|
Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin - III Ýsmail Beþikçi Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn
Munzur
Çem yekî zanyar e, ku xebata wî bi giranî li ser lehçeya kirmanckî
(kirdkî/zazakî/dimilkî) û li ser dîroka kurdan e. Di warê zimên de
pirtûga wî ya gramerê bi navê Türkçe Açýklamalý Kýrmancca
(Zazaca) Gramer (Deng Yayýnlarý, 2003) ye. Ev xebat lêkolandina zimên
e. Romanên Munzur Çemî jî hene. Ji vana yek jê Gülümse Ey
Dersim-I, -II, -III ye. Di
vê gotarê de ez dixwazim piçek behsa xebata Munzur Çemî ya li ser lehçeya
kirmanckî bikim. Di
rojnameya Halk Ýçin Devrimci Demokrasi (hejmar 35, 16-29
sibat, 2004, r. 11) de hevpeyvînek ku ligel Munzur Çemî hatîye kirin
heye. Sernavê hevpeyvînê “Munzur Çem’le Röportaj” e. Ew
hizirînên ku di vê hevpeyvînê de hatine eþkerakirin di gotara bi
sernavê “Kýrmança (Zazaca) Konuþan Kürtler ve 20. Yüzyýl Kürt
Direniþlerinde Rolleri” de ligel çavkanî û delîlên xwe hîn
berfirehtir hatine vegotin. Meriv dikare vê gotarê li malpera www.dengekurdistan.com
bibîne. Munzur
Çem zazayan wek “kurdên ku kirmanckî (kirdkî/zazakî/dimilkî)
diaxifin” tarîf dike. Her wiha, ew bi awayekî giþtî dide zanîn, ew
kurdên ku wek “zaza” têne naskirin di herêmên cihê de bi navên cihê
xwe didin nasandin. Munzur
Çem dibêje, ew lehçeya kurdî ku kurdên zaza pê diaxifin li hindek herêman
bi navên cihê têne navkirin. Ango kirmanc ji bo zimanê xwe dibêjin
“kirmanckî”, kird dibêjin “kirdkî”, zaza dibêjin “zazakî”
û dimilî jî dibêjin “dimilkî”. Nivîskarê
yewnanî Polibio 200 sal Berîya Îsayî behsa miletekî bi navê
‘cyrti’ dike. Dîsan, ji nivîskarên yewnanî Strabon jî di wan deman
de behsa miletekî bi navê ‘kup troi-kirtî’ dike. Ji nivîskarên
Romayî Tito Livio (Berîya Îsayî 54 - Piþtî Îsayî 17) jî,
behsa miletekî bi navê ‘cirtei’ dike. Munzur Çem di gotara xwe de dibêje,
ew peyvên ‘cyrti’, ‘kirti’, ‘cirtei’ ku nivîskarên Romayî
çêlî wan dikin heman ev peyvên ‘kird’, ‘kirdî’ yan jî ‘kîrdî’
ne ku îro kurdên zaza ji bo xwe dibêjin. Di warê zelalkirina rabirdûya
dîroka kurdan de tesbîtkirina van pêwendîyan dibe çavkanîyeke gelek
girîng. Munzur
Çem di warê analîzkirina peyva “zaza” de jî çêlî pêwendîyeke
sehîh dike. Ew peyva “zuaza” ya ku li Kitabeyên Bêstûn ku ji alîyê
hukûmdarê persî Dariusê Yekem (Berîya Îsayî 526-486) ve hatine nivîsandin
heman ew peyv e, ku li Kurdistanê di roja îroyîn de jî wek cihê waran,
wek wargeh (zozan) têye navkirin. Ew dibêje peyva “zaza” ji vir têye.
Nûrî Dêrsimî jî di pirtûga xwe ya bi navê Kürdistan Tarihinde
Dersim de behsa vê pêwendîyê dike. Malmîsanij jî di lêkolîna bi
navê Kýrd, Kýrmanç, Dýmýli veya Zaza Kürtleri (Deng yay. 1996
r. 8) de dibêje “3000 sal Berîya Îsayî li Mezopotamyaya Jêrîn navê
perestgeheke sumarîyan Nini-Zaza ye.” Munzur
Çem di hindek cihan de xwe dispêre lêkolînên Ziya Gökalp û Kemal Badýllýyî
û derbarê lehçeyên kurdî de analîzan dike.
Li
Ser Îddîayên ku Zazayan Wek Kurd Nabînin Munzur
Çem li ser radiweste ku bê hela çima piþtî cuntaya leþkerî ya 12ê îlona
1980 îddîya ku dibêje “zaza ne kurd in” derkete rojevê. Di vê behsê
de balê dikþîne ser îddîayên resmî yên tirkan û îddîayên ermenan
jî. Her wiha, dide zanîn ku ew lêkolînên ji bo ku ji alîyê genetîkî
ve rewþa grûbên xwînê yên cihê tesbît bikin ji alîyê Enstîtuya Leipzig
Max Blnnc ya li Almanya û Enstîtuya Zanyarî û Teknolojî ya li Norvecê ligel
London HGI DNA Reference Laboratory National Blood Service ku di warê xwe de wek otorîteyên ciddî têne hesibandin hatine
kirin, derbarê nîjada kurdên ku bi kirmanckî (kurdîya zazakî) diaxifin
de gelek agahîyên zanistî derxistine holê. Her
wekî ku li destpêka wê gotara ku bi navê “MtDNA
end Y-Choromoseme Variation in Kurdish Groups”
ku ji alîyê Ivan Nasidze, Dominique Quinque, Murat Öztürk, Nina
Bendukidze û Mark Stoneking hatîye
amadekirin, têye gotin ku “ev lêkolîn tenê li ser kurdên ku li Tirkîyê
bi lehçeya kirmanckî (zazakî) diaxifin û kurdên ku li Gurcistanê bi
lehçeya kirmanckî diaxifin hatîye kirin.” Di wê xulasaya ku li destpêka
vê raportê ye, wiha têye gotin: “Delîlên
ku me bi dest xistine, bi me nîþan didin ku grûbên din ên kurd dema ku
ligel grûbên Ewropa, Kafkasya, Rojava û Rojhilatê bêne berhevdan (rûbirûkirin),
hingê hem ji alîyê mtDNA ve û hem jî ji alîyê Y-cromosom ve grûbên
kurdan ji alîyê nîjadî ve bêhtir nêzîkî miletên Asyaya Rojava ne,
ji miletên Asyaya Navîn jî yên herî dûr in. Dîsan, encamên ku me
bidest xistine heq nadin destê wan îddîayên ku dibêjin kurdên zaza ji
alîyê nîjadî ve ji Îrana Bakur in. Ew (zazaaxêf) di radeyeke bilind de
ji alîyê genetîkî ve her wekî grûbên kurd ên din in.” Rola
Kurdên Zazaaxêf di Têkoþîna Neteweperwerîya Kurdan de li Sedsala 20. Munzur
Çem di vê gotara ku em qala wê dikin de li ser rola kurdên zazaaxêf di
têkoþîna neteweperwerîya kurdan de li sedsala 20. radiweste. Dide zanîn
ku Kurdîzade Ehmed Ramîz Begê ku di sala 1900î de Kurdistan Azmî Qewî
Cemîyetî danîbû, kurdekî zaza ye. Her wiha, dide zanîn ku Ehmed Ramîz
Begê Licêyî di sala 1908 de di nav endamên damezrîner ên Kurd Teawun
we Teraqî Cemîyetî de ye. Û dibêje, di sala 1912 de di nav wan kesên
ku Kurd Telebe Hêvî Cemîyetî danîbûn de Dr. Fuad, Teyyîb Elî û Þadîyê
Paloyî kurdên zaza ne. Dîsan îfade dike ku Mele Selîm Efendîyê ku yek
ji serokên serhildana Bidlîsê li sala 1914 jî kurdekî zaza ye. Mistefa
paþayê ku Serhildana Qoçgirîyê organîze kiribû, her wiha, kurê wî
Haydar Beg, Elîþêr, Þêx Seîd Efendîyê serokê Serhildana 1925an, Seyîd
Rizayê serokê Serhildana 1937an, giþ kurdên zaza ne. Þêx Seîd
muslumanê zaza ye, Seyîd Riza elewîyê zaza ye. Munzur Çem dide zanîn
ku Faik Bucak û Said Elçiyê ku di sala 1960î de Partîya Demokrat a
Kurdistana Tirkîyê danîbûn û Said Kýrmýzýtoprakê ku Li Tirkîyê
Partîya Demokrat a Kurdistanê danîbû, tev kurdên zaza ne. Said Elçi û
Faik Bucak muslumanên zaza ne, Said Kýrýmýzýtoprak elewîyê zaza ye. Munzur
Çem di wê gotara xwe de dide zanîn ku beþek ji kirmancan, ango ji kurdên
zaza musluman û beþek jî elewî ne. Di hindek herêman de ev yek rengekî
din nîþan dide, bo numûne, li Qoçgirîya Sêwasê kurd wek elewî û
tirk jî wek muslumanan, ango wek sunnîyan têne dîtin. Di
lêkolîneke zanistî de rexne sazgeheke gelek girîng e. Bêguman
xwerexnekirin jî gelek girîng e. Mumkûn e ku meriv xeletîyan bike, dîyardeyan
û pêwendîya di navbera dîyardeyan de rast daneyne. Divêt ev yek normal
bêye dîtin. Ya ku bi meriv giran têye, qebulkirina xeletîyan e. Di vî
warî de lêkolîner li xwe nayêne mukûrê. Ewên ku di çarçoveya
qebulkirina îdeolojîya fermî de lêkolînan dikin, mumkûn e ku meriv li
xwe mukûr nehatina wan jî fam bike. Di
roja îroyîn de derbarê elewîyan û zazayan de gelek lêkolîn têne
kirin. Lê nayête dîtin ku hindek xeletîyên bingehîn hatibin
qebulkirin. Bo numûne, ev xebata hêja ya Munzur Çemî li cîhana hizirîna
tirkan, li derdorên unîversîteyên tirkan qet cih nedîtiye. Lêkolîner
van xebatên bi vî rengî ji nedîtî ve tên. Gelek vekirî ye ku ev înkar
û ji nedîtî ve hatin tam berevajîya metoda lêkolînên zanistî ye.
__________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
Ev gotar pêþî li kovara Esmer, hejmar 31. temmuz 2007 hatîye weþandin,
dû re li www.peyamaazadi.com
weþîyaye.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org