|
NASNAMEYA
KURD Îsmaîl Beþîkçî Digel
ku di nav sînorên Komara Tirkiyê de gelek komên etnîkî û her wiha,
gelek nasnameyên etnîkî û neteweyî hene jî lê çi kesên ku di nav sînorên
wê de hebin, ew hemûyan wek tirk dibîne. Pêþtirînê van nasnameyên ku
têne înkarkirin, tune têne hesibandin nasnameya kurd e. Nasname
dikare kesane (ferdî) be jî û dikare civakî (kollektîv) be jî.
Nasnameya kesane, bersiva pirsa “kî me ez” dide ku kes ji xwe dipirse.
Li seranserî jiyanê kes dikare xwe bi çendîn cûreyên nasnameyan îfade
dike. Bo numûne, tirk e, berber e, endamê klûbeke sporê ye, nêçîrvan
e… Nasname, di wateyeke kesane de rawestîn an jî rewastendina kes e. Îcar
nasnameya civakî, di bersiva pirsa “kî ne em” de xwe bo me dide nîþan.
Pirsên wek “em aîdê kîjan ziman, kîjan kultur, kîjan netewê ne”
nasnameya civakî bo me îþaret dikin. Çi nasnameya kesane û çi
nasnameya civakî dibe, ji bo ku hebûna xwe îsbat bike pêwîstî bi cihêtiyekê
heye û her tim dixwaze vê cihêtiya xwe di nav ewlehiyê de biparêze.
Vearqilîna/pêhesîna li kakilê (orîjînalîte) xwe, di pêkhatina
nasnameyê de destpêkeke girîng e. Û ligel pêzanîna bi nasnameyê,
danasîna wê jî gelek girîng e. Heta ku ji derveyî xwe, dikare bête
gotin ku danasîna nasnameyê bo otorîteyeke siyasî hê girîngtir e. Di pêvajoya
çêbûna nasnameyê de vearqilîna li taybetmendiyên xwe yên xwerrû û têgihaþtina
bi orîjînalîteyê merheleyeke gelek girîng e. Têgihaþtina orîjînaliteyê
jî bi redkirina ewên din (öteki) re çêdibe. Redkirina ewên din, bi demê
re dibe sedema çêbûna hîsên dijber ên li hemberî ewên din û dibe
sedema girtina tedbîrên xweparastina ji ewên din. Ev yek, pêvajoyeke
wisan e ku di hemû tevgerên nasyonalîst de tê dîtin. Lê ez ne bawer im
ku di tevgerên nasyonalîst ên kurd de pêvajoya redkirina ewên din pêk
hatibe. Di nav kurdan de zêdetir geþbûna hîsên “enternasyonal” û
hizrên “birayetiyê” li hemberî ewên din têne dîtin. Ev
taybetmendiyek wisan e ku di tevgerên neteweyên din de nayê dîtin. Her
wiha têye zanîn ku kurd têdikoþin da ku qedexeya li ser zimanê wan bête
hilanîn, di nav çanda xwe de jiyana xwe dewam bikin û hewl didin xwe da
ku bi neteweyên din re wek hev bin. Di
çanda siyasî ya tirk de redkirina nasnameya kurd cîheteke gelek girîng
e. Înkarkirina zimanê kurdî û Kurdistanê hêmeneke bingehîn a vê
pvojayoyê ye. Ahmet Mesut di pêþeka kitaba xwe ya bi navê “Ingiliz
Belgelerinde Kurdistan, 1918-1958” (Doz
Yayýnlarý, Mayýs 1992, Ýstanbul s. 5-18)
de wateyine cihê li bêjeyên “redkirin” û “înkarkirin”ê bar
dike. Bêjeya “redkirin”ê bi bêjeya “nedîtin”ê û bêjeya “înkarkirin”ê
jî bi bijeya “tunekirin”ê re wekhev dibîne. Û dibêje, ev serê 85
salan e ku li polîtikaya Komara Tirkiyê înkarkirin wek tunekirinê û
redkirin jî wek nedîtinê hatiye hesibandin. Lêbelê bêjeyên red û înkarê
gelek nêzî hev in. Ji aliyê felsefî ve balkêþ e ku Ahmet Mesut bi vî
awayî wateyên cihê li van bêjeyan bar dike. Di vê nivîsarê de ligel
karanîna her du bêjeyan, hîn zêdetir bêjeya înkarê ya ku aliyê wê yî
tunekirinê girantir e, em ê biþuxulînin. Di
demên pêþî yên komarê de dihate gotin ku “Kurd tune ne, kurdî tune
ye. Li ber xwe dayîna dezgeyên feodal ên wek eþîrtî û þêxayetî û
axayetiyê heye. Digotin ku “Muþkeleya li rojhilata Tirkiyê, pirsa unsûrên
feodal e”. Û dihate gotin ku ev unsûrên feodal li hemberî pêwendiyên
modern, li hemberî dewleta tirk li ber xwe didin. Di vê þirovekirinê de
bêjeyên “irtîca” û “murtecî” jî bi taybet dihatin karanîn.
Her wiha, dihate gotin ku, “Gelek rewa ye ku dewleta tirk a laîq û pêþverû
hewl bide xwe da ku van pêwendiyên civata paþverû, van dezgeyên paþvemayî
ji ser riya xwe rake”. Û ji bo berterefkirina van pêwendiyên civata paþverû
jî li ser karanîna metodên wek reforma eraziyê, nefîkirin, koçkirina
mecbûrî, îskana mecbûrî û asîmilasyonê dihate rawestîn. Li
seranserî dîroka komarê hebûna kurdan, zimanê kurdî her dem hatiye înkarkirin.
Her tim hewl dane xwe da ku vê pirsgirêkê li gorî demê û li gorî þertên
rojane, carînan wek “pirsgirêka irtîca û murtecîtiyê”, carînan
wek “li ber xwe dayîna feodalîteyê”, carînan wek “fen û fûtên
emperyalîzmê”, yan jî wek “tevgera komunîstiyê” bidine nîþandan.
Li wan salên pêþîn ên komarê, serîhildanên kurdan bo rojavayiyan
(ewropî) wek serîhildanên “irtîca” û “murtecîtiyê” dihatine nîþandan.
Bo rojavayiyan dihate gotin ku, “pêwendiyên civata paþverû li hemberî
pêþveçûyina dewleta laîq li ber xwe didin”. Belam ev jî rastiyek
mezin e ku li wan salan, li herêmên kurdan awayê reftariyên siyasî û
civakî di çarçoveya pêwendiyên baviksalarane (ataerkil) de bûn. Têye
dîtin ku li heman salan ev serîhildan bo rayagiþtî ya hundirîn jî wek
“fîtkirina emperyalîstan, fîtkirina komunîstan” hatine nîþandan.
Ev jî tiþtekî gelek vekirî ye ku li wan salan laîqbûn wek ku li dijî
muslumaniyê be û modernbûn jî wek ku li dijî adetên bav û kalan be,
dihatine famkirin. Dîsan wê demê wisan dihate famkirin ku, ev bûyerên
li hawirdor rû didin wek ku bi
vê yekê re desthilatdariya navendê têye tacîzkirin. Her wiha, wisan
dihate hizirîn ku, li hemberî têgihaþtina desthilatdariyeke mutleq a
merkezê pêwîstiya qebulkirina desthilatdariya meylên xwecihî (ademî
merkeziyetçilik) heye. Ev
dirûþmên wek “divê feodalîte bi tevayî ji holê bête rakirin”,
“divê koka derbegîtiyê bête qelandin”, “divê dezgeyên wek þêxayetî
û eþîrtî û axayetiyê ji binî ve bêne hilweþandin” ku li wan salan
di rojevê de bûn, li gorî baweriya min ne mumkûn e ku meriv rabe wek
kiryareke domokratîk þirove bike. Dîsan li gorî baweriya min, ne mumkûn
e ku meriv wan sazî û dezgeyan li pêþiya geþbûna ekonomiyê wek
astengan bibîne. Hingê ev dirûþm têne vê wateyê ku, “Heçî kesên
ku di kurdbûnê de qewî biryardar in, ewên ku tirkbûnê qebul nakin, divê
bi karanîna hemû rê û rêbazan ji holê bêne rakirin, divê ew bêne
nefîkirin, divê her cûre û metodên zordariyê bêne karanîn da ku kurd
bêne asimîlekirin, bêne tirkkirin, ewên ku nebine tirk jî, bi çi awayî
dibe ew dizane, divê ji holê bêne rakirin.” Li
salên 1960, piþtî mudaxeleya leþkerî ya 27ê Gulanê bûyerên li
“Rojhilatê” îcar bi têgeheke din hatin qisetkirin. Dihate gotin ku,
“di bingeha bûyerên rojhilatê de ihmala dewletê heye”. Digotin,
dewletê zêde hewl nedaye xwe da ku herêm bi pêþ ve here. Ev dîtin zêdetir
ji aliyê demokratên sosyal ve derdiket pêþ. Di vê dîtinê de nasnameya
etnîkî ya kurd, nasnameya netewî, mafên netewî û azadiya wan nedihatin
dîtin. Pirsgirêk wek “pirsgirêka pêþvebirina herêmê” dihate têgihaþtin.
Wisan dihate nîþandan, her wekî ku ev pirsgirêk ji ber paþvemayina herêmê
derketibin. Û fehmeke wisan hebû ku, çi dema ku pêþvebirina herêmê
dest pê bike û herêma paþvemayî deriyên xwe bo pêþveçûnê veke
hingê dê ev pirsgirêk jî ji holê rabin. Bi vî awayî wek ku pirsgirêk
“tiþtekî li derveyî xwe”, wek “tiþtekî ku ne ew bi xwe be”
dihate îzehkirin. Îcar
li salên 1970, li salên 1980 û piþt re jî, em dibînin ku têgeha “nîjadperestiya
hindikahiyê (eqaliyet; azýnlýk)” tê karanîn. Daxwazên kurdan, ên mîna
bidestxistina nasnameya etnîkî û bidestxistina nasnameya netewî ligel têgeha
“nîjadperestiya hindikahiyê” wek hev têne dîtin û kurd têne
rexnekirin. Li gorî baweriya min, hîn rasttir e ku meriv vê rexnekirinê
wek tawanbarkirinekê têbigihe. Di van rexnekirin an jî tawanbarkirinan de
bêyî ku bêjeya kurd an jî navê kurdan bête karanîn, bêyî ku qesta
wan nasnameya etnîkî û netewî be, her wekî ku kurdan nîjadperestiya
hindikahiyê kiribe, bi vî awayî têne tawanbarkirin. Wek ku T. Ziya Ekincî
di nivîsara xwe ya bi sernavê “Netewperestiya Etnîkî” (Radikal
iki,12 Þubat 2006 s.12)
de îsabet dike, netweperestiya etnîkî têgeheke aîdê têkiliyên zemanê
împaratoriyên kolonyalîst e. Di zemanê împaratoriyên kolonyalîst de,
bo numûne, digel ku Portekîz xwediyê serjimareyeke (nufûs) hindik bû, lê
dîsan jî wek kolonyalîstekê li ser Brezîlya û Angola û Mozambîk û Gîne
Bîsseauyê hukmê xwe dimeþand. Portekîzê dixwest ku ziman û çanda xwe
li ser van welatan ferz bike. Wek viya, digel hindikbûna serjimareya xwe,
Hollandayê jî polîtîkayeke wisan dimeþand da ku ziman û çanda xwe li
Rojhilata Dûr, bo numûne, li Endonezyayê serdest bike. Her wiha Belçîkayê
jî vê polîtîkayê li Kongoyê (Zaîre) dimeþand. Heke em werin ser
kurdan, ew ji bilî ku ziman û çanda xwe ji bindestiyê derxînin tu
hewleke din nadin xwe. Ev cîheteke girîng ji çanda siyasî ya tirk e, wê
zihniyeta ku hebûna kurdan înkar dike, dixwaze ziman û çanda tirk
empozeyî kurdan bike nabîne lê kurdên ku dixwazin ligel ziman û çanda
xwe bijîn, dixwazin serbestiyekê bi destê xwe ve bînin, ev hewldanên
kurdan wek “nîjadperestiyê” yan jî wek “nîjadperestiya hindikahiyê”
þirove dikin û bi vî awayî kurd têne tawanbarkirin. Îcar
ew bûyerên ku li salên 1970an li Rojhilatê rû didan wek “anarþî”
û “eþqiyatî”yê hatin îzehkirin. Û jixwe, piþtî salên 1980an jî
bêjeya “teror”ê bû têgeheke grîng a ku navê xwe li pêvajoyê
dikir. Dihat gotin ku, “Li Rojhilat û Baþûrê Rojhilatê muþkuleya etnîkî
tune, pirsgirêka netewî nîn e, pirsgirêka terorê heye. Ji bo ku koka
terorê biqelîne, ji bo ku pirsgirêka terorê tune bike, dewletê bi her
awayî tedbîra xwe girtiye û dê bi her awayî tedbîra xwe bigre.” Ev
mijareke balkêþ e, divê meriv li ser baþ bisekine ku di seranserî dîroka
komarê de bûyerên wisan çima tenê li Rojhilatê rû didin. Dîsan
helbet divê li ser bête rawestîn ku çima ev awayên îdarekirina taybet
ku wek mufetiþiyên umûmî, orfî îdare, walîtiya super, walitiya rewþa
awarte tenê li Rojhilatê hatine karanîn. Û her wiha, divê bête pirsîn,
ev bûyerên ku wek irtîca û murtecîtiyê têne navlêkirin, bo numûne,
li Anadola Navîn, li keviyên Deryaya Reþ û Marmarayê çima nîn in?
Axayetiya eraziyê, xwedîtiya li eraziyên berfireh gelo tenê aîdê
Rojhilatê ye? Di
roja îroyîn de li herêmên kurdan akincih bûyina li bajaran, ango
bajarvanî zêdetir dibe. Bi viya ve girêdayî reaksiyona siyasî ya kurd jî
rengê xwe diguhere. Muxalefet êdî herikiye nav bajaran. Êdî çerçoveya
rengê tevgera muxalefetê, diyarkerên muxalefetê, cûreyên reftariya
siyasî û civakî ne tenê bi saziyên feodal û baviksalarane ve girêdayî
ne. Hejar û xizanên ku ne xwediyê mal û milk in, di rêvebirina tevgerên
muxalefetê de bêhtir ew serdest in. Van hemûyê pêþveçûnan kirin ku
di salên 2000an de nasnameya kurd fiîlen bête naskirin. Ev pêvajoya
naskirinê ku di serê salên 1990an de dest pê kir, di salên 2000an de geþtir
bû. Viya jî gotûbêja “nasnameya jorîn” û “nasnameya jêrin” da
destpêkirinê. Digel viya, ew tarîfa “teror”ê, ew fehma ku pirsgirêkê
wek pirsgirêka terorê dibîne hê jî berdewam e. Derketina
li dijî nasnameya kurd, gelo çawan bandorê li nasnameya tirk dike? Çanda
siyasî ya tirk qebul nake ku nasnameya kurd çêbibe, pêþî li çêbûna
nasnameya kurd digre, bi derengî dixîne. Ji ber vê yekê her tim tinazên
xwe bi kurdan dikin, zimanê kurdî, çanda kurdan tehqîr dikin, piçûk
dibînin. Ev reftarî, ev awa vegotin her ku diçe di çanda siyasî ya tirk
de rengekî faþîzan digre û bi demê re ev taybetmendî dibe tirkayetî
bi xwe. Nasnameya
rojîn-Nasnameya jêrîn. Li
van salên dawîn hindek ji berpirsiyarên tirk dibêjin ku em dikarin
“kurdan” wek nasnameyeke jêrin qebul bikin lê bi wî þertê ku
“tirk” wek nasnameyeke jorîn bêne qebulkirin. Çanda siyasî ya tirk,
hukumat û dewleta tirk iddîa dikin ku bêjeya “tirk” ne tenê di
wateya nîjada tirk de ye, di heman demê de çi kesên ku li nav sînorên
Komara Tirkiyê hene, giþan digre nava xwe. Ev, ne ew dîtin e ku rasteqîniyê
bi me dide nîþan. Ev, ew dîtin e ku, bi taybet ji bo ku kurd ji aîdiyet
û orîjînalîteya xwe hayîdar nebin, ji bo ku pêþî li çêbûna
nasnameya kurd bête girtin, ji bo ku çêbûna nasnameya kurd bête
derengxistin, têye iddîakirin. Werin em çevakî li van îfadeyan, li van
pêwendiyan, li van daxuyaniyan bigerînin:
1.“Çi
bi zanebûn çi bi nezanî, rola tirkan a li dîroka cîhanê hatiye piçûkkirin.
Ev zanyariya xelet/þaþ a derbarê bav û kalên tirkan de, di warê
xwenaskirina tirkan û pêþvebirina tirkayetiyê de xisarê pêk aniye…
Em dixwazin di vê pirtûkê de raza/sirra zîrekî û karaktera tirkan derxînin
meydanê, em dixwazin taybetmendî û hêza tirkan bi þanî wan bidin û em
dixwazin behsa geþbûna neteweya me bikin ku bê hela rehên me yên nîjadî
çendî kûr in.” (Türk
Tarihinin Ana Hatlarý, Kemalist Yöntemin Tarih Tezi, Kaynak Yayýnlarý,
2. Basým, Mayýs 1996, s. 25)
Ji vê pirtûkê 100 nusxe di sala 1930 de li çapê xistine û li kesên
eleqedar belav kirine. Di sala 1996 de ji aliyê Weþanxaneya Kaynak (Kaynak Yayýnevi) ve ji nû de li çapê ketiye (r.
474) “Nîjada
tirk ku li dîrokê mezintirîn cereyan pêk anîne, ew nîjad e ku kakilê/orîjîna
xwe gelek baþ parastiye. Ev nîjad ji ber ku li beriya dîrokê û li dewrên
dîrokê, deverên feravan dagîr kiriye û her wiha, li nêzî tixûbên
xwe bi nîjadên din re têkelî hev bûye. Lê di piraniyê van têkeliyan
de çanda tirk a ku qewî berhema kakil û toximê nîjada tirk e, ji ber ku
her tim hatiye serdestkirin, lewre di van têkelbûnan de taybetmendiyên nîjada
tirk winda nebûne”(r. 50). “Tirkên
ku þaristaniyetê (medeniyet) li tevayî cîhanê belav kirine, li welatê
wan ê esîl Asyaya Navîn di dewrên muxtelif de þaristaniyên muxtelif
ava kirine(r. 325). …û ji wir li cîhanê belav bûne, li gelek deverên
cîhanê þaristaniyên bilind ava kirine”(r. 371 û berdewama wan). Qismê
methal ê vê pirtûkê di sala 1931 de bi navê “Türk Tarihinin Ana
Hatlarý, Methal Kýsmý” ji aliyê Wezareta Perwedeya Netewî (Milli Eðitim
Bakanlýð) ve 30 hezar nusxe li çapê ketiye. Ev
“tirk”ê ku di van îfadekirinan de tê qisetkirin, gelek vekirî ye ku
“etnîkiya tirk” e. 2.Saziyek
bi navê “Ajansa Hevkarî û Bilindbûna Tirk” (Türk Îþbirliði ve
Kalkýnma Ajansý: TÎKA) heye. Bi pirsa bilindkirina civak û ekonomiya
komarên turkî yên li Asyaya Navîn ên wekî Qirxizîstan, Tirkmenîstan,
Ozbekîstan û li Qafqasyayê jî bi Azerbaycanê re eleqedar dibe. Ev bêjeya
“tirk” a ku li vir derbas dibe jî “etnîkiya tirk” qiset dike. 3.Di
navbera salên 1993-1997an de li Tirkiyê “Kongreyên Tirk (Türk
Kurultaylarý)” hatin lidarxistin ku berpirsiyarên hukumat û dewletê jî
beþdariyê kiribûn. Ev kongre di sala 1993 de li Antalyayê, di sala 1994
de li Îzmîrê, di sala 1995 de li Stenbolê, di sala 1996 de li Aqerê û
di sala 1997 de li Stenbolê çêbûn. Di van kongreyan de rêvebirên
dewlet û hukumata tirk, berpirsiyarên komarên turkî yên li Qafqasya û
Asyaya Navîn digihan hev û serxwebûna dewletên turkî, wek netewe
azadiya tirkan pîroz dikirin. Ev bêjeya “tirk” a ku li vir jî derbas
dibe bêguman “etnîkiya tirk” qiset dike. Bo numûne, di hîç civîneke
ji van civînan de Celal Telebanî an jî Mesûd Berzanî nehatiye dîtin. 4.Çi
dema ku pirsên derbarê Kerkûk û Mosilê de bêne rojevê, hingê
berpirsiyarên dewlet û hukumata tirk her tim viya dibêjin: “Çi dema ku
zordariyek li ser tirkmanan hebe helbet em ê bêdeng nemînin. Em ê her
dem xwedîtiyê li azadî û mafên tirkmenan bikin… Divê Berzanî û
Telebanî di vî warî de siyaseteke hesas bimeþînin. Divê berjewendiyên
tirkan di piþta guhê xwe re neavêjin. Di vê mijarê de em careke din
Berzanî û Telebanî hîþyar dikin!...” Ev jî rastiyek e ku ev bêjeyên
“tirk” û “tirkman” ên ku li vir derbas dibin jî “etnîkiya
tirk” bi þanî me didin. Di
van çar mînakan de jî wek ku bi awayekî vekirî hate dîtin, bêjeya
“tirk” îþareta etnîkiya tirk dike. Dîsan her wekî ku bi awayekî
vekirî di van mînakan de hate dîtin “kurd” nakeve nava vê gorepanê.
Çi dema ku “tirk” hatibe gotin “kurd” nakeve nava wê. Ji bo ku
meriv qala kurdan bike, ji bo ku meriv bibêje “kurd”, hingê divêt navê
“kurd” bête gotin. Di xala 66. a Destûra Bingehîn a sala 1982 de îfadeyeke
wisan heye ku dibêje, “Her kesê ku wek hemwelatiyek bi dewleta tirk ve
girêdayî be, ew tirk e.” Heman îfade di xala 54. a Destûra Bingehîn a
sala 1961 de hebû. Wek ku ev hukm, bêhtir ji wateya girêdayîna hemwelatîbûnê,
bêhtir ji wateya huqûqa hemwelatîbûnê, ji vana gelek bi wêdetir, her
wekî ku ev rastiyeke civakî be hatiye þirovekirin. Di vir de wek ku tirk
bin hesibandina kurdan biryareke brokratîk û îdeolojîk e. Ev biryareke
wisan e ku bi destê dewletê bi tedbîrên cezaî û îdarî têye parastin
û berevaniya wê têye kirin. Lêbelê ev ne ew hukm e ku rastiyên civakî
qiset dike. Jixwe, li van salên dawîn qebulkirina nasnameya kurd jî têye
vê wateyê. Kurd, wek nasnameya jêrîn têne qebulkirin. Berpirsiyarên
dewletê, bo numûne, serokkomar ji bo qebulkirina nasnameyên jêrîn li
ser zarûriyeta qebulkirina nasnameya tirk a jorîn radiweste. Dibe
ku di nav sînorên netewedewletê de zêdetir ji yekî grûb û hindikahiyên
etnîkî hebin. Dibe ku bête gotin netewedewletê van nasnameyan wek
nasnameyên jêrîn fam kiribe û bi vî awayî wan nas kiribe. Û dibe ku bête
gotin nasnemyên jêrîn bi nasnameya jorîn ve hatine girêdan. Lêbelê di
van þertan de jî îcar nabe ku nasnameya jorîn ji wan parçeyên ku netewê
pêk anîne, tenê navê yekî bîne bîra meriv. Prof.
Baskin Oran û Prof. Îbrahim Kaboglu têgeha “Tirkiyeyîbûnê” wek
nasnameya jorîn pêniyaz dikin. Ev pêþniyaz di “Raporta Mafên
Hindikahiyan û Çandî” de ku ji aliyê Lijneya Þêwirmend a Serokwezîriyê
bo Mafên Mirovan (Baþbakanlýk Ýnsan Haklarý Danýþma Kurulu) têye
qisetkirin. Lêbelê, her wekî ku li jor di wan çar xalan de jî hate dîtin,
ev têgeha “tirk” etnîkî û neteweya tirk îfade dike. Hingê ev dibe
qebulkirineke îdeolojîk ku tirk ne navê etniyekê ye, çi kesên ku li
Tirkiyê dijîn navê giþan e. Ev jî rewþa civakî îfade nake. Bêjeya
“Tirkiye” jî ji bêjeya “tirk” hatiye çêkirin. Ji bo ku li Tirkiyê
nasnameyeke jorîn bête qebulkirin hingê divê ku “tirk” jî mîna ewên
din wek nasnameyeke jêrîn bêne qebulkirin.
Prof.
Baskin Oran di vê mijarê de dibêje ku, navê Tirkiye ji aliyê
rojavayiyan ve hatiye danîn û navê “tirk” jî ji aliyê çîniyan ve
hatiye þuxulandin. Dibêje, navê “Tirkiye” ji salên êrîþên xaçparêziyê
bigre û bi vir de ye ku ji aliyê rojavayiyan ve têye karanîn, lewre jî
divê ev nav were karanîn. Dibêje rojavayiyan ji bo Anadolê, ji bo deverên
ku kurd lê dihêwirin û ji bo deverên ku erebî dihate axiftin, wan wek
“Tirkiye” nav lê kirine. Ev daxuyaniyên Prof. Baskin Oranî bi meriv
viya didine hizirîn ku, hîç karek ku xêra kurdan tê de hebe rojavayiyan
nekiriye. Ev ji sedê salan e ku her wisan e. Gelo di bingeha dijayetiya
kurd a li nav rojavayiyan çi heye? Nexwe, divê meriv viya jî bizivirîne
dema êrîþên xaçparêziyê. Ew qumandanê ku pêþî li êrîþên xaçparêz
û rojavayiyan girt Selahedînê Eyubî ye. Selahedînê Eyubî jî kurd bû.
Dibe ku di bingeha dijayetiya kurd a li nav rojavayiyan ev fenomen heye. Baþ
e, ji bo ku pêþî li xaçparêzan girtine, gelo ereb qedrê kurdan digrin?
Divê meriv ji viya re jî bibêje, “na!” Di sala 1961 de kurdan bi
serperiþtiya Mela Mistefa Berzanî têkoþîna azadiyê dan destpêkirin. Rêvebiriya
ereb a Îraqê ji kurdên cehþ mufreze pêk anîbû û van mufrezeyan
diajot bi ser kurdên ku ji bo azadiyê þer dikin. Di sala 1663 de û li
salên piþtî wê, navê “Þêrên Selahedîn” an jî “Siwariyên
Selahedîn” li wan mufrezeyan hatibû danîn. Ji bo mufrezeyên ku ji
ereban hatibûn pêkanîn jî, navê “Þêrên Xalid bîn-Welîd” dihate
karanîn. Ev agahî di cilda duduyan a pirtûka Mesûd Berzanî de hene (Barzani
ve Kürt Ulusal Özgürlük Mücadelesi, Doz Yayýnlarý, Îstanbul, 2005,
s. 99) Dijayetiya
kurd a li nav dewletên ku kurdan xistine bin nîrê dagîrkeriya xwe têye
famkirin, lê dijaytiya kurd a li nav rojavayiyan mijareke girîng e ku divê
li ser bête rawestîn.
Wergerandina
ji tirkî:
Roþan Lezgîn
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org