|
Pêþnîyaza
Pêþbezîyekê Roþan Lezgîn Her
kurdekî welatperwer baþ dizane ku zimanê kurdî li Kurdistana Bakur roj
ji rojê dihele, ango axaftvanên zimanê me kêmtir dibin. Herwiha, ev jî
baþ têye zanîn ku kurdek çi dema ku zimanê xwe ji bîr ve kir, êdî
gelek zehmet e ku ji nû ve fêrî zimanê kurdî bibe. Û bi vê bîyanîbûnê
re ji hest û fehma xwe ya neteweyî jî êdî bi dûr dikeve. Ango ji aîdîyeta
xwe vediqete. Ger
hindek be jî, bona pêþîlêgirtina vê prosesa hanê, di vê gotarê de
ez ê hewl bidime xwe da ku pêþnîyazekê pêþkêþ bikim ku teqrîben dê
her sazîya kurd bikanîbe vê çalakîyê bi hêsanî li dar xîne.
Gregory
Jusdanis di kitêba xwe ya bi navê Modernîzma Derengmayî û Kultura Estetîkîyê
(Gecikmiþ Modernlik ve Estetik Kültür,
Metis, 1998) de çîroka pêþketina
ziman û edebîyata modern a li Yewnanîstanê qal dike. Bêguman bi
berfirehî û bi awayekî berawirdî qala pêkhatina tesewura neteweyî
dike. Lê tiþtê ku niha bala min diçe ser ev e: Li welatek ji bo pêþketina
edebîyatê û aktuelbûna zimên pêwîstî bi çar hêmanên sereke heye: 1.weþan,
2.mekan, 3.pêþbezî, 4.antolojî. Evên
hanê bi giranî aktîvîteyên sivîl in.
Di
xala weþanê de rojname, kovar, kitêb, fîlmên sînema û her cûre
alavên ku xizmeta weþandinê dikin dihejmêre. Em jî dikanin malperên
enternetî, fîlmên serîyal û kartonî yên televîzyonan û hwd. lê zêde
bikin. Ev amurên weþanê rê vedikin ku hunermend peywendîyê ligel
gireseyên mezin dayne û peyama xwe belav bike. Çunke sedemê sereke yê
afirandina hunerî ev e ku kirde yan jî kirdeyên hunerê peyama xwe
rabigihînin kesên din, li gorî mebestekê civakê manîpule bikin. Di vê
çarçoveyê de car heye tenê wêneyek, dîmenek, sehne yan jî hevokek
dikane îstîqameta civakê biguherîne.
Di
xala mekanê de, heçî avahîyên ku têde huner têye amadekirin û pêþkêþkirin,
giþan dihejmêre; salonên sînema û teatrê, salonên ku têde panel û
semîner têne lidarxistin, kafeyên ku têde munaqeþeyên edebî/hunerî têne
kirin, weþanxane, kitabfroþ û hwd. Li bajaran -ku bajar þaristanîyet
in-bêyî mekanan, ango bêyî ku avahîyek hebe huner nayê pêþkêþkirin,
nayê guhdarîkirin yan jî temaþekirin. Meriv dikane stadyum, meydan (qad)
û kolanên taybet ên hunerî jî di nav mekanan de bihesibîne.
Di
xala pêþbezîyê de qala lidarxistina her cûre pêþbezîyên edebî
û hunerî dike. Çunke pêþbezî, bêhtir jî pêþbezîyên ku qîymeteka
wan a maddî hebe, her tim dibin sedemê afirandina berheman, enerjiya
kirdeyê hunerê dixînin nav bizavê. Ji qedîmî ve heta bi îro ehlên
hunerê her tim di nav tengasîyên maddî de bûne. Ev di xwezaya mijûlîya
wan de heye. Ji ber ku tevayî enerjîya xwe didin ser hunerê, hingê ji
bidestxistina îmkanên maddî bêpahr in, alîyê wan ê debarê tim leng
e. Lê ji ber mexrûriya xwe jî ji alîkariya maddî re girtî ne. Lêbelê
çi dema ku di encama pêþbezîyekê de wek xelatek îmkaneka baþ ya maddî
bikeve dest, vê îmkanê wek heqê xwe dibînin û jixwe, ev wisa ye jî.
Hingê bi can û dil li karê xwe sor dibin.
Di
xala antolojîyê de jî qala amadekirina antolojîyên biprestîj dike.
Çunke cihgirtina di antolojîyeka qedirbala de bona kirdeyê berhemê
bilindtirîn rûmet e. Bona afirandina berhemên hîn hêjatir dibe palpiþteka
manewî ya gelek hêja. *
* * Bêguman
rewþa ziman û edebîyata kurdî ya li Kurdistana Bakur têye zanîn. Rewþ,
ji ne baþ jî wêdetir di xetereyeka mezin de ye. Çerxa asîmilasyonê di
bilindtirîn radeyê de dixebite, kêm kes dikanin xwe li ber ragirin. Em
wek kurd, wek kesên xwedî rûmeta neteweyî ji dil li çareyan digerin da
ku ziman û çanda kurdî bidine jiyandin lê îmkan û hêza me malum e! Heta
bi bîst sal berîya niha, civaka kurd bi giþtî gundî bû. Ji sedî nodê
roþinbîr yan jî neteweperwerên kurd ên îro zarokên gund in. Lê êdî
gund nema. Ger fîzîken hebe jî, çi ferqek di navbera gund û bajêr de
nemaye. Çunke bi saya pêþketina teknolojiyê êdî çi tiþtê ku li bajêr
têye bihîstin di heman salîseyê de li gund jî têye bihîstin. Çi amurên
ku li nav bajêr têne xebitandin, li gund jî bi heman mebestî têne
xebitandin. Heta ku meriv dikare bibêje xebata li gund ji ya nav bajêr
siviktir bûye. Zimanê
me, ango zimanê kurdî, ji ber þert û zurûfên xwe zimanê gund bû. Bîst
sal berê ne ferhengek hebû ne pirtûkek, ne radyo ne kanaleke televîzyonê,
jixwe, enternet qet di xeyala me de jî nebû. Di heyama îroyîn de cîhan
hemî bajarî ne, em jî mecbûren êdî bajarî ne. Piþtî ku em mecbûren
bajarî ne, hingê em di nav hewldanên bajarîbûnê de ne jî; di nav van
bîst salên dawîn de roþinbîrên kurd zimanê kurdî (ez qala Bakur
dikim û li vir mebesta min ji zimanê kurdî, dîyalektên kurmancî û
zazakî ne) standardîze kirin. Bi giþtî yên edebî, bi sedan, dibe ku bi
hezaran kitêb hatibin weþandin. Gelek kovar û rojname hatin weþandin, yên
ku niha berdewam diweþin jî gelek in; malperên enternetî roj bi rojê zêdetir
dibin; festîval, panel, semîner, helbestxwendin, munaqeþeyên pêþdebirin
û geþkirina ziman û edebîyatê, erînî yan neyînî rexnekirin,
wergerandina berhemên bîyanî, li mekanên cihê bi cihê pêþkêþkirina
her cureyê hunerê. Dinyayek sazî û dezgeyên edebî/kulturî yên wek
navendên çand û hunerê, herwisa komeleyên din hatine avakirin. Ev hemî
hewldanên bajarîbûnê ne, di heman demê de hewldanên bajarîkirina
ziman, çand û jiyana kurdayetîyê ne. Ev hemî hewldanên berxwedana ji
nuh ve duristkirina nasnameya neteweyî (kollektîv) ne. Ev hewldan hemî
berxwedana li hemberî tofana asîmilasyona tirk in. Ez dibêjim
“tofan”, çunke polîtîkaya asîmilekirina tirkan di rengê tofaneka
har de ye; muxatabên xwe þoke dike, ruh û mejiyê muxataban kung dike, ji
layê derûnî ve wan seqet dike, îradeya wan diþkêne. Ji ber karîgerîya
tund ya vê çerxa asîmilasyonê, hema bibêjin ku tevayî kurdên Bakur di
nav travmayeka zimanî û derûnî de ne. *
* * Pêþnîyaza
min, lidarxistina pêþbezîyekê
ye. Bêguman
heta bi niha gelek pêþbezî hatine lidarxistin. Bi qasî ku ez pê
dizanim, ev pêþbezîyên hanê di warê helbest û çîrokan de çêbûne.
Hindek sazî û dezgeyan yan jî kovaran pêþbezîya helbestan yan jî pêþbezîya
çîrokan li dar xistine. Di van pêþbeziyên hanê de zêdetir xelatên
sembolîk hatine dayîn, ango qîymeta maddî gelek kêm bûye. Wek mînak,
îsal kovara Nûbiharê pêþbezîyeka çîrok û helbestan li dar xist. Bi
tevayî 35 çîrok bo pêþbezîya çîrokan hatibûn ku ji vana 6-7 heb
xebroþk (masal) bûn. Û hemî jî bi kurdîya kurmancî bûn. Ya
ku ez ê pêþnîyaz dikim “Pêþbezîya
Xwendinê” ye. Û ne bona salmezinan lê bona zarokan e; ji 12 salîyan
heta 18 salîyan. Ev pêþbezîya hanê gelek pratîk e, her sazî, te divê
bila komeleyeka çandî-hunerî be yan jî sîyasî be, te divê weþanxane
yan jî liqekî partîyeka sîyasî be, heta ku di nav malê de malbat bi
xwe jî dikane vê pêþbezîyê li dar xîne. Meriv dikane bi xwe zarokan
hilbijêre yan jî meriv dikane li girseyên mezin, bo rayagiþtî îlan
bike. Meriv dikane hem zarokan fêrî xwendinê bike hem jî pêþbezîyê
di nav wan de çêbike. Ez
ê lê jêr forma lidarxistina vê pêþbezîyê piçek zelal bikim, lê min
divê pêþî behsa mentiqa wê bikim. Herwekî ku têye zanîn zimanê ku
zarok pê neaxifin ew ziman êdî li ber mirinê ye. Ango dema ku axaftvanên
zimanekî neman, ew ziman ji navê têye hilanîn, herwekî zimanê sumerî
yan zimanê yewnaniya kevn yan jî wek zimanê zend-avestayê tenê di pirtûkan
de dimîne. Çendî ku tofana asîmilasyonê me kiribe nav pencên xwe yên
hesinî jî lê me qet nîyet nîn e ku em wisa bi hêsanî aqubeta zimanê
sumerî bînin serê zimanê xwe de! Ger ne wisa be jî ez wisa têdigihêm,
ku di vî warî de hewldanên hêja hene. Hingê me divê em li çareyên
maqul bigerin û hewldanên xwe yên berxwedanê di serçavîyê re, ji
dendikê de pêk bînin; ango em berê xwe bidin zarokên xwe. Çunke ji sedî
heftê-heþtêyê binhiþê meriv di zaroktiyê de þekl digre. Mezinên me
beredayî negotine kurmê þîrî heta pîrî. Bila
malbatên kurd viya baþ bizanin ku tenê axaftina bi zimanê kurdî ya bi
zarokan re qîm nake ku zarokên me bi zimanê kurdî biaxifin. Jiyana bajarî
li ser xwendin û nivîsandinê saz bûye. Dinya jî tev bûye bajarek. Bêguman
malbatên kurd divêt li her derê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe
biaxifin. Ev yek di roja îroyîn de wezîfeyeka ferz e. Lê divêt teqez
wan fêrî xwendin û nivîsandina kurdî jî bikin. Niha em bala xwe bidinê,
çi malbatên ku li mala wan rojname û kovarên kurdî hebin, zarokên wan
fêrî xwendina kurdî bûne. Ev zarokên hanê zimanê xwe ji bîr ve
nakin. Lêbelê zarokên ku nikanin bi zimanê kurdî bixwînin, alfabeya
kurdî nas nakin yan jî qet metneka kurdî neketiye destê wan, hingê piþtî
destpêkirina prosesa dibistanê, zimanê kurdî ji bîr ve dikin. Niha li
Kurdistana Bakur ji sedî nod û nehê zarokan qet nikanin bi kurdî bixwînin.
Jixwe, herwekî têye zanîn, pirraniya xelkê kurd yên Bakur, çi gundî
çi bajarî, êdî bi zarokên xwe re bi tirkî diaxifin, bi wê tirkîya
kurdan. Lê gelek malbat hay ji xwe nîn in; ango fehma zimanê dayîkê yan
jî fehma neteweyatiya kurdî li ber wan nema ye, yan jî qet çênebûye.
Dibe ku tu peywendiyek di navbera zimanê dayîkê û pêkhatina nasnameya
neteweyî de nedîtibin jî. Lê bi saya vê pêþbeziyê meriv dikane wan hîþyar
bike. Beþek jî hay ji xwe hene, bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxifin
lê hêza wan a berxwedana li hemberî tofana asîmilasyonê nîn e. Çunke
çerxa sîstema perwerdeya tirkî qet mecal nade wan. Niha êdî perwerde ji
berîya dibistanê dane destpêkirin. Zarokên sê, çar, pênc û þeþ salî
li dibistanê, havîn û zivistan berî pola yekem perwerde dikin. Ev yek ji
binî ve zimanê me tune dike. Hingê ev pêþbazîya hanê dikare heta
radeyekê bona wan bibe palpiþtekê da ku bikanîbin li ber pêlên har ên
tofana asîmilasyonê li ber xwe bidin. Ya
rastî min vê pêþbezîyê par bo Navenda Kitêb û Çanda Zarokan ya
Astrid Lindgren ku ji layê Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê ve li
Diyarbekir ava bûye pêþnîyaz kiribû. Lêbelê wan vê pêþbezîyê wekî
“Pêþbezîya Çîrokan ya Astrid Lindgren” li dar xist. Pêþbezî dê
bi kurdîya kurmancî û kurdîya zazakî wek du beþên cihê çêbibûya.
Bona her lehçeyek jurîyek amade kiribûn. Bêguman bona zazakî cihê,
kurmancî cihê bû. Zarokên ku temenê wan ji 12 heta 18 salî dikanîbûn
bi çîrokên xwe beþdarîya vê pêþbeziyê bikin. Daxuyaniya
lidarxistina pêþbezîyê li her derê hate weþandin. Ango her kes pê
hesiya ku dê pêþbezîyeka wisa çêbibe. Xelatên wan jî ji layê maddî
ve baþ bûn; bo yekemînîyê 750 YTL, duyemîn 500 YTL û sêyemîn jî
250 YTL. Diviyabû ku vê yekê zarokan sewqî beþdarîyê bikirana, lê
mixabin, tenê zarokek 2 çîrokên xwe yên bi kurdiya zazakî bona vê pêþbezîyê
þandibûn. Vî zarokî berê jî du çîrok li kovara VATE dabûn weþandin. Di
organîzekirina vê pêþbeziyê de qusûrek nîn bû. Lêbelê divê ev yek
bête zanîn ku ev pêþbezî ne reelîst bû. Ne reelîst bû, çunke, çîrok
bi xwe formeka edebî/estetîkî ye. Di vî temenî de ji milyonan yek zarok
tênagihê bê hela forma çîrokê çi ye, çi dibe çîrok û çi nabe
çîrok. Ev yek ne tenê bona zarokên kurd ên Bakur lê bona hemî zarokên
cîhanê derbas dibe. Em dev ji nivîsînê berdin, ger em rewþa civaka
kurdên Bakur ji layê xwendina bi zimanê kurdî ve analîz bikin, dê bête
dîtin ku di nav salmezinan de ev rêje ne ji sedî pênc e jî. Îcar di
nav zarokan de dibe ku ji hezarî yek jî nebe. Yanî, ger rewþa xwendinê
ev be, hingê nivîsîn, hem jî nivîsandina berhemeka hunerî dibe fentazîyeka
luks. Wê demê divê em reelîst bin. Civaka xwe baþ nas bikin, pêþbezîyên
ku em li dar dixînin jî divêt li gorî asta civaka me bin. Herwisa, divêt
her çalakiyên me ji serî de gav bi gav, pêl bi pêl xizmeta jiyandin û
geþkirina zimanê me bikin. Ji vê çendê, di vê gava pêþî de em pêþbezîyên
xwendina bi kurdî (kurmancî, zazakî) li dar xînin dê karekî aqilane
be. Divêt ev pêþbezî berdewam bêne çêkirin. Bêguman ew zarokên ku fêrî
xwendina kurdî bibin dê êdî hem zimanê xwe di binhiþê xwe de biparêzin
û hem jî dê siberoj bibin kirdeyên berhemên edebî yên wek helbest,
çîrok û romanan jî. Nasnameya wan a neteweyî di nav derûniya wan de dê
li ser zemîneka madî rûne. Pêþbezî
dê çawan çêbibe? Berîya
her tiþtî divêt organîzator bi qasî 50 metnên sivik yên wek xebroþk
(masal) yan jî çîrokên zarokan amade bikin. Her metnek bi qasî rûpelek
kaxizê A4 be û puntoyê wan ne hûrik be. Metnên ku bêne xwendin dê ev
bin. Lê di dema pêþbezîyê de dê ji nava 50 heb metnî yek bête kiþandin,
êdî li gorî þansê zarok kîjan derket, dê zarok wiya bixwîne. Di vir
de esprî ev e ku, divêt zarok beriya pêþbeziyê her 50 metnî jî bixwîne.
Çunke kakilê vê pêþbezîyê fêrkirina xwendina zimanê kurdî ye. Her
tiþt xizmeta viya dike. Û armanca berfireh jî, parastin û geþkirina
zimanê kurdî ye. Bêguman zarokek 12 salî ku 5 polên dibistana sereta
temam kirine, dikane rojê deh metnên wisa bixwîne û xwe bona pêþbezîyê
amade bike. Pêþbezî
dikane bi du yan jî çend etaban çêbibe. Di etab yan jî etabên pêþî
de ji nav yên ku herî baþ dixwînin 20 zarok yan jî 10 zarok bona fînalê
dê bêne hilbijartin. Divê jurîyeka baþ û bêteref hebe, di xwendinê
de bala xwe bide ser rastxwendinê, bilêvkirina peyvan (vurgulama),
herikandina hevokê û dîksiyonê. Teqlîdkirina diyalogan û wext jî
qistasên serketinê ne. Divê
fînal di saloneka bijare de çêbibe û ji xelkê re vekirî be, bi taybet
zarokên beþdarvan çiqas zêde bin ewçend baþ e. Çiqas çapemenî eleqe
baþ nîþan bide ev yek bona aktuelkirina pêþbezîyê baþ dibe. Çunke
aktuelkirina vê pêþbeziyê di heman demê de aktuelkirina zimanê kurdî
ye. Jixwe, esprîya me ya bingehîn ev e. Ji vê çendê divêt alîyê xwe
yê nîþandana bo rayagiþtî, te divê bi riya çapemenîyê yan bi awayên
dî be, divê bi awayekî gelek cazîb be. Pêþbezî çendî cazîb û
estetîk be, ev yek dê îmaja zimanê me di çavê girseyên xelkê de
bilindtir bike. Xelata
maddî û manewî ya vê pêþbezîyê divê xwedî qîymeteka baþ be. Ango
di þertên îroyîn de bona yekemînîyê 1000 YTL, bona duyemînîyê 750
YTL, sêyemîn 500 YTL û her wisa, bona kesên heta dehemînîyê jî her
yekî 100 YTL xelata maddî ligel plaketên bi qalîte, ez bawer im her sazî
dikane gelek bi hêsanî bide. Ger sazî bi xwe nikanîbe jî, bi hêsanî
dikane bona lidarxistina pêþbezîyê sponsorek yan jî çend sponsoran
peyda bike. Wek mînak, Navenda Kitêb û Çanda Zarokan ya Astrid Lindgren
jî dikane vê pêþbezîyê çêbike, herwisa, Kurdî-Der, Toplum-Der,
Navenda Çanda Ehmedê Xanî, Komeleya Çira, Komeleya Ciwan-Kurd, Komeleya
Nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurdî, Baskên Ciwanan yên DTP, Hak-Par,
Kadep… Xulasa, çi komele û sazîyên kurd yên li Diyarbekir, Wan, Mêrdîn,
Sêrt, Xarpêt, Çewlîg, Dêrsim, Adene, Mêrsîn, Stenbol, Bruksel, Munih,
Frankfurt hene, giþ dikanin gelek bi hêsanî vê pêþbeziyê li dar xînin.
Ji layê huqûqî ve jî tu astengek li pêþîya çêkirina pêþbezîyeka
wisa nîn e. Çunke di destûrnameya hemî komele, partî û sazîyên
kulturî de xala lidarxistina çalakîyên kulturî teqez heye û ev pêþbezîya
hanê jî çalakîyek ji çalakîyên kulturî ye. Bêguman
di heman demê de li bajarekî bîst sazî dikanin her yek cihê bi cihê û
li heman wextê jî vê pêþbezîyê çêbikin. Yan jî, çend sazî
dikanin bêne ber hev, ligel hev komîsyonekê ava bikin û vê pêþbezîyê
çêbikin. Organîzator dikanin hejmara beþdarên pêþbezîyê bisînor
bihêlin, ango dikanin bibêjin, em vê pêþbezîyê tenê di navbera 20
zarokan yan jî 50 zarokan de li dar dixînin, dikanin hejmara beþdaran bêsînor
jî bigrin. Ev yek li gorî hêza wan a maddî, kadro û cihê wan e. Lêbelê,
di encamê de her çendî zimanê kurdî aktuel bibe û xwendevanên zimanê
kurdî zêde bibin jî lê esas ew sazî bi xwe dibin xwedî girseyekê. Çunke
ev zarok û malbatên wan bivê-nevê bi awayekî manewî bi wê sazîyê ve
têne girêdan, qet nebe di nav wan de dilbestîniyek pêk tê. Ev zarokên
hanê, yên ku beþdarî pêþbezîyê bûne, yên ku xelat wergirtine,
siberoj tev dibin kadroyên van sazîyan. Dema
ku pêþbezî têye îlankirin û bi þûnde heta roja ku pêþbezî dê
çêbibe, divê ew sazîya organîzator karê fêrkirina xwendina bi kurdî
bo zarokên ku dê beþdarî pêþbezîyê bibin bigre ser xwe. Ango divêt
bi daxuyanîya xwe ya pêþî bide zanîn ku ew dê bona fêrbûna xwendinê,
yan jî bona pêþdebirina xwendinê bi her awayî amade ye ku alîkarîya
beþdarên pêþbezîyê bike. Divê bike jî. Ev yek bona sazîyeka kulturî
firsendeka gelek mezin e ku ji xwe re endaman, layengîran peyda bike. Û
zarokên ku dê li mala xwe bi alîkarîya malbatê yan jî bi îmkanên din
xwe amade bikin jî mumkin e. Dema
ku zarok bona serlêdanê têne sazîyê, komîsyonek ku ji ruhê zarokan têdigihê,
zimanê zarokan baþ dizanê, ango bi taybet kes yan jî kesên ku xwedî
formasyoneka pedagojîk in, divê vî karî hildin ser milê xwe û ligel
zarok û malbata wan peywendîyên baþ daynin. Ev ne karekî gelek zor e,
na, karê zewqê ye, sivik e, lêbelê gelek jî ciddî ye. Jixwe armanca
hemî komele û saziyan ew e ku xwe bigihînîn girseyên xelkê. Di nav
xelkê de xwe organîze bikin. Ev pêþbezîya hanê rêya vê yekê jî
vedike. Sazîyek
dikare salê çend caran pêþbezîyên wisa li dar xîne lê tatîla havînê
bikêrtirîn wext e. Ger sazîyek her sal yan jî salê çend caran vê pêþbezîyê
çêbike, hingê dikare þertekî wisa jî dayne ku heçî zarokên ku berê
xelat girtine dê mafê wan ê beþdarbûnê bona pêþbezîya duyem û piþtî
wê nîn be. Bala
xwe bidinê, çiqas kulûbên mezin, kulûbên serketî yên futbolê hene,
giþ xwedîyê tîmên zarokan in. Bi hezaran zarokî ji piçûktiya wan de
perwerde dikin, ku 10-15 sal bi þûnde dibin stêrên cîhana futbolê. Ez
bawer im bi lidarxistina her pêþbezîyekê dê 50 zarokên kurd fêrî
xwendina kurdî bibin. Ji van pêncî zarokan îhtîmal e ku 10-15 sal bi þûnde
10 heb kadroyên têkoþîna kurdperweriyê ji nav vana derkevin. Bêguman,
em kurdên Kurdistana Bakur hîn jî bindest in, tu statuyeka me tune, lê
em ne reben in, bi qasî ku firsend bikeve destê me, bi qasî hêza xwe em
jî dikanin li ser hesabê neteweya xwe hîn karên hêja bikin. Ger em
rastiya wê bibêjin, niha gelek îmkanên demokratîk jî ketine destê me.
Qet nebe, îro ji duhî çêtir e. Gelek nîþanên bala yên ji hewldanên
kurdan yên îstîfadekirina ji vê rewþê jî hene. Îcar em ê bi vê pêþbezîyê
berxwedana xwe qewîtir bikin. Û hemî sazîyên me dikanin pêþbezîyeka
wisa li dar xînin. Ev
pêþnîyaza hanê wek pêþnumayekê ye; dibe ku kêm be, ne zelal be, lê
wek fikrekî maqul li ber destê her kurdekî ye. Her sazî dikane li gorî
þertên xwe li gorî hêza xwe li ser bingeha vê îdmana fikirînê vê pêþbezîyê
bigihîne formeka kamil. Lêbelê divê neyê jibîrvekirin ku forma bêþbezîyekê
yan jî projeyek çendî kamil û tekuz be jî, ger ew kadroyên ku wî karî
pêk tînin ne ehlê karê xwe bin, lîyaqeta wan li ser nîn be, ne îdealîst
bin, ango ne ji dil bin, encameka bixêr nakeve dest. Diyarbekir,
27. 11. 2007
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org