|
Ziman,
Neteweperestî û Roþinbîr Îsmail Beþikçi Wergerandina
ji tirkî: Roþan
Lezgîn Li
Tirkîyê hizirîneke giþtî ya bi vî awayî heye, ku dibêjin “her awayê
neteweperestîyê (nasyonalîstî) xirab e.” Dibêjin “di çi demê de
dibe bila be, di kîjan rewþê de dibe bila bibe, neteweperestî xirab
e.” Ev yek di çapemenîyê de, li unîversîteyan, di nav rêxistinên
sivîl de, li nav nivîskar û rojnamegeran hizirîneke giþtî ye, hizirîneke
meqbul e. Ev awirê hanê di nav roþinbîran de jî gelek meqbul e. Li nik
vê hizirîna ku dibêje “neteweperestî xirab e” hizirîna “ne pêwîst
e ku ji bo her zimanek dewlet hebe, ev ne mumkûn e” jî têye gotin. Divêt
ev yek bête vekolandin ku bê hela ev hizirînên hanê li kîjan heyamî,
di rewþeke çawan de û li hemberî kê têne gotin? Ez
ne di wê qenaetê de me ku ev hizirînên hanê, ev awirên hanê bi hûrbinî
hatibin vekolandin û pirsîyarkirin. Ev hizirîn, yan jî ev awirê ku
derbarê neteweperestîyê de meqbul û belavbûyî ye, meriv dikare bi vî
awayî pirsîyar bike: Ka hela em salên 1980yî bînin bîra xwe. Wê demê
li Bulgarîstanê guhertina navê tirkên ku li wira niþtecih in, li tirkan
danîna navên bulgarî, her wiha, bûyerên wek bulgarkirina tirkan çêdibûn.
Zorê li tirkan dikirin ku ew navên bulgaran li xwe bikin. Her wiha, dihate
gotin, kesên ku navê bulgaran li xwe daynin dê li brokrasîya dewletê,
di nav Partîya Komunîst a Bulgarîstanê de bi hêsanî derkevin radeyeke
bilind. Û dihate gotin, “ger hûn navê bulgarî li xwe daneynin, ger hûn
li dijî vê projeya dewletê derkevin, dê jiyana we gelek dijwartir be, hûn
ê ligel zehmetîyên gelek mezin rû bi rû bimînin û dê ev zehmetî her
li dar bin…” Wê demê ewên ku navên bulgaran li xwe nedikirin, ewên
ku li ber xwe didan da ku wek tirk bimînin, bi qefleyên ku ji hezaran kesî
pêktên, koçî Tirkîyê dibûn. Ev berxwedan û têkoþîna tirkên li
Bulgarîstanê ku di riya parastina nasname û kultura xwe de dihat dayîn,
li Tirkîyê bi dilxweþîyê dihate þopandin. Li Tirkîyê berpirsîyarên
dewlet û hukûmetê bi tundî li hemberî vê hizirîn û kiryara asîmilasyonîst
a dewleta Bulgarîstanê derketin. Te divê bila serokê komarê be, te divê
bila serokê wezîran be, li ser hev daxuyanî belav kirin. Her wiha, te divê
li nav sazîyên navneteweyî yên wek Yekîtîya Neteweyan, Yekîtîya
Ewropayê û Konseya Ewropayê be, te divê di pêwendîyên rasterast ên
ligel sazî û dewletên din be, bi taybet gelek hewl didan xwe da ku vê
rewþê raxînin pêþ çavên raya giþtî ya cîhanê. Bi israr her
dixwestin ku berpirsîyarên bulgarî bêne protestokirin, her wiha,
dixwestin ku bila ew zorê li dewleta Bulgarîstanê bikin da ku ew êdî
dawî li vê polîtîkaya bulgarkirina tirkan bîne. Li nik berpirsîyarên
dewlet û hukûmetê partîyên sîyasî jî li ser hev vê hizirîn û
kiryar û nîyeta Bulgaristanê rexne kirin. Meclisa Miletê ya Mezin a Tirkîyê
(TBMM) bi dengên hemî endamên xwe biryarên ku Bulgarîstanê þermezar
dikin û bûyeran eþkera dikin girtin. Ew biryar yek bi yek bo dezgeyên
navneteweyî û dewletan hatin ragihandin. Meclisa Tirkîyê li perlamentoya
dewletên derve ji ber wan hizirîn û kiryar û nîyetê gilîyê Bulgarîstanê
kir. Hemî unîversîteyên Tirkîyê biryarên ku Bulgarîstanê þermezar
dikin girtin. Senatoyên unîversîteyan biryarên ku girtibûn bo unîversîteyên
welatên derve ragihandin, her wiha, ji wan xwestin ku ew jî Bulgarîstanê
þermezar bikin. Unîversîteyên welatên derve ji vê nîyet û kiryara ku
li hemberî tirkan pêkhatîye agahdar kirin. Çapemenî, medya, rojname,
televîzyon û radyoyan di radeyeke bilind de kampanya li dar xistin. Di vê
meseleyê de li ser hev cih dan hevpeyvîn û nûçeyan. Bulgarîstan bi faþîstîyê,
bi dagîrkerîyê, bi kevneperestîyê dihat tawanbarkirin û rexnekirin. Li
ser dihate rawestîn ku bê hela çawan dewleteke komunîst berovajîyê
prensîba mafê tayînkirina paþeroja neteweyan tevdigere. Sendîkayên
karkeran, sendîkayên karmendan, dezgeyên sporê, Serokatîya Karûbarên
Dîyanetê daxuyanîyên ku Bulgarîstanê tawanbar û rexne dikirin, belav
kirin. Cûre bi cûre sazîyên civakî yên sivîl jî dan dû heman reftarîyê.
Tevayî van sazîyan muadilên xwe yên li welatên derve di vê meseleyê
de xistin nav tevgerê. Hindek rêxistinan numayîþ û meþ û mitîng li
dar xistin. Hindek
ji partîyên sîyasî yên çepgîr û rêxistin û kesayetîyan jî li
hemberî operasyonên Bulgarîstanê ku li ser tirkên wira dihatin meþandin
bi tundî hêrsa xwe nîþan dan… Divêt meriv van nerazîbûnan maqul bibîne.
Her wiha, tiþtê ku li hemberî vê hizirîn û nîyet û kiryarên Bulgarîstanê
bête kirin jî, divêt her ev be. Li
Bulgarîstanê ew têkoþîna ku li hemberî kiryarên bulgarkirinê, li
hemberî danîna navên bulgaran hate dayîn, têkoþîneke neteweyî bû.
Ev berxwedana hanê li Tirkîyê ji alîyê her kesî ve di radeyeke bilind
de hate destekkirin. Unîversîteyan, dezgeyên çapemenîyê, roþinbîran
û nivîskaran jî piþtgirîya vê têkoþînê kirin. Di vê pêvajoyê de
ligel tirkên ku ji Bulgarîstanê koçber bûne, ango ew tirkên ku ji bo
nebin bulgar koçî Tirkîyê bûne, hevpeyvîn hatin kirin. Tirkekî ji van
kesan, digot “li wira, ji bo ku tirkan bikine bulgar, xebateke gurr têye
meþandin, ewên ku navên bulgaran qebul nakin, ewên ku naxwazin bibin
bulgar, di gelek îþkenceyên giran re derbas dibin.” Wî zilamî qala
“Kampa Belene” dikir, lê bi zimanê bulgarî qal dikir. Axiftina wî ji
zimanê bulgarî bo tirkî dihate wergerandin. Wê demê ez li girtîgeha Çanakkaleyê
(Dardanel) ya bi þêweya E (E tipi) de bûm. Axiftina tirkekî Bulgarîstanê
ku bi zimanê bulgarî diaxifî qet li xweþa hevalên þoriþger ên ku li
girtîgehê bûn neçû. Kesî guh neda axiftina wî. Kêfa tu hevalekî yên
li qawîþa (jûre) me ji vî zilamî re nehat. Sedema vê yekî jî, bêguman,
ev bû ku, ew ne bi tirkî lê bi bulgarî diaxifî. Dîsan, her wê demê
ligel tirkekî din ku ji ber fiþarê ji Bulgarîstanê revîyabû, hevpeyvînek
dihate kirin. Wî jî her behsa ew îþkenceya ku li wan hatîye kirin
dikir. Behsa wan îþkenceyên ku li “Kampa Belene” hatine kirin jî
dikir. Gelek bi zehmetî tirkî diaxifî, bi tirkîyeke xwaro-maro, bi tirkîyeke
þkestî diaxifî, lê axiftina wî bi zimanê tirkî bû. Gelek zorê li
xwe dikir ku bi tirkî biaxife. Di axiftina xwe de hewl dida xwe da ku
radeya asîmîlasyonê bide nîþan. Li girtîgehê her kesî ji vî tirkî
hes kir, kêfa wan jê re hat. Her kesî bi baldarî guhê xwe da ser
axiftina wî da baþ têbigihên bê hela ew çi dibêje. Wan
tirkên ku navê bulgaran li xwe kiribûn û li Bulgarîstanê mabûn, her
wiha, ewên ku bi eslê xwe tirk bûn lê di karûbarên îdarekirina dewletê
û Partîya Komunîst a Bulgarîstanê de dixebitîn, çapemenî û partîyên
sîyasî û hwd. ên Tirkîyê ev kes bi ajanî û xayînîyê tawanbar
dikir. Ji
dawîya salên 1980an û vir de tevgera kurd jî derkete pêþ. Têkoþîna
azadîyê di nav gel de belav bû. Kurdan jî dest pêkir daxwazên xwe yên
wek “ez zimanê xwe dixwazim”, “ez dixwazim bi zimanê bav û kalên
xwe, bi zimanê kurdî bixwînim û binivîsim”, “em dixwazin navên
kurdî li zarokên xwe bikin”, “zimanê me rûmeta me ye, divê em li rûmeta
xwe xwedî derkevin” dan zanîn. Her ku çû ev daxwazên hanê gurrtir û
zêdetir bûn. Ev daxwazên hanê her ku çû hê zelaltir bûn. Her wiha,
kurdan di wan drûþm û pankartên ku li numayîþan, li meþ û mîtîngan
û þahîyên Newrozê de bilind dikir, wan hewl dida xwe ku vê yekê
bidine nîþan. Ev proses her ku çû gurrtir bû û heta bi roja me hat. Ev
e, di vê heyamê de roþibîrên tirk, nivîskar û çapemenî û medyaya
tirk dest pê kir, got “neteweperestî xirab e”, “her awayê
netweperestîyê xirab e”, “ne pêwîst e ku ji bo her zimanek dewletek
hebe, li cîhanê çar hezar ziman hene, ger bo her zimanî dewletek bivê,
ev dike çar hezar dewlet, hingê dê ev jî bibe kaos, ev ne mumkûn
e…” Min
li jor behs kiribû ku þoriþger ji axiftinên wî tirkê ku bi zimanê
bulgarî qala operasyonên bulgakirinê dikir aciz bibûn û qet guhê xwe
nedabûn xeberdana wî, tu qîymeyek jî nedabûn gotinên wî lê ew tirkê
ku bi tirkîyeke xwaro-maro, bi tirkîyeke þkestî diaxifî, her zorê li
xwe dikir ku bi tirkî biaxife, þoriþgeran gelek bi baldarî bala xwe dabûn
ser xeberdana wî, ew gelek li xweþa hevalên li girtîgehê çûbû. Van
hevalên þoriþger li wan salan û li salên di pey re jî, di her firsendê
de nerazîbûna xwe ya ji kurdên ku bi zimanê xwe diaxifin dan xuyakirin.
Van kesan dest pê kirin gotin, “ewên ku bi kurdî diaxifin, ewên ku
hewl didin xwe da kurdî binivîsin, ew neteweperest-nîjadperest in, ew di
nav reftarîyeke li dijî þoriþ û enternasyonalîzmê de ne.” Meriv xweþ
têdigihê ku bê hela çawan li nav dilê hevalekî þoriþger hîsên
neteweyatîyê geþ dibin, her wiha, meriv dîsan xweþ têdigihê ku bê
hela ew heskirina ku bo tirkekî Bulgarîstanê, bo tirkekî ku bi tirkî
diaxife çawan çêdibe. Lê ew reftarîya van hevalan a ku li dijî hîsên
neteweyî yên kurdan çêdibe, helbet divêt ew jî were rexnekirin.
Neteweperestîya tirk, neteweperestîya ereb, neteweperestîya fars helbet
xirab e. Çunke ev dixwazin ji binî ve kurdan; ligel ziman û kultura wan,
kurdayetîyê li rûyê erdê tune bikin. Ew dixwazin navê “kurd” û
navê “Kurdistanê” ji nav zimanan derxin û ji dîrokê derxînin.
Belam kurd jî li hemberî van operasyonên tunekirina ziman û kultura kurdî
li ber xwe didin. Kurd li hemberî fiþara ku li ser ziman û kultura wan têye
dayîn li ber xwe didin, her wiha, ew dixwazin ligel ziman û kultur û nav
û navnîþana xwe di nav azadîyê de û her wekî gelên din jiyana xwe îdame
bikin. Ew têdikoþin da berevanîya nirxên xwe yên neteweyî bikin. Ev
gelek vekirî ye ku ev têkoþîneke rewa ye, mafdar e. Heta ku ev têkoþînek
li dijî zilmê û fiþardinê ye. Ew têkoþîna ku li hemberî zilmê û
fiþardinê têye dayîn jî, têkoþîneke wisan e, ku ji bo nirxeke gerdûnî
têye dayîn. Kurd nabêjin “Xwezî bi wî ku dibêje ez kurd im”, na,
ew hewl didin xwe ku acizîya xwe ya ji ber zilm û fiþardinê bibêjin.
Kurd nabêjin “Kurdek dike bi hemî cîhanê”, na, ew hewl didin xwe ku
bibêjin bê hela çendî zilm li ser wan e, çiqas tada û heqaret li wan têye
kirin. Kurd ne di nav îddîaya mezinatîyê de ne, her wiha, tu nîyet û
armanceke wan a wek îdarekirina miletên din, carînan li miletên din
xistin, wan terbîye kirin jî nîne, tam berevajîya vana de, ew dixwazin
bidin zanîn ku êdî bila zilma ji ser wan rabe, dixwazin li dûrî tada û
fiþardinan ji xwe re di nav azadîyê de bijîn. Di vê reftarîya kurdan
de têgihaþtina wek însan qîymetdayîna nirxên însanîyetê heye.
Tadaya li ser nasnameyê jî, tadaya li ser nirxên însanîyetê û nirxên
gerdûnî bi xwe ye. kurdan ev drûþm li ser sîngê banî û çîyan nenivîsandine,
na, ew hewl didin xwe da ku li zindanan, li hucreyan, li dadgehan reftarîya
xwe ya li dijî van drûþman nîþan bidin. Kurd bi ewên ku ne kurd in
sonda “Ez kurd im, rast im, jêhatî me… bila hebûna min bo hebûna
kurdan fîda be” nedane xwendin, zorê lê kesî nekirine ku vê sondê
bixwîne, na, ew hewl didin xwe da ziman û kultura xwe ya dibin zordarîyê
de rizgar bikin, lê xwedî derkevin û pêþ ve bibin. Tu nîyet an
daxwazeke kurdan ku ew rabin ewên ku ne kurd in, bo numûne, asûrî-suryanîyan,
ereban, farsan û tirkan bikine kurd, wan di nava xwe de asîmîle bikin qet
nîne… Mumkûn e ku ev hewldanên kurdan ên wek xwe ji bin nîrê zordarîyê
rizgarkirin, derxistina meydanê ya nirxên xwe, jîyana ligel van nirxan jî
wek hewldaneke neteweperestîyê bête dîtin, lêbelê ev jî, gelek vekirî
ye ku di navbera van her du awayên neteweperestîyê de cihêtîyeke gelek
mezin heye, di navbera wan de bi qasî erd û asmên cihêtî heye. Ewên ku
dibêjin “em ê ziman û kultura te tune bikin, em ê we bikine tirk, ewên
ku nebin tirk, ewên ku nebêjin, xwezî bi wî kesî ku bibêje ez tirk im,
em ê wan wek diþmen bibînin, di vê rêyê de çi ji destê me were em ê
qet texsîr nekin”, her wiha, li gorî van gotinên xwe jî her di nav
hewldanê de ne û ewên ku dibêjin “em dixwazin bi navê xwe ligel nirxên
xwe bijîn û em ê her tim li hemberî wê zordarîya li ser nirxên xwe di
nav berxwedanê de bin”, bêguman her yek ji wana di nav rewþeke gelek û
gelek ji hev cihêtir de ye. Hizirîn û nîyet û çalakîya têgihaþtina
van her du awayên neteweperestîyê ji hev û din gelek û gelek cihêtir
in. Meriv dikare ya pêþîyê bi têgeha “nîjadperestîyê” rave bike
lê ya duyem, meriv dikare tenê di nav çarçoveya xwedîlêderketina hestên
neteweyî de wek daxwaza pêþvebirina hestên neteweyî rave bike. Ev
hewldana çapemenîya tirk, medya û nivîskar û roþinbîrên tirk ku van
her du têgihaþtinên neteweperestîyê dikine nav heman kategorîyê, her
duyan dikine heman tûrî, bêguman ev yek qet jî ne analîzkirineke zanistî
ye. Her wiha, di heman kategorîyê de analîzkirina van her du prosesên ku
naveroka wan ji hev cihê ye, ji alîyê exlaqî ve jî ne rast e. Ev yek ji
bilî girêdana çavê kurdan tu tiþtekî din îfade nake. Encama vê
hewldanê ev fehma hanê ye, ku di hembêza îdeolojîya fermî de analîzan
dike lê qet îdeolojîya fermî rexne nake, qet ji xwe re nake xem ku îdelojîya
fermî her di nav hewldana tirkkirina kurdan de ye. Tam berovajîya viya, ew
bi vê hewldana xwe dixwazin vê îdeolojîya fermî arasteyî kurdên ku
dixwazin li ziman û kultura xwe xwedî derkevin bikin. Þoriþger û marksîst
digel ku dibêjin neteweperestîya neteweya serdest û neteweperestîya
neteweya bindest ji hev û din cihê ne jî, lê di encamê de giþ di çarçoveya
îdeolojîya fermî de xwe digihînin derekê û kurdên ku ketine pey ziman
û kultura xwe, rexne dikin. Her wiha, ev jî têye dîtin ku di vê meseleyê
de empatîyeke xurt di nav netweperest û þoriþgerên neteweya serdest de
çênebûye. Di
vira de divê meriv berê rexneya esasîn dîsan bide bi alîyê kurdan ve.
Di nav þoriþgerên kurdan de jî, di nav muhafazakarên wan de jî, di nav
çepgîr û rastgîrên wan de jî, di nav parsek û ateîstên wan de jî,
bi awayekî giþtî hestên neteweyî çênebûne. Drûþmên “birayetîyê”
pêþî li çêbûna hestên neteweyî girtine. Hinek bi fehma ummetîyê,
hinek jî bi fehma enternasyonalîyê ji hestên neteweyî dûr mane. Ev
xemsarîya ku di kurdan de têye dîtin, ne mumkûn e ku meriv di filîstînî
û çeçenan û hwd. de bibîne. Ez qet ne di wê qenaetê de me ku di jîyana
xwe ya rojane de filîstînî bi zimanî îbranî, her wiha, çeçen jî bi
zimanê rûsî biaxifin. Ev kurdên ku ez li vira behsa wan dikim, gelek
vekirî ye ku kurdên Bakur in. Têye zanîn ku li Rojhilatê, li Baþûr û
li Baþûrê Rojava muþkilyeke wisan nîne. Heke kurd rewþa xwe di çarçoveya
pêwendîyên îsraîlî û filîstînîyan, rûs û çeçenan de bi wan re
muqayese bikin dê baþ be. Dê ev muqayesekirin zanîna me ya derbarê
kurdan de, her wiha, zanîna me ya derbarê tevgerên sîyasî û civakî yên
Rojhilata Navîn de jî dewlemendtir bike. Û ev jî girîng e ku divêt jîyana
sîyasî ya tirkan bête analîzkirin, her wiha, babeta kurdan û pirsa kurd
jî di vê çarçoveyê de bête analîzkirin. Bo numûne, Bulgarîstanê
wan operasyonên xwe yên ku me li jor bi kurtahî behsa wan kiribû, ji mêj
ve ye ku dawî li wan anîye. Tirkên Bulgarîstanê bi partîya xwe ya bi
navê Partîya Mafan û Azadîyan bo Parlementoya Bugarîstanê hatin
hilbijartin. Wek tirk ketin parlementoyê. Û wan di nav jîyana sîyasî ya
Bulgarîstanê de rolên gelek girîng lîstin. Lêbelê li Tirkîyê digel
ewçend têkoþînê, hê navê kurd jî nehatîye qebulkirin. Kurd hê jî
nikarin li gorî daxwaza dilê xwe navên kurdî li zarokên xwe daynin. Hê
jî ew pîtên “w, q, x” ku di alfabeya kurdî de ne, derbarê wan de
pirsgirêkên mezin li meydanê ne. Çi
dema ku pirseke dibistanê ya tirkên ku li Yewnanîstanê yan li Trakyaya
Rojava dimînin rûbide, Tirkîyê radibe belgeyên navneteweyî yên mafên
mirovan digre destê xwe û li dijî vê rûdanê dezgeyên navneteweyî dixîne
nav tevgerê, dike ku ew rexneyan li Yewnanîstanê bigrin. Lê her dem
tometa terorîzmîyê li daxwazên kurdan ên bi vî rengî dike. Li hemberî
daxwazên kurdan ên bi vî rengî, gotinên wek “terorîzmê dîsa serî
hilda” derdixîne pêþ. Di vê rewþê de, meriv li hemberî viya jî
heyirî dimîne ku kurdek dikare dibêje “ez ne neteweperest im, ez
enternasyonalîst im…” Ew kurdê ku xwedîtîyê li zimanê xwe nake,
nikare gotina xwe jî bi kurdî îfade bike lê radibe doza enternasyonalîzmîyê
dike, helbet divêt meriv fehm û feraseta wî kurdî bide ber rexneyan. Bêguman
di jîyana miletekî de ziman gelek girîng e. Heke ziman hebe milet heye,
na, heke ziman nîn be, hingê ne mumkûn e ku meriv behsa hebûna miletekî
bike. Hêmana bingehîn ku miletekî mayinde dike û nifþ bi nifþ berdewamîya
neteweyê pêktîne cardin ziman bi xwe ye. Ji vê çendê neteweyên
serdest ji bo pêþveçûn û belavbûna zimanê xwe li ser hev tedbîran
digrin. Her wiha, ziman û kulturên ku xistine bin desthilatîya xwe jî,
ji bo ku wan di bin fiþarê de bihêlin, ji bo ku pêþî li geþbûna wan
bigrin cardin li ser hev tedbîran digrin. Ji vî alîyê ve ger polîtîkaya
zimên a neteweya serdest bête analîzkirin dê gelek faydeya wê hebe. Ger
eleqeya Mistefa Kemal Atatirkî ya bo tirkî û bo kurdî bête vekolîn, ji
bo têgihaþtina vê babetê dê ev jî girîng be. Asîmîlasyon
polîtîkayeke bingehîn e. Xelkê ji cih û warê wan rakirin û þîyandina
wan bo dûrgehan, bi darê zorê wan ji mala wan, ji gund û bajarên wan
derxistin, ji bo asîmilekirinê rê xweþkirin e. Bo numûne, divêt ji vî
alîyî ve ew surgunên ku piþtî serîhildanên salên 1920î, yên ku li
piþtî salên 1930î çêbûne werin vekolandin. Hindek malbatên wek Cemîlpaþazadeyan,
digel ku beþdarî serîhildanê nebibûn jî, lê ew jî hatibûn
surgunkirin. Surgunkirina van malbatan bo vê armancê ye da pêþî lê bête
girtin ku kurd li deverekê kom nebin. Ew malbat an jî kesên ku ji koka
xwe hatine qutkirin, parçe bi parçe berê wan dane bajarên ku tirk têde
di pirranîyê de ne, hingê dê asîmilekirina wan jî hêsan be. Divê tu
car meriv viya ji bîr ve neke ku derbarê kurdan de polîtîkaya dewletê
ya bingehîn asîmilasyon e. Di
proseseke wiha de, di nav þertên bi vî awayî yên sîyasî û civakî
de, di nav torra van pêwendîyan de gelo rola roþinbîr çi ye? Heke meriv
vê babetê jî bide ber pirsan dê baþ be. Li
welatên ne demokratîk sazîyek ku em wê wek ‘îdeolojîya fermî’
rave dikin heye. Li van dewletên wisan, îdeolojîya fermî ew sazî ye ku
sîstema sîyasî dîyar dike û bi rê ve dibe. Li Tirkîyê jî îdeolojîyeke
fermî, ango, awirê dewletê yê hêzdar heye. Girîngtirîn sazîya sîstema
sîyasî ya tirk ‘îdeolojîya fermî’ ye. Ew di nav destûra bingehîn
de, di nav zagon û jêrezagonan de naxuye. Lê qedexekirina derbirîna
ramanê ji bo parastina îdeolojîya fermî ye. Îdeolojîya fermî ne îdeolojîyek
ji îdeolojîyan e, na, ev îdeolojîyeke wisan e ku bi hêza cezaî ya
dewletê berevanîya wê têye kirin. Îdeolojîya fermî qedexekirina
derbirîna ramanan pêktîne, her wiha, îdeolojîya fermî wan ramanên ku
divêt qet guman ji rastîya wan neyête kirin û bi heman þeklê xwe ve bêtin
qebulkirin jî pêktîne. Her dixwaze ew raman bêtin dahurandin û li gorî
wan ramanan bîr û bawerî werin îfadekirin û reftarî bêtin nîþandan.
Di hindek babetan de tabuyeke berfireh heye. Di roja îroyîn de babeta ku
îdeolojîya fermî herî zêde li ser radiweste, pirsa kurd e. Awirê îdeolojîya
fermî li gorî hesasîyeta pirsa kurd têye derbirîn. Ji
ber ku dewleta Tirkîyê xwedîyê îdeolojîya fermî ye, ji vê çendê
gelek vekirî ye ku ew ne dwleteke demokratîk e. Her çendî berpirsîyarên
hukûmet û dewletê her tim behs dikin jî lê Tirkîye dewleteke laîq jî
nîne. Ev e, li nav civakê rola roþinbîr di vê xalê de derdikeve meydanê.
Roþinbîr ew kes e ku ji vê îdeolojîya fermî hayedar e. Her wiha, roþinbîr
xwedîyê wê ferasetê ye ku pêdivîyê bi rexnekirina îdeolojîya fermî
dibîne. Roþinbîr ew kes e ku di dewletên xwedî îdeolojîya fermî de vê
îdeolojîyê rexne dike, di îdraqa rexnekirina îdeolojîya fermî de ye.
Ev rexnekirin jî, çalakîyeke wisan e ku divêt li gorî têgehên zanistî
û sîyasetê her tim bête kirin. ______________________ Wergerandina
ji tirkî: Roþan Lezgîn Çavkanî:
www.peyamaazadi.com
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org