|
Gotinên
Profesör Halaçoðluyî
Ýsmail
Beþikçi Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn
“Mirovên
ku em wan wek kurd dizanin bi eslê xwe tirkman in û welatîyên ku em wan
wek kurdên elewî dizanin jî, me dît ku koka xwe ermen e.” “Gelek
ji wan mirovên ku di nava TIKKO û PKK de ne û dixwazin welêt parçe
bikin, nîjada xwe ermen in. Tevgerên TIKKO û PKK, ne ew tevger e ku em
wek tevgera kurd dizanin.” Rojnameya
Vatan a roja 19ê tebaxa 2007an nûçeya derbarê van îfadeyên jorîn
de li manþeta xwe dinivîse ku “Li Tirkîye kurd nîn in” û “Kurd
tirkman in, kurdên elewî jî, koka xwe ermen in”. Serokê
Sazîya Dîroka Tirk profesor Yusuf Halaçoðluyî li roja 18ê tebaxê, li
bajarê Qeyserîyê li sempozyuma bi navê “Avþar di dîrok û çanda
tirk de” van gotinên li jor dibêje. Her wiha, dibêje “Mirovên ku
muslumantîyê qebul kirine û xwe jî wek tirk qebul kirine, hatine li
Anadolê akincî bûne. Ji ber vê yekê, dema ku em vana wek mozayîkekê
qebul dikin, hingê ev dibe sedem ku li nava welêt grûbcîtî rûbide. Di
vê mijarê de, bi taybet sîyasetmedar divêt gelek baldar bin. Me di lêkolînan
de dît ku, mirovên ku em wan wek kurd dizanin bi eslê xwe tirkman in û
welatîyên ku em wan wek kurdên elewî dizanin jî, me dît ku koka xwe
ermen e.” Van
daxuyanîyên Profesor Halaçoðluyî kir ku li nav raya giþtî ya Tirkîyê
û raya giþtî ya kurd munaqeþe û reaksîyon çêbibin. Di pêvajoya van
reaksîyon û munaqeþeyan de Halaçoðlu rabû hindek daxuyanîyên ku
ramanên wî piçek rast dikin, belav kir. Got, “ji sedî sîhê (% 30)
kurdan tirkman in û pirranîya kurdên elewî jî, koka xwe ermen in.”
Her wiha, got “ji sedî nod û nehê (% 99) elewîyan tirkman in. Ermenên
ku xwestine ji tehcîra sala 1915an xwe rizgar bikin, xwe wek kurdên elewî
nîþan dane da ku bikaribin xwe li Anedolê bistirînin.” Dibêjin,
hejmara ermenên ku xwe ji netewên din nîþan dane, li dora 90 yan jî 100
hezarî ye. (Binihêrin li: Radikal, 22 tebax 2007, r. 6 / Gündem,
22 tebax 2007, r. 1 / Hürriyet, 21 tebax 2007, r. 6) Profesor
Halaçoðluyî gotibu ku “Êla avþaran tirkman in”. Diya Hülya Avþar
Emral Avþarê bersivekê da û got “Eslê min tirk e, û peyva “Avþar”
jî paþnavê zilamê min Celal Begî ye ku ew jî kurd e… Êla avþaran
kurd e. Hêlîn, navekî kurdî ye.” Hülya Avþarê jî got “… Qasî
ku ez dizanim li mala me her kesî bi kurdî diaxift.” (Radikal, 22
tebax 2007, r. 6) Gotinên
profesor Halaçoðluyî yên wek “kurd tirk in, kurd tirkman in” yan jî,
ji sedî sîhê kurdan tirkman in” gotina “Kurdbûyîna tirkmanan” tîne
bîra mirov. Manþeta rojnameya Bugün a hejmara roja 26 tebax 2007
“Kurdbûyîna tirkmanan” bû. Li wira dihat gotin ku “li dema pevçûna
di navbera Safewî û Osmanîyan de tirkmanên elewî ji bo ku xwe ji zordarîya
Osmanîyan rizgar bikin penah birine nav eþîrên kurdan û li nava wan
hatine piþavtin.” Di gotara Erhan Afyoncu de, ku bala xwe daye ser xebatên
profesor Halaçoðluyî jî, têye gotin ku “Gelek belgeyên li arþîva
Osmanîyan bi eþkerayî didine nîþan ku, gelek ji van eþîrên ku niha
wek kurd têne zanîn, çend sedsal berê tirkman bûne. Ji dema Yawuz
Siltan Selîm (1512-1520) û bi vir de, beþek ji tirkmanên ku ji îdareya
Osmanîyan tadayê dîtine, revîyane çûne Îranê û beþek ji wan jî
tevlî eþîrên kurdan bûne û bi demê re li nava wan bûne kurd. Gelek
ji eþîrên ku li sedsala 16. wek tirkman dihatine zanîn, di roja îroyîn
de, wek kurd derdikevin pêþberî me.” Di
gotara Erhan Afyoncu ya bi sernavê “Kurdbûyîna tirkmanan” de têye
gotin ku “Ji navîna sedsala 11. û bi vir de, dema ku tirkman hatin
Anedolê, hingê wê demê li vira rom û ermen û suryan û ereb hebûn.”
Çawan ku têye dîtin, behsa kurdan nayête kirin. Her wekî kurdan, behsa
gurcî û cihûyan jî nayête kirin. Ma gelo dê ji meriv nepirsîn nebêjin
ku, heke kurd nîn bûn, ev bûyîna kurd çawan çêbûye? Ev rewþ, nakokîyeke
bingehîn ya alîgirên îdeolojîya fermî ye. Bi îddîaya “kurdbûyîna
tirkmanan” re, ev kurdên ku hebûna wan, ziman û kultura wan têye înkarkirin,
gelo di heman demê de bi vê gotinê re nayête qebulkirin ku, kurd bi hebûn
û ziman û kultura xwe ewçend xurt bûne, ewçend xwedîyê dînamîkeke
sosyalî bûne ku karibûne bi awayekî xwezayî gelên derdora xwe di nava
xwe de asîmile bikin? Belam di dawîya gotara bi sernavê “kurdbûyîna
tirkmanan” de behskirina ji kurdan dibe zarûrîyetek, ku dibêje “pevçûna
di navbera Safewî û Osmanîyan de pêþî li ser vê yekê bû ku, dê
hela kî bibe hukûmranê Anedola Rojhilatê û ya Baþûrê Rojhilatê ku
axa Akkoyunîyan bû. Lêbelê piþtî demekê pevçûna sîyasî dagerîya
ser pevçûna mezhebî. Ji ber ku tirkmanan dewleta Safewîyan danîbûn,
hingê beþa tirkmanên elewî ku li Anedolê mabû, ji alîyê rêvebirîya
Osmanî ve wek tehdît hate dîtin. Bi heman rengî, awirê rêvebirîya
Safewî ya bo kurdan jî neyînî bû. Osmanîyan ji bo ku asayîþa sînorên
Rojhilatê pêkbînin, hingê zorê li tirkmanan kirin û li hemberî
tirkmanan piþtevanîya kurdan kirin. Ji dewra Yawuz Siltan Selîm
(1512-1520) û bi vir de beþek ji tirkmanên ku ji îdareya Osmanîyan
tadayê dîtine, revîyane çûne Îranê û beþek ji wan jî tevlî eþîrên
kurdan bûne ku bi demê re di nava wan de helîyane bûne kurd. Bo numûne,
eþîra Qeregêçîyan ya li Ruhayê û eþîra Riþvan ya li Qonyayê bi
eslê xwe tirkman in.” Nivîskar dibêje “Lêbelê piþtî demekê pevçûna sîyasî
dagerîya ser rengê pevçûna mezhebî. Ji ber ku tirkmanan dewleta Safewî
danîbûn, hingê beþa tirkmanên elewî ku li Anedolê mabû, ji alîyê rêvebirîya
Osmanî ve wek tehdît hate dîtin.” Ez di wê qenaetê de me ku nivîskar
li vira elewîtî û þîatîyê tevlihev dike. Li Îranê yên ku dewleta
Sefewî danîn, þîa bûn. Li navbera þîatî û elewîtîyê (kimsorî;
qizilbaþî) de pêwendîyek nîn e. Helbet þîa musluman in.
Profesor
Ýlber Ortaylý li rojnameya Milliyet Pazar a roja 16 tebax 2007, di
gotara xwe ya bi sernavê “Yusuf Halaçoðlu û yên din” de awirên bi
vî rengî beyan dike, dibêje “Dewleta Selçûkîyan eþîretên mezin
parçe kir û wan li deverinên dûr bicih kir. Bi vî rengî eþîra Qeregêçîyan
ku li Söðütê împaratorîyê danîbûn, beþa wan a din li deverên cihê
hatin belavkirin û beþa ku li Sêwregê hate bicihkirin, wisa têye
famkirin ku dest bi axiftina bi kurdî kirine… Têye famkirin ku hindek ji
eþîrên tirkmanan dest bi axiftina bi kurdî kirine.” Dibêje,
“Dîyar e, elewîtîya ku þîroveyek e, rîtuelek aîdê tirkan e, di nav
kurdan de jî belav bûye.” Lêbelê ev ne rast e ku dibêje, elewîtî þîroveyek
e, rîtueleke aîdê tirkan e. Tu pêwendîyeke elewîtîyê ligel tirkên
Asyaya Navîn nîn e. Ev rastîyeke eþkera ye û têye zanîn ku çavîya
elewîtîyê Mezopotamya ye. Ev dîtina îdeolojîya fermî ye, ku dibêjin
elewîtî (qizilbaþî) rîtueleke aîdê tirkan e, muslumantî þîroveyek
ji xasîyetên tirkan e. Ev ne dîtineke zanstî/ilmî ye. Ev dîtin, bi têgehên
zanistî têye rexnekirin. Ev dîtina hanê divêt bi têgehên zanistê bête
rexnekirin. Profesor
Halaçoðlu pêþî dibêje kurd bi eslê xwe tirkman in, behsa kurbûyîna
tirkmanan dike. Lê piþtî ku li hemberî daxuyanîyên wî reaksîyon têne
nîþandan, îcar dibêje “ji sedî sîhê (% 30) kurdan tirkman in”.
Her wiha, dibêje kurdên elewî jî ermen in. Profesor Halaçoðlu derbarê
koka kurdan de bi hêsanî daxuyanîyan belav dike, dibêje “kurd tirk in,
kurd tirkman in”. Lêbelê heke em bala xwe bidin van 40-50 salên dawîn,
dê bêye dîtin ku ger kurdekî bigota “kurd im ez” yan jî kurdan
bigotana “kurd in em” yan jî lêkolînerek an nivîskarek tesbîteke
wiha beyan bikirana, di cih de bi awayekî sîstematîk mueyîdeyên îdarî
û cezaî li ser wan dihate karanîn. Ka hela em dewra 12ê adarê, her
wiha, Dadgehkirinên Rojhilatê bînin bîra xwe… Helbet pêþnîyazên
zanistî li ser bingeha dîyardeyan têne kirin. Tesbîtên wek kurdek bibêje
“kurd im ez”, yan kurd bibêjin “kurd in em”, yan jî di vî warî
de tesbîtên lêkolîner û nivîskaran hebin, helbet ji bo pêþnîyazeke
zanistî dikarin bibin bingeh. Ji bo viya jî, divêt ku azadîya ramanê
wek sazîyekê geþ bibe, divêt þert û mercên zanistîyê pêkhatibin. Lêbelê
daxuyanîyên kurdan ên bi vî awayî yan jî di vî warî de lêkolînên
nivîskaran her tim bi mueyîdeyên îdarî û cezaî yên sîstematîk re,
yên gelek tund û giran re rû bi rû mane. Dewletê her tim gotiye kurd nîn
in, zimanê kurdî nin e û nasnameya tirkbûnê li ser kurdan sepandîye.
Belam li hemberî van tiþtan profesor Halaçoðlu û mamostayên wekî wî
tu car nebûne alîgirê azadîyan, nebûne alîgirê azadîya ramanê, lê
her tim li alîyê polîtîkaya zordar a dewletê cihê xwe girtine, her
wiha, tu car nehatîye dîtin ku wan tu rexneyek li polîtîkaya zordar a li
ser azadîya ramanê jî girtibe. Ev jî bi me nîþan dide ku ev daxuyanîyên
hanê ne xwedîyê armanceke zanistî lê xwedîyê armanceke îdeolojîk
in. Jixwe, ger em bala xwe bidine ser, dê bêye dîtin ku profesor Halaçoðlu
li destpêka axiftina xwe de îddîa dike ku Tirkîye ne mozaîk e. Ji bo ku
vê hizirîna xwe bide pesendkirin, hingê radibe hebûna civakê, pêwendîyên
civakî berovajî dike. Li gorî hizirîna xwe ya subjektîf, rewþê li gorî
daxwazên xwe dide tesbîtkirin, bo xwe armancekê dîyar dike û hewl dide
xwe da ku xwe bigihîne wê armancê. Ev ne hewldaneke zanistî ye. Zanist jî,
ne ku bi rewþa ku têye xwestin re, na, bi rewþa heyî re mijûl dibe,
hewl dide xwe da ku tiþtên bûyî têbigihê. Meriv
dikare bibêje ku li sala 1915an, di dema komkujîyê de hindek ji ermenan
ji bo ku canê xwe rizgar bikin bûne musluman an jî penah birine nav elewîyan.
Ev yek, li gorî wargehên akincîbûna ermenan diguhere, bo numûne, gelek
asayî ye ku ger li nêzî gund û taxên muslumanan akincî bûne, hingê
muslumantîyê qebul kirine, ger li nêzî taxên elewîyan akincî bûne,
hingê elewîtîyê (kimsorî; qizilbaþî) qebul kirine. Lêbelê heke em
viya bo xwe bikine referans û rabin bibêjin, koka kurdan ermen e, ev dibe
þaþîyeke mezin. Meriv dikare bibêje ku li sala 1915 ermenên ku bûne
musluman hejmara wan hîn zêdetir e. Profesor
Halaçoðlu dibêje, hejmara ermenên bi vî rengî li dora 90 yan 100 hezarî
ye. Û dibêje, “mixabin ermen in”. Her wiha, têye zanîn ku di sala
1915an de dema ku guherandina dîn (ol; ayîn) zêdetir dibe, ev kiryar têye
qedexekirin. Îhtîmaleke mezin, ewên ku dînê xwe guhertine, bêhtir jin
û zarok in. Di hindek rewþan de jinên ciwan an zarokên ku dê û bavê
wan, kal û pîrê wan û hwd. li ber çavê wan hatine kuþtin, wek
destirme/xizmetkar hatine hildan û piþt re wan kirine musluman û li xwe
mar kirine. Jinên ku kesûkarên wan, xizmên wan hatine kuþtin, ger
muslumantîyê qebul nekiribin, hingê ew jî, jixwe, hatine kuþtin. Digel
van hemîyê tiþtan, meriv dikare bibêje ku, ev daxuyanîyên hanê tenê
ji bo ku di navbera kurdên musluman û kurdên elewî de, di navbera kurdan
û elewîyan de dijayetîyê derxînin têne belavkirin. Ev daxuyanîyên
hanê, ji bo vê yekê ne ku, ger li hemberî kurdan, ji ber kurdbûn yan ji
ber qizilbaþîyê komkujîyek çêbibe û ji ber vê yekê reaksîyonek rûbide,
hingê bibêjin ku “jixwe evên hanê ermen bûn”. Ger
em werin ser fehma tirkmanîya kurdan: Di vî warî de yek ji pirsên bingehîn
ev e ku, gelo hejmara oguzên ku li sedsalên dehemîn û yazdemîn û
dozdemîn û sêzdemîn ku ji Asyaya Navîn hatine, çend e? Di vî warî de
ne mumkûn e ku meriv hejmareke sehîh bide. Têye gotin ku hatina oguzan çar
sed sal ajotîye. Her wiha têye gotin ku, di vê maweyê de hejmara oguzên
ku hatine vî welatî li dora 400 yan 500 hezarî ye. Lêbelê, têye gotin
ku wê demê hejmara mirovên ku li Anedolê, li derdora robarên Dîcle û
Firatî, li hawirdora Gola Wanê diman, 13 milyon bûye. Evên hanê kurd û
ereb û rom û ermen û asurî û suryanî û gurcî û cihû ne. Ger em
werin ser oguzan, meriv dikare bibêje ku, gelekê caran ne wek malbat lê
zilam bi tena serê xwe hatine. Bi vî awayî meriv dikare bibêje ku zêdebûna
oguzan, zêdebûna tirkmanan di encama zewicîna ligel jinên rom û ermen
û asurî û gurcî û kurd û ereban de pêkhatîye. Di roja îroyîn de
meriv dikare li dirûvê mirovan binihêre û vê yekê têbigihê. Bo numûne,
tirkên îroyîn, ango tirkên Anedolê qet naþibihin tirkên Asyaya Navîn.
Bo numûne, ji alîyê fîzîkê ve, ji alîyê fizyolojîyê ve qet naþibihin
qirgiz û ozbek û qazak û tirkman û hwd. Çunke genê xelkên Anedolê,
xelkê li derdora Gola Wanê ku hejmara wan li dora 13 milyonî bû, serdest
e. Ji ber ku oguzên ji Asyaya Navîn hatine hejmara wan hindiktir bûye,
hingê genê wan nikarîbûye serdest bibe. A di vê xalê de mumkûn e ku
tirkman bûne kurd. Mumkûn e ku êlên tirkmanan li nav kurdên ku bi
awayekî feravan û berfireh li vê axê dijîn, bi awayekî xwezayî her
wekî wan dest bi axiftinê kirinê, her wekî wan jîyane û bûne kurd. Ji
ber van sedemên ku me li jor qal kir “tirkmanbûyîna kurdan” îhtîmaleke
gelek piçûk e. Her
tim têye dîtin ku îdeolojîya fermî di nava xwe de nakokîyan dihewîne.
Ev îdeolojîya fermî ku hebûna kurdan, hebûna zimanê kurdî înkar
dike, bi vê îddîaya “Kurdbûyîna tirkmanan” re, di heman demê de vê
yekê qebul dike ku, hebûna kurdan û zimanê kurdî ewçend xurt bûye ku
þîyaye gelên li derdora xwe bi rêyên xwezayî di nava xwe de asîmile
bike. Profesor Baskýn Oran jî di gotara xwe ya bi sernavê “Xêra ji þerrê
Hlaçoðluyî” de balê dikþîne ser vê yekê. (Radikal Ýki, 26
tebax 2007)
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org