|
Hejmara
Þeþemîn (6.) a Kovara Bîrê Derçû Roþan Lezgîn
Li
gor perîyoda kovarê, hinek derengî bikeve jî, hejmareke nuh ya kovara BÎRê
bi naverokeke dewlemend gihîþte ber destê we. Di
vê hejmarê de jî nivîs û gotarên li ser DDKOyan berdewam in.
Digel nivîsên dosyaya DDKO-II, hûnê gelek nivîsên balkêþ ên
din jî di vê hejmara BÎRê de bixwînin. Birêzan,
bi taybetî li Kurdistanê û bi giþtî jî li Rojhelatanavîn û dinyayê
de ewqas bûyerên girîng ên ku me eleqeder bikin hene, ne mimkune em di pêþgotinekê
de bi teferuat behsa wan bikin û li ser van bûyeran nihêrîna xwe bi
awayeke berfireh dîyar bikin. Digel vê yekê bi kurtî be jî, em dixwazin
li ser hinek mijar û bûyerên girîng ên di rojevê de bi çend gotinan
fikir û ramanên xwe binivîsînin. Çawa
ku hûn jî dizanin meha adarê, di dîroka me kurdan de meha bîranîna bûyerên
xweþ û nexweþ e: Helbet di meha adarê de xweþtirîn roj Newroz e.
Newroza
we pîroz be… Her
wiha di 1ê adara 1979 de serokê netewî yê kurd Mistefa Barzanî çû ser
heqiya xwe, di 6ê adara 1921 de serhildana Qoçgirîyê dest pê kir; di 6ê
adara 1975 de Peymana Cezayîrê hate îmzekirin; di 11ê adara 1970ê de
peymana xudmuxtariya Kurdistana Baþûr hate îmzekirin; di 16ê adara 1988
de komkujiya Helebçeyê çêbû; di 21-22yê adara 1937 de serhildana Dêrsimê
dest pê kir; di 31ê adara 1947 de jî serokê Komara Kurd a Mehabadê, Qazî
Mihemed û hevalên xwe hatibûn darvekirin. Bêþik hê gelek bûyerên din
jî hene ku di vê mehê de rû dane. Meha adarê, ji bo me kurdan bi bîranîna
bûyerên dîrokî û trajîk dagirtî ye. Ji vî çendî divêt em pratîk
û ceribandinên xwe yên dîrokî ji bîr ve nekin. Lewre cografyaya ku em
li ser dijîn û hawirdora welatê me, her tim musaîd e bo erdhej û hezazên
siyasî re. Bêguman
di nav sedemên rewþa îroyîn a kurdan de digel ku behra lawazî û
nezaniya kurdan bi xwe hebûye, ewçend jî neheqiya dewletên serwer ên
destpêka sedsala bîstan hebû. Li pey Þerê Duyemîn ê Cîhanî, pêkhatina
statuya nuh a Rojhelatanavîn di navbera dewletên serwer ên Rojava û
Rojhilat de bû sedemê parastina berjewendiyên hevpar ên pêncî salan.
Helbet hevkarî û berjewendîyên dewlet û miletan ne mutleq û neguhêrbar
in. Di vê çarçoveyê de, berjewendiya neteweya kurd li kû hebe dê gelê
kurd jî bi wê dewlet an gelî re hevkarîya xwe xurt bike, ne ku xwe bi
dirûþmên îdeolojîk ên tundrew bixapîne. Êdî têkoþîna li dijî
emperyalîzmê yan jî hevkariya ligel emperyalîzmê, wek dereweke qerase
di nava meydanê de dirize, ku bi tenê kêrî xapandina me kurdan dihête! Îsal,
sala Kerkûkê ye û di dereceya yekemîn de mesela çareseriya statûya
Kerkûkê dê mohra xwe li vê salê bixîne. Di eslê xwe de çareseriya
pirsgirêka Kerkûkê, çareseriya pirsgirêka netewî ya kurd e, ku kurd li
Rojhelatanavîn mezintirîn neteweya bêdewlet e. Gotina “divê
dewletên hawîrdor xwe hînî hebûna dewleteke kurd bikin” gelek rast e
û îradeya naveroka mafê çarenûsiya xwe dîyar dike. Bêguman di
vê cografyayê de pirsgirêk, tenê ne pirsgirêka neteweyî ya kurd e, di
nav sînorên dewleta Tirkiye û Îran û Surîyê de digel pirsgirêka
neteweyî ya kurd, pirsgirêkên neteweyên ciyawaz û naskirina mafê wan
ên rewa jî heye. Tirsa van dewletan ew e ku rewþa Kurdistana Baþûr,
bitaybet ji bo kurdên nava wan û miletên din, dê bibe model û mînakeke
þênber. Lêbelê hezar mixabin ku îro jî li Bakûr de bi destê kurdan
bi xwe ve propagandayek kesîf tê ajotin derbarê mefhûma dewletê ku
“dewletbûna kurdan tiþtekî xerab e, kirêt e û herwiha sedemên þer
û kuþtin û xwînrijandina gelan e”. Baþ e ger wisa be, hingê bo
çi îro jî li tevahî cîhanê de her millet dewleta xwe her diçin xurt
dikin û her wiha bo çi her milletek bê dewlet hewl dide û dixwaze bibe
xwedî dewlet? Bo çi gelên ku hejmara nufûsa wan bi sed hezaran e, bo wan
mafê dewletbûnê tête xwestin? Wek nimûne; Qibrisa bakûr, Qeredax,
Filistîna Ereb, Kosowa, Çeçenîstan û hwd. Helbet em bo van gelan
mafê dewletbûnê tiþteke tabiî û heq dibînin, lêbelê dema dor tê
milletê kurd divê durûtî neyê kirin û ev yek bo kurdan jî mafekî
rewa û tabiî bê qebûl kirin. Em bawer in ku divê kurd li dijî
dezenformasyona ku li vî warî de tête kirin hiþyar û agahdar bin.
Desthilatdar û rêvebirên Tirkiyê, bi taybetî jî artêþa tirk, her tim
gefan li Hukûmeta Federe ya Kurdistanê dixwin û dibêjin ku “kurd Kerkûkê
bi dest bixin, em dê bi zend û bendê girêdayî nemînin”. Baþ e, dema
ku Seddamî kurd û tirkmanên Kerkûkê qir dikirin, çima Tirkiyê gilî
û gazind nedikir û qet dengê xwe dernedixist? Wisa xuya ye, dema ku
erebkirin, qirkirina etnîkî, xirabkirin û guhartina demografyaya bajarê
Kerkûkê ji bo kêmkirina nufûsa kurdan bû, ev rewþ ji aliyê Tirkiyê
ve dihate qebûlkirin(!), Girêdana Kerkûkê li ser Kurdistanê ve, ji bo
çi nayête qebûlkirin? Ger tirkman ji bo vê yekê sebeb bêne nîþandan,
dîyar e ku ev behaneyeke bêbinyad e. Rejîma Seddamî muameleyên gelek
xerab anîn ser kurd û tirkmanên Kerkûkê, wê demê pêjnên humanîstî
yên dewleta Tirkiyê û yên din li kû bûn? Bi rastî mesele ne tenê
Kerkûk e jî, îro 40 % cografyaya Kurdistana Baþûr, ne di bin
desthelatiya Hukûmeta Federe ya Kurdistanê de ye. Ev pirsgirêk ne li gor
daxwaza Tirkiye û Îranê, dê li gor îradeya kurd û erebên Îraqê çareser
bibe. Çavkanî û rêbaza wê jî, benda 140. ê Qanûna Esasî ya Îraqê
ye. Derbarê meseleya Kerkûkê û paþvexistina referanduma Kerkûkê de
hemû hewldanên Tirkiyê bêencam dibin. Bitaybet di serlêdana serokerkan
û wezîrê derve yê Tirkiyê bo DYA de, ku daxwazeke herî girîng jî paþvexistina
referanduma Kerkûkê bû, lêbelê Amerîkayê bi zimanekî pirr zelal bersîva
wan da û piþtgiriya xwe ya bo proseya benda 140. jî dîyar kir. Êdî
derbarê realiteya kurd de tu dermanekî nikare endîþeya tirkan sivik
bike. Ji
ber ku di meseleya Kerkûkê de teseliya tirkan ketiye, êdî bi egera îlankirina
dewleteke serbixwe ya kurd, qirkirina tirkmanan û li wê derê hebûna PKK,
gefên ji bo dagirkirin û operasyonên li ser Kurdistana Baþûr têne
kirin. Li hemberî vî zimanê êrîþker, her gotareke birêz Barzanî
Tirkiyeyê dihejîne; di rojeva medyaya tirk de dibe xala pêþîyê û dibe
sedema nîqaþ û guftûgoyên di vî warî de. Ev jî, bi xwe nebawerbûna
dewleta Tirk nîþan dide. Lêbelê ew jî baþ dizanin ku hem ji aliyê rewþa
hundirîn ve û hem ji aliyê þertên navnetewî ve dagirkirin û
operasyona li ser Kurdistana Baþûr, bi çi sedemî dibe bila bibe, gelek
zehmet e. Jixwe, dema ku em li hewaya hundir binihêrin, ji gotar û
helwesta leþker û siyasiyan dîyar e ku, di polîtîkaya dewleta tirk de
nezelalî û duserîtîyek heye. Bitaybet, li van demên dawîyê bûyerên
ku li Tirkiyê çêdibin, bêþik pêwendiya wan bi duserîtî û
dijraberiya hêzên nav dewletê re heye. Pêla faþîzm û þovenîzma li
Tirkiyê bi destê van aliyan têye pêþxistin. Pêþkevtina
þovenîzm û nijadperestiya tirkan, ne rast e ku em wek encameke modernîzmê
(bajarîbûn; bêkarî, xizanî û globalîzebûn) dîyar bikin. Di rastiyê
de ev þovenîzm û nijadperestî xwedî rabirdû û mîraseke dîrokî ye.
Ev jî, xêza Ýttîhat we Terraqî bi xwe ye, ku rengê sereke yê
siyaseta tirk e. Kîjan partî dibe hukûmet bila bibe, desthilatiya rasteqîn
di destê vê xêza nîjadperest de ye. Daxuyaniyên
rayedarên tirkan û bi taybetî jî gotarên paþa û generalên teqawîtbûyî,
peyamên artêþa tirk in. Beriya wê jî gelek caran mesajên wisa hatin
ragihandin, lêbelê ta niha li ser hesabê demokratîkbûyîna Tirkiyê tu
encameke erênî nedane, berevajî wê, zixt û zordariya li ser kurdan hê
zêdetir bûye. Vê carê jî hesabên cûr bi cûr têne kirin; ji alîyekî
ve hesabên hilbijartinan têne kirin û ji aliyê din ve jî esker bi xwe
dixwaze di çarçoveya siyaseta “Tirkiyeyîbûnê” de mesajek bide
muxatabên (!) xwe û her wiha, bala gelê kurd ji ser meseleya Kerkûkê û
îlankirina dewleteke serbixwe ya kurd bikþîne bi aliyekî din ve. Ji vê
çendê siyaseta kurd divê bi tevayî dînamîkên xwe li peywira xwe ya dîrokî
xwedî derkevin û bi hîþyarî di nav tevgereke aktîf de bin. Piþtî
vê kurtenihêrînê, wek gotineke dawîn em dixwazin bidin zanîn ku, di
doza neteweyî ya kurd de, ew birîna ku her tim xwîn jê diherike, roj bi
rojê helandina zimanê me ye; erozyona daneyên kelepor û kultura me ye.
Ji vê çendê divêt em kurd ji her demê zêdetir di warê pêþxistina
ziman û kultura kurdî de xwe biêþînin. Êdî ew roj nêzîk bûye ku li
qada Tirkîyê, gelê kurd hem ji aliyê siyasî ve û hem jî, ji aliyê
ramanî û zimanî û kulturî ve, xwe bi awayekî serbixwe, wek kurd organîze
bike. Divêt tu caran neyête jibîrvekirin, ew serkaniya ku kurd pê dibin
kurd, zimanê kurdî bi xwe ye. Heta
hejmereke din bimînin di xweþîyê de.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org