Kitêba Necmedîn Buyukkaya ji nuh de çap bû

 

Danasîn: Roþan Lezgîn 

 

Kitêba Necmedîn Buyukkaya a bi navê Kalemimden Sayfalar ku cara pêþî li Stockholmê di sala 1992 de ji layê Weþanxaneya Apecê hatibû çapkirin, niha çapa duyem a berfireh ji layê Weþanxaneya Vateyî li Îstabulê hatiye çapkirin.
 
Necmedîn Buyukkaya ji sala 1965 û vir de dema ku li Fakulteya Huqûqê dixwîne heta bi sala 1984 ku li Zindana Diyarbekir ji layê rejîma faþîst tê kuþtin, hertim bi awayekî aktîf, wekî kadroyek di nav sîyaseta kurdî de bûye. Di vê heyamê de nivîs, name û notên ku wî nivîsîne, di vê kitêbê de bi þeklê xwe yê orîjînal cih digrin.
 
Di çapa pêþî de gelek cihên ku bi sê xalan (...) vala hatibûn hîþtin, di vê çapê de wekî orîjînala xwe giþ hatine tijîkirin. Herwisa, hindek beþên (not û hwd.) ku di çapa pêþî de hîç nîn bûn jî, niha, di vê çapê de cih girtine.
 
Kalemimden Sayfalar (Rûpelên ji qelema min) de, hemî nivîs, name û not wekî orîjînala xwe têde cih digrin. Necmedîn Buyukkaya, bi zimanê tirkî û kurdî (kurdiya kurmancî û kurdîya zazakî) nivîsîye.
 
Herçendî navê kitêbê bi tirkî be lê ji nîvî zêdetir kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) ye.
 
Kalemimden Sayfalar, ji gelek alîyan de dîroka me ya nêzîk, ji salên 1960an bigre heta bi salên 1980yan derdixîne ber ronahîyê. Dema ku meriv name, nivîs û notên Necmedîn Buyukkaya dixwîne, paþxaneya sîyaseta kurdî ya îroyîn, li her çar parçeyên Kurdistanê, li ber çavê meriv zelal dibe. 
Bêguman Necmedîn Buyukkaya ji her alîyan de lehengekî nimûne yê sîyaseta kurdî ye. Lê alîyê wî yê herî balkêþ ev e ku Necmedîn Buyukkaya gelek baþ bi kurdîya kurmancî û kurdîya zazakî nivîsîye, ku ev xasîyet di kadroyên sîyasî yên kurdên Bakur de nayê dîtin, yan jî, gelek kêm e. Herwisa, xuya ye ku wî bi kurdîya zazakî re gelek serê xwe êþandiye.
 
Nasnameya Kitêbê: Büyükkaya, Necmettin, Kalemimden Sayfalar, Vate, Îstanbul 2008, 699 rûpel
Navnîþana Xwestinê: wesanxaneyevateyi@hotmail.com     
Telefon: 0 212 244 94 14

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org