|
Silav
li Koma Dengê Zarokên Amedê be Îsmaîl Beþîkçî
Koma
Dengê Zarokên Amedê, komeka muzîkê ya zarokan e, ku temenê wan di
navbera 12-17 salan de ye. Ev kom di sala 2006an de li Diyarbekir ji alîyê
Þaredarîya Sûrê ya Diyarbekirê hatiye danîn. Þaredarê Sûrê Evdila
Demirbaþ piþtî ku ji ber xebatên xwe yên “duzimanî, pirzimanî” ji
aliyê Wezareta Navxweyî ji kar hate dûrxistin niha xebatên xwe li Þaredariya
Yenîþehîrê li nav Grûba Xebatê ya Ciwanan (Gençlik Çalýþma Grubu)
dewam dike. Koma
Dengê Zarokên Amedê beþdarî bo Festîvala Muzîka Cîhanê kir ku di
rojên 3-7 kewçêr 2007 de li San Fransiskoya DYA çêbûbû. Vê komê di
roja 3 kewçêr de li San Farnsiskoyê, di roja 5 kewçêr de li San Diegoyê,
di roja 7 kewçêr de li Los Angelesê konsert da. Ji Çîn, Hindistan, Îraq,
Afrîka, Îtalya û Spanyayê komên muzîkê beþdarî bo vê festîvalê
kiribûn. Koma Dengê Zarokên Amedê jî wekî numayendeyê kurdan beþdarî
bo festîvalê kiriye. Koma Dengê Zarokên Amedê li festîvalê bi 9 zimanên
mîna ermenî, suryanî, îngilîzî, almanî, îbranî, rûsî, kurdî
(kurmancî, soranî, zazakî), erebî û tirkî stirîye. Koma Dengê zarokên
Amedê di konsertên xwe de li jêrî alaya kurdî srûda neteweyî ya kurdî
Ey Reqîb jî xwendiye. Koma
Dengê Zarokên Amedê çawa ku ji DYA vegeriya hat Tirkiye, Dozgeriya Komarê
ya Diyarbekir tavilî derbareyê vê koma zarokan de doz vekir. Celb þandin
pey van zarokên ku temenê wan di navbera 12-17 salan de ye, da ku werin li
Dozgeriya Komarê ya Diyarbekir îfade bidin. Zarok çûn li Dozgeriya Komarê
îfade dan. Paþê derbareyê 3 zarokên ku temenê wan li dora 16 salan e,
li Dadgeha Tawanên Giran a Amedê, li gorî xala 7/2 ya Qanûna Têkoþîna
Li Dijî Terorê doz hate vekirin. Dibêjin, dê ev doz di roja 19 hezîran
2008 de li Dadgeha Tawanên Giran a Diyarbekir bête dîtin. (www.rizgari.online,
2 gulan 2008) Bi
awayekî aþkera tê dîtin ku dewlet û hukûmet têgeha “teror”ê çendî
fireh digre. Stirîna zarokên ku temenê wan di navbera 12-17 salan de ye
wekî terorê tê fêmkirin. Bi vî awayî didine zanîn ku stirîn jî dê
tûþî mueyîdeyên îdarî û cezaî bibe. Vekirina dozê ya li Dadgeha
Tawanên Giran nîþan dide ku vê pêwîstîyê bicih tînin. Li vir divê
meriv bala xwe bide ser naveroka têgehên edaletê ku ji hev cihê ne, heta
ku di berevajîya hev de ne. Edalet, lêgerîna li edaletê, têgihîþtina
edaletê têgehên wisa ne ku deng li wijdanê civakê dikin, gazî li zanîna
civakê dikin. Hindek zarokên ku temenê wan di navbera 12-17 salan de be,
biçin beþdarî bo festîvaleka navneteweyî bikin û stranên xwe bistrên,
lê ji ber vê kiryarê Dozgerîya Komarê rabe celb biþîne pey wan da ku
werin li Dozgerîyê îfade bidin û îfadeyê wan bête girtin, derbareyê
hindekên ji wan de li Dadgeha Tawanên giran doz bête vekirin, behsa qanûna
têkoþîna li dijî terorê bête kirin, hingê, ev proses li dijî têgihîþtina
edaletê ya însanî û civakî ye, li dijî lêgerîna li edaletê ye, bi
wijdanî re nagunce. Hûn dikanin têgihaþtineka wekî “yên ku sîstema
fikirîna Atatirkîst pesend nekirine diþminên neteweya tirk in û dê her
diþmin bimînin” bi hukmeka qanûna cezayê yan jî bi hukmeka qanûna
bingehîn îfade bikin. Herwisa, hûn dikanin li gorî têgihîþtina “ger
mesele welat be, tiþtên din teferuat in” qanûnan jî çêbikin, gelek hêsan
e ku hûn li parlementoyê qanûnên wisa çêbikin. Hingê dê ev têgihîþtina
we bibe qanûn, bibe huqûq. Ev hukmên hanê dikanin bibin qanûn, lê di
wijdana rayagiþtî de nabin hukmên rewa (meþrû). Tehqîqat
û vekirina dozê ya derbareyê Koma Dengê Zarokên Amedê de, ji alîyekî
ve derbareyê pêþveçûna demokrasîya tirk û naveroka wê de agahiyeka aþkera
dide meriv. Di roja 30 nîsan 2008 de li Lijneya Giþtî a Meclisa Miletî
ya Mezin a Tirkiyê (TBMM) derbareyê xala 301 a Qanûna Cezayê ya Tirk
(TCK) de guhertineka piçûçik hat kirin. Bi vê guhertinê re îbareya
“tirkayetîyê” wekî “miletê tirk” û “Komarê” jî wekî
“Dewleta Komara Tirkiyê” hatin guhertin. Sê sal sînorê jorîn yê
cezayê daxistin du salan. Ev guhertina hanê li ser daxwaz û reaksiyonên
Yekîtîya Ewropayê çêbûn. Li
Tirkiyê çi dema ku kurd rabin mafên xwe yên ku ji kurdbûna wan çêdibin
bixwazin hingê berpirsiyarên dewlet û hukûmetê dibêjin “tirk, têgeheka
etnîkî nîn e, çi kesên ku di nav sînorên Komara Tirkîyê de ne, giþa
digre nava xwe”. Dibêjin çi dema ku “miletê tirk” tê gotin, ev nayê
wê wateyê ku tenê etnîkek hatiye qestkirin, ango, tenê tirk dernakeve pêþ.
Lêbelê “tirk” navê grûbeka etnîkî ye. Wekî mînak, di þîroevkirin
û têgihîþtina xala 301 de ev yek bi aþkerayî xwe nîþan dide. Wekî mînak,
ger li kurd, ermenî, suryanî û êzîdiyan heqaret bibe jî, ev nabe
tawan. Digel ku gelek heqaretên mezin li van kategoriyan tê kirin lê çi
caran nehatiye dîtin ku bibêjin “ev jî hêmanek ji miletê tirk e, li
miletê tirk heqaret hatiye kirin, miletê tirk hatiye piçûkxistin…”
û dozê vekin. Xala 301 tenê berevanîya tirk û tirkayetîyê dike. Li
hemberî van guhertinên piçûçik dezgayên Ewropî dibêjin “demokrasîya
tirk pêþ de diçe, qedexeyên li pêþîya derbirîna ramanê
radibin…” û silav li demokrasîya tirk dikin. Belam ev ne reftariyeka
ciddî û tendurist e. Û ji alîyê din, hîn gelek xalên ku pêþî li
derbirîna ramanê digrin di nav mewzûata Qanûna Cezayê ya Tirk de hene.
Di qanûna bingehîn de, di qanûna cezayê de, di qanûna têkoþîna li
dijî terorê de, di qanûna partîyên siyasî de, di qanûna hilbijartinan
de, di qanûna komcivîn, xwepêþandan û numayîþan de, di qanûna çapemeniyê
de, di qanûna xwendina bilind de… û hîn di gelek qanûnên din de gelek
xalên ku pêþî li derbirîna ramanê digrin hene.
Berpirsiyarên
dezgayên mîna Yekîtîya Ewropayê û Konseya Ewropayê daxuyanîyên
gelek mubalexe belav dikin û dibêjin “li Tirkiyê demokrasî pêþ de diçe,
qedexeyên li pêþîya derbirîna ramanê radibin…”. Di vî halî de,
ew dozên ku li hemberî zarokên ku di koroyê de stirîne vebûne divêt
çawa bêne îzehkirin? Em rojên pîrozkirina Newrozê bînin bîra xwe.
Belkî bête gotin ku, li ew dera ku milê zarokan tên þikênandin, jinan
didin ber pihîn û derban û di erdê re kaþ dikin, zarok sisê bi sisê,
pênc bi pênc bi hev ve têne kelemçekirin, hingê li derekî wisa, dê
derbareyê zarokên ku stirîne de doz jî bêne vekirin û dê ev doz li
gorî têkoþîna li dijî terorê jî bêne meþandin. Helbet divêt ev hemî
tiþt li gorî têgihîþtina demokrasîyê bêne helsengandin.
Zarok
paþeroj in. Koma Dengê Zarokên Amedê bi stranên xwe, bi helwêsta xwe
moraleka mezin didin meriv. Koma Dengê Zarokên Amedê mizgînîya civaka
kurd a ronîdar, bi þewq û bi rûmet a li paþerojan e. Silav
li Koma Dengê Zarokên Amedê be… 04.05.2008 _____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
http://www.peyamaazadi.org/
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org