|
Pirsa
Kurd û AKP Îsmaîl Beþikçi
Di
Partîya Edalet û Pêþveçûnê (AKP) de ew îradeya sîyasî ku bikanîbe
di Pirsa Kurd de çareserîyeka demokratîk pêk bîne tune ye. Di hukûmeta
AKPê de gelo nîyetek ku ji vê pirsê re çareserîyeka demokratîk bîne
heye, gelo hukûmeta AKP hîs dike ku di vê mijarê de tiþtekî bike, gelo
tiþtekî wisa difikire, ez ne emîn im. AKP, di dema hilbijartinên 22ê tîrmeha
2007an de herwekî ku xwedîyê nîyeteka wisa be dihate dîtin. Lê êdî
wisa nayê dîtin. Ger pêwîstîyê bi kirina hîn tiþtan bibîne yan hîs
bike jî, êdî ne di wê þîyana sîyasî de ye ku bikanîbe pêk bîne. Pêþî
divêt dendika pirsê bête têgihîþtin Çi
dema ku mesele were ser Pirsa Kurd û Kurdistanê, berîya her tiþtî divêt
dendika pirsê bête munaqeþekirin ku bê hela çima pirseka wisa heye? Dîyardeyên
bingehîn ku pirsê pêk tînin çi ne? Pirs çima heta bi roja îroyîn
nehatiye çareserkirin? Berîya ku li ser çareserîyê bête axaftin divêt
li ser dîyarde û prosesên bi vî awayî bête axaftin, ev tiþt bêne
munaqeþekirin. Ev hewldan jî tenê dikanin di rewþeka azadbûna ramanê
de, di rewþeka azadbûna xweîfadekirinê de pêk werin. Ya rast ew e ku
azadîya xweîfadekirinê, azadîya ramanê bona ku meriv bikanîbe di vê
mijarê de lêkolînan bike û vê pirsê munaqeþe bike, pêwîstî pê
heye. Li
Tirkîyeyê azadîya ramanê, azadîya xweîfadekirinê nebûye dezgeheka rûniþtî.
Qedexekirina ramanê bi tundî heye. Ev qedexekirin, di serî de bona ku
Pirsa Kurd û Kurdistanê neyête axaftin, bona ku pêþî li munaqeþekirina
vê pirsê bête girtin hatiye danîn. Bona ku pêþî li axaftin û munaqeþekirina
pirsên wisa bête girtin pêwîstî bi qedexekirinê tê dîtin. Dema ku di
sîstemeka sîyasî de sazîya îdeolojîya fermî hebe, hingê siruþtî ye
ku pêþî li azadîya ramanê û azadîya xweîfadekirinê bête girtin. Di
sîstema sîyasî ya tirk de îdeolojîya fermî sazîyeka gelek girîng e.
Ya ku jîyana ramyarî, zanistî û hunerî dîyar dike û îstîqameta wan
tayîn dike, îdeolojîya fermî ye. Li cihê ku îdeolojîya fermî ewçend
zal be, ne mumkin e ku ramana azad û zanist pêþ de biçin, herwisa, ne
mumkin e ku jîyaneka tendurist û dînamîk a ramyarîyê jî pêk were.
Sazîya îdeolojîya fermî, rê nade ku rewþa hilberînîyeka tendurist a
zanistê çêbibe. Ne mumkin e ku di nav sîstemeka sîyasî ya wisa de, di
nav civakeka wisa de azadîya zanistê çêbibe. Di sîstemeka sîyasî de
ku sazîya îdeolojîya fermî jîyana ramyarîyê dîyar bike, îstîqameta
wê tayîn bike, pêþî li fikirîn û xweîfadekirina azad bête girtin,
qedexekirina ramanê serdest be, hingê, meriv nikane behsa wê bike ku azadîya
zanistê heye û zanist dikane pêþ de biçe. Unîversîte, mîna sazîyan
li dijî azadîya ramanê ne. Meriv dikane bibêje ku di nav sazîyên ku pêþî
li azadîya ramanê digrin de unîversîte di serî de ne. Bêguman di unîversîteyan
de hindek mamostayên ku xwedîyê fikrekî azad bin jî hene. Lê hejmara
kesayetên wisa gelek kêm e. Divê em bidin zanîn ku îdeolojîya fermî
ne ku îdeolojîyek ji îdeolojîyan e. Îdeolojîya fermî bi mueyîdeyên
îdarî û cezaî tê xwedîkirin û parastin. Bona ku piçek îdeolojîya
fermî rexne kirine, derheqê gelek mamostayên unîversîteyê de doz
hatiye vekirin, hatine mehkûmkirin, ji unîversîteyê hatine dûrxistin.
Ev nîþaneyên balkêþ in, ku di unîversîteyan de tunebûna azadîya
zanistê bi me nîþan didin. Biryara dadgehê ya derheqê hindek profesoran
de li Temyîzê hate xirakirin. Hingê ev jî bi me nîþan dide ku dadgeh jî
ji edalet û huqûqê dûr ketine, bûne organên îcrakirin û parastina îdeolojîya
fermî. Þertê
bingehîn yê zanistê ew e ku azadîya ramanê hebe. Hilberînîya zanistê
tenê dikane di þertên ku azadîya ramanê wekî sazîyek rûniþtiye de pêk
were. Þertê bingehîn yê demokrasîyê jî ev e. Di nav civaka ku pêþî
li azadîya ramanê hatiye girtin û azadîya xweîfadekirinê hatîye
astengkirin de demokrasî pêk nayê. Kengî ew mewzuata ku pêþî li azadîya
xweîfadekirinê digre bête rakirin hingê demokrasî dikane pêk were. Tiþtên
ku AKP nekirine Partîya
Edalet û Pêþveçûnê (AKP) di vî warî de çi kirîye? Di warê hilanîna
qedexeyên li ser ramanê de çi hewldaneka wê çêbûye? Ger meriv ji layê
tiþtên ku AKP nekirine bala xwe bide ser meseleyê dê hîn baþtir be. Ew
hewldana anîna rojevê ya serpûþê (turban), di vê hewldanê de înad
kirin, divêt ji hewldanên anîna azadîyê neyêne hesibandin. Divêt ev
hewldan wekî hewldaneka tercîhkirina jîyana muslumantîyê bête
hesibandin. Ev rastîyeka li meydanê ye ku di warê têkoþîna li hemberî
qedexeyên li ser azadîya ramanê de hukûmetê çi gavek neavêtîye.
Jixwe, di meseleya serbestkirina serpûþê de jî bi partîyeka ku herî zêde
li hemberî azadîya ramanê ye, ango bi Partîya Bizava Neteweyî (MHP) re
hevkarî kir. Ev jî bi awayekî vekirî bi me dide nîþan ku çi peywendîya
serbestkirina serpûþê bi hilanînan qedexeyan re nîn e. A di rewþeka
wisa de li ser çareserîya Pirsa Kurd axaftin têne kirin. Ez
ne di wê qenaetê de me ku hukûmet xwedîyê wê îradeyê ye ku bikanîbe
Pirsa Kurd çareser bike yan jî çareyekê ji Pirsa Kurd re bibîne. Di vir
de jî, divêt ez bidim zanîn ku peyva “çareserî” têgeheka îzafî
ye. Wekî mînak, ew tiþtê ku hûn jê re dibêjin “çareserî” û
berevanîya wê dikin, dibe ku li gorî hinekên din kêm be. Ev yek baþ aþkera
ye ku hukûmet di warê çareserkirina Pirsa Kurd de ne xwedîyê îradeyeka
sîyasî ye. Meriv dikane bala xwe bide ser doza girtina Partîya Edalet û
Pêþveçûnê û vê yekê îzeh bike. Serdozgerê Komarê yê Temyîzê di
roja 14ê adara 2008an de li Dadgeha Qanûna Bingehîn doza girtina AKP da
vekirin. Di civakên demokratîk de, di sîstemeka demokratîk a sîyasî de
girtina partîyên sîyasî ne ji bûyerên wisa ne ku hertim bêne dîtin.
Mebêjin ku ev partî ji sedî 47 (% 47) ray girtibe, hingê, ev yek dibe bûyereka
wisa ku meriv li ser baþ bifikire. Ji ber ku Tirkîye ne xwedîyê sîstemeka
demokratîk a sîyasî ye, hingê hertim bi girtina partîyên sîyasî re rû
bi rû dimîne. Girîngtirîn sazîya sîstema sîyasî ya tirk îdeolojîya
fermî ye. Bona ku berevanîya îdeolojîya fermî bête kirin di qadeka
berfireh de qedexeyên ramanê hene. Di Qanûna Cezayê de, di Qanûna Têkoþîna
li Hemberî Terorê de, di Qanûna Partîyên Sîyasî de, di Qanûna Sazîyên
Xwendina Bilind de, di Qanûna Civîn û Xwepêþandanên Girseyî de û hîn
di gelek qanûnên din de qedexeyên ramanê hatine danîn. Di mewzûatên
cezayê de qedexekirina ramanê gelek berfireh cih girtiye. Ev fehma hanê
bi civakeka demokratîk re nagunce. Îdeolojîya
fermî, di serî de artêþa tirk, ji layê unîversîte, dadgeh, çapemenî
û gelek sazîyên bingehîn yên din qewî tê parastin. Xwedîyên îdeolojîya
fermî, ewên ku berevanîya îdeolojîya fermî dikin, dixwazin vê yekî bînin
bîra hukûmetê, bînin bîra AKP: Tu diþêy ji sedî 47ê rayan werbigrî
û hukûmetê saz bikî. Heta dibe ku rêjeya rayên te hîn zêdetir jî
be. Ev dikane bibe ji sedî 52 yan jî 53. Dibe ku ji viya jî bilindtir. Lê
çi qîymeteka vê yekê li ba me nîn e. Xwedîyê Tirkîyeyê em in. Dibe
ku tu bikanîbî hukûmetê saz bikî lê îqtîdar em in. Çi giranîyeka
te li hemberî îqtîdara me ya fiîlî û daîmî nîn e. Dibe ku li Meclisê
(TBMM) “Hakimîyet bê qeyd û þert yê miletî ye” hatibe nivîsîn.
Ev sloganek e. Lê hakimîyet bê qeyd û þert di destê me de ye… AKP,
hukûmet, kes û sazîyên ku berevanîya hukûmetê dikin û çapemenî,
gazincan dikin ku “partîyeka sîyasî ku di hilbijartinan de 16 mîlyon
û nîv ray girtine çawa tê girtin?” Gelek aþkera ye ku ev proses ne
proseseka demokratîk e. Ka hela em bala xwe bidin ku AKP, ango hukûmet
derbareyê girtina partîyên sîyasî de xwedîyê hiþmendîyeka çawa ye?
Divê em bala xwe bidin ser vê yekê: Çar meh berîya vebûna doza girtina
AKP, di roja 20ê sermaweza
2007an de derbareyê girtina Partîya Civaka Demokratîk (DTP) de doza
girtinê vebû. Ev doz niha li Dadgeha Qanûna Bingehîn dewam dike. Dema ku
ev doz hatibû vekirin, hingê AKPyî ji keyfan firîbûn. Digotin “Partîyên
ku li gorî Qanûna Bingehîn tevnegerin, partîyên ku cudaxwazîyê bikin,
dê bêne girtin”. Em roja 14ê adara 2008an bînin bîra xwe. Wê rojê
serekwezîr Receb Teyîb Erdoganî digot, “Ez wekî serekwezîr, bi DTP re
naaxifim”. Digot, “Bona ku ez bi DTP re biaxifim, þertê bingehîn ew
ku bila bibêje ‘PKK rêxistineka terorê ye’.” Ev helwêsteka antîdemokratîk
e, serekwezîr bona ku bi wekîlên ku xelkê ew hilbijartine re, bi partîya
wan DTP re biaxifê þertekî wisa diavêje ber wan. Ev yek bi me dide nîþan
ku serekwezîr ne xwedîyê hiþmendîyeka demokratîk e.
Serekwezîr Receb Teyîb Erdogan ligel serekwezîrê Spanyayê Jose
Luis Rodrigez Zapetaroyî hemserektîya “Projeya Lihevanîna Medenîyetan”
û “Îttîfaqa Medenîyetan” ku di çarçoveya Yekîtîya Neteweyan de
hatine danîn û ji layê Yekîtîya Ewropayê ve têne destekkirin dike.
Pirsa Kurd, helbet di nav pirsgirêkên Tirkîyeyê de ya sereke ye.
Serekwezîrê ku di vê mijarê de xwedîyê vê helwêsta hanê be, hingê
ew rola wî ya di projeyeka wekî lihevanîna medenîyetên Rojhilat –
Rojavayê de tenê merivî dibiþirîne. Digel vê yekê jî, dîsa serekwezîr
di axaftina xwe ya bi sernavê “Banga li Neteweyê” ya di roja 31ê
adara 2008an de digot, “Em nebûn yên ku ji hev dikin, em bûn yên ku li
hev tînin”. Lê helwêsta serekwezîr ya li hemberî Pirsa Kurd, van
gotinên wî pûç dike. Serekwezîrî,
dema ku bona girtina AKP li dadgehê doz hate vekirin jî, wisa digot:
“AKP di hilbijartinan de nêzî 17 mîlyon ray wergirtine. Girtina partîyeka
wisa, girtina partîyek ku bi tena serê xwe þîyaye hukûmetê damezrêne,
bi me dide nîþan ku li hemberî vê partîyê tenê bi kîn û qerezê
tevgerîyane.” Sîstemeka sîyasî ku azadîya ramanê mîna sazîyekê têde
rûneniþtibe, ew ne sîstemeka demokratîk e. Sîstemeka sîyasî ku têde
îdeolojîya fermî li ser jîyana ramyarî, zanistî, hunerî û sîyasî
zal be, ew jî ne sîstemeka demokratîk e. Redkirina axaftina ligel partîyeka
sîyasî ku di hilbijartinan de 2 mîlyon ray girtine, qebulnekirina
parlementerên vê partîyê, helbet ne helwêsteka demokratîk e. Ger tu
rabî partîyeka wisa ji nedîtî ve werî, vê partîyê red bikî, tu
girtina vê partîyê teþwîq bikî, hingê dê hêzeka ji te mezintir, hêzeka
serdest jî rabe te red bike, dê te ji nedîtî ve were, bona girtina te dê
bikeve nav hewldanan. Ger di sîstemeka sîyasî de reftarîyeka anîdemokratîk
serdest be, hingê, siruþtî ye ku ev bûyerên wisa rû bidin. Derbareyê
Pirsa Kurd de polîtîkaya bingehîn Derbareyê
kurdan de, derheqê Pirsa Kurd û Kurdistanê de awir û polîtîkaya bingehîn
a îdeolojîya fermî, înkar û tunekirin e. Li Tirkîyeyê hemî hukûmet
pêþî awirê fermî di xwe de qebul dikin, dikin awirê xwe, hîn dibin
hukûmet. Belgeya Sîyasetê ya Asayîþa Neteweyî (Milli
Güvenlik Siyaset Belgesi) belgeyeka wisa ye ku bi awayekî fiîlî
di ser Qanûna Bingehîn re ye. Çi dema ku te pêwîstîya vê belgeyê pêk
anî, hîn tu dikanî bibî hukûmet. Ev jî, di esasê xwe de, sîyasetê
teng dike, ev belgeya hanê belgeyeka wisa ye ku awirê fermî di ser jîyana
sîyasî de zal dike. Di çarçoveya vê belgeyê de artêþ, dadgeh û unîversîte
di nav hevkarîyeka xurt de ne. Çapemenî jî berevanîya vê hevkarîyê
dike, vê hevkarîya hanê teþwîq dike, geþtir dike. Lêbelê heta ku
meriv li hemberî vê rewþa antîdemokratîk tênekoþe, ne mumkin e ku
meriv demokrasîyê saz bike. Ev hevkarîya hanê li Tirkîyeyê pêþîya sîyasetê
dixetimîne, geþedan û pêþveçûna sîyasetê asteng dike. Dîyardeya
sereke ya sîyaseta tirk ev e. Pirsa Kurd ne ew pirs e ku bi rêya vekirina
pakêtan çareser bibe. Pirsa Kurd û Kurdistanê ne ew pirs e ku li ser
daxwazên Yekîtîya Ewropayê hindek guhertinên piçûk yên di qanûnan
de çêbibin û ev pirs çareser bibe. Di çareserîya vê pirsê de pêþî
pêwîstî bi guherîneka xurt a di warê hiþmendîyê de heye, pêwîstî
bi hiþmendîyeka demokratîk heye. Bona vê yekê jî divêt ev sîyaseta
antîdemokratîk bi têgehên zanist û sîyasetê ji binî ve bête
rexnekirin. Hebûna partîyên sîyasî, zêdebûna partîyên sîyasî, ji
çendeyek carekê çêbûna hilbijartinan, bona demokrasîyê qîm nakin. Li
cihê ku azadîya ramanê, azadîya xweîfadekirinê mîna sazîyekê
nehatibe rûniþtandin, li wir demokrasî saz nabe. Çawa ku azadîya ramanê,
azadîya xweîfadekirinê þertên bingehîn yên zanistê ne, herwisa jî,
yên demokrasîyê ne. Hukûmet, Partîya Edalet û Pêþveçûnê bona ku pêþî
li girtina partîya xwe bigrin, dixwazin selahîyetên Dadgeha Qanûna
Bingehîn kêm bikin, bi vê nîyetê dixwazin di qanûnan de hîn
guhertinan pêk bînin. Ev ne reftarîyeka demokratîk e. AKP çawa ku hukûmetê
ava kir, wê demê ger li hemberî van qanûnên antîdemokratîk biketana
nav têkoþinekê, hingê, dê gelek maqul bûya, lê tu hewldaneka wisa ya
AKP, ya hukûmetê çênebû. Heta ku di dema hilbijartinê de soz dabû ku
dê hindek qanûnan biguherîne lê piþtî ku bû hukûmet, tiþtê ku
gotibû jî nekir. Herwisa, ev jî tê zanîn ku dema li hemberî Partîya
Civaka Demokratîk doza girtinê hate vekirin, ev yek bi fehmeka wekî
“oxweþ”, bi hestên mîna “oxweþ” hate pêþwazîkirin.
Em
roja 9ê sermaweza 2005an bînin bîra xwe. Li Þemzînan bombe avêtin
dikana kitêbfroþekê. Yên ku bombe avêtin ji layê xelkê ve hatin
girtin. Yên ku hatin girtin wezîfedarên dewletê bûn. Ew rûdanên piþtî
vê bûyerê jî têne zanîn… Vê dîyardeyê da xuyakirin ku dadgeh ne
serbixwe ne, tu qîymeteka biryara dadgeran jî nîn e. Vê bûyerê da nîþan
ku serwerîya huqûqê jî hîç nîn e. Endamên dadgehan hertim derdikevin
dibêjin “Dadgeh serbixwe ne, tu kes, tu meqam yan jî tu mercîyek nikane
ferman, yan jî îlham bide dadgeran…”. Rexneyên hindek nivîskar û
rojnamegeran yên derheqê vê dozê de, di vê çarçoveyê de hatin dîtin
û doz li wan vebûn. De baþ e, ew wezîfadarên dewletê ku li Þemzînan
bombe avêtin dikana kitêbfiroþ, ew endamên artêþê, ku serekerkanê
artêþê derheqê wan de got “Ev zarokên baþ in, ez wan nas dikim”,
gelo dadgehê derheqê wan de çi kir? Dozgerê Komarê yê bajarê Wanê
bona ku di doznameyê de behsa hin generalan kiribû, ji kar hate dûrxistin.
Gelo van endamên dadgehê çima wê demê xwedîtîyê li wî dozgerî
nekirin? Ev yek derbareyê rewþa serbixwebûna dadgehê de fikrekî dide
me. AKP
di bûyera Þemzînanê de li hemberî dendika poladî ya dewletê têk çû.
Nikanîbû li hemberî vê dendika poladî ya antîdemokratîk têbikoþe,
berevajî, AKP bi vê reftarîya anîdemokratîk re bûye yek. Vê yekê jî
otorîteya hukûmetê, karîgerîya hêza wê ya rêvebirinê kêm kiriye,
hukûmetê lawaz xistiye. Li derekê ku otorîteya hukûmetê, karîgerîya
hêza rêvebirinê ewçend bête kêmkirin, aþkera ye ku dê “Çeteya
Ergenekonê” hêzdartir bibe. Çeteya Ergenekonê çawa ku hêzdar bû, bêguman
hedefa yekem ku dê berê xwe bidiyê, hukûmet bi xwe ye. Lêbelê têkoþîna
biryardar a hukûmetê ya li hemberî vê çeteyê dê hem hukûmetê û hem
jî Tirkîyeyê hêzdar bike. Sedemê
bingehîn yê antîdemokratîkîya jîyana sîyasî ya tirk Girîng
e ku li vir pirseka wisa bête pirsîn: Gelo çima ewçend sîyaseteka antîdemokratîk
hatiye pêkanîn? Gelo çima pêwîstî bi sîyaseteka antîdemokratîk û
qedexeyên ramanê hatîye dîtin? Bersiva van pirsan bi awayekî organîk
ligel Pirsa Kurd peywendîdar e. Bona ku kurdan û Pirsa Kurd di bin fiþarê
de bigrin, bona ku pirs neyête fêmkirin, bona ku pêþî li têgihîþtina
pirsê bête girtin, bona ku di nav kurdan de hêvîyeka çareserîyê çênebe,
bona ku pêþî li vejîna hêvîyê bête girtin, pêwîstî bi kiryarên
antîdemokratîkîyê û qedexekirina ramanê tê dîtin. Sîstema serwerîya
tirk sîstemeka wisa ye. Partîyên sîyasî, sendîka, çapemenî û
hilbijartin ji vê dîyardeya antîdemokratîk re dibin perde, rê nadin ku
bi zelalî bête dîtin. AKP,
ango hukûmet, dixwaze bi rêya biratîya dîndarîyê, bi rêya biratîya
îslamîyetê ji pirsê re çareyek bibîne. Ango dixwaze bi rêya biratîya
dîndarîyê, bi rêya biratîya îslamîyetê pirsê bihelîne. Di nav
hewldanê de ye ku pêþveçûna neteweyî ya kurdî, prosesa geþedana
neteweyî ya di nav kurdan de, têkoþîna bidestxistina mafên wan ku ji
destê wan hatine derxistin, di nav xurtkirina prosesa dîndarîyê de tune
bike. Li Tirkîyeyê, dîn, bi tevayî di bin kontrola dewletê de ye. Ji vî
layî ve Komara Tirkîyeyê ne dewleteka laîq e. Li hemberî bizava
kurdayetîyê bikaranîna dîn û cereyanên dîndarîyê yek ji girîngtirîn
polîtîkayên dewlete ye. Ev yek tê zanîn ku bizava Hîzbullahê ji layê
dewletê ve hate danîn û endamên wê di garnîzonên leþkerî de hatin
perwerdekirin. Wekî mînak, di navbera Hîzbullaha li Tirkîyeyê û ya li
Lubnanê de ji layê raman, çalakî û amancê de cudatîyên gelek mezin
hene. Tê zanîn ku Hîzbullaha li Tirkîyeyê bi dîrektîfên dewletê li
bajarên kurdan yên mîna Batman, Farqîn, Diyarbekir, Bismil, Nisêbîn,
Bidlîs, Tetwan û hwd. li hemberî welatperwerên kurd, wekî mînak, li
hemberî terzî, berber, koþkar û esnafên mîna vana, li hemberî mela û
dersdaran êrîþên tund kirin, di van êrîþan de gelek kes hatin kuþtin.
Lêbelê ev jî tê zanîn ku Hîzbullaha Lubnanê bi perwerde, tenduristî
û debara xelkê re eleqedar dibe, çalakîyên baþkirina rewþa civakê pêk
tîne. Fetullah
Gülen jî kesekî wisa ye ku di bin perdeya dîndarîyê de netweperestî
û nîjadperestîya tirkayetîyê pêþde dibe, tirkayetîyê di nav xelkê
de belav dike. Herwisa, ev jî tê zanîn, berhemên ku Seîdê Nursî di
dawîya sedsala 19an de derbareyê kurdan de nivîsîbûn, ku wê demê bi
navê Seîdê Kurdî dihate nasîn, bizava fethullahî, ango civata
Fethullah Gülenî van berheman tehrîf dike û þeklê wan yê tehrîfkirî
belav dike. Ji bilî ku di nav têgeha biratîya îslamê de kurdan aware
bike, hiþê kurdan biçelqîne, hestên kurdayetîyê di nav kurdan de pûç
bike, tu amanceka din a AKP û hukûmeta wê heye? Herwisa, ev jî li ber çavan
e ku dewlet bi xwe di nav hewldaneka mezin de ye ku li herêmên kurdniþîn
cereyanên dîndarîyê geþ bike, wekî mînak, bi destê xwe Kursên
Xwendina Quranê, Xwendegehên Îmam Xetîbê vedike. Dîsa, ev jî tê zanîn
ku, ev projeyên antîdemokratîk ku li hemberî kurdan têne danîn û têne
tetbîqkirin, li Tirkîyeyê pêþî li baþbûna rewþa civakê digrin, ji
pêþveçûnê re dibin asteng. Ji
bingeh de pêwîstî bi guherîna hiþmendîyê heye Niha
divêt bona vê pirsê em li ser çareserîyên tendurist bifikirin. Heta ku
ji Pirsa Kurd re çareserîyeka tendurist û mayinde neyête dîtin ne
mumkin e ku demokrasî bête sazkirin. Pirsa Kurd jî tenê di encama
prosesa guhertina hiþmendîyê ya di bingehê de dikane bête têgihîþtin,
ango di prosesa demokratîzebûna hiþmendîyê de dikane bête fêmkirin û
têgihîþtin. Çareserîya pirsê jî tenê dikane di proseseka wisa de bête
axaftin û munaqeþekirin. Veguhartina
hiþmendîyê çawa çêdibe? Di dawîtirîn êrîþa bo derveyî sînor de
(12-29 sibat 2008) dewletê da zanîn ku 240 PKKyî hatine kuþtin. Çi dema
ku di pevçûnan de leþkerek jiyana xwe ji dest bide hingê tavilî
karbidestên dewletê û hukûmetê, partîyên sîyasî û çapemenî þînê
datînin, bi îfadeyên mîna “Hîn salek berê zewicîbû”, “Ev salek
e bûye bav”, “Dê sê roj paþê teskere bistendana”, “Dê du meh
paþê daweta wî çêbibûya”, “Dergistîya wî reþ girêdaye…”
hewl didin xwe ku derbareyê leþkerê kuþtî de sempatîyê çêbikin,
sempetîya heyî zêdetir bikin. Dîmenên ku fikr û hestên malbata leþkerî
nîþan didin, derdixînin ekranên televîzyonan. Lê ji layê din ve, çi
dema ku di pevçûnan de bi dehan PKKyî jiyana xwe ji dest bidin jî, hingê
heman kes derbareyê wan de dibêjin, “Geber bûn”, “Deh xayînên din
jî hatin tunekirin”. Qet bala xwe nadin ser ku dê û bav û malbatên
wan hene. Evên hanê, ji nedîtî ve tên, tune têne hesibandin, qet pax
bi wan nayê kirin. Çi caran behsa fikr û hestên malbatên wan nayê
kirin. Ev e, çi dema ku ew jî wekî însan bêne dîtin, bête zanîn ku dê
û bav û xwiþk û birayên gerîllayan jî hene, fikr û hîsên wan jî
hene, pêwîstî e ku meriv wan jî fêm bike, hingê wê demê veguherîna
hiþmendîyê dest pê dibe. Piþtî
ku leþker ji derveyî sînor vekiþîya, serekerkanê artêþê bi hindek
rexneyan re rûbirû ma, hingê fetilî got, “De ka hûn jî herin 24 saet
li wan deran bimînin ez ê we bibînim!” Divê ev hîsên hanê jî bêne
analîzkirin. Baþ e, gelo çima gerîlla bi salan e ku li wan deran e? Hêvîya
gerîlla çi ye? Ev e, veguherîna hiþmendîyê bi vê empatîyê, bi pêkanîna
vê empatîyê ya di nav xelkê de dest pê dibe. Ev gotina li jorê li ser
hesabê gerîlla helsengandineka erînî ye. Ev jî girîng e ku ev
helsengandin ji layê hêzekî ku þer dike hatiye kirin. Behsa
vegera bo malê, behsa çekdanîna PKK tê kirin. Helbet divêt li ser vê jî
bête fikirîn ku ev xortên hanê çima terka mala xwe kirine. Ev e,
veguherîna hiþmendîyê bi vê fikirînê dest pê dibe. Newroza
2008an Ev
mijareka hêjayî lêkolînê ye, ku bê hela kurdan Newroza 2008an çawa pîroz
kirin. Ya rast, divêt prosesa piþtî operasyona derveyî sînor bi baldarî
bête vekolîn. Ji dawîya sibata 2008an ve kurd li ser pîyan e. Li bajarên
mîna Diyarbekir, Bazîd, Wan, Cûlemêrg, Batman, Qoser, Nisêbîn, Gever
û Mûþê, car hebû ku bi sedhezaran, carînan jî bi dehhezaran meriv li
hev kom dibûn. Ev komcivîn wekî meþ û numayîþ û mîtîngên
protestokirina êrîþa li derveyî sînoran çêbûne. Di Newrozê de ev
numayîþ, mîtîng û meþ gihan bilindtirîn radeyê. Di Newrozê de li
Diyarbekir nîv mîlyon meriv li meydanê bû. Li Bazîdê li dora 20 hezar
kesî Newroz pîroz kir. Digel ku li bajarên mîna Wan, Sêrt, Cûlemêrg
û Geverê Newroz hate qedexekirin jî dîsa xelkê Newroz pîroz kir. Xelkê
kurd Newroza 2008an ligel rêvebirên herêmî û nûnerên xwe yên li
parlementoyê pîroz kir. Digel teroreka tund a dewletê, digel birîndarî
û kuþtinan, dîsa jî, xelkê Newrozê pîroz kir. Tîmên ku ji serî
heta bi lingan çekdar bûn, pêþî li jinên ku bi cilûbergên xwe yên
neteweyî beþdarîya Newrozê kiribûn digirtin, dest diavêtin wan, bi
qundaxên tifingan û bi pihînan wan li erdê dirêj dikirin, wan di erdê
de kaþ dikirin. Zarokên ku kevir diavêtin panzeran, hêzên dewletê gule
bera wan didan. Ev hemî dîmenên seyr bûn ku divêt meriv bala xwe bide
ser. Li deverên ku Newroz bi awayekî normal dihate pîrozkirin, bi
girseyeka mezin û bi coþeka gelek mezin dihat pîrozkirin. Li deverên mîna
Wan, Sêrt, Cûlemêrg û Geverê ku Newroz li wan deran hate qedexekirin,
di dema pîrozkirinê de bûyerên gelek mezin rû dan. Bi zêdekirina
radeya terora dewletê re kuþtin û birîndarî çêbûn. Qolê zarokên 15
salî hatin þikênandin. Serekwezîr
Receb Teyîb Erdogan dibêje, AKP bi 75 parlementerên xwe ve nûnerayetîya
Rojhelatê dike. Ev sloganek e. Ev yek rastîya civakê û prosesa heyî nîþan
nade. Tê zanîn ku derbareyê Pirsa Kurd û Kurdistanê de çi daxwazeka
ciddî ya van 75 parlementeran nîn e. Wekî mînak, di rojên pîrozkirina
Newrozê de digel ku terora dewletê ewçend giha radeyeka bilind lê tu
dengekî nerazîbûnê ji van 75 parlementeran derket gelo? Tew ji viya jî
wêdetir hukûmet bi xwe ne berpirsîyarê vê terora dewletê ya di
radeyeka bilind de ye? Ma ev 75 parlementer jî ne þirîkê vê terorê ne?
Bi qasî vana pirseka girîng ya din jî heye: Gelo ev 75 parlementeran bi
xelkê ku wan hilbijartine re Newroz pîroz kirine? Îro, partîya ku li
parlementoyê nûnerayetîya kurdan dike helbet Partîya Civaka Demokratîk
e. Partîya Civaka Demokratîk, digel gelek rîskan cardin vê yekê dike.
Serekê AKP Receb Teyîb Erdoganî di pey hilbijartinên 22yê tîrmehê re
rabû got “Ez Diyarbekirê jî dixwazim, ez Batmanê jî dixwazim”. Da
zanîn ku dê AKP di hilbijartinên adara 2009an de van bajaran jî bigre
destê xwe. Pîrozkirinên Newrozê dan nîþan ku, hûn dev ji girtina
Diyarbekir û Batmanê berdin, AKP li herêmê gelek paþ ve çû, hindik
maye ku bi tevayî biqede. Di
vê navberê de, divêt em bala xwe bidin ser fikrê rêveberên Kurdistana
Baþûr yê derbareyê AKP û hukûmeta wê de. Serekê Partî Niþtimanî
Kurdistan û serekkomarê Îraqê Celal Talebanî bang li kurdan dike ku piþtgirî
bidin AKP û hukûmeta wê. Pêþnîyaz dike ku bila kurd rayên xwe bidin vê
partîyê. Ev pêþnîyazeka þaþ e. Helbet divêt kurd rayên xwe
bidin partîyên kurd û namzedên ku partîyên kurd ew pêþnîyaz kirine. Newroza
2008an li bajarên mîna Qoser, Nisêbîn, Batman, Tetwan, Þirnex, Adena, Mêrsîn,
Îzmîr, Aydin, Manîsa, Edîrne û Çanakkaleyê jî li meydanan bi girseyî
hate pîrozkirin. “Êdî bes e”, slogana bingehîn bû. Herwisa, “PKK
gel e, gel jî li vir e” sloganeka din a bingehîn bû. Kurd di maweya
mehekê de hertim bi van sloganan li ser pîya man. Jin, zarok, xort, kal û
pîr, hema bibêjin ji her temenî xelk li ser pîya bû. Ev proses îþaret
dike ku êdî kurd netewe ne. Ger meriv li ser vê rabûnê bifikire, bona pêþxistina
empatîyê, bona veguhartina hiþmendîyê, dê ev yek bibe destpêkeka ciddî. Tirkîye
çima kurdan wekî muxatab qebul nake? Ez
ne di wê qenaetê de me ku AKP û hukûmeta wê derbareyê Pirsa Kurd de,
derbareyê kurdan de gavên erînî biavêje. Gelo dê bikanîbe di maweyeka
dirêj de tiþtekî bike? Derheqê vê yekê de ez nikanim texmînekê
bikim. Ger meriv bibêje, ev partî di vî warî de ne xwedîyê îradeyeka
sîyasî ye, ez dibêjim qey dê mifaya xwe hebe. Dewlet û hukûmet kurdan
wekî muxatab qebul nakin. Sedemê bingehîn ku dewlet naxwaze kurdan wekî
muxatab qebul bike jî ev e ku, naxwaze tu mafekî bide kurdan, naxwaze mafên
kurdan nas bike. Li
welatên din ku pirsa etnîkî di nav wan de hebûye, gelo wan vê pirsê çawa
çareser kirine? Li Afrîkayê, li Asyayê û li Amerîkaya Latîn ev pirsên
wisa çawa hatine têgihîþtin, çawa çareser bûne? Wekî mînak, li Afrîkayê,
piþtî Þerê Cîhanê yê Duyem, bi taybet jî piþtî salên 1960î ev
pirsên wisa çawa çareser bûn? Em bibêjin, li welatek ji welatan, bereya
rizgarîya neteweyî di merheleyeka têkoþînê de hindek pêþnîyaz bo
dewleta emperyalîst yan jî ya kolnyalîst dikir, daxwazên xwe dida zanîn.
Dewleta emperyalîst yan jî ya kolonyalîst, bersivekê dida vê daxwazê,
digot “Em di filan û bêvan mijarê de hîç nakevin nav guftugoyê lê
em dikanin di filan û bêvan mijarê de guftugo bikin”. Ev e, di vê kêlîyê
de hevdîtinan dest pê dikir. Van hevdîtinan bi demê re dewam dikir û
axir digihan netîceyekê. Berîya Þerê Cîhanê yê Yekem li Afrkayê 2-3
dewletên serbixwe hebûn. Îro ev hejmar li dora 55 e. Ji vana tenê li
kolonîyên Fransayê Cezayîrê û li kolonîyên Portekîzê Gîne
Bisseau, Mozambîk û Angolayê þerên çekdarî çêbûn. Li hemî kolonîyên
din yên Afrîkayê, di kolonîyên îngilîz, fransiz, belçîkî, spanî
û îtalyanî de bi rêya hevdîtinên qanûnî serxwebûn hatin
bidestxistin. Îcar li Tirkîyeyê bi tu awayî ligel kurdan peywendî nayête
danîn, kurd wekî muxatab nayêne qebulkirin. Dewlet ligel serekên korucîyan,
ligel ewên ku dibêjin “em tirk in” hevdîtinan çêdike, lê bi ewên
ku doza mafê xwe dikin re hevdîtinan çênake. Sedemê vê yekê, li gorî
qenaeta min, ji ber ku çi caran nîyeta Tirkiyeyê tune ku çi mafekî bide
kurdan. Derbareyê kurdan de polîtîkaya sîstema serwer a tirk ev e. Sedemê
bingehîn yê çaresernebûna pirsa kurd jî her ev e. Ziman
û kulturê ku divêt bête jiyandin û peywirên bingehîn ku divêt bêne
kirin Hukûmet
çi dike bila bike, te divê bila bike yan neke, tiþtên ku divêt kurd
bikin hene. Rasttirîn helwêsta kurdî ev e ku li hemberî polîtîkaya
dewletê kurd xwedîtîyê li ziman û çanda xwe bikin. Ev ne ew pirs e
ku lþ dora masayê bête rûniþtin û mesele bête helkirin. Ev, rewþeka
wisa ye ku bi awayekî fiîlî tê jîyîn. Di nav filîstînîyan de, di
nav çeçenan de pirseka wisa nîn e. Kes ji wan re nabêje “Xwedîtîyê
li ziman û çanda xwe bikin”. Çunke, jixwe, di nav wan de ziman û
kultur tê jîyîn. Gelo çima pêwîstî pê heye ku meriv vê yekê ji
kurdan re bibêje? Ev yek, ji ber kêmasîyeka kurdan pêk tê. Kurdên ku bûne
xerîbê zimanê xwe divêt xwe bidin ber tîrên rexneyan. Bi zimanê
neteweya serdest rizgarî çênabe. Ne rast e ku meriv ziman tenê wekî
amûreka peywendîyê têbigihê. Ev rastîyek e ku sîstema serdest a tirkî
bi rêya ziman belav dibe. Tu bi kîjan zimanî biaxifî, tu yê bi têgehên
bingehîn yên wî zimanî bifikirî, tu yê bi mentiqa wî zimanî bifikirî,
tu yê li ser hesabê îdeolojîya bingehîn ya wî zimanî bifikirî.
Ev tiþtekî gelek aþkera ye… Di nav vê prosesa hanê de, hindek kurd
bona ku bidin zanîn ew ne cudaxwaz in, xwe helak dikin, bi Quran û
mishefan sondan li xwe diqelibînin ku ew ne cudaxwaz in. Ev helwêsta wan
tenê merivî mehzûn dike. Çunke ewên ku hatine jihevkirin, parçekirin
û parvekirin tenê kurd in, Kurdistan e. Ew kurdên ku ewqas zorê li xwe
dikin da ku hêza li hemberî xwe îqna bikin ku ew ne cudaxwaz in, niha ez
ne di wê qenaetê de me ku ew hay ji bûyerên salên 1920î hene ku bê
hela çawa felaketeka mezin bi ser kurdan de anîne. Ev jî, dibe sedemê
huzneka din. Helwêsta
kurdan, bi taybet helwêsta roþinbîrên kurd a li hemberî zimanê kurdî
ne pozîtîv e. Ne mumkin e ku meriv behsa helwêsteka erînî ya li hemberî
zimanê kurdî bike. Em wisa bînin ber çavê xwe ku roþinbîrên filîstînî
li Xezzayê yan jî li Þerîaya Rojavayê civînekê çêdikin. Di vê civînê
de munaqeþeyeka mîna “Em îbranî yan erebî biaxifin?” çênabe. Bi
awayekî sirûþtî erebî tê axaftin. Tu kes pêwîstî bi axaftina îbranî
nabîne. Yan jî em wisa bifikirin ku roþinbîrên çeçen civîneka wisa
çêdikin. Li wir jî munaqeþeyeka mîna “Em rûsî yan çeçenî
biaxifin?” çênabe. Bi awayekî sirûþtî çeçenî tê axaftin. Tu kes
pêwîstî bi axaftina rûsî nabîne. Lêbelê di nav kurdan de ev proses
bi awayekî gelek cihê ye. Roþinbîrên kurd, ne ku tenê di civîneka çapemenîyê
de yan jî ne ku tenê di mijareka polîtîk, civakî û dîrokî de, dema
ku derbareyê ziman û kultura kurdî de jî diaxifin, dîsa zimanê wan
tirkî ye. Ger pêþnîyazek bona axaftina kurdî were jî, vê pêþnîyazê
dixin dengdanê. Ev seqetî tenê di nav kurdan de, di nav kurdên Bakur de
tê dîtin. Gelek aþkera ye ku ev ne rewþeka erînî ye, îþaretî nexweþîyê
dike. Divê meriv bide zanîn ku bi zimanê neteweya serdest rizgarî
çênabe. Mijareka
din ku divêt kurd bi xurtî bikin jî, xebatên dîplomasîyê ne. Pirsa
Kurd, li Rojhelata Navîn pirseka navdewletî ye. Ji ber ku Kurdistan
welatekî xwedîyê nefteka zêde ye, lewre jî, Pirsa Kurd di qada Ewropayê
de, di qada cîhanê de dibe pirs. Îro li her deverên cîhanê kurd hene.
Kurd, roþinbîrên kurdan, divêt li her welatê ku ew niha têde dimînin,
derbareyê salên 1920an de, derbareyê jihevxistin, parçekirin û
parvekirina kurdan û Kurdistanê de, bi roþinbîrên welatên Rojavayê re
bikevin nav munaqeþeyan, çapemenî û sazîyên mafên merivan rexne
bikin. Bi taybet li Îngilîstan û Fransayê, divêt kurd bi awayekî
berfireh derdorên zanistê û organên çapemenîyê rexne bikin. Ev her du
dewletên emperyal yên wê demê di jihevxistin, parçekirin û parvekirina
kurdan û Kurdistanê de li pêþîya giþan roleka mezin lîztine. Di roja
îroyîn de jî ew terora dewletan ya ku li hemberê kurdên ku doza mafê
xwe yê neteweyî dikin pêk tê, ev dewletên hanê li layê vê terorê
ne, piþtgirîya pelaxtina kurdan dikin. Li salên 1920an kirasekî naletî
li kurdan hate kirin ku di viya de roleka mezin, destek û teþwîqa van
dewletên hanê hebû. Te divê Îngilîstan be yan jî Fransa be, derdorên
unîversîteyan, derdorên çapemenîyê ji layê kurdan ve, ji layê roþinbîrên
kurd ve divêt bi awayekî xurt û berdewam bêne rexnekirin. Di vira de tu
wateya wê nîn e ku kategorîzekireneka wekî ev çepgîr e yê din rastgîr
e, yan jî ew lîberal e û yê din komunîst e bête kirrin. Derbareyê
Pirsa Kurd de giþ di heman radeyê de xwedîyê roleka neyînî ne, giþ bi
heman awayî, hemî di layê terora dewletê de ne. Divêt durûtîya dewletên
Rojavayê, durûtîya rêvebirên Rojavayê bête aþkerakirin. Helbet
hindek sîyasetvan û endamên unîversîteyan, profesor, rojnamevan û hwd.
hene ku ji nêzîk ve bala wan li ser Pirsa Kurd e. Te divê li Ewropayê,
te divê li DYA yan jî li derên din ên dinyayê be, hejmara van kesan her
ku diçe zêde dibe. Lê yên ku em behsa wan dikin, dewlet û dezgah û sazî
ne. Doza
girtina AKP û Yekîtîya Ewropayê Yekîtîya
Ewropayê li hemberî doza girtina AKP reaksîyoka mezin nîþan da. Yekîtîya
Ewropayê dema ku partîyên sîyasî yên din dihatin girtin, wekî mînak,
dema ku partîyên ku kurdan ew danîne li pey hev dihatin girtin ew bêdeng
dima lê niha dema ku derbareyê AKP de doza girtinê hate vekirin hingê
reaksîyoka tund nîþan da. Ev yek dide nîþan ku YE AKPê tercîh dike. Lêbelê
divêt Yekîtîya Ewropayê li Tirkîyê piþtgirîya demokrasîyê, piþtgirîya
azadîya ramanê ku bingeha zanist û demokrasî û azadîya xweîfadekirinê
ye bike. Divêt tercîha bingehîn a Yekîtîya Ewropayê ev be. Astengîya
bingehîn ya ku di pêþîya sazbûna demokrasîyê de ye, ya ku di pêþîya
azadîya xweîfadekirinê de ye, Pirsa Kurd e.
Ew helwêsta antîdemokratîk, ew fiþardin û qedexeyên ramanê ku
li hemberî Pirsa Kurd û Kurdistanê têne meþandin, rê nadin ku demokrasî
saz bibe, rê nadin ku azadîya xweîfadekirinê wekî sazîyekê bête rûniþtin.
Di vê babetê de çavdêrîyeka balkêþ ev e: Derbareyê Pirsa Kurd û
Kurdistanê de, ferqekî zêde di navbera fikr û helwêsta AKP û hêza
brokratîk, hêza bijareyên brokratîk ku derheqê vê partîyê de doza
girtinê vekirine de nîn e. Her du grûp, her du fehm, bi vî awayî yan jî
bi wî awayî, meyla wan li ser tunekirin û pelaxtinê ye. Bona her du grûpan
jî Pirsa Kurd tune ye. Serekwezîrê ku dibêje “Asîmilasyon tawaneka
merivatîyê ye”, ev gelek aþkera ye ku ew bi xwe vê tawanê li hemberî
xelkê kurd bi awayekî sîstematîk pêk tîne. Helbet divêt sazîyên mîna
Yekîtîya Ewropayê li Tirkîyeyê berevanîya demokrasîyê û azadîya
xweîfadekirinê bikin. Ev e, di vê nuqteyê de li Tirkîyeyê divêt polîtîkaya
kurd a dewlet û hukûmet û AKPê bête analîzkirin. Behsa
çêkirina qanûneka bingehîn a nuh tê kirin, derbareyê vê yekê de
hindek munaqeþe û goftugo têne kirin. Ew qanûna ku têde behsa kurdan,
behsa mafê kurdan neyête kirin, dê çi “nuhbûnek”a wê jî nîn be.
Piþtî ku navê kurdan têde derbas nabe, hingê ne pêwîst e ku qanûneka
nuh bête çêkirin. Bangewazîyên
ku dixwazin bila PKK çek dayne Hindek
ji nivîskarên tirkan hertim bang li PKK dikin da ku ew çek dayne. Dibêjin
“Heta ku PKK çek daneyne çi çareserîyek bona pirsê çênabe”. Lêbelê
tu pêþnîyazeka wan bo dewletê nîn e ku bibêjin “Were dev ji polîtîkaya
înkar û tunekirina kurdan berde, mafên kurdan nas bike, derbareyê Pirsa
Kurd de gavekê biavêje…”. Ev jî ne helwêsteka tendurist e. Yên ku
dikanin weþanên PKKê biþopînin, wekî mînak, yên ku ROJ-Tv, rojname,
kovar û malperên enternetî diþopînin, ew dikanin bi hêsanî bibînin
ku hertim behsa “aþitîyê” tê kirin. Ev tê vê wateyê: Ger dewlet
di warê çareseriya pirsê de gaveka piçûk jî biavêje dê PKK çend
gavan biavêje. Lê di vê merheleyê de jî dewlet ji bilî ku bibêje ez
ê bipelêxim, ez ê tune bikim, ez ê koka wan biqelînim, wekî din çi
goteneka wê ya din nîn e. Ji vê çendê, berîya her tiþtî, pêwîstî
pê heye ku nivîskar û sazîyên civaka sivîl bang li dewlet û hukûmetê
bikin ku bila mafên xwezayî yên kurdan nas bikin, bila dev ji înkar û
tunekirina kurdan berdin. Nivîskar, hertim behsa wê dikin ku, bi rêya þîddetê
tiþtek bi dest ve nayê, bi rêya þîddetê meriv nagihê tu derekê. Lêbelê,
nivîskar, vê yekê tenê bona PKK dibêjin. Divêt ew ji dewletê re jî
bibêjin ku, bi rêya þîddetê tiþtek bi dest nakeve. Niha
kurd bi awayekî hêzdar û bi xurtî rabûne ser pîyan. Ji vê merheleyê
û bi þûn de ne mumkin e ku pêþî li kurdan bête girtin… Newroz
û Nevruz Newroz
cejna kurdan e. Ev yek gelek aþkera ye. Kurd bi eþq Newrozê pîroz dikin.
Ji ber ku polîtîkaya kurd a dewletê xwe dispêre înkar û tunekirinê
lewre jî nirxên kulturî yên kurdî jî têne tunekirin. Nirxên ku tune
nabin jî, herwekî ku parçeyek ji kultura tirkî bin, têne qebulkirin û
bi vî awayî xesp dibin. Wekî mînak, tê zanîn ku stranên kurdî, te
divê melodî yan jî gotinên wan bin, werdigerînin ser zimanê tirkî,
dikin tirk û îcra dikin. Ev 14-15 sal in ku kanalên televîzyonê yên
kurdan weþanê dikin, folklora kurdî li van kanalên televîzyonan bi rengê
xwe yê otantîk tê pêþkêþkirin. Vê yekê hem wê polîtîkaya
talankirinê aþkera kir û hem jî kêmtir kir. Dewleta ku nikane pêþî
li pîrozkirina Newrozê bigre, hingê radibe xwedîtî lê dike da ku xwe
ji vê pirsê xilas bike. Îcar, piþtî ku dewletê xwedîtî li Newrozê
kir, pê re jî bû sedem ku du Newroz bêne pîrozkirin. Kurd bi awayekî
siruþtî ji Newrozê re dibêjin “Newroz”. Lê dewlet dibêje
“Nevruz”. Nivîsa bi awayê “Newroz” qedexe dike.
Sedemê vê qedexekirinê jî, nebûna herfa “W” ya di alfabeya
tirkî de nîþan dide. Dibe
ku di alfabeya tirkî de herfa “W” nîn be, lê ew di alfabeya kurdî de
heye. Jixwe, peyva Newrozê peyveka kurdî ye. Bona herfên “X” û
“Q” jî rewþ her wisa ye. Di rojên Newrozê de, çapemenîya tirkî
hertim behsa Newroza kurdan kir lê tim bi devê dewletê, ango wekî Nevruz
nivîsî. Ev yek bi me dide nîþan ku tu hurmeteka çapemenîyê bona nirxên
bingehîn yên kurdan nîn e. Helbet
hindek nivîskarên tirk hene ku peyva Newrozê wekî Newroz dinivîsin. Lê
evên hanê gelek kêm in. Beþeka mezin, zimanê dewletê, ango, vê peyvê,
wekî Nevruz bikar tînin. Gelek
aþkera ye ku çapemenî di vî warî de xwedîyê helwêsteka li dijî kurd
e. Du nûçeyên ku di çapemenîyê de cih girtine vê helwêste bi awayekî
gelek vekirî nîþan didin: Manþeta rojnameya Halka ve Olaylara Tercüman
a roja 15 adar 2008 wisa bû: “PKKyî di Meclisê de ne, bona AKP doza
girtinê vedibe.” Li hemberî vê yekê derdikevin, ku AKP bête girtin, lê
bona Partîya Civaka Demokratîk, girtin rewa tê dîtin. Ji helwêsteka bi
vî awayî ya bi cotestandard demokrasî derdikeve? Li heman rojê li
malpera Enternet Haber nûçeyeka wisa hate weþandin: “Îtîrafkarê
PKKyî got, 360 PKKyî hatin kuþtin, 289 jî birîndar in”. Entennet
Haber serketina operasyona li derveyî sînor dihelsengîne. Herçendî
Serekerkanîya Tirk dibêje 240 PKKyî hatine kuþtin jî lê Enternet
Haber dide daxuyandin ku ev hejmar 360 e. Çavkaniya nûçeya wê ya pêbawer
û sehîh jî îtîrafkar in! Ev jî rastîyek e ku bi awayekî giþtî ev
helwêsta rojnameya Halka ve Olaylara Tercüman û Enternet Haberê,
heman helwêst ya organên din yên çapemenîyê ye. Li enternetê, di
malpera Mynet de, li roja 31 adar 2008 sernûçeyeka wisa hebû:
“We heta niha dîmeneka wisa temaþe nekiriye. Kêlîya tunekirina terorîstên
ku li þikeftekê dor li wan hatiye girtin”. Li jor me behsa wê kiribû
ku li deverên mîna Gever, Cûlemêrg, Wan û Sêrtê di dema pîrozkirina
Newrozê de hêzên dewletê çawa li xelkê îþkence kiribûn, jin di erdê
re kaþ kiribûn, qolên zarokên 15 salî hatibûn þikênandin. Ev dîmenên
hanê ji layê televîzyonên tirkan ve qet nehatin nîþandan. Ev dîmen ji
layê ROJ-Tv ve hatin nîþandan û ji layê çapemenîya Rojavayê ve bo cîhanê
hatin belavkirin. Çi
exlaqek di naveroka vê nûçeyê de nîn e. Ewên ku bona azadîyê têdikoþin,
di prosesa vê têkoþînê de mexdûr dibin, di merheleyeka vê têkoþînê
de dor li wan tê girtin û dikevin tenganîyê. Lê hinek jî radibin vê dîmenê
bi keyfxweþîyê belav dikin. Ev bi me dide nîþan ku di navbera kurdan û
çapemenîya tirk de, hestên ji hev gelek dûr ku bi hev naguncin, hene. Bi
vê reftarîya redkirin û piçûkxistinê gelo dê çawa “birayetî” û
“entegrasyon” pêk were? Di
van þertan de, pêwîstîyeka gelek mezin e ku kurd xwedîtîyê li nirxên
xwe yên neteweyî bikin, di serî de ziman, ligel nirxên xwe yên neteweyî
bijîn. Konferansên
li ser kurdan Li
van salên dawîn em dibînin ku te divê li Ewropayê yan li DYA yan jî li
Tirkîyeyê konferansên li ser kurdan têne sazkirin. Aþkera ye ku ji layê
fêmkirina Pirsa Kurd de rola van konferansan girîng û erînî ye.
Taybetmendîyên girîng yên van konferansan, divêt wisa bêne dîyarkirin
ku, di van konferansan de hîç nayê behskirin ku di salên 1920î de polîtîkayeka
çawa ya navdewletî li hemberî kurdan û Kurdistanê hate meþandin, di
dema danîna Yekîtîya Neteweyan de karîgerîyeka çawa li ser kurdan û
Kurdistanê çêbû, ev mijarên wisa li van konferansan hîç nayêne
axaftin. Di konferansan de hîn zêdetir li ser rewþa îroyîn, axaftin û
munaqeþeyên ku peywendîya wan bi çareserîyê re heye têne kirin. Ya
duyem jî, dema ku li ser çareserîyê tê rawestîn, ji kurdan re tiþtên
ku dê neyêne kirin bi înad didin zanîn. Didin zanîn ku federasyon nabe,
serxwebûn nabe. Jixwe, ev bona kurdan ne sûdewar in û hwd. Taybetmendîyeka
sêyem a van konferansan jî ev e: Nabêjin ku di çareserîyê de dê ev
çêbibe, çareserîyê bo hatina demokrasîyê dihêlin. Yanî, ger
demokrasî were dê pirs jî xweberî çareser bibe. Bêçareserî
hiþtina Pirsa Kurd dê Tirkîyeyê bixîne nav astengîyê Tirkîye
li hemberî kurdan û Pirsa Kurd polîtîkaya înkar û tunekirinê dimeþîne.
Ev polîtîkaya hanê kir ku di salên 1980yî de têkoþîna gerîla dest pê
bibe. Di maweya 25 salan a vê têkoþînê de kurd rabûne pîyan, polîtîze
bûne, ketine nav hewldana bidestxistina mafên xwe. Polîtîzebûna jinan
proseseka girîng e, ku hêza têkoþînê dinimîne. Dê
çawa ev têkoþîn bihatan rawestandin? Helbet bi dayîna mafên kurdan.
Ger mafên kurdan bihatana naskirin dê proseseka demokratîk bihatana destpêkirin.
Lê dewletê mafên kurdan nas nekir, bi rêyên antîdemokratîk dest bi
pelaxtinê kir. Ev þêwazên antîdemokratîk bo qaçaxçîtîya tiryakê,
bo qaçaxçîtîya çekan, bo dizîya di warê ekonomîyê de, bo rantxwrî
û sermayedarîya dizîyê rê vekir. Karbidestên dewletê bi xwe jî di
van karên kirêt de cih girtin, ku vê yekê karîgerîyeka xirab li ser îtîbara
dewletê kiriye. Bûyera Susurlukê, di roja 3 sermawez 1996 de, di nav tora
peywendîyên bi vî awayî de rû da. Mezaxtina ku bo çekan û þerî çêdibe,
pêþî li geþedana ekonomîkî girtiye, bûye sedem ku di warê darayî de
di nav tebeqeyên civakê de ferqên mezin çêbibin. Di vê prosesê de sazîyên
bingehîn yên dewletê, yên mîna unîversîte û dadgehan ji naveroka xwe
gelek tiþt winda kirin, xirab bûn. Bona ku pêþî li polîtîzebûn û pêþveçûna
neteweyî ya kurdan bête girtin, bona ku nehêlin kurd bi xwe bihesin, di
warekî gelek berfireh de pêwîstî bi qedexeyên ramanê hate dîtin.
Qedexeyên ramanê kirin ku unîversîte, dadgeh û partîyên sîyasî ji
rola xwe ya bingehîn bi dûr bikevin. Qedexeya ramanê kir ku ev sazî tenê
bibin nobedarên dewletê. Mafên merivan û azadî, hatin binpêkirin.
Digel van hemî hewldanan, dîsa jî têkoþîna kurdan pêþde çûye,
berfirehtir bûye. Dewlet jî, bona ku pêþî li vê pêþdeçûna kurdan
bigre hîn zêdetir pêwîstî bi þîddeteka mezin dibîne. Ev yek jî dike
ku terora dewletê hîn zêdetir mîna dezgehekê bête rûniþtandin. Bi vî
awayî, mîna dezgehekê sazbûna terora dewletê, ne ku tenê îtîbara hêzên
asayîþê û artêþê kêmtir dike, di heman demê de îtîbara tevayî rêveberîyê,
ya unîversîteyan, ya organên dadgehê, ya çapemenîyê jî kêmtir dike.
Çeteyên di nav sazîya dewletê de jî di nav tora van peywendîyan de
çêbûne. Dîsa, di nav tora van peywendîyan de hindek generalên artêþê
di salên 2002-2004an de hewl dane xwe da ku derbe bikin û dewletê têxin
destê xwe. Ji
vê çendê pêwîst e ku êdî dewlet li ser pêþxistina polîtîkayên
demokratîyê bifikire. Polîtîkayên ku xwe dispêrin þîddetê, zêdekirina
terora dewletê, dê dewlet û hukûmetê hîn bêhtir bi rewþeka dijwar re
rû bi rû bihêle. 05. Nîsan 2008 ______________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
http://www.peyamaazadi.org/
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org