|
Kirmanckî
(Zazakî) û Edebiyata Wê Roþan
Lezgîn Kirmanckî
(Zazakî) ne ku tenê yek ji diyalektên zimanê kurdî ye, dibe ku kevintirîn
zimanê kurdan be jî. Lêbelê nisbet bi diyalektên din, a ku zêdetir bo
nivîsandinê dereng ketibû û niha xetereya windabûna wê heye jî dîsan
kirmanckî ye. Ji lewre me divê her tim kirmanckîyê aktuel bikin. Di
vê nivîsê de ez dê çend dîmenên vê diyalekta me ya qedîm raxînim pêþ
çavan. Aîdîyet Dîrokzanê
navdar Yaqûtî zêdetir ji heft sed sal beriya îro de dinivisîne ku
“Dumbilî” yan jî “Zaza” eþîrên kurdan in. Yaqûtî li berhema
xwe ya navdar Mu’cemul Buldanê
dibêje, “… Kelehên wan gelek pêt in. Kelehên Beþnewîyan û Bohtîyan
û Zazayan digihêne hev. Kurdên ji eþîra Dumbilî (Zewwaz) zêdetir li
çîyayên bilind dijîn…”([1])
Bi rastî jî kurdên kirmanc ji qedîmî ve û hîn jî li
zozanan, li çîyayên asê û bilind ên Kurdistanê dijîn. Kirmanc,
yanî kurdên zaza xwe “Kird” ango, “Kurdên xas” dizanin û di hemû
serhildanên mezin ên kurdan de, bo numûne, Serhildana Mele Selîm Efendiyê
Zaza ya li Bidlîsê (1910-1914), Serhildana Qoçgiriyê (1920-1926),
Serhildana Þêx Seîd Efendî (1925-1926), Serhildana Dêrsimê
(1937-1938), ku ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe bûn, kirmancan bi
tevayî serî hildane û di vê dozê de her tim serkêþî kirine. Her wiha
di hemû tevgerên kurdeyatîyê yên di nîveka dawîn a sedsala 20. de û
niha jî kurdên kirmanc her aktîv in di nêv xebatên siyasî yên
Kurdistanî de. Demografyaya
Kirmanckîaxêf Kurdên
kirmanc texmînen li dora 3-4 mîlyon nufûsî ne û li sêzdeh bajarên
Kurdistana Bakur ku niha ji alîyê îdarî ve di nav sînorên Tirkîyê de
ne, dijîn. Ev sêzdeh bajar ev in: 1.
Batman (li navçeya Hewêlê), 2.
Bidlîs (li navçeya Motkîyê), 3.
Çewlîg
(li navçeyên Azarpêrt, Bonglan, Çêrme, Dara Hênî, Gêxî, Kanîreþ
û Xorxolê) 4.
Dêrsim (li navçeyên Çemiþgezek, Mazgêrd, Pêrtage,
Pilemurîye, Pulur, Qisle û Xozatê) 5.
Dîyarbekir (li navçeyên Çêrmûg, Erxenî, Gêl,
Hêni, Hezro, Licê, Pasûr, Pîran û Þankuþê) 6.
Erzingan (li navçeyên Îlîç, Kemalîye,
Kemax, Mose û Têrcanê) 7.
Erzirom (li navçeyên Aþqele, Çad, Hesenqele
û Xinûsê) 8.
Meletî (li navçeyên Putirge, Erebgirê) 9.
Mûþ (li navçeya Gimgimê) 10.
Riha (li navçeya Sêwregê) 11.
Semsûr, (li navçeya Aldûþê) 12.
Sêwas (li navçeyên Qengal,
Zara, Ulaþ, Îmranlî, Dîvrîgiyê) 13.
Xarpêt, (li navçeyên Depe, Maden, Mîyaran,
Pali, Qovancîyan, Sîvrîce û Xulaman) Ji
van bajaran li hinekan, bo numûne, li Çewlîg û Xarpêt û Dêrsimê
pirranî kirmanc in, lê li hin bajaran jî bes li navçeyekê yan jî li
herêmeke piçûk hene. Li derveyî van bajaran, li hindek bajarên din, bo
numûne, li Sariza Qeyserîyê, li Qirþehirê, li Aksaraya Qonyayê jî beþek
ji kurdên kirmanc (zaza) hene.([2]) Navên
Diyalektê Ev
dîyalekta kurdî çar navên xwe hene: 1.Kirdkî
2.Kirmanckî
3.Dimilkî 4.Zazakî
Beþeke
mezin ji kurdên kirmanc zêdetir “kirdkî” kar tînin û xwe jî wek
“kird” didin naskirin. Li Dêrsimê jî “kirmanckî” kar tînin û
xwe jî wek “kirmanc” didin naskirin. Beþeke hindik jî xwe wek
“dimilî” û zimanê xwe jî wek “dimilkî” didin naskirin. Beþek jî
xwe wek “zaza” û zimanê xwe jî wek “zazakî” bi nav dikin. Ji van
navan peyva “zaza” bi giþtî ji derve de tê gotin, ango kirmanc bi xwe
vê peyvê zêde kar naynîn. Lêbelê ji ber ku peyva “zaza” gelek hêsan
tê bilêvkirin, niha bi giþtî ji bo kurdên kirmanc ev peyv tê karanîn.
Di
encama xebata standardîzekirina vê dîyalektê de ji van navan “kirmanckî”
maqul hatiye dîtin([3])
û niha di warê nivîsînê de ev nav tê karanîn. Ger peyva
“zazakî” bête karanîn jî, rastir e ku wek “kurdiya zazakî” bête
karanîn. Her wiha, ji bo diyalektên din jî ev awa navlêkirin bête
xebitandin hîn rastir e. Bo numûne, “kurdiya kurmancî” û “kurdiya
soranî” û hwd. Ji bo civatê jî “kurdên zaza”, “kurdên
kurmanc”, “kurdên soran” bêne gotin hîn rastir e.
Ol
(Ayîn/Dîn) Meriv
dikare bibêje ku nîvek ji kirmancan muslumanên sunnî ne û nîvê din jî
hema bi giþtî elewî ne. Kirmancên
sunnî ku bi giþtî xwe wek “kird” û zimanê xwe jî “kirdkî” bi
nav dikin li çîyayên asê yên li navenda Kurdistanê, ji Motkîya Bidlîsê
bigirin heta bi Aldûþa Semsûrê akincih in. Kirmancên elewî jî bêhtir
li jora bakurê Kurdistanê, ji Gimgima Mûþê bigirin heta bi herêma Qoçgiriyê
akincih in ku teqrîben navenda wan Dêrsim e.([4])
Taybetiyên
Zimanî Kirmanckî
(Zazakî) nisbet bi dîyalektên din ên kurdî taybetîyên zimanên
kevnare hîn zêdetir di xwe de diparêze. Kirmanckî bi tevayî zimanekî
zayendî ye. Hemû peyvên kirmanckîyê nêr, mê û pirhejmar in. Hema bibêjin
ku bi giþtî peyvên kirmanckîyê di halê xweser (halê sade) ê peyvê
de jî zayend (nêrîtî û mêyîtî) û pirhejmariya xwe dîyar in. Heta
ku di karan (fîîl) de jî ev taybetmendî bi vî awayî ye. Çend îstîsna
ne tê de, peyvên mê bi giþtî bi dengê “e” diqedin û peyvên
pirrhejmar jî dengê “î” digrin. Bo numûne: Dar
(nêr) Dare
(mê) Darî
(pirhejmar) Îcar
di kurmancî de her sê nav jî di halê xweser ê peyvê de wek “Dar” têne
nivîsîn. Lewre heta ku peyv di nêv hevokê de neyête xebitandin, di
kurmancî de meriv tê dernaxîne ku gelo ka peyv nêr, mê yan jî
pirhejmar e, belam di kirmanckî de peyv bi tena serê xwe jî taybetiya xwe
dide nîþan. Ev taybetmendî qedîmî bûyîna diyalektê jî nîþan dide.
Ji
alîyê koka peyvê ve jî texmînen heþtê der sedî (80 %) bi dîyalektên
din ên kurdî re yek e. Ji aliyê forma peyvan ve jî kirmanckî û soranî
û devokên rojhilatî yên kurmancî ji hev re gelek nêzîktir in. Bo numûne: Kirmanckî Kurmancî:
Serhed/Botan/Rojhilat
Binxet/Berrî
Verg
Gurg
Gur Hingimîn
Hingivîn
Hingiv Ji
aliyê rêzimanî ve jî nisbet bi kurmanciya Binxetê û Berriya Mêrdînê
di navbera kirmanckî û kurmancîya Botan û Behdînan û Serhed û
Rojhilatê de pêwendiyeke nêzîktir heye. Bo numûne: Kirmanckî
Kurmancî: Serhed/Rojhilat
Binxet/Berrî Mi
to ra va çi?
Mi
te ra go çi? Min ji
te re çi got? Lêbelê,
li van salên dawiyê bi pêþketina kurmancîya Berriya Mêrdînê û
Binxetê, yan jî di encama nivîsandina li van salên dawiyê ku dûr ji
zanîn an jî aþnabûna kirmanckiyê pêk hatiye, piçek dûrahî ketiye
navbera her du diyalektan. Ger nivîskarên kurdî aþnayê hemû diyalektan
bin dê zimanê wan jî bêhtir nêzikî hev bibe. Edebiyat Di
kirmanckî de kevintirîn metna ku tê zanîn, kitêba Peter Îvanovîc
Lerchî ye, ku ji devê hindek camêrên kirmanc (kurdên zaza) ên ku ji Nêrîba
Hêneyê (Dîyarbekir) ne, li þerê Qirimê wek dîl ketine destê artêþa
Rusyaya Qeyser, ev metn hatiye nivîsîn û di sala 1857an de li Petersburgê
çap bûye.([5]) Li
welat jî, cara pêþîn metna ku hatiye nivîsîn Mewludê
Kirdkî ya Seydayê Mela Ehmedê Xasî (1867-1951) ye. Ev mewlud di roja
25ê Adara 1899an de li Çapxaneya Lîtografyayê bi alfabeya erebî 400
nusxeyên wê li çapê ketine. Mewludê
Kirdkî 16 beþ û 756 rêzik e, her rêzik 11 kîte ye. Mewludê
Kirdkî cara pêþî ji aliyê Malmîsanijî ve ji alfabeya erebî
transkjirîbeyî alfabeya latînî bûye û li Ewropayê hatiye weþandin.([6])
Piþt re ji aliyê Mihanî Licokicî ve bo alfabeya latînî hatiye transkirîbekirin
û di sala 1994an de li Stenbolê ji aliyê Weþanxaneya Firatî ve ji nû
de çap bûye.([7])
Ev metn, ji bo Edebîyata Kirmanckî wek yekemîn metn tê qebulkirin. Mewludeke
din jî, ya muftîyê Sêwregê Mela Usman Efendîyê Babijî ye. Ev metn jî
di sala 1906an de hatiye nivîsîn û piþt re destnivîsên wê dikevin
destê Mîr Celadet Bedirxanî û ew jî di sala 1933an de li Þamê bi
alfabeya erebî çap dike.([8]) Ji
ber qedexekirina ziman a li Tirkiyê demeke dirêj bi vê diyalektê
nehatiye nivîsandin. Her wiha, ji ber ku kurdên kirmanc bes li nava sînorên
Tirkiyê ne, ji lewre li devereke din jî bi kirmanckî nehatiye nivîsandin.
Lêbelê em li van salên dawîn pêdihesin ku li welat di salên 1970-80an
de hin berhem di nepeniyê de hatine nivîsandin. Ji vana yek Eqîdetu’l
Îman a Mela Mehemedê Mela Evdulxefûrê Hezanî ye ku li derdora Dîyarbekirê,
bi taybet di nav melayan de belav bûye.([9])
Li wan deman Þêx Selaheddîn Firatî jî ji bo murîdên xwe broþurek
bi navê Beyatname bi alfabeya latînî
nivîsandiye û bi nihênî belav kiriye.([10])
Dîsan, hindek melayên din ên wek Mela Mehemed Elîyê Hunî,([11])
Mela Kamilê Puexî,([12])
Mela Mehemedê Muradan([13])
û hindek melayên din jî bi alfabeya erebî mewlud yan jî qesîde û
helbest nivîsandine. Ji
salên 1970an û virdetir di nêv kurdan de bi pêþketina siyasetê re îcar
xwendevanên mekteban dest bi nivîsînê dikin. Cihêtiyên di navbera kesên
ekola mekteban û ekola medreseyan de ev e, ku ev ekola nuh zêdetir bi
fehmeke siyasî-netewî tevdigere û alfabeya latînî ya Celadet Bedirxanî
dixebitîne. Navdartirîn û çalaktrînê vê ekola nuh M. Malmîsanij e.
Ji bo kirmanckî rola wî diþibe rola Celadet Bedirxanî ku di standardîzekirina
kurmancî de lîstibû. Jixwe, yekemîn metnên modern û her wiha yekemîn
ferhenga kirmanckî (zazakî) Malmîsanijî amade kirine.([14]) Xebata
Standardîzekirinê Bêguman
çawan ku di kurmancî de gelek devok (þîwe) hene her wisan di kirmanckî
de jî devok gelek in. Lê meriv dikare bi awayekî giþtî kirmanckiyê
bike du devokên mezin: 1.Devoka
Dêrsimê 2.Devoka
Çewlîgê Devoka
Dêrsimê bi giþtî kirmancên elewî pê diaxifin û devoka Çewlîgê jî
meriv dikare bibêje ku kirmancên sunnî pê diaxifin. Îcar, ji bo
standardîzekirin û aktualîzekirina kirmanckî ji sala 1996an û bi vir de
xebatên gelekî hêja têne kirin û ev xebat roj bi rojê bi awayekî biîstîkrar
her berdewam dibin. Xebata
standardîzekirina kirmanckîyê li derveyî welat, li Swêdê di sala
1996an de dest pêkir. Deh-panzdeh rewþenbîrên kirmanc ên ji deverên
cihê-cihê ku xwe wek “Grûba Xebate ya Vateyî” bi nav dikin, li ser vê
diyalektê her berdewam dixebitin. Vê koma xebatê serê pêþî encama
kombûnên xwe wek broþurê belav kir lê dû re kovara Vate derxist. Vê
koma xebatê ta niha 14 car ji bo standardîzekirina kirmanckîyê komî ser
hev bûye û li dora 7.000 peyvan di formeke standard de tesbît kirine ku vê
yekê pêþî li nivîsîna vê diyalektê vekiriye. Di
standardîzekirina kirmanckî de ji krîterên hilbijartin an jî tesbîtkirina
forma peyvan yek jê ev e ku divêt dîyalektan nêzî hev bikin, bo numûne,
beranberî peyva “artýk” a tirkî kurmanc dibêjin “êdî” û soran
jî dibêjin “îdî”, di kirmanckî de jî formên “hendî, hindî, hînî,
hêdî, êdî” têne gotin. Îhtîmala mezin ew e ku di zimanê kurdî de
forma bingehîn “hendî” be. Bêguman di hemû zimanan de her ku çûye
form siviktir bûye û di zimanê me de jî ev wisan e. Ji aliyê sivikbûnê
ve forma “êdî” ji forma “hendî” siviktir e. Her wiha tercîhkirina
vê forma sivikbûyî (êdî) di nêv diyalektên kurdî de muþterekîyetê
jî bi xwe re tîne û di warê têgihaþtinê de hêsanîyê dide me, ji
lewre niha kirmanc jî di warê nivîsînê de wek forma standard êdî vê
peyvê wek “êdî”, ango bi forma muþterek a kurdî dinivisînin.([15])
Kovara
Vate ku dengê vê komê ye û xwerû bi kirmanckî derdiçe, heta niha 26
hejmar jê derçûne. Ferhengeke kirmanckî-tirkî û tirkî-kirmanckî ku
ji peyvên ku wek standard hatine qebulkirin û ji formên heyî yên din
amade bûye, du car hate çapkirin. Û kitêbek bi navê “Rastnuþtiþê
Kirmanckî (Zazakî)” ku di warê nivîsandina kirmanckîyê de qaydeyên
rêzimanî sererast dike jî ji aliyê heman komê ve hatiye amadekirin û
weþandin ku ev encamên xebata standardîzekirina kirmanckîyê ne. Kovara
Vate ji aliyê Grûba Xebate ya Vateyî ve di havîna sala 1997an de li Swêdê
dest bi weþana xwe kiribû, ku hemû hejmar li welat jî çap bûn. Ji
derveyî kovara Vate, hema ji kovara Hawarê bigrin û bi vir de di gelek
kovarên ku bi kurmancî derdiçin de jî her tim kirmanckî hatiye nivîsîn
û hê jî wisan e, her wiha weþanxaneyên kurmanc jî cihêtiyekê naxînin
navbera kitêbên kurdiya kurmancî û kirmanckî. Lêbelê divêt mirov vê
yekê destnîþan bike ku heçî kurdên kirmanc (zaza) bin zû fêrî
kurdiya kurmancî dibin yan jî di warê famkirina ji kurmancîyê de zêde
muþkuleyên wan çênabin belam heçî kurmanc bin, famkirina kirmanckîyê
bo wan gelek giran e, yan jî zêde xwe naêþînin ku ji kirmanckîyê fam
bikin an jî pê biaxifin. Ev jî ji bo kurdan rewþeke nebaþ derdixîne pêþ
ku kurdên kurmanc û kurdên kirmanc (zaza) di xebatên komelayetî de yan
bi axiftina kurdiya kurmancî pêwendiyê bi hev re datînin yan jî ji bo têgihaþtinê
bi tirkî biaxifin. Îhtîmal e sedemek jê ev be ku di encamê de her
kurdiya kurmancî zal dibe, hingê qismek ji kurdên kirmanc xwe ji kurdîtiyê
bêrî dikin û doza “Zazacîtiyê” dikin. Bêguman qaydeyên kirmanckî
ji kurmancî girantir in, ev jî dibe sedemek ku di warê famkirinê de ji
bo kurdên kurmanc muþkule hebin. Giranbûna qaydeyên rêzimanî jî,
jixwe, wek gelek taybetmendiyên din þahidiya kevnarebûna diyalekta
kirmanckî dikin. Hindek
Agahiyên Din Weþanxaneyek
bi navê “Weþanxaneyê Vateyî” ji sala 2002 û vir de li Stenbolê
dest bi xebatê kiriye ku heta niha 19 kitêbên kirmanckî çap kirine. Bêyî
kitêbên telîfî, gelek kitêb ji zimanên bîyanî bo kirmanckî hatine
wergerandin û her wiha ji kirmanckî jî kitêbek bi navê “Sedefe” bo
swêdî hatiye wergerandin û du car çap bûye. Kitêbeke din ji vê
diyalektê bi navê “Binê Dara Valêre de” jî bo kurmancî hatiye
wergerandin. Lîsteya
Kitêban Ez
dê lîsteyek ji kitêbên weþandî ku çavkaniya wê kovara Vate ye, pêþkêþ
bikim lê divêt ez viya bibêjim, kirmancên ku xwe ji kurdan hesab nakin,
xwe tenê wek “zaza” dibînin û alfabeyeke cihêtir dixebitînin, bêguman
berhemên wan jî belav bûne lê di vê lîsteyê de nîn in. Ên ku xwe
kurd dizanin, heta niha zêdetir ji heþtê (83) kitêbî bi vê dîyalektê
çap kirine. Ji van kitêban çendên sereta naveroka xwe dînî ne, lê yên
modern bi giþtî edebî, dîrokî, siyasî û hwd. in. Ez dê lîsteyê li
gorî rêzkirina alfabetîk a navê nivîskaran pêþkêþ bikim.(*)
·
Derheqê
Kirmanckî (Kirdkî) de Kombiyayîþê II. ê Stockholmî
·
Derheqê
Rastnuþtena Kirdkî (Kirmanckî) de Kombiyayîþê Stockholmî
·
Tevgera
Rizgariya Kurdistan (TEVGER), program
________________ Not:
Ev nivîs li kovara Nûbiharê hejmara 100. weþîyaye. [1]
Yaqûtî, Mu’cemul-Buldan, Çapa Misrê, Cilda çaran (4.), r. 415 /
Binihêrin li; Yekta Lezgîn & Roþan Lezgîn “Vanê ‘Þaîrî
Sey Ecacê Pêlê Behran a…’ Ê Mi, Ez Anî Nîya”, Vate: Kovara
Kulturî, Hejmar: 16, Zivistan-2000, Stockholm, r. 33-53 [2]
Malmîsanij, Kird,
Kirmanc, Dimilî veya Zaza Kürtleri, Weþanên Deng, 1996, Stenbol / Malmîsanij, “Destpêka
Edebîyata Kirmanckî (Zazakî)” Gotarên Konferansa Edebiyata
Rojhilata Navîn û Pirçandiyê, Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê,
Sermawez-2004, Stenbol, r. 39-43 [3]
Grûba Xebate ya Vateyî,
Rastnuþtiþê Kirmanckî, Weþanxaneya
Vateyê, 2005, Stenbol / Malmîsanij, Kird, Kirmanc, Dimilî veya Zaza Kürtleri,
Deng Yayýnlarý, 1996, Îstanbul / Malmîsanij, “Destpêka Edebîyata
Kirmanckî (Zazakî)” Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn
û Pirçandiyê, Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê,
Sermawez-2004, Stenbol, r. 39-43 [4]
Ji bo agahiyên berfireh
binihêrin li; Çem, Munzur, Dersim’de Alevilik, Weþanên Pêrî, 1999, Stenbol
[5]
Espar, J. Îhsan “Çend
Nuþtey û Kitabê Kirdkî” Zend: Kovara Lêkolînî, Hejmar: 1, Weþanên
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Payîz-1996, Stenbol, r.44-48 /Malmîsanij,
“Arêkerdox: Peter Îvanovîc Lerch, “Qewxê Nêrib û Sîwanî””
Hêvî: Kovara Çandîya Giþtî, Hejmar: 3, Sibat-1985, Parîs, r.
109-111 / Malmîsanij, “Arêkerdox: Peter Îvanovîc Lerch, “Qewxê
Nêrib û Hênî”” Hêvî: Kovara Çandîya Giþtî, Hejmar: 5,
Gulan-1986, Parîs, r. 88-91 / Malmîsanij, “Arêkerdox: Peter Îvanovîc
Lerch, “Çend Tekstê Dimilkî (Zazakî)”” Hêvî: Kovara Çandîya
Giþtî, Hejmar: 6, Tebax-1987, Parîs, r. 69-79 / Malmîsanij,
Ondokuzuncu Yüzyýlda Kýrd (Zaza) Aþiretleri Arasýndaki Çatýþmalar,
Studia Kurdica, No: 1-3, Nisan-1985, Paris, r. 72 [6]
Espar, J. Îhsan “Çend
Nuþtey û Kitabê Kirdkî” Zend: Kovara Lêkolînî, Hejmar: 1, Weþanên
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Payîz-1996, Stenbol, r.44-48 / Malmîsanij,
“Ehmedê Xasî, “Mewlidê Nebî””, Hêvî: Kovara Çandîya Giþtî,
Hejmar: 4, Êlon-1985, Parîs, r. 75-97
[7]
Xasî, Seydayê Mela
Ehmed, Mewlûdê Kirdkî (Transkirîbekerdiþ: Mihanî Licokic), Weþanxaneya
Firat, 1994, Stenbol [8]
Babij, Usman Efendî, Bîyîþa
Pêxemberî (Mewlûda Nebî), Þam, 1933 / Bedirxan, Celadet, “Zarê
Dimilî û Mewlida Usman Efendî”, Hêvî: Kovara Çandîya Giþtî,
Hejmar: 2, Gulan-1985, Parîs, r. 10
[9] Yekta Lezgîn & Roþan Lezgîn “Vanê ‘Þaîrî Sey Ecacê Pêlê Behran a…’ Ê Mi, Ez Anî Nîya”, Vate: Kovara Kulturî, Hûmare: 16, Zmistan 2000, Stockholm, r. 33-53 [10]
Malmîsanîj, “Þêx Selahaddînê Þêx Seîdî û Beytanam” Vate:
Kovara Kulturî, Hûmare: 16, Zimistan-2000, Stockholm, r. 4-16 [11]
Hunî, Mela Mehmed Elî,
Mewlid – Yûsif û Zelîxa – Qesîdeyê Kerbela, Weþanxaneyê Vateyî,
2004, Îstanbul [12]
W. K. Merdimîn, , “Werrkîna Inî Melay Mumtazî Biumînî Yew Ca,
Derheqê Nuþtiþî Zunî Xwi de, Tarîxî xwi de Eserêk Binuþtinî”
Vate: Kovara Kulturî, Hejmar: 18, Havîn-Payîz 2002,
Stockholm/Stenbol, r. 82-94 [13]
W. K. Merdimîn & N.
Celalî, “Ez Ina Zê Yew Mûsîbetêk Vînena” Vate: Kovara Kulturî,
Hejmar: 21, Payîz-2000, Stockholm/Stenbol, r. 4-32
[14]
Malmîsanij, Zazaca-Türkçe Sözlük / Ferhengê Dimilkî-Tirkî,
Weþanxaneya Jîna Nû,
1984, … [15]
Grûba Xebate ya Vateyî,
Ferhengê Kirmanckî (Zazakî) – Tirkî, Weþanxaneya Vate, 2004,
Stenbol, r. 20, 224 *
Di amadekirina vê gotarê de ji bo alîkariya wî gelek spas ji kekê
J. Îhsan Espar re.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org