|
FERHENGA
BIWÊJAN A ENSTÎTUYÊ Roþan
Lezgîn Ferhenga
Biwêjan a ku Mustafa Borakî amade kiriye û
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li Pûþpera 2005an çap kiriye, 1005 rûpel
e û teqrîben li dor 11-12 hezar îdyoman (biwêj) e. Herçendî
birêz Mustafa Borak di Pêþgotinê
de dibêje, “… xebatên
wer, xebatên saziyên bi rêkûpêk in. Xebatên kom û ekîban in… Ev lêkolîn
û lêgerîn pêwist e ji hêla komek zanyar ve bên darivandin û tasnîfkirin. (r. 23)” lê ji ber ku berhem bi
xwe ji destê enstîtuyekê çap bûye û ev sazî (Enstîtuya Kurdî ya
Stenbolê) bi van gotinên xwe jî piþtrast dike ku ew wek ekîb li ser
xebitîne, ku di Pêþekê de dibêje,
“… hevala me Aysel Çetin jî nêzî pênc mehan
li ser sekinî û ji aliyê ziman ve jî sererast kir û ediland. Li aliyê
din hevalên me Zana Farqînî û Samî Tan jî, ji bo amadekirina vê
berhemê þêwirmendî kirin. (r. 5)”
ji vê çendê, niha muxatabên vê nivîsê pêþî Enstîtuya Kurdî ya
Stenbolê (birêz serok û berpirsiyar û þêwirmend û redaktor û endamên
hêja û zana…) û dû re jî, danerê Ferhenga
Biwêjan birêz Mustafa Borak e. Ji
serî de ez vê bibêjim ku kes, kom an jî sazî, dema ku xebateke rast û
zanistî li ser zimanê kurdî bikin, ev yek ji bo pêþketina zimanê me û
pê re jî, ji bo neteweya me dibe xizmeteke baþ û helbet meriv dikare bi
kêfxweþiyeke ji dil bibe minetkar, lê bi wî þertê ku xisara xwe ji
kara xwe zêdetir nebe! Xebatên nivîskî yên ku li ser zimên bi nezanî bêne kirin, ji ber ku piþtî weþandinê dibin belge, dibin referans, hingê þaþiyên xwe jî dibin þaþiyên gelemperî, ji vê çendê qet çênebin çêtir e. Çunke ji bilî kesên zana û ehlên wî warî, ku dikarin þaþiyan bibînin, wekî din hemû muxatab û xwendevanên sade û xeþîm; kesên ku bibin muxatabê wê enformasyona niviskî, dê jê bawer bikin û ji xwe re bikin çavkanî û referans(*). Tew mebêjin ku ev berhem bi mohra (logo) sazîyeke zanistî(1) hatibe çapkirin: Berga xwe çermî, rengê reþ, nivîsên zêrhelî, 1.350 kg giran, 1005 rûpel, 24x16.5 cm ebad û helbet buhayê xwe jî 40 YTL be, hingê hukmê xwe dibe wek hedîsekê, dê kîjan kes bikaribe yan jî curetê bike û rabe ji sehîhbûna wê bikeve nava þik û gumanan?!...
Di
serî de ji van îfadeyên camêrî dixuye ku ew qet jî ne þarezayê
berhevkirina folklorê ye û ev kar, ji her hêlê ve ne karê wî ye! Karê
ku meriv baþ ji heq derneyê, mebêjin ku ev zimanek be, meriv qet destê
xwe pê neke hezar qat çêtir e ji kirinê. Birêz
Mustafa Borak di destpêkê de nêzîkî 20 rûpelî tiþtin qiset dike;
gotinê virde-wêde digerîne, bi dehan mînak ji gotinên pêþiyan û îdyoman
dide lê rasterast û bi awayekî zelal nikare bibêje îdyom çi ye. Lêbelê
ji bo ku bibe xwedî kitêbeke stûr, hema çi ketiye ber an jî çi hatiye
bîra wî; çiqas karibûye li hev bîne, li ser navê îdyomê tiþtin li dû
hev rêz kirine, þêwirmendên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî wan tesdîq
kirine (!) û wek Ferhenga Biwêjan
pêþkêþî me kirine. Dema
ku camêr dixwaze bo me îdyomê tarîf bike, gelek tiþtên þaþ dibêje.
Ji vana yek ev e, ku dibêje : “Biwêjek
li gorî rewþê hin caran rengdêr e, hin caran navdêr e, hin caran jî
dibe lêker. Mînak: “Stûxwar”
(rengdêr), “Stûxwarî”
(navdêr), “Stûxwar
bûn” (lêker) Lê
her sê jî ji aliyê wateyê ve biwêj in.
(r.22)” Di
zimanê kurdî de jî û di zimanên din de jî gelek peyvên hevedudanî yên
wisan hene ku bi tena serê xwe jî û di nav hevokê de jî nabin îdyom.
Di lêkerê de jî, wisan dixuye ku ferqa di navbera “bûn” û “bûyin”ê
de jî nehatiye zanîn! Mesela ev rengdêr bi vî awayî nabe îdyom: “Stûxwar
bûn (stûxwar man) Bê
çare li holê man. *Ew qas ewledê wî
jî hebûn, lê jina wî ku mir, mêrik stûxwar
bû û li holê ma.
(r. 840)” “Stûxwarbûn/stûxwar bûn” nabin îdyom. Em bibêjin,
“kezîzer, kezîkur, gulîbirr, rûreþ…” tev heman tiþt in (rengdêr an navdêr û te
divêt bila lêker bin); du peyvên
hevedudanî ne. Heke “stûxwar bûn” îdyom be, divêt “kezîkur bûn”
jî bibe îdyom! Her wiha, di kurmanciyê de bi hezaran peyvên wisan hene,
çima ên din negirtine ferhenga xwe? Lêbelê ger îllahîm em rabin ji van
her du peyvan îdyomekê bixuliqînin, hingê divêt wisan bête nivîsandin:
stûyê
xwe xwar kirin: li ber gerîn; lava kirin, rica
kirin; xwe reben kirin; belengazî, teslîmiyet an jî bêçaremayina xwe nîþandan keziyên
xwe kur kirin: þînî bûyin, þînê gerandin;
li dû yekî mirî xweþikbûna xwe xirab kirin; dev ji xwebedewkirinê
berdan Bo
numûne, dema ku em bibêjin, “Ew yekî stûxwar e”, di vir de wateya
xwe ya rasteqîn ew e ku, stûyê wî kesî xwar e, ango stûyê wî ne rast
e. Bi vî awayî ne îdyom e, bi tenê rewþekê dîyar dike (navdêr?), wek
ku em bibêjin “Ew yekî rîhspî ye”. Îcar, dema ku em bibêjin “Ew
yekî stûxwar e” (ji ber ku jina
wî miriye?), ev jî manaya rengdêrekê (sifet) nîþan dide,
wek ku em bibêjin “Ew yekî xemgîn e”. Bala xwe bidinê, yek peyv e,
du wateyên cihê ne lê her du jî ne îdyom in, bi vî awayî nikarin
bibin îdyom! Lê çi dema ku em bibêjin “Wî stûyê xwe xwar kir”, a
li vir dibe îdyom. Çima? Çunke, di vê hevoka dawîn de îbareya “stûyê
xwe xwar kirin”ê di wateya mecazî de ye, ango di wateya tabîrê de
hatiye karanîn. Newxe, þertekî bingehîn a îdyom bûyînê jî divêt di
wateya mecazê/tabîrê de be!... Niha
ez jî dizanim ku xebatên bêqusûr nîn in. Ger xebatek nîvenîv jî xwedî
qusûr be, meriv dikare bi fesal xwe lê nêzik bike lê ger berhemek ji çar
paran sê par û sê ribên xwe þaþ be hingê ez jî nizanim ku meriv bi
uslûbeke çawan û bi kîjan metodî kirîtîkê bike? Ev Ferhenga
Biwêjan ku di warê xwe de tekane ye
û ji
aliyê qewareyê (hecm) ve jî (bênezer be!) gelek stûr e, ger
ez rabim hemû xeletiyên wê binivîsim, hingê divêt kêmtir deh-panzdeh
hezar rûpel bêne nivîsandin! Ji wê çendê ez dê ne bi awayekî sîstematîk
lê di ser re çend numûneyan pêþkêþ bikim. Lê beriya wê, ji bo îddîayên
“Ev ferhenga biwêjan di warê xwe de tekane ye.
(r. 5)” û “Di
xebatên ku heya niha hatine weþandin de kesî biwêj wek vê xebatê bi
wate û bi mînak nenivisîne. (r. 11)”
ez dixwazim xwendevan li kovara Vate, hejmarên 17, 18, 19, 20, 21, 22… û
sala weþandina wan, her wiha, li berhemên weþanxaneya Vateyê jî binihêrin.
Çunke gelekê kurdan pirr hewesdar in ku dîrokê ji xwe bidin destpêkirinê,
wek îddîaya nivîsandina romana yekemîn a kurdî!... Mînakin
Ji Þaþiyan Digel
ku îdyom ruh an jî kakilê zimên in lê zimanê camêrî ne zimanekî xas
û xwezayî ye; tu bêhn û tahm û ekla zimanê kurdî jê nayê, seranser
zimanekî çêkirî û naylon e; tu hevoka ku li gor qaydeyên gramera kurdî
rast hatibe nivîsandin nîn e, ne xwedî tu stadardekê ye; ne di yên
berhevkirî yan jî wergirtî de, lê di axiftina wî bi xwe de heman peyv
bi çend forman hatiye nivîsîn û her wiha, îdyom li gor sîstema rêzkirina
alfabetîk jî nehatine rêzkirin… Lêbelê ez dê bêhtir li ser mentiq
û wateyê bisekinim. Em ferz bikin, ji îdyoman yeke wiha: “Di
kulekê de ketin Bêrûmet
bûn. *Ez çûm mêvaniya wan lê te
digot ez di kulekê de ketime,
wekî merî û însanan li min nenihêrîn. (r.
290)” Di
kulekê de ketin (bi tirkî: bacada
düþmek), ne ku ji kulekê de yan jî di kulekê re ketin (bi tirkî: bacadan düþmek), li nava kulekê ketin e. Û tiþtekî wisan jî ne
mumkûn e, çunke kulek ne meydana beza hespan e ku meriv tê de bimeþe û
bikeve! Bes meriv dikare jê de bikeve. “Têdeketin” û “Jêdeketin”
du kiryarên cihê ne. “Bacadan
düþmek = Di kulekê re ketin/Ji kulekê de ketin” e. Û her wiha wateya
xwe ya tabîr/mecaz an jî îdyomkî/biwêjkî jî, ku camêrî gotiye “Bêrûmet
bûn”, lê ji ber ku camêr ji binî ve þaþ e, lewma jî ev îdyom
bi vê þaþbûnê dîsan jî tu eleqeya xwe bi “Bêrûmet bûn”ê ve nîn
e! Her wiha, ew hevoka ku camêrî ji bo zelalkirina wateyê lê zêde
kiriye jî, ji bilî þêlokirinê tu wateya “bêrûmet bûn”ê jî
nade! Çunke dibêje, “… wekî
merî û însanan li min nenihêrîn.” Yanî, ji mentiqa vê
hevokê ev tê famkirin ku “di kulekê de ketin” kesî nake bêrûmet;
qusûr ne yê ketî ye, ewên ku lê dinihêrin xwedîqusûr in, lewre wan
wekî merî û însanan li wî yê ku
di kulekê de ketiye nenihêrîne! Ev
“Bêrûmet bûn” di çi wateyê de hatiye
karanîn? Çunke, wateya “Onursuz oldular”a tirkî dide. Lêbelê wisan
dixuye ku wan ne di vê wateyê de xebitandiye, ez guman dikim ku di wateya
“Onursuz bir duruma düþmek” yan jî di wateya “Onursuz olmak” de
hatiye karanîn. Ger di wateya “Onursuzlaþma” de bûya, divêt “Bêrûmetbûn”
bihata nivîsandin û ger di wateya “Onursuz olmak” de bûya, hingê
diviyabû wek “Bêrûmet bûyin” bihata nivîsandin. Wateya
wê îdyomê ne “Bêrûmet bûn” e, belkî
meriv bikarîbe wisan îzeh bike: di
kulekê re ketin: ji derdora xwe bi qasê ku heq
dike qedr û qîymet nedîtin; neheqî lê hatin kirin
(Hesenî ji birayê xwe re got, “Tu çima para min înkar dikî, ma
ez di kulekê re ketime?
Wate: Ew dê û bavê ku tu jê ketiyî, ez jî ji wan ketime, heqê te
çiqas be, yê min jî ewqas e!) Lêbelê,
ne ji peyv û hevok û îzehetên qaþo vê îdyoma ku camêran wisan þatopato
rêz kiriye lê ger meriv piçekî serwextê folklor û kultura kurdî be,
îcar ji bo îzeheta îdyoma wan jî, teqrîben dê têbigihê ku îdyomeke
wisan heye: segê
nevexwendî bûyîn: xwendî yan jî mêvanê ku
bêyî vexwendinê (ji ber xwe ve) çûbe þahiyekê yan jî mêvaniyê bûyin
(Ew segê nevexwendî ye. Wate:
Kesî ew venexwendiye, ji ber xwe ve hatiye dawetê, xwe daxistiye sewîyeya
segekî, rûmetê medine wî! Yan jî, tu dibêjî qey em segên
nevexwendî ne, tew mazûbanan li rûyê me jî nenihêrîn, tu rûmetekê
nedan me!...) Seranser
bi vî awayî, tu îdyomeke heqîqî ya ji folklora kurdî bi awayekî rast
û tekuz di vê qaþo ferhengê de cih negirtiye, her wiha, tu îdyom bi
awayekî rast îzeh jî nebûye. Ger ji bo îdyomek a ji Ferhenga
Biwêjan evqas þîrove bête nivîsandin, ku helbet divêt li ser giþan
bête nivîsandin, çunke ji bo ku ez dirêj nekim min ewa kêmteþqele
hilbijart, ê de hûn felaketê texmîn bikin!... Peyvên
Balkêþ “Atar
anîn serî (yekî) Dek
û fen li yekî kirin. *Serhat atar
anî ser me lê bi ser neket. (r.
51)” Ez
vê peyvê (atar) hîn nuh di zimanê me de dibînim. Ji îzehetê têdigihêm
ku wateya xwe neyînî (menfî) ye. Em ferz bikin ku me vê peyvê (atar) û
vê îdyomê qebûl kir. Lêbelê, îzeheta wê hiþê min tevlihev kir!
Bala xwe bidinê, di îdyomê de dibêje “atar
anîn serî” lê di îzehetê de dibêje “atar
anî ser me”. Ez dizanim ku di zimanê kurdî de “serî”
û “ser” du peyvên cihê ne, her wiha “anîn serî/anîn serê yekî”
û “anîn ser/anîn ser me” jî du wateyên ji hev cihê ne, tu pêwendiya
wan bi hev ve nîn e. De werin safî bikin!
Ji
aliyê din, di zimanê kurdî de kes nabêje “dek
û fen” lê wek qalibekê “dek û dolab” an jî “fen û fût”
bi hev ve têne gotin. Heke îdyom be, ew îzeheta ku hatiye kirin belkî îdyom
be, ne ku îdyoma camêrî! Meriv dikare wisan bibêje: li
serê yekî dek û dolab gerandin: li yekî hîle
kirin, xapandin; derheqê yekî de bi nihênî amadekariya tiþtên xirab
kirin Ev
wisan, lê dema ku min wê îdyoma li binî xwend, hiþê min ê tevlihevbûyî
xirabtir bû! Çunke di wê îdyomê de jî ev peyva “atar”
îcar bi wateyeke erênî (musbet) hatiye karanîn. Bala xwe bidinê, dibêje: “Atara
(yekî) li serê (yekî) bûn Ketin rewþeke erênî. *Atara
min li serê te be, tu derd û kulan nebînî.
(r. 51)” Xulasa
min fam nekir, gelo ev “atar” çi ye? Tiþtekî baþ e yan xirab? De
werin vî kerî di vî bihurî re derbas bikin! Îdyomên
Çendbarebûyî Versiyon
ne tê de lê bi sedan, belkî jî bi hezaran îdyomên çendbarebûyî
hene. Ez nikarim hemûyê wan nîþan bidim lê ji wan, mînakek jê wisan
e: “Av
di gerdenê de xuya kirin
bnr.
Av di sûret de xuya kirin (r.
51)” Li
jêrî vê îdyomê îcar dibêje: “Av
di gerdena (yekê) de xuya kirin Pir bedew û spehî bûn. *“Gurî
li devê derê qesrê li ser kursî rûniþtiye, bala xwe daye Gulperiyê qîza
Hesen Axa, avê ku vedixwe, di
gerdena wê de xuya dike.” Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl
(r. 51-52)” Ez
tênegiham ku cihêtiyeke çawan di navbera van her du îdyoman de heye ku
dubare bûne û her wiha, yekî îzeh kiriye lê ji bo ewa din dibêje “bnr.
Av di sûretê de xuya kirin”. Û li jêrê wan jî dibêje: “Av
di qirika (yekê) de xuya kirin
bnr.
Avê di sûretê (yekê) de xuya kirin (r.
52)” Ji
bo ku ez lê binihêrim, min her du bnr.
jî nedît. Lê ev îdyoma li jêr hebû: “Av
di sûretê (yekê) de xuya kirin Pir bedew bûn. *Maþelah
bûka Zero wisa ne ku av di sûret de
xuya dike. (r. 52)” Her
sê jî ne wekhev in: “bnr.
Av di sûret de xuya kirin (r. 51) bnr.
Avê di sûretê (yekê) de xuya kirin (r.
52) Av
di sûretê (yekê) de xuya kirin (r. 52)” Di
hevoka îzehetê de “av”ê nekiriye bold.
Li gor sîstema camêrî, ger em “av”ê hesab nekin, em dê ji ku
bizanibin ku di
sûret de çi xuya
dike? (Tu sîstem û standard nîn e, hema elelkeyfek!) Em viya jî
bidin aliyekî, ez dixwazim bipirsim bê çima ji bo îdyoma jorîn gotiye,
“Pir bedew û spehî bûn.” lê ji bo ya
jêrîn bi tenê dibêje, “Pir bedew bûn.”,
heke “û spehî” jê kêm be, çi ferqa
xwe çêdibe? Û ez tênagihêm ku însan avê vexwe, çima di sûret de
dixuye?! Di gerdenê de xuyabûna avê –tabîr/mecaz- hebe jî ev yek
dikeve serê meriv, çunke riya avê ye (tabîr/mecaz ne bêmentiq in!), lêbelê
ez nizanim av çawan di sûret (rû) de dixuye! Baþ tê zanîn ku dema însan
avê vedixwe, ne ku bi aliyê sûret/rû de berjor diherike, na, di gewriyê
re berjêr diherike. Îcar çi îþê avê di
sûret de heye?! Ferhenga
Biwêjan a stûr wisan bi tevliheviyên komîk
dagirtiye ku gelekê caran ji hêrsbûnê wêdetir êdî kenê meriv tê,
eynî wek lîstika zarokan e. Mesela dibêje: “Av
ku di ser de qelaptî, ya bihostek, ya çartilî Mirov ku nok bû nav, kêm an jî zêdebûn êdî ferq
nake. *“Av
di ser de qelaptî, ya bihostek, ya çartilî.” Zana Farqînî
(r. 52)” Wek
ku dixuye, camêrî li binê hin îdyoman navê nivîskarekî nivîsandiye lê
çavkaniya xwe nedaye xuyakirin. Lewma jî, nayê zanîn gelo bi rastî jî
vî nivîskarî hevokekê yan jî îdyomeke wisan karaniye yan na? Heke
karanîbe, gelo di sohbeteke li ser piyan an jî di belegeyeke nivîskî de?
Heke belge be, ev kîjan e? Niha ez ji vê hevoka lihevhatî ketim gumanê!
Gelo îdyomeke wisan heye yan na? Çunke ez dizanim ku îdyomeke wisan heye:
Ger meriv kete avê ha li çokê ha
li navê! Lê di Ferhenga Biwêjan
a hêja û stûr (!) de tune ye. Sedemên din ên gumankirina min jî hene
ku, ya pêþî ev e: Di yekê de “ku”yek
zêde ye yan jî di ya din de “ku”yek kêm
e, çima? A duduyan jî, ez nizanim gelo di çavkaniya xwe de peyva “çartilî”
di wateya “çar tilî” de hatiye xebitandin û li vir wek xeletiyeke
teknîkî bi hev ve zeliqiye, yan jî, di rastiya xwe de peyveke xweser ya
wek “çartilî” (pîvan) heye? Her wiha,
min viya jî fam nekir ku di îzehetê de dibêje, “Mirov
ku nok bû nav”. Ev, tê çi wateyê, çawan mirov
bûye nok nav? (Mirov ku nok bû nav,:
Ýnsan/kiþi ki nohut oldu ad/iç,) Noka
çi, navê
çi? Ez baþ nizanim, gelo xwestiye bibêje, “Noqî avê/navê bûyin;
noqavî bûyin (bi tirkî: suya batmak)” an jî tiþtekî din? Çend
rûpel bi þûn de jî dibêje: “Avê
ku da serî, çi bihostek çi çartilî Mirov ku kete nav êdî ji wê þûn de ne xem e. *Êdî
ji min re derka wê nîn e, jixwe ketime nav. Avê ku da serî, çi bihostek çi çar tilî.
(r. 58) Ji
serî de bibêjim ku ev “derka wê” çi
ye, gelo peyveke wisan (derk) heye? (Peyvek
ji peyvên balkêþ!). Gelo “derketina ji nava wê” bûye “derka
wê”? Û her wiha, av
çawan dide yan jî daye
serî, ku çi
bihostek çi çartilî yan jî çar tilî, êdî
ji wê þûn de dê
nebe xem? Li jor gotiye “ferq nake”,
lê di viya de dibêje “ne xem e” û her
wiha, di îdyom an jî wê hevoka lihevhatî ya jorîn de dibêje, “Av
ku di ser de qelaptî,” gerçî ji aliyê gramerê ve þaþ e,
lê qet nebe ji aliyê wateyê ve kêm-zêde tê famkirin ku bê hela
dixwaze bo me çi bibêje, lê di îdyoma jêrîn de dibêje, “Avê ku da
serî,” û her wiha, îzehetên wan jî ne wekhev in. Ez
dixwazim fam bikim ku gelo çi ferq di nava wan de heye û dîsan, ez
dixwazim bînim ber çavê xwe, gelo av çawan dide serî, yan jî av
dayîn serî wateyek an jî termeke (têgeh) çawan e? Heram be
ku tiþtek hatibe ber çavê min an jî wateyek/îzehetek hatibe bîra min!
Ez nizanim çi navî li vê kirinê daynim?!... Ji
aliyê din, çima ew peyva “çartilî” li
jêr ji hev çûye û bûye “çar tilî”
û dîsan, di îdyoma jorîn de
“çi
bihostek, çi çartilî” lê di ya jêrîn de “çi
bihostek çi çartilî” hatiye nivîsandin, yanî di yekî de vîrgul
(,)
heye lê di ya din de nîn e, çima? Lewre, tê zanîn ku vîrgul (,) ji ber
keyfiyetê nayê xebitandin!... Dibe ku camêr bibêjin, ev tiþt-miþtên hûrik
in! Lêbelê, ewên ku ji zimên fam dikin, divêt teqdîr bikin ku di nêv
hevokê de ne bi tenê hebûn û nebûna wî, ew cihê ku vîrgul (,) tê
danîn jî dikare wateyê ji binî ve biguherîne, mebêjin ku ev jî
ferhengek be! Ez
naxwazim serê we biêþînim, digel ku ne qabilî tehemulê ye lê ji
kerema xwe re sebr bikin, hema bi kurtahî ez dê bala we bikiþînim ser çend
îdyomên balkêþ û tevlihevî û þaþiyên din: “Avrî
avêtin (Awir avêtin)
bnr.
Awir dan Avrî
(awir) li (yekî) dan Di demeke kurt de bi bandor li derekî yan jî li tiþtekî
nihêrîn. *“Em gihîþtin rasta
xwendingeha wê û ez bi tenê hêlam, berî li derî berze bît, avriyek
li min da û çû…” Îsmet Mehemed Bedel Awir
pê ve dan bnr. Awir dan Awir
tê de çûn Bi awayekî baldar lê nihêrîn. *Awirên min wisa di wê de çûn
ku pê aciz bû û rûyê xwe guhest. Awirên
þewat avêtin Bi awayekî xemgîn û keser nihêrîn. *Dema ku di hucreya zindanê de ez bi wî halî dîtim, awireke þewat
avête min. Awirên
tûj avêtin
bnr.
Awriyên tirþ avêtin Awirên
xwe jê dûr xistin
bnr.
Çavê xwe jê revandin Awirên
xwe ji ser hilnedan Xistina bin bandora xwe. Tim þopandin. *Min çawa kir, Canxwas awirên
xwe ji ser min hilnedan. Awirên
xwe tûj kirin Bi armanceke neyînî yan jî xerab li kesekî nihêrîn.
*Sosinê awirên
xwe tûj kirine, dixuye ku dê tiþtinên xerab bibêje. Awir
(avrî, avrû) lêdan bnr. Awir dan Awirên
tirþ avêtin Bi awayekî xerab û bi niyeteke nebaþ nihêrîn. *Salo
wisa awireke tirþ avêtê ku Temo (r.
59-60)” Peyva
“guhest(2)”
di çi wateyê de hatiye karanîn, di wateya “bada” yan jî
“fetiland” de? Çunke, “guhastin” di wateya “taþýmak” a tirkî
de ye. Yanî, dema ku em vê hevokê wergerînin tirkî tiþtekî wisan
derdikeve “…
aciz bû û rûyê xwe guhest:
…rahatsýz oldu ve yüzünü taþýdý.” Meriv rabe qesten zimanê kurdî
xirab bike jî ewçend biser nakeve. Her bijî!... Zimanzanî
ne pêwîst e, hema xwendevanek ku piçek aþînayê/a vî zimanî û
kultura kurdî be, heke bala xwe bide ser van çend îdyomên (!) ku min jê
hildane û awayê nivîsîn û îzehetên wan û ew zimanê ku hatiye karanîn,
hingê ez bawer im dê têbigihê ku ev çi ferhengeke hêja ye(!). Bala xwe
bidinê, dibêjê “bnr.
Awir dan” lê ez di temamê vê ferhenga giranbuha de geriyam,
mixabin, min nedît, “Awir dan” nîn bû
ku ez lê binihêrim bê hela ew çi ye? Û jixwe, heke “awirdan/awir
dayin (bakma/bakmak)” jî îdyom be, hingê “avdan” û “xeberdan”
û “bazdan” û “pêvedan…” jî îdyom in! Gelo evên hanê çi
qebehetî kirine ku di vê ferhenga zêrîn de cihê wan nîn bûye? Em
dizanin ku di zimanê kurdî de “tûj nihêrîn” heye û ev peyva “tûj”
ne di wateya “acý” ya tirkî de lê di wateya “keskin” de ye. Gelo
we kesî “awirên tirþ” tahm kirine?
Xwedê me bisitirîne, ger “awirên þor” jî hebûna me dê çi
bikirana?!... Û niha ez ji dilê xwe yê xas dipirsim, gelo we kesî bihistîye
ku di nava kurdan de ji “awir (nihêrîn; mêzekirin)” re “awrî”,
“avrî” yan jî “avrû”
hatiye gotin? Camêrî hevoka “Em
gihîþtin rasta xwendingeha wê û ez bi tenê hêlam, berî li derî berze
bît, avriyek li min da û çû…”
ji bo vê þaþiya xwe kiriye bingeh, lê ji ber ku çavkanî ne dîyar e,
lewma jî em dê nizanibin gelo Îsmet Mehemed Bedel peyveke wisan karaniye
yan na? Ger karanîbe, þaþiyeke teknîkî ye, yan jî ew ne serwextê
zimanê nivîsandinê ye, lewma? Dibe ku zimanê (qelem; pênûs?) camêrî
bi xwe negeriyaye ku bikarîbe bibêje “awirek”, lewma jî gotiye “avriyek”,
çunke li gundê me jî camêrekî zimangiran heye, wan çendê berê di çamûrê
de mabû û gazî dikir, digot “Welliiin, þalltîgê m’ ketne þamûllê!
(Weriiin, lastîgên min ketine çamûrê!)”, nexwe, ger birêz Mustafa
Borak bibihîstana dê viya jî wek îdyomê bixistana Ferhenga
Biwêjan û Enstîtuya Stenbolê jî helbet dê çap bikirana!... Zimançepelî Birêz
Mustafa Borakî seranser zimanekî çepel karaniye û wisan cîhaneke fehþ
û çors radixîne ber çavan ku li gor vê ferhengê, meriv dikare sond
bixwîne û bibêje, di miletê kurd de ji binî ve ne esalet û medeniyet,
ne edeb û terbîyet û ne jî nezaket heye! Ji vê cîhanê çend mînak: “*Diya
Serfirazê neviyê min avpîvazî kiriye diya wî dike nake tiþtekî naxwe.
(r. 13), *Remezan
yekî bêbav e, ji ku hatiye û kurê kê ye ne kifþ e.
(r. 95), *Fazilê
qebrax helbet þerm nake. (r.
101), *Boçika
Eyþa Nado lê dixure, dîsa ji pey Seyadê Kemal naqete.
(r. 164), *Piþtî
wan gotinên xwe yên þeliþî Mexpûle kengê ku li çav Berfo diket, wê
watrê ku bi bin erdê diket. (r.
110), *Hezîma
qîza Nîsoyê Hêlik Çortan. (r. 123),
*Çîlêya Qûnsepet
wê deh boçikan jî pê ve girê bide wisa bibêje.
(r. 164) *Dîsa
qîza Kemalê Çîpxwar boçika xwe li ba dikir û hemû xortên taxê bi
pey xwe dixistin. (r.
165), *Xatûna
çi ye, hema bûye avrûya mêrên taxa me.
(r. 169), Karê
wî bênamûsî jî wekî darika hewedelê tevdan e.
(r. 170), *Çi
ye dîsa vê jinikê dawa xwe daye ser serê xwe, derketiye meydanê, ma
xwediyên vê tune ne? (231)
*Ew qas
xwarinên xweþ hebûn, lê Xanê ji zotikê xwe carekê jî devê xwe pê
nekir. (r.
266), *Nizanim
Derdo çi bi Gewê kiribû, diya Gewê devê xwe girt û qûna xwe vekir.
(r. 270)”
Ji
vana gelek fehþtir hene ku min hilnedane. Ma
ev ne lîstika zarokan e, ev Ferhenga
Biwêjan e! Enstîtuyekê çap kiriye û dê ji milyonan kurdî yan jî
kordologên ku hene û yên ku hîn dê bêne dinê re bibe referans, bibe
çavkanî, bibe babeta tez û lêkolînan… Ma
ewqas hêsan e ku meriv rabe webaleke wisan bigre stûyê xwe?!... Îdyomên
ku ji Tirkî Hatine Wergerandin Bêguman
di navbera gelek zimanan de û her wiha, di navbera zimanê kurdî û tirkî
de jî danûstendina peyvan, îdyoman û hwd. çêbûye, yan jî, gelek
qalib di gelekê zimanan de di formeke wekhev de ne. Lêbelê dema ku tiþtek
bi kurdî yan jî tirkî be, meriv çawan jî bike, dîsan jî ew tiþt ji
dirûv û mentiq û taybetmendiyên xwe bi eþkerayî aîdîyeta xwe bellî
dike. Ji aliyê din, ger îdyomên me bi awayekî rast bêne berhevkirin û
qeydkirin, tu pêwîstiya me bi îdyomên tirkan nîn e. Îdyomên tirkan di
tirkî de, yên kurdan jî di kurdî de xweþ in. Her wiha, her kes dizane
ku gelek hêjahiyên kurdan hatine talankirin, hatine dizîn; di serî de
muzîk û gelek tiþt ji folklora kurdî li zimanê tirkî hatine
wergerandin… Jixwe,
talan û dizî ji karên pîs ên zaliman in. Îcar, heke mezlûm xwe
bizane, ew þeref û heysiyeta mezlûmiyetê hezaran car ji selteneta
zaliman birûmettir e, lê na, heke mezlûm jî xwe tenezulî van karên pîs
bike, ku bi ser jî nakeve lê rûmeta xwe dadixîne sewiyeya zalim û jixwe
êdî, ew zilma ku kiþandiye jî ji kîsê wî diçe! Lewma jî, diziya îdyomên
tirkî belkî ferhengê stûr kiribe lê tu qîmetek nedaye folklora me, tew
di ser de jî mentiq û sîstema zimanê kurdî herimandiye!… Îdyomên
ku motemot yan jî bi awayekî xirabkirî (ji bo ku rêçê ji ser xwe bide
windakirin, çewt wergerandine!) hatine wergerandin gelek in. Lêbelê ez dê
wek numûne vana nîþan bidim. “Ba
çandin, bahoz çinîn Mirov ku xerabiyekê bike, dê rastî xerabtirînê bê.
*Zû nebe jî lê gelek caran kesên
ku ba biçînin, wê bahozê biçinîn.
(r.65)” Tirkiya
wê: “Rüzgar
ekip fýrtýna biçmek: Yaptýðý kötülüðün çok daha büyüðü
ile karþýlaþmak.(3)” “Aqilê
xwe revandin bnr. Aqilê
xwe winda kirin (r. 46)”
Tirkiya
wê: “Aklýný
kaçýrmak: 1) Delirmek, deli gibi olamk. 2) Çýlgýnca, yersiz iþler
yapmak. (4)” “Ew
çi çavê diya xwe ye, … (r.261)” Tirkiya
wê: O
ne anasýnýn gözüdür. Îdyomeke
din a balkêþ: “Baþ
li me nagerin, pîs jî ji me venagerin (danagerin) Kesên baþ na, lê yên xirab dev ji yekî bernedan. *Lê
mixabin, baþ li me nagerin, pîs jî ji me venagerin.
(r. 73)” Tirkiya
viya jî ev e: Ýyisi
bizi bulmaz kötüsü bizden vazgeçmez.
Jixwe,
tu pêwendiya vê gotina ku þeher çocixleriyên
Diyarbekirê dibêjin bi îdyom bûyinê ve nîn e, lê her çawan bûye, bi
awayek gihaye ber guhê birêz Mustafa Borakî, lêbelê wek ku tê dîtin,
ji ber ku wergera wê xirab çêbûye lewma jî di kurdî de tu wateya xwe
nemaye û her wiha, îzeheta xwe jî, heman tiþt bi du awayî hatiye îfadekirin,
ewqas! Kultura
Siyasî Û Pîvanên Exlaqî Kesin
hene, ji ber ku di nav qalikê xwe yê cematbûnê de asê mane û heke
kultura wan a siyasî li ser esasê fanatîzmiyê þekil girtibe, êdî di têkilî
û pêwendiyên xwe de, di xîtabkirinê de û tew di xebatên zanistî (!)
de jî nikarin binhiþ û refleksên xwe ji wan hîsên çors û bêedeb xalî
bikin… Xebata
li ser zimên û amadekirina ferhenga biwêjan karekî zanistî (ilmî) ye.
Bêguman zanistî objektîvî ye, meyla xwe bi hîzb û komik û komel û
partiyên siyasî û îdeolojiyan nîn e. Ev
çend mînakên li jêr derbarê kultur û zîhniyet û exlaqê siyasî yê
amadekarên Ferhenga Biwêjan de
fikrekê didine me, ji kerema xwe re baþ bala xwe bidinê: “Bêxêr
û bêoxir bûn Jê
xerabî û nepakî hatin. *Ev Mistoyê
Berzan mirovekî bêxêr û bêoxir
e. Roja ku derkeve pêþ mirov, ew roj reþ dibe.
(r. 100)” “Berzeqî
bûn Li hemberî mezinan di nav helwestek neyînî de bûn. *Ev
lawê Berzan wisa berzeqî bûye ku derdê wî nayê kiþandin.
(r. 93)” Û
li beramber vana jî, ev hene: “Bêje
bimire bimire, bimîne bimîne. Tu
car ji gotina yekî derneketin. *Serokê
tevgera azadî ya kurd, çi bibêje ew e, bêje
bimire bimire, bimîne bimîne.
(104)”
“Mora
xwe lê xistin Bandor lê kirin. *Di
wê pêvajoya xeter de dîsa jî Serok mora
xwe li rojevê xist. (r.
677)” “Berzeqî bûn” çi ye, min
nebihîstiye û ez nizanim lê “Mora xwe lê
xistin” ji tirkî hatiye wergerandin (damgasýný vurmak). Em
viya li vir bihêlin, Mistoyê
Berzan ê ku li gor Enstîtuya Kurdî(!) ya Stenbolê mirovekî bêxêr û bêoxir e jî em
bidin hilekê û her wiha, em lawê
Berzan jî, ku li gor xwediyên vê ferhengê li
hemberî mezinan di nav helwestek neyînî de ye û derdê
wî nayê kiþandin bidin hêleke din! Lê ev peyva “Serok”
li vir ne navekî taybet, rengdêr e. Û em dizanin ku di nivîsîna kurdî
(Latînî) de bi tenê navên taybet bi pîta (herf) mezin dest pê dikin,
ne ku rengdêr (sifet)! Her wiha, îhtîmaleke mezin li nêv kurdan bi
dehan, dibe ku bi sedan, heta ku bi hezaran serok (baþkan; reys) hebin.
Nexwe, her kes rabe ji bo serokê xwe vê peyvê bi herfa (S)
mezin binivisîne, gelo dê tu qaydeyek bo nivîsandinê bimîne? Wek
Encam
Xulasa,
gelek kes û sazî hene ku bi zimanê kurdî re mijûl dibin an jî bi kurdî
dinivisînin, ez nizanim derdê wan çi ye lê tam hay ji xwe nîn in ku çi
dikin, lewre bi van xebatên xwe re hezar gelemþe û teþqeleyî dixînin
nava zimên û edebiyata me; lîteratura me diherimînin û dihêlin! Jixwe,
dema ku ziman biherime êdî tu tiþtek paqij namîne!… Ev
berhemên bi vî rengî siberojê dibin referansa þaþiyên mezintir û her
wiha, feliþîna sîstem û mekanîzmaya zimanê me. Û ji min re wisan
dixuye ku sed kes (kesên bi rastî jî zana) sed sal li ser bixebitin, dîsan
jî ez ne bawer im dê bikaribin vê texrîbata bûyî berteref bikin. Niha
di roja îroyîn de ji me ve naxuye lê bi qasî pêncî sal bi þûn de ji
rûyê van xebatên bi vî awayî, (heke axiftvanên wî hebin!) lewitîna vî
zimanî tê ber çavê min û pê re jî girîn dikeve gewriya min. Heyf
ku çi heyf!... ______________________________________ *Ez
bawer im, kesine ku navê wan di vê ferhengê de derbas dibe ew jî di vê
baweriyê de ne. Ger ez þaþ bim jî, kêmtir, hêviya min ev e. Lêbelê
bi çi awayî bûye, ez nizanim, lê ev eyan e ku derxistina vê ferhengê
ya bi vî awayî bêciddiyetiyek li ber çavan e, û tu xizmetekê ji zarê
kurmancî re nekiriye ji bilî zêdekirina teþqele û tevlihevî û
lewitandinê!... Her wiha, digel ku rola Enstîtuyê di gelek berhemên ku
bi logoya xwe weþandine de bi tenê roleke basît e, ji rola weþanxaneyeke
weset jî kêmtir e, lê ew refleksên amadekirin û weþandina vê ferhengê
di gelek berhemên din de jî xwe didin der: Jixwe kurd naxwînin lê bila bête
dîtin ku em çi kitêbên stûr (îllahîm stûr!) amade dikin!... Ev
awa xebat dibe ku di demeke kurt de payeyekê (!) bexþî meriv bikin lê bi
dirêj bûyina demê re dê sergoyeke genî bi ser vê kêfxweþîya erzan
de raxînin!…(Derdê min? Dilê min bi halê vî zimanî diþewite…)
1.
Meydan Larousse, Enstitü maddesi. (Enstitü
i. (fr. Ýnstitut) Bilimsel araþtýrma, inceleme ve yayýn yapan baðýmsýz
kuruluþ: Folklor Enstitüsü. Bazý eðitim kurumlarýna verilen genel ad.
Bknz. ANSÝKLOPEDÝ.) 2. Hejar
(Evdirehman Þerefkendî), Ferhengi Kurdî-Farisî, Çapi Sevvom, Intiþarati
Siroþ, Tehran-2003, r. 537 (Veguhastin:
Rragiwêzan, le þiwênêk bo þiwênîtir çûn; intiqal) û Farqînî,
Zana, Türkçe-Kürtçe Sözlük, Ýstanbul Kürt Enstitüsü yay. Ýstanbul-2000,
(taþýma/taþýmak maddeeri) s. 1103-1104 3.
Bezirci, Asým, Deyimlerimizin Sözlüðü, Gendaþ Yayýnlarý, Ýstanbul-1991,
s. 311 4.
Bezirci, Asým, Deyimlerimizin Sözlüðü, Gendaþ Yayýnlarý, Ýstanbul-1991,
s. 30 Not:
Ev nivîs li kovara BÎR hejmara 4. weþiyaye. (BÎR, Kovara Lêgerîn û Lêkolînê,
Hejmar 4., Zivistan – Bihar 2006, Diyarbekir, r. 112 – 123) |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org