|
Kuþtinên
Li Herêma Qedexekirî Û Çapemeniya Tirk Ýsmail Beþikçi Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn Serekerkaniya
Giþtî ya tirk li destpêka sala 2007an li bajarên Cûlemêrg û Þirnexê
deverên li layê sînor wek Herêma Qedexîkirî îlan kir. Têye zanîn ku
çûnûhata bo van deveran qedexekirî ye, di bin kontrolê de ye. Digel
viya, balkêþ e ku dîsa jî li vê herêmê di encama pevçûnan de kuþtinên
bi komelî çêdibin. Ger meriv bala xwe bide ser van pevçûn û
operasyonan, herwisa, meriv bala xwe bide ser ku bê hela çapemeniya tirk
van bûyeran çawa têdigihê û çawa dihelsengîne baþ dibe. Herwisa, ger
meriv balê bikþîne ser vê diyardeyê dê baþ be ku di roja 27 îlon
2007 de li gundê Hemkan ya Betuþebabê mînîbusek hate gulebarankirin û
di encamê de ji 13 kesên ku di mînîbusê de bûn 12 jê hatin kuþtin û
yek jî bi birîndarî reviya, xwe xelas kir. Piraniya
kesên di mînîbusê de korucu (cehþ) bûn. Di cuha avê de dixebitîn da
ku avê bikþînin gundê xwe. Xebata xwe ya wê rojê temam kiribûn û dê
vegeriyana mala xwe. Waliyê Þirnexê da zanîn ku êrîþ ji layê terorîstên
PKKê ve hatiye kirin. Roja din çapemenî, kanalên televîzyonan, radyo û
rojnameyan dest pêkir li “rêxistina terorê” naletê barandin. Behsa
“eþkiya”, “terorîstên fehþ”, “mêrkuj” û “hewldanên dawîn
ên terorê” hate kirin. Manþet tev bi vî rengî bûn. Qunciknivîsan bi
baldarî hewl dan xwe ku bi van têgehan, bi termînolojiyeka tawanbarkirinê
bûyerê þîrove bikin. Çapemeniya çep, çapemeniya rast, çapemeniya lîberal,
partiyên siyasî, sendîka, nivîskar û profesoran bûyerê bi van têgehên
tawanbarkirinê þîrove kir. Manþet hatin avêtin, nûçe hatin ragihandin
ku “Terorîst nahêlin ji xelkê re xizmet bête kirin, li hemberî yên
ku xizmetê dikin komkujiyê pêk tînin.” Partiyên
siyasî yên li parlamentoyê (TBMM) daxuyaniyên ku vê komkujiyê þermezar
dikin belav kirin. DTP (Partiya Civata Demokratîk) jî vê bûyerê þermezar
kir. Lêbelê di navbera daxuyaniya þermezarkirinê ya DTP û daxuyaniyên
þermezarkirinê yên partiyên din de cihêtiyeka mezin hebû. Di daxuyaniyên
partiyên din de rasterast PKK berpirsiyarê vê bûyerê dihate dîtin û
di vê çarçoveyê bûyer dihate þermezarkirin. Lêbelê, di daxuyaniya
DTP de kiryarên komkujiyê dihatin þermezarkirin, di vê navberê de, ji
hukûmetê dihate xwestin ku hewl bide xwe da ku berpirsiyarên bûyerê bêne
dîtin. Çapemeniya
tirk li ser daxuyaniya waliyê Þirnexê, PKK wek berpirsiyarê bûyerê dît
û li hemberî PKK, li hemberî DTP dest bi êrîþeka tund kir. Divêt
meriv bi teferuat û bi baldarî li ser vê prosesa hanê raweste. Çapemenî
di vê bûyerê de gumanê nabe ser rêxistineka din û êrîþ dibe ser
PKK, êrîþî serkirdeyên Kurdistana Bakur dike. Divêt meriv bala xwe
bide ser vê babetê jî. Bêguman ger meriv bala xwe bide ser rewþa wan
rojan, hingê gelek teferuat hene ku meriv guman ji rêxistineka din jî
bike. Di wan rojan de efserekî maliniþîn ku li Þemzînanê wezîfe
kiriye, derbareyê wezîfeya xwe ya li wê herêmê kitêbek daye weþandin.
Mîralayê malniþîn Ekrem Sarýzeybekî di kitêba xwe ya bi navê Ýhaneti
Gördüm (Pozitif Yayýnlarý, îlon 2007) de daxuyaniyên wisa belav
dike ku “Me ji leþkeran tîmên birîh (yên ku rîha xwe berdane) pêk
anîn, me kincên PKK li wan kirin, me bi destê wan li Þemzînanê teqemenî
dan çêkirin, me bi destê wan roket avêtin nav bajêr. Me bi lidarxistina
rewþa þerî li ser gel fiþarê pêk anî…” (Milliyet, 26
îlon 2007) Îhtîmal ew e ku, ev komkujiya ku li gundê Hemkan ya Beytuþebabê
jî bi destê van tîmên birîh ku kincên PKK li xwe kirine pêk hatibe. Dîsa
li wan rojan derbarê doza kuþtina Hrant Dink de jî bûyereka balkêþ rû
da. Deþîfreya kesate axaftina di navbera polîsekî û muxbîrê polîs de
ku demeka kin piþtî bûyerê çêbûbû, di roja 27 îlon 2007 de li
rojnameyên wek Radikal û Milliyetê hate weþandin. Manþeta
rojnameya Radikalê wisa bû: “Diyaloga dehþetê ya polîsî, hîn
ku cenazeyê Dinkî li erdê bûye, polîs dizanîbû ku dê ew çawa bête
kuþtin”. Ev yek rola sereke ya polîsan di kuþtina Hrant Dinkî de
bi awayekî vekirî derdixîne meydanê. Avukatan li daniþînên dadgehê
derbarê polîsan de gilî kirine. Lêbelê digel ku têkiliyeka ewçend
vekirî û pêwendiyeka organîk di meydanê de ye jî, dîsa, dadgehê bi
mebesta “raza dewletê” nehiþtiye ku derbarê polîsan de doz bête
vekirin. Herwisa, dibêjin ku ew dosyaya derbarê muxbîrê polîs de jî
winda ye. Ev bûyerên hanê divêt bînin bîra çapemenî û qunciknivîsên
tirk da ku derbarê bûyera Beytuþebabê de ew guman ji rêxistinên din jî
bikin. Lêbelê nakin. Bûyereka
din ku rêxistineka ji derveyî PKK tîna bîra meriv jî di roja 9 sermawez
2005 de li Þemzînanê bombekirina Umut Kitabevi (Umut Kitêbfroþ) ye. Bi
awayekî vekirî têye zanîn ku ev bombekirin ji layê JÝTEMê ve pêk
hatiye. Kiryarên vê bûyerê li ser kar hatin girtin. Ji van giþan jî wêdetir,
ew herêma ku niha 250 hezar leþker tê de hatine bicihkirin, bi taybet bûye
herêmeka qedexekirî, çûnûhata wira hatiye qedexekirin, gelo ev çawa
dibe ku li herêmeka ewçend di bin kontrolê de “terorîst” dikarin bûyereka
wisa berfireh çêbikin? Du
roj piþtî bûyerê PKK da zanîn ku tu pêwendiyeka wan bi wê bûyera ku
li Þemzînanê li gundê Hemkan rû daye, bi gulebarankirina mînîbusê û
bi komkujiyê re nîn e. Ev bûyer yan ji layê korucuyan ve yan jî ji layê
endamên JÝTEMê ku kincên PKK li xwe kirine ve çêbûye. Vê daxuyaniyê
qet bala çapemeniya tirk nekiþand, qet bala xwe nedan ser. Mîna nûçeyekê
jî di çapemeniyê de cih negirt. Lêbelê berdewam PKK hate tawanbarkirin.
Karbidestên PKK jî berdewam delîlên ciddî derxistin pêþ û korucu yan
jî JÝTEMa ku li piþt wan e nîþan dan. Li rojnameya Gerçek Demokrasi
ya roja 14 kewçêr 2007 de nûçeyek bi sernavê “Nexþeya wê JÝTEMê
danî, korucuyan kuþt” heye. Ev nûçe hîn baþtir bûyerê aþkira
dike. Digel van hemiyan, ev gelek vekirî ye ku reftariya medyayê, ne ew
reftariya li gorî rola çapemeniyê ya di nav civakê de û li gorî qanûna
exlaqî ya çapemeniyê ye. Beriya her tiþtî divêt çapemenî derbarê bûyeran
de agahiyên rast bide. Bi derewan pêkanîna reaksiyona civatê û xwepêþandan
û mitîng û meþan divê nebe peywira çapemeniyê. Parlamentoyê
(TBMM) þandeyekê bonê lêkolînan þande cihê bûyerê. Di nav Komîteya
Lêkolîna Mafên Merivan ya Parlamentoyê de ji DTP Akýn Birdal jî hebû.
Jixwe, pêkhatina þandeyeka wisa li ser pêþniyaza Akýn Birdalî çêbûbû.
Komîsyona lêkolînê bona ku pê biçin cihê bûyerê ji waliyê Þirnexê
helîkopterekê xwestibû. Walî bi mebesta ku “helîkopter di xizmeta leþkeran
de ne” vê daxwaza wan neanî cih. Di dema lêkolînan de gelek astengî
li pêþiya komîsyonê hatin derxistin. Komîsyonê daxuyaniyekê belav kir
ku “di encama lêkolînan de me nikanî tu delîleka musbet peyda bikin
ku bê hela ev komkujî ji layê kê ve hatiye kirin”. Bi rêyeka din
dihate gotin ku “kiryarê vê bûyerê ne PKK ye…” Bûyerê çawa
ku rû da, demildest PKK hate tawanbarkirin. Ger em bala xwe bidin ser van
daxuyaniyan dê bête dîtin ku hêzên din vê bûyerê anîne rojevê. Ji
van giþan encameka wisa derdikeve meydanê ku karbidestên tirk, çapemeniya
tirk li hêviya wê ne ku PKK bûyerên mîna bûyera gundê Hemkan pêk bîne
û êrîþî xelkê sivîl bike. Çi dema ku PKK vê yekê neke dê li ser
navê PKK tîmên birîh yên ku kincên PKK li xwe kirine, ew bi xwe bikin.
Li rojnameya Hürriyetê ya roja 11 kewçêr 2007 daxuyaniyeka
Senatoya Unîversîteya Trakya hate weþandin. Di vê daxuyaniyê de “rêxistina
terorê ya cudaxwaz” ji vê komkujiyê berpirsiyar têye dîtin. (r. 26)
Ev yek dide nîþan ku bê hela li ser bingeha derewan manîpulekirina
rayagiþtî ta kîjan radeyê çêdibe. Serokê giþtî yê CHP (Partiya
Komara Gel) Deniz Baykalî roja yeke ya eydiya Remzanê li Þirnexê di nav
leþkeran de derbas kir, wî malbatên ku merivên wan ji layê “rêxistina
terorê ya cudaxwaz” ve hatine kuþtin ziyaret kir. (Milliyet, 13
kewçêr 2007, r. 17) Çend
roj di pey re jî li Îzmîrê li ser hev çend teqemenî çêbûn.
Karbidestên tirk û çapemeniya tirk di vê bûyerê de jî daxuyaniyên ku
“rêxistina terorê” tawanbar dikin belav kirin. Li çapemeniyê nûçeyek
hate weþandin, yê ku li Îzmîrê bombe teqandiye jî yekî “birîh” bûye. Þeva
3 kewçêr 2007 êrîþeka bombeyî bi ser avahiya Partiya Civaka Demokratîk
ve hate kirin. DTP di daxuyaniya xwe de da zanîn ku “yên ku komkujiya
Beytuþebabê kirine, yên ku teqemeniyên li Îzmîrê kirine û yên bombe
avêtine navenda me, ji layê heman navendê ve hatine birêvebirin”. Yê
ku bombe avêtibû avahiya DTP hat girtin, lê serbest hate berdan. Roja þeþê
îlonê li Eminönüya Setenbolê bombeyek avêtin avahiya DTP. Yê ku bombe
avêtibû penah bire polîsxaneyê. Di meha Kewçêrê de gelek êrîþên
berdewam li ser avahiyan DTP yên li bajar û bajarokan hatin kirin. Li
bajarên mîna Erzirom, Xarpêt, Bursa û Antalya êrîþên gelek tund bi
ser avahiyên DTP ve hatin kirin. Polîs jî di nav temaþevanan de bûn.
Niha, li Anadoliya Rojava û li Anadoliya Navîn beþeka mezin ji avahiyên
DTP hatine ruxandin, xirabe bûne. Tabelayên wan tev hatine þikandin û
parçe kirine, derî, pace û çarçove giþ hatine þikandin, çi alav û
amûrên ku li buroyan hebûn, avêtine kuçeyê û agir bera wan dane. Li
hin ciyan agir bera avahiyê jî dane. Di
roja 20 kewçêr 2007 de li herêma Oremar ya Cûlemêrgê êrîþek bi ser
berbûyên dawetekê ve hate kirin. Çapemeniya tirk nûçeya vê bûyerê
wisa da: “Rêxistina terorê mayîna ku li bin erdê bicih kiribû ji dûrî
ve bi kumandayê teqand.” (Radikal, 2 kewçêr 2007) dîsa bûyerê
xistin stûyê PKK. Lê PKK bûyerê þermezar kir. PKK di heman rojê de da
zanîn ku bûyer ji layê leþkeran ve hatiye kirin. Belam çapemeniyê qet
pax bi vê daxuyaniyê nekir. Di vê bûyerê de jî, berdewam PKK hate
tawanbarkirin. Tirkiye
ji terorê gelek gazindan dike. Lêbelê ew bi xwe ji peywendîdanîna ligel
yên ku kesên din bo wan dibêjin “terorîst” qet xwe paþ ve nade. Wek
mînak, dikare di demeka kin de ligel Hamasê peywendî dayne û vê
peywendiyê geþtir bike. Gerîlayên vê rêxistinê çi dikin? Wek mînak,
yek ji vê rêxistinê bombeyê bi nava xwe de girê didê û diçe
resturantekê ku mûsewî (cihû) xwarinê dixwin û li resturantê bombeyê
diteqîne. Di vê teqemeniyê de zarok, jin, kal û pîr, ango xelkê sivîl
tê kuþtin. Yan jî diçe eywanekê ku mûsewî tê de dawetê dikin, dîsa
kuþtinên bi vî rengî çêdibin. Gerîlayên vê rêxistinê siwarê
otobusekê dibin û di encama çêkirina bûyerekê de bi dehan mûsewîyên
sivîl têne kuþtin. Herwisa, têye zanîn ku êrîþên bi vî awayî
berdewam têne kirin. Ger em bala xwe bidin ser, PKK, ji bilî korucuyan li
hemberî xelkê sivîl êrîþên wê yên bi vî rengî çênebûne. Ger bûne
jî gelek kêm in. Helbet divêt em bala xwe bidin ser wan bûyerên ku ji
layê yên “birîh ku kincên PKK li xwe kirine” ve hatine kirin jî. Li
dawiya salên 1990 û destpêka salên 2000an bûyerên revandina keþtiyan,
êrîþa li ser otelan ku ji layê çeçenan ve dihatine kirin ku ev bûyerên
hanê ji layê karbidestên tirk û çapemeniya tirk ve rewa hatine dîtin. Niha
li Tirkiyeyê ew êrîþên ku li Îraqê têne kirin wek “êrîþên
berxwedêran” têne dîtin. “Berxwedêr” çi dikin? Wek mînak,
“berxwedêrekî” sunî bombeyan bi nava xwe ve girêdide û diçe li
mizgefteka þîayan bombeyan diteqîne, 40-50 kesên ku ji xwe re îbadetê
dikin têne kuþtin, bi qasî wan jî birîndar çêdibin. Yan jî,
“berxwedêrekî þîa” diçe mizgefteka sunniyan û bombeya ligel xwe
diteqîne, 50-60 meriv têne kuþtin, bi qasî wan jî birîndar çêdibin.
Ev êrîþên hanê ji layê karbidestên dewleta tirk û hukûmeta wê ve,
ji layê çapemeniyê ve wek “terorê” nayêne dîtin, ji wan re dibêjin
“berxwedêr”. Ger ev “berxwedêr” li hemberî kurdan êrîþekê
bikin, di binî re piþtgiiya wan dikin. Çend sal berê qeyraneka karîkaturan
rû dabû. Hindek karîkaturên ku ji layê karîkaturîstekî hollandî ve
hatibûn çêkirin, herwekî ku heqaretê li îslamîyet û Quran û Mihemed
Pêxamberî hatibe kirin, wisa hatin dîtin. Di vê çarçoveyê de ji Fasê
bigrin heta bi Endonezyayê musluman rabûn piya. Numayîþ, xwepêþandan,
boykot û tehdîdan bi mehan berdewam kir. Ew Cîhana Îslamê ku bona çend
karîkaturan rabûbû piya, li hemberî teqemeniya li nav mizgefeteka þîayan,
yan jî li hemberî teqemeniyeka li hemberî mizgefta sunniyan bêndeng dimîne.
Ev êrîþên wisa, gelo li gorî îslam û Quran û hizrên Mihemed Pêxamberî
ne? Dema
ku “teror” û “terorîst” têne gotin, divêt ev diyardeyên wisa,
ev prosesên wisa jî bêne ber çav. *
* * Bi
qasî hefteyekê piþtî wê bûyera ku li gundê Hemkan rû dabû, xeberek
hat ku îcar li Þirnexê, li Çiyayê Gebarê di encama pevçûnekê de 13
leþkeran jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê xeberê çapemeniyê got
“dilê 70 milyon kesî þewitî” û dest bi kampanyaya dilþewitîne
kir. Hestên tolhilanînê har kir. Meriv dikare ji viya re bibêje ku ew
jana dil suîstîmal dikin. Gelo ev reftariyeka çapemeniyê ya li hemberî
civakê ye ku beriya analîz bike bê hela ev leþker çima di pevçûnê de
hatine kuþtin, rabe hestên tolhilanînê har bike? Ev reftarî bi exlaqê
qanûnên çapemeniyê re diguncin gelo? Du
layên ku li hemberî hev þer dikin, çapemenî tenê êþ û hestên layekî
dide xuyakirin. Layê din jî herwekî zerarmendên ku divê bêne tunekirin
nîþan dide. Di wan rojên ku van bûyeran rû dida de teqemeniyekê ku li
Çelê rû dabû jî balkêþ bû. Sê zarok li ser çopa leþkeriyê
digerin, bombeyekê ku wan di nav çopê de dîtibû di destê wan de diteqe
û her sê zarok jî birîndar dibin. Ji zarokan yek jê dema ku dibine
nexweþxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest dide. Nivîsara bi sernavê “Çopa
leþkeran dîsa kesekî kuþt” ku di roja 8 kewçêr 2007 de li rojnameya Gündem
weþiya, balkêþ bû. Rojnameya Gerçek Demokrasi li roja 15 kewçêr
2007 cih dide nûçeyeka wisa, dibêje “Li Îdîrê bombeyên ku li talîmgeha
leþkeriyê hatin dîtin bûn sedemên mirina du þivanan ku yek jê 14 û
yek jî 15 salî bû”. Çapemeniya tirk ku li ser mirina leþkeran di manþetê
de dibêje “dilê me þewitî”, qet tu xebera wan zarokên ku li ser çopê
geriyane û bombeya ku dîtine û di destê wan de teqiyaye ku pê re birîndar
bûne, herwisa, mirina van her du þivanan neda. Gelo ne pêwîst e ku meriv
wê prosesa ku zarok û malbatan muhtacî çopê dike têbigihê? Gelo kî
dikare bombeyan di nav çopê de birijîne?
Ev
diyarde, ev prosesên hanê bi me didine nîþan ku bê hela ew mesafeya
civakî û psîkolojîkî ya di navbera kurdan û tirkan de çendî kûr e.
Dîsa di hemin wan rojên ku em behsa wan dikin de li dorûbera Þirnexê di
encama pevçûnekê de gerilayên ku hatibûn kuþtin, rê nehat dayîn ku
cenazeyên wan di nexweþxaneyê de bêne þuþtin. Bona ku cenazeyan biþun
av jî nehate dayîn. Cenaze li newalekê bi ava sar hatine þuþtin.
Herwisa, leþkerekî bi eslê xwe kurd yê ji Nisêbînê li baregeha leþkerî
ya Boðatepe ku girêdayî Fermandariya Navenda Jenderme ya Qersê ye di nav
piþta xwe re gule lêketiye lê gotine “wî xwe kuþtiye” û cenazeyê
wî teslîmî malbata wî kirine. Ev jî xeberek ji xeberên balkêþ e. Û
li roja 27 îlon 2007 ku li Xozatê gule berdan xelkê sivîl jî, divêt di
vê çarçoveyê de bête dîtin. (Gerçek Demokrasi, 13 kewçêr
2007) Ev nûçeyên hanê ji wan nûçeyan in ku, di çapemeniya tirk de cih
negirtine. Rojnameyên mîna Gündem, Güncel, Gerçek
Demokrasi û Azadiya Welat ku cih didin van rastiyên hanê, van
bûyerên ku berdewam rû didin diweþînin, her tim bi girtinê re rûbirû
dimînin. Divêt meriv bala xwe bide ser vê yekê jî. Girtina rojnameyan,
cezakirina wan jî qet bala çapemeniya tirk nakþîne. Meriv nikare bibêje
ku çapemeniya tirk di warê pirsa kurd de, di warê rûdanên derbarê
kurdan de xwedî roleka tendurist e. Çapemeniya ku mîna liqeka muxaberata
neteweyî ya tirk (MÝT) dixebite, ne di wê astê de ye ku derbarê bûyeran
de nûçeyên rast û tendurist bigihîne rayagiþtî. Herwekî
ku têye dîtin, polîtîkaya ku Tirkiye li hemberî kurdan têye meþandin,
xwe naspêre mafên merivan, huqûq û azadiyan, na, xwe dispêre hêzdarî,
terora dewletê û derewan. Ew bûyera ku di roja 29 îlon 2007 de li Hemkan
a bi ser Beytuþebabê ve rû da, mînakeka balkêþ e ji vê polîtîkaya
ku xwe dispêre terora dewletê, hêzdarî û derewan. Polîtîkaya ku xwe
dispêre hêzdarî û teror û derewan, bona ku zora aqil û zanistê bibe,
têye bikaranîn. Li enternetê li malpera Dengê Kudistan (www.kurdistan.nu)
derbarê kuþtina 13 leþkerên ku li bûyera ku di roja 7 kewçêr 2007 de
li Çiyayê Gebarê rû dabû de nivîsarek bi sernavê “Çýlgýn bir
maceraya sürüklenirken” hatibû weþandin. Di vê nivîsara ku di roja 8
kewçêr 2007 de hatiye nivîsîn, derbarê kuþtina 13 leþkeran de gelek
gumanên balkêþ dedikevin pêþ. Dengê Kurdistan di nivîsareka din ya bi
sernavê “13 asker psikolojik savaþýn kurbaný mý?” di roja 18 kewçêr
2007 de weþandiye ku wan gumanan hîn berfirehtir îfade dike. Ahmet Altan
jî di roja 16 kewçêr 2007 de li malpera www.gazetem.net
de di gotara xwe ya bi sernavê “Yönet” de guman û hizirînên bi vî
rengî derdixîne pêþ. Ger meriv bala xwe bide ser van gotaran dê baþ
be. Herwisa, têye zanîn ku van bûyerên bi vî rengî ji xwe re dikine
hincet da ku êrîþî derveyî sînoran bikin. Tirkiye
hewl dide xwe da ku tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe, yan jî xwe wisa nîþan
dide. Lêbelê di navbera vê polîtîkaya ku li hemberî kurdan têye meþandin
û xwestina tevlîbûnê bo Yekîtîya Ewropayê de nakokîyeka kûr heye.
Ev nakokî jî gelek aþkera ye. Ev
jî dê gelek baþ be ku meriv ji layê ekonomiyê ve bala xwe bide ser
encamên polîtîkaya ku xwe dispêre terora dewletê, hêzdarî û derewan.
Ev jî, meriv dikare bi sernavê manþeta du rojnameyan nîþan bide. Di
rojnameya Milliyetê ya roja 17 kewçêr 2007 de hatiye nivîsîn ku
“xwediyê du buhatirîn xaniyên li cîhanê tirk in”. Ji van her du
“tirk”an yek jê Xalis Toprakê Licêyî ye. Milliyetê çavkaniya
vê nûçeyê kovara Forbes ya meha kewçêra 2007 nîþan dide. Di
rojnameya Cumhuriyetê ya roja 17 kewçêr 2007 de jî nûçeyek wisa heye
ku dibêje “Tirkiye zirara ku ji sedemên bêrayî, zîmmet û bertîlxwiriyê
dike, di nav dewletên cîhanê de derketiye rêza sisêyan”. Encameka girîng
ya polîtîkaya ku xwe dispêre hêzdarî, terora dewletê û derewan,
herwisa, bi awayekî sîstematîk pêkanîna pêþîlêgritina derbirina
azadiya ramanê, hingê dê ev be. 24
kewçêr 2007 _____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
www.peyamaazadi.org
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org