Serborîya
Kolîyeka Kitêban
Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn Goran
û Karîn, li Swêdê dimînin. Bi kitêban û arþîvkirinê re ji nêzîk
ve mijûl dibin. Hewl didine xwe da ku Kitêbxaneya Kurdî ava bikin.
“Sara Distribution” navê vê “Kitêbxaneya Kurdî” ye ku Goranî li
sala 1987an ava kiriye û heta îro pêþde birîye. Ji
ber ku bi kitêban û kitêbxaneyan re mijul dibe lewre hevnasîna min û
Goranî bi hêsanî çêbû. Carînan em bi rêya enternetê name ji hev re
diþînin. Di sala 2007an de, bi rêya nameyekê Goranî ji min re got,
“Kek Îsmaîl, hindek kitêbên zêde li gel min hene. Kitêb bi zimanê
tirkî ne. Gelekê wan jî li Tirkîyê çap bûne. Ger tu bixwazî ez
dikanim bikim kolîyekê û ji te re biþînim.” Goran dizane ku bala min
li ser kitêb û kovar û arþîvan e. Min dizanîbû ku ji welatên derve
bo Tirkîyê þandina kolîyên kitêban gelek muþkile ye. Ji vê çendê
min got “dê zehmet bibe” û min nexwest. Lêbelê Goranî înad kir.
Got, “Zehmetîya çi, kek Îsmaîl, ez ê tavilî bo te kolîyek kitêb biþînim,
li nik min ji van kitêban gelek hene.” Çend roj bi þûn de jî lîsteya
kitêbên ku dê biþandanan ji min re þand. Hindek ji van kitêban ev in: Bekir
Özgen, Düþünce, Özgürlük, Laiklik
Julius
Fowles, Daraðacý
Önünde Abdülkadir
Budak, Ýmzasý Gül Hýfzý
Topuz, Konuklar Geçiyor Ayhan
Aktar, Kapitalizm, Az Geliþmiþlik ve Türkiye’de Küçük
Sanayi Ýskender
Özturanlý, Barýþ
ve Özgürlük Agathe
Cristie,
Doðu Ekspresinde Cinayet Korkut
Boratav, Ýktisat
ve Siyaset Üzerine Aykýrý Yazýlar Arif
Baþ, Köy Enstitüsü Yýllarýmla Anýlarým Hraçya
Koçar, Özlem Erhan
Bener,
Bürokratlar - I Vedat
Günyol,
Orman Iþýrsa, Ruhi Su’ya Saygý
Çaðlar
Keyder, Dünya
Ekonomisi Ýçinde Türkiye (1923-1928) Refik
Durbaþ, Menzil Cemil
Meriç, Bu Dünyanýn Eþiðinde
Doðu
Perinçek, Stalin’den
Gorbaçov’a Aziz
Nesin, Nah Kalkýnýrýz
Muammer
Yaþar, Paþalar
Politikasý … Herwekî
vana 80 tene kitêb. Di nav van kitêban de, kitêbên mîna Ýttihat-Terakki
ve Kürtler
ya Nacî Kutlayî,
Aþiretten Ulusallýða Doðru Kürtler
û Kürt
Solu Tartýþýyor
yên Hesen Yildizî, Muhtasar
Hayatým
ya Ekrem Cemîlpaþayî, Mapusluk
Yýllarým
ya Medenî Ferhoyî, Aðrý
Daðý’ný Taþýmak
ya Selahedîn Çelîkî, Devletsiz
Ülkeden Ýzdüþümler
ya Edîb Polatî û hîn gelekên din hebûn. Di lîsteyê de kitêbeka Îsmaîl
Beþîkçî ya ku bo almanî hatîye wergerandin jî dixuye. Dîsa, du kitêbên
almanî yên din jî hene. Goranî, di e-maila ku li roja 10 rêbendan 2008
de bo min þandibû de lîsteya kitêban bi vî awayî dîyar kiribû. Goranî
dixwest ku ez navnîþanekê bidimê da ku biþîne vê navnîþana hanê.
Min navnîþana weþanxaneya hevalekî xwe jê re þand. Goranî
e-maileka din jî þand ku têde dîyar dikir li roja 8ê sibata 2008an kolîya
kitêban li Swêdê daye posteyê û digot “Piþtî ku ev kolî bikeve
destê te ez hîn kolîyên din jî ji te re biþînim.” Ez ê bi kurtasî
bala xwe bidim ser dîyardeyên derbareyê ji Swêdê bo Tirkîyê þandina
kolîyeka kitêban de, ger xalên bingehîn yê vê prosesê aþkera bibin dê
sûdewar be. 1.
Di
roja 19 sibat 2008 de “Kaxizê xeberdarkirina ji malên ku di gumrukê re
derbas dibin” ji PTT (Posta-Telefon-Telgiraf) kete destê min. Di vê
kaxizê xeberdarkirinê de dihat dîyarkirin ku ji Swêdê kolîyek hatiye,
giranîya kolîyê 14 kîlo û 500 gram e. Dihate xwestin ku divê ez di
demeka kurt de biçim kolîyê bigrim. 2.
Gumrukxane
li pêþîya Yenimahalle, li kolana Eþref Bidlîs bû. Beþek ji Navenda Rêvebiriya
Postayê bû. Ez roja 22ê sibatê çûm wir. Kolîyê li ber çavê min
vekirin. Memûran got, “Em ê kitêban biþînin asayîþê bê hela kitêbên
qedexebûyî di nav de hene yan na”. Gotin “Tu numreya telefona xwe bide
me, em ê te xeberdar bikin.” Min numreya telefona xwe da û ez ji wir
derketim. Piþtî ku ez ji wir vegerîyam min bo Goranî e-mailekê þand.
Min bi kurtasî behsa serborîya wê rojê kir û min rica kir ku kolîyeka
din neþîne. Min da zanîn ku di van beþên wisa de þopandina karekî
wisa gelek zehmet e. 3.
Du
hefte paþê, Beþa Gumrukê ya Navenda Rêvebiriya Postayê li min gerîya.
Da zanîn ku sextîkirina kitêban temam bûye. Ez rabûm çûm. Wezîfedaran
bi min dan zanîn ku du kitêbên qedexebûyî di nav de ne, lê ew dikanin
yên din bidine min. Gotin “faturayê îbraz bike, baca gumrukê bide, kolîya
xwe bigre.” Min
hewl da xwe ku ez bibêjim kitêb tev dîyarî ne lewre faturaya wan nîn e
lê wan got “We vî malî li ser navê weþanxaneya xwe ji þirketeka
(kompany) Swêdê xwestiye, lewre divêt fatura hebe, ger fatura nîn be, ji
þîrketa Swêdê bixwazin.” Min hewl da xwe ku ez bidin zanîn çi þîrketek
yan jî weþanxaneya min nîn e, min navnîþana weþanxaneya hevalekî xwe
nîþan daye. Lê wan derbareyê faturayê de înad kir. Gotin, “faturayê
îbraz bike, baca gumrukê bide, kolîya xwe bigre…” 4.
Min
da zanîn ku ez nikanim fatura nîþan bidim û nikanim ji Swêdê jî
bixwazim. Min got “Hingê kolîya kitêban bila bo Swêdê bête
vegerandin.” 5.
Gotin,
“Em nikanin kolîyê biþînin bo Sêwêd, ji ber ku du kitêb jê kêm
in. Ew li asayîþê ne. Em nikanin wan paþde bixwazin.” Bona min rewþeka
zehmet û cihê acizîyê bû. Bi qasî nîv saetekê ez li wir mam. Bi
mudir þêwirîn, ji hinde wezîfedarên din pirsîn. Min got, “Ez va
dizanim ku di encama sextîkirinê de du kitêb ji aliyê asayîþê ve
hatine girtin, hingê di vê behsê de îmzayek jî dikane têr bike. Û bi
vî awayî dê kolî paþde bête þandin.” Bi alîkarîya hindek wezîfedaran
li piþt ewraqeka malên gumrukê de îbareya “Du kitêb piþtî sextîkirinê
ji alîyê asayîþê bi hinceta ku qedexe ne dest li ser hatiye danîn.”
nivîsand û îmze kir. Kolî
dê bo Swêd ji Goran re bête þandin. Ez bi qasî saet û nîvekê li Beþa
Gumrukê ya Navenda Rêvebiriya Postayê mam. Piþtî ew îmzeya ku min
behsa wê kir, min avête, ez ji wir derketim. Dû re, bi kurtasî min behsa
van bûyeran bo Goranî kir. 6.
Di
roja 14 nîsan 2008 de min ji Goranî bersiv girt. Dida zanîn ku kolî
vegerîyaye bo Swêd, wan ji postexaneyê girtiye. Kolîyeka kitêban di
maweya du mehan de li navbera Swêd û Tirkîye geþtê kiriye.
*
* * Tiþtê
maqul ew bû ku kolîyê bidana min. Heke bêyî ku fatura bixwazin, bêyî
ku behsa baca gumrukê bikin, kolîya kitêban bidana min dê ev nebûya
karekî þaþ. Çunke ev kitêb dîyarî bûn. Dê ev kitêb di kitêbxaneyeka
taybet de bihata bicihkirin. Ne rast e ku meriv bona dîyarîyê fatura
bixwaze. Ev karê gelek maqul ku wisa bi nebaþî hate encamdan, bona min bû
sedemê xemgînîyê. Bona Tirkîyê jî, bêguman rewþeka ne baþ bû. Kolîyê
nedan min, lê ger meriv yekî têxînê navberê, di sazîyên wisa de, karên
we yên þaþ, xwestinên we yên þaþ jî dikanin bi awayekî erînî bêne
encamdan.
Tirkîye ne dewleteka demokratîk e. Digel viya dîsa jî dixwaze beþdarî
Yektîya Ewropayê ku nirxên demokratîk têde serdest in bibe. Ji lewre,
bona ku Yekîtîya Ewropayê wisa xwestiye, hinde pakêtên demokratîkbûnê
amade dike. Ji ber ku ne ji dil e, ji ber ku hiþmnedî naguhere, lewre ev
pakêt demokratîkbûyînê bi xwe re naynin. Demokratîkbûyîn jî, ne ew
proses e ku bi rêya pakêtan pêk were. Demokratîkbûyîn, tenê dikane bi
rêya ji binî ve guhertina hiþmendîyê ya di nav qedemeyên dewlet û hukûmetê
de, herwisa, di encama ji binî ve guhertina hiþmendîyê ya di nav civakê
de mumkin bibe. Ev jî, li Tirkîyeyê gelek zehmet e. Grîngtirîn sedemê
demokratîze nebûnê jî ev e ku derbareyê Pirsa Kurd de hiþmendîyeka
demokratîk, hiþmendiyeka tendurist nîn e. Di qedemeya rêvebirina Tirkîyê
de ji ber ku îttîfaqa artêþ-unîversîte-dadgehê ligel hev di bilindtirîn
radeyê de xwedî þîyan û dîyarker e, lewre derbareyê Pirsa Kurd de hiþmendîyeka
demokratîk, hiþmendîyeka maqul çênabe. Ev îttîfaq layengirê
pelixandina pirsê ye, dixwaze koka kurdan bîne û wisa pirsê hel bike. Di
prosesê de divêt meriv bala xwe bide ser polîtîkayên durû yên Ewropa
û dewletên Ewropayê jî. Sazîyên mîna Yekîtîya Ewropayê, yên mîna
Konseya Ewropayê, li ser navê “em li dijî terorê ne” piþtgirîyeka
bêsînor didin terora dewletê, bi xweþbînî li zilma ku li ser kurdan tê
meþandin temaþe dikin. Helbet dê kurd berevanîya mafên xwe yên ku ji
kurdbûna wan çêdibin bikin, dê van mafên xwe bixwazin. Ger li welatekî
daxwazên wisa bêne pelaxtin, meriv nikane bibêje ku dê li vî welatî
demokrasî çêbibe û pêþde here.
_________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org