|
Nasname Îsmail
Beþikçi
Nasname
ev e, ku dirûv û nîþan û taybetmendîyên civakî yên hebûna meriv ji
merivên din cihêtir dike. Ev dirûv û nîþan û taybetmendî dikin ku
meriv bibe yekî cihêtir ji kesên din. Çawan ku nasnameya merivan heye,
her wisan, nasnameya gelan, nasnameya miletan jî heye. Hêmana bingehîn a
ku rengê xwe dide nasnameya gelan û miletan, ziman e. Heke zimanê gel an
jî zimanê miletî hebe, gel an jî milet heye, na, ger zimanê wan nîn
be, sedem çi dibe bila be, ger wan zimanê xwe winda kiribe û meriv dîsan
jî rabe bibêje ku ev gel, an jî ev milet heye, ev dibe xwexapandinek.
Amin Maolouf di pirtûga xwe ya bi navê Ölümcül Kimlikler de ji
bo viya dibêje, zimanê nasnameyê. (Wergerandin. Aysel Bora, Yapý
Kredi Yay., Çapa 7., Stenbol Rêbendan 2001, r. 108-109, 113) Di
civakeke demokratîk de meriv dikarin bibin endamê tewir bi tewir
komeleyan, an jî bibin endamê tewir bi tewir grûban. Bo numûne, meriv
dikare bibe endamê komeleya heskirîyên sînemayê, komeleya koçberan,
komeleya nivîskaran, komeleya rojnamevanan, komeleya karsazan, komeleya
dersdarên zanîngehan an jî bibe endamê koma koleksîyonerên fotografan
û hwd. Meriv dikare bibe endamê partîyeke sîyasî yan jî endamê sendîkayekê
jî. Meriv dikare bibe terefdarê klûbeke sporê yan jî yê tîmeke futbolê.
Ev hemî, di pêkhatina nasnameya meriv de dikarin rolekê bilîzin. Meriv
dikare di nav komel û sendîka û partîyên sîyasî yên cihê de, yan jî,
di nav grûbên cihê de cih bigre. Di nav van pêwendîyên aloz de hêmana
bingehîn ku nasnameya însanan pêktîne û þekil dide, ango nasnameya însan,
ziman e; zimanê bav û kalan e. Ji ber vê yekê, jê re zimanê
nasnameyê têye gotin. Di
pêkhatina nasnameyê de rola dîn (ol; ayîn) jî gelek girîng e. Lêbelê
heke em ziman û dîn bidin ber hev, di pêkhatina nasnameyê de hêmana
bingehîn cardin zimên e. Amin Maolouf dibêje, dînamîka bingehîn ku piþtî
Þerê Cîhanê yê duyem îsraîlê wek milet derxist meydanê, her wiha, hêmana
bingehîn ku dewleta Îsraîlê pêkanî, îbranîya modern bû. Îsraîlîyan
bi saya îbranîya modern xwe bi zimanekî neteweyî xemilandin. Amin
Maolouf balê dikþîne ser viya û dibêje, “Yekî ku çil salan li Îsraîlê
mabe lê tu rojekê ling neavêtibe sînagogekê, kes wî ji nav civakê
dernaxe derve. Lê ji bo yekî ku çil salan li wira mabe û zimanê îbranî
fêr nebûbe, meriv nikare bibêje ku dê ev yek pêkneyê.” (r. 108) Hêmana
bingehîn ku dirûv û naveroka nasnameya kurdî pêkanîye, sîyaseta îmha
û înkarê ye. Têgihaþtin û famkirina bi vê polîtîkayê, hizirîna li
ser sedemên pêkanîna vê polîtîkayê, her wiha, hizirîna li ser awayê
karanîna vê polîtîkayê di warê pêkhatina nasnameya kurd de roleke
mezin dilîze. Me li jor xwestibû ku em bibêjin, di warê pêkhatina
nasnameyê de hêmana sereke ziman e, zimanê bav û kalan e. Îcar hêmana
bingehîn a ku nasnameya kurd pêkanîye, ew sîyaseta înkarkirin û
tunekirin û redkirina kurdan û zimanê kurdî ye. Grîngtirîn faktora ku
di nav kurdan de fehma civakê û fehma dîrokê pêkanîye, hemin ev
prosesa red û înkar û îmhayê ye. Ev proses di warê pêkhatina hest û
ramanê de dibe dînamîkeke kartêker. Li
Tirkîyê polîtîkaya sereke ya derbarê kurdan û zimanê kurdî de asîmilasyon
e. Asîmilasyon sereketirîn polîtîkaya dewletê ye. Ev polîtîka
vedigere ta dewra dawîn a dewleta Osmanî, ango ta ji zemanê birêvebirîya
Îttîhad we Teraqîyê ve dest pê bûye. Her wiha, ev polîtîka wek polîtîkayeke
bingehîn a dewletê, bi danîna komara Tirkîyê re hê bêhtir bi zanebûn,
hê berfirehtir û gurtir hatîye meþandin. Ji bo asîmîlasyonê, ango ji
bo asîmilekirina kurdan bo tirkbûnê her rê mubah hatîye dîtin. Di rêya
asîmilekirinê de dezgeyên dewletê, dibistan, perwerdehî, çapemenî û
medya bi awayekî kartêker her têne karanîn. Li
salên 1920î, li salên 1930î, piþtî qewimîna serhildanan hindek malbatên
mezin ên wek malbatên þêx û axa û serokeþîran dihatin surgunkirin.
Ango ev malbatên hanê ji cih û warê wan, ji nav civaka wan dihatin
derxistin, wan ji hev cihê dikirin, wisan piçik û parî bo rojavaya Tirkîyê
dihatin belavkirin. Di nav malbatên ku dihatin surgunkirin de ewên ku qet
beþdarî bo serhildanê nekirine, heta ewên ku di van serhildanan de piþtgirîya
dewletê kirine jî hebûn. Ji alîyê Sêrtê malbata Biþarê Çeto, ji alîyê
Dîyarbekir malbata Cemîlpaþazadeyan hindek ji van malbatan in. Sedemê
bingehîn ê surgunkirina van malbatan jî ev bû ku dewletê nedixwest li
derekê serjimareya kurdan bigihê hev. Bi vî awayî jihevdexistina malbatê,
þandina her parîyeke malbatê bo devereke rojavaya Tirkîyê, bo derên ku
tirk têde di paranîyê de ne, ji bo asîmilasyonê rê xweþkirin bû, her
wiha, bi vî awayî ferdên malbatê ji doza wan dihatin dûrxistin. Ev jî
dîyar e ku bê hela van surginan di nav derûnîya ferdên civakê de, di
nav derûnîya jin û zarokan de çendî tarvmayên kûr pêkanîne. Ji Cemîlpaþazadeyan
Nejat Cemiloðlu vê prosesê wiha qiset dike: “Gelekên ji me dizanin ku
em kurd in, me zilm dîtiye, em asîmile bûne lê tu kesek ji malbata Cemîlpaþazadeyan
ên li Tirkîyê bi doza kurd re, bi ‘kurdayetî’yê re eleqedar nebûye.”
(Malmîsanij, Diyarbekirli Cemilpaþazadeler ve Kürt Milliyetçiliði,
Avesta, 2004, r. 402) Nejat Cemiloðlu qala surgunkirin û mexdûrbûna
malbatê ya li salên 1926 û 1936an dike. (r. 396 û dewama wê) Ji
Biþarê Çeto pirsîne gotine, “Malbata we tevlî serhildanê nebû, heta
ku alîkarî bo dewletê kir. Belam malbata we jî hate surgunkirin. Hûn bo
dûrgehan hatin þandin. Derbarê viya de hestên we çi ne gelo?” Biþarê
Çeto wiha gotîye, “Biþarê Çeto, ji kerê da keto!…” Siwarbûna
li kerê ya began tiþtekî gelek eyb e. Ne tiþtekî ye ku bête bihîstin
an were dîtin. Tew di ser de jî ji kerê de bikeve… Biþarê Çeto xwestîye
bide zanîn ku ew her wekî ku ji kerê de ketibin, her wiha, ew dê wek kes
an jî wek malbat heta bi heta ev eyba hanê ligel wan be. Kurdên
ku temenê wan li dora 40-50 salan e û ewên ji wan mezintir bîrahatinên
xwe yên zaroktîyê wiha qiset dikin: “Dema ku min dest bi dibistana
seretayî kir, min tenê peyvek ji zimanê tirkî nizanîbû. Dersdarî
gelek zorê dida ser me da em li dersxaneyê, li dibistanê tenê bi tirkî
biaxifin. Heke li dersxaneyê, li hewþa dibistanê peyveke kurdî ji devê
me yekî derbiketana, cezayên giran dida me. Dersdar di guhê me de digirt
û serê me li dîwêr dixist. Bi çovê li serê pêçîyên me, di neynokên
me de lêdixist…” Hewlên
mezin dane xwe da ku zimanê kurdî bidine jibîrvekirin û tirkî bidine fêrkirin.
Ji bo viya her rê mubah têye dîtin. Dersdarekî ciwan ku hê nuh dest bi
kar kiribû wiha qal dikir: “Tayîna min bo gundekî Çewlîgê derketibû.
Min hê nuh dest bi vî karî dikir. Li dibistanê gelek tiþt kêm bûn.
Gelek qîl û qusûrên serban û derî û pencereyên dibistanê hebûn.
Qirtasîyê kêm bû. Her wiha, hindek kêmasî û qîl û qusûrên din jî
hebûn. Min nikarîbû ligel xwendekaran, ligel malbatên wan pêwendîyê
danîyana. Wan bi kurdî diaxift. Min biryara xwe da ku ez biçim Çewlîgê,
van meseleyan ligel Mudûrê Perwerdeya Neteweyî biaxifim. Berîya ku ez biçim,
min derbarê pêwîstîyên dibisatên de, her wiha, derbarê pêwîstîyên
qirtasîyeyê de lîsteyek amade kir. Min bawer dikir ku dê Mudûrîyeta
Perwrdeya Neteweyî van pêwîstiyan temîn bike. Wê demê ez yekî gelek
îdealîst bûm. Ez derketim ber mudûrê Perwerdeya Neteweyî. Mudûr li
min guhdarî kir. Bala xwe da ser wê lîsteya pêwîstiyan. Dû re vegerîya
ser min de û wiha got: Xoce, daxwazên me ji te, wek dersdarek, gelek sivik
in. Em du tiþtan ji te dixwazin. Em dixwazin tu van du tiþtan fêr bikî.
Ya pêþî ev e ku, tu her fêrî wan bike ku ew tirk in, ew ji Asyaya Navîn
hatine, ligel viya jî, wan fêrî zimanê tirkî bike. Pêþî lê bigre ku
ew bi wî zimanê xwe yê prîmîtîv biaxifin, wisan bike ku bila ew wî
zimanê xwe yê kovî ji bîr ve bikin, ji bo vê yekê çi ji destê te hat
qet texsîr meke… Ya duduyan jî, bîne bîra wan ku em musluman in, em
birayê hev ên dînî ne. Tu vana fêrî wan bike bes e, wekî din qal û qîl
in, qet ne girîng in. Ji bo fêrkirina van tiþtan jî ev lazimatîyên di
lîsteyê de qet ne pêwîst in… Mudûr van qewîtîyan li min kir û lîsteyê
cardin li min vegerand. Mudûr ji min pirs kir ku bê hela nexþeya Tirkîyê
û ya Asyaya Navîn li dibistanê heye yan na, û bi min da zanîn ku divêt
ez vana temîn bikim. Ez bêdeng ji odeyê derketim derve. Tevayî xeyalên
min ji binî ve hatibûn þkestin.” Ev
bûyer li navîna salên 1970an çêdibin. Ji bo ku tirkî fêrî kurdan û
zarokên wan bikin, ji bo ku kurdî bidine jibîrvekirin her tiþtî dikin.
Bi her awayî tedbîra xwe digrin da kurd ji kurdayetîyê, ji zimanê kurdî
dûr bikevin, van tedbîran pratîze dikin. Kurd û kurdayetî têne piçûkxistin,
têne tehqîrkirin. Her tim dibêjin “Kurd eþîretên kevneperest in, rêbir
in, eþqîya ne. Kurdî zimanekî kovî ye. Ev zimanê kovî ne tu zimanê
nivîsînê ye. Ji bo kurd bikaribin bibin hemdem, bibin medenî hingê divêt
terka vî zimanê kovî bikin, xwe fêrî zimanekî modern bikin, bo numûne,
divêt bi zimanê tirkî biaxifin. Kurd tenê dikarin bi riya zimanê tirkî
xwe bigihênin medenîyeta hemdem. Ev zimanê ku navê wî “kurdî” ye
ne xwedîyê 30 tene peyvan e, ger rastîya wê were gotin, ew tenê devokek
e.” Li sala 1972, di dewra rejîma 12ê adarê de, li Dîyarbekir, di
dadgehê de li doza DDKO (Komelên Þoriþgerî û Kulturî yên Rojhilatê)
dozgerê leþkerî di îddîanameyê de van tiþtên li jor îddîa dikir.
Li hemberî vê îddîaya dozgerê leþkerî Musa Anterî gotibû, “Di
zimanê mirîþkên ku tenê dikarin bibêjin “qud qud” de jî 30 tene
peyv hene, gelo kurd û zimanê kurdî çima ewqas piçûk têne dîtin?...” Problema
di vira de ev e: Dema ku kurd û zimanê kurdî bi vî awayî tune werin
hesibandin, red bibin, hingê ji bo tunekirina van kategorîyên civakî bi
awayekî fiîlî dikevin nav hewldaneke gelek mezin, bi karanîna cure bi
cure mekanîzmayên fiþardinê operasyon têne kirin. Ev gelek vekirî ye
ku vê înkar û îmhayê, van operasyonan di kesan de, di malbatan de, di
nav civakê de travmayên kûr çêkirine. Di nav kurdan de nasname, ango
nasnameya kurd jî, ev e, di proseseke bi vî rengî ya înkar û îmhayê
de durist dibe. Di
rastîya xwe de ziman pirseke wisan e ku bi rewþa însanî re, bi rewþa
xwezaya însan re eleqedar e. Bi awayekî xwezayî her însan xwedîyê
zimanek e; ew zimanê ku dema hatîye dinyayê, dema ku ji diya xwe re bûye,
ew zimanê ku ji malbata xwe fêr bûye, zimanê bav û kalan. Ji vî alîyî
ve ziman nîþana hebûna însan bi xwe ye, ziman, rewþa derbarê hebûna
însan bi xwe de ye. Heke em zimên bi tena serê wî hildin dest, têde
faktoreke polîtîk tune. Lêbelê heke îqtîdareke sîyasî, heke dewletek
bi rik û înad her bixwaze zimanê mietekî, zimanê merivan tune bihesibîne
û ew milet jî bi israr her xwedîtîyê li zimanê xwe û li kultura xwe
bike, hingê dê ji vê nakokîyê muþkileyeke polîtîk rûbide. Heke
dewlet û îqtîdara sîyasî ji bo tunekirina zimên, ji bo ku pêþî li
axiftin û nivîsandin û fêrbûn û fêrkirin û geþbûna zimên ewçend
girseyên mezin ên miletî ji cih û warê wan rake, surgunkirin jî di nav
de, her awa rê biceribîne, hingê ev muþkileya ku wergerîyaye rengekî
polîtîk dê hê kûrtir bibe. Demokrasî
ne tenê ev tiþt e ku dê partîyên sîyasî li welatekê hebin, dê li
demên perîyodîk, bo numûne, ji çar salan carekê dê hilbijartin çêbibin,
her wiha, demokrasî tenê bi hebûna hindek mekanîzmayên wek parlementoyê
pêknayê. Demokrasî, di rastîya xwe de ji bo ku berevanîya hin nirxan bêye
kirin pêwîst e. Ev mekanîzmayên ku me qala wan kir, helbet ji bo
demokrasîyê pêwîst in, lê ev mekanîzmayên hanê her wext ji bo
berevanîya nirxan qîm nakin. Mafên mirovan, serwerîya huqûqê, dadmendî
(edalet), wekhevî, azadî û mafê derbirîna ramanê nirxên bingehîn in.
Her wiha, di nav azadîyê de karanîna zimanê bav û kalan (zimanê zikmakî)
jî yek ji van nirxên bingehîn e. Belam meriv nikare bibêje ku li Tirkîyê
van mekanîzmayên hanê berevanîya van nirxan, berevanîya nirxên gerdûnî
kirine, yan jî wan pêþdetir birine. Li
dawîya salên 1980an, li Bulgarîstanê polîtîkaya ku navên tirkên wira
werdigerand ser navên bulgaran û bulgarkirina tirkan bo xwe kiribû
armanc, dihate meþandin. Li Tirkîyê, te divê dewletê yan jî te divê
civaka sivîl, bi tundî li hemberî vê polîtîkayê derketin. Derketaina
li hemberî vê polîtîkayê wek kampanyayekê, wek polîtîkayekê bi
salan ji alîyê çapemenî, medya, unîversîte, dayreyên dewletê, partîyên
sîyasî, sendîka, nivîskar û hwd. ve hate berdewamkirin. Li Tirkîyê,
te divê dewlet an sazîyên sivîl bin, dema ku li hemberî polîtîkaya
bulgarkirinê derdiketin, dema ku berevanîya tirkbûna tirkên Bulgarîstanê
dikirin, her wiha, dema ku berevanîya zimanê tirkî dikirin, di heman demê
de berevanîya mafên mirovan, berevanîya sazîyên mafên mirovan ên
navneteweyî û ji alîyekî ve jî wan berevanîya mafên gerdûnî dikir.
Belam çi dema ku dor were ser kurdan, dor were ser zimanê kurdî, têgeha
terorê, pêwendîyên terorê têne rojevê. Ez di vê qenaetê de me ku ev
du reftarîyên ji hev cihê, ev hizirîna xwedîyê cotestandardîyê
roleke wisan dilîze ku pê re zêhna kurdan vebe. Ev e, di kurdan de
nasname ligel vê prosesa înkar û îmhayê pêkhat. Di çêbûna nasnameyê
de rola înkar û redkirinê mezin bû. Ger
piçeke din ji nêzîk ve em bala xwe bidin ser prosesên înkar û red û
îmhayê ku bê hela çawan dimeþin dê sûdewar be. Piþtî Þerê Cîhanê
yê yekem, bi taybet piþtî salên 1960an li Asya û li Afrîkayê kolonîyan
dest pê kir gihan serxwebûna xwe. Di navbera rêxistinên ku têkoþîna
serxwebûnê didan û rêvebiriyên welatên metropol de têkilîyeke wisan
hebû: Rêxistina ku têkoþîna serxwebûnê dida di merhaleyeke têkoþînê
de bi rêya daxuyanîyekê daxwazên xwe yên sîyasî bo welatê metropol eþkera
dikir. Rêvebirên welatê metropol li ser vê daxuyanîyê hûr dibûn û
bi vî awayî yan bî wî awayî bersivekê didan. Ev bersiveke wisan bû ku
digot “em di hindek babetan de goftugoyê nakin, lê em dikarin li ser
hinekan rawestin…” Ev, reftarîyek wisan e ku hebûna muxatabê xwe
qebul dike. Ev reftarîya hanê qîymet dide dîyalog û dîplomasîyê.
Dema ku bersiv daye û gotîye “ez di van babetan de munaqeþe nakim, di
van babetan de ez tawîzê nadim lê ez dikarim di vanên din de munaqeþe
bikim” hingê ev têye vê wateyê ku bo pêwendîyê derî vekirî hiþtine.
Li Afrîkayê, piþtî salên 1960an kolonîyan tev bi vê rêyê serxwebûna
xwe bi dest ve anîn. Kolonîyên ku li Afrîkayê bi rêya têkoþîna çekdarîyê
gihan serxwebûna xwe, tenê kolonîyên Cezayîr û Portekîzê, ango tenê
Angola û Mozambîk û Gine Bisseau bûn. Li Afrîkayê kolonîyên din ên
îngilîz û fransiz û belçîkîyan giþ bi rêya pêwendîyên qanûnî yên
di navbera rêxistinên rizgarîya neteweyî û welatên metropol de gihan
serxwebûna xwe. Îro li Afrîkayê ji 50 zêdetir welatên serbixwe hene.
Belam Tirkîye, bo tevayî daxwazên kurdan guhê xwe digre, nabihîse, qet
guh nade van daxwazan, tevayî derîyan digre. Ji bilî ku pirsê bi rêya
artêþê, bi rêya cendirme û polîs hel bike, li ser tu rêyeke din
nahizire. Polîtîkayên fiþardinê jî, tenê girêkan zêdetir dikin û
pirsgirêkê hê kûrtir dikin. Pêkhatin
û Pêþveçûna Neteweperestîya Tirk Di
vê xalê de heke em bala xwe bidin ser pêkhatin û pêþveçûna
neteweperstîya tirk dê faydeya xwe hebe. Di warê pêkhatin û pêþveçûna
neteweperestîya tirk de roleke mezin a roþinbîrên tirk ên ku li dewra
Tanzîmatê ji Rûsyayê hatibûn heye. Ev roþinbîrên ku ji Rûsyayê
hatine, tirkên qirim û tirkên azerî bûne. Roþinbîrên tatar û azerî
yên wek Mirza Fethali Ahundzade (1812-1878), Îsmail Gaspýralý
(1851-1914), Hüseyinzade Ali Bey (1864-1942), Ahmet Aðaoðlu (1869-1939),
Yusuf Akçüra (1876-1935) ku nikarîbûne li Rusyayê bimînin, hingê xwe
avêtine bextê îdareya Osmanî. Mirza Fethali Ahundzade, Hüseyinzade Ali
Bey û Ahmet Aðaoðlu tirkên azerî bûn. Îsmail Gaspýralý qirimî,
Yusuf Akçura jî tirkê kazanê bû. Têye qalkirin ku gilî û gazincên
van kesan ji despotîzma rûs, her wiha, ji panslavîzmê hebûye, çalakîyên
ku di çarçoveya van têgehan de pêkdihatin, wan rexne lê girtîye. Û têye
gotin ku, panslavîzm li Rûsyaya Qeyser di warê civakî û sîyasî de
cereyana esasîn bûye. Li Rûsya, Qirim, Kazan, Azerbaycan, Qirgizîstan û
Tirkmenîstanê ji bo ku tirkan bikine orus hewldaneke gurr hebûye û wan jî
vê prosesê rexne kirîye. Her wiha, têye qalkirin ku wan her hewl daye
xwe da pêþî li oruskirina tirkan bigrin, ji bo viya jî bi zimanê tirkî
helbest, çîrok, lêkolîn û lîstikên teatrê hatine nivîsîn, û hewl
dane xwe da ku perwerdeya bi zimanê tirkî wek sazîyekê bidine rûniþtandin.
Bi vî awayî têye qalkirin, ji bo ku ew bikaribin li hemberî kiryarên
panslavîzmê, ango li hemberî oruskirinê li ser pîyan bimînin, ew di
nav hewldaneke gelek xurt de bûne. Hewldanên oruskirinê, her wiha, ew
zehmetîyên ku di encama vê yekê de pêkhatine, bi mînakên dewlemend têne
qalkirin. Di
roja îroyîn de li Tirkîyê roþinbîr jî derbarê van kesên ku me li
jor behsa wan kirîye, heman tiþtî qiset dikin. Dibêjin, van roþinbîrên
tirkan li hemberî despotîzma orusan li ber xwe dane û zimanê tirkî,
kultura tirkî û civaka tirk li ser piyan hiþtine, her wiha, pêþî li
oruskirina tirkan girtine. Li Rûsyayê di warê pêþveçûna cereyanên
tirkayetîyê de bandora fehma muslumanîyê jî gelek hebûye. Hizr û nêrînên
Þehabettin Mercaniyê kazanî ku pisporê dîn û dîrokê bûye, her wiha
Cemalettin Afgani (1839-1897), Muhammed Abduh (1849-1905) û Muhammed Ýkbal
(1876-1938) li nav muslumanên li Rûsya gelek zû belav bûne. Hizrên wan
jî bi kurtasî bi vî awayî ye ku “divêt musluman jî wek civakên
Ewropayî xwe pêþ ve bibin.” Alîyekî
gelek grîng yê vê prosesê bi pirsa kurd re eleqedar e. Ew jî ev e: Ev
kesên ku ji Rûsyayê hatin û xwe spartin Osmanî, dû re jî li Tirkîyê
man, di brokrasîya dewletê de peywirên girîng li van kesan hatin
spartin. Bo numûne, roþinbîrên wek Ahmet Aðaoðlu û Yusuf Akçura di
warê tesbîtkirina polîtîkaya asîmilasyona ku dewletê li hemberî
kurdan pêkdianî de, her wiha, di warê tetbîqkirina vê polîtîkayê de
van kesan peywirên grîng hildane ser milê xwe û di vî warî de roleke
grîng lîstine. Ev îronîya dîrokî ye, ku ew kesên ku li Rûsyayê li
hemberî polîtîkaya asîmîlasyonê ya orusan derdiketin, wan kesên ku ji
ber zordarîyê terka Rûsyayê kiribûn, li Tirkîyê di warê asimîlekirina
kurdan bo tirkayetîyê de, hem ji alîyê ramanî ve û hem jî ji alîyê
tetbîqkirinê ve, peywirên grîng hildane ser milê xwe. Her wiha, divêt
li ser viya jî bête rawestîn ku bê hela çawan netewepersetên tirk ji
alîyekê ve gelek pesnê wan kesên ku li Rûsyayê li hemberî panslavîzmê
têkoþîyane dane, lê ji alîyê din ve polîtîkaya asîmilekirina kurdan
jî gelek bi dilgermî hembêz kirine. Li
Rojhilatê û li Rojavayê gelek lêkolîneran derbarê pêkhatin û pêþveçûna
neteweperestîya tirk de lêkolînan belav kirin. Di van lêkolînan de bala
xwe dane ser rola tirkên qirim û azerî û kazanên ku ji Rûsyayê bo
Tirkîyê hatine. Ji François Georgeon, Türk Milliyetçiliðinin
Kökenleri, -Yusuf Akçura (1876-1935)- Wergerandin: Alev Er, Yurt Yayýnlarý,
1986, ji David Kushner, Türk Milliyetçiliðinin Doðuþu (1876-1908)
Wergerandin: Þevki Serdar Türet-Rekin Ertem-Fahri Erdem, Kervan Yay. 1979,
ji Uriel Heyd, Türk Ulusçuluðunun Temelleri,
Wergerandin: Kadri Günaay, Kültür Bakanlýðý Yay. 1979, ji Masami
Arai, Jön Türk Dönemi Türk Milliyetçiliði, Wergerandin:
Tansel Demirel, Ýletiþim Yay. 2000 Di
van lêkolînan de analîzên derbarê kurdan de, derbarê pirsa kurd de nînin.
Her wiha, derbarê rola van kesên ku ji Rûsyayê bo Osmanî/Tirkîye
hatine ya di asîmilekirina kurdan li Tirkîyê jî tu analîzek tune. Di
navbera li Rûsyayê li hemberî oruskirina tirkan derdiketinê û li Tirkîyê
ji bo asîmilekirina kurdan piþtgîrî kirinê de nakokîyeke gelek eþkera
heye, gelek vekirî ye ku di vira de hizirîneke cotestandardîyê hatîyê
pêkanîn. Zanistîyên sosyalî yên wek Dîrok, Sosoyolojî, Zanistîyên
Sîyasetê tenê dikarin bi analîzkirina van nakokîyan re dewlemend bibin,
pêþ ve biçin. Tune hesibandina van nakokîyan, ji nedîtî ve hatina van
rewþên wiha, vana tune hesibandin, enmcameke wisan ligel xwe tîne ku li
Tirkîyê pêþveçûna zanistîyê dicemidîne. Ev
analîzên wiha di berhemên lêkolînerên wek Ali Engin Oba, (Türk
Milliyetçiliðini Doðuþu, Ýmge Yay. 1995), Yusuf Sarýnay, (Türk
Milliyetçiliðinin Tarihi Geliþimi ve Türk Ocaklarý 1911-1931 Ötüken
Yay. 2. bs. 2004), Ýbrahim Bahadýr, (Ümmetten Millete Türk
Ulusu Ýnþasý (1860-1945) Kalan Yay. 2000), Füsun Üstel, (Ýmparatorluktan
Ulus-Devlete Türk Milliyetçiliði: Türk Ocaklarý (1912-1931) Ýletiþim,
1997) de jî qet nînin. Her wiha, gelek tebîî ye ku dê ev analîzên
wiha di lêkolînên Yusuf Akçura (Türkçülük, Türkçülüðün
Tarihi Geliþmesi, Türk Kültür Yay. 1978, Yeni Türk Devleti’nin
Öncüleri, 1928 Yýlý Yazýlarý, Kültür Bük. Yay. 1981) de jî nîn
bin. Bi
taybet kurdên xwenda, kurdên ku xwedîyê tehsîleke bilind in, reftarîya
wan a li hemberî operasyonên înkar û îmha û redkirina ku li hemberî
kurdan têye meþandin jî divêt were vekolandin. Ev kurdên ku bîrhatinên
xwe yên zaroktîyê qal dikin, evên ku dibêjin, dema me dest bi xwendinê
kir me peyvek jî bi kurdî nizanîbû, lê di roja îroyîn de beþeke
mezin ji van kurdên ku tehsîla bilind qedandine û bûne doktor, parêzer,
muhendis, dersdar, muhasib, muþawîrê malî, mutehît, her wiha kurdên ku
li dayreyên dewletê dixebitin, êdî bi kurdî naaxifin, nikarin bi kurdî
biaxifin. Evana nikarin bi kurdî binivîsin, nikarin pirtûgeke kurdî,
rojnameyeke kurdî û hwd. bixwînin. Û jixwe zarokên wan, tew ji têkoþîna
bav û kalên xwe bêxeber in. Heyecana ku di mezinên wan de hebû di wan
de qet nîne… Ji
vî alîyî ve divêt ev refatrîya van kurdên xwende jî bi awayekî ciddî
bête vekolandin û rexnekirin. Ev rewþa hanê helbet bi viya ve jî girêdayî
ye ku, bê hela ev kurdên hanê li ku dijîn. Xuya ye, di navbera kurdên
ku li bajarên metropolan dijîn û kurdên ku li ser axa kurdniþîn dijîn,
cihêtî heye û ew xwedîyê reftarîyeke ji hev cihê ne. 20
hezîran 2007 _____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî: http://www.peyamaazadi.org/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=450
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org