JI HELEBCE EW DÎMENEK BÛ     

RUKIYE ÖZMEN

Dema ezê biçûma Mêrdînê bi rojan bû, ku ez diponijiyam, kengê ezê wan bibînim; ji dûr ve jî be carekê ez li wan binihêrim, êdî ew roj bû û ew kêlî bû, ez ber bi wan ve çûbûm, tîrêjên rojê di nav pencereya spî ya cama texsiyê de didan çavên min, awirên çavên min jî kûr li wî dîmenî bi lez dinihêrtin; ew dîmenê zindî.  Ew bûn di nava têlên bi stirî de; hawîrdor dopêçkirîbûn, di bin çadirên ji çend metran pêk dihatin de û bi sedan çadir li pey hev vedabûn. Her çend gavan leþkerek rawestiyabû, teliyên wan li ser teltîkan bûn, mîna di kozik û çeperan de li benda fermanê bin. Ew dîmen bû, ku berî du salan min li ser þaþa televîziyonê dîtibû. Piþtî çend nûçeyên nepixandî, nûçeya vî dîmenî, ku bi du hevokan derbas bûbû, wek hin kesên bakurê Îraqê ji ber Seddam bazdane ber bi sînorê Tirkiyê ve û di ser re derbas bûbû. Ew dîmen bû, çavên wan ên zuha digirîn, lêvên wan ên qemuþk girtî direidîn, zendên wan ên gewir, zarokan li ser çavên xwe girtî, destên wan di ber wan re diherikîn, pêsîrên wan ên þîrê sipî têde qetyayî, himbêzên wan ji evîndarên wan vala bûn, dilên wan yên hest jê hatî guvaþtin, çermê lingên wan ên ji hev þiqþiqî û ziman tenê bi peyva mirinê dilivî, hemû hiþebîrade ew wêne hatibû qeydkirin. Ew dîmen bû berî salekê carek din li ser þaþa televîziyonê bi hatina xanima Daniella Mîttterand li nava wan diyar dikir; ku xanim Daniella yê  bi ser teliyên xwe rondikên li ser rûyê qermîçonk paqij  kiribûn û janên wan ên bê axîn bi wan re parve kiribû, ji ber ku xwarina dema wê bihorî dabûne wan, bi dehan zarokan jiyana xwe windakiribû. Bavekî piyekî wî qutbûyî, ku du darik xistibûn bin çengê xwe û bi wê nefesa xwe ya tijî keder  qîriyabû, gotibû: “Jinim mindalim tev kujrawa, bimirê Seddamî” û ew nifir çarbare kiribû, li ber objektîvan, rondikek wek baranê li ser derya rûyê wî yê bi ser hev de ji qermîçonka nijiyayî herikîbû. Ew dîmen bû, êdî her tiþt zindî bû û li ber çavên min bû. Bi þal û þapik, bi kiras û xeftan diçûn û dihatin, zarokên di despêka jiyana xwe de, her tiþtê xwe winda kirî, xemgîn li ber devê çadiran rûniþtibûn û bê xewn û xeyal serê xwe xistibûn ber xwe.

Çend xort di nava çadiran de tûr diavêtên, li ser rê, min li piþt  xwe nihêrtibû, bejin dirêj, çav reþ û rûgeþ, xwînþêrîn bûn, lê qederê her tiþt reþ kiribû; kela wan di dilê min de giriyabû, bi dehan pirs di serê min de çêbûbûn, lê mecala axavtinê nebû.

Ne kes bûn, ew bûn, kurd,bûn, ne ji bakurê Îraqê bûn, bajariyên kurdistanî bûn, du hundirê rojekê de bajarek hiþk bûbû, ne ji bê avî, bi xerdela Seddam, ew bûn cendekên wan ên bê guneh, bê nivîna axê mabû, ne nivîn hebû, kes nebû nivînê bi kesî de bike, ew bûn pênc hezar gul, pênc hezar kanî, pênc hezar zindî, pênc hezar kurd bûn, bûbûne bi qurbana þerê di navbera Îraq û Îranê de. Piþtî çend salan, ji ber pirbarekirina çewtiyên rêberan, ketibûn ber bayê kimiyayî û bûbûne qurbana berjewendiyên nexêrxazan, ew bûn, ne ber bi sînorê tirkî ve, lê ber bakurê kurdistanê ve hatibûn û bûbûne penaber li ser xaka xwe, li navbera Mêrdîn-Qoser û li ser Amûdê re.  

Ew bûn, ne çavan karîbû binêrtane, ku çend  wêne bikarana arþîvê, ne guhan deng kiribû û bizaniya çiqas nalîn û qîrîn tê, ne tilî mabûn, ku pênûsê bilivînin, çend hest werin verîþandin, ne dil mabûn helbestekê binivîsin û ne pênûsan dikarîbûn ewqas nav hilgirin.

Ne bijîþkekî dikarî birînên bi dax derman bike. Ne jî bilbilek mabû bixwîne. Þanzdehê adarê bû, li Helebçe barana kimiya reþandibûn û bihar kesk þewitandibûn, pênc hezar zindî xeniqadibûn, tu kesî qala wê wehþetê jî nekiribû, tenê kurdan ew roja reþ di dilê xwe de hilgirtibû û her þanzdehê adarê Helebçe li rûniþtecihê xwe digere û bihar kirasê reþ li xwe dike

Û hemû dil bi jana Heleçe digirîn, heya roja hesabxwestinê.