|
Siyaseta
Navnetewî ya Derbarê Navenda Rojhilata Navîn Kurdistanê de li Salên
1920î Îsmaîl Beþîkçî Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn Çi
dema ku pirsa kurd têye rojevê her tim li ser çareseriyê tê rawestîn,
derbarê çareseriyê de gotar têne nivîsîn. Ev helwesteke giþtî ya
kurdan e. Kurd her tim qala çareseriyê dikin, lê derbarê vê pirsa ku
divê were çareserkirin de tiþtekî ciddî nabêjin ka hela pirs bi xwe çi
ye. Her tim dibêjin, “Dê çawan pirsa kurd were çareserkirin?”, “Ji
bo ku pirsa kurd were çareserkirin divê çi bête kirin?”, “Rewþ rê
dide ku pirsa kurd bêye çareserkirin?”, “Ji bo ku pirsa kurd were çareserkirin
divê dewlet destê xwe dirêjî kurdan bike, divê dewlet bi kurdan re aþt
be”, “Heke dewlet pirsa kurd çareser bike, ew dê li Rojhilata Navîn,
li Asyaya Navîn, li Qafkasyayê û li Balqanan bibe hêzdareke gewre”.
Taybetiyeke
girîng a gotar û analîzên ku derbarê çareseriyê de têne kirin, ev e:
Her tim qala çareseriyê têye kirin, ev têgeh her tim têye karanîn, lê
pêþniyarên ku wek çareseriyê bêne hizirîn, dernakevin meydanê. Heke
çereseriya wan hebe jî belam naveroka pêþnîyarên wan ne dîyar e.
Rastî
ev e ku, divê beriya çeraseriyê, beriya pêþnîyarên çareseriyê yên
derbarê pirsa kurd de, li ser vê babetê bête hizirîn, bête têgihaþtin
ku ka pirs bi xwe çi ye? Naveroka pirsê çi ye? Ev pirs ji kengî ve pirs
e? Ev pirs bêyî ku were çareserkirin çima heta bi roja îro hatiye? Ev
babet helbet divê bi metodeke zanistiyane werin vekolîn û têgihaþtin.
Îcar ev babetên hanê, divê li derveyî babeta çareseriyê werine vekolîn
û analîzkirin. Heta ku pirs bi xwe neyête famkirin, heta ku naveroka pirsê
diyar nebe, pêþniyarên ku ji bo çareseriyê çêdibin, gotarên ku têne
nivîsîn, gelo dê qîymeteke wan a ciddî hebe? Heta ku çawaniya pirsê,
bingeha pirsê neyête famkirin dê tu zelaliyek di axiftin û gotarên li
ser çareseriyê de çêbibe? Bûyereke
girîng a ku pêwendiya xwe bi awayeke giþtî ligel dîroka Rojhilata Navîn
heye, ango pêwendiya xwe ligel dîroka Îraqê, ya Îranê, ya Tirkiyê û
ya Sûriyê heye ku jihevdexistin, wek miletek parçekirin û parvekirina
gelê kurd û wek welatek parçekirin û parvekirina welatê wan Kurdistanê
ye. Li Îraqê, li Îranê, li Tirkiyê û li Sûriyê pêwendiya vê
fenomenê ji nêzîkî ve li ser jiyana civakî û kulturî heye. Li van
dewletan, li nav civakên fars û tirk û ereb, di nav wan faktorên ku
bandorê li ser kultura siyasî dikin, îstîqameta jiyana siyasî diyar
dikin de dîsan ev fenomen di serî de ye. Meriv dikare bi hêsanî di
jiyana fîîlî de vê yekê biþopîne û îsbat bike. Digel vana, dîsan jî
çavê xwe girtine, xwe li nezaniyê danîne da ku ev fenomen neyête zanîn.
Li salên 1920î, digel ku gelek ji nêz ve pêwendiya Rojhilata Navîn
ligel dîroka siyasî, ligel jiyana civakî ya van dewletên navborî hebûye
jî belam dîsan ev fenomen tune hatiye hesibandin, ji nedîtî ve hatine.
Ji ber ku tune hatiye hesibandin, lewre jî, serhiþkiyeke ciddî pêk
hatiye da ku bila ev fenomen hîç neyête vekolîn û neyête zanîn. Piþtî
Þerê Cîhanî yê yekem, li dewra Yekîtiya Netewan neheqiyeke gelek
mezin, gelek giran li kurdan hatiye kirin. Hêzên emperyal ên wê demê,
Birîtanyaya Mezin û Fransayê ji bo ku daxwazên siyasî yên kurdan, têkoþîna
wan a di vê riyê de bipelêxin, çi ji destê wan hetiye paþ ve nedane. Wê
demê li Kurdistanê di pêþengiya Þêx Mehmûd Berzencî de têkoþînek
hebû ku armanca xwe Kurdistana serbixwe bû. Belam Brîtanyaya Mezin ji bo
ku daxwazên kurdan bipelêxe di nav hewldaneke sext de bû. Hêzên Esmanî
yên Kraliyeta Îngilîz li hemberî kurdan bi awayekî pêt û sîstematîk
hatin karanîn. Hêzên Esmanî yên Îngilîz li herêmên ereban jî hatin
karanîn lê zêdetirîn li hemberî kurdan û li Kurdistanê hatin karanîn.
Wê demê gazên kîmyewî jî li hemberî kurdan hatin karanîn. Baweriya
min ev e ku, li Rojhilata Navîn cara pêþiyê gaza kîmyewî ji aliyê Brîtanyaya
Mezin ve li hemberî kurdan hate karanîn. Hêzên emperyal ên wek Brîtanyaya
Mezin û Fransa, hûn dev ji Kurdistaneke serbixwe berdin, tew Kurdistaneke
kolonî jî neanîne bîra xwe, rê nedane ku proseseke bi vî awayî dest pêbike.
Ji aliyê teknolojiyê ve nuhtirîn çek û cebilxane li hemberî kurdan
hatine karanîn da ku têkoþîna kurdan a di vê riyê de bête pelaxtin.
Li dewra Þerê Cîhanî yê yekem û piþtî wî, di encama polîtîkayên
emperyal de, ereb jî hatin jihevdexistin, belam
parçekirina ereban wek dewletên serbixwe, wek dewletên manda yên
di bin wesayetê de pêk hat. Ji van dewletan hinek jê li salên 1930î (Îraq),
hindek jê piþtî Þerê Cîhanî yê duyem (Sûriye, Urdun, Filîstîn,
Lubnan) gihîþtin serxwebûna xwe. Gelek dewletên din ên li Kendavê (Xelîcefars),
ên li cezîreya Erebistanê piþtî salên 1960î gihîþtin serxwebûna
xwe. Belam kurd, bi nav û nîþanên xwe ve, ligel zimanê xwe, ligel
kultura xwe ji bo ku ji dîrokê bêne maliþtin, ji bo ku bêne tunekirin
hatin jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Li salên 1920î, li dema
Yekîtiya Netewan (Cemîyetul-Eqwam), digel ku gelek dewletên manda li
Rojhilata Baþûrê Asyayê, li Afrîqayê, li Rojhilata Navîn hatin
damezrandin lê digel daxwazkirina kurdan, digel îradeya kurdan dîsan jî
polîtîkayeke bi vî rengî hate pêkanîn. Dewletên emperyal dema ku van
polîtîkayên xwe yên derbarê kurdan de bi rê ve dibirin, hingê li
Anedolê ligel kemalîstan, ligel rêvebiriyên ereban, ligel rêvebiriya
fars, ligel rêvebiriya Yekîtiya Sovyetan heta radeyekê di nav pêwendiyan
de bûn. Jihevdexistin, parçekirin û parvekirina welatekî encameke wisan
bi xwe re tîne ku, her wekî mejiyê merivekî, îskeleta însanekî hatibe
parçekirin. Ev neheqiya dîrokî ku li kurdan bûye, di heyama Yekîtiya
Netewan de, ku piþtî Þerê Cîhanî yê duyem hate danîn jî, her tim
dewam kiriye. Li dewra Yekîtiya Netewan ev neheqiya dîrokî hê qewitîr
û hêzdartir bûye. Hindek
lêkolîner, çi dema ku rewþa kurdan qiset dikin, dibêjin ku kurd di
navbera Îran û Îraq û Sûriye û Tirkiyê de hatine parvekirin. Ev tesbît
zor þaþ e. Li salên 1920î dewletên manda, dewletên kolonî yên wek Îraq
û Sûriye hene. Belam Îraq ji aliyê Brîtanyaya Mezin ve, Sûriye jî ji
aliyê Fransayê ve têye rêvebirin. Ji lewre, li salên 1920î, li salên
1930î, li salên 1940î kurd rasterast ligel Brîtanyaya Mezin û ligel
Fransayê rû bi rû ne. Li dîroka kurdan, di vê demê de emperyalîzm
heye û gelek eþekera ye ku xwedî bandor e û mayende ye. Ji ber ku ev
dewr di dîroka kurdan de nehatiye dîtin, nehatiye zanîn, ji lewre, hizra
antî-emperyaîst û pratîka wê, ji analîzkirina vê pêwendiyê dûr
ketiye. Di roja îroyîn de, li Tirkiyê antî-emperyalîzm wisan têye
kirin, ku xwe dispêre Filîstînê, xwe dispêre Amerîkaya Latîn, wisan têye
kirin. Belam divê bala xwe bidin ser rewþa kurdan, rewþa aþûriyan û
ermenan û roman û êzîdiyan a li salên 1920î, hê analîz bikin. Helbet
divê ev pirs jî bala me bikþîne ser xwe ku, bê hela teoriya li dijî
emperyalîzmê û piratîka wê çima di vê çarçoveyê de têye kirin. Ev
neheqiya dîrokî ku li kurdan bûye, çawan dikare bi awayekî sabît were
nîþandan? Îro li cîhanê 204 dewlet hene. 204 dewlet li sala 2004 tevlî
Olîpiyatên Atînayê bûn. Dibe ku pêncî ji van dewletan, dibe ku zêdetirî
pêncî dewletan serjimareya xwe ji mîlyonek kesî kêmtir bin. Dewlet hene
ku serjimareya xwe ji 50 hezarî jî kêmtir in. Û firehiya axa hindek ji
van dewletan dibe ku bi qasî bajarekî kurdan, bi qasî bajarokekî kurdan,
heta bi qasî nehiyeyekî kurdan jî nîn be. Belam kurd, li navenda
Rojhilata Navîn akincî ne û xwediyê erdnîgariyeke gewre ne. Heke em ji
kurdan bipirsin, dê bibêjin “Serjimareya kurdan li Rojhilata Navîn bi
qasî 40 milyonan e.” Hindek hene dibêjin, “Serjimareya kurdan li
Rojhilata Navîn û li cîhanê zêdetirî ji 40 milyonan e.” Belam
statuya kurdan nîne, li sazî û dezgeyên navnetewî navê kurdan nîne.
Ne li Yekîtiya Netewan, ne li Konseya Ewropayê, ne li Yekîtiya Ewropayê,
ne li Konferansa Îslamî, li tu derekê navê kurdan nîne. Carînan, çi
dema ku behsa terorê were kirin, behsa kaçaxçîtiya tiryakê (uyuþturucu
madde; mewadi muxedder) were kirin, behsa qaçaxçîtiya çekan were kirin,
navê wan dibihure. Luxemburg,
yek ji wan dewletên endam ên Yekîtiya Ewropayê ye. Yek ji 25 endaman e.
Heke em li seretaya damezrandina Yekîtiya Ewropayê ya li salên 1950î
binihêrin, em dê bibînin ku Luxemburg yek ji wan 6 dewletan e, ku
Komelgeya Aborî ya Ewropayê (Avrupa Ekonomik Topluluðu) dirust kiribûn.
Di roja îroyîn de Luxemburg dewleteke wisan e ku îmzeya wê li binê hemû
biryarnameyên Yekîtiya Ewropayê heye. Carînan Yekîtiya Ewropayê
biryarin dide ku, tê de têye gotin, “Em li dijî dewleteke kurd a li
Rojhilata Navîn in”, “Em li dijî guherîna sînorên li Rohilata Navîn
in”. Yekîtiya Ewropayê ji bo ku bikarîbe bibêje “Bila kurd di nav sînorên
dewletan de bibin xwediyê hindek mafên kulturî…” vê yekê dibêjin.
Di binê van biryaran de îmzeya Luxemburgê jî heye. Serjimareya dewleta
Luxemburgê 450 hezar e, û firehiya axa xwe jî 2 hezar û 500 km2
ye. Belam firehiya cografyaya Kurdistanê, ku li navenda Rojhilata Navîn e,
zêdetir ji 500 hezar km2 ye. Dewleta Luxemburgê di pozîsyoneke
wisan de ye ku bi awayekî fîîlî û huqûqî çarenusa 40 milyon kurdî
tayîn dike. Ev yek, bi awayekî vekirî þanî me dide ku bê hela li dewra
Yekîtiya Miletan pêwendiyên navnetewî çawan li dijî kurdan saz bûne.
Ev nîzama ku li dijî kurdan saz bûye piþtî Þerê Cîhanî yê yekem jî
her wisan dewam kiriye. Ji aliyê din ve, bo numûne, li dîroka cîhanê
dewleteke bi navê Luxsemburg nîn e, miletek ku bi navê luxemburgiyan were
nasîn jî nîn e. Beli, di navbera Almanya û Fransa û Belçîkayê de mîrektîyek
(prenslik) e. Li dîrokê têkoþîneke netewî ya luxsemburgiyan jî tun e.
Serboriyeke wan a wekî “Em têdikoþin da ku zimanê xwe bi dest ve bînin,
ligel kultura xwe bijîn” jî çênebûye. Belam kurd, ji destpêka
sedsala 19. ve her di nav berxwedanê de ne. Ji wê demê bigrin heta bi
roja me, di vê riyê de bi sedhezaran windayiyên wan hene. Digel vê têkoþîna
biryardar, ji ber van þert û zrûfên ku di pêwendiyên navnetewî de li
dijî kurdan saz bûne, tu qezenceke kurdan çênebûye. Ev yek di têkoþîna
kurdan de babeteke balkêþ e. Divê ev proses ji aliyê felsefeya siyasetê
ve jî bête analîzkirin. Divê ev proses ji aliyê exlaqê siyasî ve jî
bête analîzkirin. Luxemburgê ku xwediyê 450 hezar serjimareyî ye, ji
ber kîjan zêdehiyên xwe dikare mafê tayînkirina çarenusa 40 milyon
kurdî bi destê xwe ve bibe? Kurdê ku xwediyê 40 milyon kesî ye, ji ber
kîjan kêmasiyên xwe mecbûr maye ku ji vê nîzama navtewî ya ku qet jî
ne dadmend (adil) e, jê re îtaetê bike? Ji van giþan bi wêdetir, li salên
1920î ev proses çawan pêk hatiye? Polîtîkayên derbarê kurdan de çawan
hatine tesbîtkirin? Çawan hatine bicihanîn? Encam çi ne? Divê evên hanê
jî bi teferuat bêne zanîn, bêne vekolîn û analîzkirin. Ew
dewra ku ji dawiya sala 1919 dest pêdike û heta bi pêþiya sala 1921î tê,
ew dewra ku bi qasî 18 mehan e, li dîroka kurdan gelek girîng e. Ez di vê
baweriyê de me ku, çarenusa kurdan di wê komcivîna ku Wezareta Þer û
Wezareta Karûbarên Hindistanê û Wezareta Koloniyan ên Brîtanyaya Mezin
ku li Qahîreyê pêk hatibû de hatiye reþkirin. Ev jî babeteke girîng
e: Ew miletê ku ji polîtîkaya “parçe bike-îdare bike” re bûye
armanc, miletek xwedî zeafîyet e. Neyarên vî gelî, li gorî berjewendiyên
xwe, li gorî armancên xwe van zeafîyetan kar tînin. Hingê divê ev zeafîyetên
kurdan jî bi awayekî antropolojîk bêne vekolandin. Ev hemû, meriv
dikare bibêje ku kêmtir dikarin bibin babeta meraqê. Ev nîzama cîhanî
ya ne dadmend (bêedalet) çawan rê dîtiye ku li dijî kurdan were
sazkirin? Çawan bi rê ve çûye? Li salên piþt re, digel hemû daxwaz û
têkoþîna kurdan ev pêwendî çawan li dijî kurdan hatine tekuzkirin? Ji
bo bicihanîna vê meraqê divê ev hemûyê pêwendiyan beriya her tiþtî
bi têgehên (term) zanistî bêne vekolîn.
Ev vekolîn, ne bi wê armanca ku ji siyaseta heyî re bibe bingeh bêne
kirin, na, divê ji bo zêdekirina agahiyên zanistî (zanîna îlmî), divê
ji bo bicihanîna vê meraqê ev vekolîn bêne kirin. Bêguman
ev zeafîyeteke girîng e ku kurd, eþîretên kurdan guh nadine hevdu, her
kes, her eþîret bi tena serê xwe tevdigere. Rewþa wan kurdên ku piyê
wan neketiye bi ser axa xwe ve, rewþa kurdên ku li dûrgehan (surgûniyê)
e, ewên ku li derveyî welatê xwe dijîn jî girîng e. Heke linga meriv
ne li sar axa xwe be, pêwendiyeke organîk di navbera meriv û gelê xwe de
nîn be û meriv rabe têkoþînê organîze bike, dê ev yek bibe keftûlefteke
bizeafîyet. Dibêjin Þerîf Paþa li Konferansa Parîsê (1919-1920) nûnerê
kurdan bûye, belam tu pêwendiyeke organîk a Þerîf Paþa ligel gelê
kurd nîne. Þerîf Paþa bi eslê xwe kurdekî Silêmaniyê ye. Belam
Kurdistanê nas nake. Ew her du nûnerên ku Þêx Mehmûd Berzencî bo
Konferansa Parîsê hinartibûn jî, Brîtanyaya Mezin û Fransayê nehiþtin
ew xwe bigihînin konferansê. Her du kurd, ên ku nûnerên Þêx Mehmûd
Berzencî bûn, nikarîbûne ku ji Sûriyeyê wêdetir biçin. Çi
dema ku diyardeyeke dîrokî têye vekolîn, girîng e ku pirsên wek “çi
bûye?”, “kê kiriye?”, “çawan kiriye?” bêne pirsîn û meriv li
bersivên wan bigere. Lê ji vana jî girîngtir divê meriv pirsiyara “çima
çêbû?”, “çawan çêbû?” bike. Di pirsiyarkirinên derbarê kurdan
de ev pirsa dawîn hîç nayê pirsîn. Nexwe, ew pirsa ku zanistiyê tevlî
analîzê dike, zanistiyê bi pêþ ve dibe, zanistiyê kûrtir dike, ev
pirs bi xwe ye. Gelek girîng e ku meriv vê pirsê bike û li bersivên wê
yên maqul bigere. Bo numûne, tenê têye zanîn ku sînorên Îran û Îraq
û Sûriyê hene û van sînoran kurd parçe kirine. Lê qet li ser nayê
hizirîn ku bê hela ev sînor çima bi vî awayî ne, çima bi vî awayî
hatine danîn. Min diyar kiribû ku di lêkolînên kurdan de pirsên wek
“çima çêbû, ji ber çi çêbû?” hîç nayêne pirsîn. Di rastiya
xwe de, her sê pirsên pêþîn jî nayêne pirsîn, yan jî bi awayekî nîvco
têne pirsîn, bi awayekî þaþ têne pirsîn. Serokê
wezîran ê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, sal û nîvek-du sal berê ji bo
geþteke fermî çûbû Federasyona Rusyayê. Di bêhnvedana Moskowayê ya vê
geþtê de, kurdan pirsekê ji serokê wezîran kirin ku “Pirsa kurd dê
çawan bête çareserkirin?” Serokê wezîran bersivê wisan da: “Heke hûn
li ser van babetan nehizirin, hûn hiþê xwe li ser van babetan newestînin,
hingê dê pirseke wisan ji bo we jî nîn be”. Serokê wezîran, li wan
rojan geþtekê bo Norwêçê jî kiribû. Kurdên ku li Norwêçê dijîn,
wan jî heman pirsê ji serokê wezîran kir. Hate pirsîn ku, “Derbarê
çareserkirina pirsa kurd de hûn çi difikirn?” Serokê wezîran li wir jî
heman bersivê da, got “Heke hûn li ser nehizirin, dê pirseke wisan ji
bo we jî nîn be”. Ev helwesta serokê wezîran li cîhana hizrî ya Tirkîyê
piçekî xerîb hate dîtin. Rastiya wê, ev xerîbdîtin, ecêb e. Bo numûne,
ev babeta ku li jor ez çêlî wê dikim, babeteke wisan e, ku qet li ser
nehatiye hizirîn. Bûyereke bi vî rengî, babeteke bi vî awayî tune têye
hesibandin. Ji ber ku tune têye hesibandin jî, di vî warî de awirê îdeolojiya
fermî serdest dibe. Ne tenê ji bo cîhana hizrî ya tirk, belkî ji bo cîhana
hizrî ya ereb, ji bo cîhana hizrî ya fars jî pirseke bi vî rengî nîne.
Di vê babetê de lebateke beyhude ye, ne pêwîst e, ku meriv li cihêtiyên
di navbera rastgîr û çepgîran, marksîst û lîberalan, þerîetparêz
û laîqan de bigere. Ev babet ji bo kurdan jî her wisan e. Kurdên ku her
tim dibêjin “çareserî, çareserî” jî qet têkelî van babetan
nabin. Kurd jî, bo numûne, tenê dizanin ku sînor hene, van sînoran kurd
parçe kirine belam li ser vê yekê munaqeþe nakin, venakolin, nanivîsin
ku bê hela çima ev yek wiha ye. Ji bo lêkolîner û lêgerînerên
rojavayî, bo numûne, ji bo yên îngilîz û fransiz jî her rewþ ev e.
Ev lêkolîner jî gelek bi îtina tevdigerin da ku bala kesî neçe bi ser
van babetan de. Awira
îdeolojiya fermî bi ser van hemû cereyanên hizrî de her zal e, tayînker
û diyarker e. Ev babeta ku ez behsa wê dikim, ji ber vê yekê, ne ew
babet e ku hatiye vekolîn û analîzkirin. Ev babeteke wisan e ku qet nehatîye
dîtin, nehatiye zanîn. Ji bo ku ev babet neyête zanîn, ji bo ku pê
nizanibin jî gelek hewl dane xwe, bi baldarî tevgeriyane da ku qet pê
nizanibin. Lêbelê ev jî tiþtekî zor balkêþ e, ku lêkolînerên
rojavayî jî derbarê vê babetê de her tim di nav reftariyeke bi vî rengî
de bûne. Dê
gelek girîng be ku reftariya Lenîn, Stalîn û Troçkî ya derbarê kurdan
de ku piþtî sala 1917 rêvebirên Yekîtiya Soveyatan bûn, bête vekolîn.
Mafê tayînkirina çarenusa netewî, pirensîbeke wisan bû ku, her tim ji
aliyê rêvebirên Yekîtiya Sovyetan ve dihate gotin. Mafê tayînkirina çarenusa
netewî, ji pirensîbên bingehîn bû ji bo Yekîtiya Sovyetan. Her wiha, têgeha
“Þerê li dijî emperyalîzmê” jî prensîbeke wisan e, ku ji aliyê rêvebirên
Yekîtiya Sovyetan ve, ji aliyê Lenîn û Stalîn û Troçkî ve gelek
dihate gotin. Li Rojhilata Navîn grîngtirîn polîtîkaya ku emperyalîzmê
bi pêþ ve dibe, emperyalîzmê mayende dike jihevdexistin û parçekirin
û parvekirina Kurdistanê û gelê kurd e. Çunke tu miletek dev ji mafên
xwe yên netewî û ziman û kultura xwe bernade. Her milet ji bo mafên xwe
yên netewî, ku jê hatine dizîn, da ku bi destê xwe ve bîne, li hemberî
polîtîkayên zordest li ber xwe dide, serî hildide. Ev yek jî, li herêmê
bêaramiyêkê bi xwe re tîne. Prosesa serî hildanê û serkutkirina wê,
wek faktoreke girîng li herêmê rewþa bêîstikrariyê bi xwe re tîne.
Bo numûne, li salên 1920î, li salên 1930î, li salên 1940î, li Îraqê
her serîhildana kurd a ku li dijî rêvebiriya ereb dihate destpêkirin, bi
mudaxeleya hêzên bejayî yên îngilîz, bi bombardûmanên Hêzên Esmanî
yên Kralîyeta Îngilîz hatiye bêtesîrkirin. Di babeta serkutkirina serîhildanên
kurdan de pêwîstiya ku bi yarmetiya Brîtanyaya Mezin, wate pêwîstî bi
hêzeke emperyal têye dîtin, ji bo ku emperyalîzm li herêmê her tim bimîne
û xwe ji nû ve biafirîne, ji bo emperyalîzmê rewþeke musaît pêk
aniye. Piþtî
gulana sala 1919 li Kurdistana Baþûr di pêþengiya Þêx Mehmûd Berzencî
de raperîneke gelek ciddî dest pêkir. Di kitêba Hasan Yildiz a bi navê Sevr-Lozan-Musul
Üçgeninde Kürdistan (Doz Yayýnlarý, geniþletilmiþ 4. bs.,
2005) de derbarê vê raperînê de belgeyên (dokumant) gelek girîng hene.
Îcar, Hasan Yildiz di pirtûka xwe ya bi navê 20.
Yüzyýlýn Baþlarýnda Kürt Siyasasý ve Modernizm (Doz
Yayýnlarý, Geniþletilmiþ ikinci bs., Eylül 2006) de jî, îddîa dike
ku Þêx Mehmûd Berzencî ji siyaseta wê demê ya îngilîzan, ji ya kemalîstan
tênegihiþtiye. Armanca vê berxwedanê serxwebûna Kurdistanê bû. Hêzên
emperyal ên wek Brîtanyaya Mezin û Fransa, hûn dev ji Kurdistaneke
serbixwe berdin, tew li ser Kurdistaneke kolonî jî nehizirîne. Her cure
talebên siyasî yên ku ji kurdan hatine, red kirine, ji bo ku pêþî li
daxwazên kurdan bigrin, her rêyê ceribandine, her tiþtî kirine. Ji bo
ku Kurdistanê parçe bikin û parve bikin, çi ji destê wan hatiye paþ ve
nedane, her metodî kar anîne. Gelekî vekirî ye, ev hêzên emperyal dema
ku polîtîkaya kurd tesbît kirine û bicih anîne, ligel rêvebiriya fars,
ligel rêvebiriyên ereb, ligel rêvebiriya kemalîstan, ligel Yekîtiya
Sovyetan, çi eþkera çi veþarî, di nav pêwendiyên cur bi cur de bûne. Dema
ku Þêx Mehmûd Berzencî di sala 1923 de li hemberî îngilîzan li ber
xwe dida, wî sê caran hawara xwe gihande Yekîtiya Sovyetan. Di sê nameyên
ku bi mêjûya 23 çile 1923 û 10 hezîran 1923 û 23 temûz 1923 nivisîne
û bo rêvebiriya Yekîtiya Sovyetan hinartine de prensîba þerê li dijî
emperyalîzmê û li nik viya, prensîba tayînkirina mafê çarenusî ya
netewan, di vê rêyê de hizirîn û tetbîqkirina Yekîtiya Sovyetan
hatiye qisetkirin, têgeha neteweyên mezlûm hatiye bibîrxistin, çêlî
neheqiyên ku li kurdan bûye hatiye kirin. Têye gotin ku nameya bi mêjûyê
23 Hezîran 1923 li rojnameya Pravda jî hatiye weþandin. Divê li ser vê
babetê jî baþ bête hizirîn ku li Yekîtiya Sovyetan ewçend pirensîbên
tayînkirina çarenusa netewî û pêwîstiya þerê li dijî emperyalîzmê
hatiye vegotin, lê di navbera teorî û pratîzekirina van dîtinan de çima
ewçend berovajîbûn hebûye, Yekîtiya Sovyetan çima vê aliyê xwe nedîtiye?
Meriv dikare wiha bibêje: Polîtîkaya kurd a li salên 1920î, polîtîkayeke
li dijî kurd e. Ev polîtîka, ji polîtîkaya Brîtanyaya Mezin û Fransayê
ne cihêtir e. Polîtîkaya Moskowayê jî, wek plîtîkaya Londonê, wek
polîtîkaya Parîsê li dijî kurd e. Lêbelê
ev pêwendiyên derbarê kurdan de, wate ev reftariya Yekîtiya Sovyetan a
li hemberî kurdan ji aliyê hizirîna tirk ve, ji aliyê hizirîna ereb û
fars ve nayête vekolîn. Di dewra Yekîtiya Sovetan de ji aliyê lêkolînerên
Sovyetan ve jî nehatiye vekolîn. Ji aliyê lêkolînerên Ewropî jî, bo
numûne, ji aliyê lêkolînerên îngilîz û fransiz ve, ji aliyê lêkolînerên
DYA (USA) ve jî nehatiye vekolîn. Digel ku rewþ ewçend vekirî ye, kurdên
ku têdikoþin da ku xwedî li mafên xwe yên netewî derkevin lê wek
“ajanên emperyalîzmê”, wek “hevkarên emperyalîzmê” têne
tawanbarkirin, têne piçûkxistin ku ev dibe reftariyeke îbretê. Divê ez
careke din îþaret bikim ku ev reftariyeke giþtî ye, çi marksît û çi
lîberal, çi muhafezekar û çi pêþverû, çi laîq û çi þerîetperest,
giþan digre nava xwe de. Tu çawaniyeke vê refatriyê ya ji bo pirsa kurd
jî nîne. Berovajiya texmînê, tu çawaniyeke îzehkirina raman û tevgera
emperyalîzmê jî nîne. Bîlekis, dike ku vana veþêre, bide þaþkirin.
Lêbelê, rastî ev e ku ramana emperyalîzmê û pratîzekirina wê di serî
de li hemberî kurdan hatiye geþkirin. Ne mumkûn e ku van pêwendiyan ji
ber çavan bidine dûrxistin, bala meriv ji ser bidine alî. Derbarê
têgeha “þerê li dijî emperyalîzmê” de jî, divê meriv balê bikþîne
ser helsengandinên cotestandard ên rêveberên Sovyetan. Bo numûne,
berxwedana mîrê efganan Emanullah Xanê ku di salên 1920î de li ser
bingeha îslamiyetê li dijî Brîtanyaya Mezin pêk hatiye, hem wek têkoþîneke
netewî û hem jî wek þerê li dijî emperyalîzmê hatiye têgihaþtin.
Li salên 1890î, li Sudanê, dîsan li ser bingeha îslamiyetê, tevgera
Mehdî ya li dijî Brîtanyaya Mezin bi heman têgehan hatiye têgihaþtin.
Her wiha, li heman dewrê, li Lîbyayê tevgera Omer Muxtar a li dijî Îtalyayê
jî bi têgehên bi vî rengî hatiye helsengandin. Di
têgihaþtina van diyardeyan de hizirîna tirk jî her wisan xwediyê
cotestandardiyê ye. Ew berxwedanên ku li jor navê wan hate birin, ku li
ser bingeha îslamiyetê rû dabûn, hem wek têkoþîna mîllî û hem jî
wek þerê li dijî emperyalîzmê têne têgihaþtin. Belam têkoþîna Þêx
Mehmûd Berzencî, ya ku bo xwe Kurdistana serbixwe kiribû armanc, wek
tevgereke mîllî nayê dîtin, her wekî ku li ser bingeha þêxayetiyê
hatiye dîtin, ji bilî ku berevaniya tekiyeya þêxayetiyê bike, her wekî
ku tu armanceke din ya wê têkoþînê nîn be, wek tevgereke bi vî rengî
têye têgihaþtin. Þerê ku li dijî Brîtanyaya Mezin hatiye kirin jî
tune têye hesibandin. Ger
em piçekî din ji nêz ve li reftariya Yekîtiya Sovyetan binihêrin, dê
çêtir be. Em dawiya salên 1970î û 1980yî bînin bîra xwe. Li dora sed
pisporên sovyetan li Îraqê dixebitîn. Van pisporan derbarê çekên kîmyewî
û biyolojîk de bo rêvebiriya Baas, bo rejîma Sedam Huseyn þêwirmendiyê
dikir. Di babetên wek çekên kîmyewî û biyolojîk de ku çawan têne
hilberîn, çawan têne karanîn, di kîjan rewþa hewayî de bêne karanîn
hingê tesîra wan dê zêdetir bibe?... Gelo derbarê çekên kîmyewî û
biyolojîk de þêwirmendî kirin, tê çi wateyê? Bo numûne, ger meriv
wek þêwirmend yekî fêr bike ku, heke tu ewqas gaza taun di vê rewþa
hewayê de kar bînî, ger tu biavêjî bi ser gundekî de dê li dora sed
kesî pê bimirin, yan jî, ger tu bi heman pîvanî gaza serîn, di heman
rewþa hewayê de kar bînî hingê dê li dora sê sed kesî pê bimrin…
Ji aliyê exlaqî ve nirxa vê þêwirmendiyê çi ye? Ev awa þêwirmendî
çawan li îdeolojiyên wek Marksîzmiyê, wek komunîzmiyê dikeve? Li salên
1980yî hemwelatiyên Yekîtiya Sovyetan gelo pê dizanîbûn ku muhendis û
pisporên wan ji rejîma Sedam Huseynî re þêwirmendiyê dikin? Ew gotina
serokê wezîran Receb Teyîb Erdoganî li vir jî tê bîra meriv ku: Heke
hûn li ser nehizirin, bûyereke wisan, pirseke wisan nîne. Ne li Tirkiyê,
ne li Rojhilata Navîn, ne jî li cîhanê sosyalîst û komunîst li ser vê
bûyerê ranewesiyane, li ser nehizirîne, venekolane. Ji aliyê exlaqî/etîkî
ve lê nenihêrîne. Çavê xwe, guhên xwe ji vê meseleyê re girtine, xwe
li nezanînê danîne. Her wekî viya, ew operasyonên hovane yên li derveyî
mirovayetiyê ku ji aliyê rejîma Sedam Huseynî ve bi ser gelê kurd de
dihatin meþandin, wê demê jî wan hawara gelê kurd nebihîstibû. Kurd
ji bo ku nemirin, ji bo ku li jiyanê bimînin, çi dema ku dixwestin hawara
xwe bigihînin cîhanê, piçek eleqe bibînin, hingê wê demê jî wek ku
“Kurd ajantiya emperyalîzmê dikin” hatine dîtin, bi vî awayî hatine
îthamkirin. Cardin, li navîna salên 1970yî, li dema berxwedana di pêþengiya
Mela Mistefa Berzanî de jî gundên kurdan bi balafirên MIG yên Sovyetan
hatin bombardûmankirin. Gelek caran hatibû tesbîtkirin ku pîlotên van
balafiran kesên ji Sovyetan bûn. Li
Helebçeyê, 16 adar 1988, dibêjin zêdetir ji pênc hezar kurdî jiyana
xwe ji dest daye. Lêbelê heta ku dor were ser Helebçeyê, kîjan gaz zêdetir
dikuje, kîjan çeka biyolojîk bêhtir mezin e, bi kîjan gaza kîmyewî dê
hîn zêdetir mirov bêne kuþtin, belê, di van waran de gelek temrîn
hatine kirin, gelek zanîn hatine tomarkirin, gelek tecrube çêbûne da ku
bigihên vê encamê. Ev temrîn her tim li ser gundên kurdan pêk hatine.
Li ser kurdên ku dihatine desteserkirin, li ser wan kurdên ku dihatine
zindanîkirin pêk hatine. Li gelekê welatan di laburatuwaran de li ser
hindek ajalan, li ser miþkan hatine temrînkirin belam li Îraqê li ser
gundên kurdan, rasterast li ser kurdan hatine ceribandin. Li salên 1980
hejmara kurdên ku di van temrînên kîmyewî de hatine kuþtin zêdetir ji
kuþtiyên Helebçeyê ne. Di operasyonên Enfal de kurdên ku hatine kuþtin,
ewên ku hatine windakirin, ewên ku derbarê aqubeta wan de tu agahiyek nîne,
hejmara wan zêdetir ji 180 hezarî ye. Belam digel ku pê dizanîbûn, bo
numûne, digel ku roþinbîrên ereb pê dizanîbûn ku rejîma Sedam Huseynî
li hemberî kurdan polîtîkayên bi vî rengî yên li derveyî mirovayetiyê
pêk tîne, polîtîkayeke komelkujiyê li hemberî gelê kurd pêk tîne jî,
belam dîsan piçûktirîn rexne li vê rejîmê nehatiye kirin. Kenan
Makiya, di nav roþinbîrên ereb de yekî tekane ye ku li hemberî vê rejîmê
dengekî rexneyî derxistiye ku pirtûka wî ya bi navê Vahþet
ve Sessizlik, pirtûkeke wisan e ku divê bi îbret were xwendin. Di vê
mijarê de sernavê gotara di pirtûka wî de bi navê “Savaþ, Diktatörlük,
Baþkaldýrý ve Arap Dünyasý” ye (Çev. Arif Karabað,
Avesta/Acil kitaplar, 2002). Kenan
Makiya derbarê Enfalê de dibêje: “Dewletên
Rojavayî û roþinbîrên ereb derbarê Enfalê de xwediyê agahiyên tekuz
bûn, ku Enfalê li nav Îraqê bi salan berdewam dikir. Ev kirin ji serî
heta binî bêmantiq û di radeya hovîtiyê de bû. Dewletên rojavayî çek
didan tîranî û roþinbîrên ereb jî jê re dibûn payende. Niha hovîtî
destê xwe dirêjî her kesî kiriye. Ji
bo cih ji dewleta Îsraîl re vebibe bi sedan gundên Filîstînê hatin
xirakirin, li ser viya bi milyonê milyonan peyv hatin nivîsîn. Divê ev
yek wisan bûya jî. Belam heman roþinbîrên ku vana dinivîsîn,
pirraniya wan, çi dema ku gotin dihate ser wan hezaran gundên kurdan ku ji
aliyê dewleteke ereb ve dihatin tunekirin, tercîha wan bêdengî bû. Em,
tenê, tiþtê ku em dixwazin bizanibin, em pê dizanin (r. 242-243). Edward
Said, di roja îroyin de ne tenê entellektuelekî girîng ê ereb e, belkî
li cîhanê jî her wisan e. Edward Said dibêje ku, Sedam Huseynî gaza kîmyewî
li hemberî kurdan li sala 1988 û piþt re li Helebçeyê kar neaniye. Bo
polîtîkaya vê rejîmê ku li hemberî kurdan di pileya komelkujiyê de pêk
dihat, wî piçûktirîn rexne jî nekiriye. Li gorî Edward Said, pirseke
wek Pirsa Kurd nîne. Sedam Huseyn jî erebekî ye ku li hemberî emperyalîzmê
li ber xwe dide (Kanan Makiya, r. 314). Piþtî
êrîþa/mudaxeleya DYA ya bo Îraqê ku li adara 2003 pêk hat, gotina ku zêdetir
hate bihîstin, “li Îraqê çekên kîmyewî tune ne!” û her wiha
“hatiye famkirin ku di destê Sedam Huseynî de çekên kîmyewî tune
ne.” Çapemeniya/masmedyaya navnetewî, ya ereb, ya tirk, ya fars her tim
vê nihêrînê îddîa kirin. Lêbelê vê çapemeniyê qet negot ku wextkê,
li salên 1980yî, li Îraqê di destê rejîma Baas de ev çek hebûne, ev
çek bi awayekî sîstematîk li hemberî kurdan hatine karanîn. Wek kesekî,
min hîç nedîtiye ku kesî vê hevoka dawîn nivîsiye, yan jî gotiye.
Serokê DYA Bushî jî qet vê hevokê bilêv nekir. Têye îddîakirin ku
serokê DYA Bush û serokê wezîran ê Brîtanyaya Mezin Tony Blairî ji
ber ku “di destê Sedam Huseynî de çekên komelkojiyê hene”, ji vê
çendê wan li hemberî wî þer daye destpêkrin. Her wiha, ji ber ku di
encamê de “Çekên komelkujiyê di destê Sedam Huseynî de tune ne”
serokê DYA Bush û serokê wezîran Blair têne rexnekirin. Li hemberî ewçend
rexneyan jî dîsan van rêvebiran negotin ku “… ma wextkê di destê
Sedam Huseynî de ev çekên komelkujiyê hebûn û wî van çekan li hemberî
gelê xwe bi awayekî sîstematîk her kar anîbûn!” Bi tenê cigîrê
serokê DYA Dick Chaney di axiftinekê ya derbarê Îraqê de gotibû ku
“Li Îraqê çekên komelkujiyê nehatin dîtin, belam têye zanîn ku
Sedam Huseynî hilberîna van çekan kiriye û li salên 1980yî li hemberî
gelê xwe kar anîne.” Di vî warî de ji bilî viya, tu axiftin an
gotareke din nayê bîra min. Ev yek, gelek vekirî ye ku, reftariyeke li
dijberî kurd e. Nixaftina/veþartina hilberîn û karanîna çekên kîmyewî,
têye wateya veþartina rewþa kurdan, da ku bila însaniyet pênehese ku ev
tiþt bi serê kurdan de hatine. Gotareke
rojnamegerê îngilîz Robert Fisk, boz imanê tirkî hatiye wergerandin û
li rojnameya Radikal a roja 12ê
kanûna pêþîn a 2006 hatiye weþandin. Sernavê vê gotarê “DYA
Hevparê Tawanên Sedamî bû” ye. Di vê gotarê de têye gotin ku,
“Birayara dardekirina Sedamê ku wextkê mutefîkê DYA bû, tam numûneyeke
dirûtiyê ye. Hêzên dagîrker ji ber ku zorê li Sedamî dikin da ku ew
behsa pêwendiyên di navbera xwe û DYA de neke, ji ber ku Sedamî bi wê
gaza ku wî ji DYA û Brîtanyaya Mezin peyda kiribû li Helebçeyê kurdan
kuþtiye, ji lewre wan newêrîn Sedamî bidarizînin.” Bi vî awayî têye
eþkerakirin ku, serok Bush û serokê wezîran Tony Blair bi vê reftariya
xwe naxwazin bête zanîn ku zemanek çekên komelkujiyê hatine hilberandin
û li hemberî kurdan hatine karanîn. Robert Fisk di gotara xwe de dide zanîn
ku piþtî wê tawana þerî ya li Helebçeyê, CIA di talîmatên xwe de
pend li dîplomatên xwe yên li Rohilata Navîn kiriye ku bila karanîna
gazên kîmyewî nekin ser Îraqê, bila bixînin stûyê Îanê de. Di vê
babetê de raporteke derewîn a CIA jî heye. Ev e, Edward Said xwe dispêre
vê raportê û dinivîse ku ne Îraqê, Îranê kurd kujtine. Analîzeke
Piçûk Li Ser Polîtîkaya Dewletên Mezin Derbarê Kurdan de li Salên
1920î Li
salên 1920î, di pêwendiyên Tevgera Kemalîst ên ligel Brîtanyaya Mezin
û Fransa û Îtalyayê de di pileya yekem de kurd hebûne. Di wan pêwendiyên
ku ligel Brîtanyaya Mezin û Yekîtiya Sovyetan çêbûne de jî, her tim
bi îtîna li ser babeta kurd hatiye rawestîn. Ji wan rojên ku kongreyên
li Sêwasê pêk hatine û bi vir de Fransa û Îtalya bi rêveberiya kemalîst
re pêwendiyên xwe saz kirine û rê xweþ kirine da ku bi kemalîstan re
li hev bikin. Li vir, vekirî ye ku para neliheviyên (çeliþki) di navbera
Brîtanyaya Mezin û Fransayê de jî tê de hene. Daxwazên Îtalyayê, yên
li ser Anadolê jî tu car ne daxwazên ciddî bûne. Ji sereta ve, ji dewra
Mutarekeya Mondrosê bigrin û bi vir de Îtalya her tim yarmetiya maddî û
manewî dide tevgera Quwweyê Millî ya li Anadolê. Brîtanyaya Mezin,
neyareke girîng e. Û Yekîtiya Sovyetan jî, ji ber wan pirensîbên ku li
cîhanê belav kiriye, ji ber prensîba mafê tayînkirina çarenusa netewî,
di pozîsyoneke wisan de ye ku divê bi baldarî li ser bête rawestîn. Þêx
Memûd Berzencî li Baþûr di nav têkoþînê de ye ku Kurdistana serbixwe
bo xwe kiriye armanc. Li hemberî Brîtanyaya Mezin ku herêmê xistiye jêrî
serweriya xwe, di nav pevçûnê de ye. Armanca tekane ya tevgera Kemalîst
jî ew e, ku nehêle kurd û îngilîz bigihêne hev û li hev bikin. Çunke,
dibe ku ev bihevrebûn, ev lihevkirin bibe sedem ku daxwazên kurdan bêne
cih. Di vê rewþê de tevgera Kemalîst polîtîkayeke wisan bi rê ve dibe
da ku neliheviyên/nakokiyên di navbera Þêx Mehmûd Berzencî û Brîtanyaya
Mezin de hîn zêdetir û kûrtir bibin. Kemalîstan bi vê niyetê yarmetiyên
maddî jî dane Þêx Mehmûd Berzencî. Bêguman ev yarmetî, ne ew yarmetî
ye ku encam jê hasil bibe. Ev yarmetiyeke wisan e ku, nakokiyên di navbera
kurdan û Brîtanyaya Mezin de zêdetir dikin, pêþî lê digrin da ku ew
bi nêzîkî hev nebin û li hev nekin. Tevgera Kemalîst bi vê niyetê
yarmetî daye tevgera Simko ya li Îranê jî. Armanca bingehîn ev e ku,
kurd û Brîtanyaya Mezin nêzîkî li hev nekin, di navbera wan de
lihevhatinek çênebe, pêþî li viya digrin. Ev jî, tenê dikaribû bi
yarmetiyeke bêqîymet pêk were. Mistefa Kemal baþ têgihaþtiye ku Brîtanyaya
Mezin ji binî ve li hemberî avabûna Kurdistaneke serbixwe ye. Di wan pêwendiyên
ku ligel Brîtanyaya Mezin pêk hatibûn de wî vê agahiyê bidest xistiye.
Ev yarmetiyên kemalîstan encameke wisan bi xwe re aniye ku pevçûn û
nakokiyên ligel Brîtanyaya Mezin hîn kûrtir bibin. Û bi vî awayî pêþî
lê hatiye girtin ku kurd negihên encameke erînî. Debarê tevgera Simko
de ligel pirtûgên Hasan Yildiz ên ku navê wan li jor hate birin, meriv
dikare li pirtûga Faîk Bulut a bi navê Dar
Üçgende Üç Ýsyan, Kürdistan’da Etnik Çatýþmalar
(Evrensel Basýn-Yayýn, geniþletilmiþ 2. bs. Haziran 2005, s.77 vd. s.183 vd.) jî binihêre. Babeteke
girîng a ku pêwendiya wê bi kurdan re heye, meseleya Mosilê ye. Wê demê
ji bo tevahiya Kurdistana Baþûr, wate ji bo bajarên Kerkûk û Silêmaniye
û Hewlêr û Duhok û hwd. bi giþtî “Wîlayeta Mosilê” dihate gotin.
Kemalîst îddîa dikin ku mafê wan li ser vê wîlayetê heye û dibêjin,
“Divê Mosil ji rêvebiriya osmanî derbasî jêrî rêvebiriya tirk a nuh
bibe.” Wan digot ku Mosil di nav sînorên Mîsak-î millî de ye. Daxwazên
Brîtanyaya Mezin jî li ser Mosilê hebûn. Îngilîzan îddîa dikir ku,
divê Mosil bi ser dewleta Îraqê ya ku nuh têye avakirin ve bête berdan
û digotin, “Heke ne ji wîlayeta Mosilê be dewleta Îraqê dê nikarîbe
bijî.” Di babeta wîlayeta Mosilê de di navbera kemalîstan û Brîtanyaya
Mezin de nelihevî û hevdukiþandineke mezin hebû. Di vê navberê de, têkoþîna
Þêx Mehmûd Berzencî ya bo Kurdistaneke serbixwe jî her ku diçû geþtir
dibû. Di binî re jî pêwendiyên li navbera kemalîstan û îngilîzan
her berdewam bûn. Ev alozî di dawiyê de bi lihevhatinekê biencam bûn. Wê
demê babeta ku rêvebiriya kemalîstan zêdetir li ser disekinî ev bû ku,
divê li Baþûr hîç qezenceke kurdan çênebe; te divê bila wek otonomiyê
be, te divê bila xodmuxtarî yan jî federasyon be, bi dest kurdan ve hîç
tiþtekî neyête berdan. Li gorî qenaeta min, li wê dewrê, wate li salên
1920î ew proses wiha biencam bû ku, rêvebiriya kemalîstan dev ji îddîakirina
mafên xwe yên li ser Mosilê berdan, li hemberî viya, Brîtanyaya Mezin jî,
çi daxwazên ku ji layê kurdan ve bêne kirin diviyabû pêþî lê bigre.
Te divê bila otonomî be, te divê bila xodmuxtarî yan jî federasyon û
hwd. be, her cure talebên siyasî yên kurdan diviya bêne pelixandin. Te
divê li wan salan be û te divê bila salên li piþt re be, çi daxwazeke
siyasî ya kurdan hebûye hatiye redkirin, Brîtanyaya Mezin ji bo ku van
daxwazan bipelêxe, hemû tedbîrên xwe girtine, di vî warî de xwe ji tu
hewldanekê bi paþ ve nedaye. Ev
rewþa hanê li wan prensîbên rêvebiriya koloniyan ên Brîtanyaya Mezin
jî nagunce. Çunke, Brîtanyaya Mezin li tevayî koloniyên xwe rêvebiriyên
xodmuxtar dida avakirinê. Li Hindistanê, li Afrîqaya Baþûr, li
Tanzanyayê, li Ugandayê û hwd. li her derê rêvebiriyên xodmuxtar ava
kirine. Digel ku di vê babetê de daxwazeke gelek mezin a kurdan hebûye jî
belam tekane devera ku Brîtanyaya Mezin tê de rêvebiriyeke xodmuxtar ava
nekiribe, Kurdistan e. Hasan Yildiz di wan pirtûkên xwe yên ku me navê
wan li jor biriye de dide xuyanîkirin ku meseleya Mosilê ne meseleya axê
û neftê ye, ev mesele di çarçoveya munaqeþeyên derbarê kurdan de
derketiye meydanê ku kurd negihên tu statuyekê. Ev
jî babeteke balkêþ e ku bê hela Kemalîst çi wateyê didine tevgera Þêx
Mehmûd Berzencî. Çunke, Berzencî pêþengeke wisan e ku li ser axa xwe
serî hildaye. Ev taybetmendî tevgerê hêzdar û bibandor û mayende dike.
Li Bakur jî hindek tevgerên ku li derdora Seyîd Evdilqadir û
Bedirxaniyan pêk hatibûn, hene. Ev hindek malbat in ku li Stenbolê, li dûrgehan
(surgunîyê) dijîn. Û vegera van malbatan ya bo Kurdistanê, jiyîna wan
a li Kurdistanê qedexe ye. Pêwendiya van malbatan, van kesan bi gelê kurd
re gelekî lawaz e, bi sînor e. Bi gelê xwe re di nav pêwendiyên organîk
de bûyîn, gelek girîng e. Li ser axa xwe hilberandin, parvekirin, avadanî,
kontrol, rêvebirî awantajeke gelek mezin e. Kurdên ku li derveyî welatê
xwe ne, kurdên ku li dûrgehan in, kurdên ku ji kerema dilê xwe li dûrgehan
dîmînin ne xwediyê vê awantaja mezin in. Xaleke girîng e, heke di vê
çarçoveyê re li raman û çalakiyên Berzaniyan bête nihêrin, ev yek bête
helsengadin, hingê dê encamên baþ jê derkevin.*
Sermawez
2006 Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn _____________ *Ev
gotar li konferansa ku ji aliyê Kürt
Demokrasi Forumu ve Akademik Araþtýrmalar Derneði
ve bi sernavê “Kurd Çawan li Pirsa Kurd Dinihêrin?” hatiye pêþkêþkirin
ku wek metn li www.peyamaazadi.com
hatibû weþandin, ji wir hatiye girtin û bo kurmancî hatiye wergerandin
(R. L.).
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org