|
|
Hejmara
7. Ya Kovara BÎR Derket
Amadekar:
Roþan Lezgîn
Pêþgotin
Xwendevanên
hêja, careke dî kovara BÎR bi naverokeke dewlemend û mijareke nû
digîje ber destê we. Dosyaya “Danasîna 100 Navdarên Kurd” bi
vê hejmarê dest pê kir û dê bi hejmarên din berdewam bike. Wek mînakên
di vê hejmarê de, hûn jî dikarin bi nivîsandina navdarên bênav
hejmara wan zêdetir bikin. Bîranîn û nivîsandina van kesên kedkar û fîdakar,
yek ji wezîfayên me yên dîrokî-neteweyî ye û her wiha, rêzgirtina me
ya ji bo cenabê wan e. Bibîranîn û nivîsandina jînenîgarîya van kesên
kedkar û fîdakar ên dîroka me, peywira me ya dîrokî û neteweyî ye.
Lewre ew her yek li gorî xwe, di warê xwe de beþdarê pêvajoya
afirandina komelgeh û dîrokeke hevçerx bûne û di vê rê de findekî
ronîdar bûn di þevistanên tarî de. Xwezî bi wan kesan ku jiyana xwe di
nav tarîtîyê de nebihurandin û xwezî bi wan kesan ku niha jiyana xwe bo
neteweya xwe dikin findekê û ronîyê li hawirdora xwe belav dikin.
Dîroka
mirovahîyê gelek rengîn e. Di serê mirovahîyê re gelek tiþt derbas bûne.
Ew tiþtên ku di serê mirovahîyê re derbas bûne, ne mumkin e ku ji aliyê
tu dîroknasî ve bi tevayî bête îzehkirin. Yanî mirov dikare gelek
vekirî bibêje ku jiyana mirovahîyê tu demê di pirtûkan de bi tevayî
cih negirtiye. Di dema globalîzm û civata zanyarî û dema teknolojiyê de
jî her çiqas jiyana mirovan, jiyana neteweyan, jiyana dewletan, jiyana rêxistinan,
jiyana jin û mêran, jiyana ciwanan gelek bi firehî di mêjiyê teknolojiyê
de cih bigre jî, derfet tune ku hemû jiyan li ser kaxizê cih bigre.
Ev
rastiya hanê hem ji bona kesan û hem jî bo nasandina mirovekî her wisan
e. Fîlozof dibêjin, mirov û kes hê ji hemû aliyan ve nehatine keþifkirin.
Ji bona vê, mirov û kes, bi gelek aliyên xwe ve û bi gelek taybetmendiyên
xwe ve hê nayêne naskirin. Lêbelê ji bona ku mirov bête keþifkirin û
bête naskirin hewildaneke xurt û meraqeke gelek balkêþ heye. Ji bona vê
jî mirov û kes bi gelek taybetmendiyên xwe ve tên kategorîzekirin. Wek
mînak: Mirovên dîrokî, mirovên navdar, mirovên zana, mirovên
bawermend, mirovên xwenda, mirovên hunermend, mirovên xwedî doz û
hwd...
Di
nava van kesayetiyan de kategoriyek heye ku ne ji bona xwe û ji bona malbat
û zarokên xwe, lê ji bona welatê xwe, ji bona neteweya xwe xizmetên
giranbiha kirine. Ew, berjewendiya netewe û civata xwe, di ser her
berjewendiyekê re girtine. Ji bona ku neteweya wan azad bibe, welatê wan
rizgar bibe, wan her tiþtî dane ber çav û fedekarîyên bêemsal kirine.
Lewra ew kes baþ dizanin ku dema neteweya wan azad bibe û welatê wan
rizgar bibe, qedr û qîmeta mirov, netewe û welatê wan bilind dibe û her
wiha berjewendiya malbata wan, zarokên wan, bajar û gundên wan, þexsê
wan jî tête parastin, ew jî bi qedr û qîmet dibin.
Ji
bona vê, heger ew kes nebin, ji wan kesan rêxistin û dezgeyên neteweyî
ava nebin, ew netewe û ew welat nakeve rêza neteweyên dinya û dîrokê;
cihê xwe yên bi qedr û qîmet di jiyana mirovahîyê de nagrin.
Her
miletek û civatek bi xebat û fîdakariya dozkaran ve azad û rizgar bûye.
Li gorî bîrûraya hinekan “dîrok, tevger û têkoþîna gelan e”. Li
gorî bîrûraya hinekên din jî, “dîrok, têkoþîna mirovên dozkar û
zanyaran e”. Destkevtiyên demokratîk û civakî-neteweyî jî, di encama
têkoþîn û pêþengiya lehengên fikrî û mirovên dozkar de ava bûye.
Heger ew kesên dozkar nebûna û xebata wan ya bê hempa nebûna, mirovahî,
bi gelek aliyan ve bi pêþ nediket û her dem mirovahî mehkûmî xeraban,
mehkûmî rêjimên xwînxwar û barbar dibû. Dinya û mirovahî, diket bin
desthilatiya mirov, sîstem û rejîmên dîktatorî ve.
Neteweya
kurd jî xwediyê dozkarên xwe yên gelek hêja û bi navûdeng e. Di dîroka
tevgera miletê kurd a nêzik de, dîroka me ya destpêka sedsala bîstan de
ew pêþeng û serokên Tevgera Serîhildana Kurdistana Bakûr, bê gengeþî
dozkarên miletê kurd bûn: Wan kesan canê xwe fedayî miletê xwe kir,
hatin îdamkirin û hatin qetilkirin. Gelo heger Mela Mistefa Barzanî, Seyîd
Ebdulkadir, Þêx Ubeydula, Qadî Mihemed, Þêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid
Begê Cibrî, Yusif Ziya yê Bedlîsî, Qedrî û Ekrem Cemîl Paþa,
Bavê Tujo, Dr. Fuad, Hemzeyê Muksî, Erebê Þemo, Evdirezaq Bedirxan û
bi hezaran kesên wek wan, wek dozkarê neteweya kurd xebat nekirana û canê
xwe fedayî Kurdistanê nekirana, neteweya Kurd li hemberî êriþên mêtinkaran
dê çawan li ser piya bisekiniya û Kurdistan dê çawan li ser rûyê
dinyayê bimana? Di sedsala 21. de neteweya kurd, dê çawan di jiyana
Rojhilata-Navîn de ciyekî girîng bigirta û kolonyalîstan bitirsandana?
Ji
bo nifþên nû yên gelê kurd û raya giþtî ya dinyayê re herçî
xebata danasîna rewþenbîr, pêþeng, dozkar û navdarên kurdan in, ev ji
sê aliyan ve girîng e: Yekem, em hem li hember nifþên keddar û
berhemdarên beriya xwe û hem jî li hember nifþên li pey xwe mesûl in.
Lewra hebûn û rewþa me ya heyî, li ser ceribandin, berhem, fedekarî û
xebata yên beriya me de hatiye avakirin. Ji ber vê yekê, divê em ji
ceribandin û zanayî û keda yên beriya xwe bi yê xwe re bikin yek û
bigehînin nifþên li pey xwe. Yê duyem, danasîna jiyan, berhem, þexsiyet,
fikir û raman û fealiyeta van navdaran dê ji nifþên nû re bibe modêlekî
xwenasîn û rênîþandana ji bo pêþerojê. Û ev jî dê bi wan re
bixwebawerbûna netewî-civakî peyda bike. Sêyem, li rûyê dinyayê de hîç
miletek bê manewiyat nîne, naskirina ev kesayetiyan di heman demê de qewîkirin
û zêdekirina manewiyata miletekî ye. Her wiha em baþ dizanin ku
gelek milet bo vî yekê ji xwe re þexsiyetên xeyalî jî çêkirine.
Lewre nasîn û danasîna þexsiyetên wisa arþîv û referanseke bingehîn
e ji bo hafizaya kollektîv ya neteweyan.
Bi
hêviya hevdîtina hejmareke nû ya BÎRê, di nav xêr û xweþiyê
de bimînin.
|
NAVEROK
– ÝÇÝNDEKÝLER
|
|
Remezan
Alan
Mexdûrê
Serdemekê
…..........................................................................................................................
7
|
|
Tahsin
SEVER
Serokê
Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî
..................................................14
|
|
M.
Þefîq ONCU
Kurdperwerekî
Sînornenas: Necmettîn Buyukkaya
(1943-1984)............................................................30
|
|
Îbrahîm
GUÇLU
Ji
Bo Mela Ebdulkerîm Kurdistan di Ser Her Tiþtî re Bû
.......................................................................46
|
|
Tosinê
Reþîd
Qanatê
Kurdo (KÛRDOYÊV)
................................................................................................................66
|
|
Nezîrê
CIBO
Ýhsan
NURÝ PAÞA (1893-1976)
............................................................................................................75
|
|
Yaþar
KARADOÐAN
Her
Zaman Cesur, Her Zaman Þair, Her Zaman Kavgacý Bir Dava Adamý Ya
Da Tarih Þifrecisi Olarak
Orhan
Kotan
........................................................................................................................................89
|
|
V.
BÎRSINÎ
Kürt
Kelimesinin En Çok Yakýþtýðý Ýnsan: Hemzeyê Muksî
.......................................................……….111
|
|
Ýbrahim
Küreken
Ferit
UZUN
........................................................................................................................................131
|
|
Tosinê
Reþîd
Hecîyê
Cindî
.......................................................................................................................................146
|
|
Dr.
Selah Mihemed Selîm Hirorî
Ebdurrezaq
Bedirxan (1864-1918): Jîyan û Têkilîyên Sîyasî
...............................................................153
|
|
Îbrahîm
GUCLU
Edîp
Karahan: Rewþenbîrekî Têkoþer, "Mirovekî Bi Tenê"
û Dozkarê Kurdistanê..................................172
|
|
Abdurrahman
Demir
Hapishanedeki
Edîp KARAHAN
..........................................................................................................187
|
|
Seîd
VEROJ
Kesayetîyeke
Îdealîst û Rêxistinkar, Þoreþgerekî Çalak: Dr. Fuad
(1887-1925) ..................................191
|
|
Þakir
EPOZDEMÎR
Hecî
Musa Begê Xwêytî û Seîdê Nuh Begî
...........................................................................................197
|
|
Ebubekir
Çelebi
Qedrî
CEMÎL PAÞA
.............................................................................................................................204
|
|
Mele
XALÝD
Fehmî
Firat Kî ye?
..............................................................................................................................211
|
|
Arjen
ARÎ
Yê
Ku Peyv Ji Ezman Daxist Erdê: CEGERXWÎN
................................................................................218
|
|
Fehîm
Iþik
Hostayê
Peyvan: Þêx Eskeriyê Axtepî
..................................................................................................223
|
|
Ahmed
ARAS
Kilama
Kurdî û Dengbêjîya Serhedê
...................................................................................................228
|
|
Roþan
Lezgîn
Îxtîraseke
Bêfesal
.......................................................................................................
………………….245
|
|
Ehmed
Qerenî
ÞEBEK:
Lêkolîneweyekî Mêjûyî - Komelayetî - Zimanewaniye
.............................................................253
|
|
Sait
Pektaþ
Kürd
Aydýnlanmasý ve DDKO Gerçeði
…..............................................................................................264
|
|
Nezir
ÞEMMIKANLI
DDKO
Süreci Ve Düzce Olayý Üzerine, Ali Beyköylü'nün
Belirlemelerine Cevap …..............................287
|
|
Pirtûkxaneya
Ehmedê XANÎ
.............................................................................................................215
|
|
Ji
Sê Mehan Carekê Tête Weþandin
Üç Ayda Bir Yayýmlanýr - Zivistan 2007
Bûha: 10 YTL
BÎR Reklamcýlýk -Yayýncýlýk
Sahibi ve Sorumlu Yazýiþleri Müdürü:
Mehmet KONUK
Redakte:
Roþan LEZGÎN, Seîd VEROJ
Tîprêzî-Mîzampaj: BÎR
e-mail:
kovarabir@yahoo.com
kovarabir@hotmail.com
|
Þertên
abonetiyê
Bo nêva welat salek 30 YTL
Bo derveyê welat salek 80 $
Çapxane/Matbaa: Barýþ Matbaa Mücellit
Davutpaþa cad. Güven Sanayi Sitesi
C. Blok No: 274, 275, 276 ISTANBUL/Topkapý
Tel: (00 90) 212 674 85 28-29
Ciyê Rêvebirinê/Yönetim Yeri:
Înonü caddesi Magül Îþ Merkezi No: 49
Daðkapý/DIYARBAKIR
Tel: (00 90) 412 228 78 28
Berpirsyariya her nivîsê yê nivîskar bi xwe ye
Mesuliyetiya her nusteyî ê nustoxî bi xo ya
|
|
|
|