|
Komeleya
Piþtgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan? Ýsmail Beþikçi Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn
Seroka
Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen (Çaðdaþ Yaþamý Destekleme Derneði)
Prof. Dr. Türkan Saylan derbareyê pirsgirêkên aktuel yên Tirkiyeyê de
nivîsarekê belav kir. Nivîsara ku di roja 1 adar 2008 de li rojnameya Radikalê
weþiya, sernavê wê “Însanîyet bi ku ve diçe? Em li ku ne?”
bû. Prof.
Türkan Saylan, di nivîsara xwe de li ser bêedaletîyên ku serdestîya
xwe berdewam dikin rawestîyaye. Wekî mînak, behsa wê dike, ku bi salan
çawa hewldanên tunekirina koka xwecihîyên Awusturalyayê dewam kiriye, lê
piþt re, di sedsala 21. de bi awayekî durû lêborîn ji wan hatiye
xwestin. Herwisa, behsa viya jî dike, ku DYA li dawîya Þerê Cîhanê yê
Duyem bombeya atomê avêtiye bajarê Hîroþîma yê Japonyayê. Behsa þerê
Kore û Vîetnamê jî dike. Balê dikþîne ser Þerê Kendavê, bazirganîya
çekan û di vê prosesê de behsa rola DYA dike. Behsa îþkenceyên ku li
Bexdadê li Zindana Ebû Gureyb çêbûne jî dike… Prof.
Türkan Saylan, di nivîsara xwe ya bi sernavê “Însanîyet bi ku ve
diçe? Em li ku ne?” de, piþt re, bal dikþîne ser pirsgirêkên
bingehîn yên civakî û sîyasî yên li Tirkîyeyê. Dide zanîn ku hukûmetê,
berî ku qanûna bingehîn ya nuh bi xelkê xwe re munaqeþe bike, çûye li
DYA brîfîng daye. Dibêje, olperesetî û neteweperestîyê dest dane hev,
herwisa, behsa baca hebûnê, bûyerên 6-7ê rezberê, bûyerên Meletîyê,
Meraþê, Çorumê û Sêwasê dike, kuþtina metranên mesîhî jî bibîr
tîne. Dide zanîn ku projeyên veguhertinên bajarvanîyê bûne projeyên
rantxwirîya bajarvaniyê. Di van hemî bûyeran de, li hemberî van neheqîyan,
dixwaze ku meriv bêdeng nemînin, li dijî van neheqîyan derkevin.
Prof.
Türkan Saylan, di nivîsara xwe de, te divê li qada navnetweyî be te divê
li qada Tirkîyeyê be, destê xwe dirêjî gelek pirsgirêkan dike. Dibêje,
ji ber ku ev pirsgirêkên hanê bi awayekî tendurist nayêne helkirin,
lewre Tirkiye li paþ maye, nehiþtine ku bi pêþ bikeve. Lêbelê ev pirsa
kurd ku pirseka bingehîn ya Tirkiyeyê û jiyana sîyasî ya tirk e, hîç
behsa wê nake. Wekî ku tê zanîn, pirsa kurd di roja îroyîn de grîngtirîn
pirsa ku li pêþiya hukûmet û dewletê ye. Bêçareserî hiþtina vê
pirsê, tenê bi rêya metodên leþkerî helkirina vê pirsê, bi awayekî
bingehîn karîgeriya xwe li ser jiyana siyasî ya Tirkiyeyê dike. Herwisa,
di warê siyasî, civakî û kulturî de bêrengî, nelihevî, cotestandardî
hwd. ligel xwe derdixîne meydanê. Pirsa kurd, çawa ku di polîtîkaya
navxweyî de hêmaneka gelek grîng e, herwisa, di warê polîtîkaya derve
de jî hêmaneka gelek girîng e. Hêmana herî bingehîn ku îstîqametê
dide polîtîkaya derve ya Tirkîyeyê, dîsa, her pirsa kurd e. Tirkiye,
dost û diþmenên xwe li gorî pirsa kurd dîyar dike. Li
Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beþdarîya bo Yekîtîya
Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan
e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêþveçûnê (AKP) carînan
behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polîtîkaya kurd ya
antî-demokratîk çênabe. Ji ber vê yekê, di warê beþdarîya bo Yekîtîya
Ewropayê de pêþveçûneka ciddî pêk nayê. Di pirsa kurd û Kurdistanê
de, polîtîkaya pingehîn ya tirk asîmîlasyon e. Ji dema Îttîhad we
Teraqqîyê û bi vir de bona pêkanîna asîmîlasyonanê her þêwe metod
têne tetbîqkirin. Tetbîqatên asîmîlasyonê ku ji salên dawîn yên
dewleta Osmanî, ango ji dema Îttîhad we Teraqqîyê dest pêkiribûn, bi
destpêkirina dema komara Tirkiyeyê re hîn bêhtir bi awayekî sîstematîk
û biryardar hatin kirin. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê û asîmîlekirina
elewîyan bo muslumantîyê, polîtîkayeka bingehîn ya dewletê ye.
Tunekirina ew kurdê ku bo tirkîtîyê nehatiye asîmîlekirin, dîsa, polîtîkayeka
bingehîn ya dewletê ye.
Xwendegeh,
di warê asîmîlekirinê de metoda sereke ye. Xwendegehên ku têde zimanê
kurdî hatiye qedexekirin, zimanê tirkî bûye zimanê sereke yê fêrbûn
û perwerdeyê, amûreka gelek girîng ya asîmîlasyonê ye. Amûrên
ragihandinê yên mîna radyo, televîzyon, rojname sînemayê jî, dîsa,
bona ku asîmîlasyonê pêk bînin têne bikaranîn. Beþeka girîng a sazîyên
mîna malbatê, oldarî, partîyên sîyasî, sendîka û sazîyên sivîl yên
civakî jî bona tirkkirina kurdan bi awayekî pêt têne bikaranîn. Komeleya
Piþtgirîya Jiyana Nûjen, yek ji wan komeleyan e ku bi awayekî pêt piþtgirîya
polîtîkaya antî-demokratîk, nîjadperest, înkarker a dewletê ku li ser
kurdan tê meþandin dike. Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen, seroka vê
komeleyê Türkan Saylan, bona ku zarokên kurdan bo tirkayetiyê bêne asîmîlekirin,
di nav hewldaneka gelek pêt de ne. Di van salên dawîn de berê xwe dane
zarokên qîzîn ên piçûk ên kurdan, bona ku pêþî jinê asîmîle
bikin di nav hewldaneka gelek mezin de ne. Çunke, zarok di nav malbata xwe
de zimanê xwe, zimanê zikmakî ji diya xwe fêr dibin. Ji ber vê yekê
gelek girîng e ku pêþî dayik, ango, dayikên paþerojan bêne asîmîlekirin.
Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen ji ber vê yekê pêþî berê xwe dide
zarokên kurdan. Prof.
Türkan saylanê di roja 22 kewçêr 2002 de li rojnameya Cumhuriyetê
nivîsareka bi sernavê “Xwîn û Giyanê Tirkiyeyê: Xwendegehên Nivîstî
yên Dewletê yên Herêmî” (Türkiyenin Kaný-Caný YÝBO) da weþandin.
Di vê nivîsarê de dixwaze ku hîn zêdetir girîngî bi Xwendegehên Nivîstî
yên Dewletê yên Herêmî (Devlet Yatýlý Bölge Okullarý) bête dayîn
da ku zarokên kurdan hîn karîgertir, hîn sîstematîktir bêne asîmîlekirin.
Dide zanîn ku tirkkirina zarokên kurdan bi qasî “xwîn û giyanê
Tirkiyeyê” girîng e. Prof. Türkan Saylanê di nivîsarên xwe de, hîç
navê kurdan hilnade, gelek bi îtîna hewl dide xwe da ku peyva kurd bikar
neyne. Prof. Saylanê di nivîsara xwe ya ku di roja 6 îlon 2006 de li
rojnameya Radikalê bi sernavê “Xwîn û Giyanê Tirkiyeyê:
Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî - 2” de, dide zanîn
ku divêt gelek girîngî bi Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî
bête dayîn û tekîd dike ku divêt dewlet çi caran dev ji vê polîtîkaya
bingehîn bernede. Min
dabû zanîn ku Prof. Turkan Saylan sereka giþtî ya Komeleya Piþtgirîya
Jiyana Nûjen e. Ev bi me dide nîþan ku, asîmîlasyona ku li ser kurdan tê
meþandin, di bin sernavê “nûjenîyê” de pêk tê. Ev polîtîkaya
li hemberî kurdan, li hemberî zarokên kurdan, bi taybet jî li hemberî
zarokên qîzîn yên kurdan a Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen, ji layê
ramyarîya tirk ve bi awayekî giþtî tê pejirandin, bi pesindanan piþtgiriya
wê tê kirin û tê teþwîqkirin. Ev yek dide nîþan ku bê hela di
navbera ramyarîya tirk û hêvîyên kurdan de çendî nakokîyeka kûr
heye. Çunke, ev rastîyeka vekirî ye ku kurd li hemberî polîtîkaya asîmîlasyonê
û tetbîqkirinên wê ne. Xwendegehên
Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî sîstemeka xendegehê ya nuh nîn in.
Ev sîstem, piþtî cuntaya leþkerî ya 27 gulan 1960, di demeka kurt de
hate pêkanîn û dest bi tetbîqkirina wê hate kirin. Wê demê navê wan
Xwendegehên Nivîstî yên Herêmî bûn. Armanceka girîng a mudaxeleya leþkerî
ya 27ê gulana 1960an ew bû ku asîmîlekirina kurdan pêk bîne. 485 tene
kurd, bi mebesta ku axa, þêx û serokeþîr bin, hatin tawanbarkirin, li Sêwasê
di qampekê de hatin komkirn, piþt re, ji vana 55 kes hatin surgûnkirin.
Ev yek bi mebesta asîmîlasyonê hatibû kirin. Xwendegehên Nivîstî yên
Herêmî jî, pêkhatineka cihê ya asîmîlasyonê bûn. Ev yek, li sala
1961an hate destpêkirin. Li deverên mîna Tetwan, Xelat, Motkî, Hîzan,
Þêrwan, Dep, Palo, Keban, Gogsî, Xinûs, Dara Hênê, Licê, Farqîn,
Muks, Melazgir, Kop û Patnosê, avahî hatin çêkirin û tavilî dest bi
kar hate kirin. Profesor
Türkan Saylan di beþa duyem a nivîsara xwe ya bi sernavê “Hebûna
xwîn û giyanê Tirkiyeyê di Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî
de ye” de, dide zanîn ku li Tirkiyeyê, piranîya wan li herêmên
kurdan, bi tevayî 301 tene Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî
hene. Herwisa, dide zanîn ku, di van xwendegehan de 40 hezarên wan zarokên
qîzîn bi tevayî li dora 200 hezar tene zarok dixwînin. Tê dîtin ku
Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen di warê asîmilekirina zarokên kurdan
de, di warê asîmîlekirina jinên kurdan de ligel dewletê di nav hevkariyê
de ye. Ev çalakîyên hanê ligel parêzgaran, ligel qaymeqaman, ligel
mudirên asayîþê, ligel garnîzonên leþkerî û jendermeyan, rastîya wê,
bi alîkarî û teþwîqa van sazîyan ev karê hanê tê kirin. Lê hîç
nehatiye dîtin ku Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen, wekî mînak, ligel
komeleyeka mafên mirovan hevkarîyekê kiribe. Navendên Civakî yên
Pirramanc (Çok Amaçlý Toplum Merkezleri –ÇATOM) ku li herêmên kurdan
çalakîyên li ser jinan bo xwe dikin amanc, bi taybet jî jinên kurd, ew
jî herwekî Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen dixebitin. Profesor Türkan
Saylan, di rojnameya Cumhuriyetê ya roja 30 gulan 2003 de bi nivîsara
xwe ya bi sernavê “Li Tirkiyeyê cihê leþkeran û bawerpêkirina
xelkê” de van tiþtan qiset dike. Nivîsara bi sernavê “Zarokên
qîzîn û xwendegehîbûn” (Cumhuriyet, 2 kewçêr 2002) jî
helbet zarokên qîzîn ên kurdan bo xwe dike amanc. Amanca bingehîn a van
çalakîyan ev e ku di kurdan de, di jin û zarokan de nasnameya kurd bipelêxe,
tune bike. Ji bilî tunekirina zimanê kurdî û kultura kurdî, di þûna
wan de empozekirina zimanê tirkî û kultura tirkî, wekî din tu wateyeka
din têde nîn e. Ev prosesa bi vî awayî ku di berevajîya nasnameya însanî
de ye, paþverû ye. Wekî mînak, aþkera ye ku dê ev kar ligel hevkariya
sazîyên mafên merivan pêk neyê. Herwisa, aþkera ye ku asîmîlasyon,
helandin, proseseka berevajiya mafên merivan de ye. Digel ku amanca bingehîn
a van kirinan jinên kurd in, zarokên kurd in, bi taybet jî zarokên qîzîn
yên kurd in, lê Profesor Türkan Saylan di nivîsarên xwe de gelek bi
baldarî hewl dide xwe da ku peyva kurdî negre ser zimanê xwe. Ev jî rewþeka
balkêþ e. Profesor Saylanê nivîsarên xwe bi sernavê “Takekesê
Komarê Bûyîn” kom kirine û wekî pirtûk dane çapkirin.
(Cumhuriyet Kitap, Adar 2005, çapa 4.) Tavilî bala meriv dikþîne ku di
navbera wateya sernavê kitêbê û çalakîyên Komeleya Piþtgirîya
Jiyana Nûjen de gelek nakokîyên kûr hene. Çunke asîmîlasyon takekesîyê
pêk nayîne, takekesîyê dikuje, dike kole. Kesê ku hatibe asîmîlekirin,
hatibe kolekirin, ji wiya takekes dernakeve. Herwisa, ji layê din ve, bona
pêkanîna asîmîlasyonê fiþardin, zordarî, surgûnkirin, koçberkirina
îcbarî û gelek pêkutiyên wisa tev bi hev re têne bikaranîn. Komeleya
Piþtgirîya Jiyana Nûjen û Profesor Türkan Saylan, herî zêde bi
perwerdeyê re eleqedar dibin. Di navbera prosesa asîmîlasyonê û fehma
perwerdeyê de jî nakokîyeka mezin heye. Çunke, çi dema ku perwerdeya
bingehîn di zimanê dayîkê de bête dîtin, wê demê dikane karîger
bibe. Ew zarokên ku perwerdeya bingehîn di zimanê xwe yê zikmakî de bibînin,
tenê ew dikanin di perwerdeyê de bi awayekî tendurist pêþ ve biçin. “Asîmîlasyon
Tawaneka Merivayetîyê ye” Serekwezîr
Recep Tayyip Erdoðan di rojên 13-14 sibat 2008 de bona serlêdaneka fermî
çû bo Almanya. Ligel serekwezîra Almanyayê Merkelê hevdîtinekê çêkir.
Di vê hevdîtinê de serekwezîr Erdoðanî daxwaz kir ku bila li Almanyayê
lîseyên tirk, unîversîteyên tirk bêne vekirin. Serekwezîra alman vê
daxwazê qebul nekir. Got, dibe ku li xendegehên alman dersên zimanê tirkî
hebin lê ew qayîl nabin ku li Almanyayê xwendegehên tirk vebin. Li ser
viya serekwezîr Erdoðanî rêveberiya alman bi asîmîlekirina tirkan
tawanbar kir. Got, “Asîmîlasyon tawaneka merivayetîyê ye”.
Helbet asîmîlasyon tawaneka merivayetîyê ye. Lê, ev tawan, di serî de
polîtîkayeka wisa ye ku li hemberî kurdan tê þuxulandin. Asîmîlekirina
kurdan bo tirkîtîyê, asîmîlekirina elewîyan bo muslumantîyê polîtîkayeka
bingehîn a dewletê ye. Ji layê din ve, tirk ji kerema dilê, bi îradeya
xwe çûne bo Almanya. Îcar kurdên ku ji hezarê salan bi vir de li ser
axa xwe ne, bi polîtîkayeka wisa re rû bi rû dibin. Wekî mînak, ev jî
rastîyeka tê zanîn ku tirk ji navîna sedsala 11. û vir de hatine
Rojhelata Navîn, Îran, Îraq, Kurdistan û Anadolîyê. Tew di ser de jî
kurd bi polîtîkayeka gelek giran ya asîmîlasyonê re rû bi rû ne. Navê
wan hatine qedexekirin, hatine guhertin, navê gund û bajar û çiya hwd.
ên kurdan hatine guhertin, zimanê wan ê zikmakî hatiye qedexekirin. Bi
qasî ku bûne tirk ew qas dikanin ji karûbarên dewletê sûd werbigrin.
Ev polîtîkaya ku li hemberî kurdan tê þuxulandin, helbet polîtîkayeka
paþverû ye. Polîtîkayeka wisa ye ku nasnameya meriv a bingehîn, nirxên
kesayetîya meriv dipelêxe, tune dike. Lê yek ji yên ku herî zêde piþtgirî
didin vê polîtîkayê, yên ku vê tawana li hemberî merivayetîyê pêk
tîne Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen e. Komele û sereka komeleyê
Profesor Türkan Saylan di warê asîmîlekirina zarokên kurdan de, bi
taybet asîmîlekirina zarokên qîzîn yên kurdan, yên herî li pêþ, yên
herî çalak in. Divê ev kampanyayên “Bavo min biþîne xwendegehê”,
“Haydê keçno xwendegehê” di vê çarçoveyê de bêne dîtin.
Xwendegeh, xwendin bona herkesî girîng in. Bona kurdan jî. Lê amanca
bingehîn a xwendegehên bona kurdan ew e ku kesayetîya kurd û nasnameya
kurdî bipelêxin, amanc ew e ku wan bikin tirk. Ji vê çendê ne nûjen e.
Sereka
Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen profesor Türkan Saylan ji ber ku polîtîkaya
qelandina koka xwecihîyên Awusturalyayê meþandiye, hukûmeta
Awusturalyayê rexne dike. Dewleta Awusturalyayê di sedsala 21. de ji aborjînên
xwecihî lêborîna xwe xwestiye, profesor Saylan vvê yekê wekî durûtîyê
dihelsengîne. Lêbelê, li meydanê ye kurd bêhtir ji aborjînan dibin
amancên polîtîkayên asîmîlasyonê. Aborjîn, civakeka wisa ne ku
muameleyeka cihê dibînin lê otonomîya xwe ya hundirîn diparêzin û
ligel nirxên xwe yên etnîkî jiyana xwe dewam dikin. Profesor Türkan
Saylan a ku ji ber aborjînan hukûmeta Awusruralyayê rexne dike, ew bi xwe
xwedîyê wê polîtîkayê ye ku li hemberî kurdan tê meþandin, tê tetbîqkirin.
Ev çendî nakokîyeka kûr e, cotestandardîyeka çendî seyr e… Di
navbera salên 1985-1988an de li Bulgarîstanê polîtîkaya guhertina navên
tirkî bo bulgarîyê, polîtîkaya ku bulgarkirina tirkan bo xwe kiribû
amanc li dar bû. Wê demê rêvebirên dewlet û hukûmeta tirk, meclisa
mezin a miletî ya Tirkiyeyê, partîyên siyasî, unîversîteyan, endamên
dadgehan û çapemenîyê vê kirina ku li Bulgarîstanê çêdibû, çawa
rexne dikirin? Peyv û têgehên mîna “kevneperest”, “emperyalîst”,
“kolonyalîst”, “nîjadperest”, “komelkuj”, “paþverû” di
van rexnekirin û tawanbarkirinan de gelek dihatin þuxulandin. Lêbelê li
wan salan, ew kirinên ku li Bulgarîstanê li hemberî tirkan dihatine
kirin, li ber yên ku li Tirkîyeyê li hemberî kurdan dihatin kirin de ji
kerîyekî parîyek jî nebûn. Ji layê din ve, Bulgarîstanê di salên
1988-1989an de dev ji vê polîtîkaya xwe berda. Îcar, ev asîmîlasyona
ku li ser kurdan tê meþandin, ev serê 80 salan e ku bi awayekî sîstematîk
her berdewam e. Ji ber kirinên qelandina koka aborjînan, hukûmeta
Awusturalyayê ji layê Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen û sereka wê ya
giþtî profesor Türkan Saylanê ve tê rexnekirin. Asîmîlasyona ku li
hemberî kurdan tê meþandin jî, herî zêde, ji layê vê komeleyê ve tê
piþtgirîkirin, tê teþwîqkirin. Ev yek dide nîþan ku bê hela ramyarîya
tirk çendî bi cotestandard e, çendî bi nakokî ye. Çareser nekirina
pirsa kurd û Kurdistanê, hêmana bingehîn e ku ramyarîya tirk wisa dike
nav haletê cotestandardîyê, nakokîyê dixîne navê. Ev bêçareserî
jehrê dixîne nava ramyarîya tirk. Ev rewþa bi nakokî, ev cotestandardî,
te divê di warê ramyarîyê de te divê di warê reftariyê de, meriv
dikane di her warî de bibîne. Profesor Saylan behsa bombeya atomê ku bo Hîroþîma
hatiye avêtin jî dike. Lê hîç nehatiye dîtin ku wê behsa wan
operasyonên Enfalê, ew nîjadkujiya ku li Kurdistana Baþûr li hemberî
kurdan çêbûne kiriye. Jinên ciwan ku bi mindalên xwe re parçe parçe bûne,
kalên ku nevîyên xwe kirine hembêza xwe û lingên xwe xistine zikê
xwe, çavên ku wergerîyane rengê cam, zarokên ku ji devê wan gilêzga
þîn diherike, zevîyên cesedan, heta ku çav dibîne zevîyên ku cesed
hatine çandin… Ev ne ew fotografên ku bala Komeleya Piþtgirîya Jiyana
Nûjen û sereka wê profesor Saylanê bikþînin. Hebe tunebe, asîmîlekirina
zarokên kurdan… Ev yek bona wan bi qasî xwîn û giyanê Tirkîyeyê hêja
ye. Em
salên 1980yên bînin bîra xwe. Tiþtê ku li Ebû Gureybê çêbûn li
ber yên ku li zindana Diyarbekirê çêbûne de ne tu tiþtek in jî. Hovîtîya
li Diyarbekir bi salan dewam kiribû. Lêbelê tu reaksîyoneka Komeleya Piþtgirîya
Jiyana Nûjen û sereka giþtî ya vê komeleyê profesor Türkan Saylanê
li hemberî vê hovîtîyê nîn e. Hewldana wan a herî girîng ew e ku
kurdan asîmîle bikin, nasnameya kurdî bipelêxin, kurdan ji merivayetiyê
derxînin. Hebe tune be, hewldana wan tenê ev e. Vê hewldana xwe jî di
bin navê “nûjenîyê” de dikin lê ev peyv qet nikane kirinên wan veþêre.
Di vê xalê de prosesa ku bala meriv dikþîne ev e: Li Îraqê,
kirinên li Ebû Gureybê ji layê rojnamevanên Amerîkayî ve hate aþkerakirin.
Derbareyê kiryaran de pirsîyarî dest pêkir, doz hate vekirin. Ew hovîtîya
ku li zindana Diyarbekirê çêbû, tenê ji layê mexdûrên vê hovîtîyê,
ew jî gelek bi derengî, hate aþkerakirin. Profesor
Türkan Saylan dide zanîn ku olperestî û netewepererstîya tund mil dane
hev, paþverûtîya olperest hêzdar bûye. Lê em dizanin ku Li Tirkiyeyê
dîn û cereyanên dîndarîyê bi tevayî di bin kontrola dewletê de ne. Ger
serpûþî zêde bûbe, ger bûye sembola îslamîyeta sîyasî, di bingeha
viya de teþwîq û xweþbînîya dewlet û hukûmetê heye. Û ev proses jî
bi meseleya kurdî re ji nêzîk ve eleqedar e. Ka em navîna salên 1980yan
bînin bîra xwe. Dewlet di nav hewldaneka pêt de ye, bona ku pêþî li
gurrbûna bizava gerîla bête girtin, bona ku pêþî lê bête girtin da
xort dernekevin serê çiyayan. Bona vê yekê jî dewletê bi xwe biryar
girtiye ku ramyarîya îslamî derxîne pêþ, hestên îslamî geþ bike.
Radyo û televîzyonên îslamî vedike, rojnameyên îslamî derdixîne…
Weþanxaneyên îslamî dide vekirin û geþ dike, li bajarên ku kurd têde
akincî ne, li her derê van çalakiyan çêdike… Li Wanê, Diyarbekir,
Agirî, Hekarya, Mêrdîn, Stenbol, Adene,
Mêrsîn, Îzmîr, Almanya, Brîtanya,
Hollanda, Fransa û hwd. li her derê… Li sala 1985an, dema ku Kenan Evren
serekê komarê bû, Turgut Özal serekê wezîran bû, Necdet Üruð serekê
erkanîyê bû, Namýk Kemal Zeybek wezîrê kulturê bû, Lijneya
Ewlekariya Neteweyî (Milli Güvenlik Kurulu) biryareka wisa girtibû. Profesor
Türkan Saylan dixwaze ku bila xelkê tirk li hemberî neheqîyan bêdeng
nemîne. Lêbelê mezintirîn neheqî li hemberî kurdan, li hemberî miletê
kurd tê kirin. Komeleya Piþtgirîya Jiyana Nûjen û sereka wê ya giþtî
jî di nav yên ku vê neheqîyê dikin de ne. Dema ku profesor Saylanê
wisa behsa neheqîyên civakî dike, tenê merivî dibiþirîne. Li
salên 1960yan, li salên 1970yan, li salên 1980yan bo Afrîkaya Baþûr nîjadperesttrîn
dewlet dihate gotin. Wê demê çermsipîyên ku li îqtîdarê bûn ji çermreþan
re digotin, “Hûn mekevin nava me. Bila taxên we ji me cihê bin, bila
xwendegeh û salonên sporê û otelên we ji me cihê bin, bila sînema û
plajên we ji me cihê bin…” Bona vê yekê, meydanên gelek fireh ku jê
re “bantustan” dihate gotin, bi têldirîyan hatibûn dorpêçkirin.
Xelkê xwecihî di van qadan de diman. Di van deran de xizmeta avadanîyê
gelek kêm bû. Lêbelê xwecihî xwedîyê xodmuxtariya xwe ya hundirîn bûn
û ligel nirxên xwe yên etnîkî jiyana xwe dewam dikirin. Ez þexsen di wê
qenaetê de me ku kirinên asîmîlasyonê yên ku li Tirkiyeyê li hemberî
kurdan têne meþandin, ji wan kirinan gelek nîjadperesttir, gelek paþverûtir
in. Çunke li vir dibêjin ku “Divê tu bi min re bijî, lê divê tu xwe
biþibihînî min wisa bijî. Ji bilî viya tu þansekî te nîn e…”
Bona ku biþibihîne xwe jî asîmîlasyoneka tund tetbîq dike. Kesên ku
asîmîle nabin, yên ku dixwazin xwedîtîyê li nirxên kurdî yên
neteweyî bikin, van nirxan geþ bikin, bi mueyîdeyên îdarî û cezaî re
rû bi rû dibin, bi vî awayî yan bi wî awayî, bi operasyonên tunekirinê
re rû bi rû dimînin. Li
dawîya salên 1980yan û li destpêka salên 1990î, li Afrîkaya Baþûr
di navbera rêveberîya çermsipîyan û Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê de
hevdîtinan dest pêkir. Di encama van hevdîtinan de Nelson Mandela ji
zindanê hate derxistin. Di hilbijartinên sala 1994an de pêþewayê
Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê Nelson Mandela bû serekê komarê.
Numayendeyê wê fehma ku Nelson Mandelayî 27 heft salan di zindanê de hiþtibû,
ango De Klerk bû alîkarê Nelson Mandelayî. Ev yek bi me nîþan dide ku,
li Afrîkaya Baþûr ku wekî “nîjadperesttrîn dewlet” tê binavkirin
jî, nîjadperestî ewçend tund nîn e. De Klerkê ku 27 salan Nelson
Mandelayî kiriye zîndanê, piþtî hilbijartinan, alîkarîya Nelson
Mandelayê ku wekî serekê komarê hatiye hilbijartin qebul kiriye. Belam
li Tirkîyeyê ramana fermî gelek tund e, qet naguhere. Îdeolojîyeka fermî
ya tund ku hîç naguhere di nav hewldanê de ye ku civakeka ku bi lez
diguhere îdare bike. Ev jî dibe sedem ku hertim buhranên sîyasî rû
bidin. Qada
Zanistîyê û Azadîya Ramanê Zanistî
tenê dikane di qada zanistîyê de bête hilberandin. Þertê sereke yê ku
qada zanistîyê mumkin dike hebûna azadîya ramanê ye, di sîstema sîyasî
de sazbûna azadîya ramanê û bêyî tu pirsgirêkek xebitîna vê sazgehê
ye. Qada zanistîyê bes dikane di þertên wisa de çêbibe. Li Tirkîyeyê
qadeka wisa nîn e. Li unîversîteyan qada zanistîyê nîn e, di çapemeniyê
de jî nîn e. Di qada ku azadîya zanistê wekî sazgehekê çênebûbe
meriv nikane behsa azadîya zanistîyê bike. Di nav civaka ku azadîya
ramanê, azadîya xweîfadekirinê nîn be, ev yek hatibe astengkirin, ne
mumkin e ku azadîya zanistîyê çêbibe, pêþ de biçe. Ger endamekî unîversîteyê
piçek îdeolojîya fermî rexne kiribe û li ser vê yekê derbareyê wî
mamostayî, wî profesorî de doz hatibe vekirin, hatibe mehkûmkirin, ev bi
me nîþan dide ku li unîversîteyan jî qada zanistîyê qet nîn e.
Biryara beratkirina profesoran ji layê dadgeha bilind ve tê xirakirin, ev
yek jî bi me nîþan dide ku dadgeh jî bûne sîyasî. Li dera ku îdeolojîya
fermî sazgeha herî girîng be, suriþtî ye ku dê dadgeh jî di xizmeta
îdeolojîya fermî de bin. Carînan di vê prosesê de dadgeh wekî çovekê
têne bikaranîn. Di
sîstemeka sîyasî de ku azadîya ramanê saz nebûbe, ramana fermî li ser
jiyana ramyarî û sîyasî zal be, ne mumkin e ku serbixwebûna dadgehan
wekî sazîyekê çêbibe. Di
þertên wisa de divê unîversîte, çapemenî, sazîyên civakî yên sivîl
berevaniya çi bikin? Helbet divêt berevaniya azadîya ramanê bikin. Lê
em viya dibînin ku, tu derdekî, tu pirsgirêkekî wisa yê Komeleya Piþtgirîya
Jiyana Nûjen û sereka giþtî ya vê komeleyê profesor Türkan Saylanê nîn
e. Di
vê çarçoveyê de ger em bala xwe bidin ser wê nameya ku Hakký Devrimî
bi sernavê “Keça min Aysel, tu yê ji Seîdî hes bikî?” bo
parlementera Partîya Civaka Gel (DTP) Aysel Tuðlukê nivîsîye dê sûdewar
be. (Radikal, 14 adar 2008, r. 7) Hakký
Devrim, di nameya xwe de wisa dibêje: “Ji bîr meke, ew tiþtên ku te
bi awayekî heqdar neheq dîtine, tu peywendîyek, tu wekhevîyeka van tiþtan
û derd û meseleyên miletên kolonî ku tu qet pê nizanî nîn e. Bi vî
awayî çêbûna viya de, qet guman nîn e ku daxilîya dînê me jî heye.”
Em
peywendîya di navbera dewletên emperyal û dewletên kolonî, gelên kolonî
de ji nêz ve dizanin. Tu dewleteka emperyal yan jî kolonyalîst tu caran
kesayetîya bingehîn, nirxên kesayetîyê yên gelên bindest înkar
nekirine, red nekirine. Di peywendîyên wan de asîmîlasyon nîn e. Di
pirsa kurdî de meseleya bingehîn înkarkirina kesayetî, nirxên bingehîn
yên kesayetîyê ne, aîmîlekirina kurdan bo ziman û kultura serdest e.
Hakký Devrim jî îfade dike ku bê hela kesayetî û nirxên kesayetîyê
çendî girîng in. Di wê nameya ku me behsa wê kir de bo Aysel Tuðluk
dipirse dibêje “Gelo te ceriband ku ÎRA û ETAyê bidî alîyekî û
pêþî li ser kesayetîya Gandhi, paþê jî li ser þêwaza têkoþîna wî
rawestî?”. Ger
em li ser mînaka Gandhi rawestin dê sûdewar be. Welatek bi navê
Hindistan hebû. Welatek ku sînorên wî dîyarkirî ne. Welatekî kolonî.
Parêzgarekî giþtî ku Brîtanyayê ew tayîn kiribû vî welatî bi rê
ve dibir. Jê re “Hindistana ku kolonîya Brîtanyayê ye” dihate gotin.
Lê kurd û welatê wan Kurdistan, navê kurd û Kurdistanê bona ku ji dîrokê,
ji ser zar û zimanan bêne maliþtin hatine jihevdexistin, parçekirin û
parvekirin. Kurd û welatê wan Kurdistan, kolonî jî nîn in. Lê
Hindistan welatekî xwedîyê sînorên dîyarkirî bû. Welatekî kolonî…
Zimanê hindîyan yê klasîk sanskrîtî di sala 1856an de li enstîtuyên
ku ji layê îngilîzan ve hatibûn damezrandin de bibû babeta lêkolînan.
Brîtanyaya mezin bi ku ve çûbe, di hemî kolonîyên xwe de rêveberiyên
xodmuxtar ava kirine. Ji vî layî ve rewþa miletê kurd ji rewþa wan
miletên kolonî ku Hakký Devrim amaje pê dike gelek paþvetir e. Di roja
îroyîn de tevayî welatên kolonî mîna dewletên serbixwe derketine qada
dîrokê. Kurd, digel ewçend nufûsa xwe ya mezin, di sazîyên navneteweyî
de hîn navê wan jî nîn e. Dîn jî, sazîyeka wisa ye ku di elenîya
kurdan de hatiye bikaranîn. Ewên ku operasyonên Enfalê, komelkujiya
kurdan çêkirin ma qey musluman nebûn? Ev e, divê ev hemî tiþt bi têgehên
zanistîyê, sîyaset û dîplomasîyê bêne axaftin, bêne munaqeþekirin.
Azadîya ramanê, di dereceya yekem de bona axaftin û munaqeþekirina van
tiþtan pêwîst e. Di vê navberê de, divê durûtîya rojavayîyan jî
her dem li ber çavan bête girtin. Berpirsîyarî û roleka gelek mezin a
Rojavayê, di serî de ya Brîtanyaya mezin û Fransayê heye. Ev yek,
proseseka wisa ye ku, baþ tê zanîn. Tehdîd,
tu tiþtekî bi destê kurdan ve nayne, gelek tiþtî dide windakirin. Tehdîd,
geþbûna zanistiyê difetisîne. Platforma
Abantê, dê roja 28-29ê adara 2008an li Diyarbekir bi sernavê “Pirsa
kurd: Bi hev re lêgerîna aþtî û paþerojê” civînekê çêbikirina.
Civînên ku her sal li Abantê çêdibûn, ji ber ku îsal mijar derbareyê
pirsa kurd de bû, dê li Diyarbekir çêbibûna. Piþtî ku derbarê vê
civîne de nûçe li çapemenîyê belav bûn, hingê hinde tehdîdên ku li
hemberî vê civînê ne jî hatin weþandin. Li rojname û malperên
enternetî nûçeyên mîna “Ji apoîstan bo Platrorma Abantê tehdîda
vekirî” hatin weþandin. Di van nûçeyan de dihate gotin ku “Însîyatîfa
demokratîk a gel a Kudistanê” bi daxuyanîya ku belav kiriye, beþdarên
civînê tehdîd kiriye, gotiye “Çi kurdekî biþeref nikane tevlî
civîneka wisa bibe”. Roþinbîr û wekî din kesên ji Stenbolê û
derên din dê biçûna Diyarbekirê, endamên çapemeniyê hatin tehdîdkirin.
(www.rizgari.com, 13 adar 2008, Ruþen
Çakýr, Abant Platformu Diyarbakýr’da Toplanabilecek mi? /
Rojnameya Vatan, 14 adar 2008) Aþkera
ye ku tehdîd reftarîyeka gelek þaþ e. PKK dikane beþdarîya van civînên
wisa bike û dîtinên xwe aþkera bike, berevaniya ramanên xwe bike. Ev
tehdîda hanê, bêguman, gelek neyînî ye, reftarîyeka þaþ e. Di vê
demê de reftarîyeka din a þaþ jî, li ser vê tehdîdê, ji layê
Platforma Abantê ve, betalkirina vê civînê bû, girtina wê biryarê ye
ku, dê di rojên pêþ de li bajarekî din civîn çêbibe. _____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
http://www.peyamaazadi.org
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org