|
Kurd û Hilbijartinên Sala 2007 Îsmail
Beþikçi Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn Çendeyek
berê, ligel hevalekî ku li Almanya dimîne me sohbetê dikir. Zêdetirî
30 salan e ku li Almanya dimîne. Got “Kekê Îsmaîl, ez êdî bûme kurdê
Almanyayê…”. Ev gotina “Kurdê Almanyayê” bo min gelek balkêþ
hat. Vê gotinê ligel xwe hindek tiþtên din anîn bîra min, ango têgehên
“Kurdê Îranê”, “Kurdê Îraqê”, “Kurdê Sûrîyê”, “Kurdê
Tirkîyê” hatin bîra min. Gelo “Kurdê kurd”, “Kurdê Kurdistanê”
jî hebû? Di
gotara xwe ya berîya viya de, ango di gotara bi sernavê “Êdî Kurd Dîroka
Kurdan Dinivîsin” de min qala lêkolînerên kurd ên wekî Osman Aydýn,
Malmîsanij, Ruþen Aslan û gotar û kitêbên wan kiribû. Ev lêkolînên
hanê ji alîyê kurdan ve hatibûn vekolîn û wan tenê bala xwe dabû ser
kurdan. Naveroka van kitêban gelek cihêtir ji naveroka wan kitêbên ku
kurdan tune dihesêbin yan jî xizmeta asîmilasyonê dikin bûn. Di mijarên
derbarê kurdan û zimanê kurdî de bi awayekî objektîv qiset dikirin.
Helbet “Kurdê kurd”, “Kurdê Kurdistanê” heye. Gelek eþkera ye ku
ev pêvajo her ku diçe dê kûrtir û berfirehtir bibe. Min divê ku li vê
gotara xwe ez li ser xaleke cihêtir a vê pêvajoyê hûr bibim, her wiha,
li ser alîyekî cihêtir ê veguherînên sîyasî û sosyal ên di nav
kurdan de, dibe ku, li ser rûdanekê ku di bereksê (ziddê) vê pêvajoyê
de ye piçek rawestim. Îsal
di meha sermawezê* de dê ji bo endamtîya TBMM (Meclîsa Tirkîyê)
hilbijartin çêbibe. Kurd jî, ji bo vê hilbijartinê xwe amade dikin. Hê
ji niha ve gelek ji abûkat û doktor û muhendis û karsazên kurd ên wek
mutehîtan, her wiha, kurdên ku esnafîyê dikin, yên bi karê çandînîyê
re mijul in, yên malniþîn, yên bazirgan ji bo ku bibin parlamenter
(milletvekili) dest bi hewldanan kirine. Bêguman ji ber ku endamtîya
meclisê (parlamenterî) di warê maddî û manewî de gelek qezencan bi
dest xwe ve tîne, ji vê çendê ev pêvajo hê cazibtir dibe. Ev kesên ku
ji bo namzedîya vî karî di nav partîyan de ewçend têdikoþin, yan jî
ji bo namzedîya serbixwe (baðýmsýz) ewçend dikevin nav hewldanan, ev
kesên ku li derdorên DTP cih digrin, nîyet û hizreke wan a ku dê Pirsa
Kurd veguhêzin nav parlamentoya Tirk, dê Pirsa Kurd di çarçoveya
parlamantoya Anqerê de bigihênin çareserîyekê heye. Ev kesên ku ji bo
parlamenter bûyînê ewçend ketine nav pêþbezîyê, bêguman piþtî ku
werine hilbijartin, ew baþ dizanin ku dê li parlamentoyê sondeke çawan
bixwînin. Maddeya 81. ya Qanûna Bingehîn ku di sala 1982 de amade bibû,
metnê sondxwendinê ye. Û xalên bingehîn ên vê sondê jî prensîbên
derbarê yekîtî û yekpareyîya netewe û dewleta tirk de ne. Ev madde bi
gotinên “… Ez li pêþ neteweya mezin a tirk li ser namus û þerefa
xwe sondê dixwînim ku ez ê ji sedaqeta ligel Qanûna Bingehîn averê
nebim.” diqede. Ev madde, ev sondê hanê bi wê têgihaþtina ku hebûna
kurdan a civakî û sosyalî înkar dike, hebûna kurdan red dike hatîye
nivîsîn. Ev jî gelek eþkera ye ku, ev qanûn têgihaþtineke wekhevîyê
qet îfade nake. Û ev, alîyekî gelek grîng ê jiyana sîyasî ya tirk e. Di
sala 1991 de parlamentera DEPê Leya Zana bi kurdî hindek tiþt bi ser vî
metnî ve zêde kir û got, “Ez vê sonda hanê ji bo biratîya gelê tirk
û kurd dixwînim.” Hingê di bîra me de ye ku ev yek çawan bû sedemê
xirecirên mezin û çawan nakokî derketin rû, dijminatîyê xwe da der.
Di encama rûdanên bi vî rengî de pirsîyarkirin (tehqîqat) hatibûn
destpêkirin, îmtînabûna parlamenterîyê hatibû betalkirin, parlament
her wekî tawanbarên mezin hatibûn darizandin, ceza li wan hatibû birrîn
û zêdetirî deh salan di zindanê de mabûn. Bi carekê de betalkirina
parlamenterîya 15 kesan tenê di vê hedîseyê de, wate, di pêvajoya
Pirsa Kurd de çêbû. Û ev yekem bûyer e di jiyana sîyasî ya tirk de û
her wiha, di dîroka parlamentoya tirk de. Ji sala 2004 bi vir de di çarçoveya
muktesebata Yekîtîya Ewropayê de gelek paketên veguhertina qanûnan
hatin amadekirin, di Qanûna Bingehîn û her wiha, di hindek jêreqanûnan
de gelek guhertin çêbûn. Lê di metnê sondxwendinê de, derbarê
veguhertinê de tu tiþtekî nehatîye hizirîn. Gelo
ev rewþ û wezîyeta hanê, ev qada hiþmendî û hizirînê rê didin ku
meriv li ser pirsa kurd biaxife û munaqeþe bike? Gelo ev rewþa hanê rê
dide ku meriv Pirsa Kurd fam bike û munaqeþe bike? Di rewþeke wiha de ev
kurdên ku wek parlament bo parlamentoya tirk bêne hilbijartin gelo dê
bikarîbin hizrên xwe yan jî bernameya partîya xwe tetbîq bikin? Ev
gelek eþkera ye ku, ev qada ramyarî û sîyasî û hiþmendîya hanê ji
alîyê îdeolojîya resmî ve hatîye danîn. Ez
wek kesek, min ew bawerî nîn e ku dê ev tiþt werin pêkanîn, yan jî dê
kurd bikaribin bernameyên xwe piratîze bikin. Bîlekis dê pêvajoyek tam
di berovajîya vê yekê de pêkwere. Ango kurdên ku wek parlament hatine
hilbijartin dê bi demê re “kedî” bibin, dê bikevin nav prosesa îdeolojîya
resmî û ligel pîvanên îdeolojîya resmî bibin yek. Bo numûne, ew
nikarin derbarê kurdan de tu xebateke berbiçav bikin, ew nikarin li ser
hesabê kurdan polîtîkayekê çêbikin. Yan jî, meseleya kurd tim tune têye
hesibandin, lêbelê li ser meseleyên ku Tirkîye gelek li ser wan hesas e,
meselyên wek pirsa Qibrisê, meseleya qirkirina ermenan, a di van meseleyên
wisa de ew daxuyanîyên wek “Polîtîkaya dewlet û hukûmeta tirk mafdar
e” belav dikin. Û daxuyanîyên her wekî “Di meseleya Qibrisê de Tirkîye
mafdar e”, “Di meseleya qirkirina ermenan de îddîayên tirkan rast
in…” jî belav dikin. Sedemê bingehîn ê vê yekê, wek grûbeke etnîkî
û civakî înkarkirina kurdan e, înkarkirina zimanê kurdî ye. Polîtîkaya
dewleta tirk hê jî piþta xwe dispêre înkareke wisa. Navê zimanê kurdî
hê jî “Ji bilî zimanê tirkî ziman û lehçeyên mehellî yên ku bi
awayekî edetî têne axiftin” e. Û bi vî awayî, ez bi xwe di wê bawerîyê
de me ku zimanê kurdî ne wek zimanek lê wek lehçeyek hatîye dîtin. Her
wiha, ez ne di wê bawerîyê de me ku welatparêzên kurd di nav
atmosfereke wisa de, ku xwe dispêre red û înkarê, bikaribin havilekê
bikin. Dibe ku hinek kes bibêjin, madem ku înkarkirin heye, madem ku
redkirin heye hingê çi dema ku kurd wekî kurd bikevine parlamentoyê dê
derzek li vê têgihaþtina red û înkarê bikeve, dê qelþek di vê
kultura sîyasî ya red û înkarê de çêbibe. Hinek dikarin viya bibêjin
ku, hatin hilbijartina bo parlamentoyê ji alîyê meþrûîyetê ve jî
avantajên mezin ligel xwe tîne. Bo numûne, ger ev parlamenter di platformên
navnetewî de pirsa kurd qiset bikin dê hê bêhtir ji wan were bawerkirin,
dê bandora xwe jî zêdetir be. Belam esasê xebatê ev e ku, ev kes
bikaribin di nava parlamentoyê de viya bikin. A di vî warî de tiþtê ku
dixuye qet jî dilê meriv xweþ nake. Li
Tirkîyê piþtî ewqas têkoþînê qebulkirina kurdan di vê radeyê de ye
ku: “Her kes dikare li mala xwe, di nav zevîyê xwe de, di axura xwe de
bi zimanê xwe biaxife.” Û hema li dû wê jî dê bête gotin ku, ev serê
80 salan e ku her wisa têye axiftin, di vî warî de tu pisrgirêkek heta
bi niha derneketîye. Di dawîya sala 1991 de serokê wezîran ê wê demê
Süleyman Demirelî gotibû “Em realîteya kurd qebul dikin”. Tenê
carekê viya gotibû. Di navîna sala 2005 de jî serokê wezîran Recep
Tayip Erdoðanî axiftineke wek “Pirsa Kurd heye. Xeletîyên dewletê jî
çêbûne, lê pirsgirêk bes dikare di nav demokrasîyê de çareser bibe,
ligel zêdekirina demokrasîyê pirs dê hel bibe.” kiribû. Serokê wezîran
Recep Tayip Erdoðanî jî vê axiftina hanê tenê carekê kiribû.
Li
dû van daxuyanîyan, kurdan mafên xwe yên komelayetîyê dan zanîn û bûn
telebkarên mafên xwe. Ev e, li ser van daxwazan berpirsîyarên dewlet û
hukûmetê cardin wan hizrên xwe yên înkarkirinê û asîmîlasyonîst
beyan kirin. Wisa hate gotin: Ewên ku ji xwe re dibêjin kurd, ew jî parçeyek
ji neteweya tirk in. Daxwazkirina mafên ekistra li ruhê yekîtîyê
nagunce… Li
Tirkîyê polîtîkaya bingehîn a ku li ser kurdan têye meþandin asîmilasyon
e. Kurdên ku asîmilasyonê qebul dikin, ewên ku pirseke wek Pirsa Kurd li
bal wan tunebe, ewên ku kultura sîyasî ya tirk qebul kiribin, kurdên ku
prensîbên neteweperestîya tirk di xwe de bicih kiribin, ew dikarin
bikevin nav lîsteya partîyên tirk û bibine parlamenter. Belam ev kurdên
hanê jî êdî ne kurd in. Bûne tirk. Heke bi awayekî objektiv kurd bin jî,
wate, jê dê û babê xwe kurd bin jî lê bi awayekî subjektîv êdî ne
kurd in. Pêwîstîya dewletê bi kurdên wisa heye; benda % 10 a
hilbijartinan ji bo van kesan e ku ew bikaribin bi hêsanî têkevin
parlamentoyê. Her wiha, ev bend ji bo vê yekê ye ku, ewên ku dibêjin
“Kurd im ez”, ewên ku dibêjin “Pirsa kurd heye” pêþî li wan bête
girtin da ew nikaribin bo parlamentoyê bêne hilbijartin. Ev kesên ku bûne
tirk jî, tenê dikarin di nav lîsteya partîyên tirk ên wek CHP, wek
ANAP, wek DYP, wek AKP, wek MHP de bikevin meclisê. Berpirsîyarên
dewlet û hukûmetê ku dibêjin, kêmtir 100 parlameterên ku koka xwe kurd
va ne di parlamentoyê de, qesta wan ev kesên wisa ne. Evên hanê, dema ku
gundên kurdan dihatin þewitandin û wêrankirin, dema ku kurd bi malbatî
ve ji cih û warê xwe, ji welatê xwe bi darê zorê dihatin koçberkirin,
dema ku kurd dihatin mexdûrkirin, dema ku heqaretên gelek mezin li kurdan
dihatine kirin, kurd dihatine piçûkxistin qet deng bi wan nediket lê çi
dema ku li Qibrisê, li Trakyaya Rojava, li Bulgarîstanê û hwd. ger ji
serê pêçîya tirkekî piçek xwîn bihatana, berîya her kesî vana
Yewnanîstan û Bulgarîstanê þermezar dikirin. Pêwîstîyeke mezin a
dewletê bo kurdên wisa heye. Benda % 10 a hilbijartinê dike ku kurd bi
kurdên wisa werine temsîlkirin. Û pêþî li wan kurdên ku xwedî têgihaþtineke
sîyasî ya kurd in, pêþî li welatparêzên kurd bête girtin da ew
nikaribin têkevin parlamentoyê. Heke
kurd heta ku dixwazin li Anqere, di parlamentoyê de bibin xwedî nufûz, di
þûna viya de li birêvebirîyên xwecihî; di þarevanîyan de, di nav
komeleyên sivîl de bibin xwedî nufûz, ji bo îqtîdara xwecihî hewl
bidin xwe dê baþtir be. Di nav þarevanîyan de, di nav komeleyên
karkeran de, di komeleyên hawirdorîyê de, di nav komeleyên jinan û
ciwanan de hêzdar bûyîn hê girîngtir e. Li gorî bawerîya min heta ku
di van komeleyên xwecihî de kurd xwe hêzdar nekin, nebin xwedî qudretê,
hingê ne mumkûn e ku ew bikaribin di TBMM de havilekê bikin. Proseseke
din, a ku dê kurdan bike hêzdar, bike xwedî qudretê, di nav jîyana xwe
de bi awayekî fiîlî karanîna zimanê kurdî ye. Bo numûne, heke zimanê
þarevanîyan û komeleyên sivîl ên xwecihî kurdî be, ev dê geþedaneke
mezin ligel xwe bîne. Ev yek proseseke wisa ye ku helbet divêt ligel wê
fenomena prosesa pêþîn bêye meþandin. Di
dawîya meha adarê de gotareke Îbrahim Küreken a bi sernavê “Seçim
siyaseti ve Ankara parlamentosu” li www.Kurdinfo.com
hate weþandin. Di vê gotarê de jî derbarê helwesta kurdan a li hemberî
hilbijartinan de tesbîtên balkêþ, her wiha, hîþyarkirinên hêja hene.
Li gorî min, gotarên din ên Îbrahim Küreken jî, ku li heman malperê
diweþin, gelek hêja ne. ___________ Ev
gotar ji kovara Esmer, hejmar 29, Gulan 2007, hatîye wergirtin û ji alîyê Roþan
Lezgîn ve ji tirkî bo kurdîya kurmancî hatîye wergerandin. *Dema
ku ev gotar hatîye nivîsîn hê roja hilbijartinê wek dema xwe ya asayî
meha sermaweza 2007 bû. Lê di destpêka meha Gulanê de, piþtî ku
hilbijartina serokê komara Tirkîyê hate betalkirin, hingê roja
hilbijartinê hate pêþxistin û wek 22 temmuz 2007 hate îlankirin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org