|
Li
Çewlîgê Panela Ehmedê Xasî Çêbû Roþan
Lezgîn
Panela
bi sernavê Despêka Edebîyata
Kirmanckî (Zazakî) û Ehmedê Xasî ku ji alîyê komeleya pêþdeçûna
Çewlîgê (Bin-Der) hat organîzekirin li Çewlîgê çêbû û eleqeyeka
mezin hat nîþandan. Panela ku bi qasî 120 kes beþdar bûn li salona
konferansê ya Otel Sarioglu li roja 12.04.2009 saet 14.00 de dest pêkir û
saet 16.00 de temam bû. Di panela ku serekê desteya rêvebirîya komeleya
Bin-Derê Mistefa Karasu axaftina
destpêkê kir de zimanzan, lêkolîner û nivîskarê kurd ê navdar Mehemed
Malmisanijî axaftina bi sernavê “Ji
destpêkê heta îro edebîyata kirmanckî û Ehmedê Xasî”, nivîskar
Mihyedîn Mîyalanî axaftina bi sernavê “Berawirdkirina Mewlidên Kirmanckî (Zazakî)” pêþkêþ kir, þaîr
Mela Mehemedê Kavarî ji mewlida
Ehmedê Xasî hin beþ bi meqam
xwendin û nivîskar Mehmûd Nêþiteyî
jî moderatorîya panelê kir.
Serekê
desteya rêvebir a komeleya Bin-Derê Mistefa
Karasu di axaftina destpêkirina panelê de bi lehçeya kirmanckî, da
zanîn ku bi lidarxistina çalakîyên wisa dê bajarê Çewlîgê ji layê
kultur û hunerê ve pêþ de here, herwisa, ev lehçeya kurdî ku ber bi
helandinê ve diçe, dê zinde û geþ bibe. Herwisa, da zanîn ku ew wekî
komele gelek bextewar in ku çalakîyeka wisa li dar xistine. Panel
ji serî heta dawîyê bi lehçeya kirmanckî (zazakî) çêbû. Piþtî
ku moderatorê panelê nivîskar Mehmûd
Nêþiteyî panelîst dan naskirin û derbareyê mijara panelê de agahî
dan beþdaran, hingê zimanzan, lêkolîner û nivîskarê kurd ê navdar Mehemed
Malmîsanijî dest bi axaftinê kir. Malmîsanijî
pêþî derbareyê lehçeyên kurdî de agahîyên giþtî dan û axaftina
xwe wisa dewam kir: “Ev lehçeya me
li herêmên cihê bi navên cihê tê binavkirin. Wekî mînak, li herêma
Dîyarbekirê û qezayên wê û li herêma Çewlîgê û qezayên wê bi
navê ‘kirdkî’ tê
binavkirin. Li herêma Dêrsimê, li Erzingan, Sêwas û Gimgimê bi navê
‘kirmanckî’ tê binavkirin.
Li navçeyên Çêrmûg, Sêwreg û Aldûþê bi navê ‘dimilî’
tê binavkirin. Li derdora Madenê jî bi navê ‘zazakî’ tê binavkirin. Lê em wekî grûb navê ‘kirmanckî’ tercîh dikin. Herçendî di nav herêman de hinek cihêtîyên
devkî hebin lê ji alîyê taybetmendîyên zimanî ve eynî ye û yek ji 4
lehçeyên sereke yê zimanê kurdî ye. Lêbelê carînan bi þaþîtî tenê
jibo lehçeya kurmancî ‘kurdî’
tê gotin. Hingê, bi vî awayî, mîna ku ev lehçeya me zimanekî din be tê
fêmkirin. Ev xelet e. Peyva ‘kurdî’
navê hevpar yê hemî lehçeyên kurdî ye.”
Zimanzan,
lêkolîner û nivîskarê kurd ê navdar Mehemed
Malmîsanijî di berdewama axaftina xwe de wisa got: “Ehmedê Xasî
ku li gundê Hezana Licê hatîye dinyayê û demekê muftîtîya qezaya Licê
jî kirîye, yekemîn nivîskarê vê lehçeya me ye. Berhema wî ya navdar Mewlidê
Kirdî cara pêþî di sala 1899’an de li Diyarbekirê li çapxaneya Lîtografyayê
li çapê ketîye. Ev berhem di eynî demê de yekemîn berhema kurdî ye ku
di çapxaneyeka modern de li çapê ketîye. Piþtî vê berhemê muftîyê
Sêwregê yê wê demê Osman Efendîyê
Babijî jî mewlidek nivîsîye. Lê ev mewlid gelek di pey re, di sala
1933 de li Þamê ji alîyê Celadet
Bedirxanî ve hatîye çapkirin. Ji ber polîtîkaya dewleta Tirkîyê
ya înkarker, qedexeker û zordar ku demeka dirêj li ser ziman û hebûna
kurdan dewam kir, lewre heta salên 1970’yî ne bi lehçeya kurmancî û
ne jî bi lehçeya kirmanckî (zazakî) berhemên nivîskî nehatine çapkirin.
Lê piþtî van salan pêþî li kovaran hêdî bi hêdî her du lehçe
hatin nivîsîn û pêþdeçûnek çêbû. Roþinbîrên kurd ku ji ber
tadaya dewletê revîyan derveyî welêt, dest bi xebata li ser zimên kirin
û bi vî awayî ji alîyê nivîsînê ve her du lehçeyên ku li Bakur têne
axaftin pêþde çûn. Wekî mînak, li dora 15 kurdên ku lehçeya kirmanckî
diaxifin, di sala 1996an de, li Swêdê cara pêþî em kom bûn û me Grûba
Xebate ya Vateyî ku li ser standardîzekirina vê lehçeyê dixebite
damezrand. Di çarçeweya vê xebatê de heta îro me 17 kombûn çêkirin.
Kombûna me ya herî dawîn li Diyarbekirê, di 8, 9, 10 û 11ê vê mehê
çêbû. Di her kombûnê de her carê me hinek pirsgirêkên zimanî yên vê
lehçeyê munaqeþe kirin û me qaydeyên gramera wê tesbît kirin. Di vê
çarçeweyê de heta niha me 32 hejmarên kovara Vate
weþandin. Herwisa, me kitêbeka îmlayê, ango rastnivîsînê û ferhengek
ku sê caran hatîye firehkirin û ji nuh de çapkirin weþandin. Dîsa, ji
alîyê Weþanxaneya Vateyî ku
li Îstanbulê ye, ji destpêka xebata me heta niha 27 kitêbên kirmanckî
çap bûne û gelek kitêb jî li ber çapê ne. Heta niha tevîhev li dora
170 kitêb di vê lehçeyê de weþîyane. Tabî, nisbet bi zimanên din,
dibe ku ev xebat û hejmara van kitêban di dereceyeka komîk de be lê ger
em polîtîkaya înkarker, qedexeker û zoradîyê, herwisa, îmkanên me yên
kesane û kêm bidin ber çav, jibo me ev dibe serketinek. Em hêvîdar in
ku gelê me û bi taybet ciwanên me di axaftina xwe ya rojane de vê lehçeyê
bi kar bînin û xebatên nivîskî biþopînin.” Piþtî
ku þaîr Mela Mehemedê Kavarî
ji Mewlida
Kirdî çend beyt bi meqam xwendin, îcar nivîskarê çewligî Mihyedînê
Mîyalanî berhema navdar a Ehmedê
Xasî ji gelek alîyan ve bi dorfirehî analîz kir û bi mewlidên din
ku bi vê lehçeyê weþîyane danberhevîyekê çêkir. Nivîskar
û lêkolînerê çewlîgî Mihyedîn
Mîyalanî pêþî derbareyê berhema Ehmedê
Xasî ku yekemîn berhema nivîskî ya lehçeya kirmanckî (zazakî) ye,
bi dorfirehî agahî dan. Mihyedînê
Mîyalanî paþê wisa dewam kir: “Tê
dîtin ku Ehmedê Xasî di nav hewldaneka mezin de bûye daku dewlemendîya
vê lehçeya kurdî ya ku herî dereng hatîye nivîsîn îsbat bike. Wekî
mînak, mewlida kurmancî ku berîya wî hatîye nivîsîn, herwisa, di
mewlida tirkî de jî, navê beþan bi erebî ne. Lê di berhema Ehmedê
Xasî de navê beþan û wateya bîsmîllayê bi kirmanckî (zazakî)
ne. Li gorî wê demê ev cihêtîyeka mezin e. Ji layê din, di Xasî
de hem îlm heye hem îrfan heye. Xasî,
xwedîyê zanîneka kûr a îlmê þîîrê ye jî. Wî ziman gelek bi hêsanî
û bi hostatî bi kar anîye. Di þahesera xwe de sembol ewçend bi kûrahî
û hostatî xebitandine ku meriv bê hemdê xwe heyran dimîne. Wekî mînak,
Xasî sembola qelemê gelek hostayane bi kar anîye. Di berhema wî
ya mezin de pêþî Xwedê bi qelemê re diaxife. Tiþtên ku dê bixuliqîne
yek bi yek bi qelemê dide nivîsîn. Li vir, Xasî
hewl dide xwe daku hêz û qedrê qelemê bi me bide zanîn. Heta niha di vê
lehçeya me de gelek mewlid hatine nivîsîn. Hema bibêjin ku hemîyan îlhama
xwe ji Xasî girtine û ketine
bin bandora wî. Lêbelê tu yek ji wan negihaye Xasî.
Bandora wan lokal maye. Lê berhema Xasî,
nav û dengê Xasî, digel polîtîkaya ewqas înkarker, qedexekar û asîmîlkasyonîst,
dîsa jî, li her derê belav bûye. Ev jî mezinahîya Xasî nîþan dide.” Piþtî
axaftina nivîskar Mihyedîn Mîyalanî
Mela Mehemedê Kavarî dîsa ji
mewlida Xasî û ji mewlida Osman Efendîyê Babijî çend beytên din xwendin. Paþê hinde beþdaran
pirsên xwe ji zimanzan û lêkolîner Mehemed
Malmîsanijî kirin û þîroveyên xwe pêþkêþ kirin. Piþtî bersivên
berfireh ku Malmîsanijî dan
panel bi dawî bû. Roja
berê, ango roja 11ê mehê Grûba Xebate ya Vateyî kombûna xwe ya 17. li
Dîyarbekirê temam kiribû û di dawîya kombûnê de daxuyanîyek dabû çapemenîyê.
Ji ber ku TRT-6 di weþana kirmanckî de hinek herfên ku alfabeya kurdî de
nîn in bi kar tîne, TRT-6ê îqaz kiribû û xwestibû ku rayagiþtî di vî
war de hîþyar be.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org