Danasîna pirtûka "Xalê Min Ferîd" ya Paþa Uzun

 

Danasîn: Roþan Lezgîn

Berhem: Xalê Min Ferîd

Nivîskar: Paþa Uzun

Tewir: Biyografî

Rûpel: 131

Weþanxane: Weþanxaneya Vate, Stenbol, 2006

Navnîþana Xwestinê: Katip Mustafa Çelebi Mah. 

Tel Sok. No: 18 Kat: 3 Beyoðlu / Ýstanbul 

Tel: 0 212 - 244 94 14 

E-posta: kovaravate@yahoo.com

 

Paþa Uzun di pirtûka xwe “Xalê Min Ferîd” de, biyografiya xalê xwe Ferîd Uzunî dinivîse. Dibe ku nifþên nû Ferîd Uzunî nas nekin, lê çend nifþên berê baþ wî nas dikin.

Belê, pirtûk jînenîgariya Ferîd Uzunî qiset dike lê Paþa Uzun di ber re jî derbarê dîroka kurdan a nêzîk de gelek malûmatan dide. Zêdetir jî derbarê salên 1970yî de… 

Li salên 1970yî siyaseta kurdan digihîje merhaleyeke nû. Ew merhale jî dibe bingeha siyaseta îro. Xort û keçên wê demê çi difikirin, rewþa wan çawan e, rewþa kurdan a civakî çawan e, sedemên bingehîn ên siyaseta wê demê çi ne? Di vê kitêbê de li ser van mijaran gelek agahî hene.

Ferîd Uzun li Sêwregê çavên xwe li jiyanê vedike û li Sêwregê çavên wî têne girtin.

Sêwreg, ji bo rewþa bakurê Kurdîstanê ya salên 1970yî dibe eynikek. Taybetiya salên 70yî ew e ku gelek xort û keçên kurd bala xwe didin ser xwendinê. Ciwanên kurd ji bo xwendina li universîteyan diçin bajarên mezin. Li wir jî çepgîriyê, îdeolojiya sosyalizm û komunîzmê, ya girîngtir jî siyasetê hîn dibin. Ciwanên kurd di nav siyaseta çepgîrên tirkan de rewþa Kurdistanê baþtir dibînin. Û her wiha, têdigihên ku çepgîrên tirk bi çi çavî li Kurdistanê dinihêrin, lewma jî riya xwe ji wan dadigerînin. Ciwan piþtî qedandina mekteban, bi þûn de vedigerin û li welatê xwe dest bi xebatên siyasî dikin.

Dem dema danîna komeleyan (dernek) e. Gelê kurd ji ciwanên (telebe) xwe memnûn e, bi wan bawer e. Ji ber ku ciwan bo pirsgirêkên gelê xwe her tim li çareseriyan digerin. Di jiyana wan a rojane de bi wan re ne, piþtgîrên wan in.

Li welat, beriya gelek bajaran li Sêwregê bayekî xweþ dest pê dike. Keçên ku berê nikarîbûn ji deriyê malê derkevin devre, bi vî bayî re serbest dibin, êdî bi rehetî diçin tiyatroyan, diçin komeleyan û tevlî xebatên ciwanan dibin. Ciwanê ku tevlî xebatê nebûye tune. Ew pêlek e û hemûyê ciwanan dide ber xwe…

Tebîî ye ku dewlet jî vê rewþê dibîne!

Ji niþkê ve li Sêwregê geremoleyek, anarþiyek, kaosek dest pê dike; mal tên þêlandin, keç têne revandin, mirov rehîn têne girtin, êdî nijde/çete dikevin nav Sêwregê. Li ser navê komeleyên xortan belavok li der û dorê têne avêtin, nameyên tehdîdê têne þandin. Dixwazin van karên kirêt, van þêlandinan bikine stûyê ciwanan de. Armanca wan ew e ku xelkê ji ciwanan bi dûr bixînin. Û li derdora Sêwregê jî gire-gira çekan e; eþîr bi hev ketine. Dewlet ji bo sekinandina þerê wan hîç kêfa xwe xirab nake, li hevûdin kuþtina kurdan temaþe dike.

Di pirtûka Paþa Uzunî “Xalê Min Ferîd” de rexneyên balkêþ li siyaseta wê demê têne girtin: Ciwanan giraniya xwe daye ser jiberkirina îdeolojiya komunîzm û sovyetîzmê. Ew li Sêwregê li ser cudahiyên di navbera îdeolojiya Sovyetan (Lenînîzm) û Çîn (Maoîzm) û nizanim çi de li hev dixin, þerê hev dikin, lê balafirên Sovyetan jî li baþûrê Kurdîstanê kurdan bombebaran dikin. Baasiyên hov bi alîkarî û bi çekên sovyetan welatê kurdan dikine kavil...  

Xal û xwarzî her yek di nav komeleyeke cihê de ne. Navbera komeleyan ne xweþ e. Rojekê ev du siyeset li hev dixin; di merasîma hilanîna cenazeya þehîdekî de li ser sloganavêtinê di nava her du komeleyan de pevçûn derdikeve. Xal û xwarzî tên rûberî hev. Xal êrîþî xwarziyê xwe dike. Xwarzî xwe paþ ve dide. Dinihêre ku tu riyek tune, kêrê dikþîne û bang dike, dibêje “Meyê, tu xalê min î, lê ez ê li te xim!” Xal dev ji wî ber dide û diçe. Ew bi xwe jî bi vê gotina xwe re þaþ dibe, ji ber ku di siyaseta me de têkiliyên merivatiyê, pêwendiyên xal û xwarzîtiyê wek têkîliyên feodalî têne dîtin. Dû re hemû hevalên wî yên siyasî, wî þermezar dikin (!).

Demekê, xal pêdihese ku dê xwarziyê wî were kuþtin. Ji bo ku nekeve nav rewþeke têkiliyên feodal, ji bo ku ji aliyê hevalên xwe yên siyasî ve neyête þermezarkirin, rasterast xeberê nade xarziyê xwe da ku xwarzî xwe biparêze. Dû re, xal tê kuþtin. Lê xwarzî, dîsa ji ber vê sedemê nikare here ser cenazeya xalê xwe. 

Jiyana Ferîd bi lezûbez diherike; ew ji aliyekî ve þoreþgeriyê dike. Ji doza DDKOyê dikeve hepsê. Bi derketina ji hepsê re dizewice. Dibe bavê Yekbûnê. Ji aliyekî ve jî muhendisê ziraetê ye, li karê fermî dixebite. Her wiha, heta bi gewriyê jî di nav siyasetê de ye ku xizmeta gelê xwe bike. Ew bi kurdî þîîran dinivîse, li tembûrê dixîne û bi kurdî sitranan distrê, derdê wî rizgarbûna kurdan e. Mîna gelekan mejiyê xwe ne tevlîhev e. Baþ dizane ku çi dike. Û di dawiye de bi destê siyasiyên kurd têye kuþtin.

Paþa Uzun bo kuþtina Ferîd Uzunî wisan dibêje, “Wî kesê ku Ferîd kuþt, ew jî mîna Ferîd tevlî xebata rizgariya kurdan bûbû.” Bi vî awayî bala xwendevanan dikêþe bi ser birakujiya kurdan a bîlasebeb û bêmana de!…

Em hêvîdar in ku di nav siyaseta kurdan de hîç caran ev kuþtinên siyasî êdî çênebin. Hemû kes û kom û komel û rêxistin û partiyên kurdan ji hev cihê xwe birêxînin jî, fikrên wan ên kesane û komelayetiyê ne wekî hev bin jî lê di doza kurdayetiyê de li ser zemîneke kurdewar û hevpar bi hev re bin; di aliyên muþterek de bi hev bikin, hîç caran li hemberî hev þîdetê kar neynîn û qedrê hev bizanin.

Paþa Uzunî di pirtûka xwe de zimanekî sade û xwezayî xebitandiye. Ziman, zimanê Ferîd Uzunî û netewa wî ye. Ji vê çendê em bawer in ku Ferîd Uzun bi xwe jî gelek razî ye, ku piþtî weþandina vê pirtûka hêja ya bi vî zimanî, niha di gorra xwe de hîn rehettir e. Em hêvîdar in ku hemû siyasiyên kurdan êdî di jiyana xwe de zimanê kurdî bikin zimanê sereke.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org