|
Têgihîþtinên
Neteweperweriyê Ýsmail
Beþikçi Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn “Neteweperweriya
tirkî modern e”, “Neteweperweriya tirkî nîjadperest nîn e, aþtîxwaz
e, gerdûnî ye”, “Neteweperweriya tirkî pêþverû ye, li dijî
kolonyalîzmê ye, li dijî emperyalîzmê ye”, “Neteweperweriya Atatürkî
modern e, pêþverû ye, neteweperweriyeka vekirî û demokratîk e”,
“Neteweperweriya Atatürkî humanîst û beynelmilel e”. Neteweperweriya
tirkî bi vî awayî tê tarîfkrin. Van taybetmendiyên hanê li
neteweperweriya tirkî bar dikin û pesnê wê didin. Di rastiya xwe de ev
gotinên hanê li hemberî kurdan li hemberî doza kurdî têne pêþxistin.
Meriv dikane îdeolojîya fermî ya tirkî, neteweperweriya tirkî wisa îzeh
bike. Ev nihêrîna îdeolojîya fermî bi awayekî giþtî ji layê qada
fikirîna tirkî ve hatiye pejirandin. Ya rast, fikirîna tirkî li gorî vê
hizirînê þekil girtîye û pêþ de çûye. Di vê navberê de fikrê
hindek mudîrên asayîþê jî bala meriv dikþîne. Di kuþtina Hrant Dink
de, di bûyera êrîþa bi ser metranan de ya li Trabzonê, di kuþtina
metran Santoro de ya li Samsunê, di serjêkirina mîsyoneran de ya li
Meletiyê, dema ku bo rojnamevanan bûyerê qal dikirin, digotin “[kujer]
bi hestên neteweperweriyê tevgeriyane…” Ev tê vê wateyê ku, bi têgihîneka
neteweperane hewl didan xwe da ku bona kujeran sempatiyê berhev bikin, barê
kujeriyê (cînayetê)
sivik bikin. Dema
ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava
neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”,
“paþverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê
xirabkirin. [Dibêjin]
“Neteweperweriya kurdî, neteweperweriyeka nîjadî ye”, “Neteweperweriya
kurdî, neteweperweriyeka girtî ye”, “Neteweperweriya kurdî
neteweperweriyeka prîmîtîv e…” Fikrê qada fikirîna tirkî yê
derbareyê kurdan û neteweperweriya ku di nav kurdan de çêdibe, bi awayekî
giþtî wisa ye. Gürdal
Aksoyê ku hîn zêdetir li ser kulturê, di vê navberê de li ser kultura
kurdî dixebite, di pirtûka xwe ya binavê Nostradamus’un
Kürdistan Kehaneti, Kürtler Üzerine Yazýlar, (Komal Yayýnevi, Ýstanbul
2007) de cih dide wan têgehên (term; kavram) durû yên vê derbareyê de.
Nivîskarê lêkolîner Gürdal Aksoy di nivîsara xwe ya bi sernavê “Türk
Milliyetçiliði Üzerine…” (Li Ser Neteweperweriya Tirkî…) de dide nîþan
ku lêkolînerên tirk neteweperweriya tirkî ya kemalîst erînî,
neteweperweriya kurdî jî neyînî dibînin. (r.38-50) Nivîskarên
tirk, endamên çapemeniyê, mamostayên zanîngehan, xebatkarên komeleyên
civaka sivîl, partîyên siyasî, huqûqnas û hwd. bi awayekî giþtî bi
neteweperweriya tirkî re dipesifin. Dibêjin, “Neteweperweriya tirkî pêþverû
ye, modern e, humanîst e, di neteweperweriya tirkî de neteweperweriya nîjadî
nîn e” û hwd. bi vî awayî pesnê neteweperweriya tirkî tê dayin.
Kurd jî didin zanîn ku ew ne neteweperest in, dibêjin em enternasyonalîst
in. Çi dema ku mesele were ser hest û helwêstên neteweyî hingê kurd
dibêjin “ya girîng însanîyet e, ya girîng biratî ye” û bi vî
awayî didin têgihîþtinê ku bê hela ew çendî ji hest û fikrên
netewayetiyê xwe dûr didin. Çi
dema ku em pêzanînên îdeolojîya fermî tetbîqê rastîyên jiyanê,
tetbîqê rewþa heyî bikin hingê dê bête dîtin ku rewþ qet jî ne
wisa ye. Kurd û zimanê kurdî kategoriyên civakî û zimanî ne ku têne
înkarkirin û îmhakirin, têne asîmilekirin. Di vê çarçoveyê de zimanê
kurdî hatiye qedexekirin, navê merivan yên bi zimanê kurdî, navê gund
û navçe û çiyayan bi navên tirkî hatine guhertin. Parastina zimanekî
ku hatibe qedexekirin, pêþîlêgirtina zordarîya ku li ser ziman û
kulturê ye, têkoþîna bo derxistina meydanê ya ziman û kulturê, di
rastiya xwe de proseseka însanî ye. Ango ev têkoþîn di rastîya xwe de
peywireka însanî ye, pêwîstîyeka berevaniya însanîyetê ye. Lêbelê
meriv dikane vê prosesê ji layekî ve mîna pêþveçûneka neteweperweriyê
jî bihesibîne. Çunke wekî pêwîstiyeka însanî hûn xwedîtiyê li
nav, nasnav, ziman û kultura xwe dikin, ev hewldana we ya xwezayî ji layê
dewletê ve tê astengkirin, tûþî fiþardinê tê, bi tehqîqatên îdarî
û cezaî re rûbirû dibe. Ev e, muþkile bi xebitîna vê mekanîzmayê re
derbasî qadeke siyasî dibe. Wê demê meriv dikane vê pêþveçûna
kurdan wekî tevgereka neteweyî bihesibîne. Dibêjin neteweperweriya tirkî
pêþverû ye, modern e. Ev neteweperweriya ku zorê li kurdan dike, hewl
dide xwe da ku kurdan, zimanê kurdî, kultura kurdî bipelêxe.
Neteweperweriya ku dipelêxe, çawa dibe neteweperweriyeka pêþverû? Gotinên
ku derbareyê neteweperweriya tirkî de têne gotin bêguman kêþeya kurd
û Kurdistanê didin ber çavan û têne gotin. Lêbelê jiyana siyasî ya
tirkan, kultura siyasî ya tirkan kurdan nas nake, wan înkar dike. Ji ber
ku bi awayekî huqûqî û siyasî kurd, zimanê kurdî û Kurdistan nayêne
naskirin, hingê gotinên wekî “Neteweperweriya tirkî nîjadî nîn e,
êrîþkar nîn e, asîmilekar nîn e, redkar nîn e…” têne gotin. Îcar
çi dema ku kurd tevlî analîzê dibin, bêguman ev dîtin pûç dibin.
Jixwe, qedexekirina ramanê li hemberî kurdan, li hemberî kêþeya kurdî
çêdibe. Herwisa, roleka qedexekirina ramanê jî ev e ku pêþî li
rexnkirina îdeolojîya fermî bête girtin. Dibêjin
neteweperweriya tirkî pêþverû, vekirî, modern e, neteweperweriya kurdî
jî girtî û paþverû ye. Qanûna bingehîn ya tirk dibêje “Çi kesê
ku hemwelatiyê Dewleta Tirkiyê be, ew tirk e.” Kultura siyasî ya tirk
dibêje, çi kesê ku xwe wekî tirk hîs bike, ew tirk e. Ev yek wekî delîlê
neteweperweriya vekirî tê nîþandan. Ev yek, mîna delîlê fehma xweþbînîyê
tê nîþandan. Lêbelê, di rastiya xwe de, li gorî qanûna bingehîn ya
tirk û li gorî kultura siyasî ya tirk her kes mecbûr e ku xwe wekî tirk
bibîne. Wekî mînak, çi dema ku tu rabî bibêjî “Ez ne tirk im, kurd
im. Ez mafê xwe yên kurdbûniyê dixwazim.” Hingê tu yê bi mueyîdeyên
îdarî û cezaî re rûbirû bibî. Neteweperweriya vekirî, di heman demê
de tê vê wateyê ku, asîmilekirina yên ku ne tirk in, wan biþibihîne
tirkan, ango neteweperweriyeka wisa ye ku her kesî bike tirk. Di kîdera vê
neteweperweriyê de modernbûn û pêþverûtî heye? Dibe ku bona
neteweperweriya kurdî bibêjin “girtî ye” lê ev tiþtekî erînî ye.
Ji ber ku çi caran kurdan kesî, wekî mînak, tirk, ereb, fars, ermenî û
asûriyan nekirine kurd, çi caran niyet û amanca kurdkirina kesî bi wan
re çênebûye. Lêbelê ji ber polîtîkaya asîmilasyonê û tetbîqatên
wê, meriv dikane bibêje ku neteweperweriya tirkî neteweperweriyeka nîjadî
ye. Ev gotinên mîna “Hemnîjadên me yên li Bulgarîstanê, hemnîjadên
me yên li Qafqasyayê, hemnîjadên me yên li Asyaya Navîn, hemnîjadên
me yên li Kerkûkê, hemnîjadên me yên li Trakyaya Rojavayê, hemnîjadên
me yên li Kosovayê, yên li Makedonyayê” delîlên vekirî yên
neteweperweriya nîjadî ne. Berpirsiyarên dewlet û hukûmetê li hemberê
kurdên Kurdistana Baþûr hestên ne baþ geþ dikin, wekî mînak, dema ku
hewl didin xwe da ku pêþî li referandûma Kerkûkê bigrin di heman demê
de dibêjin, “Em ê her dem mafên hemnîjadiyên xwe yên Kerkûkê biparêzin,
dê hertim bala me li ser vî karî be”. Gelo
xebera kurdan ji van tiþtan çêdibe, ev tiþt dikevin nav hiþê wan? Ev
kurdê ku zimanê wî hatiye qedexekirin, kurdê ku navê wî hatiye
guhertin, navê gund û navçe û çiyayên wî hatine guhertin, kurdê ku
nikane navê welatê xwe, navê cografyaya xwe bibêje, kurdê ku nikane bi
zimanê xwe yê zikmakî biaxife, kurdê ku nikane bi zimanê xwe bixwîne lê
radibe dibêje “Ez ne neteweperest im, ez enternasyonalîst im, em ne
neteweperest in, em enternasonalîst in…” Gelo divê meriv çawa li vê
yekê binihêre? Ev ne ew tiþt e ku, kurd ji rastiya xwe ya tehl direvin?
Û bona vê yekê jî, hindek têgehên enternasyonal bo xwe dikin perde. Di
vê pêþveçûna ruhî û zêhnî de seqetiyek tune? Gürdal Aksoy di vê
berhema xwe ya ku me li jor behsa wê kir de pirsa “fikrekî kurdî,
mantalîteya kurdî ya resen heye gelo?” dipirse û li bersivên vê pirsê
digere. (r. 6, 54-55, 157) Gürdal
Aksoy dibêje, di nav kurdan de hizirînekî teqlîdî, hizirînek ku xwe
dispêre diyardeyên sabît heye [ango
di nav kurdan de fikirîna razberiyê (soyutlama) nîn e].
Ez wisa bawer im ku, ev tesbîteka balkêþ e. Bi awayekî giþtî ev tesbîteka
rast e. Dibe ku îstîsna hebin. Li gorî qenaeta min teqlîdkariya roþinbîrên
kurd ji ber tirkîaxaftina wan tê, ji ber ku hest û fikrên xwe bi tirkî
dibêjin. Meriv nikane zimên tenê wekî alaveka ragihandinê bibîne. Sîstema
serdestiyê tenê dikane bi rêya zimên bo kesan, sazî û civakê bête
empozekirin. Tu bi kîjan zimanî biaxifî hingê tu dê di nav kultura
siyasî ya wî zimanî de, tu dê di nav sîstema siyasî ya wî zimanî de,
bi têgehên ku wî zimanî afirandine, tu dê bi têgihîþtina serdestiyê
ya ku wî zimanî saz kiriye û pêþde birîye bifikirî. Ev yek di bin þuûra
meriv de çêdibe. Herwisa, ev jî gelek vekirî ye ku, termînolojiya siyasî
ya tirk, kultura siyasî ya tirk, termînolojî û kultura li dijî kurd e.
Beriya viya gotarek bi sernavê “Asimilasyon” hatibû belavkirin.
(Kovara Esmer, Sibat 2008, hejmar: 37) Ew fikrên ku di wê gotarê
de hatine gotin û ev fikrên ku niha li vir têne gotin, ger meriv bi hev
re bala xwe bide ser dê sûdewar be. Dewlet
wisa difikire ku, ev însanên ku ew tirkî fêrî wan dike, herwekî ku
zimanê wan yê zikmakî (kurdî) nîn be, mîna ku zimanê tirkî diaxifin
û tên asimîlekirin bin. Divê ev proses were vekolîn û analîzkirin… Meriv
dikane fikirîna teqlîdwar wisa îfade bike: Em têgeha kolonîyê hildin
dest. Dibêjin Kurdistan kolonî ye. Lêbelê, kolonî jî sînorên xwe
hene. Wekî mînak, di sala 1885an de Afrîka ji layê Brîtanyaya Mezin,
Fransa, Îtalya, Belçîka, Spanya û Portekîzê ve hatiye parvekirin û
kolonîzekirin. Welat êdî di bin destê Brîtanyaya Mezin, Fransa, Îtalya,
Belçîka, Spanya û Portekîzê de ne. Sînorên welatan hatine
diyarkirin… Ji layê din ve, dê heta bi heta wekî kolonî nemînin.
Kolonî, çi dema ku ji layê ekonomîkî ve pêþde biçin, çi dema ku
gihan radeya xwe îdarekirinê, hingê dewletên emperyal û kolonyalîst dê
azadiya wan bidin destê wan. Piþtî Þerê Cîhanê yê Yekem, di
Konferansa Parîsê ya li sala 1919an û dema danîna Yekîtîya Neteweyan
de kolonî wisa hatine danîn. Ji ber vê yekê, kolonîbûn jî statuyek e.
Piþtî Þerê Cîhanê yê Duyem, li salên 1960an tevayî kolonîyên li
Afrîkayê piþtî muzakereyên qanûnî serxwebûna xwe bi dest xistin. Li
Afrîkayê çar dewlet hene ku piþtî þerê çekdarîyê serxwebûna xwe
bi dest xistine. Cezayîrê ku kolonîya Fransayê bû û kolonîyên Portekîzê
Gîne Bîssau, Mozanbîk û Angola… Ev taybetmendiyên ku me li jorê
behsa wan kir, derbareyê Kurdistanê de qet nîn in. Tu statuyeka kurdan û
Kurdistanê nîn e. Sînor tune, nehatiye diyarkirin. Navê kurd û navê
Kurdistanê jî tune. Tê xwestin ku kurd û Kurdistan heta bi heta wisa bimînin.
Ji vê çendê Kurdistan ne kolonîye jî. Ger lêkolînerên kurd van
peywendiyan ji nuh ve hildin dest dê sûdewar be. Kurd
û welatê wan di dema Þerê Cîhanê yê Yekem de û dema ku li Anadolîyê
di pêþengiya Misetfa Kemalî de tevgera hêzên neteweyî (Kuvayý
Milliye) de hatiye jihevkirin, parçekirin û parvekirin. Di prosesa vê têkoþînê
de rola her du dewletên emperyal, ango Brîtanyaya Mezin û Fransayê gelek
mezin e. Ev diyardeyeka zor tehl e. Lêbelê hizirîna neteweyî ya tirk, dîroka
siyasî ya tirk, kultura siyasî ya tirk qet bal nakiþîne ser vê diyardeyê.
Dixwaze serê vê diyardeyê bigre. Xeyret dike da ev felaketê ku hatiye
serê kurdan di tarîtiyê de bimîne. Lêbelê bi awayekî berfireh bal
dikiþîne ser projeya hêzên emperyal ku Anadolîyê di nav xwe de parve
dikir. Di rastiya xwe de hêzên emperyal qet projeyeka wisa pêkneanîne.
Bona pêkanîna viya jî tu hewldanek tune ye. Lêbelê, hertim vê yekê
derdixin pêþ, tim qala vê yekê dikin. Bêyî rawestanê hertim li hemberî
vê yekê analîzan dikin. Îcar parçekirin û parvekirina kurdan û
Kurdistanê ji layê emperyalîstan û ji layê hevkarên wan yên li herêmê
diyardeyeka rasteqîn e. Ev pêzanîneka gelek vekirî û gelek sabît e.
Jixwe, ev yek di cografyaya Rojhelata Navîn de bi awayekî aþkera tê dîtin.
Ev jî tê zanîn ku bona pêkanîna vê yekê, di salên 1920an de dewletên
emperyal û hevkarên wan yên li Rojhelata Navîn ligel hev di nav
hevkariyeka gelek xurt de bûne. Têkoþîna Þêx Mehmûd Berzencî ya li
Kurdistana Baþûr, divêt di vê çarçoveyê de bête analîzkirin.
Di
roja îroyîn de dema ku neteweperweriya kurd derdikeve rojevê, dema ku
kurd bi ziman û kultura xwe re eleqedar dibin, dema ku xwedîtiyê li nirxên
xwe yên derdestbûyî dikin hingê têgihîþtina “her awayê
neteweperwerestiyê xirab e” derdixin pêþ. Gelek aþkera ye ku ev têgihîþtin
jî li hemberî kurdan, li hemberî pirsa kurdî tê pêþxistin. Wekî mînak,
qet nabêjin neteweperestiya ereban, neteweperstiya farisan, ya tirkan xirab
e, tenê dibêjin neteweperestiya kurdan xirab e. Bona ku vê îddîayê
bidine qebulkirin jî dibêjin “her awayê neteweperweriyê xirab e,
neteweperestiya bindestan jî xirab e…” Aþkera ye ku ev fikrekî dewletê
ye, alîkarê dewletê ye. Ev tê vê wateyê ku zalim û mezlûm, celat û
qurban, qesab û mîhê dikin yek firaqî. Ez wisa di wê qenaetê de me ku
ev fikrê hanê jî tenê di meseleya kurdan de derdikeve meydanê. Min li
jorê jî got ku, di vê pirtûga navborî ya Gürdal Aksoy de tê pirskirin
ku “gelo fikrekî resen yê aîdê kurdan heye?” Herwisa, min gotibû ku
behsa tiþtên sabît û fikrekî teqlîdwar dike. Ev jî rewþeka balkêþ
e ku li hemberî nihêrîna “Her awayê neteweperestiyê xirab e” deng
ji roþinbîrên kurd dernakeve. Bêguman gotara Tarik Ziya Ekinci ya bi
sernavê “Kürtleri Kürt ve Türk Milliyetçiliðinden Koruma Hayýrhahlýðý”
(Xêrxwaziya Ku Kurdan Ji Neteweperestiya Kurdan û Tirkan Diparêze) (www.gelawej.org
31 Ocak 2008) helbet reaksîyoneka di cih de ye. Lêbelê dema ku li
nav çavê kurdan dinihêrin û van tiþtan dibêjin, dikanin van tiþtan
bibêjin, hingê tê dîtin ku pê re jî qeþmeriya xwe bi oposîzyona
(muxalefet) kurdî dikin. Ev fikrên wisa ku her tim têne gotin, ev yek îþaretî
lawaziya opozîsyona kurdî dike. Helbet
nîjadperestiya tirk, neteweperestiya tirk xirab e. Ji ber ku, wekî mînak,
dixwaze kurdan ligel dîrok û zimanê wan tune bike. Li hemberî viya ew têkoþîna
ku dixwaze rêya jiyanê bo xwe veke, dixwaze nirxên xwe yên neteweyî yên
di bin fiþardinê de derxe meydanê, ev geþedana neteweyî ya ku di nav
kurdan de çêdibe, dê çima xirab be? Bindest û serdest, zalim û mezlûm,
qesab û mîh çawa dikanin di nav heman kategoriyê de bêne helsengandin?
Roþinbîrên kurd, siyasiyên kurd reaksiyoneka ciddî bi þanî vê yekê
nadin, bi vî awayî yan jî bi wî awayî ji vî fikrî bawer dikin, hetta
ku carînan propagandaya vê yekê dikin. Divê meriv bi îbretê bala xwe
bide ser vê yekê. Hevpeyvînek
heye, ku Neþe Düzelê bi Prof. Dr. Süleyman Seyfi Öðünî re kiriye. Di
vê hevpeyvînê de Prof. Öðün dibêje “Neteweperestî afyona kurdan
e.” (Radikal, 15 gulan 2006) Prof. Süleyman Seyfi Öðün, kurdên
ku xwedîtiyê li ziman û kultura xwe ya bindestbûyî derdikevin, li
hemberî zordariya di vî warî de têdikoþin, bi vê têgehê wan tarîf
dike. Lêbelê, ev dewleta ku zimanê kurdan qedexe kiriye, ziman û kultura
wan xistiye bin nîrê zordariyê, li hemberî neteweperestî û nîjadperestiya
tirkî qet tesbîteka wisa nake. Gelo, wekî mînak, kurdan qet gotiye,
“Kurdek Hêjayî Cîhanê Ye”, qet gotiye “Kurdo, Bipesife, Bixebite,
Bi Xwe Bawer Be”? Gelo kurdekî ku gotibe “Xwezî Bi Wî Kesî Ku Bibêje
Ez Kurd im” heye? Gelo kurdên ku gotibin “Bilind be Kurdo, Tu Sînorekî
Bilindbûnê Bo Te Nîn e” heye? Gelo tu rêveberiyek ku van drûþmeyan
bide jiyandin, kurdan di çarçoveya van drûþmeyan de bi rê ve bibe, bona
vê yekê têbikoþe heye? Ev hemî bi me didine nîþan ku polîtîkaya
dewletê ya ku li hemberî kurdan, li hemberî kurd û Kurdistanê hatiye pêþxistin
û tê meþandin qet nehatiye fêmkirin, qet hewl nedane xwe da ku vê yekê
têbigihên, tenê, bi hest û hizirînên ku layengîrê dewletê ne, bi
awayekî jiber (ezber) kurd têne rexnekirin, kurd têne tawanbarkirin… Prof.
Süleyman Seyfi Öðün dibêje “Ger kurd rabin bibêjin ‘Em kurd in’
hingê dê hinekên din jî rabin bibêjin ‘Em jî tirk in’”. Ma ji
destpêka rojgara komarê û heta bi niha wisa nayê gotin? Ev gotinên hanê
ku dibêjin “Miletek bi navê kurd nîn e, her kes tirk e, zimanekî bi
navê kurdî nîn e, zimanê ku jê re kurdî tê gotin, lehçeyeka tirkî
ye…” hertim nedihatin gotin? Kesê ku di sûkê de bi kurdî biaxifiya
serê gotinê ceza lê nedihat birrîn? Gelo ev gotinên ku dibêjin “Li vî
welatî tenê mafê tirkên resen heye, yên ku ji xwe re dibêjin ‘em
kurd in’ tenê mafekî wan heye, ew jî xizmetkariya bo tirkan…” divê
çawa bêne helsengandin? Prof. Öðünê ku dibêje “Neteweperwerî
afyona kurdan e” gelo ew vê dewleta ku kurdan dike xizmetkarê xwe çawa
dihelsengîne? Prof. Öðün, wan kesên ku li hemberî zilmê têdikoþin
wekî kesên “afyonbûyî” qebul dike. Gelo derbareyê vê rewþê de,
derbareyê yên ku vê rewþê pêkanîne de tu rexneyek, tu analîzeka wî
heye? __________________ Çavkanî:
www.peyamaazadi.org
Not:
Ev gotar bi ti zimanî nehatiye weþandin. Wek
helwêstek, em wergera kurdî ya gotara birêz Ýsmail Beþikçi berîya
tirkîya wê diweþînin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org