|
DAXUYANÎ BO BERPIRSIYARÊN MALPERA PENa
KURD Roþan
Lezgîn Bêguman
em hemû dizanin ku hîn jî dewleteke me ya serbixwe ku tevayî kurdan û
welatê wan Kurdistanê bigre nava xwe nîn e, ji lewre em kurd bi tevayî
nehatine bal hev û me ji bo alfabeyeke hevpar (muþterek), ji bo qaydeyên
rêzimanî (îmla) yên hevpar û standard biryareke fermî negirtiye, lê
ev nayête wê wateyê ku mezin û zanayên me kurdan di warê alfabe û rêzimanî
de hîç karekî nekirine û her wiha, em ê jî di vî warî de tu karekî
nekin. Di
roja îroyîn de sê standardên (xwezî goranî û lorî û diyalektên din
jî bêne nivîsandin) kurdî hene û helbet di warê qaydeyên nivîsîna
van her sê diyalektan de; 1.kurdiya kurmancî û 2.kurdiya soranî û
3.kurdiya zazakî heta roja îroyîn, digel ku hîn jî hindek munaqeþe
hene, lê gelek karên hêja hatine kirin. Alfabe û qaydeyên muþterek
hatine tesbîtkirin. Bo numûne, ji sala 1996an de gelek zana û lînguîstên
kirmanc wek însîyatîfeke xurt (Grûba Xebate ya Vate) bi awayekî zanistî
ji bo tesbîtkirina qaydeyên kirmanckî û her wiha ji bo standandardîzekirina
wê xebateke hêja dikin ku heta bi niha di vî warî de gelek rê hatiye
girtin. Ew
banga PENa Kurd ya ku derbarê yekkirina alfabeya kurdî de hatiye kirin,
bangeke rast e. Ez bi xwe jî tevlî vê bangê dibim û ez hêvîdar im ku
hemûyê kurdan alfabeya latînî kar bînin, bi vî awayî bigihên
standardeke netewî. Îcar
hindek nivîsarên ku li malpera PENa Kurd bi kirmanckî (kurdiya zazakî) têne
weþandin, her wekî ku heta niha hîç bi kurdiya zazakî nehatibe nivîsîn,
bi alfabeyeke cihê û her wiha bi qaydeyên cihê têne nivîsandin! Ev yek
tevliheviyeke mezin derdixîne. Niha min bizanîbûya ku ev tevlihevî tenê
bi wî kesê/kesî ku vê nivîsarê nivîsandiye re sînorkirî dimîne, ji
bo min qet ne xem bû, tevlihevî û þaþiyên wê/wî bila jê re bin! Lê
çawan ku tê zanîn, dema ku metnek hate nivîsîn û li kovarekê bo
rayagiþtî hate belavkirin êdî þaþîyên wê jî dikarin bibin þaþiyên
giþtî! Çi
ye mesele? Niha di nav kurdên zaza de çend kes hene ku doza “zazacîtiyê”
dikin, yanî xwe ji kurdan hesab nakin ku xwedêgiravî zaza mileteke cihê
ye û welatê wan jî zazakîstan e! Em baþ dizanin ku di van karên kirêt
de pêçiya dewleta Tirkiyê heye! Dixwazin kurdan ji hev bikin, di nava wan
de cihêtiyê çêbikin… Îcar ev kesên ku doza “zazacîtiyê” dikin,
ew alfabeya kurdî ya ku Mîr Celadet Bedirxanî tesbît kiriye ku niha
tevayî kurdên ku bi alfabeya latînî dinivîsin giþ vê alfabeyê
dixebitînin, lê ev derdor viya qebul nake. Beriya
niha jî min nivîsarekê li malpera PENa Kurd xwendibû ku nivîskarê wê
birêz Dr. Alî Kiliç bû. Çi bi zanebûn û çi bi nezanî, baþ dixuye
ku ev camêr jî alfabeya Mîr Celadet Bedirxanî qebul nake, bi alfabeyeke
tevlihev û þaþ dinivîse. Her wiha alfabeya wî li derveyî fonetîka
kurdî ye, ya ku “zazacî” kar tînin, ew jî wê alfabeyê kar tîne.
Ev yek bi tena serê xwe dubendî û tevliheviyeke mezin dixîne nav lîteratura
kurdî, bi taybet kurdiya zazakî, ku dê li paþerojan kes nikarîbe ji nav
derbikeve. Ji
wê nivîsara ku PENa Kurd wek daxuyaniyekê bo yekkirina alfabeyê amade
kiriye, ku aniha ez baþ nizanim kîjan kesî wergerandiye kirmanckî, tenê
di paragrafekê de ez dê hindek numûneyan pêþkêþ bikim da ku baþtir bête
dîtin bê hela çi xisareke mezin digihê yekkirina alfabe û hevdengiya
kurdayetiyê: “Çônd
seĭ-ser -ra,
Milete Kurdî, hâqâ
sazkerdena dewleta hu-ia zuin-e’ra
bê barê mend. Çýke, na qêsa gýrse’ra,
ewru ,Zône(Zîmane) Kurdî eve
dĭroka hu, çônd
zaravei,alfabe hu, edebiyata hu , pei-da bi-é .
Sersala
20.de na pýrrengîneni, çinçinikeni
jî kare de dewleti ame vinitene. Lê belê, na serune péenu’de
welete ma, Kurdistané cerri, rizgar bi,
statu-ia herema federale guret,qesa zu-biana Zônî û weçintenia zû
zarave zof bi karo de xýrt, koth
rojevê ma.” Ev
pîtên (ô,
ĭ,
-,
â,
ý,
é, th) ku min bi rengê sor îþaret
kirine di alfabeya kurdî de nîn in, û bêyî vana hindek pîtên din (ü,
ĉ,
kh) jî xebitandine. Ev
çi deng in, an jî ev çi pît in? Ez nizanim. Ger kurdekî kurmanc ji vana
fam neke, kurdekî zaza hîç nikare fam bike! Ew
metna daxuyaniyê ya bi zarê kirmanckî ji aliyê sentaksê ve, ji aiyê
nivîsîna forma peyvan ve, her wiha bi giþtî ji aliyê qaydeyên gramerî
ve seranser þaþ e! Kes nikare têbigihê. Ez bawer im ku ew kes qesten
zimanê me xirab dike! Ji
bo ku kurmancek jî bi rehetî têbigihê ez dê xeletiyeke sivik berbiçav
bikim: 1.Zônî(Zîmani) 2.
Zône(Zîmane) 3.
Zône( zîmané) 4.
zone(zîmane) 5.
zôn (zîman) Li
nav kurdên zaza wek devokên cihê ev peyv (ziman) wek “zon”,
“ziwon”, “ziwûn” û “ziwan” tê bilêvkirin, ne di devoka Dêrsimê
de û ne jî li dereke din min nebihîstiye ku hîç kesek rabe bibêje, “Zônî(Zîmani)”.
Forma rastîn a vê peyvê di kurdiya zazakî de “ziwan” e, yên din
deformebûyî ne. Jixwe, Grûba Xebate ya Vate jî vê formê (ziwan) wek
forma standard kar tîne. Ji
kerema xwe re bala xwe bidinê, di vê nivîsarê de vî kesî pênc caran
bi pênc formên cihê ev peyv nivîsandine! Êdî hûn felaketa mezin texmîn
bikin. Ez bawer im ku meriv dema bala xwe bide ser vê nivîsê dê bi hêsanî
têbihgihê ku ev kes tu tiþtek ji zanîna lînguîstîk ya kurdî fam
nake. Lêbelê madem ku fam nake hingê divêt dev ji vî karî berde,
careke din bi vî awayî nenivîse, ger dilê wî dixwaze xizmetekê bike
bila beriya her tiþtî qaydeyên nivîsandina bi zimanê xwe baþ fêr bibe
û hîn binivîse, çunke mafê hîç kesekê/kesekî nîn e ku bi zimanê
neteweyekê re li gor kêfa dilê xwe bilîze! Ez
hêvîdar im ku PENa Kurd jî dê tenê nivîsên ku li gor qaydeyên kurdî
hatine nivîsandin biweþîne û rê nede vê lewitandinê. Ger xêreke PENa
Kurd negihê kurdiya zazakî jî qet nebe bila xisarekê nedin, li ser hesabê
kurdan dê ew jî bibe qenciyek. 27. 08. 2006 - Diyarbekir
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org