.
78 -
Kum, Naci, Eshab-ý Kehf’ýn Tarihçesi, Tarsus-1951 -
Yê ku van çavkaniyan neql dike: Beysanoðlu, Þevket, Diyarbakýrým,
c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaasý, Ankara-1982, r. 25 û dewama wê. -
http://tr.wikipedia.org/wiki/Ashab-%C4%B1_Kehf -
Rojnameya Radikal, 28 tebax 2005 ( http://www.radikal.com.tr/haber.php?haberno=162628
) -
Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002, r. 141-180 (2)
Helimoðlu
Yavuz, Muhsine, Diyarbakýr Efsaneleri, Doruk Yayýnlarý, Ankara
1993, 2. Baský, r. 417, yê ku neql dike: Dilek, Zeki, Lice,
Diyarbekir 2002, r. 174 (3)
Sümer, Prof. Dr. Faruk, Eshab-ül Kehf (Yedi Uyurlar), Türk Dünyasý Araþtýrmalarý
Vakfý yayýnlarý, Ýstanbul 1989, r. 27-29, yê ku neql dike: Dilek, Zeki,
Lice, Diyarbekir 2002, r. 172-173 (4)
Di nûçeyekê de tê behskirin ku li Nexçîvanê di sala 1998an de þikefta
Eshabê Kehf hatiye dîtin. Berpirsiyaran hewl daye xwe ku nêrdewaneka
hesinî çêkin da xelk bi hêsanî here hundirê þikeftê. Herwisa,
berpirsiyar di nav hewldanê de ne ku vî cihî bidin naskirin da ji tûrîzmê
re vebe. Bona agahîyên zêdetir binihêrin li: http://eshabikehf.blogcu.com/1404286/
(5)
Serdî Hesen Hiþyar,
Görüþ ve Anýlarým 1907-1985, Çeviren: Hasan Cuni, Med
Yayýnlarý, 1994 Ýstanbul, r. 21 (6)
Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002, r. 163-164 (7)
Serdî Hesen Hiþyar, Görüþ ve Anýlarým 1907-1985, Çeviren:
Hasan Cuni, Med Yayýnlarý, 1994 Ýstanbul, r. 62, (Hesen Hiþyar dibêje:
“… piþtî Serhildana Þêx Seîd mufetiþê umûmî yê Diyarbekirê
Hasan [Abidîn] Özmen çakuç
da destê Hesoyê Perîþanê yê Licêyî û ew nivîsên ku li ser kevirên
vê þikeftê hatibûn kolan dan texrîbkirin, wisa kir ku neyêne
xwendin.”) Derbareyê
kirinên mufetiþê giþtî Abidîn Özmenî yên li Kurdistana Bakur bona
agahîyên berfireh binihêrin li: Malmîsanîj, Diyarbakýrlý Cemilpaþazadeler
ve Kürt Milliyetçiliði, Weþanxaneya Avesta, Stenbol 2004 (8)
Rojnameya Radikal, 28 tebax 2005 http://www.radikal.com.tr/haber.php?haberno=162628 (9)
http://en.wikipedia.org/w/index.php?title=Seven_Sleepers&oldid=72406457
(10)
Serdî, Hesen Hiþyar, Görüþ ve Anýlarým 1907-1985, Çeviren:
Hasan Cuni, Med Yayýnlarý, 1994 Ýstanbul, r. 21 (11)
Beysanoðlu, Þevket,
Diyarbakýrým, c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaasý, Ankara-1982, r. 27-28 (12)
Beysanoðlu, Þevket,
Diyarbakýrým, c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaasý, Ankara-1982, r. 29 Ocak,
Esma, Berdel, Tekin Yayýnevi, Ýstanbul 1982, Çîroka Kýrklar
Daðýnýn Düzü (13)
Beysanoðlu, Þevket, Diyarbakýrým, c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaasý,
Ankara-1982, r. 29 (14)
Helimoðlu
Yavuz, Muhsine, Diyarbakýr Efsaneleri, Doruk Yayýnlarý, Ankara
1993, 2. Baský, r. 42-43 (Ji Yurt Ansiklopedisi, Cild: 4, xala Diyarbekirê
hatiye neqlkirin), yê ku neql dike: Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir
2002, r. 190 (15)
Serdî, Hesen
Hiþyar, Görüþ ve Anýlarým 1907-1985, Çeviren: Hasan
Cuni, Med Yayýnlarý, 1994 Ýstanbul, r. 62 (16)
Helimoðlu
Yavuz, Muhsine, Diyarbakýr Efsaneleri, Doruk Yayýnlarý, Ankara
1993, 2. Baský, r. 42-43 (Ev efsane ji devê Adil Tekinê ku fotografkêþekî
navdar yê Diyarbekirê ye û bi eslê xwe ji navçeya Pasûrê ye hatiye
berhevkirin), yê ku neql dike: Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002,
r. 191 (17)
Gölpýnarlý, Abdülkadir, Kuran-ý Kerim ve Meâli, c. 1, Stenbol
1955, r. 80-81, yê ku neql dike: Beysanoðlu, Þevket, Diyarbakýrým,
c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaasý, Ankara-1982, r. 28 (18)
Beysanoðlu, Þevket,
Diyarbakýrým, c. 1, D.M.S.-Doruk Matbaasý, Ankara-1982, r. 29-30 (19)
Lezgîn, Roþan, Ferhengê Îdyomanê Kurdkî, Weþanxaneyê Vateyî,
Îstanbul 2005, r. 146 (20)
Lezgîn, Roþan, Ferhengê
Îdyomanê Kurdkî, Weþanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005, r. 206 (21)
Sümer, Prof. Dr. Faruk, Eshab-ül Kehf (Yedi Uyurlar), Türk Dünyasý
Araþtýrmalarý Vakfý yayýnlarý, Ýstanbul 1989, r. 71-72, yê ku neql
dike: Dilek, Zeki, Lice, Diyarbekir 2002, r. 163-164, (Di vê çavkanîyê
de wisa tê gotin: “Gelekê mufesîran gotiye ‘Peyva ‘Kehf’ di
wateya ‘þikeftê’ de ye. (…) Peyva ‘Reqîm’ jî navê çîyayekî
yan jî yê gelîyekî ye. Ew þikeft jî li vî çîyayî yan jî li vî
gelîyî ye. Li gorî hinek mufesîran jî ‘Reqîm’ navê gundê hevalên
þikeftê (eshabê kehf) e.’ …”)
(22)
Bi awayekî giþtî ji layê hemî lêkolîner û mufesîran ve hatiye
pesendkirin ku ev bûyer li dema hukimraniya Împaratoriya Romayê rû daye.
Li gorî çavkanîyên mesîhîyan, ev bûyer li dema Decius (Dekyus; Deqyanûs)
ku Piþtî Mîladê di navbera salên 201 û 254 de hukimraniyê kiriye de rû
daye. Herêma Licê Piþtî Mîladê heta sala 226 di navbera romayîyan û
persan de, piþtî sala 226 îcar di navbera romayîyan û sasanîyan de bûye
qada þer. Ji awayê mîmarîyê bi awayekî qetî hatiye îsbatkirin ku
bajarê Deqyanûs yê antîk wê demê di bin hukimraniya romayîyan de bûye.
Bona vê yekê meriv dikane li berhema “Tarihi Eserler” jî binêre.
Herwisa, tevayî mufesîran pesend dikin ku ev bûyer li welatê “Er-Rûm”
rû daye. Ji ber ku wê demê ev herêm di destê romayîyan de bûye, ji
vira re “Er-Rûm” hatiye gotin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org