|
Konferanasa
Kurd – 2008 Ýsmail
Beþikçi
Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn
Li rojên 9 û 10ê sibata 2008an li Anqereyê konferansek bi sernavê “Di
prosesa qanûna bingehîn a nû de demokratiyet û pirsa kurd” hate çêkirin.
Ev konferans bi alîkariya Weqfa Lêkolînên Civakî û Ekonomokî
(Toplumsal ve Ekonomik Araþtýrmalar Vakfý), ji layê Meclisa Aþtî ya
Tirkiyeyê (Türkiye Barýþ Meclisi) hatibû lidarxistin. Di vê gotarê de
ez ê hewl bidime xwe li ser tesbîteka ji axiftvanên konferansê Ayþe Hürê
rawestim, herwisa, hest û fikrên ku vê tesbîtê di min de hîþyar
kirine, munaqeþe bikim.
Lêkolîner Ayþe Hür, di axaftina xwe ya ku roja pêþî de gazincekê
kir. Ayþe Hürê wisa got: “Di adara 2006an de li Stenbolê, Bilgi Üniversitesi
konferanseka kurd li dar xistibû. Ümit Fýratî ez vexwendibûm wê
konferansê. Bona wê vexwendinê, ez spasiyên xwe bo Ümit Fýratî pêþkêþ
dikim. Bona ev konferansa hanê jî, Seydî Fýratî ez vexwendim. Bona wê
vexwendinê ez spasiyên xwe bo Seydî Firatî jî pêþkêþ dikim. Li vir,
ez dixwazim viya bibêjim. Di wê konferansa li Bilgi Üniversitesi, Seydî
Fýrat nîn bû. Di konferansa îro de jî Ümit Fýrat nîn e. Abdulmelik Fýrat
jî, di her du konferansan de jî nîn bû. Di konferansekê ku pirsa kurd tê
axaftin, tê munaqeþekirin de jî, em nikanin her sê Fýratan bînin gel
hev. Ev yek zehmetbûna karê me nîþan dide, herwisa, bi me nîþan dide
ku em nikanin bi gavên xurt pêþ de biçin.”
Lêkolîner Ayþe Hürê gazinca xwe wisa dewam kir: “Di konferansa pêþî
de Ýsmail Beþikçi wekî axaftvanek li rex min rûniþtî bû. Çima Beþikçi
di vê konferansê de ne axaftvan e?...” Ayþe Hürê, ev gazinca xwe wisa
temam kir: “ … lê dîsa jî, Beþikçi wekî beþdarvanek li nav me ye,
ev jî îþareta ber bi baþiyê ve ye…”
Pirsa kurd pirseka gelek giran e. Bêguman ev zeafîyeteka mezin e ku di
pirseka wisa giran de jî sîyasîyên kurdan bi hev re naaxifin, naçin civînên
hev, guhdariya hev nakin, tehemula hev nakin. Meriv dikane bibêje ku ev
zeafîyeta hanê ne tenê aîdê kurdan e, di nav xelkên Rojhilata Navîn
de jî heye lê di nav kurdan de zêdetir e. Herwisa, pirsa kurd jî, ji
pirsên siyasî û civakî yên ku di Rojhelata Navîn de hene, pirseka
girantir e. Belam roþinbîrên kurdan, sîyasîyên kurdan, dikanin cihêrengîyên
xwe yên fikrî û rêxistinî biparêzin, serxwebûniya xwe biparêzin û
bi roþinbîrên din yên kurd re, bi sîyasîyên din yên kurd re
biaxifin, munaqeþeyan bikin. Pêþveçûna ji layê ramanê ve, têgihîþtina
pirsên civakî û siyasî, herwisa, dîtina çareyan bo van pirsan di rewþeka
wisa de dikane pêk were.
Zeafîyeta di nav kurdan de ne tenê ev e. Hîn girantirên wê jî hene. Di
wan rojên ku ev konferansa bi sernavê “Di prosesa qanûna bingehîn a nû
de demokratiyet û pirsa kurd” ku me li jor behsa wê kir çêdibû de, bi
qasî hefteyek an deh roj beriya wê, nivîskarê kurd, sîyasetvanê kurd
Îbrahîm Güçlü, ji layê fermandarekî HPGê, bi riya nivîsekê ku di
malpera HPGê de hatibû weþandin, bi kuþtinê hate tehdîdkirin. Sedemê
vê tehdîdê, nivîsarên Îbrahîm Güçlüyî bûn ku fikr û helwêstên
serokê PKK Abdullah Öcalanî rexne dikir. Tehemul nekirina ji fikrên cûda
re, hewldana xwedîyê van fikran bi kuþtinê ji navê hilanîn, rewþeka
gelek giran e. Lêbelê, bi awayekî vekirî têgihîþtina pirsa kurd bi
awayekî vekirî xweîfadekirina fikrên cuda re mumkin dibe. Tê zanîn ku
Îbrahîm Güçlü ji dawîya salên 1960î de di nav doza kurdî de ye, di
rêya vê dozê de kedeka mezin daye, hertim di nav hewldanê de bûye ku
astengiyê li pêþiya xwe bide alî. Roþinbîrên kurd, sîyasîyên kurd
di vê çarçoveyê de axaftinên ku fermandarê HPGê rexne dikin kirin,
gotarên ku wî sûcdar dikin belav kirin.
Li vê konferansa bi sernavê “Di prosesa qanûna bingehîn a nû de
demokratiyet û pirsa kurd” derbareyê têgihîþtina pirsa kurd û çareserkirina
wê de gelek tiþt hatin axaftin. Lêbelê kakilê pirsê, pirs bi xwe nehat
axaftin. Wekî mînak, bona çi pirsa kurd li Îraqê heye, bona çi pirsa
kurd li Îranê û li Sûriyeyê heye, bona çi pirsa kurd li Tirkiyeyê
heye, bona çi kurd ligel cografyaya ku li ser akincî ne hatine
jihevxistin, parçekirin û parvekirin? Digel ewçend nufûsa xwe ya mezin
bona çi tu statuyeka kurdan, statuyeka Kurdistanê nîn e? Pirsa kurd bona
çi heta roja îroyîn çareser nebûye û wisa maye? Digel ku li cîhanê
dewletên xwedî nufûseka bi qasî sed hezarî yan pêncî hezarî jî hene
lê kurd digel ewçend nufûsa xwe ya mezin di vê rêyê de paþ de mane,
nikanîbûne gav biavêjin? Ev hemî, divêt li derveyî her awayê projeyên
siyasî û li derveyî hemî tesawurên siyasî, li derveyî pêþnîyazên
çareserîyê, bi têgehên zanistî û sîyasî bêne têgihîþtin. Ev
yek, dê zanîna me ya derbareyê kurdan û Kurdistanê de zêdetir bike,
herwisa, ew demên ku bi baldarî her dixwazin di tarîtiyê de bihêlin, dê
aþkera bike. Gelek grîng e ku dewra salên 1915-1925an di çarçoveya
peywendîyên navneteweyî de bête vekolîn.
Di wê dema ku konferansa kurd dihate çêkirin de, li Diyarbekir, zarokên
kurd, bona ku îfade bidin, bo dozgeriyê dihatin vexwendin. Deh kesên ji
van zarokan di binya panzdehsalîya xwe de bûn, dudu jê jî, di binya
dehsalîyê de bûn. Ev zarok, çend meh berê çûbûn Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê, li bajarê san Fransisco beþdarîya Festîvala Muzîkê
ya Cîhanî kiribûn. Di vê festîvalê de stranên kurdî, tirkî, erebî,
rûsî, îbranî, ermenî, suryanî û rûmî stirîbûn. Herwisa, srûda
“Ey Reqîb” jî strîbûn. Derbareyê strîna vê srûdê de prosesa huqûqî
dane destpêkirin. (www.kurdistan-post.com12
sibat 2008) Bona ku strîne, derbareyê zarokên ku temenê wan ji panzdeh
salan kêmtir e jî wisa vekirina dozên ciddî yên huqûqî bi me nîþan
dide ku bê hela pirsa kurd cendî giran e. Di dema berxwedanê de, te divê
li Diyarbekir an li derên din be, gelek zarokên din jî hene ku hatine
girtin, li kelemçeyan hatine xistin, hatine zindanîkirin. Di roja 21
sermaweza 2004an de li Qosera Mêrdînê Uður Kaymazê dozdehsalî û bavê
wî Ehmed Kaymaz bi hinceteka ku “terosîst” in hatin kuþtin. 13 gule
li Uður Kaymazê 12 salî ketibûn.
Divê li ser vê rewþê bête rawestîn ku digel ewçend têkoþînê hîn
jî navê kurdan di sazîyên navneteweyî de nîn e, tenê di çarçoveya têgeha
“teror”ê de navê wan derbas dibe. Dema ku zarokên kurd ên ku temenê
wan di biniya panzdeh salan re ye, bona ku strîne, têne girtin, di heman
demê de, Kosova di demeka gelek kin de, dibe ku di vê meha sibata ku em têde
ne de, serxwebûna xwe îlan bike. Kosovaya ku xwedîyê 2 mîlyon nufûsî
ye, di nav prosesa îlankirina serxwebûna xwe de ye lê kurdên ku nufûsa
wan 40 mîlyon e hîn di peywendiyên navnetweyî de navê wan derbas nabe.
Ev yek bi me nîþan dide ku li salên 1920î nîzama navdewletî çawa di
elenîya kurdan de hatiye danîn, ev yek bi awayekî aþkera derdikeve
meydanê. Dema ku serxwebûna Kosovayê derkete rojevê, hingê Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtîya Ewropayê bi awayekî pêt piþtgiriya
serxwebûna arnawudên Kosovayê kirin. Tenê Sirbîstan li hemberî serxwebûna
Kosovayê derdikeve û yek jî, Federasyona Rûsyayê ye ku piþtgirîya
Sirbîstanê dike. Dema ku mesele tê ser serxwebûna Kosovayê, “yekpareyîya
axa Sirbîstanê”, bibîrxistinên bi vî awayî nayêne rojevê. Lê çi
dema ku kurd daxwazên xwe yên sîyasî didin zanîn hingê “yekpareyîya
axa Îraqê”, “yekpareyîya axa Sûrîyeyê”, “yekpareyîya axa Îranê”
û “yekpareyîya axa Tirkiyeyê” tavilî derdikeve rojevê û vê yekê
tînin bîra kurdan. Bêguman dê ev bibe mijareka grîng ku nîzama sîyasî
ya cîhanê di salên 1920an de, di dema danîna Yekîtîya Neteweyan de bê
çawa di elenîya kurdan de hatîye danîn, ev statuko di roja îroyîn de hîn
jî çawa dewam dike. Têgihîþtina van xusûsan dê gelek grîng be. Tê
zanîn ku ew neheqîya ku di dema Yekîtîya Neteweyan de li kurdan hatiye
kirin hîn jî dewam dike. Divê li ser van navan jî bête rawestîn ku
“Cemîyeta Miletan”, “Yekîtîya Neteweyan”, her wekî ku têye dîtin,
behsa miletan dike ne ku dewletan. Lêbelê kurd, ne ku wekî dewlet, wekî
milet jî nayêne qebulkirin…
Di pirsa kurd de, bêguman helwêsta Tirkiyeyê gelek girîng e. Tirkîyeyê
heta îro digot “Ez nahêlim Tirkîye parçe bibe”. Piþtî ku li Îraqê
Hukûmeta Herêma Kurdistanê ava bû, piþtî destkeftinên sîyasî yên
kurdan, gotinên wekî “em ê rê nedin ku Îraq parçe bibe”, ji layê
Tirkiyeyê ve têne gotin.
Li Tirkîyeyê pirsa kurd pirseka bingehîn e. Di têgihîþtina cîhanê ya
Tirkîyeyê de, di sazkirina peywendiyên bi dewletên din re, bi sazîyên
navneteweyî re, dîsa, têgihîþtinên derbareyê kurdan de, derbareyê
pirsa kurd de hene. Heta roja 5ê sermaweza 2007an têgihîþtineka wekî
“Dinya diþmenê me ye, herkes piþtgirîya terorê dike, herkes destekê
dide terorê…” hebû. Piþtî vê rojê, heta ku di roja 15ê berfanbarê
de, piþtî ku Qendîl hate bombebarankirin, îcar gotinên wekî “Li
dinyayê hemî dewlet û sazî me destek dikin, heq didine me…” hatin
gotin.
Dema ku mesele were ser Kosovayê divêt em bala xwe bidin ser mijareka din
jî. Dibêjin, li Kosovayê, li dora 30-35 hezar tirk hene. Li Kosovayê li
bajarên wekî Gîlan, Prîzren û Vîçitirinê hindek tirk hene. Tirkiye,
li Kosovayê, li wan bajarên ku tirk têde kom bûne, dibêje bila li wan
deran li rex zimanê arnawudî û sirbî bila zimanê tirkî jî bibe
zimanekî fermî, bona viya di nav hewldaneka pêt de ye. Ji van bajaran di
yekî de dibêjin li dora 5 hezar tirk hene. Herwisa, tê dîtin ku Tirkîye
li wir jî di nav hewldaneka pêt de ye, da ku zimanê tirkî bibe zimanekî
fermî. Ev daxwazên Tirkiyeyê bi ser jî ketine. Di van çar bajarên
Kosovayê de li rex zimanê arnawudî û sirbî, zimanê tirkî jî bûye
zimanekî fermî… Lêbelê, li Tirkiyeyê daxwazên 20 milyon kurdî yên
mîna zimanê zikmakî, ango daxwazên perwerdeya bi zimanê zikmakî, hîn
jî di çarçoveya “teror”ê de têne helsengandin.
Di wan rojên ku konferansa kurd çêdibû de serokwezîr Recep Tayyip Erdoðan
li Almanyayê bû. Ligel serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê hevdîtin pêk
dianî. Serekwezîrî ligel tirkên ku li Almanyayê dimîn re jî hevdîtin
pêk anî. Serokwezîr Erdoðanî dema ku bi tirkên ku li Almanyayê dimîn
re hevdîtin pêk dianî, Almanyayê rexne kir û got “Asîmilasyon
tawaneka merivatiyê ye”. Ji tirkan re got, “zimanê xwe, nasnameya xwe
ji bîr ve mekin, asîmîle mebin, lê fêrî almanî jî bibin” bi vî
awayî tiþt gotin. Ev axaftin ji alîyê kurdan ve bi awayekî pêt hate
rexnekirin. Þaredarê Sûrê yê Diyarbekirê Abdullah Demirbaþê ku ji
kar hatiye derxistin, di axaftina xwe ya li konferansê got, “Birêz
serokwezîr, vê tawana hanê zêdetir we li hemberî kurdan kiriye”.
Abdullah Demirbaþ ji ber hewldanên xwe yên ku dixwest li þaredariyê
pirzimaniyê bide þuxulandin, ji layê Wezareta Navxweyî ji kar hatibû
derxistin. Dadgeha bilind (Daniþtay) jî vê kiryarê li gorî huqûqê
munasib dîtibû. Reaksîyona Tarhan Erdemî ya derbareyê gotinên serokwezîrî
yên “Asîmilasyon tawaneka merivatiyê ye” jî gelek balkêþ bû.
Gotara Tarhan Erdemî ya ku li roja 14 sibat 2008 de li rojnameya Radikal bi
sernavê “Teþhîsa Kurd a Serokwezîrî” weþîya de rexneyeka pêt a
sergirtî hebû.
Derbareyê asîmîlasyonê de divê bête gotin ku “Ji vir û pê de em ê
bi zimanê xwe yê zikmakî biaxifin. Em ê bi kurdî biaxifin…” Ger
biryareka bi vî awayî bête girtin dê ev bibe helwêsteka rast. Ev, ne ew
mijar ve ku li ser biryar bête girtin. Ev pirseka wisa ye ku bi heyecanê
ve girêdayî ye, rewþeka wisa ye ku divê meriv bijî. Li gorî qenaeta
min bersiva herî baþ ku meriv bide îdeolojîya fermî jî dê ev be. Ka
em salên 1980yan bînin bîra xwe… Wê demê, li dadgehan, ji hevalên ku
dixwestin parêznameya xwe bi kurdî bidin, ev yek dihate gotin: “Bi tirkî
biaxifin, çi dibêjin bibêjin. Dixwazî dijûnan bidin, bes bi tirkî
biaxifin…” _____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
http://www.peyamaazadi.org
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org