|
Îsmail
Beþikçi: Li Tirkiye Qada Ramyariyê
Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn
Berpirsiyarê
giþtî yê rojnameya Agos Hrant Dink di 19 rêbendan 2007 de li ber avahiya
rojnameyê hate kuþtin. Hrant Dinkî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji bo
çi wan ez kirim hedef?” de, ku di 12 rêbendan 2007 de li rojnameya Agos
weþandiye, derbarê berpirsiyaran de agahiyên musbet beyan dike. Di vê
nivîsê de bersiva pirsên wek “Kî li piþt vê kuþtinê heye?” û
“Gelo ev karê rêxistinekê ye?” heye. Her wiha, wî di nivîsa xwe ya
bi sernavê “Metirsiya kevokane ya haletî ruhiyeya min” de jî hewl
daye xwe da ku vê mijarê zelaltir bide nîþandan. Ev bûyer
diþibe bûyerên di 6 sermawez 1996 de li Susurlukê û di 9 sermawez 2005
de li Þemzînanê. Her wiha, kuþtina metran Santoro ya di 5 reþemeh 2006
de ku li Trabzonê çêbûbû jî wekî vê bûyerê ye. Di 12 îlon 2006 de
li Dîyarbekir, li taxa Rezan, li Parka Koþuyoluyê bombeyek teqiyabû. Di
encama vê teqînê de 7 jê zarok 10 kes miribûn û 17 kes jî birîndar
bibûn. Di van bûyeran de, tu pirsiyarkirinek ku hêzên bingehîn ên li
piþt van bûyeran derxîne meydanê çênebibû. Çawa ku li Dîyarbekir,
li Parka Koþuyoluyê teqîn çêbibû, piçek di pey re TÝT (Türk Ýntikam
Tugayý: Firqeya Tolhildanê ya Tirk) li malpera xwe ya enternetî
daxuyaniyekê belav kiribû û vê bûyerê girtibû ser xwe. Berpirsiyarên
hukûmetê vê yekê tekîd kiribûn ku rêxistineke bi vî awayî nîne, ev
daxuyaniyeke ne ciddî ye, ji lewre tu pêwstiyek bi pirsiyarkirinekê jî nîne.
Û di encamê de serê vê meseleyê nixaftibûn. Dîsan li bajarê Trabzonê,
di 2005 de xizmên girtiyan ên endamên TAYAD (Tutuklu Aileleri Yardýmlaþma
ve Dayanýþma Derneði: Komela Piþtgirî û Hevkariya Malbatên Girtiyan)
dema ku ji bo protestokirina tecrîta li zindanan daxuyaniyek ji bo çapemeniyê
belav dikirin, êrîþ bi ser wan de hatibû kirin û di encamê de derbarê
êrîþkaran de na, lê derbarê kesên ku êrîþ bi ser wan de hatibû
kirin de pirsiyarkirin çêbibû. Li
ser kuþtina Hrant Dinkî serokê komarê Ahmet Necdet Sezer, serokê wezîran
Recep Tayip Erdoðan, serfermandeyê artêþê general Yaþar Büyükanýt û hindek ji weziran bo
malbata Dinkî peyamên serxweþiyê þandin. Cenazeyê
Hrant Dinkî di roja 23 rêbendan 2007 de spartên axê. Tê gotin ku zêdetir
ji sed hezar kesî beþdariya merasima cenazeyî kiriye. Hindek jê îddîa
dikin ku ev hejmar 200 hezar bûye. Li ser navê hukûmetê cîgirê serokê
wezîran Mehmet Ali Þahin û wezîrê karê hundir Abdülkadir Aksu beþdarî
merasimê bûn. Hukûmetê ermenên li diyasporayê û yên Komara Ermenîstanê
vexwendin da ku beþdarî merasimê bibin. Ew jî di merasimê de amade bûn.
Beþdarvanên merasimê ji ber deriyê rojnameya Agos bigre, ji taxa
Osmanbey ta dêra ermenan a li taxa Yenikapý û ji wir jî bigrin ta
goristana ermenan, ku 8 km. rê ye, meþiyan. Di pêvajoya meþê de pankartên
ku li ser dirûþmên wek “Em Hemû Hrant Dink in”, “Em Hemû Ermen
in” nivîsandî bûn, hatin bilindkirin. Her wiha di meþê de ala nehatin
hildan û kesî drûþm neqîriya. Nûnerên welatên derve yên wek
konsolosê DYA Ross Wilson jî beþdarî merasimê bûn. Serokê wezîran
Recep Tayip Erdoðan çû mala Dinkî zîyaret kir û piþt re jî çû
metranê ermen Mesrop Mutafyanî li dêrê ziyaret kir. Berê
gelek roþinbîr û siyasetmedar û mella û karmendên kurd hatibûn kuþtin
ku wek “kiryarên wan nediyar” têne zanîn. Bo numûne, Vedat Aydýn,
Musa Anter, Mehmet Sincar, Þevket Epözdemir, Muhsin Melik, Faik
Candan, Ferhat Tepe, Behçet Cantürk, Savaþ Buldan… û wek vana bi sedan
kurd hatin kuþtin. Di tu yekî de jî hîç nehatiye dîtin ku berpisrsiyarên
dewletê yan jî yên hukûmetê serxweþî dane malbatên van kuþtiyan.
Her wiha destûr nedihat dayîn ku kesûkarên van kuþtiyan hestên xwe
beyan bikin an jî merasimekê ji bo cenezeyê xwe lidarxînin. Cenazeyên
wan bi metodên “bikuje, birevîne û veþêre” bo axê hatibûn
spartin. Li dema ku ev cenaze dihatine definkirin, hindek kesên din jî
dihatin kuþtin. Di navbera prosesa kuþtina Hrant Dinkî û ew operasyonên
ku li hemberî siyasetmedar û roþinbîr û karmendên kurd pêkdihat de
cudahiyên gelek mezin hene. Ev cudahî ewçend di radeyeke mezin û kûr de
ne ku, qet neyêne ber hev. Ev yek, ji hest û nîyet û armanca tirk û ya
dewlet û hukûmetê yên li hemberî kurdan çêdibe. Qet þik û þubhe nîne
ku ev hest û nîyet û armanc negatîf in. Vê reftariya negatîf bandoreke
gelek negatîf li ser qada ramyarî ya tirk çêkiriye. Kes an jî sazî
nikarin ramanên xwe yên derbarê kurdan de bi awayekî azad derbînin. Vê
yekê jî bi xwe re qada ramyariyê beyar kiriye, mejî felc kirine, ramana
azad fetisandiye. Ew
girseya ku tê gotin 200 hezar kes bûn, ku tevli merasima cenazeyê Hrant
Dinkî bibûn, pankartên wek “Em Hemû Hrant Dink in”, “Em Hemû
Ermen in” hildabûn. Gelek vekirî ye ku bi vê helwestê re mebest çi bû,
çi dihate gotin. Wate di rojeke wisan de her kesî xwe dikir cihê ermenan
de… Belam qet ne mumkûn e ku roþinbîr û siyasetmedar û berpirsên çapemeniyê
û hwd. ên tirk di merasima cenazeyê kurdekî de helwesteke wisan nîþan
bidin, berovajî, qada ramyarî ya tirk û qada siyasî ya tirk gelek musaît
in ku bibêjin “Em Hemû Ogün Smast in”. Her wiha, tê zanîn ku bi kuþtinên
“kiryarên wan nediyar” re bi sedan roþinbîr û siyasetmedar û
karmend û mellayên kurd hatin kuþtin, ku nehêlan ew merasimeke wisan ji
bo kuþtiyên xwe lidarxînin. Ew kesê bi navê Yasin Hayal, ku dibêjin, wî
rê li ber Ogün Samastî xistiye da ku Hrant Dinkî bikuje, îcar dema ku
di nav plîsan de ji bo pirsiyarkirinê wî dibirin polîsxaneyê, yan jî wî
dibirin dadgehê, vî zilamî li hemberî kamerayên çapemeniyê gefan li
tekane nivîskarê Tirkiyê yê xwedî xelata Nobel Orhan Pamukî dixwend û
diqîriya digot “Bila Orhan Pamuk biaqil be, biaqil!” Wî vê hêzê, vê
cesaretê ji kê digirt? Ev tawanbarên bi vî rengî, çi dema ku piþt ji
dewletê bigrin, ji aliyê dewletê ve bêne handan wisan mêrêniyê dikin.
Ev yek jî tenê bi riya perwerdeyê pêktê. Her wiha, ne mumkûn e ku
tirkekî normal, tirkekî sade vê reftariyê nîþan bide. Helbet ev awa têgihaþtin
di çarçoveya îdeolojiya fermî de, ew îdeolojiya ku her tiþtê li
derveyî xwe red dike, wek diþmen dibîne de çêdibe. Her roj bi dehan
kurd ji aliyê hêzên asayîþê ve têne girtin, têne zindanîkirin. Gelo
ji vana kîjanî di nav destê polîsan de yan jî di nav lepê cendirmeyan
de çi dema ku ji bo pirsiyarkirinê çûye polîsxaneyê, çûye dadgehê
karibûye hest û ramanên xwe îfade bike û bibêje “ez ê viya bikim,
an jî, ez ê wiya bikim…”? Digel
ku salek berê ji aliyê muxbîrekî polîsan ve hatiye îxbarkirin ku dê
Hrant Dink bête kuþtin jî lê te divê bila mudûriyeta asayîþa Tarbzonê
be û te divê bila ya Îstanbulê be, tu mudûriyetekê ji bo pêþîlêgirtina
vê kuþtinê hîç tedbîrekê negirtiye. Rojnameya
Radikal derbarê vê pêvajoyê de li hejmarên xwe yên di roja 30 û 31 rêbendan
2007 de bi kîtekît nûçeyên belav dike. Ronameya Radîkal li hejmara xwe
ya di roja 2 reþemeh 2007 de dide nîþandan ku kujerê Hrant Dinkî Ogün
Samast li polîsxaneyê, wek ku ew qehremanek be, pê re reftarî hatiye
kirin. Her wiha, nûçeyin belav dike ku li polîsxaneyê polîs û cendirme
ligel hev ketine nav pêþbeziyê da ku bi Samastî re wêneyên xwe
bigirin. Li
van rojan rojnameya Gündem jî di hejmarên xwe yên 31 rêbendan û 1 reþemeh
2007 de derbarê kesekî de nûçeyan belav dike ku, ew kes ji ber tawanên
“teþebusa kuþtina mirovan” û “bi xwe re gerandina çeka bêruhset”
girtî bûye lê bi dirustkirina belgeyên sexte hatiye berdan. Bûyer li Dîyarbekir
çêbûye. Ev kes di Girtîxaneya F-Dirûv de girtî bûye. Ev kes bi wî þertê
ku karmendekî naskirî yê li Dîyarbekir bikuje hatiye berdan. Bazariya
kuþtinê li odaya îdarî ya girtîxaneyê ligel endamên JITEM (ev navê rêxistineke
taybet û pinhan a di nav artêþa tirk de ye) hatiye kirin. Piþtî
bazarkirinê ev kesê girtî pêþniyaza endamên JITEM qebul dike. Her
wiha, di encamê de texlîya wî derdikeve û tê berdan. Di bazara wan de
gelek vekirî jê re hatiye gotin ku dê tawanên wî ji ser bêne hildan,
ew dê bi asanî bikaribe ji çend karmendên navdar xûgiyê bixwe, dê neyête
girtin, polîs û artêþ dê nekevin dû wî de… Lêbelê ew kes nikare
tiþtê ku jê têye xwestin bicih bîne. Ji rûyê vê yekê, radibe terka
Dîyarbekir dike. Piþtî 40 rojî bêgav dimîne ku cardin vegere bo Dîyarbekir.
Piþtî ku vedigere Dîyarbekir, dîsan têye girtin û wî dixînin girtîgehê.
Ev e, piþtî viya, ew jî radibe erzûhalekê bo Wezareta Dadmendiyê dinivîse
ku endamên JITEM zorê lê kirine da ku ew yekî bikuje, ji vê çend divêt
derbarê wan de pirsiyarkirin çêbibe… Ev bûyer gelek bi zelalî bi me
dide xuyanîkirin ku bê hela kîjan hêz li pey van kuþtinan hene. Digel
ku têye zanîn Ogün Samast û Yasin Hayalî Hrant Dink kuþtine, her wiha,
digel ku têye zanîn ev kes ji vê kiryara xwe gelek kêfxweþ in,
serbilindiya xwe didin nîþandan jî belam dîsan, ji wan re dibêjin
“gumandar”. Çapemenî van merivan wek “gumandar” bi nav dike. Lêbelê
heke kurd bin, te divê bila di pevçûnan de kuþtiyek an jî birîndar
hebe, hê di destpêkê de navên wek “qatîl”, “terorîstên hov”,
“eþqiya” têye gotin. Hrant
Dinkî di nivîsa xwe ya ku pê dihate dadgehkirin de bang li ermenan dikir
û digot “Ji nav hiþê xwe tirkan derxînin, bila diyardeya tirk jehrê
nexîne nav hest û ramanên we de”. Diyardeya kurd, ji rûyê reftariya
hiþk a dewlet û hukûmetê, dibe bandoreke wisan ku qada ramyariya tirk;
warên zanistî, warên hunerî û edebî û hwd. beyar dihêle, dike çolistan.
Ev reftariya înkarkirin û tunekirinê ya derbarê kurdan de, ev bandora ku
di vê riyê re têye, bandoreke wisan e ku, jehrê dixîne warên ramyarî
û zanistiya tirk, van waran difetisîne. Ev reftarî ne tenê bandoreke neyînî
li ser jiyana ramyarî û jiyana zanyariyê çêdike, her wiha, bandora xwe
li ser siyaseta hundirîn, li ser siyaseta derve jî bi awayekî neyînî
çêdike. Sedemê bingehîn ê ku nahêle di siyaseta hundirîn de gavên pêt
ên demokratîk bêne avêtin û her wiha, sedemên bingehîn ên wê
siyaseta derve ya bêfesal jî her ev yek e. Ji bo ku jiyana ramyarî û
jiyana zanyarî geþ bibe, ji bo ku ev tarîtiya li ser van qadan bête
belavkirin, hingê divê warên ramyarî û zanyariyê ji bin fiþara van
cercereyan bêne derxistin. Divê ev yek wek peywireke zarûrî bête têgihaþtin.
Riya vê yekê jî di geþkirina fama demokratîk re, di têgihaþtina wê
re dibihure. Bi bûyera
kuþtina Hrant Dinkî re babeta ku zêdetirîn li ser têye axiftin benda
301. ya TCK (Zagona Cezayê ya Tirk) e. Masmedya, rojnameyên wek Radikal û
Milliyet li ser benda 301. gelek radiwestin. Roþinbîr û siyasetmedar û
endamên çapemeniyê yên tirk bênavber her li ser vê bendê daxuyaniyan
belav dikin. Di vê babetê de reftariyeke azadîxwaz a pêt heye lê divê
em diyardeyeke wisan jî bibînin ku, di roja 24 rêbendan 2007 de li Dîyarbekir
Pêncemîn Dadgeha Asliye ya Cezayê ji ber benda 301. sal û nîv ceza li
roþinbîr û siyasetmedarê kurd Îbrahim Güçlü birrî. Ev diyarde, di
masmedyaya ku li hemberî benda 301. ewçend hesas e de tew nebû nûçe jî.
Tenê li rojnameya Vatan wek nûçeyek hate weþandin. Ev nîþandêreke
balkêþ e, ku reftariya li dijî kurd a jiyana ramyariya tirk, jiyana çapemeniya
tirk bi þanî me dide. Têye
gotin ku “her awayê netewperestiyê xirab e”. Her wiha, ev gelek vekirî
ye ku neteweperestiya tirk a ku van Ogün Samastan, van Yasin Hayalên ku kuþtina
kurdan, kuþtina ermenan kirine serê xwe de perwerde kiriye, ev awa
neteweperstî gelek nîjadperest e, negatîf e. Netewerestiya kurd ku li
hemberî tunekirin û înkarkirinê dixwaze xwe bide jiyandin çima dibe
xirab? Ev þaþî ye ku meriv rabe ewê ku dibêje “ez ê te tune bikim,
ez ê te bikujim” û ewê ku dibêje “ez dixwazim bijîm, jiyan mafê
min e jî” wekî hev bibîne. Kurdan negotine “ez ê te tune bikim, ez
ê te bikujim...” û bi vî awayî gef li kesî venexwarine. Dibe ku her
du neteweperestiyan wekî hev dîtin, berhemeke bêfesal a jiyana ramyariya
tirk be. Bêþik û þubhe ye, ku ev bêfesalî ji ber Pirsgirêka Kurd
derdikeve meydanê.
Ev
awayê qisetkirinê ku ji diþmeniya kurdan hasil dibe, di wan daxuyanî û
dîtinên derbarê pirsa Kerkûkê de jî xwe dide der. Derbarê vê pirsê
de dîtin û gotinên kurdan tune têne hesibandin, kurd nayêne guhdarîkirin,
dîtin û daxuyaniyên dewletê wek dîtinên rast ên ku qet þik û þubhe
li ser wan çênabe têne qebulkirin. Ewên ku dibêjin “Kurd hemahengiya
akincihên Kerkûkê xirab dikin, giraniya etnîkî dadigerînin bi ser
kurdbûnê ve” qet balê nakêþin bi ser vê yekê de ku, li dewra Sedam
Huseynî di çarçoveya erebkirina (taerrub) Kerkûkê de kurd û tirkman ji
wir hatine derxistinê. Hindek jî hene, Digel ku di çarçoveya erebkirina
Kerkûkê de, li salên 1960 û bi vir de, di navbera 150 û 200 hezarî de
kurd hatin nefîkirin jî, lê dibêjin, ev hejmar bi qasî 10 hezar kesî bûye.
Ew kesên ku dibêjin “Kurd hemahengiya akincihên Kerkûkê xirab dikin,
giraniya etnîkî dadigerînin bi ser kurdbûnê ve”, lê behsa nefîkirina
kurdan a li Tirkiyê, behsa polîtîkaya valakirina Kurdistanê ya ji kurdan
qet nakin. Divê
li ser têgeha “nîjadperestîyê” jî bête rawestîn. Heta bi van rojên
dawîn jî çi dema ku lêkolînerên kurd behsa kurdan, behsa zimanê kurdî,
behsa kultura kurdî û hwd. bikirana, hingê roþinbîrên tirkan di cih de
vê reftariya wan wek “þovenîstiyê”, wek “reftariyeke nîjadperestîyê”
didît. Ev awir, behskirina ji kurdan û ji zimanê kurdî, behskirina ji
kultura kurdî bi têgeha “þovenîzmiyê” muhakeme dike. Ev yek, di
rastiya xwe de serê nîjadperestî û kirinên wê yên li Tirkyê dinixumîne,
vediþêre. Ew têgihaþtina ku dibêje “ji bilî tirkan mafê jiyanê ji
kesî re nîne” û ew tigihaþtina ku dibêje “ez dixwazim ligel nirxên
xwe yên neteweyî bijîm” çawan dikarin bi awayekî bêfesal, bêyî ku
wan têgehên ku rewþê rast îfade bikin, hatine gotin? Ev yek, divê bibe
pirsa bingehîn a ramyariya tirk. Û pirsa nîjadperestiyê jî, di roja îroyîn
de pêvajoyeke wisan e ku roþinbîr gelek li ser radiwestin, hewl didine
xwe da ku li ser vê pirsê analîzan bikin. Ji bo ku ev pêvajo kêrhatî
be, hingê têye dîtin ku ev karekî zarûrî ye, divê li ser diyardeya
kurd bi hiþmendiyeke demokratîk û bi têgehên zanyariyê ligel
rexnekirina îdeolojiya fermî bête rawestîn. 5 reþemeh
2007 _____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
www.peyamaazadi.com
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org