|
Kurd
Bi Mebesta Abrû Jinan Diþewitînin
Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn
Rojnameya
Radikal ya ku li Tirkiyeyê belav
dibe, di hejmara xwe ya 14.12.2007 de nûçeyek derbarê kuþtina jinên
kurd bi mebesta namûsê (abrû) de belav kiriye ku xwe dispêre buroya
Bexdadê ya rojnameya Guardian. Ev
nûçe wisa ye: “Li
Îraqê, jinên ku piþtî destpêkirina prosesa hatina DYA zêdetirîn
cefayê dikþînin, di nav gerîneka tundrawîyê de dibin qurbaniyên
tundrawîyeka din jî. Li bakurê Iraqê, bi dehan cesedê jinan li morga
nexweþxaneyên bajarê Silêmanî ku di bin kontrola rêveberiya kurd de
ye, hene. Çend jê bi çekan hatine kuþtin yan jî hatine xeniqandin, lê
gelekê wan hatine þewitandin. Sedemê mirina wan pevçûn nîye. Di belgeyên
fermî de sedemê mirina wan wek “qeza” hatiye tomarkirin lê di rastiya
xwe de ji ber “meseleya namûsê (tawanekanî abrû)” hatine kuþtin.
Tenê li sala par li Silêmanî 400 jin hatine þewitandin. Kes li cesedê
wan xwedî derneketiye. Xanim
Letîf Rehîm, ya serekê komeleya bi navê ASÛDE ku bo têkoþîna li
hemberî tundrawîya li hemberî jinê hatîye damezrandin, dibêje, “Rewþa
jinê, her ku diçe xirabtir dibe. Bi riya þewitandinê, kuþtina jinê her
ku diçe zêdetir dibe. Ji ber ku kareba (elektrîk) her tim têye birîn,
lewre li her malekê neft heye, lêbelê þewatên ku qezaen çêbibin,
gelek kêm in. Þêweya derketina þewatê û þewitandina jinan bi me dide
nîþan ku qesten çêdibin. Di gelek bûyeran de jin bi zînayê tê
tawanbarkirin, yan peywendiya beriya zewacê ya ligel yekî, yan jî bi yekî
re revîyaye. Di rewþeka wisa de yan mêrê wê, yan bira yan jî ji nav
kesûkarên wî yek radibe bi mebesta parastina abrû (namûs) jinê dikuje.
Kesê kujer, ger hejar be têye zindanîkirin, ger ji hêzdaran (twanekan)
be kes têkelî wî nabe. Gelek bûyer jî veþartî (nihênî) dimînin.
Cesedê jinê diavêjin devereka dûr. Ger cesed bête dîtin jî, kes xwedîtî
lê nake, dibêjin ‘keça me nîn e’.” Jin
Wek Dîyarî Têye Dayîn Carînan
heqê xwînê didin xwedîyê jina kuþtî, hindek caran jî jineka din
‘wek dîyarî’ di þûna jina kuþtî de didin û bi vî awayî meseleyê
hel dikin. Rêvebir dibêjin “Ev lihevhatinên bi vê þêweyê bona pêþîlêgirtina
meseleya xwînê, bona silametiya civakê pêwîst in”. Li Îraqê, ger mêrek
ligel wî nebe êdî jinek nikane bi tena serê xwe li kolanekê bigere. Çunke,
êdî hêzên dewletê jî di nav de, hemî grûpên çekdar di heman demê
de dest dirêjîya namûsê (tecawuzkariyê) jî dikin. Û li Îraqê bi qasî
ku nûke jin têne kuþtin, çi car nehatine kuþtin. Rêkxirawa
YN (UN) a yarmetiyê ku bi navê UNAMI li Îraqê nûke kar dike, di raporta
xwe de dide zanîn ku, li herêma kurdan di meha kewçêrê (meha 10.) de kuþtina
jinê gihaye radeyeka metirsîdar. Li þeþ mehên pêþî yên sala 2007an
255 jin hatine kuþtin. Ji sedî 75 (% 75) wan hatine þewitandin. UNAMI di
raportên xwe yên berê de jî dabû zanîn ku li Duhokê di sala 2005an de
289, di sala 2006an de 366 jin hatine þewitandin. Gelek ji vana di encama
þewatê de nemirine. Servîsa acîl ya nexweþxaneya Hewlêrê li gorî
tomarkirinên xwe dide zanîn ku, ji sala 2003an û vir de 576 jin hatine þewitandin.
Ji vana 358 jin mirine. Numayendetiya Îraqê ya Rêkxirawa Azadiya Jinê
dide zanîn ku sala parîn tenê di mehekê de 130 cesedên jinên kuþtî
li morga nexweþxaneya Bexdadê bûne ku kes li wan xwedî dernektiye. Di
pirsîyarkirina karbidestên YN de, ji doktorên Îraqê bigrin heta bi Yûsif
Ezîz ku wezîrê mafên merivan yê Hukûmeta Herêma Kurd e jî tê de,
her kes îddîa dike ku, jin xwe diþewitînin. Rêkxiraw jî didin zanîn
ku, ger jinan xwe þewitandibe jî, di encama zordariyê de vê yekê
kirine. Êdî
Dadgeha Eþîrê Heye Xanim
Letîf Rehîm dibêje, “li Kerkûkê min ji yekî pirsî ku bê hela çima
wî xwiþka xwe kuþtiye, di nav bersiva xwe de dibêje ‘Çunke êdî li
Îraqê demokrasî heye’. Camêr neheq nîye. Wisa têdigihê ku
‘demokrasî ew tiþt e ku dilê kê çi xwest dikane bike’. Di yasaya
cezakirinê ya nû de bi mebesta ‘parastina abrû’ ceza kêmtir dibe,
heta ku hindek jê tenê pare didin û derdikevin. Di sîstema nû de kêþeyên
nav malbatê yên mîna zewac, hevberdan û mîratê êdî ne ku li dadgehên
dewletê, eþîr yan jî cemaet bi xwe hel dike.” Xanim
Letîf Rehîm dibêje, “Dîn (ayîn) rê nedaye ku li hemberî jinê
tundrawî çêbibe, jixwe, kultur wisa ye. Mesîhî jî di nav de, li Îraqê,
di nav hemî civakan de ev bûyerên wisa rû didin.” Di
dema Seddam de azadtirîn jinên Rojhilatanavîn, jinên Îraqê bûn. Jinên
ku dikanîbûn di rêveberiya sektora taybet û dewletê de heta gelek radeyên
grîng bilind bibin, qanûna medenî berevaniya wan dikir. Nûke di
parlementoya Îraqê de 275 sandelye bo jinan hatine terxankirin. Ev yek, li
cîhanê bilindtirîn rêje ye. Belam parlementerên jin di nav tirs û
fikarê de diçin parlementoyê û ger mêrê wan ne ligel wan be natiwanin
biçin derekê. Aktîvîstên ku li Îraqê berevaniya mafên jinan dikin,
dibêjin “Wê demê tekane tawanbar Seddam bû, lê nûke her der bi
tawanbaran dagirtî ye”. ____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî: http://www.radikal.com.tr/haber.php?haberno=241575&tarih=14/12/2007
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org