|
Fehma
Asayîþê Û Rexnekirina Peywendiyên Zanistî Ýsmail Beþikçi
Ramyarîya
tirk kêþeya Filîstînê, kêþeya çeçenan, kêþeya tirkên Bulgarîstanê
û tirkên Trakyaya Rojavayê, ji layê mafên azadîyê, ji layê azadîya
gelan de dihelsengîne. Çi dema ku mesele were ser van kêþeyan, li gorî
van nirxên azadîyê helwêst û reftarîyê nîþan dide, berevaniya azadîyê
dike. Fiþardina ku pêþî li azadîyê digre tê rexnekirin, tê
tawanbarkirin. Di vî warî de bang li sazîyên navneteweyî tê kirin. Ev
yek helwêsteka hevpar ya ramyarîya tirk e. Di vî warî de helwêsta rastgîran,
ya çepgîr û komunîst û lîberalan, ya îslamîyên sîyasî, giþ wekî
hev e, hevpar e. Çi dema ku tirkên Qibrîsê, tirkmanên Kerkûkê, tirkên
Kosovayê, tirkên Makedonyayê, boþnaqên Bosna-Hersekê, vîetnamî û
hwd. bin, dîsa, ji layê mafên azadîyê meseleya wan tê helsengandin,
berevanîya azadîyê tê kirin, li ber ronahîya têgehên azadîyê helwêst
û reftarî têye nîþandan. Wek mînak, li hemberî fiþardinên ku pêþî
li mafên azadîyê digrin, têkoþîneka demokratîk tê pêþxistin. Bona
ku ev têkoþîn hîn karîgertir bibe, bang li sazîyên neteweyî û
navneteweyî tê kirin, da ku piþtgirîya wan jî wergirin. Îcar,
çi dema ku mesele were ser kurdan, çi dema ku kêþeya kurd bibe babeta
guftgoyê, çi dema ku kêþeya kurd derkeve rojevê, hingê ramyarîya tirk
hertim têgihîna asayîþa dewletê dike pîvana helsengandinê, ramanên
dijî mafên azadîyê derdixîne pêþ. Ev yek, polîtîkayeka bingehîn ya
dewletê ye. Ev polîtîka zêdetirî 80 salan e ku bi awayekî sîstematîk
tê tetbîqkirin. Di vê mijarê de helwêsta rastgîr û çepgîr û lîberalan
giþ yek e. Ev yek tê vê wateyê ku, bila li hemberî mafên azadîyê fiþardin
zêde bibin û çarçoveya azadîyê jî tengtir bibe. Dibe ku di nav van
cereyanan de çend kes hebin, lê cereyana bingehîn ev e. Wek mînak, bona
kêþeya filîstînîyan, çeçen û boþnaq û hwd. bi dehan car kampanya
hatine lidarxistin, mitîng, numayîþ, girevên xwebirçîhiþtinê, nimêjên
xutbeyê û hwd. hatine kirin, alîkarîya maddî hatiye berhevkirin. Lêbelê
yek ji van jî bona kurdan nehatiye kirin. Di bûyereka komelkujî ya wek
Enfalê de, ku di sala 1988an de bi serê kurdan de hat, di wê demê de jî
kampanyayeka wisa nehatiye fikirîn. Çalakî û fikrên kurdan jî, hertim
bi bertekên îdarî û cezaî pêþî lê hatiye girtin. Taybetiyeka
balkêþ ya ramyarîya tirk jî ev e, ku qet ne di bala ramyarîya tirk de
ye, herwekî wan gelên ku me li jor navê wan hejmart, mafê gelê kurd jî
heye ku azadîya xwe bixwaze. Daxwaza azadbûnê ya gelê kurd, tune dihesibîne.
Hîn xirabtirê wê, hewl dide xwe da ku daxwazên azadîyê ku ji layê gelê
kurd ve têne kirin di nav têgeha “terorê” de bihesibîne û pêþî
li van daxwazan bigre. Bi polîtîkayeka tund ya asîmilasyonê, hertim hewl
dide xwe da ku kurdan bi ziman û kultura wan ve asîmile bike. Sazîyên
navneteweyî yên wek Yekîtîya Neteweyan, Konseya Ewropayê, Yekîtîya
Ewropayê, NATO, Konferansa Îslamê, Rêxistina Pêþdeçûna Îslamê û
Yekîtîya Ereban, li gorî vê polîtîkaya xwe dixîne nav bizavê. Ev jî
dixuye ku, di vî warî de biserketî ye. Ji
vî layî ve ramyarîya tirk ne ramaneka demokratîk e. Dijayetiya kurdan
helwêsta hevpar ya ramyarîya tirk e. Rastgîr, çepgîr, komunîst û lîberal,
giþ di warê antî-kurdî de xwedîyê reftariyeka wekhev in. Bêguman di
meseleya kurdan de ji nivîskar û endamên çapemenîyê, ji endamên sazîyên
sivîl, ji mamostayên zanîngehan û hwd. kesên ku xwedîyê ramaneka
demokratîk in, hene. Lêbelê evên hanê, di nav helwêsta bingehîn ya
ramyarîya tirk de wek îstîsna ne. Ji vî layî ve jî, divêt ramyarîya
tirk were rexnekirin. Di
sedsala 19an de hindek ji roþinbîrên tirk ku li Rûsya, Qirim, Qazan û
Azarbaycanê diman, xizmeteka wan ya girîng bo ziman û kultura tirkî çêbûye.
Þehabettin
Mercani
(1808-1889), Ahundzade
Mirza
Fethali
(1812-1878), Ýsmail
Gaspiralý
(1851-1914), Huseynzade
Alî
Beg
(1864-1942)
di nav van roþinbîran de ne. Ev roþinbîrên tirk ku li Rûsyayê diman,
hertim gazinc ji despotîzma ûris, ji polîtîkaya fiþardinê ya Rûsyaya
Qeyser ku asîmilekirina tirkan bo xwe kiribû amanc kirine. Li dû wan, dîsa,
mamostayên wek Yusuf
Akçura (1675-1936), Sadri Maksudi Arsal (1879-1957), Zeki Velidi Togan
(1890-1970), Abdülkadir Ýnan (1889-1976) Ahmet Aðaoðlu (1869-1939), Ayaz
Ýshaki (1878-1954), Mehmet Emin Buðra (1901-1965) Tahir Çagatay
(1902-1984), Saadet Çagatay (1907-1989), Ahmet Temir (1912-2003)
jî di vê derbareyê de, ango ji polîtîkaya fiþardinê ya Rûsyaya
Qeyser ku asîmilekirina tirkan bo xwe kiribû amanc, ji polîtîkaya ûriskirinê
gilî û gazinc kirine. Di vir de mijara girîng ev e: Ev mamostayên zanîngehan
û nivþên ku li ber destê wan perwerde bûne, li Tirkîyeyê, di vê polîtîkaya
ku li dijî kurdan hatiye pêkanîn de, roleka wan ya mezin heye. Ev
proseseka girîng e, ku divêt meriv bala xwe bide ser. Ev mamostayên hanê
û yên mîna wan, têye zanîn ku li Tirkîyeyê, bi taybet li ser ramyarîya
neteweperest de karîger in. Ev mînakeka balkêþ ya ramyarîya tirk e ku
li ser bingeheka cotestandardîyê aj daye. Di
van du-sê salên dawîn de têye dîtin ku beþek ji nivîskarên tirk,
hindek ji endamên çapemenîyê, hindek ji mamostayên zanîngehan û endamên
rêxistinên sivîl derbareyê kurdan de, derbareyê kêþeya kurd de dinivîsin.
Êdî kurdan bi xwe jî dest pêkiriye, dîroka kurdan dinivîsin, di warên
dîrokî û civakî de analîzên sîyasî dikin, di van waran de pêþketinên
gelek girîng bi dest xistine; hunermendên kurd di warê edebîyat, muzîk,
resîm þano û sînemayê de di nav pêþketineka mezin de ne. Hingê ev
yek jî bûye sedem ku nivîskarên tirk beþdarîya vê prosesê bikin. Wek
mînak, TEVKURD di vî warî de tevgereka ramyarî ya balkêþ pêþde dibe.
Meriv dikane bibêje ku di warê kêþeya kurd de nivîsîna nivîskarên
tirk, beþdarîya wan ya bo munaqeþeyan, pêþketineka erênî ye. Lêbelê
têye dîtin ku helwêsta beþeka grîng ya nivîskarên tirk, vê yekê bo
xwe kiriye amanc da ku ramyarîya kurd jî bikþînin nav gorepana îdeolojîya
fermî ya tirk. Devrim
Sevimay li rojnameya Milliyetê di quncika Soru-Cevap (Pirs-Bersîv) de ligel profesorê
dîrokê Dr. Halil Ýnalcýkî hevpeyvîn kirîye. Ev hevpeyvîn li
rojnameya Milliyetê, di nusxeya
12 sermawez 2007 de hate weþandin. Ger em bala xwe bidin ser vê hevpeyvînê,
dê ji layê babeta me ve sûdmend be. Di vê hevpeyvîna ku bi sernavê “Ji Dîroknasê Navdar Bangewazîya Aramîyê” weþîyabû de pirsa
Devrim Sevimay û bersiva Prof. Halil Ýnalcýkî bi vê þêweyê îfade
dibe: “… Vîetnamîyên ku bi
xebera mirina Mistefa Kemalî hesîyane, li bajarê Saygonê bi komelî di
perestgehan de þînê girtine. Dema ku me anî bîra wî û me jê pirsî
ku ‘ev peywendî çawa çêbûye?’ hingê Prof. Halil Ýnalcýk di
bersiva xwe de got ‘Wê demê Vîetnam kolonîyeka Fransayê bû û azadîyê
dixwest. Ji vê çendê, herwekî hemî welatên Asyayê, bona wan jî hêvîyek
bû. Pêþewayekî wisa ye ku bo wan bûye model. Ji ber ku ev pêþewayê
mezin ji nav çûye, xemgîn bûne’.” Herwekî
ku têye dîtin, Prof. Ýnalcýk berevaniya azadiya vîetnamîyan dike. Dibêje,
vîetnamiyan îlhama ramyarîya azadiyê ji Mistefa Kemalî girtine. Hingê,
di vir de pêwîstî bi du pirsan heye: Ew azadîya ku vîetnamîyan
dixwest, gelo kurd jî nikanin bixwazin? Vîetnamî têdikoþin bona ku azadîyê
bi dest bixînin. Gelo kurd jî nikanin têbikoþin da ku azadîya xwe bi
dest bixînin? Dibêjin,
bizava kemalîst bona neteweyên mezlûm bûye ronayîyek, bona hemî miletên
mezlûm di rêya rizgarîyê de bûye jêdera îlhamê, pêþewayetîyê
kiriye. Gelo nabe ku kurd jî ji van raman û dîtinan îlhamê bigrin? Gelo
mafekî wisa yê kurdan jî tune? Li gorî Prof. Ýnalcik mafekî wisa yê
kurdan tune. Kurd nikanin bona azadîyê têbikoþin, divê tênekoþin. Çima?
Gelo bo çi mafekî wisa yê kurdan tune? Ev mijareka etîk e. Mafên ku tu
bo xwe dixwazî, mafên ku tu bo hinekên din jî dixwazî, bo yekî din
nexwestin, berevaniya wê nekirin, mijareka etîkî ye. Gelek aþkera ye ku
dê encamên vê helwêstê yên sîyasî û civakî hebin. Li gorî qenaeta
min, Prof. Ýnalcýk dê nikanîbe bi têgehên zanistî, bi metodên zanistî
bersivên maqul bide. Çunke Prof. Ýnalcýk ji layê asayîþa dewletê de
bala xwe dide ser meseleyê. Ew di wê fikrê de ye ku daxwazên azadîyê yên
kurdan, daxwazên wan yên demokratîk, daxwazên wan yên di warê mafên
merivan û aþtîyê de, asayîþa dewletê tehdîd dikin. Çunke îdeolojîya
fermî vê yekê dixwaze. Dema ku meriv ji layê demokrasîyê, ji layê
azadîya gelan de bala xwe nede ser meseleyê, tenê ji layê asayîþa
dewletê bala xwe bide ser, hingê xweberî encameka wisa derdikeve meydanê.
Partîya
Demokrasîyê ya Beþdarvan (KADEP) ku Þerafettin Elçi serektîya wê
dike, Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) ku Sertaç Bucak serektiya wê
dike, derbareyê çareserkirina kêþeya kurd de federasyonê pêþniyaz
dikin. Nûke ev her du partî di nav prosesa yekbûyînê de ne. Fikrên xwe
yên ku federasyonê pêþniyaz dikin, berdewam didin daxuyandin. Hêzên
serwer yên jiyana siyasî ya tirk, hêzên ku di jiyana siyasî ya tirk de
serdest û xwedî þîyan in, ev fikrê federasyonê ku ji layê van her du
partîyên kurd ve derdikeve pêþ, qet nabînin û nabihîsin, ji nedîtî
ve tên… Partîya Civaka Demokratîk (DTP) di kongreya xwe ya neasayî de,
ku li roja 8 sermawez 2007 çêkiribû, pêþnîyaza otonomîya demokratîk
pesend kir. Hêzên serwer, tafilî li hemberî vê pêþnîyaza DTPê reaksîyon
nîþan dan. Hêzên serwer, pêþnîyaza otonomîya demokratîk ya DTPê ji
nedîtî ve nehatin, bihîstin. Ez dibêjim qey sedemê bingehîn yê vê
yekê jî ev bû ku, komeleka mezin piþtgirîyê dide vê partîyê. Prof.
Ýnalcýk dibêje, nevêt ku bo kurdan otonomî bête dayîn. Dibêje, “heke
otonomî bête dayîn, dê Barzanî bibe Prens Aleksandr”. Dibêje,
“Pêþnîyaza DTP ya otonomîyê taktîkek wisa ye ku piþtgirîya Barzanî
û Talebanî dike. Eyaleteka otonom ya kurd li rojhilata Tirkiyeyê, dê vê
herêmê bo îltîhaqa rêveberiya kurd hêsan bike. Di sedsala 19an de me
li Bulgarîstana Bakur rêveberiyeka otonom nas kir (1878), Prens Aleksandr
hat li Gelîyê Merîçê yê me, Rûmelîya Baþur ku akinciyên wê tirk bûn,
dagîr kir (1885) û me nikanî tiþtekî bikirana.” Prof.
Halil Ýnalcýk dibêje, derbareyê kêþeya kurd de xirabtirîn senaryo ew
e ku Yekîtîya Neteweyan daxilî kêþeyê bibe. Ev senaryoyeka wisa ye ku
xewa þevan li Halil Ýnalcikî diherimîne, wî dike nav fikaran. Di vê
derbareyê de Prof. Ýnalcýk wiha dibêje: “Amanca bingehîn ya PKK ew e ku, ne tenê li ser sînor, li hundirê
Tirkiyeyê jî bûyerên xwînî çêbike. Ger li Tirkiyeyê bûyerên etnîkî
rû bidin, dê Barzanî tafilî vê meseleyê bibe Yekîtîya Neteweyan.
Jixwe, peywendiya wî heye… Kurê Talebanî Qubad wek balyozekî li DYA
ye. Çi dema ku Yekîtîya Neteweyan bibêje ‘Tirkiye tevlihev bû, bo aþtîya
cîhanê Konseya Ewlekarîyê bila mudaxele bike’ hingê mesele ji destê
Tirkîyeyê tê derxistin û bi tevayî dikeve destê DYA û Yekîtîya
Ewropayê.” Prof.
Ýnalcýk dibêje, bona ku kurd di nav tirkan de asîmile bibin, divêt
xebateka pêt bête meþandin, bona viya jî divêt em xwe ji pevçûnên
etnîkî hemet bikin. Di þûna têgeha asîmilasyonê de têgeha
‘entegrasyonê’ diþuxulîne. Dibêje, divêt em kurdan ji cih û warê
wan, ji welatê wan derxînin û ber bi herêmên rojavaya Tirkîyeyê bidin
koçberkirin. Dibêje, dê ev yek bona asîmilasyonê zemîneka guncaw pêk
bîne. Ji vê çendê, ew li dijî operasyona bo derveyî sînor e. Dibêje,
“divêt bakurê Îraqê li derveyî
qada operasyonê be”. Herwisa, bal dikþîne ser vê yekê ku, divêt
li ser kursîyan, ango berpirsîyar di axaftinên xwe de “xelkê rojhilatê”
pîj nekin. Dibêje, “bona operasyonê
zorê li ser hukûmet û artêþê mekin”. Prof. Ýnalcýk wisa dibêje:
“… Li van salên dawîn, bi
sedhezaran kurd ji welatê xwe yê dîrokî derketin û li her dera Tirkîyeyê
belav bûn. Ev yek di bilindtirîn radeyê de rûdaneka dîrokî ye. Layê
erênî yê van bûyeran ev e: Kurdên ku koçberî rojavaya Tirkiyeyê bûne,
bi demê re, dê bi kultureka rasteqîn re entegre bibin. Bi vî awayî, dê
têkelîya kurdan û tirkan ya civakî û sosyalî xeberî çêbibe. Lêbelê,
ev yek jî bi viya ve girêdayî ye ku divêt em nêzîkahîyê bi þanî
wan bidin. Tenê em dikanin bi vê rêyê peywendiya wan ji axa wan, ji
kultura wan bibirin, divê em wan di nav xwe de qebul bikin. Bi vî awayî,
dê mesele xweberî ji navê bête hilanîn.” Prof.
Ýnalcýkê ku bal dikþîne ser bêkarî û li pey kar ketinê, axaftina
xwe wisa dewam dike: “Barzanî û
PKK bona ku pêþî li vê têkelîyê bigrin, di nav kurdên ku koçberî
rojavayê bûne, bi taybet di nav xortên bêkar de propagandaya etnîkî ya
mîllî gurr dikin. Lewre jî, ew kurdên hemwelatî ku têne nava me, divêt
em wan di nav xwe de qebul bikin. Bona me, ya girîng ew e ku, divêt em
xelkê Rojhilata Baþur [Kurdistana
Bakur]
bigrin layê xwe de. Em wan ji bin karîgerîya þerê propagandaya Barzanî
derxînin. Ev polîtîkaya me bi vê rêyê mumkin dibe. Di heman demê de,
divêt ev yek amanca me ya yekem be ku em rojek beriya rojekê li bajarên
xwe yên Rojhilata Baþur projeyeka civakî ya berfireh bidin destpêkirin.” Prof.
Ýnalcýk van ramanên xwe di nameyekê de ku bo nivîskarê rojnameya Milliyetê
Taha Akyolî jî nivîsîye, qal dike. Ev name, di quncika Taha Akyolî de,
di roja 2 sermawez 2007 de bi sernavê “Hiþyarî
Ji Dîroknas” hatiye weþandin. Prof. Ýnalcýk di vê nameya xwe de jî
dibêje “xewa þevan li min herimîye”
û derbareyê hîþyarbûna hestên neteweyî yên di nav kurdan de endîþeyên
xwe beyan dike. Prof. Ýnalcýk di vê nameyê de li cihekî wisa dibêje:
“Rojava [Ewropa]
bo xatirê Barzanî dev ji Tirkiyeyê bernade. DYA li Îraqê, di bin
perdeya serweriya Îraqê de bi karta kurd dilîze. Ev pilana Kurdistanê,
ji dema Þerê Cîhanê yê Yekem û vir de li ser masayê ye. Nûke yekî
kurd kirine serpereþtê karên derve, yekî kurd jî kirine serpereþtê
dewletê. Bakurê Îraqê êdî li jêr hîmayeya DYA de ye û di xizmeta
pilanên wê de ye.”
Herwekî
ku têye dîtin, Prof. Ýnalcýk behsa “entegrasyona kulturî” dike lê
qet behsa nirxên kurdan nake ku, kurd bona van nirxan têdikoþin. Qet
behsa wê nake ku kurd ji ber kurdbûna xwe xwedîyê hîn mafan in û ew fiþardin
û tundiya ku li ser wan têye meþandin divêt rabe. Qet nabêje ku hîn jî
herfên wek X,W,Q wek pirsgirêkek li meydanê ne. Ev herfên ku di alfabeya
kurdî de hene, dibêjin “ev herf di alfabeya tirkî de tune ne” û van
herfan red dikin. Ew peyvên ku ev herf têde hebin bikaranîna wan qedexe
ye. Çi dema ku SHOW bête gotin, ev herf serbest e, wê demê kes nabêje
“ev herf di alfabeya tirkî de tune ye”. Lê dema ku di peyva NEWROZê
de bête bikaranîn, qedexe ye. Gelek
metodên asîmilasyonê hene. Dewlet û hukûmet van metodan li gorî cih û
dema wê bi awayekî sîstematîk tetbîq dikin. Þewitandin û wêrankirina
gundan, koçberkirina merivan û malbatan, ji cih û warê wan bi darê zorê
rakirin, hindek ji van metodan in. Gelek aþkera ye ku ev surgûn bona asîmilasyonê
zemîneka guncaw çêdikin. Bona ku ev zemîn çêbibe divêt kurdên ku ji
cih û warê xwe hatine rakirin, ber bi bajarên rojavaya Tirkîyeyê de bêne
koçberkirin. Ev komelên ku têne surgûnkirin, qet naxwazin ku ew berê
xwe bidin bi layê Kurdistana Baþur de. Kampa Mexmûrê ya li Kurdistana Baþûr,
bo Tirkiyeyê hîn jî muþkileyeka mezin e. Çunke li wir, tu dev ji aimîlekirina
kurdan berde, hestên kurdayetîyê hîn geþtir dibin.
Zordayîna
bo korucutîyê (cehþîtî) jî bona asîmilasyonê wek metodeka girîng têye
bikaranîn. Ewên ku bi darê zorê terka cih û warên xwe kirine û çûne
bajarên rojavaya Tirkiyeyê, ewên ku terka welatê xwe kiribin, aþkera ye
ku bona asîmilasyonê rewþeka guncaw pêk anîne. Li Tirkîyeyê dewlet û
hukûmet hertim behsa þêxan û terîqetan, behsa eþîretan dikin.
Dixwazin bibêjin ku li piþt kêþeya kurd ev sazîyên paþverû hene, ev
sazî berevaniya kurdayetiyê dikin. Lêbelê ewên ku van sazîyan li piya
dihêlin, ewên ku berevaniya van sazîyan dikin, ewên ku wan xwedî dikin
dewlet û hukûmet bi xwe ne. Korucutî polîtîkayeka girîng e ku van
saziyên wisa li piya dihêle. Karbidestên dewletê yên ku gazincan ji van
saziyan dikin, wek mînak, di hilbijartinan de, li bajarên ku kurd bi
pirranî têde akincî ne, di serê lîsteyê de cih didin kesayetên ji van
sazîyan. Di
babeta pêkhatina zemîna asîmilasyonê de, wek mînak, ez di wê qenaetê
de me ku di navbera ewên ku ji ber sedemên aborîyê 40-50 sal berê terka
herêma kurd, terka cografyaya kurdniþîn kirine û ewên ku ji ber þewitandin
û kavilkirina gundên xwe terka cih û warên xwe kirine de cihêtîyeka
mezin heye. Ewên ku gundê wan hatine þewitandin û wêrankirin, bi darê
zorê ji cih û warên xwe koçber bûne, di wan de hestên neteweyî hîn
xurttir e. Meriv dikane bibêje ku, ger evên hanê firsenda xwe bibînin,
ger þertên guncaw pêk werin, ew dê bixwazin cardin vegerin cih û warên
xwe. Metodeka
girîng ya asîmilasyonê jî xwendegeh, dayreyên dewletê, radyo, televîzyon
û rojname ne. Ev amûrên hanê di warê asîmilekirina kurdan de bi awayekî
sîstematîk têne bikaranîn. Herwisa, sazîyên wek dîn û sîyasetê jî
di prosesa asîmilekirinê de bi awayekî karîger têne þuxulandin. Çi
dema ku li Tirkiyeyê kêþeya kurd di rojevê de be, dewlet û hukûmet,
wek mînak bona PKKê ji bilî ‘qanûna poþmanîyê’ tu pêþnîyazeka
din dernaxînin pêþ. Here û were, hertim ‘qanûna poþmanîyê’
araste dikin. Digel ku bi xwe dizanin ev ne çareseriyeka ciddî ye, lê dîsa
pêþnîyazeka ji viya wêdetir dernaxînin pêþ. Ev jî têye vê wateyê
ku naxwazin kêþe çareser bibe. Çapemenî, roþinbîr, rêxistinên sivîl,
beþeka mezin ya nivîskaran, bi taybet ewên ku wek rastgîr dixuyin, ji
bilî asîmilasyonê tu pêþnîyazeka din naynin rojevê, tiþtekî din
munaqeþe nakin. Têye zanîn ku ev kampanyayên wek “Em ê çawa hîn zûtir
tirkî fêrî kurdan bikin?”, “Em ê çawa kurdî bi kurdan hîn zûtir
bidin jibîrvekirin?” … “Bavo min biþîne xwendegehê”, “Haydên
keçino werin xwendegehê” di vê çarçoveyê de têne rojevê. Ew roþinbîrên
ku li hemberî komelkujîyên ku bi serê kurdan de tên de, li hemberî fiþardin
û kuþtinan qet ranawestin, roþinbîrên ku li hemberî ew hêzên ku van
kiryaran dikin qet rexneyekê nakin, roþinbîrên ku bêrawestan hertim pêþnîyaza
asîmilekirina kurdan derdixin pêþ, hewl didin xwe da ku bona asîmilasyonê
zemîneka guncaw pêk were. Divê meriv bi îbret bala xwe bide ser vê
prosesê. Prof.
Halil Ýnalcýk jî di wê hevpeyvîna ku bi Devrim Sevimay re kiriye de
behsa dayîna mafên kurdan yên ku ji kurdbûna wan çêdibin, behsa
naskirina van mafan qet nake. Wek mînak, qet behsa vê yekê nake ku bila
kurd ji ber zimanê xwe tûþî astengiyan nebin, di navbera xwe de wek
komeleyek mafê wan heye ku zimanê xwe bikar bînin, bila di jiyana xwe ya
taybet û ya fermî de zimanê xwe bikar bînin, herwisa, qet behsa wê nake
ku bila di warê perwerdeyê û hwd. de zimanê kurdî bête bikaranîn. Lêbelê,
here û were, hertim behsa girtina tedbîrên ku rêya asimîlasyonê xweþtir
dikin pêþnîyaz dike. Dibêje, divêt ev tedbîr bi awayekî nerm bêne
bikaranîn da ku kurd di xwe de dernexînin. Gelo ev roþinbîrên tirk dema
ku li salên 1985-1988an ku kampanyaya bulgarkirina tirkan li Bulgarîstanê
çêdibû, navê tirkan dihate guherandin, helwêsta wan hemin bi vî awayî
bû? Em baþ dizanin ku wê demê roþinbîrên tirk li hemberî van bûyeran
helwêsteka çawa nîþan dan. Meriv dikane ev cotestandardîya ku di ramyarîya
tirk de çêdibe û pêþ ve diçe, li dora peywendîyên van dîyardeyan de
vekole. Ji
layê asayîþa dewletê li kêþeyên civakî û siyasî nihêrîn ne helwêsteka
zanistî yan jî hewldaneka zanistî ye. Pêwîstiya vê helwêstê bi
hewldaneka zanistî jî nîn e. Çunke di vê derbareyê de ne mumkin e ku
kes yan jî lêkolîner bi awayekî objektîv li kêþeyan binihêre. Bi
berçavka îdeolojîya fermî bala xwe didin ser kêþeyan. Di vir de jî hêmana
bawerîyê serdest e. Baweriya xwe bi ramanek ji nav ramanan tînin, bona
parastin û pêþvebirina vê ramanê, bona jiyandina vê ramanê hertim di
nav hewldanê de ne. Dema ku em dibêjin ‘îdeolojîya fermî’ jî, tenê
ew îdeolojîya ku bi tedbîrên îdarî û cezaî yên dewletê têye
parastin û pêþvebirin, tê bîra meriv. Dema ku ji layê fehma asayîþa
dewletê li kêþeyên civakî û sîyasî dinihêrin, ji layê îdeolojîya
fermî li meseleyan dinihêrin, ev yek ramyarîyê dicemidîne. Wek mînak,
ger tu rabî naskirina mafên kurdan yên ku ji kurdbûna wan çêdibin bona
asayîþa dewletê wek tehdîdekê bibînî, hingê, divêt tu bona pêþîlêgirtina
vê tehdîdê jî di nav hewldanên berdewam yên serkutkirinê de bî. Bona
ku di vê rêyê de tu ramanek aþkera nebe, tu dê bikevî nav hewldanên pêþîlêgirtinê,
tu dê hertim fiþardinên xwe zêdetir bikî. Di proseseka wisa de ramyarî
dicemide, mejî kung dibin, fikrîn seqet dibe. Di proseseka wisa de
xwerexnekirin jî tune ye. Lêbelê di metoda zanistî de munaqeþeyek dînamîk
heye. Di metoda zanistî de munaqeþe li ser dîyarde û ramanê çêdibe.
Rexne û xwenexnekirin, di metoda zanistî de du faktorên sereke ne. Ev
îfadeyên wek “Rojava [Ewropa]
bo
xatirê Barzanî dev ji Tirkiyeyê bernade”, “Pilana Kurdistanê ji dema
Þerê Cîhanê yê Yekem û vir de li ser masayê ye” îfadeyên îdeolojîya
fermî û fehma asayîþa dewletê ne. Lêbelê, fehma metoda zanistî,
ramyarîya azad, munaqeþeya ku li ser zemîna rexneya azad çêdibe, li
vir, van pirsan dipirse da ku meseleyê têbigihê û li ser bingeheka rastîn
dayne. Di
roja îroyîn de li Rojhilatanavîn nufûsa kurdan zêdetirî 40 milyonî
ye. Kurdistan, di dîrokê de
xwedîyê axeka 500 hezar km2 ye. Digel ewçend nufûsa mezin, dîsa
jî di peywendîyên navneteweyî de, di polîtîkaya navneteweyî de tu
giraniyeka kurdan, tu statuyeka wan nîn e. Li sazîyên navneteweyî yên mîna
Yekîtîya Neteweyan, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê, Rêxisitina
Ewlekarî û Hevkarî ya Ewropayê, NATO, Konferansa Îslamê, Rêxistina
Pêþdeçûna Îslamê
de navê kurdan jî nayê bilêvkirin. Ev çima wisa ye? Di roja îroyîn de
li cîhanê zêdetirî 200 dewlet hene. 192 dewlet endamên Yekîtîya
Neteweyan in. 204 dewletan beþdarîya Olîmîpîyatên Atîna-2004 kiribûn.
Ji sala 2004an virdetir, di salên 2006-2007 de dewleteka din ku serxwebûna
xwe bidest xist Qerebax e. Di nav van dewletan de, bi dehan dewlet hene ku
nufûsa wan kêmtirî mîlyonekê ye. Di roja îroyîn de, ji nav dewletên
ku endamên Yekîtîya Ewropayê ne, tenê nufûsa Almanya, Fransa, Îtalya,
Brîtanya û Spanyayê zêdetirî 40 milyonî ye. Nufûsa Polonyayê bi qasî
nufûsa kurdan e. Nufûsa 21 dewletên din ji nufûsa kurdan ya li
Rojhilatanavîn kêmtir e. Lêbelê ev dewletên hanê, qet xwe ji biryarên
ku paþeroja kurdan tayîn dikin paþve nadin. Ev biryarên ku hatine
girtin, wisa ne: “Em naxwazin li
Rojhilatanavîn dewleteka serbixwe ya kurdan ava bibe”, “Em
li dijî wê ne ku li Rojhilatanavîn sînor bêtin guherandin”. Li
binê van biryaran îmzeya dewletên wek Luksemburg, Malta, Dewleta Rûm ya
Qibrîsê heye ku nufûsa wan di binîya milyonekê re ye. Ev yek bi awayekî
aþkera nîþan dide ku piþtî Þerê Cîhanê yê Yekem, li salên 1920an,
nîzama navdewletî çawa di elenîya kurdan de hatîye danîn. Dewletên ku
nufûsa wan ji 300 hezar, 400 hezarî kêmtir e, çawa dikanin qedera kurdan
ku nufûsa wan ji 40 milyonî zêdetir e tayîn bikin? Divêt ji layê etnîkî
de jî meriv bala xwe bide ser vê yekê. Di vê helwêsta dijayetîya
kurdan de gelo exlaqê sîyasî heye?
Herwisa,
ev jî aþkera ye ku helwêsta van dewletan li hemberî kêþeya Filîstînê
cihê, li hemberî kurdan cihê ye. Ev dewletên ku di kêþeya Filîstînê
de dixwazin sînor biguherin, ango hewl didin xwe da ku dewleteka serbixwe
ya erebên Filîstînê ava bibe, lê dema ku mesele tê ser kêþeya kurd,
îcar dikevin nav hewldanan da ku sînor neyêne guhartin. Nûke
48 endamên Konseya Ewropayê hene. Ji nav van dewletan tenê nufûsa
Almanya, Fransa, Îtalya, Brîtanya, Spanya, Tirkiye, Federasyona Rûsyayê
û Ukraynayê zêdetirî 40 milyonî ye. Nufûsa Polonyayê bi qasî nufûsa
kurdan ya li Rojhilatanavîn e. Nufûsa 40 dewletên din ji nufûsa kurdan
ya li Rojhilatanavîn kêmtir e. Ev yek bi awayekî aþkera nîþan dide ku
piþtî Þerê Cîhanê yê Yekem nîzama navdewletî di elenîya kurdan de
hatîye danîn. Ev statukoya li dijî kurdan ku di prosesa Þerê Cîhanê yê
Yekem de û dema danîna Yekîtîya Neteweyan de hatîye sazkirin, xuya ye
ku di dema Þerê Cîhanê yê Duyemîn de jî hatiye parastin û xwedîkirin.
Di roja îroyîn de jî, kurd bi xwe hay li vê dijayetîya kurd in, ev bêstatu
hiþtina kurdan, ku di qadeka navdewletî de hatîye danîn, êdî kurd hay
jê haydar in. Êdî hay jê hene ku Kurdistan kolonîyeka navdewletî ye.
Kurd bona ku vê statukoyê li du xwe bihêlin, di nav hewldaneka sext de
ne. Yekîtîya
Ereban xwedîyê 22 endaman e. Ji van 22 endaman tenê nufûsa Misrê zêdetirî
nufûsa giþtî ya kurdan e. Di hejmartina sala 2006an de nufûsa Sûdanê
41 milyon bû, ev bi qasî nufûsa kurdan e. Dema ku meriv yek bi yek nufûsa
dewletên ereb yên mayîn bigre dest, hemî ji kurdan kêmtir in. Li gorî
hejmartina sala 2006an, nufûsa Komor 690 hezar e, Cîbûtî 500 hezar,
Behreyn 700 hezar, Qetar 885 hezar e. Lubnan 5 milyon, Urdun 5 milyon, Lîbya
5 milyon, Filîstîn 4 milyon, Emaretên Yekbûyî yên Ereb 2.5 milyon e.
Erebistana Suûdî 27 milyon, Sûrîye 18 milyon, Îraq 26 milyon e. Ev jî
têye zanîn ku 5 milyon ji nufûsa Îraqê û 2 milyon ji nufûsa Sûriyeyê,
kurd in. Rêxistina
Konferansa Îslamê, ku 57 endamên wê hene, ji nav van tenê nufûsa
Misir, Îran, Pakistan, Bengladeþ, Endonezya, Nîjerya û Tirkiye zêdetirî
kurdan e. Nufûsa 50 dewletên din yên endamên Konferansa Îslamê ji nufûsa
kurdan ya giþtî kêmtir dixuye. Nufûsa kurd ya li Îranê 12 milyon e.
Nufûsa kurd ya li Tirkiyeyê zêdetirî 20 milyonan e. Herwisa, ji ber
hindek bûyerên civakî û dîrokî yên cûr bi cûr beþek ji nufûsa
kurdan belavî Beyrût, Qafkasya, Asyaya Navîn û Efxanistanê bûye û li
wan deran dijîn. Herwekî
ku têye dîtin di peywendîyên navneteweyî de derbên giran li kurdan
ketine. Ev yek di pêvajoya Þerê Cîhanê yê Yekem de û piþtê wê
derketiye meydanê. Ev parçekirin di sala 1916an de, bi peymana Sykes-Picot
dest pê kiriye, li Konferansa Parîsê ku di rêbendana 1919an de çêbûbû
û dema danîna Yekîtîya Neteweyan de dewam kiriye. Ev bûyera jihevkirin,
parçekirin û parvekirina gelê kurd yê ku li navenda Rojhilatanavîn de
niþtecih e û parçekirina welatê wan Kurdistanê ye. Di vê bûyerê de
roleka gelek mezin ya her du dewletên emperyal yên wê demê, ango ya Brîtanya
û Fransayê heye. Gelek aþkera ye ku ev dewletên emperyal ligel dewletên
tirk, ereb û fars yên li Rojhilatanavîn di nav hevkarîyê de ne.
Gelek
ji endamên çapemeniya tirk, unîversîteyên tirk, akademîsyenên tirk
dibêjin “bo her milletek dewletek ne pêdivî ye”. Lêbelê ev dîtin,
ev ramana hanê pirseka ciddî jî ligel xwe tîne. Gelo çima bona Komora
ku nufûsa wê 690 hezar e, Cîbûtîya ku nufûsa wê 500 hezar e, Behreyna
ku nufûsa wê 700 hezar e, Qetara ku nufûsa wê 885 hezar e, Luksemburga
ku nufûsa wê 450 hezar e, bona Maltayê, bona Qerebaxa ku nufûsa wê 600
hezar e dewlet divê lê bona kurdên ku nufûsê wan zêdetirî 40 milyonî
ye dewlet navê? Ne mumkin e ku bi têgehên siyaset û zanistê bersiveka
maqul bo vê pirsê bête dayîn. Ji ber vê çendê bona ku pêþî li pirsên
wisa bête girtin, serê van pirsan binuxumînin, polîtîkayeka taybet têye
meþandin. Divêt
meriv bi baldarî vê yekê bibîne ku, ev Tirkîyeya ku bona 180 hezar tirkên
li Qibrisê dewletekê dixwaze, lê polîtîkaya nenasîna Dewleta Kurd ya
Federe ya li Îraqê berdewam dike. Tirkîye, ji sazîyên navnetewî
dixwaze ku ew Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur wek dewleteka serbixwe nas
bikin. Di vî warî de pêzanînan dide Yekîtiya Neteweyan, Yekîtiya
Ewropayê, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ereban û Konferansa Îslamê. Di
peywendîyên yekayek de jî vê mijarê hertim tîne rojevê. Lêbelê
Dewleta Kurd ya Federe ku li Îraqê li gorî destûra Îraqê hatiye danîn,
bi rik naxwaze nas bike. Digel ku gelek dewletan li paytexta Herêma Kurdan
konslosxane vekirine, ligel Hukûmeta Herêma Kurdistanê peywendiyên
ekonomîk û polîtîk danîne, hewl didin xwe da ku van peywendîyan hîn
geþtir bikin, ku di nav van dewletan de, dewletên wek DYA, Îtalya,
Fransa, Almanya, Brîtanya, Federasyona Rûsyayê, Îran, Koreya Baþur û
Polonya jî hene. Di
vê navberê de, divêt em bal bikþînin ser daxuyanîyeka serekê dewleta
Lîbyayê Muamer Qeddafî, dê sûdmend be. Serekê dewleta Lîbyayê Muamer
Qeddafî di meha berfanbara 2007an de li Fransayê, li Parîsê di geþteka
fermî de dema ku ligel þandeyeka kurd ya ji Kurdistana Baþur hevdîtinekê
kiriye, gotiye “Dewleteka serbixwe ya kurd, mafê rewa yê kurdan e”.
Serekê dewleta Lîbyayê Muamer Qeddafî vê nihêrîna xwe ya derbareyê
kurdan de li salên 1990î jî carînan beyan kirîye. (www.Peyamner,
News Agency.com, 16 rêbendan 2007) Jihevkirin
û parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê li dîroka Rojhilatanavîn,
li dîroka tirkan, li dîroka Îran û Îraq û Sûriyeyê beþeka wisa ye
ku tim di tarîtîyê de maye, tim dixwazin di tarîtîyê de bimîne. Hingê
divêt zanistîyên sosyalî yên mîna dîroknasî, civaknasî, antropolojî,
zanistiya siyasetê, ekonomî, huqûqa dewletan û peywendîyên navneteweyî
vê prosesê îzeh bikin. Herwisa, jihevkirin û parçekirin û parvekirina
kurdan û Kurdistanê, ne tenê ev proses e ku di çaryeka sereta ya sedsala
20an de dest pê bûye. Di navîna sedsala 17an de, ew dabeþkirina ku di
navbera Împaratoriya Îranê û Împaratoriya Osmanî de çêbûye, di dîroka
kurdan de bûyereka mezin e. Li çaryeka pêþî ya sedsala 19an, di prosesa
þerê di navbera Rûsyaya Qeyser û Îranê de (1827-1828), alîyê bakur yê
beþa Kurdistana ku di nav sînorên Împaratoriya Îranê de bû, ket bin
serweriya Rûsyayê. Ev dabeþbûna Kurdistanê divêt bi têgehên zanistîya
sosyalî bêne aþkerakirin. Li gorî baweriya min, ev proseseka girîng ya
dîroka Rojhilatanavîn e. Ev jî ne mijareka wisa ye ku bi mentiqeka wek
“Rojava, di pevçûna tirkan û kurdan de hertim piþta tirkan digre”,
“Îran, Sûriye, Tirkiye, Îraq li dijî dewleteka serbixwe ya kurd
in…” bête îzehkirin. Li vir tiþtê girîng ev e ku, meseleya ku
derbareyê kurdan de ye, gelo çima bi kurdan re nayê munaqeþekirin, ji
kurdan nayê pirsîn? Herwisa, ev jî babeteka balkêþ e ku di peymanên ku
paþeroja kurdan diyar dikin de gelo çima cih nadin numayendeyên kurdan?
Meriv dikane dijayetiya kurd ya Rojavayê têbigihê. Ev ne pêþnîyazeka
zanistî ye ku dibêjin evê hanê yan ewê hanê li dijî danîna dewleteka
kurd ya serbixwe ye. Pêþnîyaza zanistî, piþta xwe dispêre diyardeyan
û hewl dide xwe da ku vê dijayetîyê têbigihê, þîrove bike. Lêbelê
ji layê azadîya gelan de, li meseleyê nanihêrin, ew fehma ku ji layê
asayîþa dewletê, ji layê ewlehîya dewletê li meseleyê dinihêre, bêguman
dê qet hewl nede xwe da ku bikeve nav þîroveyeka wisa. Va ye, di vê xalê
de meriv bala xwe bide ser vê yekê ku, bê hela ev pisporiya zanistiyên
sosyalî bona çi hene? Di
sîstema sîyasî ya tirk de îdeolojîya fermî sazîyeka gelek girîng e.
Sazîya ku rê bi nîþanî jiyana ramyarîyê, zanist û hunerê dide, îdeolojîya
fermî ye. Îdeolojîya fermî, îdeolojîyeka wisa ye ku bi tedbîrên îdarî
û cezaî yên dewletê berevanîya wê têye kirin û têye xwedîkirin. Di
sîstemeka wisa de ku jiyana ramyarî û zanistî bi vî awayî di bin fiþarê
de bin, ne mumkin e ku meriv ji wê sîstemê re bibêje sîstemeka sîyasî
ya demokratîk e. Tirkiye, ji vî layî de, ji ber van peywendîyan bi sîstemeka
antî-demokratîk têye birêvebirin. Di sîstemeka sîyasî ya wisa de,
pisporî û rawêjkariya (þêwirmendî) di sazîyên dewlet û hukûmetê
de, angajekirina polîtîkaya ku têye meþandin, ji bilî zanyarîya zanistê
ya li gorî pêwîstiya îdeolojîya fermî, ne tu tiþtekî din e. li Tirkîyeyê,
di roja îroyîn de kurd, elewî û hindek cereyanên dînî yên din, kêþeyên
grîng yên siyasî û civakî ne. Di van babetan de, kesên ku rawêjkariya
dewlet û hukûmetê dikin, kesên ku wek pispor di van sazîyan de
dixebitin, bona ku zanyarîyên zanistî bikin jêr xizmeta îdeolojîya
fermî, di zanistê de texrîfatîyê jî dikin. Xebatên
derbareyê kurdan de, derbareyê kurdî de, derbareyê Kurdistanê de, divêt
di rewþeka azad ya ramyarîyê de, di rewþeka zanistî de bêne kirin. Di
roja îroyîn de, têye zanîn ku ev rewþ di unîversîteyên tirkan de, di
çapemeniya tirk de tune ye. Bêguman hindek îstîsna hene. Roþinbîrên
kurd ji vê prosesê haydar in. Lêkolînên ku ji layê roþinbîrên
kurdan de têne kirin jî, roj ji rojê kûrtir berdewam in.
____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
Ev gotar li tu derê û
bi tu zimanî nehatiye weþandin. Wek helwêstek, em wergera kurdî ya
gotara birêz Ýsmail Beþikçi berîya tirkîya wê diweþînin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org