|
NAVÊ
GUND Û MEZRAYÊN LICÊ Roþan
Lezgîn Li
xerîteyek ku þaredariya Diyarbekir di sala 1997 de amade kiribû navê
gund û mezrayên Licê yên bi tirkî hatibûn nivîsîn, lê diyar nebû
ku kîjan mezra li ser kîjan gundî ye. Bi alîkariya gelek kesên ji van
gundan navên bi tirkî û kurdî ên qismek ji mezrayan û gundan hatin
tesbîtkirin. Dîsan, cedwelek ku ji dayreya Tapu-Kadastroyê hat peydakirin
jî, navên nuh (tirkî) û yên esîl (navên kurdî bi alfabeya tirkî
hatibûn nivîsîn) ên gund û gelek mezrayên Licê tê de hebûn, di vê
xebatê de jê sûd hate wergirtin û tabloya li jêr li gor vê cedwelê
hate amadekirin. Gundê
Dêrcimtê (Yeþilburç) ku ciyê gund bi qasî 2 km. li bakurê Licê, di
nav çiyê de bû lê di erdheja 1975 de hilweþiyabû û piþt re li
merkeza Licê wek taxek ji nuh ve hate lêkirin û dîsan, gundê Fûmê
(Kumluca) û mezraya wê Nêrgizî jî, ji ber ku niha wek taxeke navenda
Licê têne hesibandin, lewre jî ne di vê tabloyê de ne. Herçendî
ji aliyê îdarî ve hinek gund wek gundên merkezî û hinek gund jî wek
mezra têne tasnîfkirin, lêbelê xelkê herêmê, çi mezra û çi gund,
hemûyan wek gund dihesibînin. Ango ji bo gundek bûyina “mezra” bi tenê
termeke îdarî ye. Hinek
gund hene ku çend caran navê wan ê tirkî hatiye guhertin. Geh mîna
muxtarîyekê û geh jî wek mezra hatine nîþandan. Wek mînak, gundê
Dingilhewa, heta salên 1950 wek muxtarîyekê gund bûye û navê wê jî
“Bekiran” bûye ku teqrîben li salên 1930 hatiye lêkirin, lêbelê dû
re muxtarîya gund hatiye betalkirin û niha wek mezrayek bi ser Zoxasalan
(Kýpçak) ve ye. Îcar, bi betalkirina muxtariyê re navê Bekiran jî
hatiye hilanîn. Lêbelê, dîsan jî li hin deran wek “Dingil” li hin
deran wek “Dingilhava” û wek “Bekiran” jî hate tesbîtkirin.
Navlêkirina
Gundan Qismek
nav hene ku bi kurmancî cihê û bi kirdkî cihê têne gotin. Wek mînak,
mezraya Zoxasalan ku bi tirkî wek “Uzundere” tê navkirin, bi kirdkî jê
re dibêjin “Derederg” lê bi kurmancî dibêjin “Newala Dirêj”
(her sê nav jî di heman wateyê de ne). Her wiha, mezraya Melê (Yünlüce)
ku bi tirkî “Deðirmenaltý” tê gotin, bi kirdkî dibêjin “Binê Arêyan”
û bi kurmancî jî dibêjin “Binê Aþan” (ev her sê nav jî di heman
wateyê de ne). Her wiha di navê gelek gundên din de jî cihêtiyên bi vî
rengî hene. Ji
aliyê nêr û mêkîtiyê ve jî di hin navên gund û mezrayên Licê de,
di navbera kirdkî û kurmanciyê de cihêtî heye. Wek mînak, di kirdkî
de “Hesîg, Hendîv, Karrica…” nêr (n) têne gotin lê di kurmancî
de çawa ku bi awayekî giþtî navê hemû þêngehan dibin mê, her wisan
navên hemû gundên Licê jî mêkî (m) têne gotin. Taybetiyeteke
din a di navbera kirdkî û kurmancî de jî ev e: Çi navên ku mê ne, wek
qaydeyek di halê sade de bi kirdkî dengê ‘e’ tê dawiyê. Wek mînak,
bi kurmancî “Herbeqin”, bi kirdkî “Herbeqne”. Her wisan, bi
kurmancî “Celik” bi kirdkî “Celke” yan jî “Celka”
tê gotin. Jixwe,
bi kurmancî di navlêkirina gundan de, yan jî di vegotinê de bêyî ku
koka peyvê bête guherandin, qertafa mêyîtîyê ya denglêkirinê ku dengê
‘ê’ ye, tê dawiya nav û dikare bête tewandin jî, ango bi awayê
tewandî jî têne gotin. Wek mînak, di halê sade de “Balicin” lê bi
awayê tewandî “Balicnê” tê gotin, dîsa di halê sade de
“Celik” di halê tewandinê de “Celkê” û “Hezmaz” wek
“Hezmazê” tê tewandin. Ziman Ji
gundên Licê yên ku wek muxtarî (navenda gund) têne hesibandin 34 kirdkî
(zazakî), 20 kurmancî, 1 kirdkî/kurmancî û 1 jî bi erebî diaxifin. Ji
mezrayan jî 97 kirdkî, 20 kurmancî, 2 mezra bi kirdkî/kurmancî diaxifin
û 2 mezra jî min nikarî lehçeya ku pê diaxifin tesbît bikim. Hinek
gundên Licê hene ku berê kirdkîaxêf bûne lê niha bi kurmancî
diaxifin. Ji vana yek Aloxuþa ye, ku li gor gotinan, bi giþtî ji gundên
kurmancan jin anîne û bi vî awayî hêdî-hêdî li gund kurmancî hatiye
axiftin, dû re jî tevayî gund êdî bi kurmancî axifiye. Lêbelê ewên
ku niha salên wan li dor çilî ne hê jî baþ kirdkî dizanin. Ji
van gundan ên ku min tesbît kirin yek jê Tûtê ye. Di vî gundî de, li
gor gotinan, bi tenê bavek kurmanc e. Pêþiya giþan vî camêrî li ber wê
dara tuyê ya li ser kaniyê daniye û dû re ewên kirdkîaxêf û bafileyên
ku ji gundên derdorê hatine vî gundî þên kirine jî, êdî bi kurmancî
axifîne. Gundê
Sernisê jî teqrîben qismek jê ermen (bafile) in, lê qet bi ermenkî
nizanin û giþ bûne musluman, ligel kurmancan ew jî kurmancî diaxifin. Bêyî
vî gundî, gundekî din ê Licê jî Sinê ye, ku ew jî bi erebî yan jî
bi lehçeyeke erebî diaxifin. Di nava xwe de bi zimanê xwe diaxifin lê
gelek baþ bi kurmancî jî dizanin. Çi heye ku ev gund ji aliyê civakî
ve pêwendiya wan bi gundên derdorê re zêde ne vekiriye; biteasub in. Îhtîmaleke
mezin, dibe ku ji ber sedemên dînî/olî be, lewma jî di têkiliyan de bo
kurdan zêde ne vekirî ne. Ji
aliyê îdarî ve jî, mîrekî di destê kurmancan de bûye û li navenda
Licê akincih bûne. Lêbelê piþtî surgûna ermenan gelek mîre û beg ji
navenda Licê çûne gundên mîna Melê, Engulê, Fûmê… Mîreyên
Pêçarê jî kurmanc bûne lê ji ber ku Pêçar di mintîqaya Dimîlya
(Kirdane) de ye, ew jî êdî fêrî kirdkî bûne û bi vê lehçeya kurdî
diaxifin. Qismek
kird jî hene, ku ji wan re “Þêxemîre” tê gotin. Ev jî kirdên xas
in, ku li gundên Karrincag, Mêrg, Mehmedêl, Tuyêrek, Meresê (Medresa),
Manîsor, Dizênî, Kuzênî, Þelgemîn, Þaxor, Þaxora Çiyê û Kortê
niþtecih in. Dibe ku wan jî wextkê mîrektî kiribe. Çunke, gundekî wan
heye ku jê re dibêjin, “Meresê (Medrese)” û dibêjin, “Li wir
zemanek medreseyek hebûye lewma navê wir Meresê ye…” Di
sedsala bihurî de ji wê mintîqayê alimên navdar ên mîna Seydayê Xasî
û Kurdîzade Ehmed Ramîz Beg derketine. Ji
aliyê xusûsiyetên zimên ve kurmancîya Licê nîspet bi deverên din ên
kurmancîaxêf, pirr di bin tesîra kirdkî de ye. Wek mînak, kurmancên
Licê bi giþtî daçeka “jî” ya di kurmancîyê de mîna kirdkî, wek
“zî” kar tînin. Dîsan îzafeya temamkirinê ya nêr ku di kirdkî de
dengê “o” tê karanîn, hema bibêjin ku hemû kurmancên Licê di fiîlan
de kar tînin; wek “diço”, “dixwo” û her wekî vana. Ev jî bi me
dide nîþandan ku mintîqaya Licê ji qedîmî ve kirdniþîn bûye.
Koçer
û Kirdasî Qismek
gundên Licê hene ku bi kirdkî diaxifin lê kurmanc ji wan re dibêjin “Koçer”
û kird jî ji wan re dibêjin “Kirdasî”.
Gundên wan ev in: Zoxesalan, Newala Dirêj, Hesenan, Qolan, Qûçikê,
Pirpagê, Mêrdînîyan, Xodîga Jêrîn, Xodîga Jorîn, Sêqas, Dalane, Koþk,
Bawerd, Kirran, Qerac, Qencer, Gavnor, Bamûsî. Ev gund li rojhilatê Licê,
li mintîqayek nêzîkî Çemê Sarûmê ne. Gavnor ne tê de, avabûyina
van gundan ne pirr ji zû de ye, belkî li dor sed salî ye. Beriya vê demê
ew her di koçeriyê de bûne ku heta bîst-sî sal berê jî havînan diçûn
havîngeyan û zivistanan jî vedigeriyan gundên xwe. Gundên kirdkîaxêf
ên li derdora wan, ji xwe nizimtir li wan dinêhirin û ji wan re dibêjin,
“Em akincî ne, hûn koçer in!...”
Dimilya
yan jî Kirdane Gundên
Licê ku bi tenê kirdkî diaxifin, ji mintîqaya rojhilatê Sîwanê bigre,
ku dikeve bakurê rojavayê Licê, ber bi aliyê rojhilatê ve, di nava Licê
û Dara Hênê (Genç) de, heta Çemê Sarûmê, ku sînorê Pasûr (Kulp)
û Licê ye, li rojhilatê Çemê Sarûmê heta bi piþta Pasûrê hemû
gund kirdkî diaxifin. Û jixwe, li rojavayê Licê jî gundên Hêneyê
(Hani) û li aliyê bakûr jî hemûyê Dara Hênê tev bi kirdkî diaxifin.
Mintîqaya Pêþê Kevir ku dikeve baþûrê Licê û di navbera Licê-Hezro-Karazê
de ye, li wê deverê jî qismek gund bi kurmancî û qismek jî bi kirdkî
diaxifin. Li aliyê mintîqaya Pêþê Kevir hin gundên ku bi kirdkî
diaxin, mîna gundê Eyndarê, ji aliyê îdarî ve li ser Hezroyê ne. Îcar,
ji wê zincîreçiyayê piþta Licê (bakûr) bigre heta bi ku diçe nayê
zanîn, kurmanc jê re dibêjin, “Dimilya”
û kird jî dibêjin “Kirdane”.
Kurmancên
Diyarbekir û deþta Diyarbekir jî, ji qedîmî ve çawa ku ji hemûyê
kirdan re dibêjin, her wisan ji kirdên Licê re dibêjin, “Zaza”.
Kurmancên Licê jî ji kirdan re dibêjin, “Dimilî” lêbelê kirdên
Licê ne ji xwe re dibêjin “Zaza” û ne jî dibêjin, “Dimilî”. Ew
ji xwe re dibêjin, “Kird” û ji lehçeya xwe re jî dibêjin, “Kirdkî”.
Ji
aliyê din ve, gundê Sinê ji aliyê nîjadî ve xwe çawa dibînin nayête
zanîn, lêbelê ji bilî wan, hemû xelkê Licê, çi kird û çi kurmanc,
bafille jî di nav de, bi awayê giþtî tev ji xwe re dibêjin, “Kurd”. Navê
Gund û Mezrayan: Tirkî-Kurdî
No:
Tirkî (Köy)
Kurdî (Gund) Tirkî
(Mezra)
Kurdî (Mezra) Lehçe
|