Di Nav Kurdan De Xirabkarîya Xebatên Nivîskî

 

Roþan Lezgîn

 

 

Li jêr navê “Festîvala Rêzgirtina Neteweyî bo Malbata Cemîl Paþa” çalakîyek di rojên 26-27.11.2007 de li Hewlêrê li Hola Pêþewa hatibû lidarxistin.[1]

Ji berê de, dema ku biryara lidarxistina çalakîyeka wisa hatiye girtin, hingê di çarçoveya vê projeyê de, wek beþeka girîng, biryara wergerandin û çapkirina çend cûre pirtûkên ku peywendiya wan bi vê mijarê re heye jî hatiye girtin.[2] Wek mînak, kitêba lêkolînî ya Malmîsanij Diyarbakýrlý Cemilpaþazadeler ve Kürt Milliyetçiliði, (Avesta, Stenbol 2004), Doza Kurdistan ya Qedrî Cemîlpaþa, Muhtasar Hayatým û Dîroka Kurdistan [Bi Kurtebirî-I] [3] yên Ekrem Cemîlpaþayî û kitêbine din. Li gorî vê projeyê diviyabû ku ev kitêb ji tirkî bo kurdî (kurmancî, soranî) û erebî bêne wergerandin, bi alfabeya erebî û latînî bêne çapkirin.

Di encamê de ev pirtûk hatine wergerandin û çapkirin. Di dema çalakiya festîvalê de hatine belavkirin jî. Di heman demê de hindek ji van pitûkên ku bona vê festîvalê wek projeyeka Wezaretî Roþinbîrî amade bûne, çapa wan a latînî li ser navê Weþanên Bîr hatine çapkirin û li Tirkîyeyê li dikanên pirtûkfiroþan jî têne firotin.   

Di vê gotarê de, ji nav van wergeran tenê ez ê çapa pirtûka Malmîsanij ya bo kurdîya soranî hildim dest. Ez ê li ser tevayî pirtûkê ranewestim, çunke hîç ne mumkin e ku ji layê wergerê ve ez tevayî xeletiyan nîþan bidim. Ger ez rabim karekî wisa bikim, divêt gotarek bi qasî çar paran zêdetirî vê pirtûkê binîvîsîm; ango divêt hem tevayî pirtûkê ligel metna orîjînal veguhêzim û berawird bikim, digel viya, wergera wê ya rastîn bikim û þîroveya xwe jî bidim ber. Lewre jî, ez ê bi giþtî di çarçoveya notan (têbinîyan) de ji xeletiyan tenê çend mînakan nîþan bidim.

Li ser navê erka roþînbîrîyê, bi taybet li ser navê kultura nivîskî ya kurd, betalkirina (cancel; geçersizleþtirme) hukmê vê wergerê peywireka wijdanî ye. Çunke bi rêya vê wergerê li gelekê ciyan agahiyên þaþ, zanînên di berevajîya wateya rastîn de têne belavkirin. Wek mînak, di çapa tirkî ya pirtûka Malmîsanijî de, nota 141 ya di rûpela 143 de îbareya “Esat Cemiloðlu, Mustafa Kemal’in 1916’da Mustafa Cemilpaþazade’ye de zaman zaman misafir olduðunu söyler. heye, lêbelê di çapa kurdîya soranî de wergera wê wisa ye: Es’ed Cemîl Paþa, bas lewe dekat ke hendê car Mistefa Cemîl Paþa’þ debû mêwanî Mistefa Kemal le salî 1916. Çawa ku dixuye, di îbareya orîjînal de Mistefa Kemal hendê car dibe mêvanê Mistefa Cemîlpaþazadeyî jî, lê di wergera wê de tam berevajî, hendê car Mistefa Cemîl Paþa [Cemîlpaþazade] jî dibe mêvanê Mistefa Kemalî. Bêguman divêt bête teqdîrkirin ku çi dema pêzanîneka wisa þaþ ya di berevajiya bûyera rastîn de bête belavkirin, piþt re li ser bingeha vê þaþiyê xwendevan dibin xwedî qenaetên þaþ û pê re jî fikrên þaþ derdikevin meydanê. Bi vî awayî heta bi heta derbareyê hinde diyardeyan de, bi taybet diyardeyên dîrokî, her tim ev þaþî xwe zêde dikin. Ji vê çendê, ez bi xwe di vê qenaetê de me ku wergera vê kitêbê, herwisa, wergera hindek kitêbên din yên ku di çarçoveya vê projeyê de çap bûne, -herçendî gelek nusxeyên wan hatibin belavkirin û hîn jî têne firotin û belavkirin jî- bila tu xwendevanek van kitêban wek jêdereka rastîn nepejirîne û qet piþta xwe bi pêzanînên wan girê nede.

Wergera ku ez ê nûke li ser bixebitim, bi nasnava “Malmîsanîj, Binemalley Cemîl Paþa Diyarbekirî û Kurdayetî, Dezgay Çap û Belawkirdinewey Bîr, Diyarbekir 2007, Wergêranî Le Turkîyewe: Dilþa Yusif & Feyzulla Birayîm Xan[4] hatiye çapkirin. Ji layê weþanxaneyê ve muþkileyeka din jî xwe nîþan dide ku li ser berga dawî ya vê kitêbê îbareya “Weþanên Wezareta Rewþenbîrî – Herêma Kurdistanê” jî heye. Ji ber ku di vê derbareyê de hîç daxuyanîyek li ser kitêbê tune, lewre jî meriv tênagihê gelo ev kitêb ji layê Weþanên Wezareta Rewþenbîrî yan ji layê Dezgay Çap û Belawkirdinewey Bîr hatiye çapkirin? Yan jî, çima navê du weþanxaneyan bi hev re li ser hatiye nivîsîn?

Di çapa tirkî de fotograf û belgeyên ku di nav kitêbê de hebûn, her yekî di beþa peywendîdar de cih girtibû. Lêbelê di çapa soranî de hemî fotograf di dawîya kitêbê de ne. Beþek ji fotografên ku di kitêba orîjînal de hebûn jê derxistine, lêbelê ligel hindek belgeyên din, çend fotografên cihê jî xistine. Dîsa, ew beþa bi sernavê “Cemîlpaþazadelerin Soy Aðacý” (Dara Malbatê ya Cemîlpaþazadeyan) ku di kitêba orîjînal de ligel kurtenivîsek ji rûpel 43 heta 91 cih girtiye, di çapa soranî de, digel ku kurtenivîs li þûna xwe ye, lê tablo xistine dawîya kitêbê û nivîsa wan jî nehatiye kontrolkirin. Nivîs xera bûye, hîn herf derneketine, naye xwendin û jê tiþtek naye fêmkirin. Hindek beþên ku di çapa tirkî de hene, di wergerê de jê hatine derxistin. Wek mînak, beþa ji rûpel 300 heta 317 nehatiye wergerandin. Beþên “Kaynaklar” (Çavkanî) û “Görüþme Notlarý Ve Bant Kayýtlarý” (Têbiniyên Hevdîtinan Û Tomarkirinên Kasetan) têde nîn in. Dîsa, 43 not (têbinî) jê hatine derxistin yan jî wergerandina wan hatiye jibîrvekirin. Lêbelê herçendî wek zarûrîyetek ji karûbarên weþangeriyê diviyabû ku di beþa “Pêþekî Çapî Kurdî” (r. 3, 4, 5) de wek kesekî berpirsîyar, ‘bediwaçûn û serpereþtîy giþtî’ Vedan Adem, yan berpirsiyarê Dezgay Çap û Belawkirdinewey Bîr, yan jî berpirsiyarên Weþanên Wezareta Rewþenbîrî – Herêma Kurdistanê ev agahî û sedemê van guhertinan bo xwendevanên soranî bidana jî, lê tu daxuyanîyek nîn e. Xuya ye ku ev kar ne li ser bingeheka zanistî û pîþeyî, li gorî keyfîyetê hatiye kirin.  

Tenê di rûpela 2. ya vê pirtûkê de, ku nasnameya berhemê ji layê Dezgay Çap û Belawkirdinewey Bîr hatiye nivîsîn, tam 12 xeletî hene. Wek mînak, weþanger yek ji e-mailên xwe wisa nivîsîye: kovarabýr@hotmail.com Çawa ku têye dîtin, di alfabeya elektronîkî de herfa ‘ý’ nîn e. Ger bi þêweya ku weþanger (weþangeran?!) navnîþana xwe nivîsîye, di posteya elektronîkî de bête nivîsîn, hîç peywendî çênabe.

Di rûpel 6 de kurteyek ji biyografiya Malmîsanij wergerandine. Hevokek jê wisa ye: “Le her du zankoy Sorbonn û Upsala zimanê farisî witotewe.” Lêbelê di çapa tirkî de, ku metna orîjînal e, heman îbare teqrîben wisa ye “Li Unîversîteya Sorbonnê û li Unîversîteya Upsalayê beþa zimanên îranî xwend.” Nûke, em dizanin ku têgeha xwendin tiþtek e, ya witotewe (gotiye/ders daye) tiþtekî din e. Malmîsanijî li van her du unîversîteyan ders nedaye, wî li van her du unîversîteyan beþa zimanên îranî xwendiye. Herwisa, zimanên îranî, komek ziman in. Lê zimanê farisî, tenê yek ji zimanên îranî ye.

Li ser berga kitêbê û li gelek cîyên din navê nivîskar jî wek navê kitêbê þaþ hatiye nivîsîn. Li ser bergê ‘Malmîsanîj’ hatiye nivîsîn, dû re Malmîsanic (r. 6) û wekî din li her derê gelek car ‘Malmîsanîc’ hatiye nivîsîn. Her sê þêwe jî xelet in: Navê rast yê nivîskêr ‘Malmîsanij’ e. Herwisa, wergera navê kitêbê jî diviyabû ku “Cemîlpaþazadekanî Diyarbekirî û Netewayetîy Kurdî” bûya lê ez nizanim çima wan wek “Binemalley Cemîl Paþa Diyarbekirî û Kurdayetî” wergerandine? Herwisa, wateya têgeha ‘Kürt Milliyetçiliði’ jî, ne ‘Kurdayetî’ ye. Peyva ‘Kurdayetî’ (Kurdîtî) di wateya peyva ‘Kürtçülük’ ya tirkî de ye. Wateya têgeha ‘Kürt Milliyetçiliði’ ya tirkî jî, di kurdîya soranî de ‘Netewayetîy Kurdî’ ye. Jixwe, li beþa ‘Pêþekî Çapî Kurdî’ di hevoka sereta de wek ‘Binemalley Cemîl Paþa w Xebatî Netewayetîy Kurd’ (r. 3) hatiye binavkirin [5]. Lêbelê ev îbare jî wateya rastîn ya navê resen îfade nake. Çunke wateya têgeha ‘xebata netewayetîy kurdî’ û wateya têgeha ‘netewayetîy kurdî’, ji hev gelek cihê ne. Malmîsanij di lêkolîna xwe de, ne tenê xebata Cemîlpaþazadeyan ya di warê netewayetiya kurdî de vedikole, belkî li dûr rawestîn û dijayetî û her bi çi awayî be, ketina jêr karîgerîya bizava netewayetiya kurdî jî vedikole. Di vî warî de pozîsyona Mistefa Cemîlpaþazade mînakeka girîng e. Hingê naveroka vê kitêba hêja ne tenê xebata netewayetîya kurd e, ji viya firehtir e. Digel ku gelek agahîyên girîng di vê lêkolînê de hebin jî lê esas di çarçoveya têgeha ‘netewayetiya kurdî’ de lêkolîner bala xwe dide ser hindek ji Cemîlpaþazadeyan. Her wekî ku di beþa ‘Dara Malbatê’ de bi sedan nav hebin, û piþtî Cemîl Paþa êdî tev Cemîlpaþazade bin jî, lêbelê lêkolîner ji layê têgeha ‘netewayetiya kurdî’ de bala xwe daye ser hindek ji wan. Malmîsanij di rêza sereta ya pirtûka xwe de dibêje, “Kürt ulusal hareketini inceleyenler, ondokuzuncu yüzyýl sonu ile yirminci yüzyýlýn ilk yarýsýnda bu harekette bazý aristokrat ve feodal aile mensuplarýnýn önemli rol oynadýðýný bilirler.” (r. 7) Lê mixabin, ev hevoka pêþî jî wek hemî hevokên vê kitêbê wisa þaþ û kêm hatiye wergerandin: “Her kesêk betiwîjînewe hellsabêt sebaret bebizûtnewey netewayetîy kurd dezanêt ke hendêk le binemalle eristokrasî û derebegekanî rollêkî hebû lem bizûtneweyeda.” (r. 7) Herwekî ku dixuye, di hevoka orîjînal de dibêje “bazý aristokrat ve feodal aile mensuplarýnýn”, çi dema ku ev peyva “mensuplarýnýn” ji nav hevokê bête derxistin, yan jî neyête wergerandin, wate diguhere. Çunke qesta nivîskar ne ku “… hendêk le binemalle eristokrasî û derebegekan …” in, qesta nivîskêr, yan jî wateya rastîn ya hevokê “… hendêk le endamekanîy binemalle eristokrasî û derebegekan …” in. Herwisa, îbareya “Netewayetîy Kurd” jî ji layê wate û giramerê de ne rast e, ango ne di wateya têgeha resen de ye. Wek mînak, çi dema ku em bibêjin “Enstîtuya Kurd”, di vir de wate ev e ku “enstîtu” bi xwe “kurd” e. Ango li vir peyva ‘kurd’ wek rengdêr dimîne. Mîna ku em bibêjin “Medreseya Sor”. Mînakeka din, çi dema ku em bibêjin “Seîdê Kurd” dîsa, tenê wek kesekî kurd yê bi navê Seîd tê fêmkirin, lê dema ku em dibêjin “Seîdê Kurdî” hingê ew kesê (Seîdê) ku aîdê ‘kurdan’ e, aîdê ‘kurdayetîyê’ ye, tê fêmkirin. Lewre jî dema ku em dibêjin ‘Netewayetiya Kurdî’, êdî peyva ‘kurdî’ di vê wateyê de ne rengdêr e. Ji vê çendê, ‘Enstîtuy Keleporî Kurdî’, ‘Mêjûy Edebîyatî Kurdî’ têye gotin. Bi vê þêweyê, li vir jî wateya soranî ya têgeha “Kürt Milliyetçiliði” ya zimanê tirkî, “Netewayetîy Kurdî” ye.

Wergera vê berhema hêja seranser þaþ e. Hevok û îbare yan berovajî kirine, yan jî kêm wergerandine. Tu sîstematîkek têde nîn e. Xwendevan tênagihê bê hela kîjan îfade yên nivîskêr in, kîjan ji çavkaniyên din wergirtî ne. Lê di çapa tirkî de ne wisa ye, beþên wergirtî xuya ne.

Wek ku min gotibû, ez ê bêhtir bala xwe bidim ser çend notan (têbinîyekan). Wek mînak, nota 9. di çapa tirkî de wisa ye:

Binêrin, Çevik, Süleyman, “Li Ser Malbat û Hereketa Þêx Seîd Em Bi Abdulmelîk Firat re Peyivîn”, Nûbihar, Ýstanbul, hejmar: 45 (Hezîran 1996), r. 13-14.

Kaya, Ferzende, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fýrat’ýn Yaþam Öyküsü, Anka Yayýnlarý, Ýstanbul, 2. basým, 2003, s. 32

Jaravayî, Seyîd Kazim, "Þêx Se'îd Kî Bû?", Armanc, hejmar: 27 (Adar û Nîsan 1367), r. 40” (Not: 9, r. 14)

Lêbelê di çapa soranî de bi vî awayî ye:

 Mihemed Ferîd Cemîl Paþa birayê Es’ed Sizaî [Esat Sezaî] þitêkî cîyawaz bas dekat: Bapîreyan Qasim (Qasimî Yekem) çote Bonew [Bosna] Hersek_bekurtî, wa diyare yekêk le bapîrekanî binemalley Cemîl Paþa çote Bosnew Hersek [Bosna-Hersek], bellam ciyawazî heye kamyan bû.” (Not: 9, r. 14)

Gelo tu peywendiyek di nav van her du notan de heye?

Di wergera soranî de ji ber ku beþa ji rûpel 300 heta 317 jê derxistine, lewre notên ji 341 heta 369 jê derketine. Lê gelek notên din hene ku nehatine wergerandin, ango winda ne: Notên 388, 390, 391, 422, 425, 426, 427, 428, 429, 466 û 498 nîn in. Li tu dereka vê kitêbê nehatiye gotin ku bê hela ev not çima jê hatine derxistin. Jixwe, tu notek bi temamî nehatiye nivîsîn; yan xelet wergerandine, yan tevlihev nivîsîne, yan rûpel nenivîsîne, yan jî têkelî hev kirine. Notên ku wergerandine jî, her yekî bi þêweyeka cihê nivîsîne; ango hîç sîstematîkek nîn e. Wek mînak, nota 128 di orîjînala xwe de wisa ye:

Beysanoðlu, Þevket, ‘Mustafa Kemal Atatürk’ün Diyarbakýr'daki Kafkas Cephesi Komutanlýðý’, Atatürk Araþtýrma Merkezi Dergisi, c. 2, sayý: 5 (Mart 1986), s. 487, 492

Wergera wê ya rastîn diviyabû ku wisa bûya:

Beysanoðlu, Þewket, “Fermandariy Mistefa Kemal Atatirk Bo Berey Qafqas Le Diyarbekirda” Govarî Nawendî Tiwêjînewey Atatirk, Berg 2, Jimare 5, (Azar 1968), Laperre 487, 492

Lêbelê di wergera wê ya soranî de bi vî awayî ye:

Þewket Beysanoðlu, (Serkirdayetiy Mistefa Kemal Etaturk Bo Tiwêjînewe. Bergî (5): Jimare (5)î Azarî 1986 Laperre (487-492).” (Not: 128, r. 103)

Berga 2, kirine (5). Herwisa, jimareya 5 ya kovarê jî kirine (5)ê meha adarê. Atatirk jî, ji fermandariya bereya Qafqas girtine kirine serkirdey tiwêjînewe (serpereþtê lêkolînê). Û jixwe, le Diyarbekir û govar û nawend jî ‘tune’ kirine! Gelo lêkolînerek bixwaze vê jêderê bibîne, yan jî orîjînala agahîyên ku jê hatine wergirtin bixwîne, dê bi kîjan referansê vê kovarê peyda bike?

Diviyabû ku jêder (çavkanî, serçawe) nehatana wergerandin, wek orîjînala xwe di metna wergerê de cih bigirtana. Lêbelê ger meriv wergerîne jî, wisa nayête wergerandin.

Ne ku tenê di notan de jimare wisa diguherin, di wergera metnê de jî ev wisa ye. Wek mînak, di metna orijinal de, di dawîya nameya ku Qedrî Cemîlpaþayî wek numayendeyê Hizba Demokrata Kurdî ya Sûriye bo serokê Komara Kurdî ya Mehabadê Qazî Mihemedî nivîsîye de îbareyeka wisa heye:

21 Eylül 1946 / 20 Hermanan 1325

Numayendeyê Hîzbê DKS” [Hizba Demokrata Kurdî ya Suriyê]

Zýnar Silopi” (abç.)” (r. 351)

Lêbelê di wergera wê de wisa hatiye nivîsîn:

12/Eylul/1946

Partî Demokratî Kurd Le Surya

Zinar Silopî(429) (r. 294)

Ez bi xwe tênegihîþtim mebesta wergêran çi ye, ku 21ê eylulê kirine 12ê eylulê? Çima mêjûyê nivîsîna nameyê 9 roj paþ de girtine? Herwisa, ez qet tênegihîþtim bê hela ev jimareya (429) ya ku bi navê Zinar Silopî ve zeliqandine, tê çi wateyê?

Di metna orîjînal de, ango di çapa tirkî ya kitêba Malmîsanij de destpêka vê nameyê, ger bo kurdî bête wergerandin, tam wisa ye:

Pêþewayê Gewre Serekê Cumhûrîyeta Kurdistan

Ezbenî,

Ez bendeyê we ji vir tam sih û pênc sal berê, hîn dema ku li Stenbolê xwendekarê dibistanê bûm, ji ber encama bi elem ya jiyana esaretê ku pêþkarî miletê me bûye û ji hejarî û þepirzeyiya ku di ser de hatiye agahdar bûm û ez kesayetekî wisa me ku ji wê rojê vir de bîlfiîl di nav curbicur rêxistinên siyasî û zanyarî yên ku dê Kurdistanê bigihînin rizgarîyê de xebitîme.” (r. 350)

Wergera wê ya çapa soranî jî wisa ye:

Gewrem Serokî Komarî Mezinî Kurdistan

Min wek xom bo 35 sall deçêt hewllî xwêndinimdawe, her lew rojanewe ke bo xwêndin le Estembull bûm û ta ku êsta le pênawî rizgarkirdinî gelî kurd le kotî esaret ke be serîda sepênrawe, le coreha çalakîy sîyasî w zanistî beþdarîm kirduwe le pênawî eweye Kurdistan serbixoyî xoy be dest bihênêt.” (r. 293)

Ev mînak derbareyê þêweya wergerandinê de bo me dibe awêneyek, lewre ez hewce nabînim ku derbarê metnê de zêdetir mînakan veguhêzim. Lêbelê ez dikanim vê bibêjim ku tevayîya wergerê di heman þêweyê de ye.   

Di nota 75 ya metna tirkî de îbareyek heye, teqrîben wisa dibêje, “Di pirtûka Doza Kurdistan a ku ji layê Mehmet Bayrakî ve bo weþanê hatiye amadekirin de du navên ku li vir in, þaþ hatine nivîsîn.” Lêbelê di wergera wê ya soranî de bi vê þêweyê hatiye nivîsîn:Yekêk le nawekanî çapî Kêþey Kurdistan behelle hatuwe ke le layen Mihemed Bîraq amade kirawe. Di metna resen de dibêje “du nav”, lê di wergerê de kirine “yekêk”.

Hemî nav xelet hatine nivîsîn. Wek mînak navê Esat Sezaî Cemiloðlu geh wek Es’ed Sizaî Cemîl Paþa (Not: 24, r. 24), geh jî wek Esed Sizaî Oðlu (Not: 406, r. 300) nivîsîne. Navê Vedat Günyol, geh wek Widad Gunbul (Not: 33, r. 30), geh wek Widad Cunyul (Not: 46, r. 65-46) û geh jî wek Widad Gunyol (r. 355) nivîsîne. Navê Vacîde Yenal kirine Wecdî Yenall (Not: 29, r. 29) û Wecdî Yanal (Not: 34, r. 31). Vacîde [Wacîde] jin e, lê Wecdî navê mêran e. Herwisa, têye zanîn ku wateya peyva “dezga; sazî”, ne ‘nawend’ yan jî ‘senter’ e. Lêbelê îbareya “Türk Dil Kurumu” (Dezgay Zimanî Tirkî) wek “Senterî Zimanî Turkî” weregrandine (Not: 38, r. 35), herwisa, “Türk Tarih Kurumu” (Dezgay Mêjûy Tirkî) jî wek “Nawendî Mêjûy Turk” wergerandine (Not: 154, r. 118).

Ev tenê çend mînak in. Lê tevayîya notan û pirtûk hemî bi vî awayî xelet hatiye wergerandin. Nûke ez ê mînakeka din jî bidim û vê behsê bigrim. Navê kitêba Þewket Beysanoðlu “Anýtlarý ve Kitabeleri ile Diyarbakýr Tarihi” (Mêjûyê Diyarbekir Ligel Abîde Û Kitabeyên Wê) ku di nav notên çapa tirkî ya kitêba Malmîsanij de derbas dibe, bi neh þêweyan hatiye wergerandin lê yek ji wan jî ne rast e:

1.Kitêbekanî û Mêjûy Diyarbekir (Not: 5, r. 12)

2.Yadwerekan û Kitabekan û Mêjûy Diyarbekir (Not: 23, r. 23)

3.Mêjûy Diyarbekir Le Þiwênewarekan, Le Nûsînekanî (Not: 104, r. 77)

4.Mêjûy Diyarbekir Be Þiwênewarekan û Nûsînekanî (Not: 113, r. 85)

5.Mêjûy Diyarbekir Be Þiwênewarekanî û Nûsînekanî (Not: 115, r. 88)

6.Mêjûy Diyarbekir Be Asewarekanî û Nûsînekanî (Not: 137, r. 107)

7.Mêjûy Diyarbekir Le Þiwênewarekanî û Nûsînekanîda (Not: 143, r. 111)

8.Mêjûy Diyarbekir Þiwênewarekan û Nûsînekanî (Not: 156, r. 122)

9.Mêjûy Diyarbekir Le Þiwênewarekanî û Le Nûsînekanîda (Not: 161, r. 122)

 

Werger, ew tiþtê ku di zimanekî de îfade bûye, heman tiþtî, her wekî ku ji her layî ve teqabulî wê îfadeyê bike, di zimanekî din de ji nû ve sazkirin e. Bêguman wergerandin xebatek li ser zimên e. Bi wateyeka din, karê wergêrîyê li ser zemîna zimên çêdibe. Heke wisa be, hingê divêt berîya her tiþtî em qebûl bikin ku wergêrek di heman demê de zimanzan e. Hem giramerê baþ nas dike û hem jî derbarê zanyarîya zimên de xwedîyê zanîneka tekuz e. Wergêr, kêmtir du zimanan baþ dizane; zimanê ku jê têye wergerandin û zimanê ku lê têye wergerandin. Ev zanîn ne zanîneka sade, divêt zanîneka pisporane be. Gelek baþ naskirina sîstema her du zimanan; gelek baþ naskirina kod û þîfreyên bêhejmar, ku di her zimanekî de bi awayekî cihê û bi dirûvekî xweser þekil girtine; naskirina her du kulturan; naskirina mijara metnê; û helbet qabîliyeta wergêriyê jî zor girîng e.

Herwekî ku dixuye, wergera van kitêbên ku min bala xwe daye ser, xelet e. Di serî de Wezaretî Roþinbîrî, herwisa, bi qasî wergêran, weþanger û ‘serpereþtîy giþtî’ jî, ji vê karesatê berpirsiyar in.

Ger xebatên bî vî awayî yên nivîskî bi alîkarî û çavdêrîya dezgayek wek Wezaretî Roþinbîrî bêne kirin, Wezareta Roþinbîrî bi heq kitêban bide wergeradin, ev dê bibe xizmeteka baþ. Lê bî wî þertê ku li gorî qayde û usûlên vî karî be! Wek mînak, Wezaretî Roþinbîrî dikanîbû wergerandin û çapkirina van kitêban bi destê komîsyoneka pispor bidana kirin; di nav kurdan de kesên wisa helbet hene. Qet nebe dikanîbû berîya çapkirinê van wergeran bidana kontrolkirin û hîn çap bikirana.

Pare qirêja destan e, tê û diçe; çalakîyên festîvalan demekê þûnde têne jibîrvekirin; kevir ji cihê xwe gêr dibin; însan tên û diçin; lê nivîs/kitêb hertim dimînin. Bêguman hîç kesek ne mecbûr e ku her karî bike, lê dema ku meriv karekî kir jî, bi taybet karê nivîskî, hingê mecbûr e rîayeta qaydeyên vî karî bike. Ger ne wisa be, dê zirara xwe ji kara xwe zêdetir be. Ewên ku nirxên neteweya kurd ‘tune’ dikin, ewên ku lîteratura kurdan ‘wêran’ dikin, gelek in, ango dijminên neteweya kurd pirr hene. Lêbelê, tiþtê ku dilê meriv di kûrahîyê de diêþîne, li ser navê xizmeta bo neteweya kurd, ewçend xirabkarî, kurd bi destê xwe dikin.  

Ekrem Cemîlpaþa, Qedrî Cemîlpaþa… di rêya doza netewayetiya kurdî de jiyana xwe di nav gelek zehmetiyan de derbas kirin. Malmîsanij, di penahendetiyê de bi îmkanên xwe yên kesane, di nav hezar zehmetî û muþkileyan de, wek alimekî hêja yê neteweya kurd, gelek lêkolîn û berhemên hêja nivîsîn. Lêkolîna wî ya bi navê Diyarbakýrlý Cemilpaþazadeler ve Kürt Milliyetçiliði gelek hêja ye; di çarçoveya vî sernavî de dîroka me ya destpêka sedsala nozdehan ji çend layan ve ronî dibe. Lê wisa dixuye ku, bi van wergerandinan re, em ji ber bêciddîyetî û kêmzanîna xwe, bi pareyên neteweya kurd li hemberî keda wan bêrêziyê dikin û bi van karên wisa em dîrok û lîteratura xwe jî xera dikin.  

 

____________________

 

[1]http://www.avestakurd.net/index.php?subaction=showfull&id=1196089198&archive=&start_from=&ucat=2&

http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=9920

 

[2]Di beþa bi sernavê ‘Pêþekî Çapî Kurdî’ de paragrafa pêþî wisa ye: “Projey wergêran û be çap geyandinî em kitêbe (Binemalley Cemîl Paþa w Xebatî Netewayetî Kurd)î nuser Malmîsanic sererray kitêbekanî: (Bîrewerîyekanem) û (Mêjûy Kurdistan)î Ekrem Cemîl Paþa, (Bawkî [Apo] Comerd) û (Dozî Kurdistan)î Qedrî Cemîl Paþa (Zinar Silopî), ledûtiwêy yekêk le bergekanî em fêstîvallî rêzlênane neteweyîye ke wezaretî roþinbîrî pêy helldestêt le jêr çawdêrî berrêz Nêçîrvan Barzanî serokî Encumenî Wezîranî Herêmî Kurdistan.” (r. 3)

 

[3]Kitêba Ekrem Cemîlpaþa ya bi navê Dîroka Kurdistan ku hem ji bo projeya Wezareta Roþinbîrî hatiye çapkirin û hem jî li ser navê Weþanên BÎR li pirtûkfiroþan tê firotin, di orîjînala xwe de bi kurdiya kurmancî hatiye nivîsîn û cara pêþî bi nasnava “C. P. C., Dîrok a Kurdistan Bi Kurteliri [Kurtebirî]-I, [Beyrut, 1972]” çap bûye. Piþt re, bo tirkî hatiye wergerandin û bi nasnava “Ekrem Cemil Paþa, Kurdistan Kýsa Tarihi, Doz Yayýnlarý, Ýstanbul, 1998” çap bûye. Lêbelê dîsa, ji tirkî bo kurdî hatiye wergerandin. Her wekî ku ji navê wê yî orîjînal û ji navê wê yî tirkî dixuye, dîroka Kurdistanê bi kurtebirî ye, lê dema ku wergerandine, wek ‘Dîroka Kurdistan’ nav lê kirine ku naverok û nav li hev nakin. Xeletiya wergerandinê ji nav dest pêdike.

 

[4]Çapa erebî ya vê kitêbê ku bi nasnava “Malmîsanîc, Aîle Cemîl Baþa El-Diyarbekirî Wel-Nizal El-Qewmîye El-Ekrad, Wezaret El-Seqafe – Iqlîm Kurdistan & Muesseset Bîr El-Tibae Wel-Neþr, El-Teb’et El-Sanî Diyarbekir 2007, El-Terceme Mîn’el-Turkiye: Feyzullah Birayîm Xan & Dilþa Yusif” jî, wek dixuye van her du kesan, ango Feyzullah Birayîm Xan û Dilþa Yusif wergerandiye. Îhtîmaleka gelek mezin e ku, di navbera wergera bo kurdîya soranî û bo erebî de hîç cîyawaziyek nîn be. Lewre jî ez di vê baweriyê de me ku ev karesata çapa kurdîya soranî di çapa erebî de jî hemin wisa ye.

 

[5]Di beþa bi sernavê “Pêþekî” ya Dozî Kurdistan de ku di çarçoveya heman projeyê de hatiye çapkirin, navê kitêba Malmîsanij wek (Xebatî Neteweyî Kurd û Binemalley Cemîl Paþay Diyarbekirî) Malmîsanîj, hatiye nivîsîn. (Cemîlpaþa, Qedrî, Dozî Kurdistan, Belawkirawey Wezaretî Roþinbîrî – Herêmî Kurdistan & Dezgay Çap û Bellawkirdinewey Bîr, Diyarbekir 2007, Wergêrranî Feyzulla Birayîm Xan & Berzan Wehab, r. 5). Û di beþa bi sernavê “Têrriwanînêk” ya Kurtey Jiyanem ku ev kitêb jî di çarçoveya heman projeyê de hatiye çapkirin, navê kitêba Malmîsanij îcar wek (Bizûtnewey Netewayetîy Kurd û Binemalley Cemîl Paþay Diyarbekirî)î Malmîsanîç hatiye nivîsîn. (Cemîlpaþa, Ekrem, Kurtey Jiyanem, Dezgay Çap û Bellawkirdinewey Bîr, Diyarbekir 2007, Wergêran: Feyzulla Birayîm Xan & Berzan Wehab, r. 9). Wek dixuye, navê kitêbê bi çar awayan hatiye wergerandin lê tu yek jî ne di wateya navê orîjînal de ye.

_______________

Not: Ev gotar li www.amidakurd.com jî weþiyaye.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org