|
Derbarê
“Xirakirna Ezberê” de
Ýsmail
Beþikçi Wergerandina ji
tirkî: Roþan Lezgî
Prof.
Dr. Baskýn Oran wek namzedekî serbixwe li herêma 2. a Îstanbulê beþdarî
hilbijartina 22 tîrmeh 2007 bû. Li ser hesabê Mamosta Baskýnî
kampanyayeke gurr a hilbijartinê hate meþandin. Nivîskar û roþinbîrên
wek Yaþar Kemal, Adalet Aðaoðlu, Tarýk Ziya Ekinci û Ruþen Aslanî
bi xurtî piþtgirî dan. Ev piþtgirî her li dar bû. Ji bo ku Mamosta
Baskýn bête hilbijartin panel, konferans, civînên li malan û
qehwexaneyan hatin lidarxistin. Profesorên zanyarîya sîyasetê yên wek
Ahmet Ýnsel û Seyfettin Gürselî Mamosta Baskýnî teþwîq kirin da ew
wek namzedekî serbixwe yê çepgir beþdarî hilbijartinan bibe. Ermen û
çerkez û suryan ketin nav hewldaneke mezin da ku Mamosta Baskýn bête
hilbijartin. Beþek
ji kurdan jî hebûn ku piþtgirî didan Mamosta Baskýnî û bi awayekî
aktîf di nav hewldanan de bûn. Beþeke mezin ji roþinbîrên kurdan piþtgirî
dan Mamosta Baskýnî. Komela Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan, Yekîtîya
Tabîbên Tirk û hindek jûreyên pîþesazî yên din piþtgirîyê dan vê
kampanyayê, di vê kampanyayê de bi awayekî aktîf cih girtin. Di pêvajoya
hilbijartinê de hema bibêjin ku her roj daxuyanî û anons li rojnameyên Milliyet
û Radikalê hatin weþandin. Di van rojnameyan de, her wiha, di yên
wek vana de li ser hesabê Baskýn Oranî berdewam gotar hatin weþandin,
hest û nest hatin eþkerakirin. Di rûpelên van rojnameyan de her roj li
keviya þerîdên reklaman, di nav çarçoveyekê de nivîskar û roþinbîr
û profesoran li ser hesabê Mamosta Baskýnî hizrên xwe beyan kirin. Wan
da zanîn ku, ger Baskýn Oran di hilbijartinê de bi ser bikeve dê li
parlementoyê muxalefeteke gelek dînamîk pêkwere. Li Tirkîyê êdî
namzedên çep ên serbixwe jî dê li parlamentoyê bibin xwedîyê îmkanên
temsîlkirinê. Li
gorî qenaeta min di jîyana civakî ya tirk de, heke em bala xwe bidin ser
hilbijartinên giþtî, em bala xwe bidin ser beþdarbûna namzedên çep ên
serbixwe, bi qasî ku bo Baskýn Oranî piþtgirî hatîye dayîn bo hîç
namzedekî din nehat dayîn. Li ser hesabê Baskýn Oranî kampanyayeke
gelek gurr, dînamîk û rengîn hate pêkanîn. Mamosta Baskýnî li
rojnameya Radikal Ýki û Agos gotarên ku hizr û hestên wî
didin xuyandin dan weþandin. Rojnameyên Radikal û Milliyetê
gelek caran hevpeyvînên ku ligel wî hatine kirin belav kirin. Mamosta beþdarî
bernameyên kanalên televîzyonê yên wek NTV û CNN Türk û hindekên
din jî bû. Li BBC, li radyo û televîzyonê beþdarî bo bernameyan
kir… Belam digel vê kampanyayê Mamostayî bi qasî ku bête hilbijartin
nikarî rayan bigre. Di vî biwarî de Mamosta Baskýnî daxuyanîyeke wisa
da: Li Tirkîyê çepgîrî heye belam girseyên feravan ên gel ku ev çepgirî
piþta xwe bispêre, nîn in. Çepgirîyeke bêyî gel… Ewên ku ray dan
Baskýn Oranî, bi giþtî derdorên çepê tirk bûn. Ermenî û çerkez û
ewên ku wek “ewên din” têne hesibandin jî ray dan. Û meriv dikare
bibêje ku Mamostayî ji kurdan, ji roþînbîrên kurdan jî gelek ray
girt. Belam ez ne bawer im ku derdorên çepên tirk ray dabin namzedên
serbixwe yên kurd. Mamosta
Baskýnî di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de zêdetir têgeha
“xirakirina ezberê” bikaranî. Di gotarên wî de, di axiftin û sohbetên
wî de têgeha “xirakirina ezberê” gelek hate karanîn. Wî digot,
“Di jiyana sîyasî ya tirkan de hindek têgehên xwedî hukûm hene,
hindek nirxên xwecihî hene. Evên hanê wek qalibekî statîk her tim têne
dubarekirin. Ev hatine ezberkirin (jiberkirin), her tim hatine tekrarkirin.
Ez ê van ezberan xira bikim, ez ê bibim berdevkê bindestan û ewên din
û ewên ku li derveyî jiyana civakî hatine hiþtin û ewên ku li kevî
û qeraxan mane…” Ez
ê di vê gotarê de hewl bidim xwe da bidime nîþan ku ezbereke Baskýn
Oranî ya derbarê pirsa kurd de jî heye û her berdewam e. Mamosta Baskýn
dibêje “her awayê neteweperestîyê xirab e” û lê zêde dike,
dibêje “helbet neteweperestîya neteweya serdest xirab e, belam
neteweperestîya neteweya bindest jî xirab e”. Derbarê xirabîya
neteweperestîya neteweya bindest de mînakekê jî dide ku “mûsevî heta
bi sala 1948 kirdeyên (subjekt) neteweperestîya neteweya bindest bûn,
belam piþtî sala 1948 ew bûn neteweperestê neteweya serdest…” Ev
hizra hanê ne tenê hizra Baskýn Oranî ye. Ev hizra hanê ji alîyê nivîskarên
tirk ve, ji alîyê roþinbîrên tirk ve, ji alîyê çepên tirk ve, ji alîyê
rastên tirk ve û hwd. bi awayekî giþtî têye pejirandin û her têye
dubarekirin. Ev dîtin, ev hizir yek ji dîtinên bingehîn yê jiyana sîyasî
ya tirkan e ku xwedî hukûmeke statîk e, ji nirxên xwecihî ye û wek
qalibekî þematîk her tim têye dubarekirin. Ev
dirûþm e. Ezber tiþtekî wisa ye. Ji alîyê hindek beþên ku civaka
tirk pêktînin ve her têye dubarekirin. Ger ev dîtina hanê bête vekolîn
dê baþ be. Neteweperestîya
tirk dixwaze kurdan asîmile bike. Ji bo ku asîmilasyonê pêkbîne her
tedbîrî digre, tu kirinekê texsîr nake. Qedexeyên îdarî, qedexeyên
hizrînê, koçberkrina ji cih û waran, surgûnên kesane û yên girseyî,
zordayîna bo cerdevanîyê, þewitandin û kavilkirina gundan û hwd. pêktîne
û serî li her metodê dide. Îcar li hemberî viya, tevgerek jî heye ku
dibêje ez dixwazim bi nirxên xwe re bijîm, hesreta kurdayetîyê dide zanîn.
Tevgerek heye ku rexne li fiþardinan, li qedexeyên îdarî, li qedexeyên
hizrî digre. Dibe ku meriv van hewldanên kurdan jî bi têgehên
neteweperestîyê binirxîne. Lêbelê gelo ev her du awayên neteweperestîyê
çawan dikarin wekî hev bêne sêwirandin? Digel ku her yek ji van
neteweperestîyan naverok û armancên xwe gelek ji hev cihê ne, gelo çawan
dikarin bi heman rengî bêne dîtin? Yek dibêje “ez ê te asîmile
bikim, heke tu nebî ez ê te tune bikim” û ji bo vê yekê fiþardinê
pêktîne, lê ewê din dixwaze ligel nirxên xwe bijîye û li dijî fiþardinê
derdikeve. Gelo ji alîyê etîkî (exlaq) ve çêdibe ku meriv her duyan
wekî hev bibîne? Li alîyekî sloganên wek “Xwezî bî wî kesî ku bibêje
ez tirk im”, “Tirko, bi xwe bipesife, bixwebite, bi xwe bawer be”
“Tirkekî dike bi dinyayê” li qûntarên gir û gaz û çîyan têne
nivîsîn, her sibehê bi zarokên kurdan sondên wek “Ez tirk im, ez rast
im, ez jêhatî me… Bila hebûna min bo hebûna tirkayetîyê fîda be”
didine xwendin, li alîyê din girse û mirovên ku dixwazin ligel nirxên
xwe yên neteweyî bijîyîn, ji bo vê yekê têdikoþin û li hemberî fiþardinan
li ber xwe didin hene. Ev her du hîs û hizr, ev her du reftarîyên bereksê
hev çawan dikarin wekî hev bêne dîtin? Neteweperestîya tirk, bo numûne,
ji bo ku dixwaze kurdan asîmile bike, ji ber ku nahêle kurd hilma xwe
bidin, ji vê çendê xirab e. Di hîsên neteweyî yên kurdan de, di nav
neteweperestîya kurdan de tu armanceke wisa nîne ku… Tu armanceke kurdan
nîne ku ewên ne kurd asîmile bikin. Tenê ew hewl didine xwe da ji bin
zordarîyê derkevin, ligel nirxên xwe bijîn û hêjahîyên xwe derxin
meydanê. Ev jî ji bilî hewldaneke parastina nirxên mirovane û nirxên
gerdûnî ne tiþtekî din e. Digel
ku ev pêwendî ewçend vekirî ne jî, lê cardin gotina “her awayê
neteweperestîyê xirab e, her wekî neteweperestîya neteweya serdest
neteweperestîya neteweya bindest jî xirab e” ji bilî ezberekê ne tu tiþtekî
din e. Ezber tiþtekî wisa ye. Eþkera ye ku ev dîtineke dewletperest e.
Diviyabû ku kurdan vê ezbera Mamosta Baskýnî xira bikirana û jê bipirsîyana
ku “ev her du reftarî, ev her du armancên ji hev cihê, ev her du armancên
ku ziddê hev in, çawan dikarin wekî hev bêne dîtin?” Heke kurd
nikarin vê ezbera hanê xirabikin, ev yek qelsîya muxalefeta kurdan û dûrbûna
wê ya ji civata kurdî nîþan dide. Digel ku rewþ ewçend vekirî ye,
cardin jî ezbereke wisa her berdewam dibe û ev ezber ji alîyê roþinbîran
ve qet nayê pirsîyarkirin. Hingê ev rewþ bi me dide nîþan ku bê hela
bandora îdeolojîya fermî çendî li ser nivîskaran, li ser roþinbîran,
li ser zanîngeh û çapemenîyê heye. Dibêjin
“neteweperestîya mûsevîyan heta bi sala 1948 neteweperestîya neteweya
bindest bû, belam piþtî sala 1948 ew dagerîya neteweperestîya neteweya
serdest”. Divê meriv bala xwe bide ser vê îfadeyê jî. Heke miletek
dixwaze dewleta xwe ava bike, ne rast e ku meriv rabe bi texmîna ku “heke
ew dewletê ava bikin dê zilmê li miletên din bikin” pêþîya wan
bigre. Helbet roþinbîr piþtgirên bindestan û ewên din û ewên ku li
kevî û qeraxan mane ne. Heke ev bindest rojekê dewleta xwe ava bikin û
rabin zilmê li hinekên din binkin hingê vê carê dê rexne li wan jî bête
girtin. Di dema Saddam Huseyn de filîstînîyên ku ji Filîstînê hatibûn
surgûnkirin, li Îraqê, li Bexdadê dijîyan. Saddam Huseynî van filîstînîyan
di nav muxaberatê de, bi taybet jî li hemberî kurdan bikaranîn. Ev yek,
polîtîkayeke wisa bû ku Saddam Huseynî bi taybet pêkdianî. Bo numûne,
vê rejîmê li zindanên Silêmanîyê “Jûreyên herimandina namusa
jinan” çêkiribûn. Di van beþên zindanan de filîstînî jî hatibûn
peywirdarkirin. Em pirtûga Kenan Makîya Wehþet û Bêdengîyê bînin
bîra xwe… Belam ev pêwendîyên qirêj, ev prosesa bêexlaq li pêþîya
dewletavakirina filîstînîyan nabin asteng. Helbet divêt ev pêwendîyên
qirêj, ev prosesa bêexlaq bête rexnekirin. Ez
di vê qenaetê de me ku pêwendîyek di navbera reftarîya Mamosta Baskýnî
û vê ezberê de heye. Ew jî ev e: Dema eþkera bû ku dê hilbijartin di
22 tîrmehê de çêbibin hingê DTP (Partîya Civaka Demokratîk) da
xuyakirin ku dê bi namzedên serbixwe tevlî hilbijartinan bibe. Berpirsîyarên
DTPê di pêvajoya destnîþankirina namzedan de bo Baskýn Oranî jî pêþnîyaza
namzedîyê birin. Namzedîya ji herêma 2. a Îstanbulê. Mamostayî vê pêþnîyazê
qebul kir. Her bi vî awayî li herêma 1. a Îstanbulê Ufuk Uras, li Îzmîrê
Levent Tüzel, li Dîyarbekir Akýn Birdal, li Konyayê Ayhan Bilgen û li
Anqerê Þükrü Erbaþ wek namzed hatin nîþandan. Ufuk Uras ji berpirsîyarên
ÖDP (Partîya Demokrasî û Azadîyan) bû, Levent Tüzel serokê EP (Partîya
Kedê) bû. Akýn Birdal ji SDP (Partîya Demokrasîya Sosyal) bû. Ayhan
Bilgen serokê Komela Mezlûman bû. Li
wan rojên ku kampanyaya hilbijartinê dest pê dibû, DTP ligel wan 60
namzedên ku li bajarên cihê wek namzed nîþan dabûn komcivînekê çêkir.
Ligel kesên ji DTP Ufuk Uras, Lavent Tüzel, Ayhan Bilgen, Akýn Birdal û
Þükrü Erbaþ jî beþdarîyê bo vê komcivînê kir. Baskýn Oranî got
“Ez namzedekî serbixwe yê çep im” û tevlî komcivînê nebû. Nexwe,
ew kesên ku me navê wan li jor got, ew jî namzedên serbixwe yên çep bûn
û bi esprîya hevkarîya ligel DTP wek namzed hatibûn nîþandan. Heke
werin hilbijartin, bo numûne, ew muxeyer bûn ku ligel DTP tevbigerin an
negerin. Bo numûne, Ufuk Urasê ku di hilbijartinê de bi ser ket, gelek bi
hêsanî û di demeke gelek kin de cardin tevlî ÖDP bû. Niha di TBMM
(Meclisa Gel a Mezin a Tirkîyê) de vê partîyê temsîl dike. Beþdarnebûna
Mamosta Baskýnî ya bo vê komcivînê wek kesayetek ji min rê seyr hat.
Beþdarbûna wî ya bo vê komcivînê, xwenîþandana ligel kurdan ji
serxwebûna wî re nedibûn asteng. Li ser vê reftarîyê DTP jî rabû li
heman herêmê namzedê xwe nîþan da. Ji ber ku ray di navbera van her du
namzedan de hatin parvekirin lewre tu namzedek di hilbijatinê de biser
neket. Ez bawer im ku beþdarnebûna Mamosta Baskýnî ya bo vê komcivînê,
nexwestina wî ya ligel kurdan bûyinê, ji rûyê ezbera wî çêbû. Ez di
wê qenaetê de me ku Mamosta tevgerên kurdan wek tevgerên “neteweperestîyê”
dibîne. Gelo tevgerên kurdan wisa ne yan na? Dê ev bibe mijareke din. Lêbelê
di nav kurdan de hîsên neteweyî pêþve neçûne. Ev mijareke wisa ye ku
divêt bi awayekî din li ser bête rawestîn. Dema
ku “xirakirina ezberê” bêye gotin, hingê ez bawer im em ê mijareke
din jî bînin bîra xwe. Dadgehkirinên Rojhilatê yên li sala 1971 di warê
xirakirina ezberê de xwedîyê roleke bingehîn bûn. Di dewra cuntaya 12ê
adarê de, li wan daniþînên ku li Dadgeha Leþkerî ya Fermandeyîya Îdareya
Orfî ya bajarên Diyarbekir-Sêrtê her tim ezberan xira dikirin. Doza
DDKOyan (Ocaxa Þoriþgerî û Kulturî ya Rojhilatê), doza PDK (Partîya
Demokrat a Kurdistana Tirkîyê), dozên ku derbarê hin kes an jî grûban
de bûn, ji alîyê xirakirina ezberê de balê dikþînin bi ser xwe ve. Parlamenterîya
piþtî malniþînîyê Di
vê gotara derbarê Mamosta baskinî de dixwazim behsa mijareke din jî
bikim. Beþek ji profesorên unîversîteyan piþtî ku malniþîn dibin hê
bo parlementerîyê serlêdana xwe dikin. Piþtî ku dibine malniþîn hê
dixwazin tevlî sîyasetê bibin. Hindek kes ji karê xwe yê li unîversîteyê
îstîfa dikin da ku bibine parlamenter. Lêbelê bi awayekî giþtî gelekê
kesan piþtî ku malniþîn dibin, piþtî ku jîyana xwe ya sosyalî mîsoger
dikin hê ji bo parlamenterîyê dikevin nav heldanan. Ez wek kesateyek vê
prosesê, vê pêwendîyê exlaqî nabînim. Di
roja îroyîn de gelek kes ji van 550 (549) parlamenterên ku li parlamentoyê
ne, jixwe, êdî malniþîn bûne. Ger di vî warî de lêkolîneke ciddî bête
kirin dê baþ be. Ez di wê bawerîyê de me, ger derîyê parlamenterîyê
bo ciwanan bête vekirin û rê û rêbazên vê yekê bêne dîtin. Heke
rewþa parlementerên ku serbixwe hatin hlibijartin û piþt re tevlî DTP bûne
ji vê perspektîvê bête analîzkirin dê cihêtîyên grîng derxe meydanê.
Ez di wê qenaetê de me ku Ahmet Türk, Sýrrý Sakýk, Nuri Yaman êdî
maliniþîn bûne. Belam rewþa her 8 parlementerên jin ên DTP ji vî alîyî
ve balkêþ e. Ez ne bawer im ku Sebahat Tuncer, Gültan Kýþanak,
Aysel Tuðluk, Sevahir Bayýndýr, Emine Ayna, Ayla Akat
Ata, Pervin Buldan û Fatma Kurtulan malniþîn bûne. Her wiha,
ez ne bawer im ku Selahatttin Demirtaþ û Akýn Birdal jî malniþîn bûne.
Û Hamit Geylani, Hasip Kaplan, Osman Öçelik jî wisa… Ez di vê qenaetê
de me, heke lêkolîneke ciddî bêye kirin dê bête dîtin ku kêmtirîn
parlamenterên malniþîn di nav DTP de ne. Ev jî viya bi me dide nîþan
ku, parlamenterên DTPê sirf ji bo ku sîyasetê bikin, tevlî prosesa
biryargirtinan bibin, ji bo ku hindek tiþtan bigureînin tevlî sîyasetê
bûne. Ev jî rewþeke erênî ye. _______________
Wergerandina ji
tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî: Ev gotar
tenê li www.peyamazzadi.org weþîyaye.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org