|
Êdî
Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin - II Ýsmail Beþikçi Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn
Li
kovara Esmer hejmara 28. ku di nîsana 2007 de derçûbû, beþa yekemîn a
vê gotara bi sernavê “Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin” hatibû weþandin.
Piþtî vê gotarê gelek ji heval û hogiran gilî û gazindên xwe kirine.
Gazindek ku rasterast bo min hatibe kirin nîne. Di navberê de weþanger
hene, yan jî hindek hevalên din hene. Dibe ku hindek gazind gihabin kovara
Esmerê jî. Hindek gazindên ku têde dibêjin “Min derbarê kurdan de,
derbarê kurdolojîyê de ewqas lêkolîn kirine, min gotar belav kirine,
min pirtûg weþandine lê Beþikçi navê min hilnedaye.” Ez di van
gazindan de heyirî mam. Dibe
ku di gotareke wisan de navê gelek lêkolîner û nivîskaran hatibe jibîrvekirin.
Ne rast e ku meriv di vira de li nîyeteke xirab bigere. Jibîrvekirin,
neketina ber çav, jê hayedar nebûn helbet kêmasîya Beþikçi ye. Bo numûne,
nehildana navê Hasan Yýldýz, bêguman, qusûreke mezin e. Ev qusûrê Beþikçi
ye. Her wiha, navê Sýraç Bilgin, M. Kalman, E. Xemgin û Gürdal Aksoy jî
bi vî awayî ye. Dîsan pirtûga Necmettin Büyükkayayê rehmetî ya bi
navê Kalemimden Sayfalar (Hazýrlayan ve derleyen Þerwan Büyükkaya,
Ýsveç, 1992) divêt em bînin bîra xwe. Selim
Çürükkaya di salên 1990î de li rojnameya Yeni Ülke bi mexlesa “Bay
Muhalif” gotaran belav dikir. Ew gotar hêja bûn. Di roja îroyîn de
meriv dikare gotarên Þükrü Gülmüþî di kategorîya “muxalefetê”
de bibîne. Bi têgehên zanyarî û sîyasî analîz kirin, dema ku
muxalefet têye kirin xwe ji dijûnan dûr girtin, muxalefetê û muxalif bûyînê
karîger dike. Hindek
nivîskarên wek Recep Maraþlý, Ýbrahim Güçlü, Mümtaz Kotan, Fuat Önen,
Mehmet Emin Aslan, Ýbrahim Küreken, Tahsin Sever hizrên xwe yên derbarê
civaka kurd de, derbarê têkoþîna kurdan de eþkera dikin. Her wiha,
xebatên Orhan Kotanê rehmetî yên di vî warî de nayêne jibîrvekirin.
Bo numûne, Kurdistan Pres a ku derbarê kurdan de, derbarê ziman û edebîyata
kurdan de, derbarê hunera kurdan de û derbarê mijarên wekî din de diweþîya,
di navîna salên 1980 de dest bi weþana xwe kir û weþana wê 12 salan
dewam kir, ew dê her dem wek çavkanîyeke hêja bête dîtin û dê wisan
bête zanîn. Nazif Kaleliyê ku me wî di temeneke ciwan de winda kir jî
di nav xebatên cidî de bû. Her wiha çi dema ku ez di komputerê de, di
enternetê de bala xwe didim ser malperên kurdan jî gelek navên ku di vî
warî de hizrên xwe belav dikin dikevin ber çavê min. Ji alîyê her kesî
ve têye qebulkirin ku êdî awirekî kurdî divêt. Xweþikbûna vê prosesê
di vira de ye. Her roja ku diçe hejmara kurdên ku bi kurdolojîyê re
eleqedar dibin zêdetir dibe. Hingê çi dema ku ev hejmar “bi qasî ku
nayête hejmartin” zêde bibe, bêguman dê navê gelekan neyête bîra
mirov. Di vê prosesê de lêhûrbûna lêkolînerên kurd dike ku lêkolînerên
tirk, her wiha, çapemenîya tirkan jî bi cidîyet bala xwe bide ser vê
mijarê, qet nebe fikrên xwe yên înkarkirin û tunekirinê dê sererast
bikin. Min
di wê gotara pêþîyê de di warê ziman û edebîyatê de, di warê çand
û hunerê de behsa kovarên wek Nûdem û Bîrnebûnê kiribû.
Xebata Firat Cewerî ya di vî warî de hêja ye. Nûdem dê her wext
wek çavkanîyeke hêja bête dîtin. Bêguman wek du bergan ji nuh ve weþandina
Hawarê jî gelek girîng e. Em hewl didin xwe da bibêjin li van salên
dawîyê di warê çand û hunerê de xebatên girîng çêdibin. Dawîlêanîna
weþana Nûdemê, ji mecbûrî rawestandina weþana wê, bi þanî me
dide ku di warê çand û hunerê de hê muþkile û zeafîyet hene. Nûdem
kovareke wisan bû ku di warê çand, huner, edebîyat û ziman de diweþîya.
Firat Cewerî Weþanxaneya Nûdemê jî ava kirbû. Weþanxaneya Nûdemê di
warê ziman, edebîyat, çand û hunerê de gelek berhem bi zimanê kurdî
çap kiribûn. Cildên Hawarê jî di vê çarçoveyê de ji nuh ve
hatibûn weþnadin. Antolojîya Çîrokên Kurdan jî di vê çarçoveyê
de amade bibû. Her wiha kovara Vesta ku bi awayekî perîyodîk naweþe,
ev yek jî bi þanî me dide ku di vî warî de hindek muþkile û zeafîyet
hene. Cardin, pirtûgên kurdî ku hindik têne firotan, ev yek jî wek nîþanekê
îþaretî muþkile û zeafîyetan dike. Bîrnebûna Ali Çifti weþana
xwe dewam dike. Heta îro 33 hejmar jê weþîyane (Gulan 2007). Ev yek tiþtekî
baþ e. Di
warê roman û çîrokê de navê Suzan Samancýyê jî divêt bêye gotin.
Di warê lêkolînên çand û hunerê de Müslim Yücel jî girîng e.
Malpera Sara Goran di warê çand û hunerê de, her wiha, di warê arkeolojîyê
de xebatên hêja dike. Helbet xebatên Mehmûd Baksîyê rehmetî jî hêja
ne. Li
parçeyên din lêkolînên derbarê dîroka kurdan de, derbarê ziman û
edebîyata kurdan de, derbarê çand û hunera kurdan de ku ji alîyê
kurdan bi xwe ve têne kirin, bêguman, ew jî gelek pêþ ve çûne. Belam
ne mumkûn e ku ez biþem van xebatan bi awayekî tendurust biþopînim. Lê
meriv diþê çendek ji wan nîþan bike. Pirtûga Mesûd Barzanî ya bi navê
Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi -1, -2, Doz Yayýnlarý,
2003, 2005) xebateke hêja ye ku 70 salên têkoþîna Kurdistana Baþûr
vedikole. Pirtûga Merhard R. Izady ya bi navê Kürtler: Bir El kitabý
(Weþanên Doz, Wergerandin: Cemal Atila, Stenbol 2004) ligel xerîteyên
xwe lêkolîneke girîng e. Pirtûga Kemal Mahzar Ahmed a bi navê Kerkük:
Tarih, Politika ve Etnik Yapý (Çev. Kadri Yýldýrým, Avesta, 2005),
pirtûga Nûri Talabanî ya bi navê Kerkük’ün Araplaþtýrýlmasý,
(Çev. Zafer Avþar, Aveste, 2005), her wiha pirtûga Þoriþ Hacî ya bi
navê Kerkük’ün Araplaþtýrýlmasý, Belgeler, 80 Belgede Araplaþtýrma
Politikasý, (Doz, 2006) jî berhemên girîng in. Di vê gotarê de ez
dixwazim qala xebatên Cemil Gündoðan, Hasan Yýldýz û Munzur Çemî
bikim. Pirtûga
Cemil Gündoðan a bi navê 1924 Beytüþþebap Ýsyaný ve Þeyh Sait
Ayaklanmasýný Etkileri (Komal Yayýnevi, 1994) di warê vekolandina dîroka
kurdan de lêkolîneke hêja ye. Ji bo vekolandina têkilîyên di navbera
kurdan û tirkan de li dema têkoþîna millî ya li navbera salên
1919-1922 xebateke hêja ye. Di vê pêvajoyê de tehdîda ermenan çawan
hatîye karanîn, her wiha vekolandina têkilîyên di navbera kurdan û
ermenan de jî gelek balkêþ e. Di vê xebatê de çêbûna komên sîyasî
yên li Kurdistanê, avabûna rêxistina Azadîyê, derketina pêþ ya Xalit
Begê Cibrî, ya mebûsê Bidlîsê Yusif Zîya Begî têye vekolandin.
Tevgera kurdan, pêþengîya Îhsan Nûrî Paþa bi tevgera nastûrîyan re,
bi serhildana nastûrîyan re têye vekolandin. Ew xwe dispêre dîyardeyan
û girtina Xalit Begê Cibrî û mebûsê Bidlîsê Yusif Zîya Begî û
dardekirina wan, her wiha, derketina pêþ ya Þex Seîdî têye vekolandin.
Ev xebateke zanistî ye. Li dawîya pirtûgê wek lêkolîneke cidî beþek
bi sernavê “Muþkileyên Metodolojîk ên Nivîsîna Dîroka Kurdan” jî
heye. Di
warê zanyarîyê de cihdayîna fikrên cihê, wek dîyardeyan helsengandina
nihêrînên cihê û danberhevkirina wan, di warê lêkolînî de
hewldaneke girîng e. Ev ne reftarîyeke rast e ku lêkolîner guhê xwe ji
nihêrînên cihê re bigre. Tenê pirskirin ne bes e, divêt pirsa rast bête
pirsîn. Meriv nikare bi pirseke þaþ bigihê encameke rast. Li ser mijarekê
fikirîn jî ne bes e, divêt awayê fikirînê jî girîng be. Cemil
Gündoðanî dema ku vê xebatê kirîye, bi qasî ku mumkûn be bala xwe
daye ser hemî lêkolîn û xebatên berîya xwe. Lêkolînên berîya wî jî,
xebatên wisan in ku bi awayekî giþtî di encama qebulkirina awirê resmî
de hatine amadekirin. Gelek vekirî ye ku dê xebata Cemil Gündoðanî ji
wan xebatan cihêtir be. Tehemula lêkolîner û unîversîteyên li Tirkîyê
ji van cihêtîyan re nîne, vê yekê bi xwe nadin xwarin. Ji ber vê yekê
endamên unîversîteyan, endamên çapemenîyê, lêkolînerên tirk di
pirtûgên xwe de qet qala vê pitûga Cemil Gündoðanî nakin. Vê xebatê
ji nedîtî ve tên. Pirtûgeke
Hasan Yýldýz a bi navê Aþiretten Ulusallýða Doðru Kürtler,
-Politik Felsefe Açýsýndan Kürt Toplumunun Bir Kritiði heye. Gelek
weþanxaneyên vê pirtûgê li Tirkîyê çap kirine. Pirtûga
duduyan a Hasan Yýldýzî ku ez dixwazim qala wê bikim, pirtûga bi navê Fransýz
Belgeleriyle Sevr-Lozan ve Musul Üçgeninde Kürdistan e. Ev pirtûga
ku çapa wê ya yekem di sala 1990î de li Kolnê çêbibû, dû re li Tirkîyê
ji alîyê gelek weþanxaneyan ve ji nuh ve hate çapkirin. Dawîtirîn çapa
vê pirtûgê di sala 2005 de ji alîyê Weþanxaneya Doz ve hatibû kirin. Pirtûga
Hasan Yýþldýzî ya sêyem bi navê 20. Yüzyýlýn Baþlarýnda, Kürt
Siyasasý ve Modernizm e. Çapa yekem a vê pirtûgê di sala 1996 de ji
alîyê Weþanxaneya Nûjen ve hatîye kirin. Dawîtirîn çapa wê jî, di
sala 2006 de ji aliyê Weþanxaneya Doz ve hatîye kirin. Pirtûgên
Hasan Yýldýzî yên ku di salên 2005 û 2006 de ji alîyê Weþanxaneya
Doz ve hatine çapkirin, çapa wan a firehkirî ne. Ev lêkolîn hanê qewî
zanistî ne. Ji vê çendê gelek baþ bûye ku ev berhem ji nuh ve hatine
weþandin. Ji nuh ve weþandina pirtûga yekem jî dê her wisan be. Veguherîna
rastîya civakî ku li gorî demê çêdibe jî mesele ye. Rastîyên cihê
yên li gorî her wext û zemanî hene. Di vê navberê de ev yek jî gelek
girîng e ku divêt meriv wan rastîyên di ser re û yên di kûrahîyê de
ku hê bêhtir aloz û tevlihev in, ji hev cihê bike û rastîyên bingehîn
bibîne. Di lêkolînên Hasan Yýldýz de ew rastîyên ku di kûrahîya dîmenên
li ber çav de ne ku pêwendîyên bingehîn bi awayekî vekirî li meydanê
hatine raxistin. Dema ku dîyarde, her wiha pêwendîyên di navbera dîyardeyan
de têne kirîtîkkirin dibe ku meriv di hinekan de bixelite jî. Divêt
meriv bala xwe bide ser vê yekê ku ev xelitandinên di vî warî de çawan
çêdibin?
(dê
bidome) Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî: www.peyamaazadi.org |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org