Ti Peywendîyeka Elewîtîyê bi Îslamê re Tine ye

 

Ýsmail Beþikçi

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

 

Elewîtî, yek ji wan babetan e ku li van salên dawîn gelek li ser tê axaftin. Derbareyê elewîtîyê de weþan zêdetir dibin, radyo û televîzyon pirrtir dibin. Di nav elewîyan de radeya rêxistinîyê jî cûre bi cûre pêþde diçe. Lêbelê, elewî bi xwe naaxifin, rêxistînîya wan di çarçoveya wan bi xwe de çênabe, ev yek di çarçoveya hiþmendîyek ku ji derve de li ser wan hatiye empozekirin de çêdibe. Bêguman hindek elewîyan ku li ser navê xwe biaxifin, hewl bidin xwe da ku bibin xwe jî hene, lê hejmara evên hanê kêm e. Nikanin dengê xwe bi awayekî karîger bilind bikin. Bêguman hebûna reheka wisa gelek girîng e. Hejmara wan çendî kêm dibe bila bibe, di warê jîyana ramyarîyê de ya serdest dê ev reh be.

Ji dema rêveberîya Îttîhat we Tereqqî û vir de bi giþtî li ser du grûpan asîmîlasyoneka tund hatiye meþandin: Asîmilekirina kurdan bo tirkîtîyê û asîmîlekirina elewîyan bo muslumantiyê. Nêzîkî sed salan e ku ev yek polîtîkayeka bingehîn ya dewletê ye. Ev polîtîkaya dewletê ye û bi awayekî sîstematîk hatîye tetbîqkirin.

Ji layê helwêsta ku li dijî asîmilayonê tê nîþandan de, di navbera kurdan û elewîyan de cihêtîyeka girîng heye. Kurd hay ji asîmilasyonê bûne û li hemberî wê di nav têkoþîneka berdewam de ne. Lêbelê elewî, bi pirranî hay ji asîmilasyonê nîn in. Pirranîya elewîyan hertim dibêjin “Em elewî ne lê musluman in”, yan jî “Em musluman in lê elewî ne”. Rastîya wê ev e ku, ti peywendîya elewîtîyê bi îslamê re, bi îslamîyetê re tune ye. Elewîtî, gelek berîya îslamê pêk hatîye, bawerîyeka Mezopotamyayî ye, rehên wê digihên zerdeþtîyê. Ti peywendîyek, ti girêdaneka elewîtîyê bi îslamîyetê, bi muslumantîyê, bi xelîfeyê çaran Elî û bi 12 îmaman re tune ye. Nûke ku elewî li ser navê 12 îmaman, li ser navê Elî dua dikin, lava û nîyazan dikin, ev yek ne aîdê wan bi xwe ye. Ev rîtuel, ev dîmen bi awayekî balkêþ þahidîya wê dike ku ev yek ji derve de li ser wan hatiye sepandin. Dewlet û hukûmet, nivîskarên ku nêzîkî dewlet û hukûmetê ne, ji “îslamîyeta elewî”, ji “elewîtîya ku þaxeka sofî ya îslamîyetê ye”, ji “elewîtîya ku yek ji sê rêyên îslamîyetê ye” behs dikin. Herwisa, dibêjin dê hukûmet derbareyê “îslamîyeta elewî” de reforman çêbike, dê hindek mafan bide elewîyan. Wezîrê dewletê dibêje “Elewî jî bi qasî sunnîyan musluman in”. Di vê navberê de, hindek elewî jî hene ku nesla xwe digihînin 12 îmaman, xwe digihînin nesla pêxamber Muhemmedî. Hingê ew ne tirkman in, ew ereb in, ne wisa? Yan jî ew ne kurd in, ew ereb in, ne wisa? Herwisa, gelo ewên ku bo xwe dibêjin “ewladê resûl” yan jî dibêjin “seyîdê seadet ewladê resûl” ew nabin ereb? Serekê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, dema ku behsa zilma ku li wan bûye dikir, digot “ewladê Kerbelayme” (em ewladê Kerbelayê ne) hingê dixwest bide zanîn ku ew ne layîqê vê zilmê ne, lê ev yek xeletîyek bû. Dema ku meriv bibe “ewladê Kerbela” gelo pê re jî nabe ereb, nabe musluman? Ger wisa be, ev kurdbûn/zazabûn û elewîtî li ku dimîne? Em bala xwe bidin, ewên ku li Kerbelayê hatin kuþtin 72 kes bûn. Lê ewên ku di serhildana Dêrsimê de hatin kuþtin bi deh hezaran têne îfadekirin. Hindek lêkolînerên ku li ser elewîtîyê dixebitin elewîtîyê di nav “îslamîyeta heterodoks” de dihelsengînin.

Þîayetî, helbet di nav îslamîyetê de ye. Þîayetî, yek ji du mezhebên girîng yên îslamîyetê ye. Xelîfeyê çaran Elî û 12 îmam, ji sembolên sereke yên þîayetîyê ne. Lêbelê ti peywendîyek, ti girêdaneka elewîtîyê bi þîayetîyê re tune ye. Herwisa, ti peywendîyek, ti girêdaneka elewîtîyê bi þamanîzma ku berîya îslamîyetê dînê xelkê Asyaya navîn bû, dînê tirkan yê berê bû re jî tune ye. Ji vê çendê, ew ramana elewîtîyê ku hewl dide xwe da ku elewîtîyê bi îslamîyetê ve girê bide, yan jî bi þamanîzmê ve girê bide, divêt were rexnekirin. Divêt ev rexnekirin berdewam û bi awayekî dînamîk bête meþandin.                            

Ev rastîyeka mezin e ku di roja îroyîn de, te divê bila elewîyên kurd bin yan jî elewîyên tirk bin, bona xelîfeyê çaran Elî û bona 12 îmaman nîyazan dikin. Elewî, di meha muherremê de herwekî þîayan bona xelîfe Huseyn, di salvegera kuþtina wî ya li Kerbelayê de li xwe nadin, lêbelê di nîyazên xwe yên bona 12 îmaman de berdewam in. Di vir de pirsa girîng ev e ku, bawerîya þîayetîyê, sembolên þîayetîyê çawa têkelî nav elewîtîyê bûne? Herwisa, pirsa sereke ev e ku, bawerîya elewîtîyê ji kengî ve û çawa hatîye guhertin?

Di kitêba Haþim Kutlu ya bi navê Kýzýlbaþ Alevilikte Yol, Erkan, Meydan, Alevilik Öðretisi (Yurt Kitap-Yayýn, Eylül 2007, Ankara) de, derbareyê vê mijarê de daxuyanîyên girîng hene. Di vê kitêbê de li þûna elewîtîyê hîn zêdetir peyva qizilbaþî (kumsor; kelawsûr) hatîye bikaranîn. Haþim Kutlu dibêje, navenda kanên qizilbaþîyê Dêrsim e. Herwisa, dibêje piþtî ku ev kan li ser navê malbatan hatin binavkirin hingê di qizilbaþîyê (elewîtîyê) de averêbûn çêbû. Amaje pê dike ku xirabûna di baweriya elewîtîyê de, li sedsala 13. dest pê bûye. Êrîþa mogolan û ji nav çûyîna kana Alamutê bûye destpêka xirabûneka mezin ya elewîtîyê. Di dema dagîrkerîya mogolan de li Anedolîyê serhildana Babeîyan (serhildanên ku di bin pêþengiya Babe Îlyas û Babe Îshaq de çêbûne) ji layê artêþên lejyoner yên selçûkîyan ve hatin serkutkirin, hingê di van pevçûnan de derbên giran li bawerîya elewîtîyê ketine. (berhema navborî, r. 126).

Þîayetîya Elîyê musluman di sedsala 14. de li Îranê belav bûye. Þîayetîya Elîyê musluman, peymanên ku bi elewîtîya Anadolîyê re girêdane, van peymanan suîstîmal kirine (r. 126). Þîayetîya Elîyê musluman di vê demê de ketiye nav elewîtî û qizilbaþîyê. Ev yek di seranserî sedsala 15. de berdewam bûye. Û di destpêka sedsala 16. de, bi rêveberîya Þah Îsmaîl (1487-1524) re gihaye bilindtirîn radeyê. Di pêvajoya xirabûna baweriya elewîtîyê re, helwêst û reftarîya pîrên elewîtîyê jî pê re guherîye. Her ku çûye, erkanên rê yên elewîtîyê ketine bin xizmeta malbatan, qanûnên elewîtîyê ku berevanîya ewladan rê dikirin, êdî veguherîne berevaniya malbatan kirine. (r. 127)

Di sedsala 15. de rîtuelên Heq-Muhemmed-Elî, rîtulên 12 îmaman ketine nav bawerîya qizilbaþîyê (elewîtîyê) û di nav de cîbicî bûne. Di dema serwerîya Þêx Cuneyd (mirina wî 1460) de, di dema serwerîya Þêx Heyder (mirina wî 1488) de û di dema serwerîya Þah Îsmaîl de ev peywendî gelek geþ bûne. Kitêba Îmam Cefer bo qizilbaþan (elewîyan) bûye kitêbeka sereke. Îmam Cefer di navbera salên 702-765 de li dinyayê maye. Îmamê þeþan e. Kurê îmamê pêncan Muhemmed Bakirî (676-732) ye. Herwisa, ev jî têye zanîn ku Fermanên Mezin yên Îmam Ceferî ji layê Bîsatî ve hatine nivîsîn. Bîsatî jî di sedsala 15. de li dinyayê bûye, mirina wî sala 1439 e. Ji layê elewîyan ve, di vê babetê de jî nakokîyên (nelihevîyên) gelek mezin hene. Çunke Îmam Ceferê ku wek bavê mezheba ceferî têye zanîn, derbareyê qizilbaþan de qet jî xwedîyê fikrên qenc nîn e. Îmam Ceferî derbareyê qizilbaþan de wisa gotiye: “Bila bête zanîn ku, ne ew ji me ne, ne em ji wan in. Ewên ku þerrê wan bikin jî, herwekî ku li pêþîya Hz. Muhemmed þerrê diþminên wî kiribin, pîroz û behuþtî ne.” (berhema navborî, r. 128) Wek mînak, divêt ew serhildana Þahqûlî ku di salên 1510an de çêbûn jî, di vê çarçoveyê de bêne dîtin. Hêzên Þahqûlî ku li hemberî Osmanîyan têk çûn, piþt re penah birin Îranê, xwe avêtin bextê Þah Îsmaîl. Divêt bi dîyardeyan bête qisetkirin ku rêveberîya Þah Îsmaîl reftarîyeka çawa li hemberî wan nîþan daye… Ev gotinên Îmam Ceferî wê pêþnîyaza karbidestên Îranê ku di navîna salên 1990an de, di dema serekwezîrtîya Tansu Çillerê de bo karbidestên Tirkiyeyê kiribûn tîne bîra meriv. Wê demê berpirsîyarên Îranê bo berpirsîyarên dewlet û hukûmeta tirk derbareyê elewîyan de vê yekê pêþnîyaz kiribûn: “Yan hûn wan bikin sunnî, yan jî destûrê bidin me, em wan bikin þîe.” Ev pêþnîyaz bi aþkerayî bi me dide nîþandan ku ji dema Îmam Cefer û heta bi roja me derbareyê qizilbaþan de ti tiþtek neguherîye. Ev hemî bi me nîþan didin ku elewî di nav xemsarîyeka mezin de ne. Ji vî layî ve divêt elewî bêne rexnekirin. Herwisa, divêt ev rexne berdewam bêne kirin. Divêt meriv ji layê maddî û manewî ve li ser sedemên vê yekê raweste ku, bê hela çima elewî ewçend bi xemsarî xwe wek “em musluman in” didin nîþan. Ev jî gelek balkêþ e ku elewîyên ku ti þertên muslumantîyê naynin cî, lê gelek di muslumantîyê de îsrar dikin. Hindek kes hene ku elewî ne, lê nimêja xwe jî dikin. Ya rast divêt meriv van kesan êdî wek kesên ku hatine asîmilekirin û bûne musluman bihesibîne.

Di kitêba Haþim Kutlu ya bi navê Kýzýlbaþ Alevilikte Yol, Erkan, Meydan de beþên derbareyê van mijaran de hene. Meriv dikane vê fikra Haþim Kutlu munaqeþe bike ku gelo peywendiya Kana Alamutê bi elewîyan re heye yan na. Herwisa, divêt ev jî bête munaqeþekirin ku gelo îsmaîlîye û nîzarîtî jî elewîtî ne yan na. Lêbelê fikrên wî yên din asoya meriv fireh dikin. Haþim Kutlu dibêje “Ger meriv ji vê rojê û þûn de rabe bibêje elewîyên kurd yan jî elewîyên tirk musluman in, dê ev munaqeþeyeka tewþ be.” (r. 397) Divêt meriv viya wisa têbigihê: “Gelek aþkera ye ku elewî ne musluman in. Munaqeþekirina wê bi xwe jî þaþîyek e.” Wek mînak, tiþtên ku di rûpelên 154-155 de têne qalkirin jî, vê yekê nîþan didin. Digel vana, elewîyên ku di peywendiyan de xemsarîyê dikin, divêt bêne rexnekirin.

______________________

Wergerandina ji tirkî: Roþan Lezgîn

Çavkanî: http://www.mavidefter.org/anasayfa/content/view/13/29/

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org