Li Ser Bûyera Þêxanê

 

Roþan Lezgîn

 

 

Ez kurd im, muslumanekî sunnî me. Dema ku min çavê xwe li dinyayê vekirine, bêyî vîna min, bêyî ku ez bikaribim netewe û oleke din bo xwe hilbijêrim, ev her du dîyardeyên ku nasnameya min dîyar dikin, ev her du dîyardeyên ku bi awayekî bingehîn rengê jîyana min tayîn dikin, li ser min hatine sepandin.

Ez baþ dizanim, li jiyanê di pêwendîyên mirovane de ji bo kesekî ji civakê mensûbîyeta netewayetî û oldarîyê têye çi wateyê. Her wiha, dîsan ez baþ dizanim, rewþ û pozîsyona van her du dîyardeyan di vê cîhanê de ji bo pêwendîyên komelî têye çi wateyê.

Ez ji van her du taybetmendîyên xwe yên aîdîyetîyê ne poþman im. Ez bi van her du dîyardeyan ne zêde serbilind im û ne jî ji wan þerm dikim. Ez van her du dîyardeyan ne ji yên din bilindtir û ne jî nizmtir dibînim. Çawan ku ev her du dîyarde li ber çavê min birûmet in; çawan ku ev her du dîyarde li ber dilê min pîroz in; çawan ku ez naxwazim hîç kesek bêrêzîyê li hemberî van her du dîyardeyên min bike; çawan ku ez naxwazim tu kes min ji ber taybetmendîyên aîdîyetîyê tacîz bike; hingê divê ez jî her tim xwe kontrol bikim da hîç carekê li hemberî dîyardeyên din bêrêzîyê nekim.

Lêbelê, çi dema ku dîyardeyek dikeve bin fiþara dîyardeyeke din, te divê bila ne ya min be jî, wek mînak, digel ku ne ola min e jî, lê heke êzdîyatî bikeve bin fiþara muslumantîyê (sunnî); bi wateyeke din, heke êzidî ji ber êzdîyatîya xwe tûþî fiþar û serdegirtinekê bibin, hingê divê pêþîyê ji ber wijdana xwe ya mirovayetîyê ez xwe bidim piþta êzidîyan heta ku ew fiþar û zilm ji navê bête hilanîn.

Heke yekî roþinbîr be, hingê divê rasterast berpirsîyarê wê fiþar û zilmê be. Çunke roþinbîr berpirsîyarekî wijdanî ye; berpirsîyarê hemû nexweþîyên dema xwe û yên paþerojan e! Ji vê çendê heke di roja îroyîn de li devereke welatê me êzidîyek ji ber êzdîtîya xwe tûþî talan û xirabkarî û wêrankirina muslumanan hatibe, wek merivekî musluman ez berpirsîyarê vê kirinê me; heke ez bêdeng bimînim yan jî qebul bikim, hingê ez jî hevkarê wê gunehê me!...

Ger ez li ser navê roþinbîrîyê hin kar û xebatan bikim, cihê ku pêwîstî bi gotinekê hebe lê ez rabim bi zanebûn xwe li bêdengîyê daynim, xwe kerr bikim, dengê xwe bilind nekim, li ser bûyerê gotina xwe nebêjim, hingê ev tawana min ducar zêdetir dibe!

Berpirsîyarîya wijdanî, girantirîn bar e. Heke merivekî sade ji ber erka xwe ya berpirsîyarîyê gotina xwe dibêje, divê baþ bifikire û bipêje hê bibêje. Heke ew kes roþinbîrek be, berpirsîyarekî bilind ê ji civatê be, hingê çi dema ku gotina xwe dibêje, divê hezaran car bipîve, biwezinîne û bipêje hê bibêje. Çunke ew maf ji bo van kesan nîne, ku îro rabin gotinekê bibêjin, sibehê jî paþ ve bigrin!

Belê, çawa ku têye zanîn, li Kurdistana Baþûr, li bajarokê Þêxan bûyereke nexweþ li roja 15. 02. 2007 rûdaye. Ango ji ber kiryareke þaþ a cahilane bûyerên nexweþ rûdane; di encama nezanî û cehaletê de birayên me yên kurdên êzidî tûþî xirabkarî û wêrankirina birayên me yên kurdên sunnî hatine. Di vê bûyerê de þewitandina dikan û otomobîlan zêde ne tiþtekî girîng e, lewre cihê wan dikare zû bête tijîkirin. Lê ew xirabkarîya ku li ser heyînên pîroz ên ola êzdîyatîyê hatine kirin ku dê cihê wan tijî nebe, ez bi xwe jî gelek zêde pê êþiyame.

Li ser vê bûyerê, berîya her kesî, roþinbîrên kurd, birayên me yên êzîdî dengê xwe bilind kirin. Li ser vê bûyerê daxuyanîyên xwe dan, bîr û raya xwe beyan kirin û dengê xwe ragihandin ta bi me. Ev refleks, gelek normal e, çunke derb li kê ketibe pêþî dilê wî jan dike.

Birayên me; roþinbîrên me; kurdên me yên êzîdî, gilî û gazincên xwe dikin ku, nivîskar û roþinbîrên kurd ên din kesî deng li xwe nekiriye, xwe li kerrîtîyê danîne. Wek numûne, birêz Eskerê Boyîk li malpera http://www.pen-kurd.org/ di roja 26. 02. 2007 de dibêje:

“Min dixwest seva wan bûyaran, ne ku tenê Baþûr, lê heçar perçên Kurdistanê û ji welêt der bibya qîrîn, hewar-gazya gelê kurd, xazma ya giregir, rewþembîr, sîyasetmendar, oldarên meye Kurdên musulman. Partî û komele, sazî û dezgehên kurdan pêþda bihatana, gilyê xweyî xêrê bigotana...

Min dixwest vê kîna birakujyêyî dewrana, dilê wan jî bêþanda, bigotana êdî em ew gelê xapyayîyî cahil nînin, em kurd neheqya kurdaye usa hindava kurda da qebûl nakin.

Kurdên qafterî û olperest ra bigotana: Çavê xwe vekin, li dora xwe dost û neyarên xwe ji hev cudakin! Êdî bese! Dewra vir û derewan, xapandinê derbas bûye. Sedsala 21 ê ye. Bese!

Lê keraya dewranaye giran dîsa mîna ewrê bêreng, xêncî çend birqdanan, ji cî nehejya…

Ev kerayî, ev bêxemî, rast gotî, cî ji gelek fikarara vedike…

Wê kerayê dilê min êþand…

Ez ne wak evdekî Êzdî lê wek nivîskarekî Kurd ji vê kerayê û bêxemyê nerehetim.”

Dîsan li heman malperê, birêz Zorab Aloyan di roja 26. 02. 2007 de dibêje:

“Mixabin, rewþenbîrên Kurd hema bibêjin bê reaksiyon man. Li gor tiþtên, ku min di van rojên dawî de xwendin û bihîstin, sê komên rewþenbîrên Kurd li singa vê bûyerê bêdeng man: Kî ji ber xemgîniyê („netewetiya Kurdan hîna jî ne bi hêz e“), kî ji ber dilsariyê („Eger em vê pirsa eþîreta paþkevtî ya êrîþkar wek pirseke dînî gengeþe bikin, gelê Kurd wê parçe bibe“), kî jî ji ber keyfxweþiyê („Êzdî har bûne, bila desttêwerdana malbatên Misilmanan nekin û serê xwe bidin ber xwe“). Bi giþtî helwêsteke wisa peyda bûye, her weku mirov bibêje „“derbasbûyî be“ û hew. Lê þopa vê bûyerê êdî „derbas nabe“. Çima? Ji ber ku cihên Ezdiyan yên pîroz, yên ku di dema rejîma Seddam de jî nedihatin bêhurmetkirin, di destpêka çerxa Kurdistana Azad de hatin þewtandin. Û kevneserpêhatiyên li ser qirkirina Êzdiyan ji destê Misilmanan ve, yên ku gêncên Êzdiyan ji bapîran bihîstibûn, careke din nêzîk xuya kirin.”

Her wiha, li malpera http://www.netkurd.com/ birêz Tosinê Reþîd di rojên 20. 02. 2007 û 27. 02. 2007 de dibêje:

Ev bûyer rojên dîroka êzdîyaye reþ tîne bîra mirov…

“Îro li meydanê rastîk heye; piranîya civaka kurdên misilman kurdên êzdî û ola wan qebûl nakin! Hê jî gelek kes ola êzdîyan wek oleke bê pirtûk dinhêrin (çiqwas jî pirtûkên ola êzdîya hene) û wê bawarîyêne, wekî êzdî hêzên tarî diparêzin.

Heta îro jî li bazarên Duhokê, gelek caran, rûn, penêr, mastên kurdên êzdîya nakirin.

Li gelek deverên Kurdistanê, (min bi xwe ew texmîn kirîye) tu werbêþî, dîskrîmînasîyona dijî kurdên êzdîyan texmîn dikî.

...

Divêt kurdên misilman rastîya ol û dîroka êzdîya nas bikin û qebûl bikin. Di vê pirsê de barekî giran dikeve ser milê rewþenbîrên kurd, rêxistinên kurdaye sîyasî û civakî.

Gelek kes pirsgirêka êzdîyan bi giþtî biçûk dibînin. Lê ev pirsgirêk ne biçûke, ev pirsgirêka dor mîlîyonek kurd e, ku bi sedsalan zilm û zor hatîye serê wan û hê jî berdewam e. Pirs li vir heta mîlîyon jî nîne, eger jimara êzdîyan hezar kes jî bûya, dîsan ev pirsgirêk gerek bihata çareser kirin.”

Ev mamosta û birayên me yê zana ta ber derîyê Xwedê mafdar in ku xwedîtîyê li birayên xwe yên olî bikin.

Ez dibêjim ne tenê li Þêxanê, li hemû Kurdistanê, li sernaserî dîrokê çi zilm û tada û fiþara ku ji destê kurdên musluman, bi taybetî yên sunnî, ku li birayên me yên êzidî bûye, her wekî ku li min bûbe, ez bi tundî li hemberî vê kiryara nexweþ derdikevim û þermezar dikim. Ez dibêjim, çi keleporeke êzdîyatîyê heye, bêhtir ji kelepora muslumantîyê mîraseke dêrîn a neteweya kurd e. Kê destê xwe dirêjî êzdîyatîyê kiribe, wan destdirêjîya haveyna neteweya kurd kiriye.

Lêbelê, bila ev birayên me yên zana û kurd ên êzîdî jî baþ bibînin û baþ bizanin ku di nav kultura sîyasî û roþinbîrî ya kurd de bi qasî xumûmeke li ber rojê hizreke nexweþ, hizreke diþmenane ya bo êzdîyatîyê nîne. Berovajî, ez dikarim îddîa bikim ku di kultura sîyasî û roþinbîrî ya kurd de, li her çar parçeyên Kurdistanê ji sed salî virdetir heskirineke qewî bo êzdîyatîyê heye; heskirin û sempatîyeke mezin bo êzdîyatî û kurdên êzîdî di nav dilê sîyasî û roþinbîrên kurd ên ne êzîdî de heye. Her wiha, li Bakur, heman heskirin û sempatî bo kurdên elewî jî heye. Îhtîmaleke mezin, kurdên sunnî yên sîyasî û roþinbîr ji muslumantîyê zêdetir ji êzdîyatî û elewîtîyê hes dikin. Tu kes nikare delîlekî bi qasî serê derzîyê nîþan bide ku, di qada roþinbîrî û sîyasî ya kurd de diþmenîyek li hemberî êzdîyatî û êzidîyan, yan jî li hemberî mezheb û ayînên Kurdistanî yên din heye. Ez bi xwe heta bi roja îroyîn rastî nîþaneyeke bi vî awayî nehatime. Berovajî, tu kurdekî sîyasî û tu roþinbîrekî kurd nîne ku ola êzdîyan wek ola xwe ya neteweyî nebîne.

Ji vê çendê ez gelek bi baldarî guhdarîya vegotina mamostayên me yên kurd ên êzîdî dikim. Ez bi ciddîyet xwe li nêzîkî hest û hizrên wan dikim. Lêbelê ez hindek gotin û destnîþankirinên wan rast nabînim!

Min ew bawerî hîç nîne ku roþinbîr û sîyasîyên kurd ên musluman ji ber xinizîyê yan jî ji ber xêrnexwazîyê xwe li bêdengîyê danîne!

Ez li ser navê xwe dibêjim, herçendî ez baþ dizanim ku li dîrokê gelek tada û zilm li ser birayên me yên êzidî hatiye meþandin jî, lê aniha, ew qenaet tam li min hasil nebûye ku bûyera li Þêxanê ji ber diþmenîya êzdîyatîyê çêbûye, ku Wezareta Herêmê bo Karûbarên Hundirîn ya Hukûmata Kurdistanê di daxuyanîya xwe de dibêje, “Yên ku ev bûyer destpêkirine 2 polîsên ser bi bajarê Musilê ne û fermana girtina wan hatiye derxistin.” Ez di wê qenaetê de me ku, heke ev her du polîs ji eþîreke kurd a sunnî bûna, dîsan dê kesûkarên wan tûþî heman êrîþê bihatana. Ku ev awa kiryar, ên ku li ser navê ‘namus’ê çêdibin, dîsan kirinên hovane yên ji derveyî þaristanîyetê (medenîyet) ne. Divêt em wan jî þermezar bikin. Û ev yek jî birîneke me ya din e! Ev birîna kovî di nav kurdên êzîdî de jî, di nav kurdên elewî û sunnî de jî heye. Ez dikarim bi sedan numûneyî pêþkêþ bikim. Ev ‘fenomena namusê’ birîneke giþtî ya mirovayetîyê ye. Û em baþ dizanin ku ev awa kiryarên paþverû dikarin li pêþketîtirîn welatî, wek numûne, dikarin li Swêdê jî rûbidin. Min hêvî û daxwaz ev e, ku ‘fenomena namusê’ bi awirên kovî neyête dîtin, pêþî li nav neteweya kurd ev hovîtî bête hilanîn.

Her wiha, min ew bawerî hîç nîne ku reftarîyeke nebaþ a giþtî di nava gelê kurd de, di roja îroyîn de li dijî êzdîyatîyê hebe. Min ew bawerî nîne, lê heke di çend kesên nezan/cahil de hebe, ew jî pêþî barê milê roþinbîrên kurd ên êzîdî ye, ku reftarîyên bi vî rengî yên nexweþ bo rayagiþtî bidin xuyakirin; deþîfre bikin. Dû re jî, barê milê me giþan e ku em pêþî lê bigrin.

28. 02. 2007 – Dîyarbekir     

     

____________

Wek Nîþeyekê:

 

Sereta min di gelek malperên kurdî de, derbarê bûyera Þêxanê de nûçeyek, ku tê de îbareyek bi vî rengî hebû, xwend: “îro li Þêxan piþtî ku keçeka musilman duhî bi þev li gel kurekî êzîdî reviyaye girseyek ji merivên keça musilman diçin ser mala kurê êzîdî li Þêxan, êrîþî mala bavê kurê êzîdî dikin û malê diþewitînin.

Lêbelê, Mamosta Tosinê Reþîd di gotara xwe de dibêje “Dawîyê ez dixwezim ser pirsekê jî rawestim. Gor yekemîn nûça ser bûyarên Þêxanê, ‘xortekî êzdî jineke kurde misilman, ya bi mêr, revandîye, dest avîtîyê û paþê kuþtîye’. Gava min ev nûçe bihîst, sizî di bedena min de çûn. Bîna xwînê ji wê nûçê dihat. Berî giþkî ew nûçe derew bû, di rastîyê de bûyar lap bi teherekî mayîn bû. Paþê jî ji bo çi nûçe usan tê raberkirin, ’xortekî êzdî… jineke kurde misilman…. Gelo kî bû xudanê vê nûça derewe provokatîv, ku dikaribû bibûya sedema kuþtina mirovan. Ji bo çi rê dane bi vî teherê raberkirina vê nûça derew?

Ez dibêjim qey mamosta Tosinê Reþîd ji kîsê xwe bûyerê diramatîze dike!...

Çunke, xweþbextane ez dibêjim ku, li hîç malpereke kurd ez rastî vê yekê nehatim da îddîayên mamosta Tosinê Reþîd piþtrast bikim. Ji vê çendê ez rabûm, min vê nameya li jêr bo birêz Tosinê Reþîd (gejgering@netkurd.com) þand lê ta niha tu bersivek bo min nehatiye:  

 

Silav,

Mamostayê hêja Tosinê Reþîd

Min her du gotarên we yên li ser bûyerên Þêxanê xwendin, ev bûyerên nexweþ ku em gelek pê diêþin. Ji vê çendê, ji ber ku ez muslumanekî sunnî me, ji ber vê xirabkarîyê ez lêborîna xwe di þexsîyeta we de ji birayên me yên êzîdî dixwazim. Û ez hêvîdar im, tu caran êdî tiþtekî wisan nexweþ li hemberî êzdîyatîyê çênebe. Her wiha, ji berê de ez dizanim ku êzdîyatî ola kurdan a dêrîn e. Her çi kelepora êzdîyatîyê hebe, giþ malê netewa kurd e. Çi xisarek bigihê êzdîyatîyê, ew xisar gihaye kurdayetîyê…

Mamosteyê hêja,

Ger destûra we hebe, ez ê pirsekê ji cenabê we bikim. Hûn di gotara xwe de dibêjin:

Dawîyê ez dixwezim ser pirsekê jî rawestim. Gor yekemîn nûça ser bûyarên Þêxanê, ‘xortekî êzdî jineke kurde misilman, ya bi mêr, revandîye, dest avîtîyê û paþê kuþtîye’. Gava min ev nûçe bihîst, sizî di bedena min de çûn.

Ev nûçeya ku dibêje “xortekî êzdî jineke kurde misilman, ya bi mêr, revandîye, dest avîtîyê û paþê kuþtîye” li ku, li kîjan malperê hatiye weþandin?

Heke bo we zehmet nebe, ji kerema xwe hûn bo min çavkanîya wê nîþan bidin, ez ê gelek memnun bim.

Silav û rêz.

Roþan Lezgîn     

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org