|
Têgihîna Namûsê Ýsmail
Beþikçi
Li
bajarên kurdan ên mîna Bidlîs, Agirî, Batman, Diyarbekir, Ruha, Wan û
Mûþê kuþtinên ku wek kuþtinên namûsê, wek kuþtinên edetan tên
binavkirin, çêdibin. Ev kuþtinên hanê di encama koçberîyê de êdî
li bajarên wekî Stenbol, Adena, Antalya, Mêrsîn, Îzmîr û Sakaryayê jî
çêdibin. Li van deveran têgeha namûsê di ser bedena jinê û zayendîyê
re tê nasandin. Namûs di ser beden û zayendîya jinê re tê fêmkirin.
Di nav malbatê de jinên ciwan yan jî keçên 15-20 salî li gundan yan jî
li navçeyan ger bi awayekî nehînî ligel mêrekî di nav peywendîyê de
be û ev peywndî ji layê malbatê ve bête bihîstin, hingê malbat vê
yekî herwekî “namûsa me herimî, divêt bê paqijkirin…” têdigihê,
wisa fêm dike. Dibe ku ev peywendî bi zora mêrî jî çêbûbe. Aþkera bûyîna
peywendîyê jî, pirranî bi hemîlebûnê re derdikeve meydanê. Malbat,
ji ber ku leke li þerefa malbatê daye, hingê di vî warî de biryara kuþtina
keçikê didin û vî karî jî yan bi destê birayê piçûk yê jinê/keçikê,
ger birayekî wisa nîn be, bi destê birayê mezin yan jî pismamekî wê
didin kirin. Mezintirîn tundrevîya li hemberî jinê bi vî awayî tê pêkanîn.
Herwisa, ev jî têye zanîn, ew malbatên ku karên wisa dikin, di nav
civakê de qedrê wan zêdetir dibe. Televîzyon,
rojname û radyo dema ku nûçeyên bi vî rengî belav dikin bal dikþînin
ser meclisa malbatê: “Meclisa malbatê civiya. Bona paqijkirina vê
lekeya li ser malbatê û bona parastina þerefa malbatê biryar hatiye dayîn
ku ew jin yan jî keça ku di nav peywendiyên nehînî de ye, bête kuþtin.”
Li
gund yan jî li navçeyê ger destê mêrekî li porê keçek yan jî jinekê
bikeve, ev yek dibe meseleya namûsê. Bûyereka wisa dikane bibe destpêka
þerekî xwînî. Layekî vê diyardeyê ev e. Lêbelê layekî din yê dîyardeyê
jî heye, ku tê zanîn, lê behsa wê naye kirin, diveþêrin. Her kes pê
dizane lê ji nedîtî ve tê. Di vê gotarê de ez ê hewl bidime xwe da ku
piçek bal bikþînim ser vê yekê. Di
herêma kurdan de ji sala 1984an û vir de, ev serê 25 salan e þer heye. Hêzên
asayîþê her tim li gundan, li navçeyan operasyonan dikin. Carînan, jin
û mêr û ciwan û pîr, giþ bi hev re bi komelî têne girtin. Kesên ku
têne grtin, carînan bi zincîran bi hev ve têne girêdan û wan dibin polîsxane
yan jî meqerên leþkerî. Li van deran, hêzên asayîþê, jinên ciwan
ji yên pîr cihê dikin û wan li cihekî din girtî ddihêlin. Di lêpirsînê
de ligel îþkenceyê tecawuz (destdirêjîya namûsa jinê) jî heye. Di vê
prosesê de korucî (cehþ), endamên JÝTEMê, tîmên taybet (quwetî
xas), cendirme, polîs û leþker bi darê zorê namûsa jinan diherimînin.
Mêrên ku hatine girtin, ango bav û bira û mam û hwd. hay ji rewþê
hene. Lêbelê li hemberî tiþtên bûyî bêdeng in. Ji nedîtî ve tên,
her wekî ku tiþtek wisa çênebûye. Ew meclisa malbatê ku li gund, li
navçeyê ji ber peywendiyeka li derveyî edetan dikane derbareyê jinan de,
derbareya keçan de biryara kuþtinê bide lêbelê li hemberî wê
herimandina namûsê ku li meqera leþkerî ji layê hêzên asayîþê ve
çêbûye bêdeng dimîne. Ger destdirêjîyeka wisa ji layê hêzên asayîþê
ve çêbûbe, ji nedîtî ve tên, her wekî ku tiþtekî wisa çênebûye.
Ger li gund, li navçeyê, li bajêr ev peywendî bi yekî ji gelê
wan re çêbûbe, hingê dibêjin “namûsa me herimî, tenê kuþtin
dikane viya paqij bike”, lêbelê ger ev destdirêjî ji layê endamekî hêzên
asayîþê ve bête kirin hingê nabe mesele. Ew mêrê ku dibêje namûsa
me herimî û bi xwînsarî gule berdide xwiþka xwe, qet bala xwe nade ser
pêvajoyeka wisa, li ser vê yekê nafikire. Dîyardeya namûsê çawa ku li
gorî cih û zemanê ku bûyer rû daye diguhere, herwisa, li gorî nasname
û pîþeya mêrî jî diguhere. Divêt ev peywendî, ev têgihaþtin bi têgehên
antropolojîyê bêyne fêmkirin, bêne têgihaþtin û rexnekirin. Meclisa
malbatê sazîyeka pîrîmîtîv e. Wekî mînak, di warê rêvebirina
debara malbatê de, di warê kirîn û frotinê, yan jî bo kirê dayîna
milk de biryareka meclisa malbatê tune ye. Bona biryarên ekonomîkî ti pêwîstîyek
bi meclisa malbatê nîn e. Derbareyê arîþeyeka aborîyê de nayê gotin
ku “malbat civîya û biryareka wisa girt” û hwd. Wezîfeya meclisa
malbatê tenê ew e ku derbareyê jin yan jî keçekê de bi mebesta ku li
derveyî edet, dab û nêrîtan peywendî bi yekî re danîye biryara kuþtinê
bide… Ji bilî viya tu roleka wê nîn e. Dema ku çapemenî dibêje
“meclisa malbatê civiya”, “meclisa malbatê biryar da” hingê ev
yek ji bilî ku vê meclisê zinde bihêle ne ti tiþtekî din e. Ger mesele
were ser pirsa kurd, hingê ev sazîyên kovî yên wisa ji layê dewlet û
hukûmetê ve, ji layê çapemenîyê ve berevaniya wan tê kirin, wan teþwîq
dikin. Statu didin van sazîyên kovî, wan geþ dikin, pêþde dibin. Û bi
vî awayî dikin ku ev sazî xwe birêxistin bikin, mayînde bibin. Wekî mînak,
di sivistana sala 1990î de hindek serekên korucuyan (cehþan) bo Anqereyê
hatibûn vexwendin. Ligel wezîrê navxweyî û serekwezîr û serokkomarî
hevdîtinan çêkiribûn. Wê demê jî çapemenîyê wisa nûçe belav
kiribûn: “Serekê eþîra Batûwan …, serekê eþîra Tayan …, serekê
eþîra Jirkî …, serekê eþîra Mexmûran … li Anqereyê ne. Ev serekên
eþîran ku li ser vexwendinê hatine Anqereyê …” Li televîzyonan bi
tevî dîmenên wan ve bername hatibûn çêkirin. Bi vî awayî dezgayê eþîretîye
hatibûn zindekirin, hatibin parastin û geþkirin, hewl dabûn xwe da ku
statu bidin van dezgayan. Di proseya berxwedanê de bi destê polîtîkaya
dewletê eþîret wekî dezgayek hatibûn rêxistinkirin. Lêbelê ji layê
din ve serokwezîr Bülent Ecevitî di dema serokwezîrtîya xwe de destûr
nedabû þaredarên HADEPî da ku werin pirsgirêkên xwe rabigihînin wî.
Ecevitî bi mebesta ku “ew xwe ji rêxistina terorê dûr nagrin” jîvan
nedabû wan. Ez
dixwazim bibêjim ku çapemenî têgeha meclisa malbatê derdixîne pêþ,
hewl dide xwe da ku statuyekê bide vê dezgeya prîmîtîv, bi baldarî
dixwaze vê diyardeyê bike sazîyekê. Gelo ev meclisa malbatê dikane
biryarek wekî “di girtinên komelê de em naxwazin jinên ciwan li cihekî
din girtî bimînin, wan ji komelê veqetînin û bibin cihekî din, em qebûl
nakin ku ew li cihekî din girtî bimînin…” bigrin? Dikane biryarek wek
“em ê jinên xwe nespêrin bextê wan…” bigre? Nikane wisa bike. Lêbelê
di bûyerekê ku li gund yan jî li navçeyê rû daye, dikane tundtirîn
zorbazîyê li jinan bike, qet texsîr nake ku girantirîn cezayê ango
cezaya kuþtinê pêk bîne. Di têgihîna namûsê de, di têgihîna “namûsa
me herimî” de, li gorî cih û zemanê wê, li gorî nasname û pîþeya
mêrî cihêtîyên mezin nîþan dide. Divêt meriv bi teferuat li ser
sedemên vê yekê raweste. Herwisa, di vira de þaþîtîyek jî heye. Gelo
divê meriv li ku derê li vê þaþîtîyê bigere? Gelo divê meriv di nav
edetên civakî de li vê þaþîtîyê bigere yan di wê texrîbata ruhî
de ku di encama mekanîzmayên zordarîyê yên hêzên ku bi awayekî
hevpar kurdan xistine bin kontrolê pêkhatîye de bigere? Kurd
civakeka wisa ne ku nikanin xwe bi rê ve bibin, rê nayê dayîn ku ew xwe
bi rê ve bibin. Kurd û welatê wan Kurdistan hatine cihêkirin, parçekirin
û parvekirin… Rewþa kolonyalîzma navneteweyî serdest e. Di navîna
Rojhelatanavîn de 40 mîlyon kurd bêstatu ne. Hêzên ku bi awayekî
hevpar kurdan îdare dikin, gelek xirab îdare dikin. Di vê îdarekirinê
de heq û huqûq tune ye; pelaxtin heye, piçûkxistin heye. Li cîhanê ti
miletekî din yê ewqas mezin û bê statu nîn e. Helbet em hay ji pêþveçûnên
ku li derdora Dewleta Federe ya Kurd ku li Kurdistana Baþur çêdibin hene.
Herwisa, ev jî têye zanîn ku ev yek piþtî çendîn berxwedaneka dûr û
dirêj û dijwarîyan de çêbûye. Ew hewldanên xwe îdarekirinê ku li
parçeyên din yên Kurdistanê rû didin, ji layê hêzên ku bi awayekî
hevpar kurdan îdare dikin ve têne fetisandin. Ger bêhtirî sed salan ev
proses li dar be, hingê dibe sedem ku di warê edetên civakî û tenduristîya
ruhî de gelek xirabûn derkevin meydanê. Psîkolojîya/derûnîya kesan,
ya civakê xira dibe. Civak û kes êdî ji xwe dûr dikevin, dikevin nav
prosesa tevlîbûna wê kultura ku li ser wan hatiye sepandin/empozekirin.
Ger ev proses demeka dirêj dewam bike, dibe ku ev yek êdî bikeve nav
DNAya meriv û civakan. Ewên ku dikanin li hemberî gelê xwe gelek tund
bin lêbelê li hemberî hêzên dagîrker, li hemberî kesên ji wan hêzdartir
fis dibin. Ev reftarîyên berovajîyê hev, ku di meseleya namûsê de
derdikevin meydanê, di wateya rizandinê de ne. Dema ku civaka kurd, nirxên
kurdan bi vî awayî di bin fiþardinê de bin, hingê psîkolojîya wan jî
xira dibe, rizandineka wisa derdikeve meydanê. Gelo
riya rizgarbûna ji van peywendîyên lanetî, riya rizgarbûna ji vê
prosesa lanetî û xwe dirêjî azadîyê kirinê, çi ye? Berîya her tiþtî
gelek girîng e ku divêt meriv hay ji vê prosesê hebe, ji van peywendîyan
agahdar be. Ew kesên ku hay ji vê prosesê bibin, gelek aþkera ye ku dê
bi nirxên xwe re bijîn, dê xwedîtîyê li nirxên xwe bikin, dê van
nirxan geþtir bikin, dê nirxên ku li ser wan hetine sepandin/empozekirin
red bikin, her ku biçe dê vegerin ser resenîya/orîjînalîteya xwe. Piþtî
ku meriv bibe ‘xwe’, hingê gelek hêsan e ku meriv bigihê mafê xwe,
qet nebe di fiîlîyatê de meriv dê bibe xwedîyê mafên xwe. Ev prosesa
lanetî, ev peywendîyên lanetî tenê dikanin bi vê yekê biþkên. ____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
www.peyamaazadi.com
Not:
Ev gotar li ti derê û
bi ti zimanî nehatiye weþandin. Wek helwêstek, em wergera kurdî ya
gotara birêz Ýsmail Beþikçi berîya tirkîya wê diweþînin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org