|
Esmer,
bû reþ Îsmaîl Beþikçi
Min
ji tebaxa sala 2005an û vir de bi awayekî rêkûpêk bona kovara Esmerê
gotar nivîsîn. Esmer, kovareka mehane bû. Li wan salan Ferzende
Kaya û hevalên xwe kovara Esmerê bi rê ve dibir. Gotarên ku min
diþandin bi awayekî normal dihatin weþandin. Li
nîsana 2007an Letîf Epözdemirî kirin rêvebirê kovarê. Letîf Epözdemir
ji layê Ferzende Kaya û hevalên wî ve nehate pejirandin. Demek paþê
Ferzende Kaya û hevalên xwe ji kovarê veqetîyan û dest bi weþandina
kovareka bi navê Multi-Kulti kirin. Li Esmera ku di bin rêvebirîya
Letîf Epözdemirî de diweþîya jî min nivîsandina gotaran berdewam kir.
Di vê demê de Esmerê likumî. Wekî mînak, hejmara sermaweza
2007an derneket. Sermawez-berfanbar, wekî hejmarekê derket (Hejmar 35). Li
havîna sala 2007an hevalek ku xwe wekî numayendeyê kovara Esmerê
yê Anqereyê da nasîn, li min gerîya. Da zanîn ku dê li Anqereyê
xwarinekê bidin. Di vê ahengê de dê plaketekê bidine min. Min bo xwarinê
vexwendin. Min plaket qebul nekir. Di vî warî de Letîf Epözdemir jî
gelek li ber min gerîya lê min qebul nekir. Ez neçûm xwarinê jî. Gelek
kêm kes beþdarî xwarinê bûne. Ji ber reftarîya hevalê ku gotibû ez
numayendeyê kovarê yê Anqereyê me, hindek muþkileyên din jî çêbûne.
Fuara Kitêban a TÜYAPê ku li meha sermawezê dê çêbibûya êdî nêzîk
dibû, hingê Letîf Epözdemir li min gerîya û got “Em gotarên te yên
ku li Esmerê weþîyane wekî kitêb çap bikin û bigihînin Fuarê”.
Lê min ev pêþnîyaz jî qebul nekir. Hejmarên
kovarê yên çele û sibata 2008an derneketin. Min bona ku li hejmara adarê
bête weþandin jî gotarekê þandibû. Gotara bi sernavê “Di kurdan de
dînamîkên jîyanê”. Piþtî ku min gotarên xwe di Esmerê de
didan weþandin, hingê dû re, min bo malpera www.peyamaazad.org
jî diþandin. Li wir, ligel tirkîya wan kurdîya wan jî diweþîya. Dema
ku ez li benda hejmara adarê bûm, di roja 6ê adara 2008an de, li nav
peyamên diyarbakiryahoogroupsê ez rastê xebereka Newzat Çiçeki hatim ku
digot “Ligel wezîfeyê min yê li Tarafê me kovara Esmerê
jî kirî…”. Newzat Çiçeki vê xeberê bo hevalekî xwe digot. Ev
xebereka wisa bû ku min heyirî hiþt. Vê derbareyê de çi daxuyanîyeka
Letîf Epözdemirî bo xwendevanan û nivîskaran çênebibû. Wekî mînak,
di hejmara dawîn ya kovarê de ku hejmara sibata 2008an
bû (Hejmar 37), derbareyê
vê yekê de çi xeberek yan jî daxuyanîyek nîn bû. Di vî halî de ez
li hêvîya Letîf Epözdemirî mam ku daxuyanîyekê belav bike. Li roja 9ê
adara 2008an ev daxuyanî hat. Lê ev daxuyanîya hanê ne bona xwendevan û
nivîskaran bû. Ev daxuyanî bona kesên ku deynê wan li ser kovarê ye
hatibû belavkirin. Dida xuyakirin ku kovara Esmerê hatiye dewrkirin
û tu peywendîyeka wî ligel kovarê nemaye. Digot, ger deynê çapxaneyê,
yê kaxiz, herwisa, deynê kirê û av û elektrîkê hebe, divê êdî bila
kes bona deyn li wî negere. Letîf Epözdemirî di vê kurtedaxuyanîya xwe
de wisa digot: “Îmtîyazên kovara kulturî Esmerê ku markayeka Ronak Kültür
A.Þ ye ku ez ji meha nîsanê ya sala 2007an û vir de berpirsîyarîya wê
dikim ji layê Ronak Kültür A.Þ ve hatine dewrkirin. Te divê ez yan jî
kovara Esmerê ku ez mudirê wê bûm çi peywendîyeka me nemaye…”.
Herwekî ku dixuye, di vê daxuyanîyê de nehatîye dîyarkirin ku bê hela
Esmer dewrê kê bûye. Ev hevoka “Te divê ez yan jî kovara Esmerê ku
ez mudirê wê bûm çi peywendîyeka me nemaye…” jî çi agahîyekê
nade. Bi qasî ku min jê fêm kir, bona yên ku deynê wan li ser kovarê
ye, tiþtin hatine gotin. Piþtî ku min vê daxuyanîya Letîf Epözdemirî
xwend, ez gelek melûl bûm. Te dî, gund bi tevî gundîyan tê firotin, ev
melûlîya min hîseka wisa bû… Ger
Esmer tê girtin, tê firotin yan jî tê dewrkirin, ma ne êpwîst e
ku meriv ji mehek berê de xeberê bide xwendevanan, xeberê bide nivîskarên
kovarê? Bi vî awayî dawî lê anîna jîyana weþanê ya Esmerê
þayanê xemgînîyê ye. Ev helwêsta ku pax bi xwendevan û nivîskaran
nake, xemgînîyê dide meriv… Ez
wekî þexs gelek bi kovara Esmerê re eleqedar dibûm. Min hertim ji
kovarê re telefon vedikir, rewþa wê dipirsî, wekî mînak, min pirsa wê
dikir ku bê hela çima dereng maye. Derbareyê kalîteya kaxizê wê de,
derbareyê mîzanpajê de pêþnîyazên min çêdibûn. Lêbelê, gelek
zehmet bû ku merivî bi telefonê xwe bigihandana Esmerê. Di dewra
Ferzende Kaya de gelek zehmet bû ku merivî bi rêya telefona mobîl jî
xwe bigihandana Esmerê. Li dawîya sala 2006an bona ku ez çend
hejmarên Esmerê ku li ber min nîn bûn peyda bikim, ez gelek li Esmerê
gerîyam. Lê min nikanî ez bi rêya telefonê peywendîyeka tekuz sererast
bikim. Demekê ku ez li Stenbolê bûm, ligel hevalekî xwe, bona ku em
buroya kovarê ya li Þirinevlerê zîyaret bikin, em gelek lê gerîyan.
Digel ku me nikanî bi rêya telefonê peywendîyekê daynîn lê dîsa jî
em rabûn çûn. Cihê kovarê li qatê herî jor yê apartmaneka pêncqat bû.
Asansor li qatê yekê bû. Bona ku em biçin qatê yekê jî diviyabû ku
em nêrdewanek bi qasî 15-16 pêlek derkevin jor. Ligel hevalê xwe em
derketim jor. Li qatê yekê em rastê rewþeka ku merivî þoke dike bûn.
Li devê derîyê asansorê torbe û kîsikên ziblê (çop) mîna çîyayekî
avêtibûn ser hev. Me di nav torbe û kîsikên ziblê re rêyek ji xwe re
vekir û em ber bi qatê pêncan hilkiþiyan. Em çûn heta ber derîyê
buroyê ku di qatê pêncan de bû. Me li zingilê da. Çend caran me lê
da. Me teq teq li derî da. Kesî venekir. Em vegerîyan. Bi çi kul û halî
me xwe gihande telefona mobîl ya rêvebirekê. Me got em bona ku hejmarên
kêm temam bikin hatine heta bi kovarê, lê me kes li kovarê nedît, derî
venebû. Got, em ê hejmarên ku li ber destê we nîn in, ji we re biþînin,
me numreya hejmarên ku li ber me nîn bûn dan nivîsîn. Lêbelê digel ku
gelek caran me anî bîra wan jî dîsa ev hejmarên ku li berdestê me nîn
bûn ji me re nehatin þandin. Pênc
meh piþtî vê bûyera ku min li jor behsa wê kir, cardin, ez li Stenbolê
bûm. Cardin ez ligel hevalê xwe çûm buroya kovarê ya li Þirinevlerê.
Vê carê bi rêya telefonê me jîvan da hev û em çûn. Em di wan 15-16 pêlekan
re hilkiþiyan jor. Me xwe gihande qatê yekê. Ber deriyê asansorê paqij
bû. Keyfa me hat. Me dê bikanîbûya bi asansorê derketana jor. Me derîyê
asansorê vekir. Cardin em þoke bûn. Ew torbe û kîsikên tijî ziblî îcar
xistibûn hundirê kabîna asansorê… Vê
carê li buroyê me kanî em ligel hevalan hevûdin bibînin. Me hejmarên
ku li ber me nebûn girtin, 7-8 hejmar kêm bûn. Hevalekî ku li kovarê
wezîfedar bû, di nav pakêtekê de dan me. Derheqê ziblî de jî em ligel
hevalan axifîn. Deynê asansorê, ya rast, deynê apartmanê yê elektrîkê
hebûye. Kesên ku li apartmanê cihê karê wan heye nikanin bêne cem hev,
li hev bikin û deynê elektrîkê bidin… Apartmaneka pêncqat. Di her qatê
de dayreyek heye. Ev tê vê wateyê ku li apartmanê pênc tene karxane
hene. Ta ji dema ku min dest bi nivîsîna li Esmerê kir û vir de,
berpirsîyarên kovarê hertim digotin, em ê buroya xwe bar bikin bibin
Beyogluyê, cihekî nuh. Min jî hertim dipirsî digot “Hûn ê kengî bar
bikin?” Di axaftineka me de, Letîf Epözdemirî got “Jixwe me nîvê
kovarê bar kirîye birîye cihê nuh, yê mayî jî em ê di demeka kurt de
bar bikin bibin wir”. Lê ev pîlan jî qet çênebû. Rêvebirîya kovarê
heta dawî ew cihê li Þirinevlerê bû.
Temamkirina
hejmarên Esmerê yên ku li ber min nîn bûn, zehmetî bû. Dema ku
ez vegerîyan Anqereyê mi pakêt vekir, dîsa du hejmarên wê kêm in. Di
þûna wan her du hejmaran de, yên ku jixwe bi min re hebûn hatibûn danîn.
Li
ser berga pêþî ya kovaran îbareyên mîna “kovara hefteyî”,
“kovara mehane” hene lê beþeka mezin a kurdan hîç guh nade van îbareyan.
Kovar bi awayekî perîyodîk nayêne weþandin. Dibêjin “kovara
mehane” lê bi zorê ji çar mehan yan jî ji pênc mehan carekê diweþînin.
Ev rewþeka gelek nexweþ e. Kovareka mehane bona hejmara xwe ya sêyem ji
min gotarekê xwestibû. Min þand. Di ser re salek bihurî lê hejmara sêyem
nehate weþandin. Derbareyê vê gotara ku ez behsa wê dikim de di navbera
min û yên ku gotarê xwestibûn de xeberdaneka wisa jî çêbû ku gotin
“Kekê Îsmaîl, gelo em dikanin vê gotara te di filan organa weþanê de
jî biweþînin?” Min gotibû “Belê”. Min pirsî bê hela çima
hejmara sêyem dereng maye. Ez nizanim ku ew gotara min di ew weþana ku wan
behsa wê dikir de hatîye weþandin yan na. Lê ev dibe sal û nîvek di
ser re derbas dibe, hîn jî, ew hejmara sêyem nîn e. Kurd
ji vî layî ve ne hesas in. Bêguman rojname û kovarên ku bi awayekî rêkûpêk
derdikevin hene. Azadiya Welat, Özgür Halk, Dema Nû.
Esmer
jî kovareka wisa bû ku dereng derdiket. Nehate dîtin ku li yekê mehê,
duduyê mehê, sisêyê mehê derketibe. Ez
wisa difikirim ku rîayetkirina dazanînên mîna “heftane”,
“mehane” grîng e. Bona ku xwendevan û nivîskar bawerîya xwe pê bînin,
ji vî layî ve, ev yek girîng e. Bêguman divêt peywendîya kovarê ya
ligel xelkê jî baþ be. Dema ku yek ji derve bo kovarê telefon veke divêt
bikanîbe bi berpirsîyarekî re peywendî dayne. Ev jî girîng e ku divêt
buroyên kovaran di apartmanên rêkûpêk de bin. Te divê li apartmanê
yan jî li buroya kovarê, kes li konforeka zêde nagere, lê divêt întîzam
û tertîb hebe, helbet paqijîyeka asgarî jî girîng e. Bi qasî çar sal
berê, li Stenbolê, li Beyogluyê ez çûbûm serdana buroyê Weþanxaneya
Avestayê. Weþanxaneya Avestayê bona me gelek hêja bû. Lêbelê weþanxane
li dereka jihevdeketî, li apartmaneka tarî xebata xwe dikir. Ev rewþ þayanê
xemgînîyê bû. Niha Weþanxaneya Avestayê li apartmaneka ronîdar, vekirî
û bi întîzam xebata xwe dewam dike. Ev rewþa dawî hîn xweþtir li
Avestayê dikeve. Di
sala 2007an de li Stenbolê li Dadgeha Cezayê ya Eslîye derbareyê gotarekê
de dozek li Esmerê hate vekirin. Ev doz ligel min, derheqê çend
nivîskaran û rêvebirên kovarê de hatibû vekirin. Ji ber vebûna vê
dozê min li Stenbolê di huzûra dadgehê de îfade da. Di rûniþtina
dadgehê de ne ji rêvebirên kovarê û ne jî ji nivîskarên din, kes nîn
bû. Îhtîmaleka gelek mezin e ku organên weþanê yên wisa bi tehqîqat
û vebûna dozan re rû bi rû bimînin. Lê ne rast e ku meriv xwe ji ber
van dozan bide alî yan jî piçûk bibîne. Ger di dema xwe de, çi gava ku
pêwîstî pê hebe, meriv fikrê xwe bibêje, herwisa, li hemberî sazîyên
peywendîdar meriv berevanîya fikrên xwe bike dê baþtir be. Piþtî
ku Esmer bi vî awayî hate girtin, ew gotara ku min li jor behsa wê
kir, min bo malperên enternetê þande. Gotar li www.kurdistan-post.com
weþîya. Letîf
Epözdemir li wê daxuyanîya ku min li jor behsa wê kir de, ji xwendevan
û nivîskaran re sipas dike, hêvîya ku dê li weþaneka nuh bi hev re bin
dîyar dike. Vê yekê jî ez heyirî hiþtim. Letîf Epözdemir, tu dê bi
ewçend bêpaxavîyê çawa derkevî pêþîya xwendevanan, çawa derkevî pêþîya
xelkê? Tu dê bi çi rûyî ji nivîskaran re bibêjî, cardin, li weþaneka
nuh em bi hev re bin? Xwendevan dikanin wisa bifikirin ku, ez wisa Esmerê
rexne dikim, ma gelo qet alîyekî wê yê baþ tune ye? Belê, alîyekî wê
yê baþ heye. Ji ber vê yekê ye ku ji tebaxa 2005an û vir de, heta ku
hate girtin, min bi awayekî rêkûpêk têde nivîsî. _____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî: http://www.peyamaazadi.org/
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org