|
Têgihîna
“Terorê” Ýsmail Beþikçi “Newala
Qutiyê bû gorra wan.” “Terorîst
di nav agir de ne.” “Mehmetçîkî
15 hebên din jî li vî gelîyî binax kirin.” “Dor
li wan teng bû.” “Bi
30 cesedî re vegeriyan qula xwe.” “Xayînan
sîle xwar.” “Kobra
mirinê vedireþin.” “Di
nav pênc rojan de pênc mîlyon ala hatin firotin.” “Di
vê hefteya dawîn de hejmara xayînên ku hatin kuþtin giha 79 kesî.” “Xayînan
di eydîyê de jî leþkerekî me þehîd kirin.” “Bi
ser Cûdî û Gebarê de bombe dibarin.” “Bombebaran
dikin û vedigerin.” “Reqaseyên
Rojhilata Navîn.” “Bi
ser Cûdî û Gebarê de wek baranê bombe dibarin.” “Em
ê bi ser meclisê de bigrin, 23 kesan bi dar de kin.” “Me
30 terorîst kuþtin.” “Leþên
xwe jî bi xwe re birin.” “Hejmara
terorîstên kuþtî giha 34 kesan.” “Ger
mesele welat be, tiþtên din teferuat in.” Ev
hevokên hanê di nav vê meha dawîn de çend mînak in ji manþet û nûçeyên
hindek rojnameyan. Ev sernûçeyên hanê didin nîþan ku pirsa kurd wek
pirseka asayîþê, wek pirseka terorê têye têgihaþtin. Rêveberiya
tirk, herwisa çapemeniya tirk ku bi wê ve girêdayî ye, pirsa kurd wek
pirseka asayîþê, wek pirseka terorê têdigihê. Dibêjin, “me 15 hebên
din jî li vî gelîyî binax kirin”, dibêjin “bi 30 cesedî re
vegeriyan qula xwe”, dibêjin “bi ser Cûdî û Gebarê de wek baranê
bombe dibarin”, dibêjin “di vê hefteya dawîn de hejmara xayînên ku
têne kuþtin giha 79 kesî”, dibêjin “di nav pênc rojan de pênc mîlyon
ala hatin firotin”… Bi
van nûçeyan re, þîrove û xeberên ku xwedî naverokeka diþminane ne,
herwisa, bêpaxavî û tinaz û mesxere û heqaretên tund yên ku li kurdan
û serokên kurdan dibin, zêdetir dibin. Nûçeyên wek “Reqaseyên
Rojhilata Navîn” Celal Talebanî û Mesûd Barzanî bo xwe kiribûn
amanc. Qet ne di bala wan de bû ku Celal Talebanî serokê Yekîtî Niþtimanî
Kurdistan û serokkomarê dewleta Îraqê ye û Mesûd Barzanî jî serokê
Partî Demokratî Kurdistan û serokê Hukûmeta Herêma Kurdistana Îraqê
ye. Êrîþên tund û berdewam birin ser kurdan û cihê karê kurdan. Beþeka
mezin ji van êrîþan di çapemeniyê de cih negirt. Li gelek bajar û
bajarokan avahî û buroyên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hatin wêrankirin,
alet û alavên wan hatin þewitandin, kirin xan û xirabe. Û bikaranîna têgehên
wek peyva “biratiyê” jî kirêtiyeka hîn tundtir tevlî vê helwêsta
kirêt kir. Têgehek wek têgeha “biratiyê” gelo dikare vê helwêsta
diþminane veþêre? Di van prosesên wisa de divê pirsa bingehîn ev be:
Ji derveyî van hemîyan gelo pirseka kurd heye yan na? Gelo meriv dikare li
hemberî kurdan alayê bihejîne û pirsa kurdî ji rojevê derxîne? Gelo
meriv her tim hestên diþminane vebêje û heqaretê bike dê pirs ji navê
bête hilanîn? Dewlet,
hebûna pirsa kurd qebûl nake. Hewl dide xwe da ku bi fiþardin û qedexe
û cezakirin û asîmilekirin û kontrolkirina kesan û koman pirsê bipelêxe.
Înkar û tunekirin, du lingên bingehîn yên vê polîtîkayê ne. Bêguman
polîtîkaya sereke asîmilekirin e. Sedemê bingehîn yê çêbûna ev rewþa
ku jê re “teror” têye gotin, ev polîtîkaya pelaxtinê ye. Gelo çima
polîtîkayeka wisa dibe sedemê çêbûna rewþa ku jê re “teror” têye
gotin? Gelek aþkera ye. Çunke kurd bi awayekî xwezayî dê mafên xwe yên
însanî biparêzin. Dê van mafên xwe taleb bikin. Herwisa gelek xwezayî
ye ku kurd mafên xwe yên civakî biparêzin, van mafan taleb bikin. Li
hemberî van daxwazan polîtîkaya ku dewlet bikar tîne, pelaxtin e. Dewlet
li ser pirsa kurd tu axaftinekê nake, yên ku li ser diaxifin jî, qet
guhdariya wan nake, ji bilî pelaxtina pirsê tu tiþtekî din nayne rojevê.
Ev polîtîkaya têkbirinê ya li hemberî talebên însanî, xwestina mafên
demokratîk digihê radeya terora dewletê. Gelek aþkera ye ku ev polîtîkaya
pelaxtinê bi kurdan “êþên ku xeyalkirina wan jî ne mumkin e” didin
kiþandin, kurd di nav þîn û þîwanê de xerq bûne. Sedemê bingehîn yê
þîn û þîwan û kiþandina “êþên ku xeyalkirina wan jî ne mumkin
e” þewitandin û wêrankirina gundan, kuþtinên ku “kiryarê wan ne dîyar”,
ji cih û warê wan koçberkirina bi mîlyonan merivî, xirakirina çavkaniyên
jiyanê, revandina merivan ku careka din tu xeberek ji wan dernayê ne. A,
ev e, ji ber van tiþtan tu wateyeka wê nîn e ku meriv terora dewletê piþtguh
bike û tenê behsa “terorê” bike, qet çareseriyek tê de nîn e. Çi
dema ku meriv bala xwe hîç nede ser terora dewletê, lê tenê rabe behsa
“teror”ê bike, bi sloganên heqaretwar û piçûkxistinê êrîþ bike,
ev yek nabe alîkar da ku meriv pirsê têbigihê û çareser bike. Kurd,
digel vê fiþardin û pelaxtinê dîsa jî dê bikaribin mafên xwe yên însanî,
mafên xwe yên civakî biparêzin, dê bikaribin van mafên xwe bixwazin.
Li hemberî polîtîkaya pelaxtinê ya dewletê hindek rîskan bigrin ber çav
û dawa mafên xwe bikin, wek mînak dê bi awayekî biryardar dawa ziman û
kultura xwe bikin. Lêbelê dewlet jî li hemberî van hewldanên kurdan fiþardina
xwe hîn zêdetir dike, qedexekirinan tundtir dike, cezakirinan bi awayekî
sîstematîk tetbîq dike, polîtîkaya pelaxtinê derdixîne radeyeka
bilindtir. A ew prosesa hanê ye ku dihêle fezaya “teror”ê pêk were,
dewam bike û geþ bibe. Herwisa, gelek aþkera ye ku polîtîkaya dewletê
ya ku li ser înkar û derewan hatîye danîn dê vê rewþê her tim li
meydanê bihêle. Ev
têkoþîna bi vî awayî ji navîna sala 1980yan, ango ji dema ku di 15ê
tebaxa 1984an de êrîþ bi ser Dihê û Þemzînanê ve hate kirin û vir
de dewam dike. Diviyabû ku di vê demê de çapemeniya tirk gelek gelek baþ
pirsa kurd fêm bikirina, têbigihîþtana. Diviyabû ku heta niha gelek
peyamnêr û rojnamevanên ku li çapemeniyê, li rojname û radyo û televîzyonan
dixebitin êdî gelek baþ bûbûna çavnasê vê pirsê. Bêguman çend kesên
wisa yên peyamnêr û qunciknivîs hene. Lêbelê di nav çapemeniyeka ewçend
mezin de hebûna çend kesan bes e? Bêguman girîngtîr jî kûrahî ye. Ev
yek, di warê zanistê de têgihaþtina rast e. Dema ku bi milyonan kes
berevaniya xeletiyekê dikin, çend kes jî berevaniya rastiyê dikin. Bêguman
serketin dê ya wan çend kesên ku berevaniya rastiyê dikin be, dê
serketin ya helwêsta wan be. Ev yek di zanistê de jî wisa ye. Lêbelê di
siyasetê de rewþ piçek cihêtir e. Di çapemeniyê de jî, divêt ramana
çend kesên ku me li jor behsa wan kir di nav xelkê de bête belavkirin û
herwisa, divêt em van çend kesan pirtir bikin. Çapemenî
di îstîqameta ramana dewletê de, di îstîqameta îdeolojîya fermî de
tevdigere, her wekî ku liqekî muxaberata dewletê be, wisa dixebite. Dibêje,
“me 15 hebên din jî li vî gelîyî binax kirin”, dibêje “di vê
hefteya dawîn de hejmara terorîstên ku hatine kuþtin giha 79 kesî” lê
derbareyê tevlîbûna xortan ya bo vê têkoþînê de cih nade piçûktirîn
dîyarde yan jî tu þîroveyekê. Herwisa, bi van nûçeyên ku dibêje
“me 15 hebên din jî li vî gelîyî binax kirin”, dibêje “30 heb leþên
xwe li kamyonan bar kirin û birin”, dibêje “di vê hefteya dawîn de
hejmara terorîstên ku hatine kuþtin giha 79 kesî” lê bi vî awayî tu
xebereka rast jî belav nake. Bi xeberên derew rayagiþtî têye manîpulekirin. Çi
dema ku dor têye ser tirkên li Bulgarîstanê, yan jî yên Trakyaya
Rojavayê, herwisa, ger mesele tirkên Makedonya û Yugoslavyayê bin, hingê
Tirkiye gelek grîngî dide ziman û kulturê. Wek mînak, ew tirkiya ku pênc
hezar tirkên ku li Kosovayê, li Prîþtîneyê diaxifin, bona ku bibe
zimanekî fermî, di nav hewldanên pêt de ye. Di vî warî de hewldanên
xurt ên polîtîk û dîplomatîk dimeþîne. Lêbelê bona ku pêþî li
daxwazên 20 mîlyon kurdên li Tirkiyeyê bigre, her awa fiþardin,
qedexekirin û cezakirinê bikar tîne. Ev yek, di warê rêvebirina dewletê
de, di warê rêvebirina raya giþtî de nakokiyeka wê ya mezin e. Tune
hesibandina kurdan, bêpaxaviya li hemberî wan, rewþeka wisa daîmî dihêle.
Di rewþeka wisa de gotina “em birayê hev in”, gotina “em goþt û
nenûg in” ji bilî reftariyeka durû ne tiþtekî din e. Kurd nenûg in,
lê nenûg jî, ji qewlê romnnusê kurd Hasan Bildirici ve, çi dema ku dirêj
dibin, jêdikin û diavêjin. Di
nav van peywendiyan de divêt meriv qala proseseka din jî bike. Serokê BBP
(Partiya Yekîtiya Mezin) Muhsin Yazýcýoðlu li Meclisê (TBMM) di
axaftina xwe de heqaret li serokên kurdan yên wek Celal Talebanî û Mesût
Barzanî kir. Axaftina wî di nav kurdan de bû sedemê reaksiyonên tund,
kela kurdan rakir. Ev axaftinên piçûkxistinê, bi awayekî giþtî li ber
tirkan nirxa kurdan, ango bênirxiya kurdan nîþan didin. Ev rewþa ku
meriv dikare wek karîgeriya neyînî ya îdeolojîyê bibîne, kurdan bi nêzî
hev dikir. Di vê pêvajoya dawîn de kurdên ku li parçeyên cihê dijîn,
bi riya telefon û enternetan ligel hev peywendî datînin, pirsa hev dikin
dibêjin “em baþ in, gelo halê we çawa ye”. Bûyerên girîng ku li
deverên wan rû didin bo kurdên li parçeyên din vediguhêzin. Telefonên
destan, enternet, di geþedana vê peywendiyê de, di veguhêztina xeber û
hest û ramanê de roleka mezin dilîzin. Agahdar bûyîna ji rewþa hevûdin,
jiyîna heman hest û ramanan hîn pirtir kurdan bi nêzî hev dike. Bêguman
tesîra radyo û televîzyonan jî di pêþketina vê pêvajoyê de gelek
mezin e. _____________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
Kovara Esmer, hejmar 35, berfanbar
2007
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org