Tiþtê ku Kosovaya Serbixwe Tîne Bîra Meriv

 

Ýsmail Beþikçi

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

 

Kosovayê di roja 17ê sibata 2008an de serxwebûna xwe îlan kir. Bi vî awayî dewleteka din a ji miletê arnawud (alban) li Balqanan derkete meydanê. Serxwebûna Kosovayê di serî de ji layê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve, herwisa, ji layê dewletên endam ên Yekîtîya Ewropayê (YE) yên mîna Almanya, Fransa, Îtalya û Brîtanyayê ve tavilî hate naskirin. Di nav wan dewletên ku tavilî serxwebûna Kosovayê naskirin de Tirkiyeyê jî cihê xwe girt. Ji nav civaka navneteweyî, yên ku li hemberî serxwebûna Kosovayê derketin, dewletên mîna Sirbîstan, Federasyona Rûsyayê, Çîn, Dewleta Rûm a Qibrîsê, Yewnanîstan, Spanya, Romanya, Slovekya û Azerbaycanê bûn. Tê zanîn ku di hemîyê van dewletan de kêþeya etnîkî heye. Kosova, yek ji dewletên federe nebû, herêmeka otonom ya bi ser Yugoslavyayê ve bû. Mafê wê yê cihêbûnê nîn bû. Ji vî layî ve balkêþ e ku, Kosova wekî dewleteka serbixwe derkete meydanê. Ev bûyera hanê bala meriv dibe ser hinde tiþtan ku bê hela peywendîyên navneteweyî çawa çêdibin, li gorî kîjan prensîban çêdibin, xwe dispêrin kîjan hêzan? Ez ê hewl bidime xwe ku li ser van tiþtan rawestim.

Li salên 1990î di nav kurdan de bi pêþveçûn û geþbûna bizava neteweyî re çapemeniya tirk jî dest bi þîrovekirinên mîna “ne pêwîst e ku her miletek bibe xwedîyê dewletekê” têne îfadekirin derxistin pêþ. Qunciknivîsên rojnameyan fikrên xwe yên bi vî awayî li ser hev beyan kirin. Lê qet behsa wê nekirin ku, wekî mînak, ji Rojhelata Navîn bigre heta bi Afrîkaya Bakur çawa 22 dewletên ereb hatine danîn? Di nav van dewletan de Misira ku nufûsa wê 80 mîlyon e û Cîbûtîya ku nufûsa wê 500 hezar e jî hene. Di wan nivîsên ku behsa “ne pêwîst e ku her miletek bibe xwedîyê dewletekê” dikirin de qet behsa vê yekê nedihat kirin. Serxwebûna Kosovayê jî, piþtî salên 1990î, rastiya wê, piþtî ku Yugoslavya hilweþiya hîn dest pêbû, li ser hate axaftin û munaqeþe çêbûn. Piþtî ku slovenan, xirvatan, makedonan, bosna-hersekîyan (boþnaqan) û qerebaxiyan dest bi danîna dewletên xwe kirin, hingê danîna dewletekê ya bo arnawudên Kosovayê jî normal hate dîtin. Jixwe, fikra “ne pêwîst e ku her miletek bibe xwedîyê dewletekê” tenê bona kurdan dihate gotin. Ev gotin bona ku kurdan bi xew ve bikin, bona ku hiþê wan belav bikin û wan eware bikin dihate bikaranîn. Bi kîjan têgehan bête gotin jî, axir fikrekî layengîrê dewletê ye, piþtgirîya dewletê dike.

Di salên 1990î de Yekîtîya Sovyetan hilweþiya û 16 dewletên serbixwe derketin meydanê. Dîsa, li heman demê Yugoslavya hilweþiya û 7 dewletên serbixwe derketin meydanê. Çekoslovakya, wekî Komara Çekan û Komara Slovakan bû du parçe. Di wan salan de, ango di salên 1990î de li herêma Tîmora Rojhilatê ya Endonezyayê, li jêr pêþengîya Gusmao Hanan dewleteka nû ava bû. Pêþewayê bizava rizgariya neteweyî Gusmao Hanan ji girtîgehê hate derxistin û çû li ser textê serokatiya dewletê rûniþt. Di tu yek ji van dîyardeyan de dîtineka wekî “ne pêwîst e ku her miletek bibe xwedîyê dewletekê” nehate îfadekirin. Lê çi dema ku kurd daxwaz û hestên xwe yên azadbûnê beyan dikin, hingê, ev gotina “ne pêwîst e ku her miletek bibe xwedîyê dewletekê” tavilî derdikeve meydanê. Ji ber vê hewldana wan, kurd têne rexnekirin, car heye ku bi neteweperstî û heta ku bi nîjadperestîyê jî têne tawanbarkirin. Nûke erebên Filîstînê jî dixwazin dewleta xwe ya serbixwe ava bikin. Bona vê yekê bi dewleta Îsraîlê re hinde hevdîtinan çêdikin, bi rêyên cûrbicûr têkoþîna xwe berdewam dikin. Lêbelê tu kes, tu sazîyek ji filîstînîyan re nabêje “ji dewleta Îsraîlê cihê mebin, ligel îsraîlîyan, ligel mûsevîyan bijîn…” Ev gotinên hanê qet di nav hiþê kesî re derbas nabin. Serxwebûna dewleta filîstînîyan, ango danîna 23. dewleta ereb gelek siruþtî tê dîtin.

Ev fikir tenê bi gotina “ne pêwîst e ku her miletek bibe xwedîyê dewletekê” îfade nabe, hinde fikrên din jî hene ku ligel vê dîtinê îfade dibin û piþtgirîyê didin vê yekê. Dibêjin, “Her awayê neteweperestîyê xirab e; neteweperestîya serdestan jî xirab e, ya bindestan jî. Netewedewlet mir.” Ji kurdan re dibêjin “Netewedewlet mir, êdî sînor têne hilanîn, ev hewldana we ya bo danîna sînoran di berevajîya rojgara îroyîn de ye.” Ger netewedewlet miribe, ger va ye dimire, gelo ev çawa çêdibe ku piþtî hilweþîna Yekîtîya Sovyetan 16 dewletên serbixwe derketin meydanê? Ma Ermenîstan, Gurcîstan, Azerbaycan û Ukrayna bona ku dewleta xwe ya neteweyî daynin neketin nav hewldanên mezin? Di vê prosesê de Qazakîstan, Qirgizîstan, Tirkmenîstan, Ozbekîstan û Tacikîstanê serxwebûna xwe çawa bi destê xwe ve anîn? Ma serxwebûna komarên tirkî yên li Asyaya Navîn li Tirkîyeyê jî nehatin pîrozkirin? Karbidestên van dewletan, te divê li li Tirkîyeyê yan li wan welatan, çi dema ku li hev kom dibûn, beþdarîya merasiman nedikirin û nedigotin ku “bila serxwebûna dewletên nû heta bi hetayê berdewam bike”? Ma piþtî ku Lîtvanya, Estonya û Letonya bûn dewletên serbixwe, hingê tevli Yekîtîya Ewropayê nebûn? Çekya û Slovekya jî, Slovenya jî wisa nebûn? Moldova jî, Rûsyaya Sipî jî di prosesên bi vî awayî re derbas nebûn?

Ev dewletên nû li salên 1990î dema ku li ser hev ji kurdan re digotin “netewedewlet mir”, “ne pêwîst e ku her miletek bibe xwedîyê dewletekê”, “her awayê neteweperestîyê xirab e; neteweperestîya serdestan jî xirab e, ya bindestan jî” hatin danîn. Tiþtê ku bo kurdan tê pêþnîyazkirin tenê biratî, bihevrebûn û yekîtî ye. Lêbelê biratî, ger rewþ ji her du neteweyan re heman îmkanan pêk bîne dikane çêbibe. Wekî mînak, heta ku herwekî mûsevîyan dewleteka filîstînîyan çênebe di navbera wan de biratîyek çênabe. Heta ku erebên filîstînî di bin nîrê Îsraîlê de bin ne mumkin e ku “biratîyek” di navbera her du civatan de çêbibe. Li Qibrîsê, bona ku di navbera civatên tirk û rûm de biratîyek çêbibe, divêt Dewleta Tirk a Qibrîsa Bakur ji layê rûman û Yewnanîstanê ve, herwisa, ji layê civata navneteweyî ve bête nasîn, hîn mumkin e ku biratiyek çêbibe. Helbet ev tiþt bona kurdan jî hemin wisa ye. Heta ku rêvebiriyên ereb, fars û tirk bi awayekî hevpar kurdan di bin nîrê xwe de bihêlin, ne mumkin e ku biratiya kurdan û ereban, biratîya kurdan û farisan, biratiya kurdan û tirkan çêbibe.

Ez þexsen wisa difikirim, gelên ku bona mafên xwe yên neteweyî têdikoþin, di vê rêyê de bedel dane, divê bi astengiyên mîna terora dewletê pêþî li daxwazên wan neyê girtin. Civata navneteweyî dema ku mafê tayînkirina paþeroja xwe bona Qeredaxa ku nufûsa wê 600 hezar e, bona Cîbûtîya ku nufûsa wê li dora 500 hezarî ye, bona Kosovaya ku nufûsa wê li dora 2 milyonan e tesdîq dike lê ji meriv re ecêb tê ku bê hela çima vî mafî bona kurdên ku li Rojhelata Navîn nufûsa wan ji 40 milyonî zêdetir e nayne rojevê yan jî bona çi daxwazên wan nayêne bicihanîn?

Li dawiya sedsala 19. li cîhanê li dora 20-22 dewletên mîna Brîtanyaya Mezin, Fransa, Almanya, Îtalya, Spanya, Portekîz,  Îsveç, Hollanda, Belçîka, Împaratoriya Rus, Împaratoriya Awusturya-Macarîstanê, Împaratoriya Osmanî, Yewnanîstan, Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê, Arjantîn, Venezuela, Brezilya û Bolivya hebûn. Ev hejmar di roja îroyîn de ji 200î zêdetir e. 204 dewlet beþdarîya Olîmpiyatên Atîna-2004 kiribûn. Ji van dewletan 193 jê endamên Yekîtîya Neteweyan in. Ger netewedewlet miribe, ev çawa çêdibe ku li pey hev dewletên nû derdikevin meydanê?

Li nik van her sê þîretên wekî “netewedewlet mir”, “her awayê neteweperestiyê xirab e” û “ne pêwîst e ku her miletek bibe xwedîyê dewletekê”, þîreteka çaran jî tê kirin ku dibêjin “ger hûn bi neteweperestiyê pêþ ve biçin, hûn ê jî mîna dewleta tirk bibin dewleteka neteweperest û nîjadperet”. Yanî, dibêjin “çawa ku fehma dewleta tirk xwedîyê polîtîkayeka asîmilasyonîst e û kurdan înkar dike, hingê hûn ê jî polîtîkayeka wisa, wekî mînak, li hemberî asûrî-suryanîyan, li hemberî ermenîyan bimeþînin”. Meriv li hemberî van dîtinan, van ramanan, van þîretan heyirî dimîne. Çunke ne mumkin e ku tehdîteka kurdan li ser grûpên olî yan jî li ser grûpên etnîkî çêbibe. Ne mumkin e ku kurd polîtîkayeka asîmilekirinê li ser grûpên wisa bimeþînin. Ez ne di wê baweriyê de me ku niyeteka bi vî awayî di nav kurdan de hebe. Ev jî ji ber vê yekê ye ku, kurd nikanin rabin polîtîkayeka wekî asîmilekirina kurdên êzîdî, kurdên elewî bo muslumantiyê bimeþînin, herwisa, ne mumkin e ku kurd rabin asûrî û ermenîyan asîmile bikin yan jî rabin nasnameya wan înkar bikin. Aþkera ye ku çi nîyeteka kurdan ya wisa nîn e. Ne mumkin e ku kurd rabin ereb û ecem û tirkan jî asîmile bikin, amanceka wan ya wisa qet nabe mewzûya behsê jî. Ji reftariya kurdan ya ku heta bi roja îroyîn ji me ve dixuye, ne mumkin e ku meriv behsa tiþtekî wisa bike.

Bêguman neteweperweriya tirkî û neteweperweriya kurdî ne heman tiþt in. Ev her du neteweperwerî ji heman çavîyê xwedî nabin, ji çaviyên cihê xwedî dibin. Neteweperweriya tirkî dibêje “ez ê asîmile bikim, ez ê bipelêxim, ez ê tune bikim, ez miletekî-nîjadeka bilind im”. Lê kurd di nav hewldanê de ne ku ji bin zilmeka wisa, zordariyeka wisa xwe rizgar bikin. Kurd êdî jê haydar bûne ku neheqî û reftariyeka çawa li hemberî wan hatiye duristkirin, polîtîkayên çendî neheq li hemberî wan têne meþandin, çawa têne pelixandin, çawa tada li wan tê kirin. Kurd di nav hewldaneka wisa de ne ku ji vê rewþa xirab xwe rizgar bikin û nirxên merivatiyê bi destê xwe ve bînin. Ez di vê qenaetê de me, hêmana bingehîn ku dînamîzmê dide neteweperweriya kurdî ev e, ne ku ew fehma dibêje “yê herî mezin ez im, tenê yê ku dikane rêveberiyê bike, her ez im”. Ger ev hewldana ku dixwaze ji bin zordariyê, ji bin tehqîr û çewsandinê derkeve, ji layê hinekan ve wekî tehdîtekê bête dîtin, hingê dê ev yek bibe têgihîþtineka þaþ, dê bibe têgihîþtineka qestî.

Li Tirkiyeyê, ev her du prosesên ku ji layê hest û ramanê ve di berevajiya hev de pêk tên, yanî, neteweperweriya kurdî û neteweperweriya tirkî, herwekî ku heman tiþt bin, wisa têne têgihîþtin. Ev tiþt bi me nîþan dide ku bê hela îdeolojiya fermî ramana tirkî çawa kiriye haletê cotestandardîyê. Di roja 25ê sibata 2008an de li Diyarbekirê serhildaneka mezin hebû. Jin, ciwan, zarok, esnaf, kal û pîr…, qelebalixeka gelek mezin, girseyeka biheyecan, operasyona artêþê ya bo derveyî sînoran protesto dikir. Çapemeniya tirk zimanê xwe wisa dirêjî vê serhildana mezin dikir: “… zarokan jî bikar tînin, zarokan dixapînin, di numayîþê de zarokan derdixin pêþ.” Ger di întîfadayekê de zarokên filîstînî keviran biavêjin tankên Îsraîlê, ew dibin “generalên filîstînî, generalên Filîstînê, generalên Arafatî”. Ger zarokên kurdan kevir biavêjin tankên tirkan, wekî “bo îdeolojîyên menfûr zarokan jî bikar tînin” têne dîtin. Dema ku zarokên Filîstînê kevir biavêjin tankên Îsraîlê, hingê þîroveyên wisa têne kirin ku “ger di zarokan de jî wisa hestên neteweyî çêbûne divê Îsraîl tavilî rêyeka çareseriyê bibîne”. Lê dema ku zarokên kurdan kevir biavêjin tankên tirkan, dibêjin “jehrê xistine nav mejiyê teze yê zarokan jî, zarok jî xapandine…”. Polîs bona ku zarokan ji numayîþan dûr bixînin þeker didin wan, ku ev yek wekî tiþtekî pozîtîf tê nîþandan. Reftarî û ramana cotestandardbûnê tiþtekî wisa ye… Bêguman tiþtekî gelek kirêt û adî ye. Ev hemî ji ber wê ramana înkarker û îmhaker rû didin.

Dema ku di pevçûnan de leþkerek jiyana xwe ji dest bide rewþên sempatîk yên mîna “kezeb þewitîn”, hêstirên çavan wekî lehîyê herikîn”, “sê meh paþê dê daweta wî çêbibûya”, “ji teskereya wî re du roj mabûn” têne îfadekirin. Ger deh gerîla jî jiyana xwe ji dest bidin, dê û bavê wan ji nedîtî ve têne. Hûn dev ji behskirina dê û bavê wan, jin û zarokên wan berdin tew behsa hebûna wan bi xwe jî nayê kirin. Bi tevayî ew tune têne hesibandin. Gelo bi vê redkirinê, bi vê bêpaxaviyê, bi vê kîbrê, bi vê quretiyê dê ev prosesa ku navê “entegrasyonê” lê dikin, ev têkiliya ku navê “biratiyê” lê dikin çawa pêk were?

Di serhildana 25ê sibatê ya li Diyarbekirê de melayek bi Qurana ku di destê wî de bû dimeþiya. Çapemeniya tirk viya jî wekî “dîn tê îstîsmarkirin, dîn tê bikaranîn” rexne kir. Lêbelê dibe ku ev mela bi vê kirina xwe dixwaze tiþetkî wisa bibêje: “Hûn me kurdan tune dihesêbin, hûn mafên me nadin, hûn dixebitin ku me bikin tirk, çi peywendiyeka van tiþtan bi îslamîyetê re nîn e, çi têkiliya vê yekê bi Quranê re nîn e, Quran tiþtên wisa nanivîsîne…” Li derekê ku dîn û cereyanên dînî bi tevayî di bin kontrola dewletê de bin, ev ravekirina dînî ku ji layê kurdan ve tê kirin, aþkera ye ku dê li hemberî wê reaksîyon bêne nîþandan. Melayên tirk yên ku di bin sîwana Serekatiya Karên Diyanetê (Diyanet Ýþleri Baþkanlýðý) de ne fetwa didin ku “nimêja cenazeya terorîstan/gerîlayan nayê kirin”. Di rewþeka wisa de dema ku melayên kurdan rabin ji layê miletên bindest ve, ji layê aþtiyê ve îslamiyetê þîrove bikin, hingê dê reaksîyona serdestan bikþînin ser xwe. Ev fehma ku bi dewletê û bi sazîya Diyanetê ve girêdayî ye, dema ku berevaniya serxwebûna muslumanên Kosovayê dike, di heman demê de, piþtgirîya zilma ku li hemberî kurdên musluman çêdibe dike, vê zilmê teþwîq dike.

 

Ka Li Kîderê ne Ew Mertalên Zindî û Dijberên Þer yên Sala 2003yan?

 

Li nik van reftariyên ku dibêjin “her awayê neteweperestiyê xirab e”, “ne pêwîst e ku her miletek bibe xwedîyê dewletekê”, “netewedewlet mir”, “ger hûn bi neteweperestiyê pêþ ve biçin, hûn ê jî mîna dewleta tirk bibin dewleteka neteweperest û nîjadperet” reftariyeka din jî bal dikþîne ser xwe. Ka hela em mehên sibat û adara 2003yan bînin bîra xwe, wan rojên ku DYA amadekariya êrîþkirina çekdarî ya bi ser Îraqê ve dikir. Bona ku pêþî li vê mudaxeleyê bête girtin dijberiyeka þerî ya pêt hebû. Dijberên þer wekî mertalên zindî diçûn Bexdadê, di nav hewldaneka gurr de bûn da ku þerî bidin rawestandin. Wan rojan çapemeniya tirk; televîzyon, radyo û rojnameyên tirkan gelek zêde cih didan hest û raman û çalakiyên wan mertalên zindî. Televîzyon û radyoyan carînan nûçeyên derbareyê vê prosesê de wek nûçeya sereke pêþkêþ dikir, rojnameyan dikir manþet: “Dijberên þer li Londonê kom dibin. Dijberên þer di ser Îstanbulê re dê biçin Beðdadê û li wir bibin mertalên zindî.”, “Dijberên þer îro derbasî Parîsê bûn. Dê sibê li Wîyennayê bin.”, “Dijberên þer û mertalên zindî ku li Wîyennayê kom bibûn li Îstanbulê bi hevalên xwe yên tirk re hatin cem hev. Girseyeka qelebalix li Îstanbulê numayîþekê çêkir û daxuyanî da çapemeniyê.” “Dijberên þer li Anqereyê ne, her ku diçe ewên ku dixwazin bibin mertalên zindî zêdetir dibin.” “Mertalên zindî li Adeneyê ne.”, “Mertalên zindî li Mêrdînê ne.”, “Mertalên zindî di derîyê Xêbûrê re derbasî Îraqê bûn.”, “Mertalên zindî li Bexdadê ne.”.

Li wan rojan dijberên þer gelek bûn. Bona ku bibin mertalên zindî her kes bi hev re ketibû nav pêþbirkekê. Îcar em bala xwe bidin îro. Þeva 20ê sibatê artêþê operasyona bezandina sînor da detpêkirin. Bombebarandinên ku ji layê hêzên esmanî ve ku ji 16ê rêbendanê dest pêkiribûn û li ser hev berdewam dikirin, di 20ê sibatê de bi bizava dagîrkirinê ya hêzên bejayî re ketin merheleyeka nû. Gijkirina þerî ji layê dewletê û çapemeniya tirk ve, jixwe, bi mehan, heta ku bi salan berê dest pê kiribû. Di roja 5ê sermaweza 2007an de li DYA, di wê hevdîtina ku di navbera serokê DYA Bushî û serokwezîrê dewleta tirk Erdoðanî çibûbû de bo artêþê rê hatibû dayîn ku li derveyî sînor operasyonan bike. Ev þerekî rastîn bû. Deh hezar leþker, bi dehan frokeyên þerî û helîkopteran beþdarî kiribû. Li vir pirseka ciddî jî ev e: Ew dijberên þer yên sala 2003yan li kîderê bûn? Ewên ku li sala 2003yan bona ku bibin mertalên zindî bi hev re ketibûn nav pêþbirkekê niha li kîderê bûn? Endamên Partiya Civaka Demokratîk di rojên 4-6 sibata 2008an de çûn heta çiyayên Gebar û Cudîyê, bûn mertalên zindî. Li Qesrikê þevekê di çadiran de man. Bi hezarên wan jî heta bi Gebar û Cudîyê çûbûn. Ev girse, girseyeka telebkarê aþtîyê bû, banga aþtîyê diqîriyan. Di nav vê girseyê de, yên ku di sala 2003yan de bona ku bibin mertalên zindî bi hev re ketibûn pêþbirkê, hebûn? Ez bawer im ku nîn bûn.

Ev diyarde çi nîþan dide? Li Tirkiyeyê çi muxalefeta ku xweþbînî û erêkirina dewletê negirtibe tu þansekî jiyanê bona wê nîn e. Hûn dikanin hewldanên xwe yên muxalif berdewam bikin lê divê hûn rîsk bidin ber çavê xwe û vî karî bikin. Wekî mînak, mîna Partiya Demokrasiya Gel… Tu bizavek ku rîsk negire yan jî erêkirina dewletê negire nikane muxalefetê bike. Bizava ku li sala 2003yan dixwst dijberiya þerî bike û li hemberî þerî bibe mertaleka zindî, di piþt vê prosesê de xweþbînî û erêkirina dewletê hebû. Çunke dewletê bi wê fikara ku dê mifaya wê ji kurdan re hebe, nedixwest DYA bi awayekî çekdarî mudaxeleyê Îraqê bike. Îcar li 2008an, tenê Partiya Civaka Gel (DTP) gelek rîsk girtin ber çavan û dijberiya þerî, mertaliya zindî da meþandin.

Ev hemî tiþt bi me didin nîþan ku di peywendiyên navneteweyî de, ne ku nirxên mîna edalet, azadî, wekhevî, mafê merivan û serweriya huqûqê, darê zorê û hêzdarî serdest in. Belê, darê zorê û hêzdarî îstîqameta peywendiyên navneteweyî destnîþan dikin. Darê zorê û terora dewletê edalet, azadî, mafên merivan, aþtî û wekhevîyê difetisînin. Gelên ku edalet, aþtî û azadîyê dixwazin, ev helwêsta gel ya têkoþîna bo van nirxan wekî “terorê” tê binavkirin û bi terora dewletê re rû bi rû dimîne. Bi riya terora dewletê têdikoþin da ku ev gelên ku di vê rêyê de li ber xwe didin bêtesîr bibin.

 

Pirsa Kurd Çi ye?

 

Kurd di salên 1920an de li dewra Yekîtîya Neteweyan bi felaketeka mezin re rû bi rû man. Hêzên emperyal yên wê demê, Brîtanyaya Mezin û Fransayê û hevkarên wan yên li Rojhelata Navîn, ango ereb û fars û tirkan kirasekî lanetî li kurdan kirin. Kurd bi wê cografyaya ku li ser dijîn re hatine jihevkirin, parçekirin û parvekirin. Polîtîkaya derbareyê kurdan a Yekîtîya Sovyetan, ku di salên 1920an de ji hemîyan zêdetir behsa tayînkirina çarenûsa neteweyan dikir, ji polîtîkaya Brîtanyaya Mezin û Fransayê hîç ne cihêtir e. Polîtîkaya Moskowayê jî herwekî polîtîkaya London û Parîsê, polîtîkayeka dijberî kurd e. Ne alîgirê kurdên mezlûm têne pelixandin, na, piþtgiriya yên ku kurdan dipelêxin dike, li ser hesabê serdestên kurdan e.

Pirsa kurd çi ye? Di serî de divê bi têgehên zanistî, siyasî û dîplomasiyê bête têgihîþtin. Ev yek, hewldaneka wisa ye ku divê li derveyî pêþnîyaz û planên çareseriyê, bêyî ku bi pêþnîyazên çareserîyê re bête girêdan çêbibe. Dê mifayeka wê ya mezin hebe ku ger ev jihevxistin, parçekirin bi têgehên zanistiya siyasetê, bi têgehên peywendiyên navneteweyî, sosyolojî û antropolojîyê bête têgihîþtn. Pêwîstiya kê bi zanistiyê hebe dê ew hilberînîya wê bike. Di vê demê de pêwîstîya kurdan bi aþkerakirina polîtîkayên ku li hemberî kurdan hatine meþandin heye… Di vê çarçoveyê de akademîsyenên rojavayî, endamên zanîngehan yên rojavayî ku salên 1920î analîz dikin, bi taybet lêkolînerên îngilîz û fransiz, ji ber ku prosesên parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê ji ber çavan dûr xistine, divêt bêne rexnekirin. Tebîî ye ku lêkolînên derbareyê kurdan de bêne rexnekirin. Çunke kurd miletekî wisa ne ku hatine înkarkirin û tunekirin. Siyaseta qirêj ya vê derbareyê de ji layê Tirkiyeyê ve bi cîhanê, bi dewletên demokratîk yên cîhanê dane qebulkirin. Herwisa, divêt çapemeniya rojavayê, endamên çapemeniya rojavayê jî bêne rexnekirin. Sazîyên mafên merivan, sazîyên huqûqê yên rojavayê ku dibêjin teror û teror, lê piþtevaniyeka bêsînor didin terora dewletê û qet bala xwe nadin ser nerazîbûnên civakî jî, divêt bêne rexnekirin. Helbet divêt kesayetên sîyasî yên rojavayî jî bêne rexnekirin. Sazîyên mîna Yekîtîya Ewropayê, Konseya Ewropayê û NATO jî hemin wisa. Dibêjin Konseya Ewropayê wijdanê Ewropayê ye. Divê ew fehma “Wijdanê Ewropayê” yê li hemberî Kosovayê û li hemberî Kurdistanê bête pirsîyarkirin.

Heta ku meriv ji wê polîtîkaya neheq ku di prosesa Þerê Cîhanê yê Yekem de û piþtî wî, ji prosesa Konferansa Parîsê ya li sala 1919an û dewra Yekîtîya Neteweyan xeberdar nebe, pirsa kurd nayê fêmkirin. Di vê demê de ereb jî hatine parçekirin. Lê awayê parçekirina ereban û awayê parçekirina kurdan ji hev gelek cihê ye. Ereb jî hatine parçekirin lê bi demê re wekî dewletên cihê bi cihê yên serbixwe organîze bûne. Îro, ji Xelîçeyê Fars bigrin heta bi Fasê 22 dewletên ereb hene. Lêbelê kurd, navê kurdan û Kurdistanê bona ku ji ser zar û zimanan bête maliþtin hatine parçekirin û parvekirin.

Meþandina vê polîtîkaya ewçend neheq, li ser civaka kurdan karîgeriyeka gelek xirab kiriye. Jihevkirin, parçekirin û parvekirinê rewþeka wisa derxistiye meydanê ku, herwekî îskeleta civakê hatibe parçekirin, herwekî mejiyê civakê hatibe pelaxtin. Polîtîkaya asîmilasyonê, polîtîkaya înkar û îmhayê pêvajoyeka wisa pêk anîye ku, ev rewþa hanê hîn xirabtir be. Civak her ku çûye ji xwe dûr ketiye, bûye xerîbê xwe.

Li dewra Yekîtîya Neteweyan bi hewldanên dewletên Ewropayê di salên 1920an de li Rojhelata Navîn statukoyek hatiye pêkanîn. Ev stutatukoyeka wisa ye ku kurdan û Kurdistanê parçe kiriye, ew bêstatu hiþtine. Îro jî, her dixwazin ev statuko hemin bi wî awayî dewam bike. Li hemberî guherînên ku di lehê kurdan de ne, li hemberî daxwazên guherînê derdikevin. Polîtîkayên ku derbareyê arnawudên Kosovayê de û li hemberî kurdan pêk tînin, ji vî layê ve bala meriv dikþînin. Îro jî gelek dewletên Ewropayê, wekî mînak, Fransa û Brîtanya kurdan wekî kurd qeyd nake, di belegeyên fermî de kurdan wekî tirk qeyd dike. Divê kurd li hemberî vê reftariyê jî têbikoþin.

 

Dînamîkên Bingehîn Yên Neteweperwerîya Kurdî

 

Di nav kurdan de bizava neteweyî, neteweperwerî piþtî jê xeberdar bûyîna van neheqiyan, piþtî ji destê wan stendina mafên wan yên însanî dest pê dibe. Rastîya wê, ew pîjkirinên bindestîyê rê ji bizava neteweya kurdî re vedikin. Di nav kurdan de pêkhatina neteweperweriyê bi prosesa çêbûna fehmên wekî “Yê herî mezin ez im, yê herî esîl ez im. Ji ber ku ez yê mezin im, ez esîl im, hingê mafê birêvebirina grûpên din yên etnîkî jî mafê min e…” çênebûye. Piþtî ku kurd jê xeberdar dibe ku bê hela çendî neheqî li hemberî wan çêbûne, çiqas mexdûr bûne, çiqas hatine pelixandin, bona ku ji van polîtîkayên neheq ku li ser wan hatine arastekirin bifilitin û xwe bigihênin nirxên merivatiyê, di encama proseseka wisa de bi van hestan têdikoþin. Ji vî layî ve, di navbera neteweperwerîya tirkî û neteweperwerîya kurdî de, ji layê jêdera destpêka bizava neteweyî û amancên wê de cihêtiyên mezin hene. Her du neteweperwerî ji heman kaniyê, ji heman hest û ramanê xwedî nabin. Amancên wan ne wekî hev in, gelek ji hev cihê ne. Di nav kurdan de ew hêza maddî ya herî mezin dê ew neteweperweriya ku xwe dispêre van hest û ramanan be. Aþkera ye ku dê li paþerojan ev proses hêzeka maddî ya mezin pêk bîne.

Li nav kurdan, li Kurdistanê sinifek ku wekî sinifa burjuvazîyê bête navkirin, çênebûye. Rastiya wê, pêþî lê hatiye girtina ku sinifeka burjuvaziyê di nav kurdan de çêbibe. Ev, yek ji polîtîkayên bingehîn e ku dewlet bi israr li ser rawestiayaye. Karsazên kurd ku xwestine li ser axa xwe kargehekê ava bikin bi tundî hatine astengkirin. Li layê rojavaya Tirkiyeyê hinek kurdên karsaz hene lê rast nîn e ku meriv ji wan re bibêje karsazên kurd. Ew parçeyek ji burjuvazîya tirk in. Bêguman di nav wan de jî hindek kesên ku xwedîyê hesten netewayetîya kurdî bin jî hene, hindek kes hene ku xwe aîdê cîhaneka kurdî dibînin lêbelê ev jî bi wan peywendiyên ticarî û sinaî re, bi peywendiyên pare-bank-krêdî re, bi peywendiya bi sazîyên mîna Serokwezîrtî, Wezareta Îmar û Îskanê û Mudiriyeta Giþtî ya Rêyên Bejayî (Karayollarý Genel Müdürlüðü) re, bi awayê jiyana xwe re, bi tercîhên tehtîla xwe re parçeyek ji buruvazîya tirk in. Karsazên ku li ser axa xwe karsazîyê nekin, hilberîn û belavkirin û kontrolê di destê xwe de negrin, ne rast e ku ew wekî koma van karsazan wekî burjuvazîya kurdî bêne dîtin. Ji vî layî ve, ev kategorî di tevgera neteweyî ya kurdî de ne tu hêzek e. Ji ber van tiþtan hêza maddî tenê dikane li ser bingeha wan hest û ramanên ku me li jor behsa wan kir pêk were. Û êdî ne mumkin e ku ev hêz bi top û tifingan bête þkestin. Ev yek êdî proseseka wisa ye ku bi dînamîkên navxweyî yên kurdan geþ dibe.

 

_____________________

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

Çavkanî:  http://www.peyamaazadi.org

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org