|
Gelo
Fikrekî Orîjînal yê Kurdî Heye? Îsmaîl Beþîkçî Kurd,
ji destpêka salên 1960î ve di nav çepên tirkan de, bi taybet di nav
Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) de organîze dibûn. Kurdên ku di nav
Þoriþa Neteweyî ya Demokratîk (Milli Demokratik Devrim: MDD) de organîze
dibûn, hejmara wan kêm bû. Di dawiya salên 1960î de kurdan rêxistinên
xwe ava kirin û axir ji çepên tirkan cihê bûn. Komeleya
Þoriþgerî û Kulturî ya Rojhelatê (DDKO) di van rêxistinan de ya li pêþ
bû. Mitîngên
Rojhilatê ku li payîza sala 1967 çêbûn, bûyerên girîng ên civakî
û siyasî bûn ku DDKOyê derdixistin pêþ. Partîya
Karkerên Tirkîyê (TÎP) û welatparêzên kurd bi hev re Mitîngên Rojhilatê organîze kiribûn.
Di sala 1966 de Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê (PDKT) rêxistineka
girîng bû ku welatparêzên kurd li dora wê kom bûbûn. Piþt re li nav
vê sazûmana îlegal cihêbûnek çêbû û Partiya Demokrat a Kurdistana
li Tirkîyê (PDK-T) hate danîn. Ev
hewldana kurdan ku ji çepên tirkan vediqetiyan û rêxistinên xwe yên
serbixwe ava dikirin, bi têgihîþtina civakî, bi têgihîþtina kurdbûnê
re girêdayî bû. Têgihîþtina ku geþ dibû, bê hela kurdan û
Kurdistanê çawa fehm dikir jî, girîng bû. Ev fehma ku geþ dibû, gelo
derbareyê Kurdistanê de xwedîyê nihêrîneka çawa bû? Ev, babeteka
wisa ye ku divê bête vekolandin. Wê
demê, li wan salan, çepên tirkan dirûþmên mîna “Têkoþîna li
hemberî emperyalîzmê” û “Tirkîyeya serbixwe” bikar dianîn. Çepên
tirkan di vê çarçoveyê de xebata xwe dikir. Lêbelê çepên kurdan ku
ji çepên tirkan vediqetîyan û hewl didan xwe ku rêxistinên xwe yên
serbixwe ava bikin jî ev dirûþmên hanê eynen bi kar dianîn. Çepên
kurdan di vê çarçoveyê de xebata xwe dewam dikir. Tu bixwazî nexwazî
pirseka mîna “Gelo fikrekî orîjînal yê kurdî heye?” tê bîra
meriv. Fikrekî orîjînal yê tirkan heye. Berî her tiþt, ev fikr, fikrekî
li dijî kurd e. Ev fikrê hanê, fikrekî wisa ye ku, di çarçoveya maf û
azadîyan de li meseleya kurd nanihêre, di çarçoveya asayîþê de lê
dinihêre. Dibe ku hinde sazî an jî nivîskarên istîsnayî hebin. Belam
ev istîsna jî nikanin vê naveroka fikrê tirkan biguherînin. Ez
ne di wê qenaetê de me ku li salên 1960î Komeleyên Þoriþgerî û
Kulturî yên Rojhelatê (DDKO) xwedîyê têgihîþtineka tendurist a
derbareyê kurdan û Kurdistanê de bûn. Gelo têgihîþtineka tendurist a
derbareyê kurdan û Kurdistanê de di roja îroyîn de heye? Ev pirs jî
pirseka wisa ye ku, divêt bête pirsîn û bersivên wê bêne dayîn. Di vê
babetê de ez wisa difikirîm ku fikr û helwêsta Tevgera Yekîtîya
Neteweyî ya Kurd (TEVKURD) û derdorên wê hêja ne ku meriv bala xwe bide
ser. Têgihîþtineka
tendurist a derbareyê kurdan û Kurdistanê de çi ye? Kurd
û Kurdistan di dema Þerê Cîhanê yê Yekem de û piþt re, di salên
1920î de, di dema danîna Yekîtîya Neteweyan de hatine jivehdexistin, parçekirin
û parvekirin. Li navîna Rojhilata Navîn digel ku xwedîyê zêdetir ji 40
mîlyon nufûsî ne, lê li cîhanê, di peywendîyên navneteweyî de, kurd
û Kurdistan ne xwedîyê piçûktirîn statuyeka siyasî ne. Li Yekîtiya
Neteweyan, li Konseya Ewropayê, li Yekîtîya Ewropayê, li Konferansa Îslamê
û hwd. navê kurdan nayêt bibîranîn. Tenê dema ku behsa “teror”ê
yan jî behsa “terora navneteweyî” bête kirin, navê kurdan tê bibîranîn.
Lê dema ku komelkujî (jenosîd) bi serê kurdan de tê, ev sazîyên
navneteweyî ew karesatên ku beramberî kurdan dibin, ji nezanîn û nedîtinê
ve tên. Li Tirkîyê çarçoveya têgeha “terorê” gelek fireh e. Gelekê
caran yên ku dibêjin, “Em zimanê xwe yê zikmakî dixwazin” yan “Em
perwerdeya bi kurdî dixwazin” jî wekî terorîst têne dîtin.
“Teror” jî, bi têgihîþtina ku dibêje “Em ê koka terorê biqelînin”
tê îfadekirin. Ger kurd ji vê rewþê haydar bin, dibe ku wê hingê
fikrekî tendurist yê derbareyê kurdan û Kurdistanê de pêk were. Ev
kirasê lanetî çawa li bejna kurdan hatiye kirin? Neteweya ku bûye amanca
jihevdexistin, parçekirin û parvekirinê, neteweyeka xwedî kêmasîyan e.
Ev kêmasî çi ne? Ger ev rewþ bi têgehên zanistî û sîyasî û dîplomasîyê
bêne ravekirin, hingê têgihîþtineka tendurist a derbareyê kurdan û
Kurdistanê de jî dê pêk were. Di
salên 1920î de, di dema danîna Yekîtîya Neteweyan de, mudaxeleya
emperyalîst a herî ciddî ku li Rojhilata Navîn çêbû, kurdan û
Kurdistanê bo xwe kiribû amanc. Ev mudaxeleya emperyalîst, di heman demê
de, mudaxelaya herî mayînde ye. “Þîara têkoþîna li dijî emperyalîzmê”
ji nav fikrê tirkî, ji ser zimanê çepên tirkan, rastên tirkan û hwd.
kêm nabe, lê prosesa jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û
Kurdistanê ji nedîtî ve, ji nezanînê ve tên. Herwekî ku mijareka bi vî
awayî, mudaxeleyeka bi vî rengî hîç nîn be, wisa tevdigerin. Têgihîþtineka
tendurist a derbareyê kurdan û Kurdistanê de tenê dikane di encama
vekolandineka berfireh de çêbibe. Di
dema danîna Yekîtîya Neteweyan de, dema ku mandayên (kolonîyên) Îraq,
Urdun û Filîstînê yên bi Îngilîstanê ve girêdayî, herwisa, mandayên
(kolonîyên) Sûrîye û Lubnanê ku bi Fransayê ve girêdayî dihatin danîn,
mandayeka (kolonîyeka) Kurdistanê nehatiye fikirîn, berevajî, Kurdistan
di nav van dewletên ku nuh hatibûn danîn de hate parvekirin. Helbet divêt
ev proses bête vekolandin. Çi
dema ku ez li ser rewþa kurdan û Kurdistanê ya li salên 1920î analîzan
dikim, hingê dibêjin, “Beþîkçî ji salên 1920î wêdetir naçe, di
salên 1920î de asê maye…” Helsengandin yan jî rexneyên bi vî rengî
yên derbareyê Beþîkçî de hene. Ez ne di wê qenaetê de me ku ev
hewldan cidî bin, yan jî rexne û helsengandinên tendurist bin. Ez ê
viya wisa îzeh bikim. Niha Îngilîstanê di dema Þerê Cîhanê yê Yekem
de bi lîderê ereban Þerîf Huseynî re hevdîtinên veþartî çêdikir.
Di wan hevdîtinên ku ji layê muxaberata îngilîzan ve pêk dihatin de Îngilîstanê
soza împaratorîyeka mezin a ereban dida Þerîf Huseynî. Þerîf Huseyn
bona pêkhatina vê yekê ji can û dil dixebitî. Lêbelê piþtî Þerê Cîhanê
yê Yekem ew împaratoriya mezin a ereban ku bona Þerîf Huseynî hatibû
wadkirin çênebû. Wekî mînak, devereka wê împaratoriya ereb ku dihate
tesawurkirin, bona cihûyan bû welatek, têde dewleteka cihû hate danîn.
Ger Beþîkçî tenê li ser vê mijarê raweste, pirsa wê bike ku çima ew
sozê ku dan Þerîf Huseynî pêk neanîn, ger bala xwe nede ser bûyerên
ku piþt re rû dane, hingê meriv dikane bibêje ku Beþîkçî di salên
1920î de asê maye. Çunke, bi tevayî, ereb ji salên 1920î gelek-gelek pêþdetir
in. Ji layê siyasî ve jî, ji layê civakî û ekonomîkî ve jî… Ji
Xelîçeyê Fars bigre heta bi Fasê 22 dewletên serbixwe yên ereban hene.
Bi dewleta serbixwe ya Filîstînê re dê di demeka nêzîk de ev hejmara
bigihê 23an. Ma rewþ bona kurdan jî wisa ye? Kurd ji salên 1920î hîn pêþdetir
nîn in. Meriv dikane bibêje ku, ji salên 1920î gelek bi paþdetir in, li
paþ hatine hiþtin. Çunke di dema Osmanîyan de kurd bi vî awayî yan bi
wî þêweyî xwedîyê îdareyeka xodmuxtar bûn. Zimanê kurdî, kultura
kurdan nedihat înkarkirin. Ev tê zanîn ku bi danîna komara Tirkîyê re
sîyaseta înkar û tunekirinê dest pêkiriye û bi biryardarî tê tetbîqkirin.
Ew îttîhadçîyên ku paþê bûn kemalîst, ku didîtin û dizanîbûn ku
li salên 1910î rojname û kovarên kurdî têne weþandin, piþtî sala
1923 dest pêkirin, gotin “Zimanekî bi navê zimanê kurdî nîn e”. Yên
ku berevajîya vê yekî iddîa dikirin, yên ku behsa kurdan û Kurdistanê
dikirin, bi ceza û cirmên gelek giran yên îdarî û sîyasî re rû bi rû
dihatin hiþtin. Ji vî layî, salên 1920î, dema danîna Yekîtîya
Neteweyan, helbet divê bête vekolandin. Helbet ev babeteka gelek girîng e
ku divê bête pirsîyarkirn ku bê hela ev kirasê lanetî çawa li bejna
kurdan hate fesilandin. Ger zimanê miletekî nîn be, ger zimanê miletekî
ji dest hatibe sitendin, ev tê vê wateyê ku êdî çi tiþtekî wî miletî
tun e. Bêguman
divêt fikrekî orîjînal yê kurdî hebe. Li
Rojhilata Navîn dê 40 mîlyon nufûsa te hebe, belam di çi sazgeheka
navneteweyî de navê te cih negre. Tenê dema ku behsa “teror”ê bête
kirin dê navê te bigrin ser zimanê xwe. Û yên ku dibêjin “Em navê
xwe dixwazin, em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin” jî dê bi
“teror”ê bêne tawanbarkirin û cezakirin. Di çarçoveya têgeha
“teror”ê de bibîrhatin tiþtekî çawa ye? Dê bi þeklê “Dê koka
terorê bête qeliandin”, “Têkoþîna me ya li hemberî terorê bi
biryardarî û zêdekirinê her berdewam be” çêbibe. Ev e, bona ku ev
nakokîyên bingehîn bêne têgihîþtin pêwîstî bi fikrekî orîjînal
heye. Ne ku bona “Em di dîrokê de ewqas bi þohret bûn, ji me mezintir
kes nebû…”, bona “Em bi ewqas nufûsa xwe ya mezin, bi ewqas axa xwe
ya fireh, çawa bûn ne tu tiþtekî”, herwisa, bona pirsa “Em çima nebûn
xwedîyê piçûktirîn statuyeka siyasî”, bona pirsîyarkirina van tiþtan,
pêwîstî bi fikrekî orîjînal yê kurdî heye. Dema
ku li herêma Egeyê, li herêma Deryaya Sipî daristan diþewitin, çapemeniya
tirk di manþetên xwe de dibêje “Kezeba me þewitî”. Dibêje “Îtfaîye,
helîkopter, xelk, leþker dest dane hev, êgir divemirînin.” Çapemenî
di van babetan de kampanyayên gelek xurt li dar dixîne. Tavilê dar têne
danîn. Lê di herêmên kurdan de leþker daristanan diþewitînin. Dema ku
xelk radibe bi sitil û bêdrokan êgir divemirîne, hêzên asayîþê destûrê
nadin. Ev bûyerên wisa di çapemeniya tirk de hîç cih nagrin. Bi taybet
hewl didin xwe ku ev nûçeyên wisa di çapemeniya tirk de cih negrin. Di vê
helwêstê de nakokiyeka mezin heye. Bona ku ev her du helwêstên di ziddê
hev de bêne vekolîn jî divêt fikrekî orîjînal yê kurdî hebe. Digel
van hest û fikrên ku gelek di ziddê hev de ne, têgeheka mîna “biratîyê”
jî heye: Biratîya tirkan û kurdan. Digel ev zidbûnên sosret gelo çawa
têgeheka wisa hatiye afirandin? Wezîfeya vê têgehê çi ye? Her
sal di meha tebaxê de karkerên findiqan bi malbatî diçin derdora Ordu û
Gîresûnê, li wir di kon û çadirên êretî de dimînin. Di rêyan de bi
gelek qezayên trafîkê re rû bi rû dimînin, herwisa, tê zanîn ku bi
gelek muþkileyan din re jî rû bi rû dimînin. Digel viya jî têgeha
“biratîyê” qet dawî lê nayê… Kurd jî gelek vê têgehê bikar tînin.
Ev sersarîya hanê jî divê bête vekolandin. Karbidestên
dewlet û hukûmetê destûrê nadin ku navê kesên mîna Deniz
Gezmiþ, Wedat Aydin, Mûsa Anter, Kemal Akbulut, Oluç Korkmaz
li kuçe û kolanên bajarên kurdan bêne danîn. Vê yekê wekî sûc dibînin.
Wekî mînak, derbareyê Mehmûd Alinakê ku yek ji berpirsîyarê teþkîlata
Qersê ya Partîya Civaka Demokratîk (DTP) e, ji ber meseleyeka wisa doz lê
hate vekirin û ceza lê hate birîn. Digel viya, navê Mehmûd Esat Bozkurtê
ku digot “Tenê mafekî kurdan li vî welatî heye, mafê xizmetkariya bo
tirkan” li unîversîteyan, li baroyan û li her derî tê danîn. Navê
orgeneral Mistefa Muglaliyê ku li Muksa Wanê fermana kuþtina 33 kurdên
ku hatibûn qetilkirin dabû jî hemin wisa… Digel van hemîyê tiþtan
gelo ev têgeha “biratîyê” çawa tê ser zimanan? Ev e, bona van hemîyê
tiþtan jî divê fikrekî orîjînal yê kurdî hebe. Ewropa,
wekî qada azadîyan tê zanîn. Ji Konseya Ewropayê re dibêjin “Wijdanê
Ewropayê”. “Wijdanê Cîhanê!” Belam Ewropa û “Wijdanê Ewropayê”
derbareyê azadî û mafên kurdan de her dem xwedîyê helwêsteka zordar a
neyînî bûye. Wekî mînak, dema ku bi heraret piþtgîrî dide serxwebûna
Qeredaxa ku nufûsa wê li dora 600 hezarî ye û ya Kosovaya ku nufûsa wê
li dora 2 mîlyonan e, lê derbareyê kurdan de ku nufûsa wan li Rojhilata
Navîn zêdetirê 40 mîlyonan e, xwedîyê helwêsteka neyînî ye. Bona ku
ev nakokîya kûr ya Ewropayê bête vekolandin jî pêwîstî bi fikrekî
rojînal yê kurdî heye. Kurd
û Kurdistan li wê dema ku li Yekîtîya Sovyetan bi heyecan berevanîya
prensîba mafê tayînkirina çarenûsa neteweyê dihate kirin de hatine
jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Karbidestên Yekîtîya Sovyetan
di vê demê de, ne ku piþtgirîya kurdan kirine, na, wan piþtgirîya yên
ku kurdan pelaxtine kirine. Wê demê cudatîyeka zêde di navbera polîtîkaya
antî-kurd a Îngilîstanê û Fransayê û ya Yekîtîya Sovyetan de nîn
e. Yekîtîya Sovyetan jî mînanî Îngilîstanê, mînanî Fransayê polîtîkayeka
antî-kurd dimeþîne, piþtgirî dide yên ku kurdan dipelêxin. Têgeha
“Miletên mezlûm” jî têgeheka wisa ye ku di dema Yekîtîya Sovyetan
de îfade bûye. Digel komelkujiya ermenîyan a li sala 1915, digel komelkujîyên
li sala 1919, li sala 1920, cardin çawa ev têgeh bona Andolîyê tê îfadekirin? Kurd
bi polîtîkayeka înkar û tunekirinê re rû bi rû ne, ku li darê dinyayê
mînakeka wisa nayê dîtin. Ev polîtîkayên înkar û tunekirinê yên li
hemberî rewþa sabît a kurdan, li hemberî wezîyet û daxwazên wan, divê
bi têgehên zanistî û siyasî bêne îzehkirin. Bona viya jî pêwîstî
bi fikrekî orîjînal, bi fikrekî orîjînal yê kurdî heye. Li
salên 1960î kurdan, xortên kurdan ku li unîversîteyan dixwend, pêwîstî
bi xwe organîzekirineka cihê dîtibûn. Meriv dikane bibêje ku ev yek îþareta
pêþdeçûneka fikrî bû. Digel viya, ew dirûþmên ku çepên tirkan
bikar dianîn, çepên kurdan jî bikaranîna wan dirûþman eynen dewam
kiribûn. Ev jî helwêsteka wisa bû ku pêþî li geþedana fikrê kurdbûnê
digirt. Bi fikrê tirkan, bi bikaranîna dirûþmên çepên tirkan, têgihîþtineka
tendurist a kurd û Kurdistanê çênabe. Di vê babetê de divê kurd bi
xwe bifikirin. Divê kurd bi xwe, bi fikrê xwe kurdan û Kurdistanê analîz
bikin. Bona van hemî babetan pêwîstî bi fikrekî orîjînal yê kurdî
heye. (*) _________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn (*)
Tirkîya vê gotarê bi
sernavê “68’liler ve Kürtler, Özgün Bir Kürt Düþüncesi Var mý?”
li kovara Tîroj, Hejmar 34, Rêzber-Kewçêr 2008, r. 35-37 weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org