|
Cihêrengîyên
Me Dewlemendîya Me Ne Ýsmail
Beþikçi Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn
Serokê
Komara Tirkîyê Abdullah Gül di navbera rojên 12 - 15ê îlona 2007 de li
bajarên Colemêrg, Þirnex, Sêrt û Dîyarbekirê geþtekê kir. Serokê
komarê meqerên leþkerî zîyaret kir, ligel hindek sazîyên sivîl hevdîtin
pêkanîn. Li çend cihî xîtabî xelkê kir. Dema ku sazîyên sivîl zîyaret
dikir, dema ku xîtabî xelkê dikir, digot “cihêrengîyên me dewlemendîya
me ne”. Serokê komarê Abdullah Gülî bi vê têgehê bal dikiþand bi
ser Pirsa Kurd ve, yan jî, bi vê gotinê dida zanîn ku ew ji meseleyê
haydar e. Serokê komarê, hema bibêjin, bi kû ve çûbe, li seranserî geþta
xwe, îbareya “cihêrengîyên me dewlemendîya me ne” dubare kir. Gelo
ew kîjan sazîyên civaka sivîl in ku dê bikaribin cihêrengîyên civakî
û etnîkî qiset bikin, yan jî dê bikaribin rexne li têgihaþtin û tetbîqên
derbarê cihêrengîyan de bigrin? Dibe ku Komela Mafên Mirovan (ÝHD) û
Weqfa Mafên Mirovan (ÝHV) bin. Dibe ku Komela Mezlûman (Mezlum-Der) be.
Dibe ku Komela Koçberan (Göç-Der) be. Dibe ku Komela Hevkarî û Piþtgirî
ya Malbatên Girtîyan (TAYAD) be. Lêbelê ji van sazîyên hanê tu yek jî
ne di nav wan sazîyên sivîl de bû ku serokê komarê ligel wan hevdîtin
pêkanî. Ev sazîyên hanê ji bo hevdîtina ligel serokê komarê nehatibûn
vexwendin. Di nav sazîyên ku bo hevdîtina ligel serokê komarê hatibûn
vexwendin de sazîyên ku di warê cotkarî, þofêrtî, mutehîtî û esnafîyê
de xebatê dikin hebûn. Gelek xwezayî ye ku dê sazîyên cotkar û þofêr
û mutehît û esnafan, kêm zêde, ew pirsgirêkên ku li her derê Tirkîyê
têne dîtin, dê wana qiset bikin. Çi dema ku meriv balê bikiþînê ser
“cihêrengîyan” hingê divêt ku meriv wan sazîyên ku dikarin qala
cihêrengîyê bikin vexwîne civînê. Ji rûyê cihêrengîyê, wek numûne,
bi darê zorê bi sedhezaran kesî ji cih û warê wan rakirin. Gelek kes ji
deverên wekî Wan, Sêrt, Þirnex, Dîyarbekir, Bidlîs, Mûþ, Çewlîg,
Agirî û Qersê ji cih û warê xwe hatin rakirin. Ev koçberên hanê li
navîn û rojavaya Tirkîyê di nav þertên gelek xirab de jîyana xwe
derbas dikin. Ew li gund û navçeyên xwe xwedîyê zevîyan bûn, ava wan
jî hebû, xanîyê wan jî hebû. Li wan deran bêyî ku muhtacî kesî
bin, bi îmkanên xwe, bi yarmetîya xizmên xwe jîyana xwe derbas dikirin.
Lêbelê ji ber zordayîna bo korucutîyê nikarin vegerin wan deran. Ji ber
ku korucutîyê qebul nekirin, bi darê zorê ji gundê xwe hatin rakirin.
Di vegerê de cardin bi heman zordayînê re rû bi rû dimînin. Nikarin
herin gund û navçeyên xwe. Li rojavaya Tirkîyê di nav þertên dijwar
de jîyana xwe derbas dikin. Ne kar heye, ne xwarin. Ji bilî wê perwerdeya
ku asîmilekirinê bo xwe kirîye armanc tu perwerdeyeke din jî nîn e. Þertên
tenduristîyê qet nîn in. Her wiha, avahî û xwarin û vexwarin û
lixwekirin jî gelek xirab e. Ev jî gelek eþkera ye ku ev netîceya cihêrengîyên
etnîkî ye. Gelo dê kî bikaribe van “cihêrengîyan” bo serokê komarê
ku behsa “cihêrengîyên me dewlemendîya me ne” dike bibêje? Bo numûne,
Komela Koçberan dikare bibêje. Her wiha, gelek girîng e ku Komela Koçberan
qala astengîyên li pêþîya xwebata xwe bike. Di vê çarçoveyê de ev kêmasîyeke
gelek mezin bû ku Komela Koçberan, Komela Mafên Mirovan, Komela Mezlûman
bo komcivîna serokê komarê nehatin vexwendin. Ji vê çendê daxuyanîyên
serokê komarê yên ku dibêje “cihêrengîyên me dewlemendîya me ne”
nikare ji asta drûþmeke xav wêdetir biçe. Serokê
komarê Abdullah Gül, bo numûne, derbarê unîversîteyan de dibêje “unîversîte
pêþengên civakê ne”. (Milliyet, 27 îlon 2007) Li gorî qenaeta min,
ev jî dirûþmeke vala ye. Lewre pirsa bingehîn a unîversîteyan, pirsa
bingehîn a jîyana hizirînê pirsa azadîya ramanê ye. Heta ku astengîyên
li pêþîya azadîya ramanê û li pêþîya unîversîteyan neyêne hilanîn,
ne mumkûn e ku ew bikaribin di warê civakî û zanistîyê de peywira xwe
bînin cih. Unîversîte heta ku bi dîrektîfên îdeolojîya fermî tev
bigere, heta ku li gorî metodên zanistî nexebite, nikare peywirên ku jê
têne hêvîkirin bi cih bîne. Ev
dîyardeyên ku me bi kurtî behsa wan kir, cihêrengîyên ji ber kurd bûyînê
û encamên wê, bi zelalî radixînin ber çavan. Ji van cihêrengîyan û
ji encamên wan ku derdikevin meydanê, “dewlemendîyeke” çawan
derdikeve holê? Ev jî mijareke balkêþ e. Venexwendina
Komela Koçberan, Komela Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan bo komcivînan
bû sedem ku parlementerên Partîya Civaka Demokratîk (DTP) reaksîyonê nîþan
bidin. Hukûmatê jî da zanîn ku gelek komelên civaka sivîl hene, lewre
ne mumkûn e ku hemîyan bo komcivînê vexwînin û got “hilbijartineke
qesdî nîn e”. Bêguman, ev ne ew bersiv e ku meriv bawerîya xwe pê bîne.
Di geþetekê de, ku behsa cihêrengîyan têye kirin, venexwendina sazîyên
civaka sivîl ku dê behsa vê yekê bikin, bi me nîþan dide ku di encama
hilbijartineke bi hesab de ev yek çêbûye. Ev yek jî alîyekî îdeolojîya
fermî bi me dide nîþan: ji bilî kurdan kî behsa Pirsa Kurd bike, dewlet
dikare lê guhdarî bike belam li xwe nade xwarin ku kurd bi xwe qal bikin. Li
Tirkîyê ji hev cihêbûneke ciddî ya civakî derketîye meydanê. Tiþtê
ku têye serê wan kurdên ku wek paleyên havînê her sal têne herêma Çukurova,
Ege, Anadola Navîn û Deryaya Reþ nîþanên balkêþ ên vê ji hev cihêbûnê
ne. Karkerên kurd her salê ji bo berhevkirina pembû têne Çukurovayê,
ji bo ku li baxçeyên sewze û fêkîyan bixebitin têne Egeyê, li Anadola
Navîn jî li karên wek hilçinîna pîvaz û gizêr û silqê dixebitin û
ji bo berhevkirina findiqan jî têne herêma Deryaya Reþ. Têye zanîn ku
ev rêwîtîyên hanê bi bûyerên tarfîkê dest pêdibin û cardin bi bûyerên
tarfîkê bi dawî dibin. Her wiha, gelekê caran bi dehan kes di van
qezayan de dimirin. Ev awa bûyer êdî rengekî sîstematîk girtine. Têye
zanîn ku ev bûyerên wiha, bo numûne, qet li herêmên wek Çorum, Çanqirî,
Yozgat, Kastamonu, Bursa û Balikesîrê çênabin. Kurd bi malbatî van karên
emeletîyê dikin û li deverên ku diçin jî rastî gelek tada û tehqîran
dibin. Bi taybet li herêma Deryaya Reþ, ev tada û tehqîr gelek zêde ne.
Ew malbatên ku her wekî kurdan kedkar û emele ne, lê ger piçek xwedî
zevî bin, ger çend ta xerzên wan hebin jî, li hemberî kurdan xwe qure
dikin û bi pozbilindîyê hewl didine xwe da ku kurd bi nêzî xanî yan jî
gundê wan nebin. Mînakeke
din ya ji hev cihêbûna civakî jî, efserên ku li herêmên pevçûnê
demekê peywirdar bûne, îcar piþtî ku malniþîn dibin, derbarê wan salên
xwe de, derbarê þer û pevçûnan de bîranînên xwe didine weþandin. Di
vê çarçoveyê de gelek pirtûg hatine weþandin. Di van bîranînan de têye
qalkirin ku, ji leþkeran tîm hatine avakirin, cil û bergên kurdan li wan
kirine, her wekî kurdan rû û simbêl berdane û hewl dane xwe da ku bi
kurdî biaxifin. Van tîmên hanê roket avêtine þêngehên civakî, bombe
avêtine nav þênîyên kurdan. Bo numûne, dibêjin “Li Þemzînan ji bo
ku em rengê þer û pevçûnê li dar xînin, me bi awayekî qestî guleyên
hawanê û roketan diteqand”. Bi vî awayî têye îfadekirin ku, ji xwe
re hincet çêkirine da fiþarê li kurdan bikin, da bikaribin li hemberî
malbatên kurd operasyonan bidine destpêkirin. Ev qisetkirinên hanê di
nav tirkan de wek “xweþmêrî û lehengî” têne dîtin, belam, li
nav kurdan jî, bi vî awayî têye famkirin ku bê hela kurd çawan
têne rêvebirin, çendî xirab têne îdarekirin. Ne mumkûn e ku meriv nebîne
bê hela di van dîyardeyan de heta bi kîjan radeyê ji hev cihêbûneke
civakî çêdibe. Li
Tirkîyê di nav civakê de ji hev cihêbûneneke derûnî (psîkolojîk) jî
heye. Heke di pevçûnekê de leþkerek jîyana xwe ji dest dabe, te divê
ji bo wî leþkerî yan jî te divê ji bo malbata wî be, gotinên gelek
pesindar têne gotin. Merasîma definkirina cenazeyên wan di bernameyên nûçeyan
de wek nûçeya sereke têye pêþkêþkirin. Bo numûne, dibêjin “Dê
hefteyek paþê bibûna bav.” “Ji teskereya wî re pênc roj mabûn.”
“Xwedî dergistî bû, dê piþtî teskereyê daweta wî çêbibûya…”
Radyo û televîzyon û rojname di vî warî de gelek aktîv in. Heke di pevçûnan
de mîlîtanekî kurd bête kuþtin, di nûçeyên wê de her wekî ku bibêjin
“oxweþ!”, bi vî awayî pêþkêþ dikin. Mirovên tirk heta ku hestên
wan kurdên ku zarokên xwe di pevçûnan de winda kirine fam nekin, heta ku
xwe nekin þûna dayîkên kurdan, dê nikaribin pêþî lê vê ji hev cihêbûna
derûnî ku her diçe civakê ji hev vediqetîne bigrin. Her wiha, ev jî têye
zanîn ku ev cihêtîya derûnî gelek di kûrahîyê de ye. Brokrasîya sîvîl
û ya leþkerî jî jana dayîkên kurd, jana malbatên kurd ku zarokên xwe
li þerî winda kirine, divêt di xwe de hîs bikin. Ger proseseke bi vî
awayî dest pê nebe, bihevrebûna civakî çênabe. Di
gotara berîya viya de me balê kiþandibû ser bernameya hukûmatê. Me
hewl dabû da bibêjin ku, heke aþtîyeke navxweyî çêbibe, yan jî, ji
bo aþtîyeke navxweyî gav bêne avêtin, hingê wê demê bernameya hukûmatê
dikare pratîze bibe. (Hükümet Programý ve Kürt Sorunu, Kovara Esmer,
Hj. 34, Kewçêr 2007) Aþtîya navxweyî, ew aþtî ye ku di navbera hukûmat
û kurdan de çêdibe. Lêbelê alîyekî cihê yê prosesa aþtîyê jî
heye ku, ew jî di navbera kurdan bi xwe de divêt çêbibe. Di vî warî de
ez dixwazim bala we bikêþim bi ser du pirtûgan ve. Yek jê pirtûga Orhan
Miroðlu ya bi navê Her Þey Bitti, Anaya Söyleyin (Evrensel Basým-Yayýn,
Nîsan 2007, Îstanbul) e. Orhan Miroðlu ligel 30 jinên ku di pevçûnan
de zarokên xwe, xizmên xwe winda kirine hevpeyvînan kirîye. Di van
hevpeyvînan de jin çêlî îþkence û zilmê dikin. Ew jana ku ji encama
van kiryaran çêdibe, hatîye qisetkirin. Di hevpeyvînan de têye qalkirin
ku bê hela wan zilm û îþkenceyan çawan tînin bîra xwe. Hestên þînê
têne îfadekirin. Qalkirina wan agir bi dilê meriv dixîne, kezeba meriv
diperitîne, meriv di nav xemgînîyê de xerq dibe. Ji van jinan, ez jî
Remziye Rüzgarê (Zengin) nas dikim. Di salên 1990î de dema ku dihate
hevdîtina kekê xwe Seyfettin Rüzgarî hê zarokeke piçûk bû. Piþt re
zewicîye, bûye xwedî zarok… Di pevçûnan de kekê wê Seyfettin, mêrê
wê, kekê wê yî din û xizmên wê hatine kuþtin. Ez hêvî dikim ku
Remziye di van rojan de ligel zarokên xwe piçek bigihê aramîyê. Pirtûga
din ku ez ê qala wê bikim, bi navê Adýný Koyamadým (Weþanxaneya
Dozê, adar 2007, Îstanbul) a Mehmet Þerif Þener e. Pêþgotina vê pirtûgê
nivîskarê lêkolîner Hasan Yýldýzî nivîsîye. Qisetkirinên vê pirtûgê
jî bi qasî ya pêþî agir bera dilê meriv didin, meriv pê xemgîn dibe.
Di navbera van her du dîyarde û prosesan de cihêtîyeke grîng heye. Yên
pêþîyê bi vî awayî yan jî bi wî awayî dikarin dengê xwe ragihênin,
her çawan be jî dikarin derd û janên xwe ligel nas û dostên xwe parve
bikin. Bo numûne, jinekê ku ligel Orhan Miroðluyî hevpeyvîn kirîye, di
heman demê de jana xwe jî parve kirîye. Bi pirtûga Her Þey Bitti,
Anaya Söyleyin re kesên ku jana xwe parve dikin hê zêdetir dibin. Lê
ji yên din qet deng dernayê. Dengê wan nikare derkeve. Evên hanê di nav
jana xwe de diqijilin. Kurd, her wiha, PKK dibêje, “Divêt Tirkîye ligel
dîroka xwe rû bi rû bibe!” Ev yek divêt ji bo PKK jî wiha be. Divêt
PKK jî ligel dîroka xwe rû bi rû bibe. Pirsgirêkên
bi vî rengî di nav rêxistinên çep de jî çêbûne. Mîlîtanin hene ku
li zindanê ji alîyê hevalên xwe ve hatine kuþtin, yên ku hatine tecrîtkirin
jî hene. Li nav hindek rêxistinên çepgîr ev bûyerên bi vî awayî
çêbûne. Tu dengek ji wan malbatên ku zarokên xwe bi vî awayî winda
kirine dernayê. Ev malbat û dayikên hanê nikarin jana xwe parve bikin. ____________________ Çavkanî:
www.peyamaazadi.org
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org