|
Hezkirina Þaredarên Diyarbekirê ya bo Grûban Roþan
Lezgîn
Bêyî
ku tu þîroveyekê bikim, ez ê di vê nivîsê de eleqe û hezkirina þaredarên
Diyarbekirê bo du grûban muqayese bikim. I Li
malpera www.haberdiyarbkir.com
di hejmara roja 16 temmuz 2009 de nûçeyek bi sernavê “Diyarbakýr
Grubu Gezide Buluþtu” weþîya (1). Navê
grûbê, Diyabakir Yahoo Group e (2).
Hinek kesên ku li ser tora Înternetê bi hev re chet dikin, ji hev re
e-mailan diþînin, vî navî li xwe kirine. Zimanê grûbê tirkî ye. Pirranîya wan, ger bi eslê xwe kurd bin jî, xwe wekî kurd nabînin. Çalakîya wan, armanca wan tenê di çarçeweya li ser tora Înternetê “di her mijara derheqê Diyarbekirê de axaftin û parvekirin û gihandina hev a her diyarbekiriyê li çaralîyê cîhanê” ye. Ligel kesên tirk ku ne ji Diyarbekir in jî li ser tora Înternetê bi rêya e-mailan di nav peywendîyê de ne. Nûçe, nivîs, gotarên nivîskar û qunciknivîsên tirk yan jî kurdên tirkînus ku di malperên Întenetî de diweþin, ji bo xwendinê, ji bo balkiþandinê bi e-mailan ji hev re diþînin.
Li
gorî nûçeya navborî, ev grûb li ser vexwendina serekê þaredarîya Sûrê
li Diyarbekir kom bûye û ji alîyê heman þaredarîyê ve hatiye
ezimandin. Endamên grûbê sibeha roja 11 temuz 2009 li Diyarbekir li xana dîrokî ya Hesen Paþayê Gewranî kom bûne û taþtêya xwe kirine. Serekê þaredariya Sûrê Evdila Demirbaþ wekî mazûvan di nav wan de bûye lê serekê þaredariya Diyarbekirê Osman Baydemir, sereka þaredariya Rezan Yuksel Baran û serekê þaredariya Yeniþehirê Selîm Kurbanoglu, digel ku di bernameyê de nîn bûne, lê wekî surprîzekê teþrîf kirine, beþdarê grûbê bûne, bi endamên grûbê re eleqedar bûne, kêfxweþî û hezkirina xwe ya bo grûbê dîyar kirine.
Endamên
grûbê, di bin rêberiya Þêxmus Dikenî de ku hertim þêwermendê serekên þaredariyên
Diyarbekirê ye û kesekî bi navê Mehemed
Mercan li nav Diyarbekir derketine geþt û seyranê. Êvarê çûne
konserta Yervantî. Roja di pey re endamên grûbê li dêra Meyrema ya dîrokî
kom bûne û taþtêya xwe li wir kirine. Paþê li Navenda Ciwanên Yerel
Gundem 21 kevokên aþtîyê firandine. Li Mala Dengbêjan ji bo wan bername
hatiye amadekirin, li wir, li kilamên dengbêjan guhdarî kirine. Êvarê jî
guhdarîya grûba muzîkê “Eyvan Ekibi” kirine. Bername hemî ji bo vê
grûbê ji berê de ji alîyê serekê þaredarîya Sûrê Evdila Demirbaþî
û þêwermendên þaredariyan hatiye amadekirin. Endamên
grûbê di dawîya geþta Diyarbejkirê de hîsên xwe wisa îfade kirine: “Bi
rastî jî Diyarbekir nayê qalkirin, divê meriv bijî. Diyarbekirê bi xweþikîyên
xwe em lalîgan kirin. Dostên me yên li Diyarbekirê bi mazûvanîya xwe
ya dostane û bi rûyê xwe yê hertim devliken û bi dilê xwe yê tijî
heskirin ku hertim bi me re parve kirin, gelek bandorê li me kir. Xwarina
ku me xwar û germahîyê bi rastî jî bandor li me kir. Ewqas bîranîn,
ewqas tiþtên ku me têr û tijî jîya, em hîn jî di nav þaþmayîna wê
de ne ku gelo me di nav du rojan de jîya. Berî her tiþtî, yên ku tevayî
xweþikîyan bi me dan jîyandin, ji Þehr-î Emînê bajarê me
bigrin heta bi zabitayan, ji rêvebirên komeleyên civata sivîl bigrin
heta bi kesayetên hêzdar, ji nivîskaran heta bi þaîran, ji bo bajarê
me Diyarbekirê ku bûye wesîleya hemî xweþîkîyên ku me jîya û yên
ku hemî xweþikiyan li ser navê wê bo me kirin, ji bo her kesê ku van
xweþikîyan bi me dan jiyandin, em bo wan sipasîyên bi dawî dikin.” II Grûba
Xebate ya Vateyî,
ji alîyê grûbek kurdên kirmanckîaxêf (zazakîaxêf) ku ji deverên cihê-cihê
yên Kurdistana Bakur in, di sala 1996 de ava bûye. Armanca bingehîn ya vê
grûbê parastin, standardîzekirin, pêþdebirin û geþkirina lehçeya
kirmanckî (kurdîya zazakî) ye. Endamên
grûbê li welatên cihê yên Ewropayê, li metropolên Tirkîyeyê yên
wekî Îstanbulê û li bajarên Kurdistana Bakur yên mîna Diyarbekir û
herwekî din rûdinin. Li ser bingeha xizmeta bo zimanê kurdî (kirmanckî)
ev serê 12-13 salan e ku bi hev re di nav peywendî û xebateka germ de ne.
Endamên grûbê di çarçeweya xebata grûbê de bi îmkanên xwe yên
kesane dixebitin. Endamên
grûbê salê du caran li hev kom dibin. Her kombûn 4-5 rojan ji serê
sibehê heta bi êvarê dewam dike. Mijara kombûna wan tesbîtkirina qaydeyên
gramer û standardîzekirina peyvên kirmanckî (zazakî) ye. Ji þeþ mehan
berîya kombûnê dest bi amadekariya kombûnê dikin, hertim di çarçeweya
xebatên li ser zimên bi hev re di nav peywendîyê de ne. Heta
niha li dora 7 hezar peyvên kurdîya zazakî di formeka standard de tesbît
kirine û wekî ferheng dane weþandin. Ferhenga vê komê Ferhenga
Tirkî-Kirmanckî 3 caran wekî çapa firehkirî li çapê ketiye û
belav bûye. Qaydeyên gramer û rastnivîsîna kurdîya zazakî ku ji alîyê
grûbê ve tesbît bûne, wekî kitêb bi sernavê Rastnuþtiþê
Kirmanckî weþîyaye. Herwisa, heta niha 32 hejmarên kovara Vate
weþandine. Dîsa, li Îstanbulê weþanxaneyekê ava kirine. Li vê weþanxaneya
bi navê Weþanxaneyê Vateyî ji sala 2002 heta niha 30 heb kitêbên bi
kurdîya zazakî weþandine. Xebatên vê grûbê pêþî li geþbûna lehçeya
kurdî kirmanckî vekirîye. Endamên grûbê çalakîyên xwe ew bi xwe
organîze dikin, ew bi xwe kovar û kitêbên ku diweþînin belav dikin. Di
nav endamên grûbê de kesên ku xwe nêzî rêxistin û partîyên siyasî
yên kurdan yên cur bi cur dibînin hene. Wekî mînak, yên ku xwe wekî
alîgirê DTP dibînin û di nav dezgeyên derdorên vê partîyê de
dixebitin jî hene lê wekî grûb tu angejebûn yan xebateka siyasî ya Grûba
Xebate ya Vateyî tune ye. Grûbê
14 kombûnên xwe li derveyî welat, li welatên Ewropayê çêkirin. Lê
kombûna xwe ya 15. di navbera rojên 1-4 temuz 2007 de cara pêþî li
Diyarbekirê çêkir (3). Roja paþîn
a kombûnê, di heman demê de roja dawîlêanîna serektîya þaredariya Sûrê
Andullah Demirbaþî bû. Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyeyê ew ji kar avêtibû.
Grûba Xebate ya Vateyî ji bo piþtgirîya bo Evdila Demirbaþî dev ji
kombûna xwe berda, cîvan ji Evdila Demirbaþî girt, roja 04.07.2007, saet
10.00 de çû serdana wî. Di nav grûbê de kesayetên wekî Mehemed
Malmîsanij (Pîran), Munzur Çem (Dêrsim), J. Îhsan
Espar (Pîran), Mehemed Uzun
(Pali), Haydar Diljen (Sêwreg), Seyîdxan
Kurij (Çewlîg), Wisif Kaymak
(Pîran), Huseyîn Kulu (Dêrsim),
Roþan Lezgîn (Licê), Serdar
Bedirxan (Pîran), Muzafer
Xeylanij (Pali), Ehmedê Dirihî
(Çewlîg), C. Zerduþt Pîranij
(Pîran), Mehmûd Nêþite (Licê)
û Suleyman Yilmaz (Pîran) hebûn. Ji
nav vê grûbê gelek kesî bi dehan kitêbên bi zimanê kurdî (kurmancî,
zazakî), yan jî li ser kurdan bi zimanên din kitêb nivîsîne û dane weþandin.
Yên ku di qadeka navneteweyî de têne nasîn jî hene. Yên ku 4 unîversîte
temam kirine, 5-6 zimanan dizanin jî hene. Yên ku gelek car ji alîyê
dewleta dagîrker ve hatine girtin û di îþkenceyên giran re derbas bûne,
di heps û zinadan de raketine, ji welatê xwe koçber bûne û li welatên
xerîbîyê bi salên dirêj macir mane, rojên gelek teng dîtine jî hene. Piþtî
ku þaredar Evdila Demirbaþ ji kar hat dûrxistin, gelek daxuyanî dan çapemenîyê.
Wekî mînak, di bernameyeka Gün-TV de behsa kesayet, grûb an jî dezgeyên
ku piþtgirîya wî kirine yek bi yek dihejmart. Navê kesên gelek sade ku
tu fealîyeteka wan a hunerî yan neteweyî nîn bû jî dihejmart. Lê
serdan û piþtgirîya Grûba Xebate ya Vateyî ji nedîtî ve hat. Tune
hesiband. Tu car li tu derê, di tu daxuyanîyê de behsa vê piþtgirîyê,
qala vê serdanê, qala Grûba Xebate ya Vateyî nekir. Grûba
Xebate ya Vateyî, piþtî ku kombûna li ser ziman temam kir, li roja
05.07.2007, di navbera saet 18.00 – 20.00 de li Salona Beledîyeya Mezin a
Diyarbekirê kombûneka ji gel re vekirî ya giþtî çêkir (4). Bi qasî 200 kes ji xelqê Diyarbekirê û xwendevanên kovara
Vateyî beþdarê vê kombûnê bûn. Ne Evdila Demirbaþ û ne jî þaredarîyên
Diyarbekirê tu kesek, zabitayek jî beþdar nebû. Kesî tu eleqe nîþan
neda; tu nûçegihanek, rojnamegerek ji çapemenîya ku xwe xwedîyê þaredarîyan
dibîne, digel ku hatin xeberdarkirin jî, beþdar nebûn. Xebera kombûnê
yan jî çalakîyên Grûba Xebate ya Vateyî wekî nûçeyeka piçûk jî
di çapemenîya vê derdorê de, ne di ya bi kurmancî û ne jî ya bi tirkî
de, cih negirt. Grûba
Xebate ya Vateyî li Diyarbekirê buro vekir. Bi munasebeta vekirina Buroya
Vateyî roja 11.05.2008, saet di navbera 17.00-18.30 de li Salona Cêbê ya
Sînemayê ya Beledîyeya Mezin a Diyarbekirê kombûneka giþtî hat
lidarxistin (5). Li dora 120
meriv beþdarê vê kombûnê bûn. Ji þaredarîyên Diyarbekirê tu kesek,
zabitayek jî beþdar nebû. Kesî tu eleqe nîþan neda; çapemenîya ku
xwe xwedîyê þaredarîyan dibîne, digel ku hatin xeberdarkirin jî, tu nûçegihanek
beþdar nebû. Grûba
Xebate ya Vateyî, kombûna xwe ya 17. jî li Diyarbekirê di navbera rojên
7-11.04.2009 de çêkir. Grûbê, roja dawîya kombûnê daxuyanîyekê bo
çapemenîyê belav kir (6). Ji
þaredarîyên Diyarbekirê tu kesek, zabitayek jî tu eleqeyek nîþan
neda. Digel ku çapemenîya vê derdorê yek bi yek bi telefonê û bi
e-mailan hat xeberdarkirin jî, tu nûçegihanek beþdar nebû, tu eleqe nîþan
nedan. Xebera kombûna Grûba Xebate ya Vateyî wekî nûçeyeka piçûk jî
di çapemenîya vê derdorê de, ne di ya bi kurmancî û ne jî ya bi tirkî
de, cih negirt. Ew metna daxuyanîya çapemenîyê ku bi rêya e-mailê ji vê
derdorê re hat þandin jî, bi awayekî deformekiri-vajîkirî ku ji
armanaca bingehîn bi dûr xistibûn û li ser hesabê angajeyên xwe
deforme kiribûn, hîn weþandibûn. *
* * Dema
ku min ew nûçeya navborî xwend, ev hatin bîra min. Ez tu þîroveyekê
nakim. Ez teqdîr û muhasebekirinê bi hêvîya xwendevanên bi feraset û
wijdan dihêlim. (*) Diyarbekir
18.07.2009 ________________
(1)
http://www.haberdiyarbakir.com/news_detail.php?id=22102&uniq_id=1248710750 (2)
http://diyarbakirgrubu.blogspot.com/2009/05/diyarbakr-yahoo-group-blog.html (3)
http://www.netkurd.info/nuce_bixwine.asp?id=7862 (4)
http://www.netkurd.info/nuce_bixwine.asp?id=7881 (5)
http://www.haberdiyarbakir.com/news_detail.php?id=10044 (6)
http://www.haberdiyarbakir.com/news_detail.php?id=18154 (*)
Ev gotar li malpera www.netkurd.com weþîyaye.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org