Mehmed Uzun Êdî Ebedîyen Li Dîyarbekir e

 

Roþan Lezgîn

 

 

Her wekî têye zanîn, nivîskar û edîbê kurd Mehmed Uzun ku par di vê mehê de ji ber giranbûna nexweþîya pençeþêrê ji Swêdê hatibû Dîyarbekir. Piþtî ku salekê li Dîyarbekir ma, roja 11. 10. 2007 li Dîyarbekir çû ber dilovanîya Xwedê. Roja duduyê eyda Remezanê, ango roja 13. 10. 2007 li Dîyarbekir, li goristana Derîyê Mêrdînê ligel beþdarîya bi deh hezaran kesî hate definkirin. 

Dana sibehê cenazeyê Mehmed Uzunî ji morga Nexweþxaneya Zankoya Tibbê ya Zanîngeha Dîjleyê hildan anîn Derîyê Çîyê. Li wira gelek ji parlamenterên Dîyarbekir yên DTP û yên AKP, her wiha, gelek heval û hogir û kesên navdar pêþwazî li cenazeyî kirin. Û ji wira ber bi Mizgefta Mezin a Dîyarbekir bi rê ketin. Li hewþa Mizgefta Mezin ya Dîyarbekir gelek seyda û melayên welatparêz yên Dîyarbekirî berdewam li ser cenazeyî xwendin û sohbet û wazên derbarê mirinê de bi kurdîya kurmancî pêþkêþ kirin. Jin û mêr û kal û pîr û zarok jî di nav hev de, bi hezaran kes li hewþa mizgeftê û li derdorê komî ser hev bûn. Piþtî ku nimêja nîvrojê û nimêja cenazeyî hate kirin, îcar cenaze hildan anîn derve. Li pêþîya Mizgefta Mezin platformek ji bo axiftinê hatibû amadekirin. Li wira nivîskar Þeyhmus Diken ku yek ji hevalên Mehmed Uzun e, pêþkêþvanîyê kir û di navbera axiftinan de bi kurtî jînenîgarîya Mehmed Uzunî qiset kir. 

Li ser wesîyeta Mehmed Uzunî romanusê navdar Yaþar Kemalî axiftinek bi tirkî kir. Yaþar Kemalî di axiftina xwe de bal kiþande ser êþa mirinê. Her wiha, xemgînîya xwe ya ji ber mirina Mehmed Uzunî da zanîn. Û pê re jî da zanîn ku ger ewqas kes ji bo mirinek li cihekê kom dibin, hingê ev yek mirinê sivik dike. Yaþar Kemalî got “Ez jî bi eslê xwe kurd im, lê min neþîya bi kurdî binivîsim. Mehmedî bi kurdî nivîsand û romana kurdî afirand.” Piþt re jî da zanîn ku Mehmed Uzunî ji zimanê tirkî û swêdkî jî sud wergirtîye. Yaþar Kemalî got, “Tu kulturek kultureke din tune nake. Kultur hevûdin dewlemend dikin. Lê hindek kes hene vê yekê fam nakin û radibin hem kultura xwe dikujin hem jî kulturên din dikujin, kultur û zimanan qedexe dikin, þer û pevçûnan derdixin. Lêbelê, heçî kî belayê bixwaze, dê bela were ber derîyê wan.”

Li dû Yaþar Kemalî serokê KADEPê Þerafettin Elçi bi kurdîya kurmancî axift. Þerafettin Elçi bi kurtahî wiha got, “Kekê Mehemed gula kurdan e. Lê ev gul zû çilmisî. Mehemed ji bo gelê kurd ronahî bû. Kekê Mehemed di romanên xwe de ronahî xiste ser diroka me, Celadet Bedirxan û Memduh Selîm û Evdalê Zeynikê bi me dan nasîn. Bi zimanê me, bi awayê romanê dîroka me nivîsî. Kekê Memehed xelata Nobelî heq kiribû. Mehemed Uzun girîngî dida ziman, dîrok û kultura xwe. Ez bawer dikim dê kekê Mehemed her dem di dilê kurdan de be.”

Li dû wî jî serokê DTP Ahmet Türkî axiftineke bi zimanê tirkî kir. Bi kurtasî wiha got, “Birêz Þerafettin Elçi dibêje, çima xelata Nobelî nedane Mehmed Uzunî? Pêwîst nake, çunke wî xelata xwe ji gelê xwe stend.” Piþt re Ahmet Türk wiha pê de çû, “Di rêya mirinê de jî Mehemedî mesajeke bi wate da. Wî xwest ku bila nivîskarê kurd Yaþar Kemal, serokê partîyeke kurd Þerafettîn Elçî û dîsa serokê partîyeke kurdan a din, ango ez axiftinê bikim. Ev mesajek bû. Wî xwest ku kurd, heke hizirîna wan ji hev cuda bin jî, dîsa divêt werin cem hev. Ev daxwaza wî bû, divê em bi hev re diyalogê daynin. Em kurd ligel hev bin.”

Piþtî van her sê birêzan, ku li ser wesîyeta Mehmed Uzunî axiftinên delal kirin, îcar þaredarê bajarê mezin yê Dîyarbekirê Osman Baydemîrî bi kurdîya kurmancî axifitinekê kir. Baydemirî di axiftina xwe de got, “Îro ji bo me cejn e. Bila tu kes nebêje ku îro me reþ li xwe kiriye. Bi sedsalan e ku li welatê me xemgînî heye. Lê îro jî cejna me reþ e.” Baydemîrî piþt re axiftina xwe wisa girêda, “Gelê min ê bi qedr û qîmet; Rabin, em xemgîniya mêvanê xwe bi gulên rengîn bipêçin. Em jiyana wî bikin jiyaneke din. Destê xwe li ber bayê felekê vegrin û em bifirin. Ew wek kevokekî spî beþdarî nav we bû. Rabin, wî rêwî bikin. Ya Xwedanê þev rojan, tu cihê wî li bihuþta xwe çêbikî.”

Piþtî qedandina axiftinan, korteja cenazeyê ji ber derîyê Mizgefta Mezin ber bi Derîyê Mêrdînê ve bi rê ket. Bi deh hezaran dîyarbekirî û gelek kesên navdar bi rêzdarî heta nav Goristana Derîyê Mêrdînê meþîyan.

Dema ku cenaze ber bi Derîyê Mêrdînê ve dibirin, hindek ciwanan drûþmên wek “Þehîd namirin”, "Güneþin yoldaþý ölümsüzdür", "Kürt halký seninle gurur duyuyor" avêtin.  

 Piþtî ku cenaze defin kirin, stranbêj Ferhat Tunçî strana “Dayê dayê” strî. Li ser wesîyeta Mehmed Uzunî þitleke dara hinarê ku ji gundê wî anîbûn, li ber serê wî çandin.

Ji serî heta bi definkirina cenazeyî jî hemsera wî Zozan ligel keç û kurê xwe bi Mehmed Uzunî re bûn.

13. 10. 2007 – Dîyarbekir

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org