|
Hevpeyvîn bi Ýsmail Beþikçi re: Þerê Tirkan û Kurdan Dê Çênebe
Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn Ji
roja ku êrîþa derveyî sînor ketiye rojevê û vir de hîsterîyeka
civakî derketiye holê. Tu dibêjî qey her kes di nav haletê rûhîyeyeka
wisa de ye ku, hema dixwaze wî jî bigrin leþkeriyê. Gelo cenabê we viya
çawa þîrove dike? Di
meha kewçêra 1998an de bona ku serokê PKK Abdullah Öcalanî ji Sûriye
bidin derxistin fiþareka tund li ser Sûriyeyê hate meþandin. Rêveberiya
Sûriyeyê, serokkomar hafiz Esad hate tehdîdkirin. Serokkomarî, serokwezîrî,
serokê TBMM, serekerkanî û fermandarê hêzên bejayî berdewam daxuyanîyên
ku Sûriyeyê tehdîd dikin belav kirin. Di van daxuyaniyan de dihate gotin
ku, “Em dizanin Öcalan li Sûriyeyê ye. Ger di demeka kurt de ji Sûriyeyê
neyête derxistin, em ê bi xwe Þamê dagîr bikin û pirsê hel bikin.”
Fermandarê hêzên bejayî Atila Ateþ çû ser sînorê Sûriyeyê û van
tehdîdan li wir dubare kir. Di encama van gefxwarinan de serokê PKK
Abdullah Öcalan di roja 9 kewçêr 1998 de ji Sûriyeyê hat derxistin. Di
destkeftina vê serketinê de roleka gelek mezin a van tehdîdan hebû. Bona
Öcalan pêvajoya Yewnanîstan, Federasyona Rûsyayê, Îtalya… bi vî
awayî dest pêkir. Gefxwarineka
bi vî rengî di mehên îlon û kewçêr ên sala 2007an de bona Hukûmeta
Herêma Kurdistanê, bona serokê Partî Demokratî Kurdistan û serokê Hukûmeta
Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bona serokê Yekîtî Niþtimanî
Kurdistan û serokkomarê Îraqê Celal Talebanî jî derxistin rojevê. Ji
serokên kurdan dihat xwestin ku ew bona damezrandina dewleteka federal
nexebitin, bila referanduma Kerkûkê betal bikin, bila li hemberî PKK ya
ku li Çiyayê Qendîl baregeha xwe danîye, bi awayekî aktîf bikevin nav
þer û bila berevaniya mafên neteweyî yên tirkmanan bikin. Di prosesa
van gefxwarinan de ji bo êrîþa li ser Baþûr PKK wek hincetekê dihat
bikaranîn. Cihêtiyeka
gelek girîng di navbera tehdîda kewçêra 1998an û kewçêra 2007an de
heye. Li sala 1998an Sûriye dihate tehdîdkirin lê leþker neçûbûn ser
sînorê Sûriyeyê. Çekên þer ên giran, mîna tank û top nebiribûn
ser sînor. Lêbelê di kewçêra 2007an de leþkerek gelek zêde biribûn
ser sînor. Amûrên þer yên giran, mîna tank û top û hawan û wesaîtên
din ên þer biribûn ser sînorê ku 200 kîlometre dirêjahiya wî heye.
Tew ji sala 2006an de dest bi vê amadekariya hanê kiribûn. Dihat
diyarkirin ku, 100 hezar an 150 hezar, carînan jî 250 hezar leþker li ser
vî sînorî hatine komkirin. Herwekî
sala 1998an dixwestin bi riya gefxwarinê serkeftinekê bidest xînin.
Diviyabû ku ligel vê gefxwarina leþkerî rayagiþtî jî hîþyar bikin
da ku bibe piþtgîrê vê gefxwarinê. Bi riya merasîmên cenazeya þehîdan,
bi riya rîtuelên alayê û bi wan çalakiyên provakatîf ên hêzên veþartî
yên dewletê rayagiþtî hat provekirin û kela wê rakirin. Gelek aþkera
ye ku rayagiþtî li hemberî kurdan dihate pîjkirin û dixwestin bi vê rêyê,
fiþara li ser kurdan hîn tundtir bikin. Çapemenî û masmedya bona pêkanîna
rayagiþtîyeka wisa û bona tevgerên vê rayagiþtî roleka sereke lîstin.
Lewre jî ne rast e ku meriv rabe bibêje ev rayagiþtî ya hanê û bizava
wê ji xwe re, xwe bi xwe dest pêbûye. Ev rayagiþtîya hanê ji layê hêzên
dewletê û ji layê vê çapemeniya ku gelek pêt bi îdeolojîya fermî ve
girêdayî ye, hate pêkanîn û rêvebirin. Li
sala 1998an di encama tehdîdan de serkeftinek bi dest ketibû. Êdî zehmet
bû ku serokkomar Hafiz Esad, rêveberiya Sûriyeyê lîderekî gerîlayan
li welatê xwe bihewîne. Lê serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî bi pêþxistina berxwedaneka biryardar û maqul balê kiþande ser
mafên kurdan, gelek rewabûna van mafan da zanîn, herwisa, da zanîn ku ev
mafên hanê, ango mafên xwezayî yên civaka kurd bona tu kesî û bona
dewleta tirk jî nabin tehdîd. Vê berxwedanê pêþî li wê serketina ku
tirkan dixwest bi dest bixînin girt. Lêbelê li hemberî vê berxwedana
biryardar û maqul pêwîstî bi tehdîdên hîn tundtir û berfirehtir hebû.
Lewre jî bi riya çalakîyên provakatîf, bi riya merasimên cenazeyên þehîdan,
bi rîtuelên alayê, bi riya talankirina hindek maxazayên kurdan, bi êrîþkirina
li ser Partiya Civaka Demokratîk û bi êrîþên girseyî yên li hemberî
kurdan radeya vê tehdîda hanê bilindtir kirin. Çi
dema ku pirs were ser mafên filîstînîyan, tirkên Bulgarîstanê, tirkên
Trakyaya Rojavayê, tirkên Qibrîsê, tirkmanên Kekûkê, tirkên li
Kosovayê, boþnaq, çeçen û vîetnamîyan hingê Tirkiye ji layê azadîyê
ve nêzîkî pirsa wan dibe. Dide zanîn ku daxwazên wan daxwazên rewa ne.
Lê çi dema ku pirs were ser mafên kurdan hingê ji layê bereveniya
dewletê ve bala xwe dide ser û dibêje, daxwazên demokratîk ên kurdan
asayîþa dewletê tehdîd dikin. Bona ku van daxwazan bipelêxe tundiyekê
ku digihê radeya terora dewletê tetbîq dike. Di warê pelaxtina van
daxwazan de fiþardin, qedexekirin û cezakirin wek polîtîkayên bingehîn
têne dîtin. Hîç ne di bala dewletê de ye ku mafên azadîyê yên
kurdan jî, qet nebe, bi qasî mafên wan gelên ku me li jor navê wan
hejmart hene û rewa ne. Daxwazên kurdan tune dihesêbe, ji nedîtî ve tê.
Lêbelê ev polîtîkaya hanê tenê li hemberî kurdan ku wek “bira” têne
bi nav kirin tê pêþxistin. Lewre, li kuderê dibe bila be, Tirkiye
nasnameya kurd nas nake, naxwaze nas bike. Hîn jî wek komikên ku dê bêne
tirkkirin li wan dinêre. Bona tirkkirinê, bona asîmilekirinê her tedbîrî
tetbîq dike. Di vê rêyê de fiþardin, qedexekirin û cezakirin bi awayekî
tund têne bikaranîn. Ew deverên ku kurd têde niþtecih in, mîna parçeyek
ji welatê tirkan têne dîtin. Digel ewçend fiþardinê, dîsa jî, hindek
meriv van rîskan digrin ber çav û dawa mafên xwe dikin. Ev jî dibe
sedem ku dewlet fiþardin û qedexekirin û cezakirinan hîn di radeyeka
bilindtir de bi kar bîne. Ew dewleta ku ziman û kultur û nasnameya
miletekî nas neke, mafên wan ên demokratîk qebul neke, bêgav e ku fiþardinên
di radeya terora dewletê de bi kar bîne. Li Tirkiyeyê sedemê bingehîn yê
pêkhatina rewþa þiddet û terorê ev helwêsta dewletê ye. Ev
hemî didin nîþan ku kurd ne mîna welatîyên wekhev lê mîna civakek ku
li ber asîmilekirinê serî çemandiye, wek civakek ku divêt bête asîmilekirin
têye dîtin. Em dikarin vê yekê wek muameleya koletiyê jî bi nav bikin.
Li salên 1930, wezîrê Edaletê yê wê demê Mahmut Esat Bozkurt gotibû,
“… Tenê mafek bo kurdên li Tirkiyê heye, ew jî xizmetkariya bo
tirkan e.” di roja îroyîn de jî, kurd cardin wek kole têne qebulkirin.
Di vê çarçoveyê de daxwazên azadiyê yên ku ji layê kurdan ve çêdibin,
bi reaksiyoneka tund têne pêþwazîkirin. Ez dibêjim qey çêkirina çalakiyên
provakatîf, sloganên ku di cenazeyên þehîdan de têne avêtin, pêþxistina
rîtuelên alayê, herwisa, bi vê rêyê geþkirina bizavên girseyî yên
civaka tirk, peywendiya van tiþtan bi vê têgihaþtinê heye. Dibêjin,
“Hîn heta bi duhî solên me dialastin, nûke çawa radibin dawa azadiyê
dikin!” Ev têgihaþtin heye. Gelo
meriv dikane bibêje ku çapemenî ji layê siyasiyan û leþkerên malniþîn
ve têye pîjkirin? Belê,
meriv dikane bibêje ku çapemenî ji layê siyasiyan û leþkerên malniþîn
ve têye pîjkirin. Beþeka mezin ya çapemeniya tirk wek liqekî Rêxistina
Muxaberata Neteweyî (MÝT) dixebite. Meriv dikane hindek ji endamên çapemeniyê
û hindek ji endamên zanîngehan jî, ji yên ku pîjkirinê dikin, bihesibîne. Gelo
encamên harbûna hestên neteweyî çi ne, aya dibe ku ev reksîyon ji
kontrolê derkevin? Di
encama manîpulasyonên dewletê de hestên neteweyî, ya rast hestên nîjadperestiyê
bilind dibin. Helbet ev pêvajo, ji layê rêvebirina dewletê ve jî layên
xwe yên xetereyê hene. Çi dema ku mîtîng û numayîþ û meþ bi vî
awayî bêne pêþxistin hingê têgihaþtina “em sînoran bibezînin, em
lêdin, biþkênin, bipelixînin…” jî pêþ ve diçe, daxwaza van tiþtan
zêde dibe. Hingê piþtî ku ev neyêne kirin, yan jî di dema xwe de neyêne
kirin, îcar baweriya bi sazîyên dewletê jî kêmtir dibe. Ez
ne bawer im ku ev reaksîyon ji kontrolê derkevin. Sedem jî ev e ku, di
pirsa kurd de polîtîkaya bingehîn a dewletê asîmilasyon e. Di vê
derbareyê de du kirinên bingehîn hene. Yek jê ev e ku, rê nedin pêkhatina
burjuvaziyeka kurd ku li ser xaka xwe hilberîniyê bike, li herêma xwe
karxaneyan veke, berhemên xwe belav bike, bazara herêmê bigre bin
kontrola xwe. Di herêma kurdan de bi polîtîkayeka gelek taybet dewlet pêþî
li vê yekê digre. Ji sermayedarên kurd têye xwestin ku ew li rojavayê
kar bikin. Bi riya mekanîzmayên cûr bi cûr berê sermayeyê didin
rojavayê. Wek mînak, ger yek li rojavayê karxane veke hingê dikane gelek
bi hêsanî krêdî wergire lê çi dema ku bona avakirina karxaneyek li herêma
kurdan daxwaza krêdiyê bête kirin hingê bank gelek zemetî derdixin pêþiya
karsazan. Di vê çarçoveyê de xwedî lê derketina li axayên gundan û
þêx û serokeþîran jî ew e ku pergala xwe ya feodal berdewam bikin. Ev
jî polîtîkayeka bingehîn e. Korucutî (hêzên cehþ) jî, sazîyeka
wisa ye ku dem û dezgehên feodal, peywendîyên feodal li ser piyan dihêle,
berevaniya wan dike. Û bi vî awayî bizava rizgariya kurd hîn baþtir
dikeve bin kontrolê, hîn baþtir pêþî lê têye girtin. Ew pereyên ku
dikeve destê serekê korucuyan, yan jî darayîya ku bi dest dixînin,
cardin wek polîtîkayekê berê vê sermayeyê jî didin bajarên rojavayê.
Bona viya têne teþwîqkirin. Kirina
duyemîn, li hemberî roþinbîran e. Ev jî, dibêjin em fiþardineka wisa
bikin ku bila roþinbîrên kurd nikaribin li ser axa xwe, wek mînak, bila
nikaribin li bajarên wek Diyarbekir, Batman, Wan, Sêrt, Cûlemêrg, Mêrdîn,
Mûþ, Agirî, Bazîd, Melazgir, Gever, Nisêbîn, Qoser û Farqînê bimînin.
Gelek evkirî ye ku tunebûna burjuvaziyeka kurd a li ser axa xwe, herwisa,
tunebûna roþinbîriya kurdî ya li ser axa xwe, ji layê pirsa kurd ve
xwedî karîgerîyeka girîng e. Asîmilasyon
li sazîyên wek xwendegeh, dayreyên dewletê, çapemenî û heta ku li nav
malbatê jî têye pêþxistin. Dîn jî di vê çarçoveyê de dikane rolekê
bilîze. Divêt ev di çarçoveyên cihê de bêne helsengandin. Ji layê
din ve gelek karsazên kurd yên ku li bajarên rojavayê yên mîna
Stenbol, Bursa, Anqere, Îzmîr, Aydin û Îzmîtê jî kar dikin hene. Lêbelê
evên hanê ne burjuvaziya kurd in, meriv dikane wan di nav burjuvazîya
tirk de bihesibîne. Di
vê çarçoveyê de gelekê kurdan cih-warê xwe terk kirin, çûne
metropolan, çûne li bajarên rojavayê akincî bûne. Hewl didin xwe da ku
li wan deran bi cih bibin. Beþeka girîng ya van merivan dev ji mal û milkê
xwe, xanî û zevî û rezê xwe yên li welatê xwe, ango li cografyaya
kurd berdane û dixwazin li bajarên rojavayê ji xwe re milk bikirin, êdî
li wir koka xwe berdin erdê. Ev proses bona asîmilasyonê rewþeka gelek
guncaw pêk tîne. Herwisa, têye zanîn ku xwendegeh û çapemenî û
malbat û dayreyên dewletê jî bona pêkhatina asimîlasyonê her di nav
hewldanê de ne. Surgûnkirin jî helbet bona asîmilasyonê rewþeka guncaw
pêk tîne. Herwisa, çûnûhatek ji ber sedemên zêdebûna nufûsê, ji
ber sedemên ekonomîkî, ji ber sedemên kar peydakirinê jî her tim heye.
Peywendiyên ku di vê çarçoveyê de çêdibin jî, bona pêkhatina asîmilasyonê
rewþeka guncaw tînin holê. Wisa texmîn dikin ku di encama van
peywendiyan de çend nifþ bi þûn de dê asîmilasyon temam bibe. Jixwe,
di encama þewitandin û xirakirina gundan de beþeka grîng a nufûsa
kurdan bêgav maye ku koçberî bajarên rojavayê bibe. Xebateka dewletê
ya di vê derbareyê de jî her heye. Lêbelê, dewlet bi zanebûn rê nade
ku nufûsa kurd berê koçberîya xwe bide kampa Mexmûr a li navbera Mûsil
û Duhokê. Çunke li wan deveran asimîlasyon çênabe û tew di ser de jî
gelek aþkera ye ku nasnameya kurdayetiyê hîn xurttir dibe. Meseleya
neteweyî di bingeha xwe de meseleya axê ye. Ger lingên meriv li ser axa
meriv bin, meriv li ser axa xwe be, di nava gel û meriv de peywendîyeka
organîk hebe, hingê di warê helkirina pirsê de meriv di pozîsyoneka
guncaw de ye. Ger ji sedemên aborîyê, bi mebesta peydakirinê kar meriv
ji ser axa xwe, ji gelê xwe bi dûr ketibe, ji axa xwe, ji gelê xwe
veqetiyabe hingê ev yek têye vê wateyê ku li hemberî dewletê meriv
gelek lawaz e. Di roja îroyîn de êdî gelek roþinbîrên kurd ji vê yekê
haydar in. Roþinbîr êdî dizanin ku surgûn çima çêdibin. Roþinbîr
êdî jê haydar in ku çima herêma kurdan li paþ hiþtine, çima rê
nedane ku sinaî bi pêþ keve, wek mînak, êdî dizanin ku bendav ne bona
avdanê lê tenê bona hilberandina elektrîkê çêbûne, vê elektrîkê jî
didin rojavayê. Herwisa, çima gund têne þewitandin û xirakirin, bona çi
korucutî têye arastekirin, çima malbatan ji cih û warên wan didine koçberkirin?
Derbareyê van mijaran de li gel beþeka roþinbîrên kurd pêzanîneka nû
geþ dibe. Ji ber vê yekê êdî pêwîstiyek e ku roþinbîrên kurd di þûna
ku li bajarên metropolê yên mîna Stenbol, Anqere û Îzmîrê binecih
dibin, divêt li ser axa xwe binecih bibin. Ev roþinbîr di nav prosesa ji metropolên Tirliye, ji
Ewropayê bo vegera ser axa de ne. Di roja me de yek ji prosesên grîng ev
e. Roþinbîrên ku li metropolên Tirkiyeyê yan jî li bajarên Ewropayê
dimînin êdî dest pêkirine demeka grîng ya ji salekê li welatê xwe
derbas dikin. Meriv dikane vê pêþveçûnê biþopîne. Di mijara roþinbîrên
kurd de meriv dikane proseseka wisa bibîne. Ev jî rastîyek e ku veger,
ango vegera bo welêt hindek rîskan di nav xwe de dihewîne. Lêbelê roþînbîr
jî, jixwe, van rîskan digrin ber çav û vedigerin.
Ev
êrþînê ku li van mehên dawîn li hemberî kurdan, bi taybet li hemberî
Partiya Civaka Gel çêdibin, dibin sedem ku di kurdan de hîþyarîyek çêbibe,
hestên netewî bihêztir bibin. Meriv dikane viya wek karîgeriyeka neyînî
ya îdeolojîyê jî bihesibîne. Ev bizavên komelî yên ku têne pêþxistin,
ev nîjadperestî wê encama ku dixwazin bi dest bixînin ligel xwe nayne,
berevajiya wê, rewþa ku dewlet qet naxwaze çêbibe pêk tîne. Mîtîng
û numayîþ û meþên li dijî kurdan, herwisa, êrîþên li hemberî
kurdan, li hemberî saziyên kurdan wisa hate pêþxistin ku, vê yekê
hindek kurdên ku di xewê de bûn jî hîþyar kir. Di vê çarçoveyê de,
êrîþî hindek kurdan hate kirin ku ew gelek wext berê bar kirine hatine
li bajarên rojavayê bicih bûne, tu peyweyndiyeka wan bi siyasetê re nîn
e û bi qasî dewletê li hemberî gerîla ne. Di encamê de em dikanin vê
êrîþê wisa þîrove bikin ku “Dibe ku we kurdîtiya xwe ji bîr ve
kiribe lêbelê em dizanin ku hûn kurd in. Em li dijî we ne jî. Em ê we
jî tune bikin.” Ew mîtîng û numayîþ û meþên ku hatin pêþxistin
têgihaþtineka wisa, hiþyarîyeka wisa jî çêkirin. Ger ev pêþxistina
van numayîþan zêdetir bibe, di van merivan de, li nav van malbatan
xwestineka wisa hîþyar bibe ku cardin vegerin welatê xwe, ango vegerin
ser axa kurdan. Ev jî dê pêþî li prosesa asîmilasyonê bigre, dê jê
re bibe asteng. Ez ne bawer im ku di vê çarçoveyê de pevçûneka ciddî
di navbera kurdan û tirkan de çêbibe. Meriv
dikane vê mijarê wisa îfade bike ku polîtîkaya bingehîn asîmilekirin
e, wek þêwazek asîmilikirina kurdan bo tirkîtiyê têye tetbîqkirin. Di
prosesa tetbîqkirina vê þêwazê de bi taybet pêþî li pevçûneka
kurdan û tirkan digrin. Nexwe, þêwazên tund dikanin kurdayetiyê hiþyar
bikin, vê prosesê bileztir bikin. Digel van hemîyê hewldanan ger dîsa jî
komel li hemberî asîmilasyonê li ber xwe bidin, hewl bidin xwe da ku
kurdayetiyê biparêzin, pêþdetir bibin, gelo wê demê dê çaw be? Hingê
pêwîst e, yên ku naxwazin asîmile bibin, li hemberî asîmilasyonê li
ber xwe didin, dixwazin kurdayetiyê biparêzin û pêþdetir bibin divê bêne
tunekirin? Meriv dikane bifikire ku ev îhtîmal jî di fehma serweriya tirk
de heye. Lêbelê ez ne di wê qenaetê de me ku ev îhtîmal dê were pêkanîn.
Ji ber ku kurd êdî bi piranî ne li herêmekê ne, ji ber ku kurd li
rojavaya Tirkîyeyê jî hene, ji ber ku amûrên ragihandinê hene, ji ber
ku di warê peywendîdanînê de amûrên teknolojîk zêdetir bûne, lewre
êdî ev yek rê nade bicihanîna nîyeteka wisa. Wek mînak, ger li goþeyeka
din a cîhanê bûyerek rû bide, dikane bi riya telefonên destan hîn ku
24 saet di ser re neçûbe, li her alîyê cîhanê were bihîstin. Ev jî aþkera
ye ku divêt operasyonên wisa bi veþarî/nihênî bêne kirin. Wek mînak,
êdî telefonên destan jî dikanin rê nedin ku karekî wisa nihênî bimîne.
Êdî
dewleta tirk, karbidestên hukûmetê, berpirsîyarên artêþê jî jê
haydar bûne ku pevçûneka etnîkî dê ji hev cudabûnê ligel xwe bîne.
Wek mînak, serekerkanê ku hîn çar pênc meh berê digot “yê ku nebêje
çi baþ e ku ez tirk im, ew diþminê me ye” piþtî ku li meha kewçêrê
mîtîng û numayîþ û meþ çêbûn û bi þûn de êdî pêwîstî pê dît
ku bibêje “kurd Birayên me ne”. Li vir jî mumkin e ku meriv karîgerîya
neyînî ya îdeolojîyê, encamên vê yekê bibîne. Gelo
cenabê we ji layê haletê ruhîyeya civakî ve, vê rewþa neasayî ku her
li dar e û her têye xwestin ku Tirkiye êrîþî derveyî sînor bike, çawa
dibîne? Di
nav civakê de, di nav hiþê wan de ew xwestina bezandina sînoran tenê li
hemberî kurdan derdikeve rojevê. Wek mînak, li navbera salên 1985 û
1988an li Bulgarîstan tirk dihatin çewsandin, navên wan bo navên Bulgarî
dihatin guhartin, tirk dihatin bulgarkirin. Wê demê, “bezandina sînoran”
hîç nehate rojevê. Gelek li hemberî vê polîtîkaya navborî ya Bulgarîstanê
derketin lê kesî negot, “em êrîþî derveyî sînor bikin û hemnîjadîyên
xwe rizgar bikin…” Tiþteka wisa nehate rojevê. Bona tirkên Trakyaya
Rojavayê jî her wisa. Qibrîs jî, divêt di çarçoveyeka cihêtir de
were helsengandin. ____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
Evrensel Kültür, Hej: 192, Berfanbar 2007, r. 74-77
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org